Li dijî 'tundiya biunîforma’ têkoşîna polîtîk

img

AMED - Yek ji parêzerên Komeleya Jinan a Rosayê Elîf Tîrenç Îpek Ulaş da zanîn ku li dijî “tundiya biunîforma’ gelek serlêdan bo wan tên kirin û wiha got: “Nêzikatî û tundiya dewletê ne tenê li ser bingeha zayendê, her wiha ji ber kurdbûna wan jî êriş û nêzikatiyeke nîjadperest heye.” 

Sepanên şerê taybet ên li herêmê herî zêde bandorê li jinan dike. Jin, li rexekî dibin hedefa tiryak, fihûş û sîxûrtiyê û li rexa din jî rastî tundî, tacîz û destdirêjiyê tên. Bi taybet jî piştî ragihandina Rewşa Awarte (OHAL) a piştî hewldana darbeyê ya 15’ê tîrmeha sala 2016’an, bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê de (KHK) ve gelek komele û rêxistinên jinan hatin girtin û vê jî kir ku tundiya li ser jinan hêj zêdetir bibin. Her wiha qeyûm li şaredariyan hatin tayînkirin, midûriyetên jinan û saziyên jinan ên girêdayî şaredariyan hatin girtin. Vê hewldanê jî rê li ber encamên girantir vekir. 
 
TUNDIYA BIUNÎFORMA
 
Gelek caran derket holê ku kesên van sepanên şerê taybet li dijî jinan pêk tînin, leşker, polîs û cerdevan in. Çawişê pispor Mûsa Orhan li Êlihê dest dirêjî jina bi navê Îpek Er kir û kir ku Îpek Er xwe bikuje. Herî dawî jî li navend, navçe û gundên Colemêrgê çeteyeke fihûşê ku piştgiriya xwe ji dewletê digirt derhî bû. Ji ber sepanên vê çeteyê jinek hate qetilkirin û jinekê jî hewl da xwe bikuje. Di serlêdanên jinan ên ji bo komeleyên jinan ên li dijî vê tundiyê têdikoşin de jî ev rewş hîn bêhtir xuyanîtir dibe. 
 
Komeleya Jinan a Rosayê di 3’yê kanûna sala 2018’an de bi armanca têkoşîna li dijî tundiya civakî, siyasî, çandî, aborî, zayendî û derûnî ya li dijî jinan tê kirin hate avakirin. Tenê ji cotmeha sala 2020’an heta mijdara 2021’an, zêdetirî 100 serlêdan ji komeleyê re hatin kirin. Gelemperiya van serlêdanan jî ji ber tundiya zayendî hatibûn kirin. Yek ji xalên girîng ên serlêdanan ew bû ku gelemperiya faîlên ku tundî li jinan kiribûn, unîformayiyên dewletê bûn. 
 
Di vê pêvajoya ku komele li dijî her cureyên tundiya li ser jinê têdikoşe de, endam û rêveberên komeleyê jî gelek caran hatin binçavkirin û girtin. Ji rêveberên komeleyê parêzer Elîf Tîrenç Îpek Ulaş têkildarî bûyerên di nava salekî rû dayîn û sedemên wan bi ajansa me re axivî. 
 
NÊZIKATIYA ‘BÛYERA EDLÎ’ 
 
Ulaş da zanîn ku tevdîrên ji bo pêşîlêgirtina tundiyê baş nayên bicihanîn û wiha domand: “Sedema vê jî xemsariya cewaweriyê ya di vê mijarê de ye. Divê ji bo pêşîlêgirtina tundiyê tevdîrên taybet bên girtin. Kêmasiyên di mijarên daraz, ewlekarî û polîtîkayên civakî de nayên sererastkirin. Her wiha ji bo pêşîlêgirtina vê rewşê, daxwazek nîne. Ev jî dike ku tundiya heyî pir zêdetir bibe û bigihije asta qirkirinê. Pergala heyî, tundiya li ser jinê weke ‘bûyereke edlî’ dibîne. Beriya ku bên qetilkirin, ji ewilî jin li hemberî darazê têkoşîna jiyanê didin. Daxwaza parêzvan dikin, serî li dozgeriyê didin û her tim li ber deriyên edliyeyê ne. Lê di nava burokrasiya heyî de dixeniqin. Di rewşa heyî de jî nayên parastin.” 
 
