Şerê Ûkrayna û Rusyayê: Zelenskî daxwaza balefirên şer kir

img
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî çapemeniya Amerîkayê, Amerîka hewl dide ku balefirên şer ên di destê welatên rojhilatê Ewropayê de ku ji aliyê Rûsyayê ve hatine çêkirin ji Ûkraynayê re bên şandin. 
 
Şerê di navbera Rûsya û Ûkraynayê de berdewam dike. Ji aliyekê ve hevdîtinên di navbera aliyan de didomin ji aliyekê ve jî hem pêşveçûna Rûsyayê hem jî piştgiriya çekan a welatên rojavayî ya ji bo Ûkraynayê didomin. Şer 11 roj li pey xwe hişt. Di şer de bi hezaran leşker, sivîl, jin û zarokan jiyana xwe ji dest da. Ji milyonek zêdetir kes jî ji cih û warên xwe koçber bûn. Wê sibê tûra 3'yemîn a hevdîtina ya di navbera aliyan de berdewam bike. 
 
Geşedanên şer kêlî bi kêlî wiha ne: 
 
11.40 DANEKIRINÊN DANÎ SER BELARÊSÊ 
 
Wezareta Karên Derve ya Koreya Başûr, ragihand ku ji ber piştgiriya wê ya Rûsyayê dê danekirinan deyne ser Belarûsê. Beriya niha Koreya Başûr ji bo Rûsyayê jî heman biryar girtibû. 
 
11.35 DSO ÊRIŞA LI DIJÎ SAZIYÊN TENDURISTIYÊ PIŞTRAST KIR 
 
Dîrektorê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê (DSO) Tedros Adhanom Ghebreyesus, li ser hesabê xwe yê twîtterê ragihand ku li Ûkraynayê li dijî saziyên ku xizmetên tenduristiyê didin êriş pêk hatine û mirî û birîndar çêbûne. Ghebreyesus, destnîşan kir ku êrişa li dijî xebatkarên tenduristiyê binpêkirina hiqûqa mirovî ya navneteweyî ye.
 
10.40 RAPORA DERBARÊ ÊRIŞA RÛSYAYÊ YA LI DIJÎ SIVîLAN 
 
Îstixbarata Leşkerî ya Îngilistanê, bi raporekê ragihand ku hêzên rûs li dijî herêmên sivîl ên Ûkraynayê êrişan pêk tînin û berxwedana Ûkraynayê pêşî li pêşveçûna Rûsyayê digire. 
 
10.35 HEVDÎTIN SIBÊ NE 
 
Serokê Komîteya Têkiliyên Derve ya milê jêr a Parlamentoya Rûsyayê ya Dûmayê Leonîd Slûtskî, di bernameya bi navê Solovyov Live a Youtubê de aşkera kir ku wê tûra sêyemîn a hevdîtin di demek nêz de pêk bê û ev  tişt got: "Em difikirin ku roja duşemê yanî di 7'ê mehê de pêk bên."
 
Slûtskî, di delegasyona Rûsyayê ya hevdîtinên bi Ûkraynayê re de cih digire. 
 
08.35 QORÎDORA ALÎKARIYA MIROVÎ
 
Serokê Partiya Xizmetkarê Gel a Ûkraynayê Davîd Arakhamîa ku di hikumetê de cih digire, diyar kir ku dibe îro qorîdora alîkariya mirovî vebibe. 
 
08.26 HEYETA AMERÎKÎ ÇÛ VENEZÛELAYÊ 
 
Heyeteke amerîkî çû serdana yek ji hevalbendên herî nêz ên Rûsyayê Venezûelayê. Wê heyet bi kesên ji Hikûmeta Nîcolas Madûro re hevdîtinan bike. Li gorî nûçeya The New York Timesê, nayê zanîn ku wê ev hevdîtin di navbera kê de pêk bên û piştî salên dirêj cara yekemîn di asteke bilind de wê di navbera Amerîka û Venezûelayê de hevdîtin bên kirin. Di biryara pêşnûmeya şermezarkirina Rûsyayê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de welatên Amerîkaya Latîn Venezûela, Nîkaragûa û Kubayê dengê bêlayen bi kar anîbûn. 
 
