28 sal berê çû nûçeyê û êdî qet venegeriya!

img

RIHA - Nûçegihanê rojnameya Ozgur Gundemê Nazim Babaoglu, 28 sal berê ji bo nûçeyekê çûbû Sêweregê û ev bû 28 sal ku venegeriya. Kekê Babaoglu, Cemal Babaoglu wiha got: “Bi ser çûyîna wî re 28 sal derbas bûn û çapemeniya azad hîn xurtir bû. Mirada kesên ku Nazim windakirin hasil nebû.” 

Nûçegihanê rojnameya Ozgur Gundemê yê Rihayê Nazim Babaoglu, 28 sal berê hate windakirin. Çavkaniyeke nûçeyê li Babaoglu digere û dibêje; “Li Sêweregê nûçeyek heye û bi lezgînî were vê derê.” Li ser vê yekê, Babaoglu di 12’ê adara sala 1994’an de diçe Sêweregê û êdî venegeriya. Du roj beriya ku were windakirin, derheqê endamên eşîra Bucakan de bi sernavê “Vaye cerdewanên tecawizkar” nûçeyek amade kiribû û ev nûçeye bûbû manşeta rojnameyê. Di nûçeyê de Babaoglu digot ku endamên eşîrê bi ser mala mamosteyan de girtine û destdirêjî kirine. 
 
Babaoglu, di sala 1975’an de li Sêweregê ji dayik bû û piştî ku Dibistana Amedehî ya Bazirganiyê ya Rihayê xelas kir, di rojnameya Ozgur Gundemê de dest bi rojnamegeriyê kir. Kekê Babaoglu, Cemal Babaoglu wiha qala birayê xwe dike: “Em xwîşkek û 6 bira ne. Nazim, ji bo me her tim weke birayê herî biçûk ma. Bo me, ew di her wî emrî de ma. Xwendekarekî zîrek bû. Hewl dida karê xwe pir baş bike. Hevalekî baş bû.” 
 
HER DI 19 SALIYA XWE DE MA
 
Babaoglu, li buroya rojnameyê ya Stenbolê xebitî û weke nûçegihan vegeriya Rihayê. Ji navenda bajêr heta navçe û gundan, li kîjan deverê nûçeyek hebûya Babaoglu demildest diçû wê derê û nûçeya xwe çêdikir. Xeyala Babaoglu ew bû ku bibe “rojnamegerekî pispor ê Rojhilata Navîn.” Demek piştre li ser banga; “Nûçeyeke girîng heye” diçe Sêweregê. Kek Babaoglu dibêje ku birayê wî ji wê rojê heta niha di çavê wan de her di 19 saliya xwe de ma. Malbata Babaoglu aqûbeta zarokê xwe ji waliyê Rihayê yê wê demê Tevfîk Ziyaettîn Akbulut pirsiya ku piştre bû parlamenterê AKP’ê yê Rihayê yê serdemên 22,23 û 24’emîn. Her wiha serî li Wezareta Karên Hundir jî da. Kek Babaoglu dibêje ku rayedaran wê demê ji wan re digot; “li cem me nîne” û wiha domand: “Lê dîsa jî şahidên bûyerê derketin holê û tiştên ku dizaniyan bi dozger re parve kirin. Lê ev gotin tenê di dosyayê de man.” 
 
ÇATLI LI TEM A RIHAYÊ YE!
 
Babaoglu, da zanîn ku gumanên wan ji cerdewanên eşîra Bucakê hebûn û ev agahî parve kirin: “Piştre bi axaftinên şahidan re ev gumanên me pişrast bûn. Lê dozger, derheqê yek kesî de jî lêpirsîn neda destpêkirin. Lewma jî me bi rêya parêzeran serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da. Demekî kin piştre jî Şaxa TEM’ê ya Rihayê bangî bavê min kir. Li wir gef li bavê min xwarin. Xwendin û nivîsandina bavê min nîne lê kaxiz bi wî dan îmzekirin. 2 meh piştî vê bûyerê, doza li DMME’yê ket. Du sal piştî vê bûyerê, bavê min dema televîzyon temaşe dikir dît ku kesê gef li wî dixwarin, Abdullah Çatli ye ku ji ber Komkujiya Bahçelîevlerê 7 caran cezayê îdamê lê hatibû birîn û lêgerîna wî hebû. Tevî vê rastiyê jî ev kes bi rehetî diket TEM a Rihayê û ferman dida polîsan. Çatli çêr dikirin û digot; ‘em ê zarokê te bibînin.’” 
 
