Robar: Rêveberên Tirkiyeyê, zimanê ‘birayê xwe’ qedexe dikin

  • rojane
  • 09:04 21 Sibat 2022
  • |
img

ŞIRNEX - Rêveberê MYD’ê Bahaddîn Robar bal kişand ser zextên li ser zimanê kurdî û wiha got: “Rêveberên Tirkiyeyê, zimanê kurdên ku weke birayên xwe dibînin qedexe dikin.”

Di sala 1999’an de ji aliyê Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) ve 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê hat îlankirin. Li gorî lêkolîna ÛNESCO’yê li cîhanê 7 hezar zimanên zikmakî hene û her du hefteyan carekê yek jê winda dibe. Kurdiya ku kurdên yek ji gelên herî kevn ên herêma Mezopotamyayê ne û piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn axa wan di navbera dewletên Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê de hat parçekirin bikartînîn, îro ji aliyê 30-40 mîlyon kesî ve tê bikaranîn. 
Kurdî li Iraq, Herêma Kurdistanê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weke zimanekî fermî tê bikaranîn, li Tirkiyeya ku herî zêde kurd lê dijîn, ziman hêj bi qedexeyan re rû bi rû ye. 
 
Rêveberê Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê û perwerkarê Komeleya Çand û Ziman ê Birca Belek Bahadîn Robar ku li navçeya Cizîra Şirnexê dijî, bal kişand ser astengiyên li ser kurdî. 
 
 
ZIMAN MÎRATEYA JI CIVAKÊ RE DIMÎNE YE
 
Robar, da zanîn ku zimanê dayikê ji bo hemû gelan gelek girîng e û her ziman ji bo her gelî hebûne. Robar bibîr xist ku bi mîlyonan kurd bi sed salan e li ser sînorên Tirkiyeyê bi tirkan re heman dîrok parve kirine û got “Dema em li Tirkiyeyê dinêrin, qala biratiya Tirk û Kurdan tê kirin. Rabirdûya hevpar tê destnîşankirin, lê qanûn û serwerên Tirkiyê zimanê kurdan yên ku birayên xwe dihesibînin qedexe dikin. Ev rewş hem li dijî sedsala ku em tê de ne û hem jî li dijî hiqûq û exlaqê ye.”
 
TABELA
 
Robar, qala astengî û qedexeyên li ser zimanê kurdî kirin û wiha berdewam kir: “Em li Cizîra ku em lê dijîn binêrin. Li navçeyê gelek cihên geştiyariyê yên wekî Birca Belek, Goristana Mem û Zîn, Medreseya Sor hene. Hemû tabelayên derbarê cihên dîrokî de agahiyan didin bi Tirkî û Îngîlîzî hatine nivîsîn, bi kurdî tiştek ne hatiye nivîsîn. Ji ber kesên li van deran dijîn û kesên tên serdanê kurd in divê kurdî jî hebûya. Lê ji ber polîtîkayên heyî kurdî na nivîsîn. Ev rûreşî ye.”
 
SAZÎ HATIN GIRTIN
 
Robar, bi lêv kir ku dewlet dibê tu astengî nînin lê gavên bi awayekî fîîlî tên avêtin astengiyên li ser kurdî ber bi çav dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tenê hin serdeman ji bo siyasetmedar dengan bistînin û propagandayê bikin dikarin pirtûka Ehmedê Xanî çap bikin û berhemên Melayê Cizîrî bi weşînin. Lê dema gotûbehs dibe parastina kurdî wê demê bi qedexeyan re rûbirû dimînin. Naxwazin civak zimanê xwe hîn bibe. Beriya hewldana darbeye ya sala 2016’an bi sedan saziyên li ser ziman û çanda kurdî xebat dikirin hebûn lê hemû hatin girtin. Kengî firsendek bikeve destê rêveberên dewletê weke şûrê li dijî zimanê kurdî bikartînin.”
 