Di berdewamê de Ulaş destnîşan kir ku tundiya li ser jinê polîtîke û wiha pê de çû: “A rast, sedemên ber bi cînayetê ve dibin jî polîtîkin. Divê mirov ji hêla pergalê ve li meseleyê binêre. Heke mebesta wan pêşîlêgirtina tundiya li ser jinan be, divê jidil nêzî têkoşîna li dijî tundiyê bibin û xebatên bi vê mebestê jî bi awayekî bipergal bên kirin.”
 
TUNDIYA DEWLETÊ
 
Bi domdarî Ulaş bal kişand ser serlêdanên ji bo komeleya wan hatine kirin û ev agahî parve kirin: “Ev serlêdan tenê ji bo tundiya fîzîkî nehatine kirin. Hinek kes hene ku di carekê de rastî gelek cureyên tundiyê hatine. Tevdîrên heyî gelemperî tenê ji bo parastina beden hatine girtin lê ev bi têrî nake. Divê em aliyê têkoşînê yê derûnî, hiqûqî, aborî û civakî jî xurt bikin. Em dibînin ku hem jinên li qadan û hem jî jinên tundî lê hatiye kirin, gelemperî ne tenê ji ber tundiya zilaman lê bi taybet jî ji ber tundiya dewletê serî li komeleya me didin.” 
 
Ulaş qala “Tundiya biunîforma” kir û da zanîn ku gelek jin dibin qurbanên tundiya polîtîkaya taybet a dewletê. Ulaş, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li deverên ku komeleya me xebatên xwe lê dimeşîne, kesên biunîforma di bin navê ‘evînê’ de têkiliyan bi jinan re pêş dixin. Ji van têkiliyan gelek jê bi tundî û kuştinan bi encam bûne û serlêdanên di vê derbarê de hatine kirin hene. Gelek ji van bûyeran jî di çapemeniyê de cih negirtin. Dîlek Kaya, di adara sala 2020’an de ji hêla berbazekî ve hate kuştin. Weke komeleyê em jî beşdarî danişîna wê bûn. Ne tenê ji ber nasnameya zayendê, ji ber kurdbûna xwe jî ev jin li rastî tundî û nêzikatiya nîjadperest a dewletê tên.” 
 
FERASETA MÊTINGERIYÊ
 
Parêzer Ulaş daxuyand ku gelek îxbar ji wan re tên ku rastî tundî û destdirêjiya kesên biunîforma hatine û wiha derbirî: “Bêguman tundiya dijîtal, derûnî, fîzîkî heta aborî li ser van jinan tê kirin. Her wiha tundiyên têkel jî hene. Ji ber ku feraseta mêtingeriyê heye. Jin, hem di hêla beden de û hem jî ji her aliyê xwe ve weke qada mêtingeriyê tên dîtin. Peyam, dosya û îfade hene. Em dixwînin û jinan guhdar dikin. Tiştên bi serê wan hatine yek bi yek ji me re vedibêjin. Mirov dibîne ku li gorî feraseta mêtingeriyê nêz dibin.” 
 
POLÎTÎKAYA NECEZAKIRINÊ
 
Ulaş da destnîşan kir ku dema faîl dibin karmendên cemaweriyê yan jî leşker û polîs, wê demê saziyên dewletê pir cuda nêzî bûyerê dibin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo gilîkirina polîsê li heman cihî xebitî, diçin qereqola li heman cihî. Dibe ku giliya hevalê xwe yê xebatê kiribe û dozger jî biryara dozvenekirinê dide. Delîl, dereng tên komkirin û baş nayên nirxandin. Heta em dibînin ku di gelek dozan de jin tên sûcdarkirin.” 
 
