Deklarasyona Newrozê ya Stenbolê: Li dijî Dehaqên serdemê biherikin qadên Newrozê

img

STENBOL - Li Stenbolê deklarasyona Newroza bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” hat ragihandin. Di deklarasyonê de hat diyarkirin li dijî Dehaqên her dem û serdemê biherikin qadên Newrozê û agirê serkeftinê û azadiyê hil bikin.  

Li Stenbolê bi pêşengiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” Newroza Stenbolê tê lidarxistin. HDK û pêkhateyên xwe deklarasyona pîrozbahiya Newrozê bi civînek çapemeniyê li hotêlek li Taksîmê eşkere dikin. Hevberdevkên HDK’ê Esengul Demîr û Cengîz Çîçek, Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan û nûnerên partî û rêxistinên pêkhateyên HDK’ê, nûnerên hêzên ked û demokrasiyê beşdarî civînê bûn. Newroza Stenbolê roja yekşemê di 20'ê Adarê de li Qada Yenîkapiyê dê bê pîrozkirin. 
 
Deklarasyon ji aliyê Hevberdevkê HDK'ê Cengîz Çîçek ve hat xwendin. 
 
Deklarasyona bi dirûşm û sernavê "DEM DEMA SERKEFTINÊ YE!" wiha ye:
 
"Kawayê Hesinkar, di mîtolojiyên gelên Rojhilata Navîn, Qefqasya û Asyayê de bûye sembolek. Di serî de gelê kurd, bi xwedîderketina hemû bindestan, li erdnîgariya Tirkiyeyê jî bûye sembola têkoşîna li dijî zilm û zordariyê. Kawayên hemdem, li hemberî Dehaqên serdemê, di roja me de jî bi heman bawerî û azweriyê têkoşîna azadî û demokrasiye dimeşînin.
 
TECRÎD Û ŞER DIDOME
 
Li gel êrişên ser Herêma Federal a Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê li dijî siyaseta demokratîk a kurd, li dijî nasname, çand û hebûna kurdan jî lez dan êrişên xwe. Li hemberî zîhniyeta ji bo pirsgirêka kurd serî li polîtîkaya şer dide û li dijî mekanîka darbeyê ku dixwaze tevahiya civakê dîl bigire, birêz Ocalan her tim di nava hewldanên aştiya civakî û demokrasiyê de ye. Tevî vê rastiyê jî, birêz Ocalan ev bû 24 sal ku di pergala tecrîd û îşkenceyê ya Îmraliyê de tê ragirtin. Li Îmraliyê ne hiqûq lê belê rejîmeke taybet a tecrîd û îşkenceyê di meriyetê de ye. Girtîgeh, bi polîtîkaya tecrîdê veguherîne warên mirinê, di serî de girtiyên nexweş, hemû girtiyên siyasî terkî mirinê hatine kirin. Girtiyên ku sizayê wan xelas bûyî, bi awayekî keyfî nayên berdan. Ev jî nîşan dide bê ka girtî bi faşîzmeke çiqas xedar re rû bi rû ne. Di serî de birêz Ocalan, hewceye hemû girtiyên nexweş û siyasî di zûtirin dem de bên berdan. Tevahiya pirsgirêkên siyasî, aborî, civakî û ekolojîk ku ji ber rejîma heyî diqewimin, terkî neçareseriyê hatine kirin. Polîtîkayên şer ên topyekûn ku li ser bingeha dijminatiya li kurdan tên meşandin, li gel dijayetiya siyasî û civakî, di heman demê de sedema esasî ya newekhevî, bêedaletî, xizanî û nelirêtiyan e. Hemû çavkaniyên welêt ji bo şer hatine pêşkeşkirin û barê giran ê vî şerî jî li pişta gel, kedkar, karker û hemû bindestên Tirkiyeyê hatiye kirin. Yên ku li hemberî hemû êrişên domdar li ber xwe didan, ev êriş vala derxistin. Ev têkoşîna birêxistinkirî û yekbûyî ya gelên Kurdistan û Tirkiyeyê, dê berxwedana demokratîk hîn mezintir bike û di DEMA SERKEFTINÊ de ye ku dê faşîzmê têk bibe. 
 
