Ji 7 partiyan biryara Mitînga Aştiyê

img

STENBOL - Serokê Giştî yê EMEP’ê Ercument Akdenîz diyar kir ku di çarçoveya civîna duyemîn a li ser banga HDP’ê pêk hat dê di meha nîsanê de Mitînga Aştiyê li dar bixin. 

Bi banga Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) civîna yekem a di lêgerîna rêya 3’yemîn de di 18’ê Çileyê de li Enqereyê hat lidarxistin. HDP’ê di vê çarçoveyê de civîna xwe ya duyemîn di 26’ê Sibatê de bi hêzên demokratîk, çep, sosyalîst û şoreşger re pêk anîbû.
 
Tevî Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, nûnerên Partiya Kedê (EMEP), Partiya Karker a Tirkiyeyê (TÎP), Partiya Azadiya Civakî (TOP), Federasyona Meclîsên Sosyalîst (SMF), Partiya Tevgera Karkeran (EHP) û Halkevlerî amade bûn û civîna duyemîn li dar xistibûn. Di vê civînê de biryara avakirina “Koordînasyona Hevpar” hatibû girtin û her wiha gelek biryarên din ên girîng jî hatibûn girtin. 
 
Serokê Giştî yê EMEP’ê Ercument Akdenîz ê beşdarî civînan bû, hevdîtinên hatin kirin û li ser bernameya siberojê ji ajansa me re axivî. 
 
 
XEBAT DIDOME
 
Akdenîz bi bîr xist ku nêzî salekê ye ew jî di nava xebata tifaqa 3’yemîn de lêgerînên xwe didomînin. Akdenîz got wan bi partiyên siyasî û rêxistinên ked û pîşeyî re civînan li dar xistine û civîn û xebatên li dar xistine gihîştine têgihîştinekê. Akdenîz bal kişand ser girîngiya civîna 7 partiyan a ji bo tifaqa ku di çarçoveya rêya sêyemîn de li pêş bikeve û got ew vê xebatê ber bi mecrayek rast ve dibin. 
 
KOORDÎNASYON GAVA PRATÎK E 
 
Akdenîz anî ziman ku wan di civînan de nîqaşên girîng kirine û her wiha biryarên girîng jî girtine û yek ji van biryarên pratîk hatine girtin jî avakirina koordînasyonek hevpar e û ew ê xeta xwe ya têkoşîna hevpar berdewam bikin. 
 
ÇARESERIYA XWE DISPÊRE GEL 
 
Akdenîz destnîşan kir ku Tifaqa Millet û Tifaqa Cumhur ji bo xelkê û çareseriyê tiştek nakin û got: “Berevajî van her du tifaqan, em çareseriyek xwe dispêre kedkaran û gel datînin holê. Teqez em ê vê bi ser bixînin.” 
 
DAXWAZA GEL YEKÎTÎ YE 
 
Akdenîz da zanîn ku ew li gelek bajaran tevli civînên gel bûye û got: “Em li van bajaran gelek welatiyên xwedî fikrên cuda dît. Xelk dixwaze hêzên demokratîk xwe bikin yek. Daxwaza wan jî yekîtiya van hêzan e. Em ê li bendewariya gel binêrin. Em ê daxwaz û pêşniyazên gel û aliyên cuda esas bigirn.” 
 
MITÎNGA AŞTIYÊ 
 
Akdenîz diyar kir ku di du mehên dawî de li sedan fabrîqeyan karkeran çalakî li dar xistine û ev yek jî hêz û daxwaza kedkaran yanî qada kedê dide nîşandan. Akdenîz bal kişand ser rol şer û aştiyê û got: “Li Tirkiyê medya burjuvayê her tim berjwendiyên îktidarê dixwe pêşiya, daxwazên gel ên wek aborî û pirsgirêkên demokratîkkirinê. Li ser ekranên wan her tim analîzên şer hene. Pêkanîna aştiyê nayê axaftin. Têkiliya pirsgirêkên em pê re rûbirû mane û şer bi hev ve heye. Me ji bo vê xebatek da destpêkirin û metnek daxuyaniyê weşand. Naveroka vê girîng bû. Wek şênberî di koordinasyona ji 7 partiyan pêk tê, lidarxistina mitîngek aştiyê ya mezin hat axaftin. Biryara vê mitîngê wek Mitînga Aştiyê hat dayîn. Ev partî dê pêşengiya mitîngê bikin. Wê mitîng di meha nîsanê de li Stenbolê bê lidarxistin. Em difikirin ku li bajarên cuda jî li dar bixin.” 
 
