Ocalan hêj di hevdîtina ewil de hişyar kiribû

  • rojane
  • 09:20 22 Sibat 2022
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di hevdîtina ewil a bi Şandeya Îmraliyê re de ji bo pêvajoya çareseriyê ku weke “gava herî bingehîn” pênase dikir, ev hişyarî kiribû: “Heke ev pêvajoye têk biçe, dê bi xwe re karesatan bîne. Lê heke bi ser keve, dê azadiyê bi xwe re bîne.” 

Di 3’yê çileya sala 2013’an de di navbera Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û Tirkiyeyê de pêvajoya “çareseriyê” hatibû destpêkirin ku piştre ev hevdîtin veguherîbûn pêvajoya “tesfiyeyê.” Di dîroka çareseriya pirsgirêka kurd de “Mitabeqeta Dolmabahçeyê” xwedî cihekî girîng bû lê dîsa jî Serokomarê AKP’î Tayyîp Erdogan, ev pêvajo di 5’ê nîsana sala 2015’an de bi dawî kir. Ocalan, ji sala 1993’yan heta niha ji bo pirsgirêka kurd, di çareseriya demokratîk de israr dike û di navbera salên 2013 û 2015’an de pêvajoya agirbestê dabû destpêkirin. Lê AKP’ê ev pêvajo têk bir û dest bi şerekî giştî kir. Piştî daxuyaniya Erdogan ku digot “me pêvajo xist sarincê”, ji 24’ê tîrmeha sala 2015’an ve pêvajoya şer dest pê kir. Di vê navberê de qedexeyên derketina kolanan hatin ragihandin, bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan û bajar hatin hilweşandin. Ev pêvajoya şer niha jî bi operasyonên li dijî Herêma Federal a Kurdistanê û bi êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Şengal û Mexmûrê hêj jî bênavber didome. Hêjayî bibîrxistinê ye ku di hevdîtinan de Ocalan her tim digot ku AKP jidil nêz nabe û heke ev pêvajo têk biçe dê bi xwe re karesatan bîne. 
 
HEVDÎTINA EWIL A ŞANDEYÊ
 
Bi destpêkirina pêvajoya li Îmraliyê re, Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) jî beşdarî hevdîtinan bû û berpirsyarî li xwe girt. Ocalan, cara ewil di 3’yê çileya sala 2013’an de bi Hevserokê Kongreya Civakên Demokratîk (KCD) Ahmet Turk û parlamentera BDP’ê ya Êlihê ya berê Ayla Akat Ata re hevdîtin kir. Piştî vê hevdîtinê, “Şandeya Îmraliyê” ku ji parlamenterên BDP’ê pêk dihat hate avakirin û pêvajo bi vî rengî domiya. Şandeyê, hevdîtina ewil di 23’yê sibata sala 2013’an de û ya dawî jî di 5’ê nîsana 2015’an de kir. 
 
GAVA HERÎ BINGEHÎN
 
Di hevdîtinê de Ocalan balê dikişîne ser girîngiya hevdîtina di vê pêvajoyê de û wiha dibêje: “Gavekî dîrokî ye. Di sala 1993’yan de me hewl da bi Turgut Ozal re çareseriyeke demokratîk pêş bixin. Lê temamiya van hewldanan têk çûn. Em niha dest bi civîneke dîrokî dikin. Ji serdema Ozal heta niha di nava hewldanan de me. Lê ev hewldan tevek jî bi ser neketin. Divê hewldana niha têk neçe. Nexwe dê bi xwe re karesatan bîne. Divê tirk jî vê rastiyê bizanin; heke ev pêvajo têk biçe, dê bi xwe re şerekî dijwar, serhildan û aloziyê bîne. Mijara behsê xeberê, jiyana me tevekan e. Ew tiştên ku heta niha bi serê me hatine, dê li ber tiştên ku biqewimin pir biçûk bimînin. Divê teqez bi ser kevin. Li ser pêvajoyeke gûftûgoyê ya nû disekinim. Hewceye heval, dost û gelê me dev ji qalibên têkoşînê yên berê berdin û tevlihev nekin. Divê bi temamî dev ji wan hînbûnên xwe yên berê berdin. Ji ber ku dê rejîm were guhertin. Ji guherînên bi Tanzîmat, Meşrûtiyet, Komar û yên di sala 1950’an de bi pirpartîtiyê gelek girîngtirin. Ev, dê ji wan tevekan jî kûrtir be. Heke em bikarin bi ser kevin, em ê derbasî komareke nû bibin. Demokrasiya radîkal, demokrasiya rast û durist, demokratîkbûneke rast û durist a Anatoliya û Mezopotamyayê! Ev, dibe gava herî bingehîn.” 
 
