Li girtîgehan pêkanînên Esat Oktay Yildiran didomin

img

AMED - Zext, çewisandin, tahde û binpêkirinên li girtîgehan rû didin, ne kêmî yên dema 12'ê Îlonê û Esat Oktay Yildiran in. 

Li gor daneyên meha çile ya  2022'yan ên Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan a Wezareta Dadê, 265 hezar û 30 jê hikumxwar, 303 hezar û 389 kes di girtîgehan de ne. Ji van kesan 289 hezar û 684 jê mêr in, 11 hezar û 823 jê jin û hezar û 882 jî zarok in. 
 
Li gor agahiyên ku xizmên girtiyan bi raya giştî re parve dikin û raporên rêxistinên mafên mirovan û ji darbestên ji girtîgehan dertên li girtîgehan binpêkirinên mafan ên dijî rûmeta mirovahiyê bênavber û bi awayekî dijwar didomin. Li gor agahiyên ku tên ragihandin binpêkirin û tahdeyên li girtîgehan rû didin, ne kêmî yên dema 12'ê Îlonê û Esat Oktay Yildiran in.
 
SERLÊDAN ZÊDE BÛN
 
Malbatên ku ji ber jiyana xizmên xwe yên girtî diqilqilin, serî li rêxistinên mafên mirovan didin. Serlêdanên ku li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê tên kirin her diçe zêde dibin. 
 
JI BER REWŞA KURÊ XWE DIDILQILE
 
Ji kesên serî li komeleyê dane yek jê jî Şeyhmûs Başkan (59) e. Kurê wî Davût Başkan (28) 12 sal in girtiye û niha di Girtîgeha Bolvadîna Afyonê ya Tîpa D'yê de ye. 3 meh berê ji Girtîgeha Kayseriyê sewqî vê girtîgehê hatiye kirin. 
 
Davût Başkan di 22'yê sibatê de telefonî malbata xwe kiriye û ragihandiye ku gardiyanan ji wan re gotiye "hûn terorîst in" û êriş birine ser wan. Başkan, ragihandiye ku gardiyanan êriş biriye ser wî jî û li gelek deverên laşê wî dewsa derbên gardiyanan hene.
 
TELEFON DI NÎVÎ DE HATIYE QUTKIRIN
 
Her wiha gava Başkan ev binpêkirin ragihandine, telefon di nîvî de hatiye qutkirin û piştî 5 deqeyan cardin telefon kiriye. Li gor tiştên ku Davût Başkan ragihandine, di wê navberê de gardiyanan heqaret lê kirine û gef lê xwarine. 
 
Şeyhmûs Başkan ku ji ber vê serî li ÎHD'ê daye û doza alîkariya hiqûqî kiriye, xwe gihandiye Parlementerê HDP'ê Omer Farûk Gergerlîoglû jî da ku vê meseleyê têxe rojeva Meclisê. Başkan, di serlêdana xwe de diyar kiriye ku bi rêya telefonê xwe gihandine rayedarekî Wezareta Dadê jî û rayedar ji wî re gotiye ev demeke gelek kes giliyê vê girtîgehê dikin. 
 
Başkan gotiye: "Ez ji ber rewşa kurê xwe ditirsim. Ger tiştek bê serê wî berpris Wezareta Dadê ye." 
 
3 SALIN EW NEDÎTIYE
 
Mazlûm Alan ê 29 salî jî di Girtîgeha Bûca ya Îzmîrê de ye. Alan, 11 sal in girtiye û cezayê muebetê lê hatiye birîn. Malbata wî ji ber rewşa aborî 3 sal in ew nedîtiye. Dayika wî Remziye Alan, diyar kiriye ku kurê wê di sala 2019'an de di dema greva birçîbûnê de ji Girtîgeha Bolûyê sewqî ya Bûcayê hatiye kirin û li wir hîn bûye ku bi pençeşêra kezebê ketiye. 
 
'ESAT OKTAY NEMIRIYE!' 
 
Remziye Alan, ji bo şert û mercên girtîgeha ku kurê wê tê de ye gotiye: "Di hevdîtina dawî ya bi telefonê Mazlûm got, tahde li wan tê kirin, kevçiyek xwarin tenê didin wan, nameyên wan nadin wan. Daxwaznameyên wan hatine desteserkirin û gava îtiraz kirine jî ji wan re gotine 'Esat Oktay nemiriye, li vira dijî.' Got, 'çi dibe bila bibe min ji vir derxin'." 
 
Alan, bilêv kiriye ku pençeşêra kezebê, ulser û nexweşîna dil bi kurê wê re hene û gotiye: "Rewşa kurê min nebaş e. Kevçiyek xwarin tenê didin wan. Ew jî ji bo nemirin didin wan. Li vira bûne qet nebûna min ê meheê carekê ew bidîtana. Heke bimire jî bila li cem me bimire. 3 sal in min kurê xwe nedîtiye." 
 
