Jin li dijî zîhniyeta zilaman daketin qadan: Dem dema azadiya jinan e

  • jin
  • 13:39 8 Adar 2022
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Jinan li dijî feraseta dewlet-îktidar-zilam û desteserkirina maf û hiqûq dest dane destê hev û mil dane milê hev û qadên 8’ê Adarê tije kirin. Jin xwedî li têkoşîn û azadiya xwe derdikevin. Li qadên ku pergala zilam rê li ber şer, kedxwarî û talana xwezayê vekiriye tê protestokirin û dengê dirûşma “Dem dema azadiya jinan e” ji qadan olan dide. 

Îro 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ye. Jin qadan in û daxwazên xwe tînin ziman û îsal bi dirûşmeya “Dem dema azadiya jinan e” çalakî, şahî û mitîngan li dar dixin. Jin li dijî feraseta dewlet-îktidar-zilam û desteserkirina maf û hiqûq dest dane destê hev û mil dane milê hev û qadên 8’ê Adarê tije kirin. Li qadên ku pergala zilam rê li ber şer, kedxwarî û talana xwezayê vekiriye tê protestokirin û dengê dirûşma “Dem dema azadiya jinan e” ji qadan olan dide. 
 
 
Em şahî û çalakiyên jinan ên li bajarên Kurdistanê û bajarên Tirkiyê tên lidarxistin, kêlî bi kêlî ji we re radigihînin: 
 
15.56 SERDANA GORA EYŞEŞAN Û DENÎZ POYRAZ KIRIN 
 
Meclisa Jinan a HDP’a Îzmîrê û TJA’yê bi boneya 8’ê Adarê serdana gora hunermend Eyşeşan, Denîz Poyraz a li avahiya HDP’a Îzmîrê hat qetilkirin û Denîz Kortak a di serdegirtina malê ya li Stenbolê hat kuştin kirin. Dayika Denîz Poyraz, Fehîme Poyraz jî bi jinan re serdana goran kir. Poyraz 8’ê Adarê li tevahiya jinên cîhanê pîroz kir û got heke keça wê nehatibûya qetilkirin dê niha îro li qadan 8’ê Adarê pîroz bikira. Poyraz got ew edaletê dixwazin. 
 
Hevseroka HDP’a Navçeya Bûcayê Nurşen Ataman jî di serdana gora Eyşeşan de axivî û got dengê Eyşeşan li tevahiya dinyayê olan daye. Ataman li ser gora Eyşeşanê strî. 
 
Piştî axaftinan jinan kulîlk danî ser goran. 
 
15.37 LI CEYHANÊ ŞAHIYA JINAN HAT LIDARXISTIN 
 
Meclisa Jinan a HDP’a Edeneyê û TJA’yê di çarçoveya 8’ê Adarê de li taxa Belediyevlerî ya Ceyhanê şahî li dar xistin. Jin bi cilên xwe yên netewî tevli şahiyê bûn û govend gerandin. Jinan dirûşm ber zkirin û Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatimogullari, Dayikên Aştiyê û bi sedan jin tevli şahiyê bûn. Parlamentera HDP’ê Tulay Hatimogullari destnîşan kir ku ew ê tijekirina qadan berdewam bikin û ew ê aştiyê bînin vî welatî. 
 
 Şahî bi guhdariya stranan û gerandina govendê bi dawî bû. 
 
14.30 KART JI JINÊN GIRTÎ RE ŞANDIN 
Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’a Stenbolê jî di çarçoveya 8’ê Adarê de ji jinên girtî yên li girtîgehên Herêma Marmarayê reli Postexaneya Galatasarayê kart şandin. Seroka ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî got ew 8’ê Adarê li hemû jinên girtî û tevahiya jinan pîroz dikin.
 
14.20 SEDSALA 21'EMÎN SEDSALA JINAN E
 
Tevgera Jinên Azad û Meclîsa Jinan a HDP’a Rihayê bi dirûşma “Dem dema azadiya jinan e” li eywanek dawetê ya li Rihayê şahiya 8’ê Adarê li dar xistin. Jin bi cilên xwe rengîn tevli şahiyê bûn. Dirûşm hatin berzkirin. Hevseroka HDP’a Rihayê Çîgdem Karakeçîlî jinan silav kir û got: “Sedsala 21’emîn sedsala jinan e. Em ê jiyana nû bi hev re ava bikin.” 
 
Endama Meclîsa Partiyê ya DBP’ê Yuksel Mutlu jî bi silavkirina Emîne Şenyaşar a salek Nobeda  Edaletê digire dest bi axaftina xwe kir û bal kişand ser girîngiya têkoşîna azadiya jinan û şoreşa Rojava. 
 
Şahî bi konsera hunermend Nûrcan Degîrmencî bi dawî bû. 
 
