Hûrguliyên Newroza Amedê diyar bûn

img

AMED - Xebatên Newroza Amedê ku her sal bi milyonan kes tevli dibe dest pê kirin. Komîteya Amadekar bi xebata amadekariyên li qada pîrozbahiyê dest pê kir û serlêdana fermî kir. Tê payîn îsal jî Newroza Amedê ji milyonan kes re mazûvaniyê bike. 

 
Starta Newrozê ku ji bo gelê kurd tê wateya “nûroj ango mizgîniya biharê” îro li Amedê te dayîn. Di deklarasyona starta Newrozê ku wê bi beşdariya Kongreya Civaka Demokratîk (DTK), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)û  partiyên ku di nava Xebatên Tifaqa Kurdistanî de cih digirin dê bê dayîn. Deklerasyona Newrozê wê sibê jî li Stenbolê bi beşdariya partiyên çep û rêxistinên girseyî yên demokratîk û Hêzên Tekoşîna Yekbûyî yên bi pêşengiya HDK û HDP'ê bê ragihandin.
 
JI GUNDAN HETA NAVENDA AMEDÊ PÎROZBAHΠ
 
Dirûşma Newroza îsal “Dem dema serkeftinê ye” hat diyarkirin. Navenda pîrozbahiyên Newrozê wek her sal Amed e. Li vî bajarê qedî Amedê her sal roja Newrozê bi milyonan însan re mazûvaniyê dike. Newroza Amedê dê roja duşemê 21’ê Adarê li Parka Newrozê ango Qada Newrozê ya li navçeya Rezana Amedê were pîrozkirin. Pîrozbahî dê saet di 09.00'an de dest pê bike û heta saet 17.00'an berdewam bike. 
 
Beriya pîrozbahiya bi heybet a Amedê dê di dîrokên cuda de li navçeyên wê jî bê pîrozkirin. Di 19’ê adarê de li navçeyên Hezro, Bismil û Çêrmûgê, di 20’ê adarê de li navçeyên Erxenî, Çinar û Farqînê agirê Newrozê bê vêxistin. Her wiha dê li navçeyên din û li taxên Amedê jî pîrozbahiya Newrozê bê kirin. Tê payîn ku li Amedê agirê Newrozê yê ewil li navçeya Sûrê bê vêxistin. 
 
AXIVÊR Û HUNERMEND 
 
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan û serokên giştî û nûnerên partiyên siyasî yên di nava Xebata Tifaqa Kurdistanî de cih digirin dê wek beşdar di Newroza Amedê de cih bigirin û biaxivin. Hunermend Rojda, Azad Bedran, Servet Kocakaya, Kazo û Elenora jî dê beşdarî pîrozbahiyê bibin û derkevin ser dikê û hunera xwe pêşkêş bikin. 
 
Ji bo pîrozbahiya Newroza Amedê vexwendname dê ji nêzîkî 400 kesî bên şandin. Di nava van kesan de siyasetmedarên nas, nûnerên rêxistinên sivîl û rêxistinên girseyî, nivîskar û rewşenbîr jî cih digirin. 
 
ROJEVÊN SEREKE 
 
Tê payîn wek salên bihûrî îsal jî hin sernav derkevin pêş. Rojevên sereke yên Newroza îsal azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 23 sal in tê tecrîdkirin û yekîtiya neteweyî ya kurd e. Her wiha dê balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin û krîza aborî. Li gel van rojevan her wiha dê di Newroza îsal de daxwaza ku zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û fermî jî bi milyonan kes were erêkirin. 
 
SERLÊDAN HAT KIRIN 
 
Ji bo pîrozbahiya Newroza Amedê rêveberên HDP’ê jî di nav de Komîteya Amadekar a Newrozê ku ji 7 kesan pêk tê hat avakirin. Endamên Komîteya Amadekar li hemû navçeyên Amedê xebatan dan destpêkirin. Komîteyê pêr ji bo pîrozbahiyan serî li Walîtiya Amedê da. 
 
LI QADÊ XEBAT HATIN DESTPÊKIRIN 
 
Komîteya Amadekar li Parka Newrozê ku her sal ji milyonan kes re mazûvaniyê dike, dest bi xebatan kir. Li platforma 4 qatî ya Newrozê xebatên çêkirin û xemilandina wê hatin destpêkirin. Ev du roj in li qadê xebatek bênavber hatiye destpêkirin û didome. 
 