MA / Omer Çelîk
 

Sernavên din

09/03/2022
15:02 Ev 3 meh in nahêlin girtiyên nexweş biçin nexweşxaneyê
14:45 Starta Newroza 2022’yan dê sibe bi Tifaqa Kurdistanî re bê dayîn
14:32 Doza rojnamevan Orûç hat taloqkirin
14:23 Beşdarbûna Farîsogûllari ya kongreya partiya wî sûc hesibandine
14:22 Zeyneb Celaliyan: Ez ê li ber zilm û îşkenceya we tobe nekim
14:22 Kesên di mitînga 8’ê Adarê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:20 Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar ket sala duyemîn: Qîrîna dayika Emîne bibihîzin
14:16 Ocalan: Newroz vejîne, kulîlkeke ku serê xwe ber bi royê ve bilind dike
13:17 Rêxistinên tenduristiyê banga rawestandina şer kirin
12:45 Li Girtîgeha Kiriklarê 10 girtî tên tecrîdkirin
12:39 Karatay hat veşartin
12:00 Li bendê ye ku sotemenî careke din bê zemkirin
11:33 Jinên wanî: Em ê bi rihê 8'ê Adarê li qada Newrozê bin
11:33 Li Konyayê jinek hat kuştin
11:27 Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar salek li pey xwe hişt
11:18 11 meh in cezayê wî qediyaye lê nayê berdan
11:06 Li Antalyayê 40 kes hatin berdan
10:53 Qeyûmê Farqînê ji hevşaredarê ku şûna wî dagir kiriye re sersaxî xwest!
10:14 Oluç: Zîhniyeta ku pirsgirêkan ji demê re vedihêle neçarî têkçûnê ye
10:13 Rûsya, li Ûkraynayê agirbestê dirêj kir
09:41 Cenazeyê Karatay piştî 7 salan di qitûyekê de radestî malbatê hat kirin
09:04 'Heqdesta me 300 TL, mazota em xerc dikin 400 TL ye'
09:04 Ji girtîgehê 'nameya binpêkirinên mafan'
09:01 Li girtîgehan pêkanînên Esat Oktay Yildiran didomin
09:00 ROJEVA 9'Ê ADARA 2022'YAN
08/03/2022
20:44 Dê cenazeyê Karatayê li Bazîdê bê veşartin
19:28 Bi hezaran jin dest bi meşê kirin
18:32 Ji Silopiyayê bang kirin: Em ê tecrîda li Îmraliyê bişikînin
18:22 Mîtînga 8'ê Adarê ya Amedê bi meşeke girseyî bi dawî bû
17:39 Ciwan ji bo Ocalan meşiyan
17:34 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Mêrdînê bi dawî bû
17:26 Ciwanan li Wanê ji bo Ocalan meş li dar xist
17:19 OHD'ê ji bo çûna Îmraliyê serî li Wezareta Edaletê da
17:10 Başaran: Em ê tecrîdê têk bibin û deriyên Îmraliyê vekin
16:55 Ebrû Gunay: Ocalan li dijî şer, rêya çareseriye ye
16:51 Jinan li Nisêbîna Rengîn peyama ‘Em ê tecrîdê rakin’ da
16:46 ‘Qîrîna jinên kurd a 8’ê Adarê dê yekitiyê ava bike’
16:15 ÎHD’ê rapora binpêkirina mafên jinan a Herêma Egeyê eşkere kir
16:13 Di Nobeta Edaletê de ji jinên girtî re edalet hat xwestin
15:42 Zilamê ku zarokek tacîz kirî hate lînçkirin
15:35 Bi hezaran jinan barîkat derbas kirin: Girtiyên siyasî rûmeta me ne
14:51 Aydenîz: Rêya aştiyê di Îmraliyê re derbas dibe
14:28 Jin bi şîara 'azadî' diherikin Qada Stasyonê
14:27 Li Silopiyayê coşa 8'ê Adarê
14:23 Li Wanê jin herikîn qadê: Sedsala 21'emîn dê bibe sedsala jinan
14:23 Doza Kobanê: Siyasetmedarên girtî 8’ê Adarê pîroz kirin
13:50 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
13:39 Jin li dijî zîhniyeta zilaman daketin qadan: Dem dema azadiya jinan e
12:44 Li Tirkiyeyê 'zilamên malê' tune ne
12:39 Malbata Şenyaşar: Bila jin me bi tenê nehêlin
12:10 Ajokarên Rihayî ji ber zemên li motorînê çalakî kirin
