Dayika Nûdem Durak bang li hunermendan kir: Xwedî li keça min derkevin

img

ŞIRNEX - Hunermenda kurd Nûdem Durak ji ber ku kurdî stran gotibû hatibû girtin. Dayika wê Hatîce Durak diyar kir ku keça wê nexweşa guatra jehrî ye û bang li hemû hunermandên cîhanê kir ku xwedî li keça wê derkevin.

Hunermenda kurd Nûdem Dûrak di sala 2015'an de li bajarokê Dêrgûlê yê Şirnexê ji ber ku stranên kurdî gotibûn hate girtin. Di sala 2012'an de jî Durak bi heman sedemê hatibû girtin û salekî di girtîgeha Tîpa T a Amedê de mabû. Durak, piştre dîsa tê girtin û vê carê 9 mehan girtî dimîne. Durak herî dawî jî di sala 2015'an de tê girtin û 19 sal cezayê girtîgehê lê tê birîn. Durak, niha li Girtîgeha Tîpa M a Bayburtê tê ragirtin û ev 7 sal in di girtîgehê de ye. Di heman demê de yek ji girtiyên nexweşe ku hem nexweşiya guatra jehrî û hem jî helandina hestî lê peyda bûye. Mehê carekê ji bo tedawiyê Durak dibin Erziromê û 15 rojan di hûcreyê de dihêlin.
 
Malbata Durak, yek ji malbatên dengbêjan e. Durak jî dide ser şopa wan û hêj di biçûkatiya xwe de dest bi gotina stranan dike û heta îro didomîne. Weke hunermendekî, Durak xwest ku gîtara xwe hilgire lê rêveberiya girtîgehê nehişt û gîtara wê desteser kir. Bi vê sepana girtîgehê re koma muzîkê ya inglîz a Pink Floyd Roger Waters bertek nîşan da û got ku ev sepan nayê qebûlkirin û edalet ji bo Durak xwest. Têkildarî rewşa Durak, dayika wê Hatîce Durak (67) bi ajansa me re axivî. 
 
'JI BER STRANÊN KURDÎ HATE GIRTIN’
 
Hatîce Durak, da zanîn ku ev 2 sal in ji ber rêya dûr, nikare biçe serdana keça xwe û wiha got: “Gotina stranan ziyanê nade kesekî. Nûdemê stran digotin û perwerdeya defê dida. Tekane karê wê, gotina stranan e. Rojekî xebera girtina wê ji me re hat. Me jî got; ‘Erê baş e lê Nûdemê tiştek nekiriye û çawa tê girtin?’ Gotin ku ji ber stranên bi kurdî hatiye girtin. Bi salan bû li Girtîgeha Tîpa T a Amedê dihjat girtin û piştre jî şandin Baybûrtê. Baybûrt, bo me dûr e û nikarim biçim serdana wê. Heta niha tenê carekî çûme lê gelek aciz bûm. Herî dawî ji malbatê 2 kes çûbûn lê destûra hevdîtinê nedan.” 
 
'NEXWEŞIYA GUATRA JEHRÎ’
 
Di berdewamê de jî Durak diyar kir ku keça wê bi awayekî derhiqûqî hatiye girtin û wiha domand: “Bû cara sêyemîn ku tê girtin. Beriya wê jî dema diçû Amedê hate girtin lê tiştek nedîtin lewma hate berdan. Lê dîsa hate girtin. Nûdem, ji zaroktiya xwe ve stranan dibêje. Bapîrê wê, bavê wê û birayên wê jî dengbêj in. Nûdem, ji vê kevneşopiyê tê. Dema di zarokatiya xwe de stran digotin, herkes jê bandor dibû. Sûcê wê ew e ku bi zimanê dayika xwe stran gotine. Niha jî guatra jehrî lê peyda bûye. Hestiyên wê jî dihelin. Ji ber van nexweşiyan, niha çi jê nema ye. Mehê carekê ji bo tedawiyê ji Baybûrtê dibin Erziromê. Nikare di nava çar dîwaran de tedawiyê bibîne.”
 
BANG LI HUNERMENDAN KIR
 
Dayika Durak destnîşan kir ku hewcehiya keça wê bi piştgiriyê heye û axaftina xwe bi vê bangewaziyê qedand: “Banga min ji bo hemû heval û hogirên wê yên hunermend heye; xwedî li Nûdemê derbikevin. Ew jî hevala we ye. Nûdem bêsuc û guneh hatiye girtin. Divê were berdan. Ji ber stranan hatiye girtin. Hêviya min ji hemû hunermendên cîhanê ew e ku dengê Nûdemê bibîhîzin û xwedî lê derkevin.” 
 