LI DIJÎ DEHAQAN EM BIHERIKIN QADÊN NEWROZÊ
 
Yên ku keda wan tê xwarin, bindest, kesên tune tên hesibandin; yên ku ji bo ziman, bawerî û hebûna xwe têdikoşin, yên ku li zindanan bang dikin, yên li gorên zarokên xwe digerin û yên ku di konên grevan de hesabê keda xwe dipirsin;  LI DIJÎ DEHAQÊN HER DEM Û SERDEMÊ, ME VEDIXWÎNIN NEWROZÊ! 
 
Dixwazin ku îro, hemû ol û baweriyên li dijî zilmê xwe bi şêweyên felsefî, çandî û etîk ava kirine, têxin bin xizmeta berjewendiyên serdestiyê yên tîranên cîhanê. Hemû baweriyên ku li dijî zilmê berxwedanê, li dijî cihêkariyê wekheviyê, li dijî kedxwariyê edaletê û li dijî şer jî nirxên aştiyê di cewhera xwe de dihewînin; JI BO NIRXÊN ME YÊN CIVAKÎ, ME VEDIXWÎNIN NEWROZÊ! 
 
Dinya, ber bi tunebûnê ve diçe. Kapîtalîst, ji bo ku hîn bêhtir pereyan qezenc bikin, tu tiştek nîne ku nekin. Hêzên hegemon û emperyal ên ku şerên nukleerî dayîne ber çavên xwe, yên ku ji bo sotemeniyên fosîl ketine pêşbirkê, yên ku bi serê Rojhilata Navîn re bûbûn bela, niha jî dibin sedema mirina xelkên Qefqesya û Rojhilatê Ewropayê. Şerê dagirkerî û berfirehbûnê yê ku li Sûriyeyê dihat meşandin, bi heman armanc û hêzên bînanî hev li Ûkraynayê tê meşandin. Ji  Lîbyayê heta Sûriyeyê, ji Efxanistanê heta Ûkraynayê, koçber û penaber li her deverê; LI DIJÎ HÊZÊN KAPÎTALÎST Û EMPERYALÎST ME VEDIXWÎNIN NEWROZÊ! 
 
Bajar, çiya, behr û baxçeyên zeytûnan ên ku bi çavbirçîtiya kar hatine talankirin, dengê cîhana me ye ku gav bi gav ber bi birçitî û xelayê ve diçe. Rêyek heye ku ji Efrînê ber bi Çiyayên Kazê ve dirêj dibe; JI BO KU EM BI HEV RE DI WÊ RÊYÊ DE BIMEŞIN, XWEZA ME VEDIXWÎNE NEWROZÊ! 
 
JI NEWROZ BER BI 1'Ê GULANÊ VE
 
Yên ku ked, beden û nasnameya wan tê xespkirin; yên ku bi tundiya mêr tên qetilkirin, yên ku li ser navê wê biryar tê dayîn bê ka dê çend zarokan bi welidîne, dê çawa bijî û mudaxaleyî cil û bergên wan tên kirin; yên ku ji bo parastina rewa bi israr tevdigerin; yên ku ji barîqatên Rojava heta Stenbolê li ber xwe didin; JIN Û LGBTÎ’YÊN KU SERÎ NATEWÎNIN, BIÎNAD Û BIISRAR, ME VEDIXWÎNIN NEWROZÊ! 
 
