Doza Kobanê: Veguherandina civakê berpirsyariya me ye

img

ENQERE - Aktîvîsta TJA’yê Ayla Akat Ata di parastina xwe de diyar kir ku li dijî pergalê, hewl didin alternatîfekî ava bikin û wiha got: “Veguherandina xwe û civakê, berpirsyariya me ye.” 

 
Bi hinceta çalakiyên 6-8’ê Cotmehê ku li dijî êrişa DAIŞ’ê ya li ser Kobanê hatibûn kirin, Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê û endamên Lijneya Rêveber a Navendî (MYK) jî di nav de, derheqê 108 kesan de doz hatibû vekirin. 10’emîn danişîna dozê ku 22 kes tê de girtî tên darizandin, di roja sêyemîn de li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam kir. 
 
Parlamentera HDP’ê ya berê û aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata parastina xwe berdewam kir. Ata, qala femînîzmê kir û da zanîn ku ji berê heta niha li ser 4 pêlên bingehîn teşe girtiye. Ata, diyar kir ku ev pêl jî nîşan didin ku femînîzm ji civakê qut nîne lê berevajî vê, parçeyeke civakê bi xwe ye.  
 
TENÊ ZILAM DIAXIVIN 
 
Ata, daxuyand ku divê di qada cemaweriyê de dengê jinan were bihîstin û wiha domand: “Li cîhana ku niha şerê sêyemîn lê diqewime, tenê zilam diaxivin. Di serdemekî ku dê tevahiya cîhanê jê bandor dibe de dengê jinan qet nayê bihîstin. Hiqûqa navneteweyî jî bi temamî mêr e. Peyman û lihevkirinên ji bo pêşîlêgirtina cihêkariya li jinan tê kirin, bi têrî nakin. Destkeftiyên jinên serbixwe û azad, ji bo netewe dewletan gefeke. Divê daraz li gorî hiqûqa navneteweyî tevbigere. 18 meh piştî anîna me ya li vê derê, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) du biryarên girîng dan. Lê belê tenê yek carê jî nehat bîra wan ku derheqê jinan de jî biryarekî bidin.”  
 
 ‘CENAZE NEDIHATIN DÎTIN’
 
Siyasetmedar Ata got ku piştî qedandina fakûlteya hiqûqê, dest bi têkoşîna mafên mirovan kiriye û ev tişt anî ziman: “Di salên 90’î de hatim binçavkirin. Di 97’an de zanîngeh qediye û di 98’an de jî min dest bi parêzeriyê kir. Di sala 1996’an de cotkarek hatibû binçavkirin û êdî tu agahî jê nehatibûn girtin. Hatibû îşkencekirin û li Cizîrê de di goreke komî hatibû veşartin. Me xwe gihand malbatê, li Midûriyeta Emniyetê ya Amedê teşhîs hate kirin lê cenaze li holê nebû. Cih, vekirî nehatibû destnîşankirin. Zeviya mirinê. Yek du gor hatin vekirin. Aliyekî hevpar ê hemû cenazeyan hebû ku ew jî tenê guleyek li serê tevekan hatibû xistin. Bi dosyayên di destê xwe de me xwe gihand 6 malbatên cuda. Lê cenaze nehatin dîtin. Cenazeyên hatine parçekirin û avêtin bîran. Heta salên 2000’î jî cenaze nedihatin dîtin.” 
 
ALTERNATÎFA PERGALÊ
 
Ata, da zanîn ku ji ber kampanyaya “Ez, xwedî li rêbertî û xaka xwe derdikevim” jî derheqê wê de doz hatiye vekirin û wiha got: “Ez, xwedî li aştiyê derdikevim. Heke aştî nebe, mirov nikare têkoşîna li dijî tundiya ser jinan jî bimeşîne. Di kampanyaya xwe de jî me ev bang li rêveberên Tirkiyeyê dikir. Jinên kurd, pêkhateyeke tevgera jinên Tirkiyeyê ne. Lê rastiyeke me ya cuda heye. Dema em li pey azadiya xwe diçin, her wiha didin pey şopa tiştên dem û cihên cuda qewimîn jî. Têkiliyên serdestan dişibin hev. Serdestiya zilaman, em weke pergalekî pênase dikin. Ji bo têkoşîna li dijî vê, ji ewil divê mirov vê rastiyê nas bike. Em, ji bo afirandina alternatîfeke li dijî pergalê têdikoşîn.” 
 
Bi domdarî jî Ata ev tişt anî ziman: “Weke jin û mêran, em bi hev re di nava vê pergalê de dijîn. Guherandin û veguherandina xwe û civakê, berpirsyariya me ye. Jinan, di salên 90’î de li ser bingeha vê rastiyê lêpirsiya. Jina kurd dît ku ji ber kurdbûna xwe rastî kedxwariyê tê, ji ber zayenda xwe jî bindest e. Ev serdema ku bi hişmendiya wekhevî û azadiyê teşegirtî, têkoşîn û lêgerîna bîrdoziyê ya tevgera jina kurd jî derxist holê.” 
 
