Qîrîna ji bo edaletê ya li Rihayê li seranserê Tirkiyeyê olan da

img

RIHA - Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşar, salek li dû xwe hişt. Ferît Şenyaşar got: "Heya edalet pêk neyê dê rayedar vê qîrîna me ya ji bo edaletê bibihîzin." 

Di 14'ê Hezîrana 2018'an de li navçeya Pirsûs a Rihayê parêzvan û xizmên Parlementerê AKP'î Îbrahîm Halîl Yildiz di çarçoveya xebatên hilbijartinê de serdana kargehan kiribûn û di dema serdana kargeha mala Şenyaşar de êriş biribûn ser ferdên malbata Şenyaşar. Di vê êrişê de Celal, Adil, Mehmet, Fadil û Ferît Şenyaşar birîndar bûbûn. Xizmên Yildiz ê AKP'î êrişên xwe li nexweşxaneyê Pirsûsê jî domandibûn û li vira Celal û Adil Şenyaşar ên bi giranî birîndar kuştibûn. Bavê wan Hecî Esvet Şenyaşar jî gava ji bo aqûbeta zarokên xwe hîn bibe çûbû nexweşxaneyê, li nexweşxaneyê li ber çavê hevjîna xwe Emîne Şenyaşar hatibû lînçkirin û kuştin. 
 
Serdozgeriya Komarê ya Rihayê têkildarî bûyerê lêpirsîn dabû destpêkirin û lêpirsînê di 18 mehan de temam kiribû. Lê belê dozgeriyê îdianame tenê derbarê bûyerên li kargehê qewimîbûn amade kiribû û bûyera li nexweşxaneyê ji nedîtî ve hatibû. Lêpêrsîna derbarê bûyerên li nexweşxaneyê de jî bi biryara "veşarî" didome. Di danişîna biryardayînê ya 2'yê Nîsana 2021'an de li Fadil Şenyaşar ji malbata wî 3 kes hatibûn qetilkirin û birîndar bûbû 37 sal û 9 meh ceza hatibû birîn. Piştî bûyerê bi 15 mehan, di 18'ê Îlona 2019'an de jî Enver Yildiz, birayê wekîlê AKP'î, bi 50 parêzvanan hatibû Edliyeya Rihayê û hatibû girtin. Dadgehê 18 sal ceza li wî jî birîbû. 
 
Ferdên malbata Şenyaşar li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê li ber çavê erkanên dewletê hatibûn qetilkirin. Di ser bûyerê re sal derbas bûne, lê hê jî bi navê edaletê tiştek pêk nehatiye. Ji ber vê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9'ê Adara 2021'an de li ber Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya "Nobeda Edaletê" kiribûn. 
 
SALEK LI DÛ XWE HIŞT
 
Malbataê ji bo du daxwazan dest bi nobeda edaletê kiribû: Yek, berdana Fadil Şenyaşarê di êrişa xizmên Parlementerê AKP'î Yildiz da xwe parastibû û ji ber vê hatibû girtin û nêzî 4 sal in bi tena serê xwe di hucreyê de ye. Dudo; betalkirina biryara "veşarî" ya li ser dosyeya derbarê komkujiya li nexweşxaneyê. Lê belê heya niha daxwazek malbata Şenyaşar jî nehatiye qebûlkirin û bi ser de jî 6 caran hatine binçavkirin.  
 
Nobeda Edaletê ya dayik Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku êdî dengê wê li seranserê Tirkiyeyê olan dide û heya niha gelek sazî, dezgeh, rêxistinên civaka sivîl, rojnamevan, siyasetmedar û nivîskar serdana wê kirine û piştgiriya xwe ragihandine, salek li dû xwe hişt.
 
HER KESÎ VEXWANDIN BER EDLIYEYÊ
 
Ferdên malbata Şenyaşarê ku tevî hemû zext û zorî û astengiyên dewletê û şert û mercên dijwar ên hewayê jî bênavber çalakiya xwe ya ji bo edaletê didomînin, bi boneya sala yekemîn a nobedê careke din daxwazên xwe anîn zimên. 
 
Malbata Şenşayar hemû parêzvanên mafên mirovan, hemû mirovên xwedî wijdan vexwandin ber Edliyeya Rihayê, cihê nobeda edaletê ya ku dê sibê salekê li dû xwe bihêle. Ferît Şenyaşar, destnîşan kir ku edaleta ku ew doza wê dikin daxwaza hemû gelên Tirkiyeyê ye. Şenyaşar got: "Pêdiviya her kesî bi edaletê heye. Sibê sala nobeda me diqede. Em li benda hemû kesên ku zilmê qebûl nakin û doza edaletê dikin ku bên ber Edliyeya Rihayê. Em ê dengê xwe bigihînin rayedarên ku naxwazin bibihîzin. Ev qîrîna ku xwe Edliyeya Rihayê pêça, li tevahiya Tirkiyeyê olan dide. Heya edalet pêk neyê dê rayedar vê qîrîna me ya ji bo edaletê bibihîsin." 
 
