Nobeta Edaletê: Gelê kurd bi têkoşîna xwe dikare rê li ber binpêkirinan bigire

img
WAN/ÎZMÎR - Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan ku li Wan û Îzmîrê dabûn destpêkirin, îro jî berdewam kirin. Malbatên girtiyan bal kişandin ser binpêkirinên li girtîgehan û wiha gotin: “Bi têkoşîna gelê kurd dikare rê li ber binpêkirina mafan were girtin.” 
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan li Baroya Îzmîrê dabû destpêkirin, di roja 17’emîn de jî berdewam kir. Malbatan di çalakiyê de dowîzên “Azadî ji girtiyên nexweş re” û “Tecrîd, sûcekî li dijî  mirovahiyê ye” vekirin. Di çalakiya îro de rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên navçeya Menemenê çûn serdana malbatan. 
 
DAYIKEKE DIN JÎ TEV LI ÇALAKIYÊ BÛ 
 
Dayika girtiyê nexweş Abdurrahman Yildirim ku li Girtîgeha Şakran a Îzmîrê tê ragirtin Vesîle Yildirim jî îro tev li çalakiyê bû. Vesîle Yildirim, da zanîn ku ev 26 sal in kurê wê di girtîgehê de ye û 2 parçeyên şarapnalê di serê wî de hene. Bi domdarî Yildirim wiha got: “Roja înê çûm serdana kurê xwe. Kurê min got ku her roj dermanan dixwe, rewşa wî ya tunduristiyê roj bi roj xerabtir dibe, carnan bi ser hişê xwe de diçe lê tevî vê yekê jî nabin nexweşxaneyê. Tişta ku tînin serê zarokên me, ne tiştên wijdanî û mirovî ne. Divê hemû girtiyên nexweş bên berdan. Banga min ji bo rayedaran ew e ku bila destê xwe deynin ser wijdana xwe.” 
 
DIVÊ DEMILDEST BÊN BERDAN 
 
Di çalakiyê de hevseroka HDP’a Menemenê Adîle Yagan jî axivî û bal kişand ser binpêkirinên li girtîgehan. Yagan, anî ziman ku li gel zext û zilmê, her wiha girtî neçar dimînin ku li dijî nexweşiyan jî têbikoşin û wiha got: “Lewma çalakiya Nobeta Edaletê ya dayikan gelek girîng e. Hewceye gel, piştgiriyê bide çalakiyê. Girtiyên nexweş, di rewşekî wisa de ne ku nikarin di rîngan de xwe li ser pêyan bigirin. Divê ev kes li cem malbatên xwe bên dermankirin. Tu kesê xwedî wijdan, vê yekê qebûl nake.” 
 
ÇALAKIYA WANÊ KETE ROJA 85’AN 
 
Çalakiya malbatên girtiyên nexweş a li Baroya Wanê hatiye destpêkirin jî di roja 85’an de dom kir. Di çalakiya îro de hevjîna girtiyê nexweş Îbrahîm Alkan a bi navê Dilşah Alkan, bavê girtiyên nexweş Botan Tîmûr ê bi navê Kazim Tîmur û dayika girtiyê nexweş Malik Demîragaç a bi navê Emîne Demîragaç beşdarî nobetê bûn. Di nobeta îro de rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên bajêr û navçeyên Artemetan, Tûşba û Rêya Armûşê çûn serdana malbatan. 
 
XETA ESAT OKTAY
 
Di serdanê de rêvebera DBP’a Artemetanê Bedriye Karay got ku çalakiya dayikan, çalakiyeke pîroz e û wiha domand: “Me, tu carî birêz Ocalan û girtiyên xwe ji bîr nekirine. Ew li hundir û em jî li derve di girtîgehê de ne. Tiştên ku niha li girtîgehan tê kirin, xeta Esat Oktay e. Girtiyên me, ji bo doza gelê xwe li hundir in û rûmeta me ne. Jinên kurd, jinên lehengin û tevî hemû zehmetiyan jî têkoşîna xwe didomînin. 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz be.” 
 
‘PIRSGIRÊK BI TÊKOŞÎNÊ ÇARESER DIBIN’ 
 
Her wiha Kazim Tîmur jî li ser navê malbatan spasiya mêvanên xwe kir û ev tişt anî ziman: “Em bi piştgiriya we gelek keyfxweş in. Ev bû 85 roj ku em li vê derê ne. Daxwaza me ew e ku piştgiriya heyî hîn xurtir bibe. Heke em xwedî li xwe dernekevin, kesek xwedî li me dernakeve. Tenê bi têkoşîna gelê kurd re dikare rê li ber van binpêkirinan bên girtin. Heke gelê kurd rabe ser pêyan û piştevaniya hev bike, dê pirsgirêkên heyî jî çareser bibin.”
 

