Hevserokên Giştî yên DBP'ê: Di Pirsgirêka Kurd de çareseriya tekane Ocalan e

img
ENQERE - Hevserokên Giştî yên DBP'ê Saliha Aydenîz û Keskîn Bayindir, diyar kirin ku wê tu hêz nikaribe gelê kurd ku ber bi azadiyê ve diçe rawestîne û ev tişt gotin: "Ji bo çareserkirina Pirsgirêka Kurd û şertên muzakereya demokratîk rê û çareseriyeke bi tenê heye. Rê Destûra Bingehîn a Demorkatîk; çareserî, birêz Ocalan e."
 
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), 6'emîn Kongreya xwe ya Asayî li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmet bi şîara "Bi Civaka Rêxistinbûyî Ber bi Jiyana Azad ve!" pêk tîne. Hevserok, serokên giştî û nûnerên KCD, HDK, TJA, HDP, SODAP, SYKP, TÎP, partiyên di Tifaqa Kurdistanê de cih digirin, parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê û rêxistinên sivîl tevlî kongreyê bûn. Piştî avakirina dîvanê peyamên siyasetmedarên girtî hatin xwendin û mêvanên kongreyê axaftin kirin. 
 
Piştî xwendina peyamên siyastemedarên girtî û axaftina mêvanên kongreyê Hevserokên Giştî yên DBP'ê Saliha Aydenîz û Keskîn Bayindir bi hev re derketin ser platforma axaftinê û xîtabî beşdarên kongreyê kirin. Her du hevserokan beriya axaftina xwe hemû beşdaran silav kirin û xêrhatine wan kirin. Keskîn Bayindir bi kurdî û Salîha Aydenîz jî bi tirkî xîtabî beşdarên kongreyê kir. 
 
DIL Û HEVIYÊ DIGIHÎNE HEV
 
Destpêkê Bayindir, axivî û ev tişt gotin:
 
"Ji Ameda ku navê lehengan li ser dile xwe kolaye heta Dêrsima ku çok nedana wê hê jî bûye dert. Ji Botana ku bi xweydana eniya egîdan diilê xwe şûştiye heta Serheda ku çiyayên bilind ji xwe re kiriye star û geliyên xwe diparêze.
 
Ji Cizîra berxwedêr a ku me kiriye şirîkê evîna Mem û Zînê heta Rihaya qedîm a dayika Amara. Jinên leheng, ciwanên têkoşer û gelên me li vir in. Hun bixêr hatine, ser seran, ser çavan re hatine. Em dizanin ku wê dengê me bigihîjê Rojavaya ku asîmanê azadiyê bi xwîna xwe kil kiriye, Rojhilata ku bûye şevçira me, Başûra ku çiyayên wê bûye hêlina azadiyê, Êzidiyan ku 73 cara bûn axîna me lê dest ji axa Şingalê bernedene. 
Û helbet wê dengê me bigîhîje girava Îmraliyê ku dil, rih û hêviyên me tîne ba hev.
 
TÊKOŞÎNA KURDAN
 
Herwiha ji bajêrên cüda yên Tirkiyê gelên  ku bûn rêhevalê êş, xem û têkoşina me jî li vir in. Hun bixêr hatine.
 
Gelê me yê hêja  Ew gelê ku bi salan e li ser vê axa qedîm têkoşîna azadiyê û rûmetê dimeşîne; ez careke din we hemûyan bi rêzdarî û hezkirin silav dikim! Nûnertiya Partiya Herêmên Demokratîk, ji bo me rûmeteke mezin e. Partiya me li ser koka xwe ya sedsalî ya ku bi têkoşîneke bênavber û ligel ked û bedelên giran heta îro hat û ev meş, heta roja felat û azadiyê wê bidome. Rêhavaltiya vê rêya pîroz em careke din dibêjin ji bo me rûmeteke bêhempa ye. 
 