BAROYA RIHAYÊ 
Navenda Mafê Jinan a Baroya Rihayê bi boneya rojê li ber avahiya xwe daxuyanî da. Seroka Navendê Gîzem Dîlara Gunhan daxuyanî da û bal kişand ser tiştên hatine serê malbata Gulistan Doku, Aysel Tugluk û Garîbe Gezer û Emîne Şenyaşar û ew daxwaziya parastina mafê hemû jinan dikin. 
 
SEMSÛR
Platforma Jinan a Bajêr a Semsûrê jî civîna çapemeniyê li dar xist û bal kişand ser kuştina Remziye Yucel a duh li Semsûrê ji aliyê hevjînê xwe ve hat kuştin. Endama Platformê Fahriye Akbaba daxuyanî da û destnîşan kir ku ew li dijî zîhniyet û tundiya zilam îsyanê dikin. 
 
Meclîsa Jinan a HDP’a Semsûrê jî serê sibê civîna bi taştê li li gel jinan li dar xist û pişt re jî li ber avahiya HDP’ê daxuyanî da çapemeniyê. Hevseroka HDP’a Semsûrê Zelîha Karinca axivî û destnîşan kir ku ew ji qatil, îktidarê û darazê natirsin û dê ji bo azadiyê her li ser pêya bin. 
 
13.30 XWEDÎ LI DESTKEFTAN DERKETIN 
 
Navenda Mafê Jinan a Baroya Edeneyê bi boneya 8’ê Adarê daxuyanî da. Cîgira Seroka Navendê Ayça Kara Sigirci daxuyanî xwend û destnîşan kir ku ew xwedî li destkeftiyên jinan derketine. 
 
13.17 BAROYA AMED: JIN REMZA AZADIYÊ NE 
Navenda Mafê Jinan a Baroya Amedê jî bi boneya rojê li ber Edliyeya Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Serokê Baroyê Nahît Eren û endam û rêveberên baroyê tevli daxuyaniyê bûn. Daxuyanî bi kurdî û tirkî hat xwendin. Daxuyaniya kurdî ji aliyê parêzer Bêrîvan Tûran ve hat xwendin. Tûran destnîşankirin ku azadiya jinên girtî yên kurd hatine desteserkirin û hat gotin divê jinên girtî yên nexweş û hemû jinên girtî tavilê werin berdan. Tûran anî ziman ku jin semobla azadî û wekheviyê ne. 
 
13.15 JI BO AZADIYÊ LI QADAN IN
 
Komîsyona Jinan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê jî li avahiya komeleya xwe ji bo 8’ê Adarê civîna çapemeniyê li dar xist. Endama Komîsyonê Fatma Sariyaroglu daxuyanî xwend û destnîşan kir ku jin ji bo têkoşîn û azadiyê li qadan û kolanan in. Sariyaroglu anî ziman ku ew dixwazin Aysel Tugluk tavilê were berdan û dawî li polîtîkaya bêcezatiyê were. 
 
Piştî daxuyaniyê Endamên Komîsyonê û Platforma Jinan a Mêrsînê ji jinên girtî re kart şandin. 
 
12.10 LI QADA SEYÎD RIZA: DEM DEMA ZADIYA JINAN E 
 
Jinên Dêrsimê li Qada Seyîd Riza kom bûn û dest bi pîrozbahiya 8’ê Adarê kirin. Jin li Kuçeya Hunerê kom bûn û ber bi Qada Seyîd Riza ve dest bi meşê kirin. Jinan dowizên “Ji jnên girtî re azadî”, “Jin welatê jinan e”, “Em li dijî destserkirina kedê bi rêxistinkirî ne”, “em li dijî serdestiya zilam li ser pêya ne” û “Em li dijî polîtîkayên bêceza hiştinê, têkoşîna hevpar bikin” û her wiha wêneyên siyasetmedara kurd a nexweş Asyel Tugluk û parlamentera HDP’ê Semra Guzel a parlamenteriya wê hat betalkirin hildan. 
 
Jinan di meşê de dirûşmên wek “Jin jiyan azadî” berz kirin û lîlandin. Meşa jinan gihîşt Qada Seyîd Riza û li ber def û zirnê govend gerandin û dest bi pîrozbahiyê kirin. 
 
'EM XWEDÎ LI BERXWEDANA WAN DERDIKEVIN’ 
 
Meclisa Jinan a Komeleyên Demokratîk ên Elewiyan (DAD) jî bi wesîleya 8’ê Adarê daxuyaniyek nivîskî weşand û di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ew xwedî li berxwedana Sêvêyan, Zarîfeyan, Fatêya Reş û Sakîneyan derdikevin. 
 
