Li ser îfadeyên binakok cezayê muebbeta giran û 54 sal li Demîr birîn

img

ŞIRNEX  -  Şandeya dadgehê ji girtiyê bi navê Celadettîn Demîr re muebbeta giran û 54 sal cezayê girtîgehê xwest. Bavê Demîr bertek nîşan da û wiha got: “Ma emrê mirovekî têra dike ku ewqas bijî?" 

Welatiyê bi navê Celadettîn Demîr (30) di sala 2017’an de li Cizîr a Şirnexê hate binçavkirin û girtin. Demîr, li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Xarpêtê tê ragirtin û li ser îfadeyên şahidan, bo Demîr cezayê muebbeta giran û 54 sal cezayê girtîgehê hat xwestin. Heta niha gelek şahidan îfadeyên xwe paşve kişandin lê dîsa jî di danişîna dozê ya 28'ê sibatê de ku li 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê hate dîtin, bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparebûna dewletê” hat cezakirin. Malbata Demîr, bertek nîşanî vê biryarê da û bang li komeleyên mafên mirovan kir ku li hemberî bêedaletiyê bêdeng nemînin.
 
'EZ HATIM BERDAN KURÊ MIN HAT GIRTIN'
 
Têkildarî mijarê bavê Demîr, Selahattîn Demîr ji ajansa me re axivî. Demîr, diyar kir ku beriya kurê xwe ew di girtîgehê de bû û wiha domand: “Di sala 2006'an de hatim girtin, 11 salan di Girtîgeha Tîpa F a Îzmîrê mam û di 2017'an de hatim berdan. 2 meh piştî berdana min, îcar kurê min Celaleddîn hate girtin. Kurê min mehekî li Girtîgeha Şirnexê me û piştre şandin Xarpêtê. Ev bû 5 sal di girtîgehê de ye. Ji bo girtina wî tu delîl tunebûn. Tenê tişta ku weke sûc dîtine, tevlibûna wî ya xebatên siyasî ye. Kurê min bi keyfî hate girtin. Di 28'ê sibatê de danişîna wî hebû. Em li benda berdana wî bûn. Ji ber ku tu sûcê wî nîne. Gelek kesên ku di îşkenceyê de îfade dabûn jî çûn îfadeyên xwe paşve kişandin. Lê dîsa jî dadgehê muebbeta giran û 54 sal cezayê girtîgehê da. Her wiha cezayê pereyan jî dan.”
 
'DEMA MIJAR DIBE KURD, CEZAYÊ HERÎ GIRAN DIDIN’ 
 
Di berdewamê de Demîr got ku şandeya dadgehê bi îradeya xwe ev ceza li kurê wî nebiriye û wiha pê de çû: “Biryara xwe li gorî JÎTEM û îstîxbaratê da. Qanûn danîn aliyekî û ev biryar da. Gelo ma de emrê mirovekî têra bike ku evqas bijî? Ewqas ji zarokên me ditirsin ku ne sûcdar bin jî tên cezakirin. Em bang li her kesê xwedî wijdan dikin ku li hemberî vê neheqî û zilmê dengê xwe derxînin. Ev zilm e  û nayê qebûlkirin. Dema mijar dibe kurd, tu qanûnan nas nakin û cezayên herî giran didin. Divê kesek vê bêedaletiyê qebûl neke. Dozger û dadgerên ku dibêjin em qanûnan diparêzin, bi xwe qanûnan binpê dikin.” 
 
'NAKOKÎ HENE'
 
Parezerê Demîr, Yûsûf Çakas jî da zanîn ku di dosyaya muwekîlê wî de tu tiştekî jê were sûcdarkirin nîne û wiha got: “Ji bilî îfadeyên şahidan, tu delîleke şênber nîne. Gelemperiya şahidan jî îfadeyên xwe paşve kişandine. Şahidan got; ‘me îfadeyên bi vî rengî nedayîne.’ Îdia dikin ku di dema qedexeyên li Cizîrê de Celaddettîn çend kes ji azadiya xwe bêpar hiştine û nobet girtiye. Kesê bi wî re hatiye girtin efserê îstixbaratê ye. Ev kes di îfadeya xwe de dibêje; ‘Di destê min de çenteyekî makyajê hebû.’ Celadettîn jî ji ber ku çente girane hildigire û di çenteyî de teqemenî heye. Lewma jî ceza lê birîn. Anku jê re sûc tê peydakirin. Doza efsera îstîxbaratê jî didome. Ji dadgehê re dibêje ‘ez ne endama îstîxbaratê me.’ Lê dadgeh dibêje; ‘Tu ji rêxistinê ditirsî lewma li xwe mikur nayî.’ Di vir de nakokiyeke mezin heye. Anku şandeya dadgehê niyeta wê dixwîne. Hinek şahidan jî got ku ew gundî ne û di dema qedexeyên Cizîrê de li wir nebûn. Di dawiya dawî de ji bilî îfadeyên şahidan, tiştek di destê dadgehê de nîne. Lê dîsa jî cezayê muebbeta giran û 54 salan ê girtîgehê tê dayîn. Her wiha şande îdia dike ku dê Celadettîn biçûya çiyê. Lê Celadettîn got ku tu têkiliya wî  bi rêxistinê re nîne.”
 