YÊN KU DEV JI KOLANAN BERNEDAYÎN
 
Di berdewamê de Ulaş got ku ne tenê jinên tundî lê hatiye kirin, her wiha jinên li dijî tundiyê têdikoşin jî rastî heman rewşan tên û ev tişt anî ziman: “Yek ji mînakên vê jî zextên li ser komeleya me ye. Desthilatdariya siyasî li dijî hemû derdorên muxalîf şer daye destpêkirin. Tu yan ji wan î, yan jî bi du lêpirsînên vala dibî terorîst. Jin jî niha yek ji derdorên muxalîf ên herî girîng in û bi tu awayî dev ji kolanan bernadin. Lewma jî rastî êrişeke taybet a dewletê tên.” 
 
TÊKOŞÎNA POLÎTÎK
 
Ulaş diyar kir ku tundiya dewletê, tundiyeke pipergalî û polîtîk e û wiha axivî: “Li dijî vê hewldanê jî divê têkoşîneke bi rêk û pêk û polîtîk bê kirin. Destpêka vê jî, hişmendî ye. Jinên ciwan xwe çiqas pêş bixin, çiqas di ferqa wê êrişa li ser bingeha nîjadperestiyê tê kirin de bin, derfetên xwexelaskirina ji wan êrişan jî ewqas zêdetir dibin. Em jî xebatên xwe di vê çarçoveyê de dimeşînin. A rast, tu ferq û cudahiyeke tundiya ji hêla kesên biunîformayî ve tê kirin ji hev nîne. Ji ber ku faîlê tevan jî mêr-dewlet e. Hemû jî berhema heman zîhniyetê ne.” 
 
JI BO 8’Ê ADARÊ BANG KIR
 
Ji bo 8’ê Adarê jî Ulaş got ku dê di vê rojê de têkoşîna xwe bi pratîka xwe nîşan bidin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Banga me ji bo hemû jinan ew e ku tev li çalakiyên me bibin. Di navbera hefteyek-deh rojan de hemû jinên cîhanê çalakiyên cur bi cur li dar dixin. Îsal jî em ê li Amedê li gel hemû jinên cîhanê, soz û çalakiyên xwe nîşanî her kesî bidin. Em jî dê pratîka xwe ya 8’ê Adarê li kolanan, li kargehan, li malan nîşan bidin.” 
 