TEVDÎRÊN EWLEHIYÊ 
 
Ji bo ketina qada Newrozê 5 nokteyên cuda hatin diyarkirin. Protokol û rojnamevan dê di deriyê Zumrut Kentê de, dê girse jî di derî ango rêyên Parka Goletlî, Stasyona Muayeneya Wesayîtan û Cadeya Evrîm Alataş (Rêya Balafirgehê) de biherikin qadê. Komîteya Amadekar her wiha dê 600 kesan ji bo ewlehiya qadê û ji bo ku ji xelkê re bibin alîkar wezîfedar kir. Her wiha dê li Qada Newrozê ambûlans û tîmên agirkujiyê jî amade bin. 
 
MA / Ergîn Çaglar
 

Sernavên din

12/03/2022
11:16 Malbata Şenyaşar: Em ê bêdeng nemînin
11:05 Serokê Komeleya 78'iyan Bariş: Ji bo hevhelalkirinê ji ewil divê lêborînê bixwazin
11:04 Li Amedê agirê ewil ê Newrozê hat vêxistin
10:29 Sagkan: Di dosyeya malbata Şenyaşar de ‘mafê darizandina adilane’ hat binpêkirin
09:47 Medyayê bi weşanên xwe xwest agirê Newrozê vemirîne
09:46 DÎSK ji bo mitîngên li bajarên Bakur amadekariyan dike
09:28 Aynûr Dogan konserek mezin li Amedê da
09:18 Li dijî zilmê bi bedena xwe agirê Newrozê gur kir
09:15 ‘Tirkiye ji bo rojnamevanan bûye girtîgeheke vekirî'
09:13 Ji ber nedermankirinê çavê girtiyê nexweş kor dibe
09:13 Dozger li cihê dîroka berdanê ya girtî 'heya mirinê' nivîsiye
09:11 Keça Karaguzel a girtî: Em bi fikar in
09:00 ROJEVA 12'Ê ADARA 2022'YAN
11/03/2022
17:31 TÛHAY-DER'ê serdana Nobeda Edaletê kir
16:09 Kedkarên tenduristiyê amadekariya greva du rojan dikin
15:57 Nobeta Edaletê ya Wanê di roja 89’an de didome
15:48 Kaçmaz: Wesayîtên zirxî dibin sedema felakete
15:42 Meclisa Xwendekarên Demokratîk çûn serdana malbata Şenyaşar
15:22 Girteka polîsan 4 meh beriya îfadeyê şahidê nepen hatiye amadekirin!
15:15 Kiliçdaroglu: Têkildarî çareserkirina pirsgirêka kurd 5 prensîbên me hene
14:17 Li Herêma Botanê starta Newrozê hat dayîn: Newroz Cizîr e
14:10 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:50 Wêjegeh Amed bernameyên xwe yên mehane didomîne
13:48 ÎSÎG: Di 2 salan de hezar û 400 karker ji Covid-19’ê mirin
13:16 Sibe li Silêmaniyeyê dê Şêwira Jinên Kurd bê lidarxistin
13:03 Bedrî Çakmak ê ku cezayê wî hat taloqkirin jiyana xwe ji dest da
12:37 Dê di doza rojnameger Bayram de şahid bê guhdarîkirin
12:14 Girtiyê ku ji sedî 80 astengdare nayê berdan
11:46 Deklarasyona Newrozê ya Stenbolê: Li dijî Dehaqên serdemê biherikin qadên Newrozê
11:13 Malbata Şenyaşar: Jiyaneke adilane û birûmet pîroz e
10:30 Ji 7 partiyan biryara Mitînga Aştiyê
10:24 28 sal berê çû nûçeyê û êdî qet venegeriya!
09:25 Agirê Newrozê bi dirûşma 'azadî' gur bû
09:10 Li ser îfadeyên binakok cezayê muebbeta giran û 54 sal li Demîr birîn
09:05 ‘Şoreşa Rojava encama serhildana Qamişlo ye'
09:05 54 roj in li dijî binpêkirinên mafan di greva birçîbûnê de ne
09:05 Şahidên Newroza 1992'yan a Nisêbînê: Em bi wî ruhî agirê Newrozê gur bikin
09:05 Li Sirbîstanê ciwanê kurd avêtine Çemê Tîsayê
09:00 ROJEVA 11'Ê ADARA 2022'YAN
08:09 Ciwanan tecrîd û rewşa girtîgehan ji Kiliçdaroglu pirsîn
10/03/2022
18:57 Derbarê rojnamevan Kanbal de lêpirsînek nû
18:51 Li Rihayê kesê ku 2 polîs 'kuştibûn' hat kuştin
17:01 Li Wanê amadekariyên Newrozê dest pê kir
16:57 Fehîme Poyraz: Girtiyên nexweş berdin
16:56 Li Amedê kesek hat girtin
16:34 ‘Li vî welatî bi milyonan kes li benda edaletê ne’