12.00 BAROYA MÊRDÎNÊ: EM Ê DESTÛR NEDIN TUNEHESIBANDINÊ 
Navenda Mafê Jinan a Baroya Mêrdînê jî bi wesîleya rojê li ber avahiya Baroyê daxuyaniyek da. Li ser navê Navendê parêzer Emîne Erboga daxuyanî xwend û da zanîn ku jin 8’ê Adarê dîsa di bin siya kuştin, tundî û mirinên bi guman de pêşwazî dikin û ew ê destûr nedin tundî, kuştinê û tunehsibandina destkeftiyên jinan. 
 
 

Sernavên din

09/03/2022
15:02 Ev 3 meh in nahêlin girtiyên nexweş biçin nexweşxaneyê
14:45 Starta Newroza 2022’yan dê sibe bi Tifaqa Kurdistanî re bê dayîn
14:32 Doza rojnamevan Orûç hat taloqkirin
14:23 Beşdarbûna Farîsogûllari ya kongreya partiya wî sûc hesibandine
14:22 Zeyneb Celaliyan: Ez ê li ber zilm û îşkenceya we tobe nekim
14:22 Kesên di mitînga 8’ê Adarê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:20 Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar ket sala duyemîn: Qîrîna dayika Emîne bibihîzin
14:16 Ocalan: Newroz vejîne, kulîlkeke ku serê xwe ber bi royê ve bilind dike
13:17 Rêxistinên tenduristiyê banga rawestandina şer kirin
12:45 Li Girtîgeha Kiriklarê 10 girtî tên tecrîdkirin
12:39 Karatay hat veşartin
12:00 Li bendê ye ku sotemenî careke din bê zemkirin
11:33 Jinên wanî: Em ê bi rihê 8'ê Adarê li qada Newrozê bin
11:33 Li Konyayê jinek hat kuştin
11:27 Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar salek li pey xwe hişt
11:18 11 meh in cezayê wî qediyaye lê nayê berdan
11:06 Li Antalyayê 40 kes hatin berdan
10:53 Qeyûmê Farqînê ji hevşaredarê ku şûna wî dagir kiriye re sersaxî xwest!
10:14 Oluç: Zîhniyeta ku pirsgirêkan ji demê re vedihêle neçarî têkçûnê ye
10:13 Rûsya, li Ûkraynayê agirbestê dirêj kir
09:41 Cenazeyê Karatay piştî 7 salan di qitûyekê de radestî malbatê hat kirin
09:04 'Heqdesta me 300 TL, mazota em xerc dikin 400 TL ye'
09:04 Ji girtîgehê 'nameya binpêkirinên mafan'
09:01 Li girtîgehan pêkanînên Esat Oktay Yildiran didomin
09:00 ROJEVA 9'Ê ADARA 2022'YAN
08/03/2022
20:44 Dê cenazeyê Karatayê li Bazîdê bê veşartin
19:28 Bi hezaran jin dest bi meşê kirin
18:32 Ji Silopiyayê bang kirin: Em ê tecrîda li Îmraliyê bişikînin
18:22 Mîtînga 8'ê Adarê ya Amedê bi meşeke girseyî bi dawî bû
17:39 Ciwan ji bo Ocalan meşiyan
17:34 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Mêrdînê bi dawî bû
17:26 Ciwanan li Wanê ji bo Ocalan meş li dar xist
17:19 OHD'ê ji bo çûna Îmraliyê serî li Wezareta Edaletê da
17:10 Başaran: Em ê tecrîdê têk bibin û deriyên Îmraliyê vekin
16:55 Ebrû Gunay: Ocalan li dijî şer, rêya çareseriye ye
16:51 Jinan li Nisêbîna Rengîn peyama ‘Em ê tecrîdê rakin’ da
16:46 ‘Qîrîna jinên kurd a 8’ê Adarê dê yekitiyê ava bike’
16:15 ÎHD’ê rapora binpêkirina mafên jinan a Herêma Egeyê eşkere kir
16:13 Di Nobeta Edaletê de ji jinên girtî re edalet hat xwestin
15:42 Zilamê ku zarokek tacîz kirî hate lînçkirin
15:35 Bi hezaran jinan barîkat derbas kirin: Girtiyên siyasî rûmeta me ne
14:51 Aydenîz: Rêya aştiyê di Îmraliyê re derbas dibe
14:28 Jin bi şîara 'azadî' diherikin Qada Stasyonê
14:27 Li Silopiyayê coşa 8'ê Adarê
14:23 Li Wanê jin herikîn qadê: Sedsala 21'emîn dê bibe sedsala jinan
14:23 Doza Kobanê: Siyasetmedarên girtî 8’ê Adarê pîroz kirin
13:50 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
13:39 Jin li dijî zîhniyeta zilaman daketin qadan: Dem dema azadiya jinan e
