Qaymeqam pere û parlamenterê AKP'ê jî kar teklîfî malbata Dayan kir

img

ŞIRNEX - Malbata ciwanê bi navê Abdulgaffar Dayan ku li navçeya Cizîrê polisan maşîneya zirxî lê xistibûn û ew kuştibûn, teklîfa pere û kar a qaymeqam û parlamenterê AKP'ê red kir. 

 
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, di 24'ê çileyê de polisên parastvanên qaymeqam û qeyûmê Cizîrê maşîneya zirxî li ciwanê bi navê Abdulgaffar Dayan (23) xistibûn û ew kuştibûn. Rexmî ku malbata Dayan giliya polisê ajokarê maşîneya zirxî û qaymeqamê Cizîrê kiriye jî heta niha lêpirsîneke bibandor nehatiye kirin. Derbarê polisê kujer de kirariya binçavkirinê jî nehat kirin. Li gorî gotinên şahidan, polisê kujer Dayan bi qasî 28 metreyan bi maşîneyê zirxî bi erdê ve kaş kiriye. 
 
Di ser bûyerê re mehek zêdetir derbas bû. Heta niha derbarê berpirsyaran de pêvajoya hiqûqî nehatiye dertpêkirin. Derket holê ku di 1'ê adarê de Parlamenterê AKP'ê yê Şirnexê Rizgan Bîrlîk bi heyetekê çûye serdana malbata Dayan û ji bo ku bike kar ji malbatê xwestiyek ku nasnameya ferdekî xwe bidinê. Hat diyarkirin ku li ser vê malbatê Bîrlîk û heyeta pê re ji malê qewirandiye. 
 
'HEWL TÊ DAYÎN SER DOSYAYÊ BÊ GIRTIN'
 
Dayika Dayan Meryem Dayan (47), derbarê tiştên ku hatine serê wan de axivî û agahiyên balkêş parve kirin. Ji ber ku pêvajoya hiqûqê derbarê berpirsyaran de nehatiye destpêkirin di destpêka axaftina xwe de Dayan, bertek nîşanî vê rewşê da û diyar kir ku hêdî hêdî hewl tê dayîn ser dosya kurê wê bê girtin û wiha got: "Ew çi dikin bila bikin em ê dev ji vê dozê bernedin."
 
JI QAYMEQAM TEKLÎFA KAR
 
Dayan, da zanîn ku çend roj piştî mirina kurê wê ji Weqfa Piştevanî û Alîkariya Civakî ya Cizîrê 3 kes hatine mala wê û ev agahî dan: "Gotin ku qaymeqam wan şandiye. Qayme qam ji wan re gotiye, 'Herên binêrin ka mexsada dayika Abdulgaffar çî ye?'. Min ji wan re got, 'roket li wê wesayît bikeve tiştek pê nabe. lê wesayîteke wiha li kurê min da û wî parçe kir. Ajokarê wê wesayîtê saetek bi tenê jî nehat girtin. Ez tenê mafê xwe dixwazim. Ji qayemqam dozdar im. Qaymeqam tapoyê vê navçeyê jî li ser navê min çêbike ez heq, hiqûq û edaletê dixwazim'. Her tiştên ku min got nîşe girtin. Kesek ji wan jî pirsa ku, 'Em zarokek te dis er ÎŞKÛR'ê de bigirin kar?' kir. Min jê re got, tiştên tu dibêjî min diqeherîne."
 
'QAYMEQAM MIHTAC E'
 
Di berdewamê de Dayan, destnîşan kir ku beriya çend rojan jî re telefonek hatiye û kesê lê geriyaye jê re gotiye ku ji bo alîkariyê daxwaznameyek dane qaymeqamiyê û daxwaznameya wan qebûl bûye û ev tişt gotin: "Min ji wan re got ku tu daxwaznameyeke min a alîkariyê tuneye. Li ser vê ji min xwestin ku ez biçim Weqfa Piştevanî û Alîkariya Civakî ya Cizîrê.  Ez çûm weqfê û ji min re gotin, 'Qaymeqam ji bo alîkariyê 3 kesan şandibû mala te û li ser vê alîkarî hatiye'. Dema ku min alîkariyê pirsî, gotin ku 2 hezar TL'ye. Dema ku min ev bihîst teqat di piyên min de neman. Ew gotin ji kuştina kurê min girantir hat. Piştî ku min xwe da ser hev ji peywirdar got, 'Ji qaymeqam re bibêjin ku 2 hezar TL ji wî re lazim e. Ew birçî ye û mihtacê vê ye. Ez li pere nagerim, tenê heq û hiqûqê digerim' û ji wir derketim. Piştre min bihîst ku qaymeqam gotiye, 'Me alîkarî daye malbata Abdulgaffar û zarokekî wan jî em ê bigirin kar'. Wê demê min pirsa ku 'Nirxê kurê min ê bi awayekî hovane hat kuştin qê karkerekî bipeyman e' kir."
 