Gelê me yê rêzdar, Kurd li ku dera cîhanê bin jî bi salan e ji bo mafên xwe yên bingehîn bi bedelên giran têkoşîneke mezin dan. Her çiqas hêz û rêveberiyên desthilatan guherîbin jî, taybetmendiya wan a sereke neguheriye û ev taybetmendî jî neyartiya wan a li Kurdan e. Van hêzan ne tenê ziman û çanda kurdan înkar kirin, ax, av û jiyana wan jî desteser kirin û xwestin hebûna kurdan ji holê rakin. Xetereya tunekirina hebûna gelê Kurd ji holê ranebûye. Sedema bingehîn a vê xetereyê, parçebûna têkoşîna Kurdan e. Weke Partiya Herêmên Demokratîk em têkoşîna hevpar a netewî ya her çar parçeyên Kurdistanê diparêzin û diyar dikin ku em amade ne ku di vî warî de berpirsyariya xwe bi cih bînin û çi peywir bikeve ser milê me jî em ê hilgirin!
 
KONGREYA NETEWEYÎ
 
Gelê me yê rêzdar,
 
Heta gelê Kurd di nav xwe de yekîtiya netewî ava neke ev metirsî û pirsgirêkên li her derên Kurdistanê li dar in nayên çareserkirin. Ew yekîtiya ku em wek DBP’ê dixwazin ava bikin li ser xeta neteweya demokratîk e. 
 
Pêngava yekemîn a neteweya demokratîk, lidarxistina kongreya netewî ya çar parçeyên Kurdistanê ye. Êdî nabe ku kongreya netewî were paşxistin. Weke Partiya Herêmên Demokratîk em ji hemû aliyên siyasî û nûnerên Kurdistanê re radigihînin ku em amade ne hemû berpirsyariya xwe ji bo lidarxistina Kongreya Netewî ya Kurdistanê bigirin ser milê xwe.
 
Gelê me yê rêzdar, polîtîkayên şer, înkar û îmhayê yên ku îro Kurdistan rubirû ye, çavkaniya xwe ji netew-dewlet û dagirkeriya înkarê ya yekperest digire. Di dîrokê de hemû çavkaniyên Kurdistanê hatine dagirkirin û desteserkirin, bi înkar, pişaftin û mêtingeriyê dijminên gelê Kurd xwestine ku Kurd bên tunekirin. Kurdistan îro bi şêwazên nû yên kolonyalîzmê re rûbirû ye. Wêrankirina Heskîfa 12 hezar salî, hilweşandina bîr û çanda Sûrê, avakirina bendav û qeleqolên li seranserê erdnîgariya me, şerê taybet li dijî ciwan û jinan, rûxandina sîstematîk ya li ser goristan û miriyên me jî encamên polîtîkayên dagirkeriyê ne. Ji ber vê sedemê têkoşîna li dijî kolonyalîzmê û hêzên xiyanetê bingeha xeta me ye. Em her nêzîkatiyên ku dixwazin Kurdistanê di bindestiyê de bihêlin jî qebûl nakin. 
 
STATUYA GELÊ KURD
 
Rêhevalên hêja, pirsgirêka Kurdan a herî mezin pirsgirêka statuya gelê Kurd e. Bi sedan sal e hem hêzên statukoparêz ên herêmê û hem jî hêzên hegemonîk ên cîhanê ligel hev Kurdistan parçe kirine û bê statu hiştine. Ji Bakur heta Rojhilat, ji Başûr heta Rojava Kurdan berxwedanên mezin nîşan dan. Daxwaza herî bingehîn a Kurdan ew e ku li ser erdnîgariya xwe bi ziman, çand, vîn û şêwaza rêveberiya xwe jiyaneke bi rûmet ava bike. Ev daxwazên Kurdan ancax bi makezagoneke wekhev û demokratîk pêk were. Em careke din tînin ziman ku pirsgirêka Kurd bêyî diyarkirina statatuya gelê kurd nayê çareserkirin. Ji xeynî Makezagoneke Demokratîk ku statuya Kurdan nas bike tu garantiya çareseriyê nîne.
 