Çîna karker ên ku li Farplasê, li Mîgros, Yemeksepetî, Şaredariya Bakirkoyê, li febrîqeyên goreyan û li atolyeyên tekstîlê ketine grevê, komkerên beravêtiyan ên bêtemînat û di şertên zehmet de dixebitin, yên ku li Hendekê bi şewitînê, li nexweşxaneyê bi lêdanê, li dibistanên amadehî weke zarokên karker bi keda deste xwe vê dinyayê ava dikin;  DI RÊYA BER BI 1’Ê GULAN VE ME VEDIXWÎNIN NEWROZÊ! 
 
LI DIJÎ DEHAQAN BIBIN KAWA
 
Malbata Şenyaşar; Mehmet Fatîh Tiraş, Emîne Akçay û Enes Kara yên ku ji bilî xwekuştinê tu rêyek jê re nehatiye hiştin; Alî Îsmaîl Korkmaz, Berkîn Elvan û Ethem Sarisuluk ên di Geziyê de hatine qetilkirin; girtiyên nexweş Mehmet Emîn Ozkan ê 83 salî, Aysel Tugluk, Rojbîn Çetîn û Kemal Gomî; karkerên ji hêla faşîstan ve hatine qetilkirin Ahmet Al-Alî, Vaîl El Mansur, Alî El Hemdan; Oguz Arda Sel ku bû qurbanê xemsariya rayedaran; Gulistan Doku ya hatiye windakirin û kesên mafyayî naxwazin were dîtin; Kemal Kurkut ku li pêş çavên bi hezaran mirovan bi guleyên fermî hate qetilkirin; Mehmet Tunç, Tahir Elçî û Hrant Dînk; bangî me dikin ku ji bo têkoşînê mil bidin mile hev; li dijî Dehaqan banga Kawabûnê dikin; BANGÎ ME DIKIN KU EM BI RÊYA 3’YEMÎN WERIN BA HEV Û JI BO BERXWEDAN, SERHILDAN Û JIYANEKE NÛ, ME VEDIXWÎNIN NEWROZÊ! 
 
 
Newroz; destpêka biharê û roja hêvî, hesret û serkeftinên mezin e. Em ê Newroza 2022’yan, weke Newroza azadî û serkeftinê pîroz bikin. Ji bo ku em daxwaza xwe ya azadiyê bi dengekî bilindtir biqîrîn, banga me ji bo gelê me ew e ku li dora agirê Newrozê kom bibin; coş, hêrs û serhildana xwe mezintir bikin û li her devereka lê dijîn jî agirê Newrozê hil bikin. Û em dibêjin; 
 
JI NEWROZÊ BER BI 1’Ê GULANÊ VE, DEM DEMA TÊKOŞÎNEKE HEVPAR E!
 
DEM DEMA SERKEFTINÊ YE!
 
NEWROZ PÎROZ BE!
 
BIJÎ NEWROZ
 
BIJÎ YEKITÎ, TÊKOŞÎN Û PIŞTEVANÎ!"
 
 
 
 