DEWLETÊ LÊKOLÎN NEKIR 
 
Dema Babaoglu hatiye windakirin hêj 19 salî bû û tu carî nehat zanîn bê ka çi bi serê wî hatiye lê kesên ku di dema windakirina Babaoglu de karmendên dewletê bûn, payeya wan hate bilindkirin. Di dema windakirina Babaoglu de Tansû Çîller serokwezîr, Nahît Menteşe wezîrê karên hundir, Mehmet Agar Midûrê Giştî yê Emniyetê û serokeşîrê Bucakan Sedat Bucak jî parlamenterê Partiya Rêya Rast (DYP) bû. Yek ji kesên ku serokkomarê wê demê Suleyman Demîrel bi gotina “ne rojnameger lê terorîst in” hedef nîşan dida jî Nazim Babaoglu bû. Babaoglu di serdemeke ku Demîrel digot; “Li qeraxê çemê Feratê mîyek jî winda bibe, berpirsyarê wê ez im” de hate windakirin. Dewleta ku berpirsyariya windabûna mîyekî li xwe digirt, dosyayên dozê yên bi hezaran mirovan û rojnamegerên hatine windakirin, girtin. Cemal Babaoglu, anî ziman ku Demîrel, Agar û Çîller bi hev re “hikûmeta terorê” ava kirine û wiha pê de çû: “Li hemberî demokratên vî gelî teror dikirin. Lewma jî dewletê aqûbeta kesên windakirî ne pirsiya. Jixwe divê mirov li benda edaleta van jî nesekine.” 
 
EMRÊ WÎ BI TÊRA DÎTINA EDALETÊ NEKIR
 
Dayika Babaoglu, Makbûle Babaoglu di çalakiyeke Dayikên Şemiyê de vê pirsê ji dewletê dike; “Heta ku hûn hestiyên kurê min nedin, gelo dê vê aştiyê çawa bikin?”  Emrê dayika Makbûle bi têrî dîtina edaletê nekir. Di sala 2017’an anku di 80’ê saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Tekane daxwaza dayika Makbûle ew bû ku gorekî kurê wê hebe. Kek Babaoglu anî ziman ku dayika wî tu carî dev ji lêgerîna birayê wî berneda û wiha dom kir: “Her cara ku rayedaran jê re digot; ‘em kurê te nabînin’, wê digot; ‘wê demê cenazeyê wî bidin min qet nebe bila gorekî wî hebe.’ Dayika min êdî qaneh bûbû ku kurê wê êdî venagere lê ji bo ku kesekî din heman tiştan nejî, dev ji têkoşîna xwe berneda. Digot; ‘bila goreke me hebe’ û bi vê daxwazê jiyana xwe ji dest da.” 
 
‘BILA ÊDÎ KESEK VAN ÊŞAN NEJÎ’
 
Cemal Babaoglu, destnîşan kir ku di şexsê birayê wî de çapameniya azad hedef hate girtin û wiha bi dawî kir: “Wê demê çetetî zêde hebû. Dewleta terorê hebû. Tiştên ku diviya nehatibûna nivîsandin, dihatin nivîsandin. Ji bo ku tirs û sehmê belav bikin, rojnameger dihatin revandin û qetilkirin. Ev 28 sal derbas bûn lê em dibînin ku çapemeniya azad hîn xurtir bûye. Kesên ku Nazim qetil kirin, negihiştin mirada xwe. Em keyfxweş in ku pênûsa Nazim li erdê nemaye. Nazimek çû lê bi dehan Nazimên din hatin û dibin dengê gel. Dilê Nazim êdî rehet e. Weke malbatê jî em ê tu carî wî nedin jibîrkirin. Pirtûka, ‘Dibêjin ku tu windayî’ (Kayıpsın diyorlar) ku jiyana birayê min vedibêje û di sala 2006’an de ji hêla Weşanxaneya Aramê ve hatibû derxistin, di salvegera 28’emîn de dîsa hat çapkirin. Ji bo ku keseke din van êşan nekişîne, divê dewlet bi xwe hevrû bibe. Welatek nikare salên duvdirêj bi windakiriyan re bijî. Di bingeha pirsgirêkên sed salî de jî pirsgirêka kurd heye. Hewceye dewlet dev ji polîtîkayên nîjadperest û yekperest berde.”
 