16:10 DAKAP dê ji ber tundiya polîsan gilî bike
16:09 Wê starta Newroza Stenbolê jî sibê bê dayîn
15:55 Egîtîm Senê bertek nîşanî bihakirina tiştan da
15:44 Peyamên Newrozê dan û govenda Newrozê gerandin
15:35 Kesekê ku li Hesekê mayin didanî mir
15:34 Şahidên Doza Kobanê: Me DAIŞ’ê protesto kir
15:31 Serokê TBB'ê Sagkan: Nobet girtina Emîne Şenyaşar şerma me hemûyan e
15:20 Malbatên girtiyan li ber Edliyeya Amedê çalakî li dar xistin
14:39 6 Sal û 3 meh ceza li nivîskar Azad Zal hat birîn
14:29 Hevdîtina Antalyayê bi dawî bû: Tu pêşketinek çênebû
14:21 Rojnamevan Kanbal hat beraetkirin
14:03 Girtiya nexweş Karaguzel krîza dil derbas kir
14:02 Wê Newroz li Anatoliya Navîn jî bê pîrozkirin
13:54 Başaran: Hûnê nikaribin bi jinan paşde gavê bidin avêtin
13:51 Di serdegirtina malê de polîsan serê welatiyekî şikand
13:34 Kiliçdaroglu: Em li Enqereyê rûdinin û dibêjin çima gelê herêmê deng nade me
13:34 Peyamên Newrozê dan û govenda Newrozê gerandin
13:27 Li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê 5 girtî hatin sirgûnkirin
13:12 Qeyûm hê jî destûr nedaye ku faîlê Dayan bê lêpirsînkirin
13:09 Ji bîranîna 10’ê Cotmehê: Ev 77 meh in em banga edalet û aştiyê dikin
12:05 Vaye strana Newroza 2022'yan: Agirê Newrozê hilke
12:04 Hevdîtina li Antalyayê dest pê kir
11:59 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:48 Malbata Şenyaşar: Me bi du kesan dest pê kir lê em ê sibe bibin milyon kes
11:34 Têkoşîna di navbera Newroz û ‘Nevruzê’ de
11:12 Starta Newrozê hat dayîn: Dem dema azadî û yekitiyê ye
11:10 Cara 3’yemîn e berdana girtî tê taloqkirin
10:54 Dîrok û kes cuda ne lê îfadeyên wan heman îfade ne
10:44 ZINDÎ | Di hevdîtina wezîrên karên derve yên Rûsya û Ûkraynayê de encam derneket
10:20 Newroza Stenbolê ji hezaran gihîşt bi milyonan: Dem dema serkeftinê ye
10:10 Hûrguliyên Newroza Amedê diyar bûn
10:09 Cotkarên Çinarê: Çareserî Modernîteya Demokratîk e
09:14 Li girtîgehê tu tişt nemaye nehatiye serê wî!
09:13 Ji ber navê 'Kurdistanê' fezleke hat amadekirin
09:12 Bi hinceta 'wergêr tune' name û pirtûkên bi kurdî nadin girtiyan!
09:11 Ji ber ku rêvebirê HDP'ê ye, erseya wî ya 364 metrekare kirin 48 perçe
09:10 ‘ATK, bûye saziyeke siyasî'
09:00 ROJEVA 10'Ê ADARA 2022'YAN
09/03/2022
20:53 Ji polîsên ku li Rihayê birîndar bûbûn yek jê mir
19:31 Li quntarên Cûdiyê dîmenên heywanên kovî hatin girtin
19:01 Meclîsa Jinan a DTSO'yê Ferda Cemîloglû bibîr anî
18:21 Malpera Yenî Yaşamê hat astengkirin
17:41 Li Rihayê 2 polîs bi giranî birîndar bûn
16:28 Di Nobeta Edaletê de bal kişandin ser greva birçîbûnê
16:19 Bersûcên qetlîamê hem gilî kirin hem jî xwestin bên parastin!
16:04 Ferît Şenyaşar: Em ê tu carî hêviya xwe nebirîn
16:03 DMME'yê cezayê tecrîdê li dijî hiqûqê dît
16:03 Li 39 girtîgehan herî kêm 7 hezar û 357 binpêkirin hatin tespîtkirin
15:17 Sancar: Rêya rizgariyê di Tifaqa Demokrasiyê de ye
15:11 Li Wanê cenazeyê penaberekî hat dîtin
15:02 Ev 3 meh in nahêlin girtiyên nexweş biçin nexweşxaneyê
14:45 Starta Newroza 2022’yan dê sibe bi Tifaqa Kurdistanî re bê dayîn
14:32 Doza rojnamevan Orûç hat taloqkirin
14:23 Beşdarbûna Farîsogûllari ya kongreya partiya wî sûc hesibandine