MA/Zeynep Dûrgût

Sernavên din

12/03/2022
11:16 Malbata Şenyaşar: Em ê bêdeng nemînin
11:05 Serokê Komeleya 78'iyan Bariş: Ji bo hevhelalkirinê ji ewil divê lêborînê bixwazin
11:04 Li Amedê agirê ewil ê Newrozê hat vêxistin
10:29 Sagkan: Di dosyeya malbata Şenyaşar de ‘mafê darizandina adilane’ hat binpêkirin
09:47 Medyayê bi weşanên xwe xwest agirê Newrozê vemirîne
09:46 DÎSK ji bo mitîngên li bajarên Bakur amadekariyan dike
09:28 Aynûr Dogan konserek mezin li Amedê da
09:18 Li dijî zilmê bi bedena xwe agirê Newrozê gur kir
09:15 ‘Tirkiye ji bo rojnamevanan bûye girtîgeheke vekirî'
09:13 Ji ber nedermankirinê çavê girtiyê nexweş kor dibe
09:13 Dozger li cihê dîroka berdanê ya girtî 'heya mirinê' nivîsiye
09:11 Keça Karaguzel a girtî: Em bi fikar in
09:00 ROJEVA 12'Ê ADARA 2022'YAN
11/03/2022
17:31 TÛHAY-DER'ê serdana Nobeda Edaletê kir
16:09 Kedkarên tenduristiyê amadekariya greva du rojan dikin
15:57 Nobeta Edaletê ya Wanê di roja 89’an de didome
15:48 Kaçmaz: Wesayîtên zirxî dibin sedema felakete
15:42 Meclisa Xwendekarên Demokratîk çûn serdana malbata Şenyaşar
15:22 Girteka polîsan 4 meh beriya îfadeyê şahidê nepen hatiye amadekirin!
15:15 Kiliçdaroglu: Têkildarî çareserkirina pirsgirêka kurd 5 prensîbên me hene
14:17 Li Herêma Botanê starta Newrozê hat dayîn: Newroz Cizîr e
14:10 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:50 Wêjegeh Amed bernameyên xwe yên mehane didomîne
13:48 ÎSÎG: Di 2 salan de hezar û 400 karker ji Covid-19’ê mirin
13:16 Sibe li Silêmaniyeyê dê Şêwira Jinên Kurd bê lidarxistin
13:03 Bedrî Çakmak ê ku cezayê wî hat taloqkirin jiyana xwe ji dest da
12:37 Dê di doza rojnameger Bayram de şahid bê guhdarîkirin
12:14 Girtiyê ku ji sedî 80 astengdare nayê berdan
11:46 Deklarasyona Newrozê ya Stenbolê: Li dijî Dehaqên serdemê biherikin qadên Newrozê
11:13 Malbata Şenyaşar: Jiyaneke adilane û birûmet pîroz e
10:30 Ji 7 partiyan biryara Mitînga Aştiyê
10:24 28 sal berê çû nûçeyê û êdî qet venegeriya!
09:25 Agirê Newrozê bi dirûşma 'azadî' gur bû
09:10 Li ser îfadeyên binakok cezayê muebbeta giran û 54 sal li Demîr birîn
09:05 ‘Şoreşa Rojava encama serhildana Qamişlo ye'
09:05 54 roj in li dijî binpêkirinên mafan di greva birçîbûnê de ne
09:05 Şahidên Newroza 1992'yan a Nisêbînê: Em bi wî ruhî agirê Newrozê gur bikin
09:05 Li Sirbîstanê ciwanê kurd avêtine Çemê Tîsayê
09:00 ROJEVA 11'Ê ADARA 2022'YAN
08:09 Ciwanan tecrîd û rewşa girtîgehan ji Kiliçdaroglu pirsîn
10/03/2022
18:57 Derbarê rojnamevan Kanbal de lêpirsînek nû
18:51 Li Rihayê kesê ku 2 polîs 'kuştibûn' hat kuştin
17:01 Li Wanê amadekariyên Newrozê dest pê kir
16:57 Fehîme Poyraz: Girtiyên nexweş berdin
16:56 Li Amedê kesek hat girtin
16:34 ‘Li vî welatî bi milyonan kes li benda edaletê ne’
16:10 DAKAP dê ji ber tundiya polîsan gilî bike
16:09 Wê starta Newroza Stenbolê jî sibê bê dayîn
15:55 Egîtîm Senê bertek nîşanî bihakirina tiştan da
15:44 Peyamên Newrozê dan û govenda Newrozê gerandin