KOMARA DEMOKRATÎK
 
Ocalan, pêvajoya heyî weke “Pêvajoya Avakirina Rizgariya Demokratîk û Jiyana Azad” pênase dike û nirxandina xwe wiha didomîne: “Min ev biwêj, bi awayekî rasthatî ne hilbijart. Di dema xwe de min gotibû lê fêm nekirin. Heke wê demê fêm bikirana, Ergenekon çênedibû. AKP van tiştan tîne ziman lê bi kûrahî li mijarê nanihêre. Hûn jî dizanin bê ka ez kesekî çiqas biînad im. Ez, ji roja destpêkê heta niha komara demokratîk diparêzim. Lê wan ji min fêm nekir. Ji xwe re digotin; ‘me Apo tune kir.’ Xeletiyên stratejîk kirin. Xwe, dan aliyê Ergenekonê. Hêvîdarim vê carê wisa nebe. Bi taybet jî divê hûn bi AKP’ê baş bidin fêmkirin ku kesek nikare bi min bilîze. Bi AKP’iyan re biaxivin û jê re bibêjin. Heke di serdema Ecevît de lihevkirinên baş bihatina kirin, niha ne AKP û ne jî Ergenokan dê hebûya.” 
 
BERPIRSYARIYA PÊŞÎLÊGIRTINA DARBEYÊ
 
Di berdewamê de jî Ocalan da zanîn ku bi pêşîlêgirtina darbeyan re dest bi vê pêvajoyê kiriye û wiha didomîne: “Baykal (Serokê Giştî yê CHP’ê yê berê Denîz Baykal) ev pêvajoya qirêj dewrî AKP’ê kir. Baykal, xeletiyekî dîrokî kir. Tayyîp Beg (Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokomar Tayyîp Erdogan) kesekî fêlbaz derket û Denîz Baykal bi kar anî. Daxwaza Ergenekonê ya ji me ew bû ku ji sala 2002’yan ve şerî dijwar nekin. Darbeyek heye lê nizanim bê ka çiqas kûr e. Heke bikariyan MÎT’ê têk bibin, dê hemû kelehên Tirkiyeyê biketina. Ger Hakan Fîdan bihata girtin dê piştre jî dor bihata Serokwezîr. Bi zindîkirina vê pêvajoyê re rê li ber darbeyê hate girtin ku min ev yek weke berpirsyarî di dît. Min ferq kir ku dê bikarim pêşî li darbeyê bigirim lewma jî min pêvajo da destpêkirin. Li Tirkiyeyê ji sê aliyan ve xebatên paralel ên dewletê hene. Dest bi sabotekirina van têkiliyan kirin. Ev lobî, ne lobiyên ji rêzê ne. DYA jî destwerdanên stratejîk û taktîkî dike. Jêderka her sê aliyan jî Anatoliya ye.”
 
GLADIYOYA NÛ NAYÊ FÊMKIRIN
 
Di hevdîtinê de Ocalan dibêje ku CHP û MHP yek ji parçeyên dewletên paralel in û AKP’ê jî para xwe ji vê girtiye. Ocalan, wiha dirêjî dide nirxandina xwe: “Pêvajoya ku me daye destpêkirin, di hedefa wan de ye. Hewl didin Musteşarê MÎT’ê bigirin. E.U. û M.B., MÎT hedef girt. Hêzeke pir mezin li pişt wan e. Navenda kontrgerîlayê jî Florîda ye. Abdullah Çatli du caran çû wir. Suîqesta li dijî Papa û cînayeta Palme çêbûn. Cînayeta Sakîneyê karê van koman e. Gladiyoya nû baş nayê fêmkirin. Her tiştekî bi navê çareseriyê hate sabotekirin. Bûyera Sakîneyê, dudiliyeke mezin di min de çê kir. Baş zelal nîne. Sakîneyê li Ewropayê nûnertiya aştiyê dikir. Komkujî hêj jî nehatiye zelalkirin. Ha em kuştin ha Sakîne. Bûyereke pir tarî ye.”
 