08.02 ZELENSKÎ BALEFIRÊN ŞER XWEST 
 
Serokdewletê Ûkraynayê Volodîmîr Zelenskî, bi endamên Kongreya Amerîkayê re bi rêya vîdeo konferansê hevdîtin pêk anî. Li gorî nûçeya ku Wall Street Journal (WSJ) derbas kiriye, Zelenskî gotiye ku pêwistiya wan bi awayekî lezgîn balefirên şer heye. Li gorî nûçeyê, li ser vê daxwaza Zelenskî rêveberiya Amerîkayê ketiya nav hewldanan û ji bo ku ji Ûkrayna û Polonyayê re balefirên şer peyda bike dest bi hevdîtinan kiriye. 
 
07.40 WÊ WELATÊN NE DOSTÊN RÛSYAYÊ BÊN DIYARKIRIN 
 
Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, biryarnameya ku ji bo deynê şîrketên welatên ne dostên Rûsyayê bi rûble bên razandin îmze kir. Li gorî biryarê, wê di nav du rojan de hikûmet welatên ne dostên Rûsyayê diyar bike. 
 
07.20 BÎDEN Û ZELENSKÎ HEVDÎTIN KIRIN 
 
Serokê Amerîkayê Joe Bîden û Serokdewletê Ûkraynayê Volodîmîr Zelenskî, bi qasî nîv saetî li ser telefonê hevdîtin pêk anîn. Bîden, ji Zelenskî re ragihand ku wê piştgiriya ewlehî, mirovî û aborî ya Amerîkayê ya ji bo Ûkraynayê bê zêdekirin. 
 
04.45 ŞÎRKETÊN QERTÊN QREDIYAN JÎ DANEKIRIN DANÎN SER RÛSYAYÊ 
 
Şîrketên peşeng ên qertên qrediyanVisa ve Mastercard, xebatên xwe yên li Rûsyayê rawestandin. 
 
Mastercard, diyar kir ku wê êdî qertên ku ji aliyê banqên rûs ve bên dayîn wê ji aliyê wan ve neyên piştgirîkirin û qertên ku li derveyî Rûsyayê bên dayîn  jî wê li Rûsyayê nederbasdar bin. Platforma razandina înternetê PayPal î serwîsên xwe yên li Rûsyayê da girtin. 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