Gelê me yê hêja, Gelên cîhanê îro bi gelek felaket û qeyranên giran re rûbirû ne. Ji xizaniya giran bigirin heta krîza di warê tenduristiyê de, ji wêrankirina ekolojîk heta krîza penaberiyê, ji zordestiya rejîmên totalîter ên yekperest heta krîza zayendî, felaket li tevahiya cîhanê belav bûye. Sedema van encamên giran û van qeyranên piralî modernîteya kapîtalîst û pergala netew-dewletê ye. Em wek Partiya Herêmên Demokratîk, li dijî yekperestiya netew-dewletê Konfederalîzma Demokratîk diparêzin. Di nav hemû pargalan de tenê Konfederalîzma Demokratîk dikare hemû herêman li gel hemû cûdahî û taybetmendiyên xwe tevlî rêveberiyan bike û potansiyela xwe ji bo neteweya demokratîk derbixin holê.  Konfederalîzm ji bo jiyana bi hev re, ne tenê li Kurdistanê, li Rojhilata Navîn û heta Amerîkaya Latîn ya ku bi salan e şer lê dewam dike û heta Afrîka û Ewropayê, dikare bibe modeleke alternatîf.
 
ZIMANÊ KURDÎ
 
Rêhevalên hêja, Em wek Partiya Herêmên Demokratîk baş dizanin ku li vê ardnîgariyê encax modela Rêveberiya Xweseriya Demokratîk erêkirina gelan esas bigire û tevlîbûneke demokratîk ava bike. Weke DBP’ê ji bo çareseriya siyasî ya bingehîn em Xweseriya Demokratîk diparêzin!
 
Gelê me yê hêja, Hikûmeta AKP'ê salên dawiyê bi polîtîkayên qeyûman dest danîn ser îradeya gelê Kurd. Faşîzma AKP-MHP’ê bi desteserkirin û girtina wekîl û hevşaredarên Kurd Makezagona xwe û Peymana Xweseriya Herêmî ya Ewropayê binpê kirin û dixwazin statuya gelê Kurd bixin rewşa sedsala 20’an.  
 
Zimanê kurdî ku yek ji zimanên herî qedîm ê Rojhilata Navîn e, ji sedsalekê zêdetir e piranî di raya giştî de hatiye qedexekirin. Temsîla dawî ya vê polîtîkaya zihniyeta înkar û qedexekirinê îro hikûmeta AKP'ê ye. Rêvebiriya AKP/MHP’ê li aliyekî zimanê kurdî di kanala fermî ya dewletê de wekî amureke propagandaya dijminatiya kurdan dişûxilîne, li aliyê din jî dersên bijarte wek xêr û xelat nîşan dide. Perwerdeya bi zimanê zikmakî daxwaza herî mezin a kurdan e. Weke DBP’ê em bi awayekî bêşert mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî û azadiya ziman di hemû qadên jiyanê de diparêzin. Ji bo destxistina mafê azadiya ziman em ê têkoşîneke ji her demê mezintir bidin!
 
RÊYA SÊYEMÎN
 
Hevalên hêja, Niha jî em dibînin ku ji gelên Tirkiye û Kurdistanê re du xetên yekperest û neteweperest tên ferzkirin. Her du xetên desthilatdar jî li ser kedxwariyê û neyartiya gelê kurd ava bûne. Gelên me ne mecbûr in ku ji van xetan yekê hilbijêrin, ji ber ku her du jî yek in. DBP li hemberî van her du rejîman hêza parastin û avakirina Rêya Sêyemîn e. Rêya Sêyemîn ne tifaqa hilbijartinê ye. Xeta stratejîk û dûrdirêj e, ne taktîkî ye! Rêya Sêyemîn nêrîneke jiyanê ye ku xwe dispêre 'Paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jinê'. Ne tenê xewn û xeyaleke polîtîk e, di eynî wextê de daxwaz û îradeya avakirina jiyaneke nû ya civakî, aborî, ekolojîk û zayendî ye.
Kurd û hêzên demokratîk di nav qada siyasî a Tirkiyê de bi Stratajîya Rêya Sêyemîn avaker û pêşengên jiyaneke nû ne. 
 