RIZÎN BÎRLÎK JI MALÊ QEWIRANDIYE
 
Piştre Dayan, got ku Parlamanterê AKP'ê yê Şirnexê Rîzgîn Bîrlîk ku qet li wan negeriyaye û pirs nekiriye, hatiye serdana wan û ev tişt anîn ziman: "Rîzgîn Bîrlîk di 1'ê adarê de hat mala min. Berî ku min li me geriyabûn. Rexmî ku me gotibû, em nexwazin werin jî hatin. Bîrlîk û çend kes pê re hatin. Dema ku min pirsa, 'hatine çi?' ji wan kir, gotin ku ji bo sersaxiyê hatine. Me jî pirs kir ku çima heta îro nehatî, nepirsî û negeriyayî. Kesekî pê re got, 'nasnameya zarokekî xwe bîne em ê wî bigirin kar'. Min jê re got ku em ne mihtacê wê ne û jê xwest ku li ser navê me ji xwe re pay çêneke. Min got ku ez tenê heqê xwe dixwazim. Piştre me ji wan xwest ku ji mala me biçin."
 
MA / Omer Akin
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

07/03/2022
09:14 Ji zilaman peyama 8'ê Adarê: Heta jin azad nebe wê pirsgirêk çareser nebin
09:00 ROJEVA 7'Ê ADARA 2022'YAN
06/03/2022
21:35 Qaymeqamiya Cizîrê "Mem û Zîn" qedexe kir
20:12 Erdogan Emîr li NÇM'a Stenbolê konser da
18:41 Dayika Ferha Ay ku 27 salan li benda kurê xwe ma jiyana xwe ji dest da
18:28 Di daxuyaniya 8'ê Adarê de 5 jin hatin binçavkirin
16:57 Li ser sînorê Kobanê ÎHA’yek ket xwarê
16:56 Jinan li Stenbolê 'Hevdîtina Mezin' li dar xist
16:25 Li dijî tundiya dewletê jin bi mitîngekê hatin gelhev
16:24 Keskîn: Ewropa şirîkê sûcên li Tirkiyê ye
16:09 Li Girtîgeha Şakranê mirina bi guman a Eke
15:58 Nobeda Edaletê ya li Wanê didome
15:46 Jin li qadan in: Em ê bi coşa 8’ê Adarê biherikin Newrozê
13:49 Sancar: Wê Xeta Sêyemîn rêya komara demokratîk vebike
13:11 Erdogan û Pûtîn hevdîtin kirin
13:09 Li Cizîra Botan govenda ‘Dem dema azadiyê’
12:57 Bi hezaran kes tevli kongreya HDP’ê bûn: Çareserî ne li NATO’yê ye çareserî li cem Ocalan e
12:26 Şerê Ûkrayna û Rusyayê: Zelenskî daxwaza balefirên şer kir
11:16 Malbata Şenyaşar banga salvegera yekemîn kir
09:28 Hevserokê SES'a Amedê: Biryara sistkirina bergiriyên pandemiyê siyasî ye
09:24 Qeraxê Gola Wanê bûye cihê rantxwarinê!
09:13 Kaya: Ji bo rakirina tecrîdê ji destê kê çi tê divê bike
09:13 Li Wanê di mehekê de 4 jin hatin qetilkirin: Em ê kiryaran teşhîr bikin
09:12 Li midûriyeta polîsan kes tune bû, caxên nezaretxaneyê şikand û çû mala xwe
09:10 Bêyî ku guh li gotinên wekî 'dê mêr bêjin çi' bikin bênavber dinivîsin
09:08 20 salin di 8'ê Adarê de stranên azadiyê distrê
09:05 ‘Bi qanûna înfazê ya nû re girtiyên nexweş tên kuştin'
09:01 ROJEVA 6'Ê ADARA 2022'YAN
05/03/2022
20:03 Rêvebiriya Xweser 8'ê Adarê kir roja betlaneya fermî
18:38 Ji ber ku Tûglûkê nikaribûye pirsa 'serokkomar kî ye?' bibersivîne, bi ser de kirine qîreqîr!
17:04 ‘Bi hiqûqa dijminatiyê nêzî girtiyan dibin’
16:41 Coşa 8’ê Adarê berdewam dike
16:29 Ji bo jinên girtî yên nexweş banga berdanê
16:14 ÎHD’a Îzmîrê li aqûbeta jinên jinên winda pirsî
16:12 Panela yekemîn a Konferansa Feylî û Êzdiyan bi dawî bû
16:12 TMMOB û KESK’ê serdana Nobeda Edaletê kir
15:59 ÎHD’ê bi boneya 8’ê Adarê bal kişand ser rewşa jinên girtî yên nexweş
15:05 Jinên hatine windakirin û qetilkirin bi bîr xistin
14:59 Pekoz: Wexta ku Ocalan diaxive dengê aştiyê bilind dibe
14:35 KESK'ê li Amedê xwest xala 35’emîn û sepanên OHAL’e werin rakirin
14:33 TUHAY-DER: Em ê têkoşîna xwe li ser rêça Garîbeyê bidomînin
14:18 Jinan li pêşiya girtîgehê bang kir: Tecrîdê bi dawî bikin, girtiyan berdin