09/03/2022
15:02 Ev 3 meh in nahêlin girtiyên nexweş biçin nexweşxaneyê
14:45 Starta Newroza 2022’yan dê sibe bi Tifaqa Kurdistanî re bê dayîn
14:32 Doza rojnamevan Orûç hat taloqkirin
14:23 Beşdarbûna Farîsogûllari ya kongreya partiya wî sûc hesibandine
14:22 Zeyneb Celaliyan: Ez ê li ber zilm û îşkenceya we tobe nekim
14:22 Kesên di mitînga 8’ê Adarê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:20 Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar ket sala duyemîn: Qîrîna dayika Emîne bibihîzin
14:16 Ocalan: Newroz vejîne, kulîlkeke ku serê xwe ber bi royê ve bilind dike
13:17 Rêxistinên tenduristiyê banga rawestandina şer kirin
12:45 Li Girtîgeha Kiriklarê 10 girtî tên tecrîdkirin
12:39 Karatay hat veşartin
12:00 Li bendê ye ku sotemenî careke din bê zemkirin
11:33 Jinên wanî: Em ê bi rihê 8'ê Adarê li qada Newrozê bin
11:33 Li Konyayê jinek hat kuştin
11:27 Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar salek li pey xwe hişt
11:18 11 meh in cezayê wî qediyaye lê nayê berdan
11:06 Li Antalyayê 40 kes hatin berdan
10:53 Qeyûmê Farqînê ji hevşaredarê ku şûna wî dagir kiriye re sersaxî xwest!
10:14 Oluç: Zîhniyeta ku pirsgirêkan ji demê re vedihêle neçarî têkçûnê ye
10:13 Rûsya, li Ûkraynayê agirbestê dirêj kir
09:41 Cenazeyê Karatay piştî 7 salan di qitûyekê de radestî malbatê hat kirin
09:04 'Heqdesta me 300 TL, mazota em xerc dikin 400 TL ye'
09:04 Ji girtîgehê 'nameya binpêkirinên mafan'
09:01 Li girtîgehan pêkanînên Esat Oktay Yildiran didomin
09:00 ROJEVA 9'Ê ADARA 2022'YAN
08/03/2022
20:44 Dê cenazeyê Karatayê li Bazîdê bê veşartin
19:28 Bi hezaran jin dest bi meşê kirin
18:32 Ji Silopiyayê bang kirin: Em ê tecrîda li Îmraliyê bişikînin
18:22 Mîtînga 8'ê Adarê ya Amedê bi meşeke girseyî bi dawî bû
17:39 Ciwan ji bo Ocalan meşiyan
17:34 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Mêrdînê bi dawî bû
17:26 Ciwanan li Wanê ji bo Ocalan meş li dar xist
17:19 OHD'ê ji bo çûna Îmraliyê serî li Wezareta Edaletê da
17:10 Başaran: Em ê tecrîdê têk bibin û deriyên Îmraliyê vekin
16:55 Ebrû Gunay: Ocalan li dijî şer, rêya çareseriye ye
16:51 Jinan li Nisêbîna Rengîn peyama ‘Em ê tecrîdê rakin’ da
16:46 ‘Qîrîna jinên kurd a 8’ê Adarê dê yekitiyê ava bike’
16:15 ÎHD’ê rapora binpêkirina mafên jinan a Herêma Egeyê eşkere kir
16:13 Di Nobeta Edaletê de ji jinên girtî re edalet hat xwestin
15:42 Zilamê ku zarokek tacîz kirî hate lînçkirin
15:35 Bi hezaran jinan barîkat derbas kirin: Girtiyên siyasî rûmeta me ne
14:51 Aydenîz: Rêya aştiyê di Îmraliyê re derbas dibe
14:28 Jin bi şîara 'azadî' diherikin Qada Stasyonê
14:27 Li Silopiyayê coşa 8'ê Adarê
14:23 Li Wanê jin herikîn qadê: Sedsala 21'emîn dê bibe sedsala jinan
14:23 Doza Kobanê: Siyasetmedarên girtî 8’ê Adarê pîroz kirin
13:50 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
13:39 Jin li dijî zîhniyeta zilaman daketin qadan: Dem dema azadiya jinan e
12:44 Li Tirkiyeyê 'zilamên malê' tune ne
12:39 Malbata Şenyaşar: Bila jin me bi tenê nehêlin
12:10 Ajokarên Rihayî ji ber zemên li motorînê çalakî kirin