MA / Emrûllah Acar
 
 

Sernavên din

09/03/2022
15:02 Ev 3 meh in nahêlin girtiyên nexweş biçin nexweşxaneyê
14:45 Starta Newroza 2022’yan dê sibe bi Tifaqa Kurdistanî re bê dayîn
14:32 Doza rojnamevan Orûç hat taloqkirin
14:23 Beşdarbûna Farîsogûllari ya kongreya partiya wî sûc hesibandine
14:22 Zeyneb Celaliyan: Ez ê li ber zilm û îşkenceya we tobe nekim
14:22 Kesên di mitînga 8’ê Adarê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:20 Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar ket sala duyemîn: Qîrîna dayika Emîne bibihîzin
14:16 Ocalan: Newroz vejîne, kulîlkeke ku serê xwe ber bi royê ve bilind dike
13:17 Rêxistinên tenduristiyê banga rawestandina şer kirin
12:45 Li Girtîgeha Kiriklarê 10 girtî tên tecrîdkirin
12:39 Karatay hat veşartin
12:00 Li bendê ye ku sotemenî careke din bê zemkirin
11:33 Jinên wanî: Em ê bi rihê 8'ê Adarê li qada Newrozê bin
11:33 Li Konyayê jinek hat kuştin
11:27 Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar salek li pey xwe hişt
11:18 11 meh in cezayê wî qediyaye lê nayê berdan
11:06 Li Antalyayê 40 kes hatin berdan
10:53 Qeyûmê Farqînê ji hevşaredarê ku şûna wî dagir kiriye re sersaxî xwest!
10:14 Oluç: Zîhniyeta ku pirsgirêkan ji demê re vedihêle neçarî têkçûnê ye
10:13 Rûsya, li Ûkraynayê agirbestê dirêj kir
09:41 Cenazeyê Karatay piştî 7 salan di qitûyekê de radestî malbatê hat kirin
09:04 'Heqdesta me 300 TL, mazota em xerc dikin 400 TL ye'
09:04 Ji girtîgehê 'nameya binpêkirinên mafan'
09:01 Li girtîgehan pêkanînên Esat Oktay Yildiran didomin
09:00 ROJEVA 9'Ê ADARA 2022'YAN
08/03/2022
20:44 Dê cenazeyê Karatayê li Bazîdê bê veşartin
19:28 Bi hezaran jin dest bi meşê kirin
18:32 Ji Silopiyayê bang kirin: Em ê tecrîda li Îmraliyê bişikînin
18:22 Mîtînga 8'ê Adarê ya Amedê bi meşeke girseyî bi dawî bû
17:39 Ciwan ji bo Ocalan meşiyan
17:34 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Mêrdînê bi dawî bû
17:26 Ciwanan li Wanê ji bo Ocalan meş li dar xist
17:19 OHD'ê ji bo çûna Îmraliyê serî li Wezareta Edaletê da
17:10 Başaran: Em ê tecrîdê têk bibin û deriyên Îmraliyê vekin
16:55 Ebrû Gunay: Ocalan li dijî şer, rêya çareseriye ye
16:51 Jinan li Nisêbîna Rengîn peyama ‘Em ê tecrîdê rakin’ da
16:46 ‘Qîrîna jinên kurd a 8’ê Adarê dê yekitiyê ava bike’
16:15 ÎHD’ê rapora binpêkirina mafên jinan a Herêma Egeyê eşkere kir
16:13 Di Nobeta Edaletê de ji jinên girtî re edalet hat xwestin
15:42 Zilamê ku zarokek tacîz kirî hate lînçkirin
15:35 Bi hezaran jinan barîkat derbas kirin: Girtiyên siyasî rûmeta me ne
14:51 Aydenîz: Rêya aştiyê di Îmraliyê re derbas dibe
14:28 Jin bi şîara 'azadî' diherikin Qada Stasyonê
14:27 Li Silopiyayê coşa 8'ê Adarê
14:23 Li Wanê jin herikîn qadê: Sedsala 21'emîn dê bibe sedsala jinan
14:23 Doza Kobanê: Siyasetmedarên girtî 8’ê Adarê pîroz kirin
13:50 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
13:39 Jin li dijî zîhniyeta zilaman daketin qadan: Dem dema azadiya jinan e
12:44 Li Tirkiyeyê 'zilamên malê' tune ne
12:39 Malbata Şenyaşar: Bila jin me bi tenê nehêlin
12:10 Ajokarên Rihayî ji ber zemên li motorînê çalakî kirin