Şandeya dadgehê, saetek navber da danişînê. 
 

Sernavên din

07/03/2022
09:00 ROJEVA 7'Ê ADARA 2022'YAN
06/03/2022
21:35 Qaymeqamiya Cizîrê "Mem û Zîn" qedexe kir
20:12 Erdogan Emîr li NÇM'a Stenbolê konser da
18:41 Dayika Ferha Ay ku 27 salan li benda kurê xwe ma jiyana xwe ji dest da
18:28 Di daxuyaniya 8'ê Adarê de 5 jin hatin binçavkirin
16:57 Li ser sînorê Kobanê ÎHA’yek ket xwarê
16:56 Jinan li Stenbolê 'Hevdîtina Mezin' li dar xist
16:25 Li dijî tundiya dewletê jin bi mitîngekê hatin gelhev
16:24 Keskîn: Ewropa şirîkê sûcên li Tirkiyê ye
16:09 Li Girtîgeha Şakranê mirina bi guman a Eke
15:58 Nobeda Edaletê ya li Wanê didome
15:46 Jin li qadan in: Em ê bi coşa 8’ê Adarê biherikin Newrozê
13:49 Sancar: Wê Xeta Sêyemîn rêya komara demokratîk vebike
13:11 Erdogan û Pûtîn hevdîtin kirin
13:09 Li Cizîra Botan govenda ‘Dem dema azadiyê’
12:57 Bi hezaran kes tevli kongreya HDP’ê bûn: Çareserî ne li NATO’yê ye çareserî li cem Ocalan e
12:26 Şerê Ûkrayna û Rusyayê: Zelenskî daxwaza balefirên şer kir
11:16 Malbata Şenyaşar banga salvegera yekemîn kir
09:28 Hevserokê SES'a Amedê: Biryara sistkirina bergiriyên pandemiyê siyasî ye
09:24 Qeraxê Gola Wanê bûye cihê rantxwarinê!
09:13 Kaya: Ji bo rakirina tecrîdê ji destê kê çi tê divê bike
09:13 Li Wanê di mehekê de 4 jin hatin qetilkirin: Em ê kiryaran teşhîr bikin
09:12 Li midûriyeta polîsan kes tune bû, caxên nezaretxaneyê şikand û çû mala xwe
09:10 Bêyî ku guh li gotinên wekî 'dê mêr bêjin çi' bikin bênavber dinivîsin
09:08 20 salin di 8'ê Adarê de stranên azadiyê distrê
09:05 ‘Bi qanûna înfazê ya nû re girtiyên nexweş tên kuştin'
09:01 ROJEVA 6'Ê ADARA 2022'YAN
05/03/2022
20:03 Rêvebiriya Xweser 8'ê Adarê kir roja betlaneya fermî
18:38 Ji ber ku Tûglûkê nikaribûye pirsa 'serokkomar kî ye?' bibersivîne, bi ser de kirine qîreqîr!
17:04 ‘Bi hiqûqa dijminatiyê nêzî girtiyan dibin’
16:41 Coşa 8’ê Adarê berdewam dike
16:29 Ji bo jinên girtî yên nexweş banga berdanê
16:14 ÎHD’a Îzmîrê li aqûbeta jinên jinên winda pirsî
16:12 Panela yekemîn a Konferansa Feylî û Êzdiyan bi dawî bû
16:12 TMMOB û KESK’ê serdana Nobeda Edaletê kir
15:59 ÎHD’ê bi boneya 8’ê Adarê bal kişand ser rewşa jinên girtî yên nexweş
15:05 Jinên hatine windakirin û qetilkirin bi bîr xistin
14:59 Pekoz: Wexta ku Ocalan diaxive dengê aştiyê bilind dibe
14:35 KESK'ê li Amedê xwest xala 35’emîn û sepanên OHAL’e werin rakirin
14:33 TUHAY-DER: Em ê têkoşîna xwe li ser rêça Garîbeyê bidomînin
14:18 Jinan li pêşiya girtîgehê bang kir: Tecrîdê bi dawî bikin, girtiyan berdin
13:41 'Hezar sal jî derbas bibin em ê têkoşîna edaletê bidomînin’
13:40 Di meha sibatê de 24 jin hatin qetilkirin
13:26 Wezaret ‘lêgerîna nava dev” înkar dike, girtîgeh jî dibêje ‘heye’
12:07 Malbata Şenyaşar banga 9’ê Adarê kir
11:37 Komîsyona Zarokan a Wanê xeta îxbarê çalak kir
11:17 Şaredarê AKP’î îhaleyên bi 3 milyon lîreyan dan pismamê xwe
10:38 Ji hucreyê bang kir: Em ê nehêlin berxwedana jinan di bin siya êrişan de bimîne