Sernavên din

09/03/2022
14:45 Starta Newroza 2022’yan dê sibe bi Tifaqa Kurdistanî re bê dayîn
14:32 Doza rojnamevan Orûç hat taloqkirin
14:23 Beşdarbûna Farîsogûllari ya kongreya partiya wî sûc hesibandine
14:22 Zeyneb Celaliyan: Ez ê li ber zilm û îşkenceya we tobe nekim
14:22 Kesên di mitînga 8’ê Adarê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:20 Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar ket sala duyemîn: Qîrîna dayika Emîne bibihîzin
14:16 Ocalan: Newroz vejîne, kulîlkeke ku serê xwe ber bi royê ve bilind dike
13:17 Rêxistinên tenduristiyê banga rawestandina şer kirin
12:45 Li Girtîgeha Kiriklarê 10 girtî tên tecrîdkirin
12:39 Karatay hat veşartin
12:00 Li bendê ye ku sotemenî careke din bê zemkirin
11:33 Jinên wanî: Em ê bi rihê 8'ê Adarê li qada Newrozê bin
11:33 Li Konyayê jinek hat kuştin
11:27 Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar salek li pey xwe hişt
11:18 11 meh in cezayê wî qediyaye lê nayê berdan
11:06 Li Antalyayê 40 kes hatin berdan
10:53 Qeyûmê Farqînê ji hevşaredarê ku şûna wî dagir kiriye re sersaxî xwest!
10:14 Oluç: Zîhniyeta ku pirsgirêkan ji demê re vedihêle neçarî têkçûnê ye
10:13 Rûsya, li Ûkraynayê agirbestê dirêj kir
09:41 Cenazeyê Karatay piştî 7 salan di qitûyekê de radestî malbatê hat kirin
09:04 'Heqdesta me 300 TL, mazota em xerc dikin 400 TL ye'
09:04 Ji girtîgehê 'nameya binpêkirinên mafan'
09:01 Li girtîgehan pêkanînên Esat Oktay Yildiran didomin
09:00 ROJEVA 9'Ê ADARA 2022'YAN
08/03/2022
20:44 Dê cenazeyê Karatayê li Bazîdê bê veşartin
19:28 Bi hezaran jin dest bi meşê kirin
18:32 Ji Silopiyayê bang kirin: Em ê tecrîda li Îmraliyê bişikînin
18:22 Mîtînga 8'ê Adarê ya Amedê bi meşeke girseyî bi dawî bû
17:39 Ciwan ji bo Ocalan meşiyan
17:34 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Mêrdînê bi dawî bû
17:26 Ciwanan li Wanê ji bo Ocalan meş li dar xist
17:19 OHD'ê ji bo çûna Îmraliyê serî li Wezareta Edaletê da
17:10 Başaran: Em ê tecrîdê têk bibin û deriyên Îmraliyê vekin
16:55 Ebrû Gunay: Ocalan li dijî şer, rêya çareseriye ye
16:51 Jinan li Nisêbîna Rengîn peyama ‘Em ê tecrîdê rakin’ da
16:46 ‘Qîrîna jinên kurd a 8’ê Adarê dê yekitiyê ava bike’
16:15 ÎHD’ê rapora binpêkirina mafên jinan a Herêma Egeyê eşkere kir
16:13 Di Nobeta Edaletê de ji jinên girtî re edalet hat xwestin
15:42 Zilamê ku zarokek tacîz kirî hate lînçkirin
15:35 Bi hezaran jinan barîkat derbas kirin: Girtiyên siyasî rûmeta me ne
14:51 Aydenîz: Rêya aştiyê di Îmraliyê re derbas dibe
14:28 Jin bi şîara 'azadî' diherikin Qada Stasyonê
14:27 Li Silopiyayê coşa 8'ê Adarê
14:23 Li Wanê jin herikîn qadê: Sedsala 21'emîn dê bibe sedsala jinan
14:23 Doza Kobanê: Siyasetmedarên girtî 8’ê Adarê pîroz kirin
13:50 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
13:39 Jin li dijî zîhniyeta zilaman daketin qadan: Dem dema azadiya jinan e
12:44 Li Tirkiyeyê 'zilamên malê' tune ne
12:39 Malbata Şenyaşar: Bila jin me bi tenê nehêlin
12:10 Ajokarên Rihayî ji ber zemên li motorînê çalakî kirin
11:38 Girtiyê ku tedawiya bi kelemçe qebûl nekir, hat îşkencekirin!