Em xwedî hêzeke mezin in. Em ê vê hêzê ji bo çareseriya hemû pirsgirêkên ku em pê re rûbirû ne, bi taybetî jî ji bo çareseriya pirsgirêka kurd seferber bikin. Gelê Kurd ji bilî serkfetina mezin a azadî û demokrasiyê piştgiriyê nade tu siyaset û xetên şîlo û bêbawer!
 
Gelê me yê hêja; îro li Tirkiyeyê parastina siyaseta demokratîk berpirsyariyeke giring e û dîrokî ye. Îro parastina siyaseta demokratîk parastina civakê bi xwe ye! Tekane partiya ku li dijî du rejîmên netewperest, nijadperest û yekperest, siyaseta Rêya Sêyemîn ava dike HDP ye. Tekane partiya ku li dijî şer, kedxwariyê, cudakirinê, nijadperestiyê, faşîzmê û li dijî desthilatdariya mêran li ber xwe dide dîsa HDP ye. Lewma parastina HDP’ê parastina gelan û civakê ye. Em jî wek DBP’ê em fikriyata HDP’ê diparêzin û li dijî hemû xeter û êrişan em HDP’ê mezin dikin. 
 
TÊKOŞÎNA HEVPAR
 
Kurdistaniyên hêja û gelên Tirkiyeyê; qedera gelên Kurdistanê û qedera gelên Tirkiyeyê bi hev ve girêdayî ye. Ji ber ku gelên li ser vê erdnîgariyê rastî heman êriş, tundî û zext û zordariyê dibin, cudakirina wan ji hev çênabe. Îro li Tirkiyeyê yên ku tên înkarkirin kurd in, yên tên perçiqandin kedkar, jin in ku rastiya tundiya qirkirinê tên, elewî ne ku di temamê dîrokê de ji ber baweriya xwe hatine tepisandin. Penaber in ku ji ber şerên zordaran mecbûr mane cih û warên xwe biterikînin. Li dijî derketina vê çerxa mêtingeriyê bi têkoşîna hevdem a li Kurdistan û Tirkiyeyê pêkan e. Yekîtiya têkoşîna hevpar dê li Tirkiyeyê demokrasiyê û li Kurdistanê jî azadiyê ava bike. Belê, em bawer dikin ku demokratîkbûna Tirkiyeyê û azadbûna Kurdistanê pêvajoyên bi hev re girêdayî ne. Eger li Şirnexê siyaseta qirkirinê û tunekirinê hebe, li Enqereyê jî demokrasî ava nabe!
 
Gelê me yê hêja; bi hezaran Kurdên ku li dijî îmha û înkarê derketine îro di zindanan de rehîn tên girtin. Ev pêkanîn astengiya herî giring e li hemberî çareserkirina Pirsgirêka Kurd. Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurdan gava ewil ew e ku rê li pêşiya siyaseta demokratik were vekirin. Em wek DBP’ê bang dikin ku di serî de Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan ku li Îmraliyê di bin tecrîdeke giran da tê girtin û hemû girtiyên siyasî demildest serbest bên berdan. 
 
AKP'Ê ŞER HILBIJART
 
Gelê me yê birûmet; rêhevalên hêja, ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurdan û şertên muzakereya demokratîk çareseriyeke zelal heye. Çareaserî; Makezagona Demokratîk û Muhatabê esasî jî Birêz Ocalan e. Peymana Dolmabahçeyê û metna ku li wir de hat xwendin gaveke dîrokî bû ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurdan. Lê belê desthilatdariya AKP’ê bi şerxwazan re ket nava tifaqê û riya şer hilbijart. 
 