MA/ Zeynep Dûrgût

Sernavên din

07/03/2022
09:14 Ji zilaman peyama 8'ê Adarê: Heta jin azad nebe wê pirsgirêk çareser nebin
09:00 ROJEVA 7'Ê ADARA 2022'YAN
06/03/2022
21:35 Qaymeqamiya Cizîrê "Mem û Zîn" qedexe kir
20:12 Erdogan Emîr li NÇM'a Stenbolê konser da
18:41 Dayika Ferha Ay ku 27 salan li benda kurê xwe ma jiyana xwe ji dest da
18:28 Di daxuyaniya 8'ê Adarê de 5 jin hatin binçavkirin
16:57 Li ser sînorê Kobanê ÎHA’yek ket xwarê
16:56 Jinan li Stenbolê 'Hevdîtina Mezin' li dar xist
16:25 Li dijî tundiya dewletê jin bi mitîngekê hatin gelhev
16:24 Keskîn: Ewropa şirîkê sûcên li Tirkiyê ye
16:09 Li Girtîgeha Şakranê mirina bi guman a Eke
15:58 Nobeda Edaletê ya li Wanê didome
15:46 Jin li qadan in: Em ê bi coşa 8’ê Adarê biherikin Newrozê
13:49 Sancar: Wê Xeta Sêyemîn rêya komara demokratîk vebike
13:11 Erdogan û Pûtîn hevdîtin kirin
13:09 Li Cizîra Botan govenda ‘Dem dema azadiyê’
12:57 Bi hezaran kes tevli kongreya HDP’ê bûn: Çareserî ne li NATO’yê ye çareserî li cem Ocalan e
12:26 Şerê Ûkrayna û Rusyayê: Zelenskî daxwaza balefirên şer kir
11:16 Malbata Şenyaşar banga salvegera yekemîn kir
09:28 Hevserokê SES'a Amedê: Biryara sistkirina bergiriyên pandemiyê siyasî ye
09:24 Qeraxê Gola Wanê bûye cihê rantxwarinê!
09:13 Kaya: Ji bo rakirina tecrîdê ji destê kê çi tê divê bike
09:13 Li Wanê di mehekê de 4 jin hatin qetilkirin: Em ê kiryaran teşhîr bikin
09:12 Li midûriyeta polîsan kes tune bû, caxên nezaretxaneyê şikand û çû mala xwe
09:10 Bêyî ku guh li gotinên wekî 'dê mêr bêjin çi' bikin bênavber dinivîsin
09:08 20 salin di 8'ê Adarê de stranên azadiyê distrê
09:05 ‘Bi qanûna înfazê ya nû re girtiyên nexweş tên kuştin'
09:01 ROJEVA 6'Ê ADARA 2022'YAN
05/03/2022
20:03 Rêvebiriya Xweser 8'ê Adarê kir roja betlaneya fermî
18:38 Ji ber ku Tûglûkê nikaribûye pirsa 'serokkomar kî ye?' bibersivîne, bi ser de kirine qîreqîr!
17:04 ‘Bi hiqûqa dijminatiyê nêzî girtiyan dibin’
16:41 Coşa 8’ê Adarê berdewam dike
16:29 Ji bo jinên girtî yên nexweş banga berdanê
16:14 ÎHD’a Îzmîrê li aqûbeta jinên jinên winda pirsî
16:12 Panela yekemîn a Konferansa Feylî û Êzdiyan bi dawî bû
16:12 TMMOB û KESK’ê serdana Nobeda Edaletê kir
15:59 ÎHD’ê bi boneya 8’ê Adarê bal kişand ser rewşa jinên girtî yên nexweş
15:05 Jinên hatine windakirin û qetilkirin bi bîr xistin
14:59 Pekoz: Wexta ku Ocalan diaxive dengê aştiyê bilind dibe
14:35 KESK'ê li Amedê xwest xala 35’emîn û sepanên OHAL’e werin rakirin
14:33 TUHAY-DER: Em ê têkoşîna xwe li ser rêça Garîbeyê bidomînin
14:18 Jinan li pêşiya girtîgehê bang kir: Tecrîdê bi dawî bikin, girtiyan berdin
13:41 'Hezar sal jî derbas bibin em ê têkoşîna edaletê bidomînin’
13:40 Di meha sibatê de 24 jin hatin qetilkirin
13:26 Wezaret ‘lêgerîna nava dev” înkar dike, girtîgeh jî dibêje ‘heye’
12:07 Malbata Şenyaşar banga 9’ê Adarê kir
11:37 Komîsyona Zarokan a Wanê xeta îxbarê çalak kir
11:17 Şaredarê AKP’î îhaleyên bi 3 milyon lîreyan dan pismamê xwe
10:38 Ji hucreyê bang kir: Em ê nehêlin berxwedana jinan di bin siya êrişan de bimîne