HIŞYARIYA JI BO XWEPARASTINÊ
 
Parlamenterên BDP’ê beriya hevdîtinê di 18’ê sibata sala 2013’an de di çarçoveya pêvajoyê de li Silopiya ya Şirnexê çendek hevdîtin kirin. Lê rastî êrişê hatibûn. Ocalan jî balê dikişîne ser vê êrişê û wiha dibêje: “Heke li deverekê parastina we ya cewherî nebe, êdî bi tu awayî neçin wir. Dema li we dixin heke hûn nekarin deh caran bêhtir lê bixin, neçin wir. Baweriya xwe bi dewletê neyînin. Wekî ku hûn jî dizanin, du caran li Ahmet Turk xistin. Carekî li Samsûnê û carekî jî li Îzmîrê. Tişta ku li Sakîneyê hatiye kirin, dikare bi serê me tevan jî bê. Em ê jixwe li ser şerê taybet biaxivin. Gelo hikûmetê teqez karî xwe ji wesayetê xelas bike, karî tam hesabê bipirse? Mekanîka hikûmetê ya Tayyîp wiha ye; bi qasî ku li Tevgera Kurd dixe destûrê didinê. Saziya wesayetê û hêzên diyarker jê re qadê vedikin. Serokwezîr, ev mekanîke pir biaqilane teşhîs kiriye û baş bi kar tîne. Parçeyeke komployê nîne. Ez nabêjim serokwezîr parçeyeke komployê ye, rewşekî pevşêwrî ye. Lê belê vê rêbazê weke amûrekî desthilatdariyê dibîne û bi derbkirina PKK’ê cihê xwe qahîm dike.” 
 
LÊGERÎNA AKP’Ê YA HEGEMONYAYÊ
 
Ocalan dibêje ku AKP hewl dide li şûna hegemonyaya CHP’ê ya di navbera salên 1923-40-50’an de, hegemonyaya xwe ava bike û vê nirxandinê dike: “AKP’ê xwest hegemonyayê ava bike lê em li dijî vê hegemonyayê derketin. AKP’ê got qey desthilatdarî ji wan re ji asîman hatiye. Nedizanî bê ka şerê me yê çînan û gel çiqas dijwar e. Min, taktîka Denîz Baykal vala derxist. AKP, hegemonyayê dixwaze û hewl dide şûna CHP’ê bigire. Em, destûrê nadin vê yekê. Nexwe dê derfetên bêsînor ên rantê ji AKP’ê re çêbibin. Ez nabim amûra vê. Tekane şertê min ew e ku AKP nebe hêzeke hegemonîk. Me têra xwe ji ya berê kişand, hewcehî bi bareke din nîne. Hewldanên AKP’ê xelet in. Di nava sal û nîvên dawî de şerekî dijwar dan destpêkirin. Operasyonên binbir ên tesfiyeyê kirin. Koma ku ev yek bi birêz serokwezîr daye bawerkirin, di sala 2011’an de digotin; ‘em ê PKK’ê tune bikin.’ Deh hezar kes (operasyonên KCK’ê) xistin zindanan. Vê hêzê li dijî MÎT’ê darbe kir. Ez jî demildest ketim dewrê û min got ev yek darbe ye. Tu ferqa wê ji Ergenekonê nîne. Bi darbeya li dijî MÎT’ê re serokwezîr fêm kir ku dor li wî tê. Dê serokwezîr bi tawana îxanetê bihata girtin.” 
 