TIFAQA GEL 
 
Akdenîz destnîşan kir ku rojên wek 8’ê Adarê, 21’ê Adarê û 1’ê Gulanê yên 2022’yan girîngiyek dîrokê nîşan didin û got: “Di civîna me ya duyemîn de em li ser van rojên dîrokî axivîn. Divê gel, karker li qadan hêza xwe nîşan bide. Bi taybetî em ê hevparbûna 7 partiyan di qadên Newrozê de bibînin. Ev tifaq tifaqa hilbijartinê nîne. Ev platforma têkoşîna hevpar ku hemû hêz dikarin beşdar bibin û berfirehkirî ye. Ev platforma tifaqa gel e. Em gazî her kesî dikin ku werin beşdarî vê platformê bibin.” 
 
MA / Kadîr Guney
 

Sernavên din

12/03/2022
11:16 Malbata Şenyaşar: Em ê bêdeng nemînin
11:05 Serokê Komeleya 78'iyan Bariş: Ji bo hevhelalkirinê ji ewil divê lêborînê bixwazin
11:04 Li Amedê agirê ewil ê Newrozê hat vêxistin
10:29 Sagkan: Di dosyeya malbata Şenyaşar de ‘mafê darizandina adilane’ hat binpêkirin
09:47 Medyayê bi weşanên xwe xwest agirê Newrozê vemirîne
09:46 DÎSK ji bo mitîngên li bajarên Bakur amadekariyan dike
09:28 Aynûr Dogan konserek mezin li Amedê da
09:18 Li dijî zilmê bi bedena xwe agirê Newrozê gur kir
09:15 ‘Tirkiye ji bo rojnamevanan bûye girtîgeheke vekirî'
09:13 Ji ber nedermankirinê çavê girtiyê nexweş kor dibe
09:13 Dozger li cihê dîroka berdanê ya girtî 'heya mirinê' nivîsiye
09:11 Keça Karaguzel a girtî: Em bi fikar in
09:00 ROJEVA 12'Ê ADARA 2022'YAN
11/03/2022
17:31 TÛHAY-DER'ê serdana Nobeda Edaletê kir
16:09 Kedkarên tenduristiyê amadekariya greva du rojan dikin
15:57 Nobeta Edaletê ya Wanê di roja 89’an de didome
15:48 Kaçmaz: Wesayîtên zirxî dibin sedema felakete
15:42 Meclisa Xwendekarên Demokratîk çûn serdana malbata Şenyaşar
15:22 Girteka polîsan 4 meh beriya îfadeyê şahidê nepen hatiye amadekirin!
15:15 Kiliçdaroglu: Têkildarî çareserkirina pirsgirêka kurd 5 prensîbên me hene
14:17 Li Herêma Botanê starta Newrozê hat dayîn: Newroz Cizîr e
14:10 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:50 Wêjegeh Amed bernameyên xwe yên mehane didomîne
13:48 ÎSÎG: Di 2 salan de hezar û 400 karker ji Covid-19’ê mirin
13:16 Sibe li Silêmaniyeyê dê Şêwira Jinên Kurd bê lidarxistin
13:03 Bedrî Çakmak ê ku cezayê wî hat taloqkirin jiyana xwe ji dest da
12:37 Dê di doza rojnameger Bayram de şahid bê guhdarîkirin
12:14 Girtiyê ku ji sedî 80 astengdare nayê berdan
11:46 Deklarasyona Newrozê ya Stenbolê: Li dijî Dehaqên serdemê biherikin qadên Newrozê
11:13 Malbata Şenyaşar: Jiyaneke adilane û birûmet pîroz e
10:30 Ji 7 partiyan biryara Mitînga Aştiyê
10:24 28 sal berê çû nûçeyê û êdî qet venegeriya!
09:25 Agirê Newrozê bi dirûşma 'azadî' gur bû
09:10 Li ser îfadeyên binakok cezayê muebbeta giran û 54 sal li Demîr birîn
09:05 ‘Şoreşa Rojava encama serhildana Qamişlo ye'
09:05 54 roj in li dijî binpêkirinên mafan di greva birçîbûnê de ne
09:05 Şahidên Newroza 1992'yan a Nisêbînê: Em bi wî ruhî agirê Newrozê gur bikin
09:05 Li Sirbîstanê ciwanê kurd avêtine Çemê Tîsayê
09:00 ROJEVA 11'Ê ADARA 2022'YAN
08:09 Ciwanan tecrîd û rewşa girtîgehan ji Kiliçdaroglu pirsîn
10/03/2022
18:57 Derbarê rojnamevan Kanbal de lêpirsînek nû
18:51 Li Rihayê kesê ku 2 polîs 'kuştibûn' hat kuştin
17:01 Li Wanê amadekariyên Newrozê dest pê kir
16:57 Fehîme Poyraz: Girtiyên nexweş berdin
16:56 Li Amedê kesek hat girtin