Li pêşiya Tirkiyeyê du rê hene: yan ew ê şerê li dijî temamê Kurdan bidomîne û bi vî awayî wê temamê Tirkiyeyê wenda bike. Ya jî ew ê aqilê çareseriyê hilbijêre û ji bo çareseriya demokratîk pêvajoyekê bide destpêkirin. Em dîsa diyar dikin ku cihê çareserkirina pirsgirêkan, bi muhatabên rast re, Meclisa Enqereyê ye. 
 
Ciwanên birûmet, hêzên pêşeng ên têkoşîna me; di vê têkoşînê de yên ku berxwedana mezin pêk anîne her tim ciwan bûn. Ewên li pêşiya me meşiyan û rê nîşanî me dan ciwanên şoreşger bûn. Ev mîras bi ciwanan dest pê kir û dê ‘ji Kurdistanê re azadiyê, ji Tirkiyeyê re demokrasiyê bîne’. Li hemberî hemû zext û zordariya dewletên mêtinger ciwanan gavek jî paşde neavêt. Bi baweriya serfiraziyê em li we hemû ciwanan silav dikin!
 
WÊ TU HÊZ NIKARIBE PÊŞÎ LI KURDAN BIGIRE
 
Gelê me yê hêja; ev sedsal wê bibe sedsala Kurdan. Tu hêz wê nikaribe pêşiyê li ber Kurdan bigire ku ber bi serfiraziyê ve dimeşin. Kurd wê erdnîgariya xwe biparêzin, li welatê xwe jiyana azad ava bikin. Bi vê wesîleyê em aşkera dikin ku 21’ê Adarê li dijî zilm û zordariya zaliman, nîşana roja azadiya gelê Kurd e, em ê bi coşek mezin pîroz bikin. Ji niha de Newroz li me hemûyan pîroz be! 
 
Ev Newroz dê bibe destpêka serfiraziya mezin a Kurdan!
 
Dem dema serkeftina mezin e li Kurdistanê!
 
Dem dema azadiyê ye!
 
Dem dema avakirina Kurdistana demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinan e!
 
Ez bi hêviya azadî û aştiyê silavan li we hemûyan dikim!"
 