‘DARBE BERDEWAM E’
 
Di hevdîtinê de Ocalan, operasyonên KCK’ê ya li dijî siyasetmedarên kurd weke teşwîqa ji bo “serhildan” û “raperînê” dinirxîne û wiha berdewam dike: “Lê nêzikatiya min û BDP’ê rê li ber vê armancê girt. Li bendê bûn ku ez serî hildim. Em serî hildin nabe û serî nehildin jî nabe. Girtina her KCK’iyekî, sedema raperînekê ye. Me serhildan nekir. Deh hezar kes hatin girtin. Ji hêlekî ve ev jî darbeyeke. Dê herî dawî jî hûn bihatina girtin. Lê me hemleyek pêş xist. Herî dawî, koma parlamentoyê mabû. Şêweyê darbeyê guherandin lê hêjta berdewam e. Darbeya nû li Bruksel û DYA’yê tê plankirin. Jinûve pênasekirina têkiliyên kurt-tirkan bi kêrî karê wan nayê. Bawerim ev hewldana me dê bi kêr bê.” 
 
‘KURD BO XWE LI CIH DIGERIN’
 
Bi domdarî Ocalan dibêje ku “kurd bo xwe li cihekî digerin” û ev nirxandin kir: “Ev sedsal in ku kurd ji dewletê tên dûrxistin. Heta Abdulhamît jî cih dabû kurdan. Mûstafa Kemal jî di demên destpêkê de cih da. Ev, dewleta paralel e. Çandekî bi hezaran salan e. Dibêjin; ‘em çiqas kurdan derxînin pêşiya tirkan, dê tirk ewqas bêhtir li cem me cih bigirin. Heke em bikarin kurd û tirkan bînin hemberî hev, em ê wê demê tawîzan jê bigirin.’ Divê tirk, kurdan bieciqîne û kurd jî li tirkan bixin. MHP û CHP, her yek ji van mezhebeke hişk ên laîk in. CHP a faşîst hêj mîna xwe disekine. Neteweperestiya CHP û MHP’ê mîna nîjadperestiya Hîtler e. Jixwe her du jî di heman serdemê de hatine damezirandin. Heke derfeta çêkirina qanûneke bingehîn çêbibe jî, ev her du partî dê li dij derkevin. Di Qanûna Bingehîn de dewlet, bi vî awayî nayê pênasekirin. Nîjad û ola dewletê nîne. Qanûna bingehîn, rastiyeke hiqûqî ye.” 
 
PÊNASEYA HEMWELATIYÊ
 
Ji bo pênaseya hemwelatîtiyê ya di Qanûna Bingehîn de jî Ocalan van tiştan tîne ziman: “Divê ew pênase wiha be; ‘her kesê ku girêdana xwe ya bi Komarê Tirkiyeyê re bi îradeya xwe ya azad tîne ziman, hemwelatiyê Tirkiyeyê ye.’ Divê hûn aîdiyeta neteweyê û ya dewletê tevlihev nekin. CHP û MHP vê yekê didin gotin. Ya ku hûn jê re dibêjin neteweperestiya tirk, rêxistiniyeke faşîst e. Em nayên lîstoka wê. Em aîdî dewletê ne lê ne aîdî neteweperwerestiya tirk in. Rêjeya neteweperestên tirk a li Tirkiyeyê, ji sedî 10 jî nîne. Lê têgeha milet, her wiha ereb, kurd û tirkan jî digire nava xwe. Lê millet-î hakîmeyê na. Têgeha milet, hem têgeheke kolektîfe û hem jî têgeheke şexsî ye. Milet, enternasyonalîzma Îslamê îfade dike. Pêxember dibêje; ‘tu mezinahiya ereban ji ya eceman nîne.’ Wer in em li têgehên gerdûnî binêrin. Em dûrî têgehên tekane ne. Em, endamên miletekî hevpar in. Ne endamên wî tiştê ku neteweperestiya tirk pênase dike. Heke em bi vî awayî qebûl bikin, wê demê ew jî dê qebûl bikin. Gelo armanca me çi ye? Mebesta min ew e ku têkiliyên di navbera kurd-tirkan de li ser bingeheke azad, di qanûna bingehîn de bi cih bikim. Erê baş e lê em ê di pêşerojê de çi bikin? Dê kurd bi awayekî azad xwe bînin ziman û birêve bibin. Heke em niha qanûnan li ser wan ferz bikin, ev yek dê çavên wan bitirsîne. Lê di pêşerojê de dibe. Mînak, Şertê Xweseriya Rêveberiyên Herêmî ya Yekitiya Ewropayê. Ku heke vê qebûl bikin, dê beşeke mezin a pirsgirêkê çareser bibe.” 
 