Sernavên din

12/03/2022
11:16 Malbata Şenyaşar: Em ê bêdeng nemînin
11:05 Serokê Komeleya 78'iyan Bariş: Ji bo hevhelalkirinê ji ewil divê lêborînê bixwazin
11:04 Li Amedê agirê ewil ê Newrozê hat vêxistin
10:29 Sagkan: Di dosyeya malbata Şenyaşar de ‘mafê darizandina adilane’ hat binpêkirin
09:47 Medyayê bi weşanên xwe xwest agirê Newrozê vemirîne
09:46 DÎSK ji bo mitîngên li bajarên Bakur amadekariyan dike
09:28 Aynûr Dogan konserek mezin li Amedê da
09:18 Li dijî zilmê bi bedena xwe agirê Newrozê gur kir
09:15 ‘Tirkiye ji bo rojnamevanan bûye girtîgeheke vekirî'
09:13 Ji ber nedermankirinê çavê girtiyê nexweş kor dibe
09:13 Dozger li cihê dîroka berdanê ya girtî 'heya mirinê' nivîsiye
09:11 Keça Karaguzel a girtî: Em bi fikar in
09:00 ROJEVA 12'Ê ADARA 2022'YAN
11/03/2022
17:31 TÛHAY-DER'ê serdana Nobeda Edaletê kir
16:09 Kedkarên tenduristiyê amadekariya greva du rojan dikin
15:57 Nobeta Edaletê ya Wanê di roja 89’an de didome
15:48 Kaçmaz: Wesayîtên zirxî dibin sedema felakete
15:42 Meclisa Xwendekarên Demokratîk çûn serdana malbata Şenyaşar
15:22 Girteka polîsan 4 meh beriya îfadeyê şahidê nepen hatiye amadekirin!
15:15 Kiliçdaroglu: Têkildarî çareserkirina pirsgirêka kurd 5 prensîbên me hene
14:17 Li Herêma Botanê starta Newrozê hat dayîn: Newroz Cizîr e
14:10 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:50 Wêjegeh Amed bernameyên xwe yên mehane didomîne
13:48 ÎSÎG: Di 2 salan de hezar û 400 karker ji Covid-19’ê mirin
13:16 Sibe li Silêmaniyeyê dê Şêwira Jinên Kurd bê lidarxistin
13:03 Bedrî Çakmak ê ku cezayê wî hat taloqkirin jiyana xwe ji dest da
12:37 Dê di doza rojnameger Bayram de şahid bê guhdarîkirin
12:14 Girtiyê ku ji sedî 80 astengdare nayê berdan
11:46 Deklarasyona Newrozê ya Stenbolê: Li dijî Dehaqên serdemê biherikin qadên Newrozê
11:13 Malbata Şenyaşar: Jiyaneke adilane û birûmet pîroz e
10:30 Ji 7 partiyan biryara Mitînga Aştiyê
10:24 28 sal berê çû nûçeyê û êdî qet venegeriya!
09:25 Agirê Newrozê bi dirûşma 'azadî' gur bû
09:10 Li ser îfadeyên binakok cezayê muebbeta giran û 54 sal li Demîr birîn
09:05 ‘Şoreşa Rojava encama serhildana Qamişlo ye'
09:05 54 roj in li dijî binpêkirinên mafan di greva birçîbûnê de ne
09:05 Şahidên Newroza 1992'yan a Nisêbînê: Em bi wî ruhî agirê Newrozê gur bikin
09:05 Li Sirbîstanê ciwanê kurd avêtine Çemê Tîsayê
09:00 ROJEVA 11'Ê ADARA 2022'YAN
08:09 Ciwanan tecrîd û rewşa girtîgehan ji Kiliçdaroglu pirsîn
10/03/2022
18:57 Derbarê rojnamevan Kanbal de lêpirsînek nû
18:51 Li Rihayê kesê ku 2 polîs 'kuştibûn' hat kuştin
17:01 Li Wanê amadekariyên Newrozê dest pê kir
16:57 Fehîme Poyraz: Girtiyên nexweş berdin
16:56 Li Amedê kesek hat girtin
16:34 ‘Li vî welatî bi milyonan kes li benda edaletê ne’
16:10 DAKAP dê ji ber tundiya polîsan gilî bike
16:09 Wê starta Newroza Stenbolê jî sibê bê dayîn
15:55 Egîtîm Senê bertek nîşanî bihakirina tiştan da
15:44 Peyamên Newrozê dan û govenda Newrozê gerandin