Sernavên din

04/07/2022
09:37 Li 14 herêmên Bestayê birîna daran didome
09:05 Berdana Sevîlgen ê 30 sal in di hefsê de ye hat taloqkirin
09:02 Xelkê Amedê: Haya têran ji birçiyan nîne, ji rastiya civakê dûr in
09:01 Wî li girtîgehê dest bi rojnamevaniyê kir û îro jî li wî cihî ye!
09:00 ROJEVA 4'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
08:07 Walîtiya Wanê: Leşkeran gule berdaye tekerên dolmîşê
03/07/2022
22:10 Leşkeran dolmîşa penaberan gulebaran kir: Zarokek hat kuştin û 13 penaber jî birîndar bûn
21:08 Koma Zarok Ma'yê konserek bicoş li dar xist
20:27 Di atolyeya wêjeyê de 'zayendiya civakî' hat nirxandin
18:28 Bûldan û Sancar carek din bûn hevserokên HDP'ê
18:16 Derbarê kongreya HDP'ê de bi bayê bezê lêpirsîn hat destpêkirin
16:53 Ji Ewropayê heta Herêma Kurdistanê peyamên kongreyê: Em bi HDP’ê re ne
16:47 Ekîncî: Yekane rêya derketina ji bêçaretiyê HDP ye
16:23 Dema binçavkirinê ya 37 kesên binçavkirî 4 roj din hate dirêjkirin
16:18 Bi wêneyan kongreya HDP’ê
15:55 Li çoltera Bedlîsê operasyon hate destpêkirin
15:54 Ozturk bangî muxalefetê kir: Heke dev ji zîhniyeta xwe bernedin dê dawiya wan mîna ya Erdogan be
15:43 Lijneya Şêwrê ya HDP’ê ya nû hate diyarkirin
15:32 Di kongreya HDP’ê de cih li hundir nema: Yên ku dibêjin kurd nînin bila werin vê derê û bibînin
15:19 Demîrtaş û Mizrakli: Em dê tekoşînê bi serkeftinê tacîdar bikin
15:18 Lîsteya Meclisa Partiyê ya HDP’ê diyar bû
15:12 Leyla Guven: Dem dema hesabpirsîna ji rejîma faşîst e
14:41 Jinên girtî bo kongreya HDP’ê peyam şandin: Dê dengê we mîna qêrîna azadiyê olan bide
14:34 Sancar rêyên çareseriyê nîşandan: Li ser Îmraliyê lîstikan nelîzin
14:05 Mêvanên ji Ewropayê beşdarî kongreya HDP’ê bûn: Me ruhê gelê kurd dît
13:25 Buldan: Çareserî em in û dê desthilatdariyê têk bibin
13:09 Tekoşîna edaletê ya malbata Şenyaşar di kongreya HDP'ê de ye
12:23 Kongreya HDP’ê bi beşdariya deh hezaran dest pê kir: Çareserî em in
11:01 Di AKP’ê de skandala bertîlê
10:14 Nameya rojnamevan Omer Çelîk ‘bixeter’ hate dîtin
09:56 Bi deh hezaran kes ji bo kongreya HDP’ê li Enqereyê ne
09:08 Doza JÎTEM a Kerboranê: Pêdivî bi helwesta dadgerekî wêrek heye
09:06 7 partî û rêxistin dê 'Manzûmeya Rêgezan' biweşînin
09:05 Li Hezexê bi mehan ava welatiyan hatiye birîn
09:04 Nobeda Edaletê di roja 230'yî de ye: Partiyan sozê xwe bi cî neanî
09:01 ROJEVA 3'YÊ TÎRMEHA 2022
08:41 Li Colemêrgê leşkerek mir
02/07/2022
23:09 Ên li Madimakê hatin qetilkirin li gelek bajaran hatin bibîranîn
22:25 Binkeya eskerî ya Tirkiyeyê ya li Sîrê hat bombekirin
20:57 Şagirtên Zarok Ma'yê destûrnameyên xwe wergirtin
19:55 Dayika Şemiyê Sarê Demîr jiyana xwe ji dest da
19:20 Banga HDK'ê ji bo hevrûbûna bi Madimakê re
17:54 Sînemager Orhan ê hat revandin: Her kes di talûkeyê de ye
16:58 Li Edeneyê 37 kes 6 roj in di bin çavan de ne
16:30 Girtiyê ku rapora wî ya “nikare tena serê xwe bimîne” heye di hucreyê de tê ragirtin
16:02 ÎHD’ê bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Mûhlîse Karaguzel
15:37 Qurbaniyên Komkujiya Madimakên hatin bibîranîn: Wê ronahiya Sêwazê qet venemire
15:23 ‘Bila girtiyên nexweşê giran Koyûncû demildest bê berdan’
15:09 Jinên ji Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur bi jinên HDP'î û TJA'yî re hatin gelhev
14:54 Dayikên Şemiyê: Em dest ji Galatasarayê bernadin