DI SÊ GAVAN DE 10 RÊGEZ
 
Rêberê PKK’ê di hevdîtinê de balê dikişîne ser vekişînê û qala girîngiya Meclisê dike. Ocalan, wiha domand: “Her vekişîn ne wekî hev in. Dê ev, vekişîneke yekalî nebe. Vekişîn, dê bi biryara parlamentoyê bibe. Ev kar, bi gotina serokwezîr a ‘bila vekişin, em dest nadin wan’ re nabe. Divê TBMM erê bike û bi komîsyona vekişînê çêbibe. Ji ewil dê komîsyon bên avakirin. Dê Komîsyona Heqîqetê jê were avakirin. Ev komîsyon dê di bin venihêrîna Mirovên Aqilmend de be. Vekişîn dê wê demê dest pê bike. Dê xelk li gundên xwe vegerin. Nexwe em ê dest bi vekişînê nekin. Ez tev li nêrîna ‘heke em xwe vekişînin dê gerîla tune bibe’ nabim. Em ê li qadên ku me xwe jê vekişandiye, gerîla hîn mezintir bikin. Sûriye heye, Îran heye. Niha li Sûriyeyê pêncî hezar, li Qendîlê deh hezar û li Îranê jî çil hezar hene.”
 
‘EZ JI XWE BAWERIM’
 
Ocalan dibêje ku heke pêngava wan a çareseriyê bi ser keve, dê azadî pêk bê û wiha bi dawî dike: “Ne hefsa malê û ne jî efû, dê hewcehî bi van tiştan nemîne. Hemû kes, em tevek dê azad bibin. Vê yekê bizanin ku, dê ev pêngave komployê vala derxîne. Ez vê komployê derbas dikim. Heke ez bi ser kevim, dê ne girtiyekî KCK’î û ne jî girtiyeke din bimîne. Heke ev nebe jî, dê bi beşdariya 50 hezar kesan şerê gel dest pê bike. Yên mirin dê bimrin, ez xwe tev li nakim. Lê divê her kes baş bizane ku em ne dê wekî berê bijîn û ne jî wekî berê şer bikin. Ez bi xwe bawerim. Vê yekê baş bizanin; ne dewlet û ne jî ez, em nikarin jê vegerin. Aştiyeke dîrokî û jiyaneke demokratîk... Hêvîdarim AKP me xelet fêm neke. Nexwe dê rê li ber felaketê veke. Tevî vê yekê jî heke AKP dîktatoriyê li ser me ferz bike, wê demê em ê qebûl nekin.” 
 