MA / Eylem Akdag
 

Sernavên din

07/03/2022
09:14 Ji zilaman peyama 8'ê Adarê: Heta jin azad nebe wê pirsgirêk çareser nebin
09:00 ROJEVA 7'Ê ADARA 2022'YAN
06/03/2022
21:35 Qaymeqamiya Cizîrê "Mem û Zîn" qedexe kir
20:12 Erdogan Emîr li NÇM'a Stenbolê konser da
18:41 Dayika Ferha Ay ku 27 salan li benda kurê xwe ma jiyana xwe ji dest da
18:28 Di daxuyaniya 8'ê Adarê de 5 jin hatin binçavkirin
16:57 Li ser sînorê Kobanê ÎHA’yek ket xwarê
16:56 Jinan li Stenbolê 'Hevdîtina Mezin' li dar xist
16:25 Li dijî tundiya dewletê jin bi mitîngekê hatin gelhev
16:24 Keskîn: Ewropa şirîkê sûcên li Tirkiyê ye
16:09 Li Girtîgeha Şakranê mirina bi guman a Eke
15:58 Nobeda Edaletê ya li Wanê didome
15:46 Jin li qadan in: Em ê bi coşa 8’ê Adarê biherikin Newrozê
13:49 Sancar: Wê Xeta Sêyemîn rêya komara demokratîk vebike
13:11 Erdogan û Pûtîn hevdîtin kirin
13:09 Li Cizîra Botan govenda ‘Dem dema azadiyê’
12:57 Bi hezaran kes tevli kongreya HDP’ê bûn: Çareserî ne li NATO’yê ye çareserî li cem Ocalan e
12:26 Şerê Ûkrayna û Rusyayê: Zelenskî daxwaza balefirên şer kir
11:16 Malbata Şenyaşar banga salvegera yekemîn kir
09:28 Hevserokê SES'a Amedê: Biryara sistkirina bergiriyên pandemiyê siyasî ye
09:24 Qeraxê Gola Wanê bûye cihê rantxwarinê!
09:13 Kaya: Ji bo rakirina tecrîdê ji destê kê çi tê divê bike
09:13 Li Wanê di mehekê de 4 jin hatin qetilkirin: Em ê kiryaran teşhîr bikin
09:12 Li midûriyeta polîsan kes tune bû, caxên nezaretxaneyê şikand û çû mala xwe
09:10 Bêyî ku guh li gotinên wekî 'dê mêr bêjin çi' bikin bênavber dinivîsin
09:08 20 salin di 8'ê Adarê de stranên azadiyê distrê
09:05 ‘Bi qanûna înfazê ya nû re girtiyên nexweş tên kuştin'
09:01 ROJEVA 6'Ê ADARA 2022'YAN
05/03/2022
20:03 Rêvebiriya Xweser 8'ê Adarê kir roja betlaneya fermî
18:38 Ji ber ku Tûglûkê nikaribûye pirsa 'serokkomar kî ye?' bibersivîne, bi ser de kirine qîreqîr!
17:04 ‘Bi hiqûqa dijminatiyê nêzî girtiyan dibin’
16:41 Coşa 8’ê Adarê berdewam dike
16:29 Ji bo jinên girtî yên nexweş banga berdanê
16:14 ÎHD’a Îzmîrê li aqûbeta jinên jinên winda pirsî
16:12 Panela yekemîn a Konferansa Feylî û Êzdiyan bi dawî bû
16:12 TMMOB û KESK’ê serdana Nobeda Edaletê kir
15:59 ÎHD’ê bi boneya 8’ê Adarê bal kişand ser rewşa jinên girtî yên nexweş
15:05 Jinên hatine windakirin û qetilkirin bi bîr xistin
14:59 Pekoz: Wexta ku Ocalan diaxive dengê aştiyê bilind dibe
14:35 KESK'ê li Amedê xwest xala 35’emîn û sepanên OHAL’e werin rakirin
14:33 TUHAY-DER: Em ê têkoşîna xwe li ser rêça Garîbeyê bidomînin
14:18 Jinan li pêşiya girtîgehê bang kir: Tecrîdê bi dawî bikin, girtiyan berdin
13:41 'Hezar sal jî derbas bibin em ê têkoşîna edaletê bidomînin’
13:40 Di meha sibatê de 24 jin hatin qetilkirin
13:26 Wezaret ‘lêgerîna nava dev” înkar dike, girtîgeh jî dibêje ‘heye’
12:07 Malbata Şenyaşar banga 9’ê Adarê kir
11:37 Komîsyona Zarokan a Wanê xeta îxbarê çalak kir
11:17 Şaredarê AKP’î îhaleyên bi 3 milyon lîreyan dan pismamê xwe
10:38 Ji hucreyê bang kir: Em ê nehêlin berxwedana jinan di bin siya êrişan de bimîne