MA / Emrullah Acar
 

Sernavên din

12/03/2022
11:16 Malbata Şenyaşar: Em ê bêdeng nemînin
11:05 Serokê Komeleya 78'iyan Bariş: Ji bo hevhelalkirinê ji ewil divê lêborînê bixwazin
11:04 Li Amedê agirê ewil ê Newrozê hat vêxistin
10:29 Sagkan: Di dosyeya malbata Şenyaşar de ‘mafê darizandina adilane’ hat binpêkirin
09:47 Medyayê bi weşanên xwe xwest agirê Newrozê vemirîne
09:46 DÎSK ji bo mitîngên li bajarên Bakur amadekariyan dike
09:28 Aynûr Dogan konserek mezin li Amedê da
09:18 Li dijî zilmê bi bedena xwe agirê Newrozê gur kir
09:15 ‘Tirkiye ji bo rojnamevanan bûye girtîgeheke vekirî'
09:13 Ji ber nedermankirinê çavê girtiyê nexweş kor dibe
09:13 Dozger li cihê dîroka berdanê ya girtî 'heya mirinê' nivîsiye
09:11 Keça Karaguzel a girtî: Em bi fikar in
09:00 ROJEVA 12'Ê ADARA 2022'YAN
11/03/2022
17:31 TÛHAY-DER'ê serdana Nobeda Edaletê kir
16:09 Kedkarên tenduristiyê amadekariya greva du rojan dikin
15:57 Nobeta Edaletê ya Wanê di roja 89’an de didome
15:48 Kaçmaz: Wesayîtên zirxî dibin sedema felakete
15:42 Meclisa Xwendekarên Demokratîk çûn serdana malbata Şenyaşar
15:22 Girteka polîsan 4 meh beriya îfadeyê şahidê nepen hatiye amadekirin!
15:15 Kiliçdaroglu: Têkildarî çareserkirina pirsgirêka kurd 5 prensîbên me hene
14:17 Li Herêma Botanê starta Newrozê hat dayîn: Newroz Cizîr e
14:10 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:50 Wêjegeh Amed bernameyên xwe yên mehane didomîne
13:48 ÎSÎG: Di 2 salan de hezar û 400 karker ji Covid-19’ê mirin
13:16 Sibe li Silêmaniyeyê dê Şêwira Jinên Kurd bê lidarxistin
13:03 Bedrî Çakmak ê ku cezayê wî hat taloqkirin jiyana xwe ji dest da
12:37 Dê di doza rojnameger Bayram de şahid bê guhdarîkirin
12:14 Girtiyê ku ji sedî 80 astengdare nayê berdan
11:46 Deklarasyona Newrozê ya Stenbolê: Li dijî Dehaqên serdemê biherikin qadên Newrozê
11:13 Malbata Şenyaşar: Jiyaneke adilane û birûmet pîroz e
10:30 Ji 7 partiyan biryara Mitînga Aştiyê
10:24 28 sal berê çû nûçeyê û êdî qet venegeriya!
09:25 Agirê Newrozê bi dirûşma 'azadî' gur bû
09:10 Li ser îfadeyên binakok cezayê muebbeta giran û 54 sal li Demîr birîn
09:05 ‘Şoreşa Rojava encama serhildana Qamişlo ye'
09:05 54 roj in li dijî binpêkirinên mafan di greva birçîbûnê de ne
09:05 Şahidên Newroza 1992'yan a Nisêbînê: Em bi wî ruhî agirê Newrozê gur bikin
09:05 Li Sirbîstanê ciwanê kurd avêtine Çemê Tîsayê
09:00 ROJEVA 11'Ê ADARA 2022'YAN
08:09 Ciwanan tecrîd û rewşa girtîgehan ji Kiliçdaroglu pirsîn
10/03/2022
18:57 Derbarê rojnamevan Kanbal de lêpirsînek nû
18:51 Li Rihayê kesê ku 2 polîs 'kuştibûn' hat kuştin
17:01 Li Wanê amadekariyên Newrozê dest pê kir
16:57 Fehîme Poyraz: Girtiyên nexweş berdin
16:56 Li Amedê kesek hat girtin
16:34 ‘Li vî welatî bi milyonan kes li benda edaletê ne’
16:10 DAKAP dê ji ber tundiya polîsan gilî bike
16:09 Wê starta Newroza Stenbolê jî sibê bê dayîn
15:55 Egîtîm Senê bertek nîşanî bihakirina tiştan da
15:44 Peyamên Newrozê dan û govenda Newrozê gerandin