11:38 Girtiyê ku tedawiya bi kelemçe qebûl nekir, hat îşkencekirin!
11:37 Şerê Rûsya-Ûkraynayê: Şer veguhêzî qada îktîsadî
11:09 Margaret Owen Ocalan şiband Mandela û azadiya wî xwest
10:59 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Mêrdînê didome: Qursa olê li girtiyan ferz dikin
09:06 Damezrînerê DÎAYDER'ê mele Yûsûf: Ji me re dibêjin 'nebin kurd'
09:06 Li dijî tahdeya nêrza navê hebûnê: Xweperastin
09:02 Qîrîna ji bo edaletê ya li Rihayê li seranserê Tirkiyeyê olan da
09:02 Kaplan a OHD'î: Tu eleqeya raporên ATK'ê û rastiyê bi hev tune ye
09:02 'Bila ew tenê rojek bêdest bimînin, gelo ka wê çi bikin'
09:00 ROJEVA 8'Ê ADARA 2022'YAN
07/03/2022
21:34 Pîrozbahiyên Newroza 2022'yan dest pê dikin
16:46 Ajokaran li Qersê çalakî kir: Em ê êdî wesayîtên xwe nexebitînin
16:33 Jin ji 8'ê Adarê re amade ne: Wê têkoşîna me bi serkeve
16:26 Nobeta Edaletê: Gelê kurd bi têkoşîna xwe dikare rê li ber binpêkirinan bigire
16:19 Ji girtiyan peyama 8'ê Adarê: Em ê bi awayekî azad biqîrin û qezenz bikin
16:00 Wezîrê Derve yê Ermenistanê serdana Tirkiyê dike
15:55 Derheqê nûçegihanê me Engîndenîz de lêpirsîn hate destpêkirin
15:25 Xwendekarên Zanîngeha Şirnexê zem şermezar kirin
15:18 Ji 16 binçavkiriyên Amedê 5 jê hatin berdan
14:50 Peyama HDK’ê ya ji bo 8’ê Adarê: Êdî hîn bibin ji ber ku serkeftin a me ye
14:20 Doza Kobanê: Delîlên di dosyayê de tên berovajîkirin
14:16 Li gorî ÎSÎG'ê di sibatê de 106 karkeran jiyana xwe ji dest dane
14:06 Bi hinceta 'belavkirina belavokên bûdçeyê' doz li HDP'iyan hat vekirin
13:48 Partiya Pêşerojê piştgirî da Nobeta Edaletê: Daxwazên we di cih de ne
13:42 Biryarên xerakirinê yên îstînafê pêşkeşî dadgehê kir
13:18 Malbatên Roboskiyê beraet kirin
13:17 Ji bo JINNEWS'ê kampanyaya hashtagê
12:39 Dayika Ferha bi salan çiya bi çiya li cenazeyê kurê xwe geriya
12:38 Emîne Şenyaşar banga 9'ê adarê kir
12:02 HDP'ê ji bo 8'ê Adarê bibe betlaneya fermî pêşniyarqanûnek da meclisê
11:44 Ocalan: Heta ku jin azad nebe, civakek nikare azad bibe
11:24 Îstinafê biryarê redkirina doza rojnameger Bîlen xera kir
11:01 Şerê Rûsya û Ûkraynayê: Ji bo tehliyekirina sivîla agirbesta demkî
10:16 Ciwan bibiryar in ku tecrîda Îmraliyê bişikînin
09:19 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her roj 8'ê Adarê ye
09:18 Di îşkenceya bikuçik de wezaret mehkûmê tazmînatê hat kirin
09:18 Ji jinan banga Emîne Şenyaşar: Di 9'ê adarê de em di nobetê de ne
09:18 Daxwaza mala xwe ya ku bi 'destûra taybet' dikevê dike
09:14 Ji zilaman peyama 8'ê Adarê: Heta jin azad nebe wê pirsgirêk çareser nebin
09:00 ROJEVA 7'Ê ADARA 2022'YAN
06/03/2022
21:35 Qaymeqamiya Cizîrê "Mem û Zîn" qedexe kir
20:12 Erdogan Emîr li NÇM'a Stenbolê konser da
18:41 Dayika Ferha Ay ku 27 salan li benda kurê xwe ma jiyana xwe ji dest da
18:28 Di daxuyaniya 8'ê Adarê de 5 jin hatin binçavkirin
16:57 Li ser sînorê Kobanê ÎHA’yek ket xwarê
16:56 Jinan li Stenbolê 'Hevdîtina Mezin' li dar xist
16:25 Li dijî tundiya dewletê jin bi mitîngekê hatin gelhev
16:24 Keskîn: Ewropa şirîkê sûcên li Tirkiyê ye
16:09 Li Girtîgeha Şakranê mirina bi guman a Eke