10:27 Şerê Rûsya û Ûkraynayê: Li şûna çekan bangên diyalogê zêde dibin
10:14 Zanista Jinan: Kovara Jineolojiyê rêya azadiyê nîşan dide
09:20 Li Efrînê di 2 mehên dawî de 120 kes hatine revandin
09:19 Qeymeqamtiya Sûrê li 'navenda cazîbeyê' kon vegirt!
09:17 Ozsoy: Dagirkirina Ûkraynayê NATO'yê bihêztir kir
09:13 ‘Berpirsiyariya sereke ya rojnamevanan dabînkirina aştiyê ye'
09:00 ROJEVA 5'Ê ADARA 2022'YAN
04/03/2022
21:35 Polîs çûn mala Semra Guzel
17:00 Jin li qadan in: Tecrîdê rakin û girtiyên nexweş berdin
16:11 Şandeya HDP’ê serdana YNK’ê kir
16:10 Li Silêmaniyê şahiya 8’ê Adarê
16:08 Duyemîn Mihrîcana Filmên Kurd a Stenbolê di 24'ê adarê de dest pê dike
15:25 ‘Heta edalet were, em ê ji vir neçin’
15:03 Ji bo kongreya HDP'ê ya Dîlokê bang kirin
15:02 Li Cizîrê 5 kes hatin berdan
14:33 Qeyûm ji bo ‘Daristana Bahçelî’ baxçeyê çayê hilweşand
14:24 Li Amedê 8 kes hatin binçavkirin
14:18 Li Pakistanê teqîn: Herî kêm 30 kesan jiyana xwe ji dest dan
14:11 Nehêlan Gergerlîoglu biçe derveyî welat
14:08 ‘Kurdistana xweser ji bo demokratîkkirina Tirkiyê pêdiviyek e’
14:03 HDP û HDK’ê bang li Ewropayê kir: Deriyên xwe li hemû penaberan vekin
13:40 Derheqê Guzel de lêpirsîn hat destpêkirin
13:32 Malbatên girtiyan serdana Partiya Saadetê kirin
13:29 Rapora meha sibatê ya DFG’ê: 16 sal ceza li 5 rojnamevanan hat birîn
13:06 Kişanak banga avakirina Tifaqa Jinan kir: Dê bibe tifaqa aştiya civakî
12:12 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:00 Polîsan di serdegirtina malê de pirsa Egît Îpek kirin!
11:45 Kemal Ozkîraz hat binçavkirin
11:12 Girtiyê ku ‘lêgerîna nava dev’ red kir 7 meh in nayê tedawîkirin
11:11 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin
11:11 Strana 'Xuçê' diyarî jinan kirin
10:44 Malbata Şenyaşar: Her kesê edaletê dixwaze bila di 9’ê adarê tev li nobeta me bibe
10:22 Muzakereya Rûsya û Ûkraynayê taloqî hevdîtina sêyemîn bû
10:08 Mitînga 8’ê Adarê ya Enqereyê dê li Anitparkê bê kirin
09:59 Erdemcî yê ji doza DÎAYDER’ê hat berdan: Dixwazin tola Stenbolê ji me hilînin
09:58 Rojeva esasî ya DBP’ê azadiya Ocalan e
09:19 Dayika Nûdem Durak bang li hunermendan kir: Xwedî li keça min derkevin
09:07 Aydogan: Azadiya Ocalan bi têkoşîneke girseyî pêkan e
09:07 Girtî Ozcan: Bi mirinê gefan li min dixwin
09:06 Jin dê li Qada Îstasyonê ji bo azadiyê biqîrin
09:05 ‘ATK ne li gor zanistê, li gor îqtidarê biryarê dide'
09:04 Jinên astengdar: Ne alîkarî, em doza jiyaneke wekhev dikin
09:03 Ozdînç: Qeyûm perçeyek konsepta şerê taybet in
09:03 Nivîskar Akdogan: Heps û zindan jî qada wêjeya kurdî ne
09:03 Li dijî 'tundiya biunîforma’ têkoşîna polîtîk
09:00 ROJEVA 4'Ê ADARA 2022'YAN
01:31 Wezîrê Çandinî û Daristanê Pakdemîrlî îstifa kir
03/03/2022
21:37 Li Cizîrê Malgazê 75 salî hat binçavkirin
16:24 'Ji bo azadiyê em her derî veguherînin qada berxwedanê’
16:21 Li cihê Gulistan Doku lê hatiye windakirin daxuyaniya 8’ê Adarê dan
16:02 Li Amedê fûara înşatê hat vekirin
15:58 Li pêşiya Girtîgeha Kurkçulerê bang kirin: Dawî li sepana ‘lêgerîna nava dev’ bînin