11:38 Girtiyê ku tedawiya bi kelemçe qebûl nekir, hat îşkencekirin!
11:37 Şerê Rûsya-Ûkraynayê: Şer veguhêzî qada îktîsadî
11:09 Margaret Owen Ocalan şiband Mandela û azadiya wî xwest
10:59 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Mêrdînê didome: Qursa olê li girtiyan ferz dikin
09:06 Damezrînerê DÎAYDER'ê mele Yûsûf: Ji me re dibêjin 'nebin kurd'
09:06 Li dijî tahdeya nêrza navê hebûnê: Xweperastin
09:02 Qîrîna ji bo edaletê ya li Rihayê li seranserê Tirkiyeyê olan da
09:02 Kaplan a OHD'î: Tu eleqeya raporên ATK'ê û rastiyê bi hev tune ye
09:02 'Bila ew tenê rojek bêdest bimînin, gelo ka wê çi bikin'
09:00 ROJEVA 8'Ê ADARA 2022'YAN
07/03/2022
21:34 Pîrozbahiyên Newroza 2022'yan dest pê dikin
16:46 Ajokaran li Qersê çalakî kir: Em ê êdî wesayîtên xwe nexebitînin
16:33 Jin ji 8'ê Adarê re amade ne: Wê têkoşîna me bi serkeve
16:26 Nobeta Edaletê: Gelê kurd bi têkoşîna xwe dikare rê li ber binpêkirinan bigire
16:19 Ji girtiyan peyama 8'ê Adarê: Em ê bi awayekî azad biqîrin û qezenz bikin
16:00 Wezîrê Derve yê Ermenistanê serdana Tirkiyê dike
15:55 Derheqê nûçegihanê me Engîndenîz de lêpirsîn hate destpêkirin
15:25 Xwendekarên Zanîngeha Şirnexê zem şermezar kirin
15:18 Ji 16 binçavkiriyên Amedê 5 jê hatin berdan
14:50 Peyama HDK’ê ya ji bo 8’ê Adarê: Êdî hîn bibin ji ber ku serkeftin a me ye
14:20 Doza Kobanê: Delîlên di dosyayê de tên berovajîkirin
14:16 Li gorî ÎSÎG'ê di sibatê de 106 karkeran jiyana xwe ji dest dane
14:06 Bi hinceta 'belavkirina belavokên bûdçeyê' doz li HDP'iyan hat vekirin
13:48 Partiya Pêşerojê piştgirî da Nobeta Edaletê: Daxwazên we di cih de ne
13:42 Biryarên xerakirinê yên îstînafê pêşkeşî dadgehê kir
13:18 Malbatên Roboskiyê beraet kirin
13:17 Ji bo JINNEWS'ê kampanyaya hashtagê
12:39 Dayika Ferha bi salan çiya bi çiya li cenazeyê kurê xwe geriya
12:38 Emîne Şenyaşar banga 9'ê adarê kir
12:02 HDP'ê ji bo 8'ê Adarê bibe betlaneya fermî pêşniyarqanûnek da meclisê
11:44 Ocalan: Heta ku jin azad nebe, civakek nikare azad bibe
11:24 Îstinafê biryarê redkirina doza rojnameger Bîlen xera kir
11:01 Şerê Rûsya û Ûkraynayê: Ji bo tehliyekirina sivîla agirbesta demkî
10:16 Ciwan bibiryar in ku tecrîda Îmraliyê bişikînin
09:19 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her roj 8'ê Adarê ye
09:18 Di îşkenceya bikuçik de wezaret mehkûmê tazmînatê hat kirin
09:18 Ji jinan banga Emîne Şenyaşar: Di 9'ê adarê de em di nobetê de ne
09:18 Daxwaza mala xwe ya ku bi 'destûra taybet' dikevê dike
09:14 Ji zilaman peyama 8'ê Adarê: Heta jin azad nebe wê pirsgirêk çareser nebin
09:00 ROJEVA 7'Ê ADARA 2022'YAN
06/03/2022
21:35 Qaymeqamiya Cizîrê "Mem û Zîn" qedexe kir
20:12 Erdogan Emîr li NÇM'a Stenbolê konser da
18:41 Dayika Ferha Ay ku 27 salan li benda kurê xwe ma jiyana xwe ji dest da
18:28 Di daxuyaniya 8'ê Adarê de 5 jin hatin binçavkirin
16:57 Li ser sînorê Kobanê ÎHA’yek ket xwarê
16:56 Jinan li Stenbolê 'Hevdîtina Mezin' li dar xist
16:25 Li dijî tundiya dewletê jin bi mitîngekê hatin gelhev
16:24 Keskîn: Ewropa şirîkê sûcên li Tirkiyê ye
16:09 Li Girtîgeha Şakranê mirina bi guman a Eke