Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her roj 8'ê Adarê ye

  • jin
  • 09:19 7 Adar 2022
  • |
img

RIHA - Berdevkên komîteyên zarok, ekolojî û aboriyê yên Kongreya Starê, diyar kirin ku piştî Şoreşa Rojava li herêmê ji bo jinan her roj 8'ê Adarê ye û ev tişt gotin: "Weke ku me jinan azad kir em ê Serok Apo jî azad bikin."

 
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi pêşengiya Platforma Xebatên Hevpar a Rêxistin û Tevgerên Jinan di 23'ê adarê de starta çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê hat dayîn. Wê çalakî heta 10'ê adarê bidomin. Bi dûrişmeya "Em ê bi hev re şoreşê biparêzin û xaka xwe azad bikin" çalakî tên lidarxistin. 8'ê Adarê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weke betlaneya fermî hat ragihadin. 
 
Berdevkên komîteyên zarok, ekolojî û aboriyê yên Kongreya Starê, derbarê 8'ê Adarê de axivîn û nirxandinan kirin.
 
HER ROJ 8'Ê ADARÊ
 
Berdevka Komîteya Aboriyê ya Jinan a Kongreya Starê Armanc Mihemed, diyar kir ku bi hezaran salan e pergalên desthilatdar li ser jinê polîtîkaya zextê dimeşînin û wiha got: "Li bajarê New Yorkê yê Amerîkayê, di encama êrişa polisan a li dijî karkerên ku li kargeha tekstîlê derketibûn grevê de 120 jin ji ber ji barîkatên ku hatibûn danîn nereviyan hatin kuştin. Ji aliyê zilaman ve hatin kuştin. Jin weke koleyan hatin dîtin. Bi taybetî ev xwîn hê jî li Rojhilata Navîn hebûna xwe didomîne. Li dijî vê zihniyetê Rojava Rojava di 12'ê Tîrmeha 2012'an de pek hat. Ev weke şoreşa jinê tê zanîn. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne tenê 8'ê Adarê her roj cejna jinan e. Jinan xwe di Rêveberiya Xweser û qadên leşkerîş, aborî, siyasî û civakî de bi rêxistin kiriye. 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz be."
 
JIN RÊXISTINBÛNA XWE XURET DIKIN
 
Berdevka Kongreya Star Remziye Mihemed, diyar kir ku vîna jinan mohra xwe li Şoreşa Rojava xistiye û ev tişt anîn ziman: "Jinên ku Rejîma Baasê wan kiribû malan îro civakê bi rê ve dibin. Piştî şoreşê jinan li herêmê xwe di her qadê de bi rêxistin kir û mafên xwe bi dest xistin. Jinên ku niha li van mafên xwe xwedî derdikevin, ji bo ku bibêjin, 'Em li xaka xwe xwedî derdikevin' ji her demê çoştur û biryarî di 8'ê Adarê de li qadan in. Li Reqayê ku jin lê hatibûn hepskirin wê îsal bi çoşeke mezin pîrozbahiyan pêk tînin. Li bajarê wextê jin li bazarên wê dihatin firotin îro roj bi roj rêxistinbûna xwe xurt dikin. Projeya Neteweya Demokratîk a Rêber Apo (Abdullah Ocalan) bi pêşengiya jinan bi goşt û hestî dibe. Jin ji vê projeyê hêz digirin û rêxistinbûna xwe xurt dikin. Weke ku me jinan azad kir em ê Serok Apo jî azad bikin."
 
SALA AZADIYA JINAN
 
Berdevka Komîteya Ekolojiyê ya Kongreya Stan Rîhan Temo, bi lêv kir ku piştî Şoreşa Rojava li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her roj ji bo jinan mîna cejnan derbas dibin û ev tişt gotin: "Em jinên ku di encama tundiya zilaman de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, her sal 8'ê Adarê dertên pêş lê li herêmê ji bo jinan her roj 8'ê Adarê ye. Ne tenê rojek. Bi şoreşê re jin her rojê mîna cejnê pêşwazî dikin. Ji bo bidawîkirina dagirkirinê wê jin îsal li qadan biqîrin. Şoreşa Ekolojîk bi serketina şoreşa jinan a li her qadê pêkan e. Weke jin em dikarin pêşengiya civakeke paqij bikin. Rengê jinan mor e lê weke komîsyona ekolojiyê em ê îsal rengê kesk jî derxin pêş. Di civakeke ekolojîk de jin azad in. Di vê dema ku em ji her demê zêdetir nêzî azadiyê ne de êriş jî zêde dibin. Bi heviya ku îsal 8'ê Adarê tundiyê bi dawî bike, bibe sala azadiya jinê û di her warî de jin mafên xwe bigirin."
 