10:27 Şerê Rûsya û Ûkraynayê: Li şûna çekan bangên diyalogê zêde dibin
10:14 Zanista Jinan: Kovara Jineolojiyê rêya azadiyê nîşan dide
09:20 Li Efrînê di 2 mehên dawî de 120 kes hatine revandin
09:19 Qeymeqamtiya Sûrê li 'navenda cazîbeyê' kon vegirt!
09:17 Ozsoy: Dagirkirina Ûkraynayê NATO'yê bihêztir kir
09:13 ‘Berpirsiyariya sereke ya rojnamevanan dabînkirina aştiyê ye'
09:00 ROJEVA 5'Ê ADARA 2022'YAN
04/03/2022
21:35 Polîs çûn mala Semra Guzel
17:00 Jin li qadan in: Tecrîdê rakin û girtiyên nexweş berdin
16:11 Şandeya HDP’ê serdana YNK’ê kir
16:10 Li Silêmaniyê şahiya 8’ê Adarê
16:08 Duyemîn Mihrîcana Filmên Kurd a Stenbolê di 24'ê adarê de dest pê dike
15:25 ‘Heta edalet were, em ê ji vir neçin’
15:03 Ji bo kongreya HDP'ê ya Dîlokê bang kirin
15:02 Li Cizîrê 5 kes hatin berdan
14:33 Qeyûm ji bo ‘Daristana Bahçelî’ baxçeyê çayê hilweşand
14:24 Li Amedê 8 kes hatin binçavkirin
14:18 Li Pakistanê teqîn: Herî kêm 30 kesan jiyana xwe ji dest dan
14:11 Nehêlan Gergerlîoglu biçe derveyî welat
14:08 ‘Kurdistana xweser ji bo demokratîkkirina Tirkiyê pêdiviyek e’
14:03 HDP û HDK’ê bang li Ewropayê kir: Deriyên xwe li hemû penaberan vekin
13:40 Derheqê Guzel de lêpirsîn hat destpêkirin
13:32 Malbatên girtiyan serdana Partiya Saadetê kirin
13:29 Rapora meha sibatê ya DFG’ê: 16 sal ceza li 5 rojnamevanan hat birîn
13:06 Kişanak banga avakirina Tifaqa Jinan kir: Dê bibe tifaqa aştiya civakî
12:12 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:00 Polîsan di serdegirtina malê de pirsa Egît Îpek kirin!
11:45 Kemal Ozkîraz hat binçavkirin
11:12 Girtiyê ku ‘lêgerîna nava dev’ red kir 7 meh in nayê tedawîkirin
11:11 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin
11:11 Strana 'Xuçê' diyarî jinan kirin
10:44 Malbata Şenyaşar: Her kesê edaletê dixwaze bila di 9’ê adarê tev li nobeta me bibe
10:22 Muzakereya Rûsya û Ûkraynayê taloqî hevdîtina sêyemîn bû
10:08 Mitînga 8’ê Adarê ya Enqereyê dê li Anitparkê bê kirin
09:59 Erdemcî yê ji doza DÎAYDER’ê hat berdan: Dixwazin tola Stenbolê ji me hilînin
09:58 Rojeva esasî ya DBP’ê azadiya Ocalan e
09:19 Dayika Nûdem Durak bang li hunermendan kir: Xwedî li keça min derkevin
09:07 Aydogan: Azadiya Ocalan bi têkoşîneke girseyî pêkan e
09:07 Girtî Ozcan: Bi mirinê gefan li min dixwin
09:06 Jin dê li Qada Îstasyonê ji bo azadiyê biqîrin
09:05 ‘ATK ne li gor zanistê, li gor îqtidarê biryarê dide'
09:04 Jinên astengdar: Ne alîkarî, em doza jiyaneke wekhev dikin
09:03 Ozdînç: Qeyûm perçeyek konsepta şerê taybet in
09:03 Nivîskar Akdogan: Heps û zindan jî qada wêjeya kurdî ne
09:03 Li dijî 'tundiya biunîforma’ têkoşîna polîtîk
09:00 ROJEVA 4'Ê ADARA 2022'YAN
01:31 Wezîrê Çandinî û Daristanê Pakdemîrlî îstifa kir
03/03/2022
21:37 Li Cizîrê Malgazê 75 salî hat binçavkirin
16:24 'Ji bo azadiyê em her derî veguherînin qada berxwedanê’
16:21 Li cihê Gulistan Doku lê hatiye windakirin daxuyaniya 8’ê Adarê dan
16:02 Li Amedê fûara înşatê hat vekirin