13:41 'Hezar sal jî derbas bibin em ê têkoşîna edaletê bidomînin’
13:40 Di meha sibatê de 24 jin hatin qetilkirin
13:26 Wezaret ‘lêgerîna nava dev” înkar dike, girtîgeh jî dibêje ‘heye’
12:07 Malbata Şenyaşar banga 9’ê Adarê kir
11:37 Komîsyona Zarokan a Wanê xeta îxbarê çalak kir
11:17 Şaredarê AKP’î îhaleyên bi 3 milyon lîreyan dan pismamê xwe
10:38 Ji hucreyê bang kir: Em ê nehêlin berxwedana jinan di bin siya êrişan de bimîne
10:27 Şerê Rûsya û Ûkraynayê: Li şûna çekan bangên diyalogê zêde dibin
10:14 Zanista Jinan: Kovara Jineolojiyê rêya azadiyê nîşan dide
09:20 Li Efrînê di 2 mehên dawî de 120 kes hatine revandin
09:19 Qeymeqamtiya Sûrê li 'navenda cazîbeyê' kon vegirt!
09:17 Ozsoy: Dagirkirina Ûkraynayê NATO'yê bihêztir kir
09:13 ‘Berpirsiyariya sereke ya rojnamevanan dabînkirina aştiyê ye'
09:00 ROJEVA 5'Ê ADARA 2022'YAN
04/03/2022
21:35 Polîs çûn mala Semra Guzel
17:00 Jin li qadan in: Tecrîdê rakin û girtiyên nexweş berdin
16:11 Şandeya HDP’ê serdana YNK’ê kir
16:10 Li Silêmaniyê şahiya 8’ê Adarê
16:08 Duyemîn Mihrîcana Filmên Kurd a Stenbolê di 24'ê adarê de dest pê dike
15:25 ‘Heta edalet were, em ê ji vir neçin’
15:03 Ji bo kongreya HDP'ê ya Dîlokê bang kirin
15:02 Li Cizîrê 5 kes hatin berdan
14:33 Qeyûm ji bo ‘Daristana Bahçelî’ baxçeyê çayê hilweşand
14:24 Li Amedê 8 kes hatin binçavkirin
14:18 Li Pakistanê teqîn: Herî kêm 30 kesan jiyana xwe ji dest dan
14:11 Nehêlan Gergerlîoglu biçe derveyî welat
14:08 ‘Kurdistana xweser ji bo demokratîkkirina Tirkiyê pêdiviyek e’
14:03 HDP û HDK’ê bang li Ewropayê kir: Deriyên xwe li hemû penaberan vekin
13:40 Derheqê Guzel de lêpirsîn hat destpêkirin
13:32 Malbatên girtiyan serdana Partiya Saadetê kirin
13:29 Rapora meha sibatê ya DFG’ê: 16 sal ceza li 5 rojnamevanan hat birîn
13:06 Kişanak banga avakirina Tifaqa Jinan kir: Dê bibe tifaqa aştiya civakî
12:12 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:00 Polîsan di serdegirtina malê de pirsa Egît Îpek kirin!
11:45 Kemal Ozkîraz hat binçavkirin
11:12 Girtiyê ku ‘lêgerîna nava dev’ red kir 7 meh in nayê tedawîkirin
11:11 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin
11:11 Strana 'Xuçê' diyarî jinan kirin
10:44 Malbata Şenyaşar: Her kesê edaletê dixwaze bila di 9’ê adarê tev li nobeta me bibe
10:22 Muzakereya Rûsya û Ûkraynayê taloqî hevdîtina sêyemîn bû
10:08 Mitînga 8’ê Adarê ya Enqereyê dê li Anitparkê bê kirin
09:59 Erdemcî yê ji doza DÎAYDER’ê hat berdan: Dixwazin tola Stenbolê ji me hilînin
09:58 Rojeva esasî ya DBP’ê azadiya Ocalan e
09:19 Dayika Nûdem Durak bang li hunermendan kir: Xwedî li keça min derkevin
09:07 Aydogan: Azadiya Ocalan bi têkoşîneke girseyî pêkan e
09:07 Girtî Ozcan: Bi mirinê gefan li min dixwin
09:06 Jin dê li Qada Îstasyonê ji bo azadiyê biqîrin
09:05 ‘ATK ne li gor zanistê, li gor îqtidarê biryarê dide'
09:04 Jinên astengdar: Ne alîkarî, em doza jiyaneke wekhev dikin
09:03 Ozdînç: Qeyûm perçeyek konsepta şerê taybet in
09:03 Nivîskar Akdogan: Heps û zindan jî qada wêjeya kurdî ne
09:03 Li dijî 'tundiya biunîforma’ têkoşîna polîtîk
09:00 ROJEVA 4'Ê ADARA 2022'YAN
01:31 Wezîrê Çandinî û Daristanê Pakdemîrlî îstifa kir
03/03/2022
21:37 Li Cizîrê Malgazê 75 salî hat binçavkirin
16:24 'Ji bo azadiyê em her derî veguherînin qada berxwedanê’
16:21 Li cihê Gulistan Doku lê hatiye windakirin daxuyaniya 8’ê Adarê dan
16:02 Li Amedê fûara înşatê hat vekirin