14:12 Meclîs kete betlaneyê
13:59 Xizmên windayan li Êlihê Wedat Aydin bi bîr anîn
13:36 DTSO’yê komxebata kooperatîfa jinan li dar xist
13:19 Xizmên windayan aqubeta Huseyîn Ertaş pirsîn
12:30 Orhan ê hate revandin li goristanan gerandin û wêneyên wî yên tazî kişandin
12:29 Malbata Şenyaşar: Ji bo bidawîbûna êşê bila edalet bê
12:29 Li Şemrexê şerê bi çekan: Kesek mir û 3 kes jî birîndar bûn
11:50 Li Beyoglûyê mirineke biguman
11:44 Li Mêrsînê qezaya trafîqê: 4 kesan jiyana xwe ji dest da
11:41 Li Osmaniyeyê êrişî penaberan kirin: Gelek birîndar hene
11:19 Li ber qamerayan îşkence li girtî Şehmûz Emen kirin
10:30 Li Îranê li du hev 3 caran erd hejiya: 3 kes mirin 19 kes birîndar bûn
09:39 Qeyûm guhertina sendîkayê li karkeran ferz dike
09:09 Barkêşên Deriyê Rihayê: Nêzî 2 hefte ye me sifteh nekiriye
09:07 Dadgeh ket etra pêşeroja zilamê dest dirêjî zarokê astengdar kir: Cezayê wî kêm kir
09:05 Li Şirnexê Tûrnûvaya Fûtbolê ya Kemal Kûrkût dest pê dike
09:00 ROJEVA 2'YÊ TÎRMEHA 2022
01/07/2022
21:25 ‘Em ê dest ji Peymana Stenbolê bernedin'
19:25 Di Doza Kobanê de şahid ji dadgehê pirsî: Hûn dixwazin ez çi bibêjim?
16:37 HDP’iyên ji bo stant vekiribûn hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:31 Li Sêrtê û Êlihê du zarok ji şaneşînê ketin: Zarokek mir yek jî bi giranî birîndar bû
15:46 Li Zapê leşkerek hate kuştin
14:43 Danişîna êrişa li dijî malbata Dedeogullari hat lidarxistin
14:41 Di Doza Kobanê de gilîker li ser pirsa ‘tu gilîdarî’ wiha got: Bûyer nayê bîra min
14:00 Ciwanên ku bihakirina xwarinê protesto kirin ji wargehê hatin avêtin
13:39 DW’yê têkildarî astengkirina ragihandinê daxuyanî da
13:33 Du cerdevanên dihat gotin ku winda ne di şer de hatine kuştin
13:33 Demekî kêm bo kongreya HDP’ê ma ye: Dê Lijneya Şêwrê bê ragihandin
13:11 3 welatiyên li dijî veguhestina saetên ceyranê derketin hatin binçavkirin
13:08 Îşkence li sînemager Orhan ê hate revandin kirine
12:38 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:30 Malbata Şenyaşar: Edalet civakan an ava dike an xera dike
12:15 Tundiya zilaman: Jinek hat qetilkirin, jinek jî hat birîndarkirin
11:52 Li Beyoglûyê mirineke biguman
11:09 Serlêdana ji bo ku Ozer ‘cezayê xwe li malê xelas bike’ hate redkirin
10:51 Şaredariya AKP’ê îhaleyê da fîrmaya ku teklîfa biha dabû
10:41 Şahidê Madimakê: Ew bêhna kizê her tê
10:40 Prz. Akîpa: Bila bi Ocalan re hevdîtin bê kirin
10:38 Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê bi sernavê ‘Mekan û Jin’ derket
10:01 Pêkhateyên HDP’ê: Dê kongreya me bibe bersiva bêhêvitiyê
09:35 2 cerdevanên tev li operasyonê bûne winda ne
09:09 Dê welatiyên Behra Reş li dijî talanxurî û kedxwariyê tev li kongreya HDP'ê bibin
09:07 Rojnamevan Eryilmaz: Bi qanûna sansurê civak hedef tê girtin
09:06 Ciwan dê tûrnûvaya fûtbolê li ser navê Kemal Kûrkût li dar bixin
09:04 Ji bo her kesî serbest e, ji bo malbatên girtiyan qedexe ye
09:03 Parêzerê Bekir Kaya: Di dosyeyê de delîleke berbiçav tune ye
09:01 Skêçên Hinek Henek mohra xwe li mîzaha kurdî dan: Hunera kurdî xwe digihîne her derê
09:00 ROJEVA 1'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
30/06/2022
23:12 RTUK'ê malperên Amerikan'in Sesi û DW Turkçeyê asteng kir
23:03 Ji sibehê ve xeber ji sînemagerê kurd Orhan nayê girtin