KOMÎSYONA JINÊ JÎ LI ÇALAKIYAN E 
 
Berdevka Komîteya Zarokan a Kongreya Starê Coliya Xilo jî da zanîn ku weke komîsyona zarokan di çalakiyên 8'ê Adarê de bi awayekî aktîf cih digirin û ev tişt anîn ziman: "Weke Komîteya Zarokan em jî alîkarî didin şahiyên 8'ê Adarê yên Kongreya Starê. Li gelek deveran em bi semîneran mafên jinan vedibejin. Ber bi 8'ê Adarê ve li gelek deveran daran datînin. Weke ku xwezayê şîn dikin, bi rengên xwe yên mor em ê di 8'ê Adarê û 10'ê adarê de li qadan bin. Ji bo me her roj 8'ê Adarê ye lê em ê bi rengên xwe yên remz, tilîlî û govendên xwe 8'ê Adarê bi hev re pîroz bikin. Em ê îsal jinên ku ji bo xaka xwe canê xwe dane bi bîr bînin û li mîrateya wan xwedî derkevin."
 
MA / Emrûllah Acar
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

09/03/2022
14:45 Starta Newroza 2022’yan dê sibe bi Tifaqa Kurdistanî re bê dayîn
14:32 Doza rojnamevan Orûç hat taloqkirin
14:23 Beşdarbûna Farîsogûllari ya kongreya partiya wî sûc hesibandine
14:22 Zeyneb Celaliyan: Ez ê li ber zilm û îşkenceya we tobe nekim
14:22 Kesên di mitînga 8’ê Adarê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:20 Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar ket sala duyemîn: Qîrîna dayika Emîne bibihîzin
14:16 Ocalan: Newroz vejîne, kulîlkeke ku serê xwe ber bi royê ve bilind dike
13:17 Rêxistinên tenduristiyê banga rawestandina şer kirin
12:45 Li Girtîgeha Kiriklarê 10 girtî tên tecrîdkirin
12:39 Karatay hat veşartin
12:00 Li bendê ye ku sotemenî careke din bê zemkirin
11:33 Jinên wanî: Em ê bi rihê 8'ê Adarê li qada Newrozê bin
11:33 Li Konyayê jinek hat kuştin
11:27 Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar salek li pey xwe hişt
11:18 11 meh in cezayê wî qediyaye lê nayê berdan
11:06 Li Antalyayê 40 kes hatin berdan
10:53 Qeyûmê Farqînê ji hevşaredarê ku şûna wî dagir kiriye re sersaxî xwest!
10:14 Oluç: Zîhniyeta ku pirsgirêkan ji demê re vedihêle neçarî têkçûnê ye
10:13 Rûsya, li Ûkraynayê agirbestê dirêj kir
09:41 Cenazeyê Karatay piştî 7 salan di qitûyekê de radestî malbatê hat kirin
09:04 'Heqdesta me 300 TL, mazota em xerc dikin 400 TL ye'
09:04 Ji girtîgehê 'nameya binpêkirinên mafan'
09:01 Li girtîgehan pêkanînên Esat Oktay Yildiran didomin
09:00 ROJEVA 9'Ê ADARA 2022'YAN
08/03/2022
20:44 Dê cenazeyê Karatayê li Bazîdê bê veşartin
19:28 Bi hezaran jin dest bi meşê kirin
18:32 Ji Silopiyayê bang kirin: Em ê tecrîda li Îmraliyê bişikînin
18:22 Mîtînga 8'ê Adarê ya Amedê bi meşeke girseyî bi dawî bû
17:39 Ciwan ji bo Ocalan meşiyan
17:34 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Mêrdînê bi dawî bû
17:26 Ciwanan li Wanê ji bo Ocalan meş li dar xist
17:19 OHD'ê ji bo çûna Îmraliyê serî li Wezareta Edaletê da
17:10 Başaran: Em ê tecrîdê têk bibin û deriyên Îmraliyê vekin
16:55 Ebrû Gunay: Ocalan li dijî şer, rêya çareseriye ye
16:51 Jinan li Nisêbîna Rengîn peyama ‘Em ê tecrîdê rakin’ da
16:46 ‘Qîrîna jinên kurd a 8’ê Adarê dê yekitiyê ava bike’
16:15 ÎHD’ê rapora binpêkirina mafên jinan a Herêma Egeyê eşkere kir
16:13 Di Nobeta Edaletê de ji jinên girtî re edalet hat xwestin
15:42 Zilamê ku zarokek tacîz kirî hate lînçkirin
15:35 Bi hezaran jinan barîkat derbas kirin: Girtiyên siyasî rûmeta me ne
14:51 Aydenîz: Rêya aştiyê di Îmraliyê re derbas dibe
14:28 Jin bi şîara 'azadî' diherikin Qada Stasyonê
14:27 Li Silopiyayê coşa 8'ê Adarê
14:23 Li Wanê jin herikîn qadê: Sedsala 21'emîn dê bibe sedsala jinan