15:35 Kesekê ku li Hesekê mayin didanî mir
15:34 Şahidên Doza Kobanê: Me DAIŞ’ê protesto kir
15:31 Serokê TBB'ê Sagkan: Nobet girtina Emîne Şenyaşar şerma me hemûyan e
15:20 Malbatên girtiyan li ber Edliyeya Amedê çalakî li dar xistin
14:39 6 Sal û 3 meh ceza li nivîskar Azad Zal hat birîn
14:29 Hevdîtina Antalyayê bi dawî bû: Tu pêşketinek çênebû
14:21 Rojnamevan Kanbal hat beraetkirin
14:03 Girtiya nexweş Karaguzel krîza dil derbas kir
14:02 Wê Newroz li Anatoliya Navîn jî bê pîrozkirin
13:54 Başaran: Hûnê nikaribin bi jinan paşde gavê bidin avêtin
13:51 Di serdegirtina malê de polîsan serê welatiyekî şikand
13:34 Kiliçdaroglu: Em li Enqereyê rûdinin û dibêjin çima gelê herêmê deng nade me
13:34 Peyamên Newrozê dan û govenda Newrozê gerandin
13:27 Li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê 5 girtî hatin sirgûnkirin
13:12 Qeyûm hê jî destûr nedaye ku faîlê Dayan bê lêpirsînkirin
13:09 Ji bîranîna 10’ê Cotmehê: Ev 77 meh in em banga edalet û aştiyê dikin
12:05 Vaye strana Newroza 2022'yan: Agirê Newrozê hilke
12:04 Hevdîtina li Antalyayê dest pê kir
11:59 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:48 Malbata Şenyaşar: Me bi du kesan dest pê kir lê em ê sibe bibin milyon kes
11:34 Têkoşîna di navbera Newroz û ‘Nevruzê’ de
11:12 Starta Newrozê hat dayîn: Dem dema azadî û yekitiyê ye
11:10 Cara 3’yemîn e berdana girtî tê taloqkirin
10:54 Dîrok û kes cuda ne lê îfadeyên wan heman îfade ne
10:44 ZINDÎ | Di hevdîtina wezîrên karên derve yên Rûsya û Ûkraynayê de encam derneket
10:20 Newroza Stenbolê ji hezaran gihîşt bi milyonan: Dem dema serkeftinê ye
10:10 Hûrguliyên Newroza Amedê diyar bûn
10:09 Cotkarên Çinarê: Çareserî Modernîteya Demokratîk e
09:14 Li girtîgehê tu tişt nemaye nehatiye serê wî!
09:13 Ji ber navê 'Kurdistanê' fezleke hat amadekirin
09:12 Bi hinceta 'wergêr tune' name û pirtûkên bi kurdî nadin girtiyan!
09:11 Ji ber ku rêvebirê HDP'ê ye, erseya wî ya 364 metrekare kirin 48 perçe
09:10 ‘ATK, bûye saziyeke siyasî'
09:00 ROJEVA 10'Ê ADARA 2022'YAN
09/03/2022
20:53 Ji polîsên ku li Rihayê birîndar bûbûn yek jê mir
19:31 Li quntarên Cûdiyê dîmenên heywanên kovî hatin girtin
19:01 Meclîsa Jinan a DTSO'yê Ferda Cemîloglû bibîr anî
18:21 Malpera Yenî Yaşamê hat astengkirin
17:41 Li Rihayê 2 polîs bi giranî birîndar bûn
16:28 Di Nobeta Edaletê de bal kişandin ser greva birçîbûnê
16:19 Bersûcên qetlîamê hem gilî kirin hem jî xwestin bên parastin!
16:04 Ferît Şenyaşar: Em ê tu carî hêviya xwe nebirîn
16:03 DMME'yê cezayê tecrîdê li dijî hiqûqê dît
16:03 Li 39 girtîgehan herî kêm 7 hezar û 357 binpêkirin hatin tespîtkirin
15:17 Sancar: Rêya rizgariyê di Tifaqa Demokrasiyê de ye
15:11 Li Wanê cenazeyê penaberekî hat dîtin
15:02 Ev 3 meh in nahêlin girtiyên nexweş biçin nexweşxaneyê
14:45 Starta Newroza 2022’yan dê sibe bi Tifaqa Kurdistanî re bê dayîn
14:32 Doza rojnamevan Orûç hat taloqkirin
14:23 Beşdarbûna Farîsogûllari ya kongreya partiya wî sûc hesibandine