11:37 Şerê Rûsya-Ûkraynayê: Şer veguhêzî qada îktîsadî
11:09 Margaret Owen Ocalan şiband Mandela û azadiya wî xwest
10:59 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Mêrdînê didome: Qursa olê li girtiyan ferz dikin
09:06 Damezrînerê DÎAYDER'ê mele Yûsûf: Ji me re dibêjin 'nebin kurd'
09:06 Li dijî tahdeya nêrza navê hebûnê: Xweperastin
09:02 Qîrîna ji bo edaletê ya li Rihayê li seranserê Tirkiyeyê olan da
09:02 Kaplan a OHD'î: Tu eleqeya raporên ATK'ê û rastiyê bi hev tune ye
09:02 'Bila ew tenê rojek bêdest bimînin, gelo ka wê çi bikin'
09:00 ROJEVA 8'Ê ADARA 2022'YAN
07/03/2022
21:34 Pîrozbahiyên Newroza 2022'yan dest pê dikin
16:46 Ajokaran li Qersê çalakî kir: Em ê êdî wesayîtên xwe nexebitînin
16:33 Jin ji 8'ê Adarê re amade ne: Wê têkoşîna me bi serkeve
16:26 Nobeta Edaletê: Gelê kurd bi têkoşîna xwe dikare rê li ber binpêkirinan bigire
16:19 Ji girtiyan peyama 8'ê Adarê: Em ê bi awayekî azad biqîrin û qezenz bikin
16:00 Wezîrê Derve yê Ermenistanê serdana Tirkiyê dike
15:55 Derheqê nûçegihanê me Engîndenîz de lêpirsîn hate destpêkirin
15:25 Xwendekarên Zanîngeha Şirnexê zem şermezar kirin
15:18 Ji 16 binçavkiriyên Amedê 5 jê hatin berdan
14:50 Peyama HDK’ê ya ji bo 8’ê Adarê: Êdî hîn bibin ji ber ku serkeftin a me ye
14:20 Doza Kobanê: Delîlên di dosyayê de tên berovajîkirin
14:16 Li gorî ÎSÎG'ê di sibatê de 106 karkeran jiyana xwe ji dest dane
14:06 Bi hinceta 'belavkirina belavokên bûdçeyê' doz li HDP'iyan hat vekirin
13:48 Partiya Pêşerojê piştgirî da Nobeta Edaletê: Daxwazên we di cih de ne
13:42 Biryarên xerakirinê yên îstînafê pêşkeşî dadgehê kir
13:18 Malbatên Roboskiyê beraet kirin
13:17 Ji bo JINNEWS'ê kampanyaya hashtagê
12:39 Dayika Ferha bi salan çiya bi çiya li cenazeyê kurê xwe geriya
12:38 Emîne Şenyaşar banga 9'ê adarê kir
12:02 HDP'ê ji bo 8'ê Adarê bibe betlaneya fermî pêşniyarqanûnek da meclisê
11:44 Ocalan: Heta ku jin azad nebe, civakek nikare azad bibe
11:24 Îstinafê biryarê redkirina doza rojnameger Bîlen xera kir
11:01 Şerê Rûsya û Ûkraynayê: Ji bo tehliyekirina sivîla agirbesta demkî
10:16 Ciwan bibiryar in ku tecrîda Îmraliyê bişikînin
09:19 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her roj 8'ê Adarê ye
09:18 Di îşkenceya bikuçik de wezaret mehkûmê tazmînatê hat kirin
09:18 Ji jinan banga Emîne Şenyaşar: Di 9'ê adarê de em di nobetê de ne
09:18 Daxwaza mala xwe ya ku bi 'destûra taybet' dikevê dike
09:14 Ji zilaman peyama 8'ê Adarê: Heta jin azad nebe wê pirsgirêk çareser nebin
09:00 ROJEVA 7'Ê ADARA 2022'YAN
06/03/2022
21:35 Qaymeqamiya Cizîrê "Mem û Zîn" qedexe kir
20:12 Erdogan Emîr li NÇM'a Stenbolê konser da
18:41 Dayika Ferha Ay ku 27 salan li benda kurê xwe ma jiyana xwe ji dest da
18:28 Di daxuyaniya 8'ê Adarê de 5 jin hatin binçavkirin
16:57 Li ser sînorê Kobanê ÎHA’yek ket xwarê
16:56 Jinan li Stenbolê 'Hevdîtina Mezin' li dar xist
16:25 Li dijî tundiya dewletê jin bi mitîngekê hatin gelhev
16:24 Keskîn: Ewropa şirîkê sûcên li Tirkiyê ye
16:09 Li Girtîgeha Şakranê mirina bi guman a Eke
15:58 Nobeda Edaletê ya li Wanê didome