16:34 ‘Li vî welatî bi milyonan kes li benda edaletê ne’
16:10 DAKAP dê ji ber tundiya polîsan gilî bike
16:09 Wê starta Newroza Stenbolê jî sibê bê dayîn
15:55 Egîtîm Senê bertek nîşanî bihakirina tiştan da
15:44 Peyamên Newrozê dan û govenda Newrozê gerandin
15:35 Kesekê ku li Hesekê mayin didanî mir
15:34 Şahidên Doza Kobanê: Me DAIŞ’ê protesto kir
15:31 Serokê TBB'ê Sagkan: Nobet girtina Emîne Şenyaşar şerma me hemûyan e
15:20 Malbatên girtiyan li ber Edliyeya Amedê çalakî li dar xistin
14:39 6 Sal û 3 meh ceza li nivîskar Azad Zal hat birîn
14:29 Hevdîtina Antalyayê bi dawî bû: Tu pêşketinek çênebû
14:21 Rojnamevan Kanbal hat beraetkirin
14:03 Girtiya nexweş Karaguzel krîza dil derbas kir
14:02 Wê Newroz li Anatoliya Navîn jî bê pîrozkirin
13:54 Başaran: Hûnê nikaribin bi jinan paşde gavê bidin avêtin
13:51 Di serdegirtina malê de polîsan serê welatiyekî şikand
13:34 Kiliçdaroglu: Em li Enqereyê rûdinin û dibêjin çima gelê herêmê deng nade me
13:34 Peyamên Newrozê dan û govenda Newrozê gerandin
13:27 Li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê 5 girtî hatin sirgûnkirin
13:12 Qeyûm hê jî destûr nedaye ku faîlê Dayan bê lêpirsînkirin
13:09 Ji bîranîna 10’ê Cotmehê: Ev 77 meh in em banga edalet û aştiyê dikin
12:05 Vaye strana Newroza 2022'yan: Agirê Newrozê hilke
12:04 Hevdîtina li Antalyayê dest pê kir
11:59 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:48 Malbata Şenyaşar: Me bi du kesan dest pê kir lê em ê sibe bibin milyon kes
11:34 Têkoşîna di navbera Newroz û ‘Nevruzê’ de
11:12 Starta Newrozê hat dayîn: Dem dema azadî û yekitiyê ye
11:10 Cara 3’yemîn e berdana girtî tê taloqkirin
10:54 Dîrok û kes cuda ne lê îfadeyên wan heman îfade ne
10:44 ZINDÎ | Di hevdîtina wezîrên karên derve yên Rûsya û Ûkraynayê de encam derneket
10:20 Newroza Stenbolê ji hezaran gihîşt bi milyonan: Dem dema serkeftinê ye
10:10 Hûrguliyên Newroza Amedê diyar bûn
10:09 Cotkarên Çinarê: Çareserî Modernîteya Demokratîk e
09:14 Li girtîgehê tu tişt nemaye nehatiye serê wî!
09:13 Ji ber navê 'Kurdistanê' fezleke hat amadekirin
09:12 Bi hinceta 'wergêr tune' name û pirtûkên bi kurdî nadin girtiyan!
09:11 Ji ber ku rêvebirê HDP'ê ye, erseya wî ya 364 metrekare kirin 48 perçe
09:10 ‘ATK, bûye saziyeke siyasî'
09:00 ROJEVA 10'Ê ADARA 2022'YAN
09/03/2022
20:53 Ji polîsên ku li Rihayê birîndar bûbûn yek jê mir
19:31 Li quntarên Cûdiyê dîmenên heywanên kovî hatin girtin
19:01 Meclîsa Jinan a DTSO'yê Ferda Cemîloglû bibîr anî
18:21 Malpera Yenî Yaşamê hat astengkirin
17:41 Li Rihayê 2 polîs bi giranî birîndar bûn
16:28 Di Nobeta Edaletê de bal kişandin ser greva birçîbûnê
16:19 Bersûcên qetlîamê hem gilî kirin hem jî xwestin bên parastin!
16:04 Ferît Şenyaşar: Em ê tu carî hêviya xwe nebirîn
16:03 DMME'yê cezayê tecrîdê li dijî hiqûqê dît
16:03 Li 39 girtîgehan herî kêm 7 hezar û 357 binpêkirin hatin tespîtkirin
15:17 Sancar: Rêya rizgariyê di Tifaqa Demokrasiyê de ye
15:11 Li Wanê cenazeyê penaberekî hat dîtin
15:02 Ev 3 meh in nahêlin girtiyên nexweş biçin nexweşxaneyê
14:45 Starta Newroza 2022’yan dê sibe bi Tifaqa Kurdistanî re bê dayîn
14:32 Doza rojnamevan Orûç hat taloqkirin
14:23 Beşdarbûna Farîsogûllari ya kongreya partiya wî sûc hesibandine