Sernavên din

28/06/2022
12:45 Li jina ku di Newrozê de kefî hejandibû 10 meh cezayê hefsê hate birîn
12:35 Ozturk bang li CHP’ê kir: Bi Ocalan re hevdîtinê bikin
12:04 Dadgeha Îdareyê serlêdana ji bo gora Şêx Seîd red kir
11:59 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:54 Biryara girtina Çaglar Demîrel hate rakirin
11:31 Dê derheqê dayikên ku digotin ‘Em ji bo kes nemire li wir bûn’ de mutalaa bê amadekirin
10:58 Salih Muslim: Em ê dagirkirinê biqedînin û Sûriyeyê demokratîk bikin
10:46 HDP’ê bo kongreyê bang kir: Hûn jî bibin parçeyeke wêneyê berxwedanê
09:58 Xemsariya DÎSKÎ'yê şêniyên Xanika Jêr bêzar kiriye
09:44 Parêzerên ku li qereqolê hatine îşkencekirin: Dixwazin kurdan bêparastin bihêlin
09:21 97 sal derbas bûn: Hê jî cihê gora Şêx Seîd û hevrêyên wî nehatiye eşkerekirin
09:20 LaWje li Amedê konserek li dar xist
09:07 Gelo polîsan xaniyê tetikkêş Mehmet Altûn stendiye?
09:04 Platforma Azadî Ji Bo Girtiyên Nexweş dê biçe girtîgehan
09:02 Makbûle Ozer û hevjînê xwe 51 roj in girtî ne: Bila ev îşkence bi dawî bibe
09:01 ‘Di doza Komkujiya Pirsûsê de mexdûr tên darizandin'
09:00 ROJEVA 28'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
27/06/2022
21:17 Aktivîstên TJA'yê Aşkan û Ayaz hatin binçavkirin
20:49 Girtî Aksû çû şîna dêya xwe
18:30 Doza Kobanê: Dê Aysel Tûglûk bibin danişîna Doza Kobanê
17:56 Stranbêjê ku ji ber stranên kurdî hatibû binçavkirin hat berdan
17:04 ÎHD û TÎHV: Li Tirkiyeyê îşkence bi polîtîkaya ‘necezakirinê’ tê mayîndekirin
16:18 Doza Pinar Gultekîn birin îstînafê
16:08 Beştaş bertek nîşanî qedexeya li Îmraliyê da: Hûn cezayê çi li hevdîtina ku nayê kirin dibirin?
16:07 Turkdogan di doza heqaretê de beraet kir
16:03 Li Îzmîrê zilamekî xwest jinekê qetil bike
15:10 Têkildarî qada xazê ya Kor Morê daxuyanî hat dayîn
15:04 Tuncel: Hûn şandeyeke wisa nînin ku nûnertiya pergala hiqûqa demokratîk bikin
15:01 Baroya Colemêrgê: Leşkerên ku li parêzeran dane bila ji wezîfeyê bên girtin
14:57 Bûldanê serdana DÎSK’ê kir: Divê em têkoşînê bi hev re mezin bikin
14:56 HDP’ê ji bo kongreye banga beşdariyê li gel kir
14:29 Ji Baro, ÎHD û OHD’ê rapora Xaşkanê: Divê berpirsiyar werin darizandin
14:20 Di danişîna Doza Sîncar de hemû daxwazên parêzeran hatin redkirin
14:10 Doza têkildarî SÎHA’yên Bayraktar de hatibû vekirin ket
13:42 Stranbêjê di dawetê de stranên kurdî gotin hate binçavkirin
12:56 Girtî Zulkuf Kaya: 20 gardiyanan bi qasî 2 saetan îşkence kirin
12:39 Piştî Eylemê 7 sal: Rêya wê berdewama mîrateya ji Zîlanan girtî ye
12:22 Hejmara binçavkiriyên li Edeneyê derket 35’an
11:59 Malbata Şenyaşar: Her tişt ji bo Tirkiyeyek bi edalet
11:52 Polîsan avêt ser Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê
11:08 1994, 2016, 2021 û 2022’yan: Kurdan serî netewand
10:35 Ji bo konsera Zarok MA’yê eleqeyeke mezin: Bilêt xelas bûn
09:42 Ketin û derketina gundên li herêma operasyonê hatin qedexekirin
09:33 Bi ser Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê de girtin: Gelek kes hatin binçavkirin
09:08 Di hucreya yek kesî de nivîsand: Manîfestoya banga berxwedanê
09:05 Îmzeya rojnamevanên girtî avêt bin nûçeyên xwe: Bertek kêm in
09:03 Dayika Medenî Yildirim: Ceza nadin kujerê wî didin me
09:02 Doza Ata û Mizrak li Dadgeha Bilind e: Dozger xwest polîsên faîl bên beraetkirin