14:23 Doza Kobanê: Siyasetmedarên girtî 8’ê Adarê pîroz kirin
13:50 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
13:39 Jin li dijî zîhniyeta zilaman daketin qadan: Dem dema azadiya jinan e
12:44 Li Tirkiyeyê 'zilamên malê' tune ne
12:39 Malbata Şenyaşar: Bila jin me bi tenê nehêlin
12:10 Ajokarên Rihayî ji ber zemên li motorînê çalakî kirin
11:38 Girtiyê ku tedawiya bi kelemçe qebûl nekir, hat îşkencekirin!
11:37 Şerê Rûsya-Ûkraynayê: Şer veguhêzî qada îktîsadî
11:09 Margaret Owen Ocalan şiband Mandela û azadiya wî xwest
10:59 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Mêrdînê didome: Qursa olê li girtiyan ferz dikin
09:06 Damezrînerê DÎAYDER'ê mele Yûsûf: Ji me re dibêjin 'nebin kurd'
09:06 Li dijî tahdeya nêrza navê hebûnê: Xweperastin
09:02 Qîrîna ji bo edaletê ya li Rihayê li seranserê Tirkiyeyê olan da
09:02 Kaplan a OHD'î: Tu eleqeya raporên ATK'ê û rastiyê bi hev tune ye
09:02 'Bila ew tenê rojek bêdest bimînin, gelo ka wê çi bikin'
09:00 ROJEVA 8'Ê ADARA 2022'YAN
07/03/2022
21:34 Pîrozbahiyên Newroza 2022'yan dest pê dikin
16:46 Ajokaran li Qersê çalakî kir: Em ê êdî wesayîtên xwe nexebitînin
16:33 Jin ji 8'ê Adarê re amade ne: Wê têkoşîna me bi serkeve
16:26 Nobeta Edaletê: Gelê kurd bi têkoşîna xwe dikare rê li ber binpêkirinan bigire
16:19 Ji girtiyan peyama 8'ê Adarê: Em ê bi awayekî azad biqîrin û qezenz bikin
16:00 Wezîrê Derve yê Ermenistanê serdana Tirkiyê dike
15:55 Derheqê nûçegihanê me Engîndenîz de lêpirsîn hate destpêkirin
15:25 Xwendekarên Zanîngeha Şirnexê zem şermezar kirin
15:18 Ji 16 binçavkiriyên Amedê 5 jê hatin berdan
14:50 Peyama HDK’ê ya ji bo 8’ê Adarê: Êdî hîn bibin ji ber ku serkeftin a me ye
14:20 Doza Kobanê: Delîlên di dosyayê de tên berovajîkirin
14:16 Li gorî ÎSÎG'ê di sibatê de 106 karkeran jiyana xwe ji dest dane
14:06 Bi hinceta 'belavkirina belavokên bûdçeyê' doz li HDP'iyan hat vekirin
13:48 Partiya Pêşerojê piştgirî da Nobeta Edaletê: Daxwazên we di cih de ne
13:42 Biryarên xerakirinê yên îstînafê pêşkeşî dadgehê kir
13:18 Malbatên Roboskiyê beraet kirin
13:17 Ji bo JINNEWS'ê kampanyaya hashtagê
12:39 Dayika Ferha bi salan çiya bi çiya li cenazeyê kurê xwe geriya
12:38 Emîne Şenyaşar banga 9'ê adarê kir
12:02 HDP'ê ji bo 8'ê Adarê bibe betlaneya fermî pêşniyarqanûnek da meclisê
11:44 Ocalan: Heta ku jin azad nebe, civakek nikare azad bibe
11:24 Îstinafê biryarê redkirina doza rojnameger Bîlen xera kir
11:01 Şerê Rûsya û Ûkraynayê: Ji bo tehliyekirina sivîla agirbesta demkî
10:16 Ciwan bibiryar in ku tecrîda Îmraliyê bişikînin
09:19 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her roj 8'ê Adarê ye
09:18 Di îşkenceya bikuçik de wezaret mehkûmê tazmînatê hat kirin
09:18 Ji jinan banga Emîne Şenyaşar: Di 9'ê adarê de em di nobetê de ne
09:18 Daxwaza mala xwe ya ku bi 'destûra taybet' dikevê dike
09:14 Ji zilaman peyama 8'ê Adarê: Heta jin azad nebe wê pirsgirêk çareser nebin
09:00 ROJEVA 7'Ê ADARA 2022'YAN
06/03/2022
21:35 Qaymeqamiya Cizîrê "Mem û Zîn" qedexe kir
20:12 Erdogan Emîr li NÇM'a Stenbolê konser da
18:41 Dayika Ferha Ay ku 27 salan li benda kurê xwe ma jiyana xwe ji dest da
18:28 Di daxuyaniya 8'ê Adarê de 5 jin hatin binçavkirin
16:57 Li ser sînorê Kobanê ÎHA’yek ket xwarê
16:56 Jinan li Stenbolê 'Hevdîtina Mezin' li dar xist
16:25 Li dijî tundiya dewletê jin bi mitîngekê hatin gelhev
16:24 Keskîn: Ewropa şirîkê sûcên li Tirkiyê ye
16:09 Li Girtîgeha Şakranê mirina bi guman a Eke
15:58 Nobeda Edaletê ya li Wanê didome