15:35 Kesekê ku li Hesekê mayin didanî mir
15:34 Şahidên Doza Kobanê: Me DAIŞ’ê protesto kir
15:31 Serokê TBB'ê Sagkan: Nobet girtina Emîne Şenyaşar şerma me hemûyan e
15:20 Malbatên girtiyan li ber Edliyeya Amedê çalakî li dar xistin
14:39 6 Sal û 3 meh ceza li nivîskar Azad Zal hat birîn
14:29 Hevdîtina Antalyayê bi dawî bû: Tu pêşketinek çênebû
14:21 Rojnamevan Kanbal hat beraetkirin
14:03 Girtiya nexweş Karaguzel krîza dil derbas kir
14:02 Wê Newroz li Anatoliya Navîn jî bê pîrozkirin
13:54 Başaran: Hûnê nikaribin bi jinan paşde gavê bidin avêtin
13:51 Di serdegirtina malê de polîsan serê welatiyekî şikand
13:34 Kiliçdaroglu: Em li Enqereyê rûdinin û dibêjin çima gelê herêmê deng nade me
13:34 Peyamên Newrozê dan û govenda Newrozê gerandin
13:27 Li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê 5 girtî hatin sirgûnkirin
13:12 Qeyûm hê jî destûr nedaye ku faîlê Dayan bê lêpirsînkirin
13:09 Ji bîranîna 10’ê Cotmehê: Ev 77 meh in em banga edalet û aştiyê dikin
12:05 Vaye strana Newroza 2022'yan: Agirê Newrozê hilke
12:04 Hevdîtina li Antalyayê dest pê kir
11:59 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:48 Malbata Şenyaşar: Me bi du kesan dest pê kir lê em ê sibe bibin milyon kes
11:34 Têkoşîna di navbera Newroz û ‘Nevruzê’ de
11:12 Starta Newrozê hat dayîn: Dem dema azadî û yekitiyê ye
11:10 Cara 3’yemîn e berdana girtî tê taloqkirin
10:54 Dîrok û kes cuda ne lê îfadeyên wan heman îfade ne
10:44 ZINDÎ | Di hevdîtina wezîrên karên derve yên Rûsya û Ûkraynayê de encam derneket
10:20 Newroza Stenbolê ji hezaran gihîşt bi milyonan: Dem dema serkeftinê ye
10:10 Hûrguliyên Newroza Amedê diyar bûn
10:09 Cotkarên Çinarê: Çareserî Modernîteya Demokratîk e
09:14 Li girtîgehê tu tişt nemaye nehatiye serê wî!
09:13 Ji ber navê 'Kurdistanê' fezleke hat amadekirin
09:12 Bi hinceta 'wergêr tune' name û pirtûkên bi kurdî nadin girtiyan!
09:11 Ji ber ku rêvebirê HDP'ê ye, erseya wî ya 364 metrekare kirin 48 perçe
09:10 ‘ATK, bûye saziyeke siyasî'
09:00 ROJEVA 10'Ê ADARA 2022'YAN
09/03/2022
20:53 Ji polîsên ku li Rihayê birîndar bûbûn yek jê mir
19:31 Li quntarên Cûdiyê dîmenên heywanên kovî hatin girtin
19:01 Meclîsa Jinan a DTSO'yê Ferda Cemîloglû bibîr anî
18:21 Malpera Yenî Yaşamê hat astengkirin
17:41 Li Rihayê 2 polîs bi giranî birîndar bûn
16:28 Di Nobeta Edaletê de bal kişandin ser greva birçîbûnê
16:19 Bersûcên qetlîamê hem gilî kirin hem jî xwestin bên parastin!
16:04 Ferît Şenyaşar: Em ê tu carî hêviya xwe nebirîn
16:03 DMME'yê cezayê tecrîdê li dijî hiqûqê dît
16:03 Li 39 girtîgehan herî kêm 7 hezar û 357 binpêkirin hatin tespîtkirin
15:17 Sancar: Rêya rizgariyê di Tifaqa Demokrasiyê de ye
15:11 Li Wanê cenazeyê penaberekî hat dîtin
15:02 Ev 3 meh in nahêlin girtiyên nexweş biçin nexweşxaneyê
14:45 Starta Newroza 2022’yan dê sibe bi Tifaqa Kurdistanî re bê dayîn
14:32 Doza rojnamevan Orûç hat taloqkirin
14:23 Beşdarbûna Farîsogûllari ya kongreya partiya wî sûc hesibandine