11:38 Girtiyê ku tedawiya bi kelemçe qebûl nekir, hat îşkencekirin!
11:37 Şerê Rûsya-Ûkraynayê: Şer veguhêzî qada îktîsadî
11:09 Margaret Owen Ocalan şiband Mandela û azadiya wî xwest
10:59 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Mêrdînê didome: Qursa olê li girtiyan ferz dikin
09:06 Damezrînerê DÎAYDER'ê mele Yûsûf: Ji me re dibêjin 'nebin kurd'
09:06 Li dijî tahdeya nêrza navê hebûnê: Xweperastin
09:02 Qîrîna ji bo edaletê ya li Rihayê li seranserê Tirkiyeyê olan da
09:02 Kaplan a OHD'î: Tu eleqeya raporên ATK'ê û rastiyê bi hev tune ye
09:02 'Bila ew tenê rojek bêdest bimînin, gelo ka wê çi bikin'
09:00 ROJEVA 8'Ê ADARA 2022'YAN
07/03/2022
21:34 Pîrozbahiyên Newroza 2022'yan dest pê dikin
16:46 Ajokaran li Qersê çalakî kir: Em ê êdî wesayîtên xwe nexebitînin
16:33 Jin ji 8'ê Adarê re amade ne: Wê têkoşîna me bi serkeve
16:26 Nobeta Edaletê: Gelê kurd bi têkoşîna xwe dikare rê li ber binpêkirinan bigire
16:19 Ji girtiyan peyama 8'ê Adarê: Em ê bi awayekî azad biqîrin û qezenz bikin
16:00 Wezîrê Derve yê Ermenistanê serdana Tirkiyê dike
15:55 Derheqê nûçegihanê me Engîndenîz de lêpirsîn hate destpêkirin
15:25 Xwendekarên Zanîngeha Şirnexê zem şermezar kirin
15:18 Ji 16 binçavkiriyên Amedê 5 jê hatin berdan
14:50 Peyama HDK’ê ya ji bo 8’ê Adarê: Êdî hîn bibin ji ber ku serkeftin a me ye
14:20 Doza Kobanê: Delîlên di dosyayê de tên berovajîkirin
14:16 Li gorî ÎSÎG'ê di sibatê de 106 karkeran jiyana xwe ji dest dane
14:06 Bi hinceta 'belavkirina belavokên bûdçeyê' doz li HDP'iyan hat vekirin
13:48 Partiya Pêşerojê piştgirî da Nobeta Edaletê: Daxwazên we di cih de ne
13:42 Biryarên xerakirinê yên îstînafê pêşkeşî dadgehê kir
13:18 Malbatên Roboskiyê beraet kirin
13:17 Ji bo JINNEWS'ê kampanyaya hashtagê
12:39 Dayika Ferha bi salan çiya bi çiya li cenazeyê kurê xwe geriya
12:38 Emîne Şenyaşar banga 9'ê adarê kir
12:02 HDP'ê ji bo 8'ê Adarê bibe betlaneya fermî pêşniyarqanûnek da meclisê
11:44 Ocalan: Heta ku jin azad nebe, civakek nikare azad bibe
11:24 Îstinafê biryarê redkirina doza rojnameger Bîlen xera kir
11:01 Şerê Rûsya û Ûkraynayê: Ji bo tehliyekirina sivîla agirbesta demkî
10:16 Ciwan bibiryar in ku tecrîda Îmraliyê bişikînin
09:19 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her roj 8'ê Adarê ye
09:18 Di îşkenceya bikuçik de wezaret mehkûmê tazmînatê hat kirin
09:18 Ji jinan banga Emîne Şenyaşar: Di 9'ê adarê de em di nobetê de ne
09:18 Daxwaza mala xwe ya ku bi 'destûra taybet' dikevê dike
09:14 Ji zilaman peyama 8'ê Adarê: Heta jin azad nebe wê pirsgirêk çareser nebin
09:00 ROJEVA 7'Ê ADARA 2022'YAN
06/03/2022
21:35 Qaymeqamiya Cizîrê "Mem û Zîn" qedexe kir
20:12 Erdogan Emîr li NÇM'a Stenbolê konser da
18:41 Dayika Ferha Ay ku 27 salan li benda kurê xwe ma jiyana xwe ji dest da
18:28 Di daxuyaniya 8'ê Adarê de 5 jin hatin binçavkirin
16:57 Li ser sînorê Kobanê ÎHA’yek ket xwarê
16:56 Jinan li Stenbolê 'Hevdîtina Mezin' li dar xist
16:25 Li dijî tundiya dewletê jin bi mitîngekê hatin gelhev
16:24 Keskîn: Ewropa şirîkê sûcên li Tirkiyê ye
16:09 Li Girtîgeha Şakranê mirina bi guman a Eke