10:27 Şerê Rûsya û Ûkraynayê: Li şûna çekan bangên diyalogê zêde dibin
10:14 Zanista Jinan: Kovara Jineolojiyê rêya azadiyê nîşan dide
09:20 Li Efrînê di 2 mehên dawî de 120 kes hatine revandin
09:19 Qeymeqamtiya Sûrê li 'navenda cazîbeyê' kon vegirt!
09:17 Ozsoy: Dagirkirina Ûkraynayê NATO'yê bihêztir kir
09:13 ‘Berpirsiyariya sereke ya rojnamevanan dabînkirina aştiyê ye'
09:00 ROJEVA 5'Ê ADARA 2022'YAN
04/03/2022
21:35 Polîs çûn mala Semra Guzel
17:00 Jin li qadan in: Tecrîdê rakin û girtiyên nexweş berdin
16:11 Şandeya HDP’ê serdana YNK’ê kir
16:10 Li Silêmaniyê şahiya 8’ê Adarê
16:08 Duyemîn Mihrîcana Filmên Kurd a Stenbolê di 24'ê adarê de dest pê dike
15:25 ‘Heta edalet were, em ê ji vir neçin’
15:03 Ji bo kongreya HDP'ê ya Dîlokê bang kirin
15:02 Li Cizîrê 5 kes hatin berdan
14:33 Qeyûm ji bo ‘Daristana Bahçelî’ baxçeyê çayê hilweşand
14:24 Li Amedê 8 kes hatin binçavkirin
14:18 Li Pakistanê teqîn: Herî kêm 30 kesan jiyana xwe ji dest dan
14:11 Nehêlan Gergerlîoglu biçe derveyî welat
14:08 ‘Kurdistana xweser ji bo demokratîkkirina Tirkiyê pêdiviyek e’
14:03 HDP û HDK’ê bang li Ewropayê kir: Deriyên xwe li hemû penaberan vekin
13:40 Derheqê Guzel de lêpirsîn hat destpêkirin
13:32 Malbatên girtiyan serdana Partiya Saadetê kirin
13:29 Rapora meha sibatê ya DFG’ê: 16 sal ceza li 5 rojnamevanan hat birîn
13:06 Kişanak banga avakirina Tifaqa Jinan kir: Dê bibe tifaqa aştiya civakî
12:12 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:00 Polîsan di serdegirtina malê de pirsa Egît Îpek kirin!
11:45 Kemal Ozkîraz hat binçavkirin
11:12 Girtiyê ku ‘lêgerîna nava dev’ red kir 7 meh in nayê tedawîkirin
11:11 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin
11:11 Strana 'Xuçê' diyarî jinan kirin
10:44 Malbata Şenyaşar: Her kesê edaletê dixwaze bila di 9’ê adarê tev li nobeta me bibe
10:22 Muzakereya Rûsya û Ûkraynayê taloqî hevdîtina sêyemîn bû
10:08 Mitînga 8’ê Adarê ya Enqereyê dê li Anitparkê bê kirin
09:59 Erdemcî yê ji doza DÎAYDER’ê hat berdan: Dixwazin tola Stenbolê ji me hilînin
09:58 Rojeva esasî ya DBP’ê azadiya Ocalan e
09:19 Dayika Nûdem Durak bang li hunermendan kir: Xwedî li keça min derkevin
09:07 Aydogan: Azadiya Ocalan bi têkoşîneke girseyî pêkan e
09:07 Girtî Ozcan: Bi mirinê gefan li min dixwin
09:06 Jin dê li Qada Îstasyonê ji bo azadiyê biqîrin
09:05 ‘ATK ne li gor zanistê, li gor îqtidarê biryarê dide'
09:04 Jinên astengdar: Ne alîkarî, em doza jiyaneke wekhev dikin
09:03 Ozdînç: Qeyûm perçeyek konsepta şerê taybet in
09:03 Nivîskar Akdogan: Heps û zindan jî qada wêjeya kurdî ne
09:03 Li dijî 'tundiya biunîforma’ têkoşîna polîtîk
09:00 ROJEVA 4'Ê ADARA 2022'YAN
01:31 Wezîrê Çandinî û Daristanê Pakdemîrlî îstifa kir
03/03/2022
21:37 Li Cizîrê Malgazê 75 salî hat binçavkirin
16:24 'Ji bo azadiyê em her derî veguherînin qada berxwedanê’
16:21 Li cihê Gulistan Doku lê hatiye windakirin daxuyaniya 8’ê Adarê dan
16:02 Li Amedê fûara înşatê hat vekirin