15:35 Kesekê ku li Hesekê mayin didanî mir
15:34 Şahidên Doza Kobanê: Me DAIŞ’ê protesto kir
15:31 Serokê TBB'ê Sagkan: Nobet girtina Emîne Şenyaşar şerma me hemûyan e
15:20 Malbatên girtiyan li ber Edliyeya Amedê çalakî li dar xistin
14:39 6 Sal û 3 meh ceza li nivîskar Azad Zal hat birîn
14:29 Hevdîtina Antalyayê bi dawî bû: Tu pêşketinek çênebû
14:21 Rojnamevan Kanbal hat beraetkirin
14:03 Girtiya nexweş Karaguzel krîza dil derbas kir
14:02 Wê Newroz li Anatoliya Navîn jî bê pîrozkirin
13:54 Başaran: Hûnê nikaribin bi jinan paşde gavê bidin avêtin
13:51 Di serdegirtina malê de polîsan serê welatiyekî şikand
13:34 Kiliçdaroglu: Em li Enqereyê rûdinin û dibêjin çima gelê herêmê deng nade me
13:34 Peyamên Newrozê dan û govenda Newrozê gerandin
13:27 Li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê 5 girtî hatin sirgûnkirin
13:12 Qeyûm hê jî destûr nedaye ku faîlê Dayan bê lêpirsînkirin
13:09 Ji bîranîna 10’ê Cotmehê: Ev 77 meh in em banga edalet û aştiyê dikin
12:05 Vaye strana Newroza 2022'yan: Agirê Newrozê hilke
12:04 Hevdîtina li Antalyayê dest pê kir
11:59 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:48 Malbata Şenyaşar: Me bi du kesan dest pê kir lê em ê sibe bibin milyon kes
11:34 Têkoşîna di navbera Newroz û ‘Nevruzê’ de
11:12 Starta Newrozê hat dayîn: Dem dema azadî û yekitiyê ye
11:10 Cara 3’yemîn e berdana girtî tê taloqkirin
10:54 Dîrok û kes cuda ne lê îfadeyên wan heman îfade ne
10:44 ZINDÎ | Di hevdîtina wezîrên karên derve yên Rûsya û Ûkraynayê de encam derneket
10:20 Newroza Stenbolê ji hezaran gihîşt bi milyonan: Dem dema serkeftinê ye
10:10 Hûrguliyên Newroza Amedê diyar bûn
10:09 Cotkarên Çinarê: Çareserî Modernîteya Demokratîk e
09:14 Li girtîgehê tu tişt nemaye nehatiye serê wî!
09:13 Ji ber navê 'Kurdistanê' fezleke hat amadekirin
09:12 Bi hinceta 'wergêr tune' name û pirtûkên bi kurdî nadin girtiyan!
09:11 Ji ber ku rêvebirê HDP'ê ye, erseya wî ya 364 metrekare kirin 48 perçe
09:10 ‘ATK, bûye saziyeke siyasî'
09:00 ROJEVA 10'Ê ADARA 2022'YAN
09/03/2022
20:53 Ji polîsên ku li Rihayê birîndar bûbûn yek jê mir
19:31 Li quntarên Cûdiyê dîmenên heywanên kovî hatin girtin
19:01 Meclîsa Jinan a DTSO'yê Ferda Cemîloglû bibîr anî
18:21 Malpera Yenî Yaşamê hat astengkirin
17:41 Li Rihayê 2 polîs bi giranî birîndar bûn
16:28 Di Nobeta Edaletê de bal kişandin ser greva birçîbûnê
16:19 Bersûcên qetlîamê hem gilî kirin hem jî xwestin bên parastin!
16:04 Ferît Şenyaşar: Em ê tu carî hêviya xwe nebirîn
16:03 DMME'yê cezayê tecrîdê li dijî hiqûqê dît
16:03 Li 39 girtîgehan herî kêm 7 hezar û 357 binpêkirin hatin tespîtkirin
15:17 Sancar: Rêya rizgariyê di Tifaqa Demokrasiyê de ye
15:11 Li Wanê cenazeyê penaberekî hat dîtin
15:02 Ev 3 meh in nahêlin girtiyên nexweş biçin nexweşxaneyê
14:45 Starta Newroza 2022’yan dê sibe bi Tifaqa Kurdistanî re bê dayîn
14:32 Doza rojnamevan Orûç hat taloqkirin
14:23 Beşdarbûna Farîsogûllari ya kongreya partiya wî sûc hesibandine