12:44 Li Tirkiyeyê 'zilamên malê' tune ne
12:39 Malbata Şenyaşar: Bila jin me bi tenê nehêlin
12:10 Ajokarên Rihayî ji ber zemên li motorînê çalakî kirin
11:38 Girtiyê ku tedawiya bi kelemçe qebûl nekir, hat îşkencekirin!
11:37 Şerê Rûsya-Ûkraynayê: Şer veguhêzî qada îktîsadî
11:09 Margaret Owen Ocalan şiband Mandela û azadiya wî xwest
10:59 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Mêrdînê didome: Qursa olê li girtiyan ferz dikin
09:06 Damezrînerê DÎAYDER'ê mele Yûsûf: Ji me re dibêjin 'nebin kurd'
09:06 Li dijî tahdeya nêrza navê hebûnê: Xweperastin
09:02 Qîrîna ji bo edaletê ya li Rihayê li seranserê Tirkiyeyê olan da
09:02 Kaplan a OHD'î: Tu eleqeya raporên ATK'ê û rastiyê bi hev tune ye
09:02 'Bila ew tenê rojek bêdest bimînin, gelo ka wê çi bikin'
09:00 ROJEVA 8'Ê ADARA 2022'YAN
07/03/2022
21:34 Pîrozbahiyên Newroza 2022'yan dest pê dikin
16:46 Ajokaran li Qersê çalakî kir: Em ê êdî wesayîtên xwe nexebitînin
16:33 Jin ji 8'ê Adarê re amade ne: Wê têkoşîna me bi serkeve
16:26 Nobeta Edaletê: Gelê kurd bi têkoşîna xwe dikare rê li ber binpêkirinan bigire
16:19 Ji girtiyan peyama 8'ê Adarê: Em ê bi awayekî azad biqîrin û qezenz bikin
16:00 Wezîrê Derve yê Ermenistanê serdana Tirkiyê dike
15:55 Derheqê nûçegihanê me Engîndenîz de lêpirsîn hate destpêkirin
15:25 Xwendekarên Zanîngeha Şirnexê zem şermezar kirin
15:18 Ji 16 binçavkiriyên Amedê 5 jê hatin berdan
14:50 Peyama HDK’ê ya ji bo 8’ê Adarê: Êdî hîn bibin ji ber ku serkeftin a me ye
14:20 Doza Kobanê: Delîlên di dosyayê de tên berovajîkirin
14:16 Li gorî ÎSÎG'ê di sibatê de 106 karkeran jiyana xwe ji dest dane
14:06 Bi hinceta 'belavkirina belavokên bûdçeyê' doz li HDP'iyan hat vekirin
13:48 Partiya Pêşerojê piştgirî da Nobeta Edaletê: Daxwazên we di cih de ne
13:42 Biryarên xerakirinê yên îstînafê pêşkeşî dadgehê kir
13:18 Malbatên Roboskiyê beraet kirin
13:17 Ji bo JINNEWS'ê kampanyaya hashtagê
12:39 Dayika Ferha bi salan çiya bi çiya li cenazeyê kurê xwe geriya
12:38 Emîne Şenyaşar banga 9'ê adarê kir
12:02 HDP'ê ji bo 8'ê Adarê bibe betlaneya fermî pêşniyarqanûnek da meclisê
11:44 Ocalan: Heta ku jin azad nebe, civakek nikare azad bibe
11:24 Îstinafê biryarê redkirina doza rojnameger Bîlen xera kir
11:01 Şerê Rûsya û Ûkraynayê: Ji bo tehliyekirina sivîla agirbesta demkî
10:16 Ciwan bibiryar in ku tecrîda Îmraliyê bişikînin
09:19 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her roj 8'ê Adarê ye
09:18 Di îşkenceya bikuçik de wezaret mehkûmê tazmînatê hat kirin
09:18 Ji jinan banga Emîne Şenyaşar: Di 9'ê adarê de em di nobetê de ne
09:18 Daxwaza mala xwe ya ku bi 'destûra taybet' dikevê dike
09:14 Ji zilaman peyama 8'ê Adarê: Heta jin azad nebe wê pirsgirêk çareser nebin
09:00 ROJEVA 7'Ê ADARA 2022'YAN
06/03/2022
21:35 Qaymeqamiya Cizîrê "Mem û Zîn" qedexe kir
20:12 Erdogan Emîr li NÇM'a Stenbolê konser da
18:41 Dayika Ferha Ay ku 27 salan li benda kurê xwe ma jiyana xwe ji dest da
18:28 Di daxuyaniya 8'ê Adarê de 5 jin hatin binçavkirin
16:57 Li ser sînorê Kobanê ÎHA’yek ket xwarê
16:56 Jinan li Stenbolê 'Hevdîtina Mezin' li dar xist
16:25 Li dijî tundiya dewletê jin bi mitîngekê hatin gelhev
16:24 Keskîn: Ewropa şirîkê sûcên li Tirkiyê ye
16:09 Li Girtîgeha Şakranê mirina bi guman a Eke