09:00 ROJEVA 27'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
26/06/2022
23:40 Leşkeran li parêzerên ji bo bi gundiyan re hevdîtinê bikin çûn qereqolê dan
21:03 Leşkerên bi ser gund de girtin li 20 kesan dan û birin herêma operasyonê
20:30 Rêxistinên mafên mirovan û hiqûqê: Îzolasyona li Îmraliyê didome
19:52 Di hilbijartina TTB’ê de heman rêveberî hate hilbijartin
18:46 ATK’ê careke din ji bo Ozkan rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne ‘ da
18:07 Bi hevkariya AKP’ê û PDK’ê li herêma Berwarî dar tên birîn
17:49 Li Geverê operasyon: Helîkopter gundan bombebaran dikin
17:00 Stenbol di dorpêça polîsan de ye: Gelek kes hatin binçavkirin
16:57 Gundên Amediyeyê hatin bombebarankirin
16:41 Malbata Şenyaşar: Dê hemû kes cezayê bêhiqûqiyê bikişîne
16:37 Bi moşekan li baregeha artêşa tirk a Başîkayê hate xistin
15:53 Di operasyona HSD’ê de DAIŞ’iyê ku tiliya wî di komkujiyan de hebû hate girtin
15:44 Hem nehiştin dayika xwe bibîne û hem jî nehiştin biçe merasîma cenazeyê wê
15:37 Barkêşên ku wesayît û pasaportên wan hatine desteserkirin ev meheke tên sekinandin
14:55 Midûriyeta Girtîgehan a Tirkiyeyê têkildarî derpkirina girtiyan daxuyanî da
14:51 Li Bismilê du malbatên xwîndar li hev anîn
14:18 Li Hezexê mirina bi guman a ciwanekî
14:04 Derket holê ku leşkerê digotin ‘li nexweşxaneyê mir’ li Zapê hatiye kuştin
13:06 Qenciya qeyûm a ji bo mitînga Erdogan: Îhaleya 2 milyon û 500 hezar lîreyan a wesayîtan
12:54 Bûldan: Înkara kurdan AKP ji arenaya siyasî dûr xist
12:18 Serokê DÎKO'yê hişyar kir: Pere û zêrên xwe nedin zêringiran
11:56 Hedla Aksu bêyî ku kurê xwe bibîne wefat kir
11:27 Nûrî Mehmûd: Her cara ku Tirkiye gefan dixwe DAIŞ dikeve nava tevgerê
11:04 Kurtulan: Di bin navê ‘têkoşîna li dijî terorê’ de li dijî kurdan şer dikin
10:20 Erbaş ê HDP’î ji bo muxalefetê got: Ocalan ji bo pêşxistina têkoşîna demokrasiyê girîng e
09:57 Li Îmraliyê careke din hevdîtin heya 3 mehan hat qedexekirin!
09:08 4 caran girtin, 15 caran binçavkirin û bi rojan îşkencekirin lê dîsa jî dest ji axa xwe berneda
09:06 Bernameya MA Muzîkê aşkere bû
09:05 Hin derdorên AKP'î hêviya xwe ji desthilatê birîn û li partiyeke din digerin
09:03 Welatiyê astengdar ê nikaribû heqê kirê bide ji xanî hat derxistin!
09:01 Îstasyonên bazê bandorê li tenduristiya gel dikin
09:00 ROJEVA 26'Ê HEZÎRANA 2022
25/06/2022
22:38 Li Girtîgeha Amedê çi diqewime?
21:18 TJA li dijî şer û kuştina jinan meşiya
20:26 Êrişên Tirkiyeyê bi meşeke girseyî hatin şermezarkirin
19:45 Li Kampa Holê jinek hat kuştin
18:07 Mirovên Şemiyê hatin berdan
16:44 ÎHD'ê pirsa faîlên Ûygûr ku bi îşkenceyê hat kuştin kir
16:36 Mala Cemê û Navenda Çandê ya Kurecîkê vebû
16:26 DBP li Êlihê rêxistina xwe ava dike
16:10 Muhammed Cîhad Cemre hat binçavkirin
16:00 Kongreya TTB’ê berdewam dike: Em ê mafê xwe bistînin
15:42 ÎHD: Îşkence polîtîkayek dewletê ye
15:32 Ji bo girtiyê nexweş Kemal Ozçelîk banga hestyariyê hat kirin
15:31 Ji bo girtiyê nexweş Demîr banga berdanê hat kirin
14:53 Xizmên windayan banga tevlîbûna danişîna Mehmet Sîncar kir
14:29 Di doza Pinar Gultekîn de biryara bihincet aşkera bû
14:28 LaWje dê li Amed û Wanê konseran li dar bixe
14:16 Li Hezexê polîsekî xwe kuşt
14:09 Meşa 'Kurdistanê biparêze' ya li Dusseldorfê dest pê kir
14:01 Li Herêma Kurdistanê gengeşiya gazê