KESÊN NIKARIN ZIMANÊ XWE YÊ DAYIKÊ BIKARBÎNIN
 
Robar, destnîşan kir ku divê kurd daxwazên xwe yên fermîbûna zimanê xwe bînin ziman û wiha pê de çû: “Di nava Komeleya Ziman û Çanda Bîrca Belek de em hem perwedeya xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî didin, hem jî li ser çand û zimanê kurdî lêkolînan dikin. Em di mijarên wekî gotinên pêşiyan, biwêj, dengbêjan de dixebitin. Lêkolinên li ser çand û zimanê kurdî nîşan didin ku zimanê me xwedî mîrateyeke pir dewlemend e.”
 
Robar, diyar kir ku ziman di heman demê de welatê mirovan e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Kesên nikarin zimanê xwe yê dayikê bikarbînin, bê welat in. Ji ber vê yekê ziman hebûn e. Divê herkes bi vî awayî nêzîkî zimanê xwe bibe.”
 
 
MA / Omer Akin
 

Sernavên din

23/02/2022
15:51 Êrişa li ser xwendekarên kurd li Stenbolê hat şermezarkirin
15:50 Ji endama Komeleya Jinan a Rosayê Gultekîn re ceza hat xwestin
14:50 Polîsan mudaxileyî malbata Dokû kirin
14:25 Malbata Dokû li pêş Wezareta Dadê asteng kirin
14:14 Nobeta Edaletê: Bila girtiyên nexweş bên berdan
14:09 ARSÎSA’yê şahiya ziman li dar xist
13:58 Çînê bertek nîşanî danekirinên li dijî Rûsyayê da
13:27 Malbatên girtiyan nobeda xwe birin ber derê ATK'ê
13:22 YDG: Em agahiyê ji endama xwe nagirin
13:08 Qesra Spî: Wê hevdîtina Bîden û Pûtîn pêk neyê
12:52 Malbata Şenyaşar dê nobeta xwe li pêşiya Dadgeha Îstînafê jî bidomîne
12:28 Tirkiyeyê Sedat Peker ji BAE'yê xwest
12:22 Ji ber peyva ‘Kurdistanê’ derheqê Leyla Guven de lêpirsîn dan destpêkirin
12:12 Ji bo mafên jinan pêşniyarqanûn pêşkêşî Meclisa Kurdistanê kirin
12:02 Eşyayên girtiyê ku hat sirgûnkirin nedanê
12:00 Li Girtîgeha Bandirmayê 74 girtî bi koronayê ketin
12:00 Li Silêmaniyê jinek hat qetilkirin
11:45 Qeyûm 10 roj in pirsgirêka avê çareser nake
11:14 Meclisa Jinan a HDP’ê ji bo 8’ê Adarê klîbek çêkir
10:51 Pênûsa wî li erdê nema!
10:50 Tevî bertekan jî xebatên ‘Daristana Bahçelî’ dest pê kirin
10:29 Li Çiyayê Bagokê operasyona leşkerî dest pê kir
10:12 Ocalan: Meşa jina azad divê heta dawiyê bidome
10:04 Serokê Odeya Tabîban a Şirnexê bertek nîşanî gefa li bijîjk A.O. da
09:25 Ji Şûreya Dewletê biryara Rişmilê: Biryara "Qada xeternak" li dijî hiqûqê ye
09:00 'Em ê bi têkoşîna rêxistinbûyî bersiva êrişan bidin'
09:00 Xwest birayê wê yê nexweş ê 25 sal in girtî ye bê berdan
09:00 ‘Hê jî di lêpirsîna girtî Bîlgîn de îfadeyên gardiyanan nehatine girtin'
09:00 Ji bo şanoya 'Tu Ne Gara yî' bang kirin
09:00 30 sal in li edaletê digere: Em ê deriyê hepsan bişikînin
09:00 ROJEVA 23'YÊ SIBATA 2022'YAN
22/02/2022
23:35 YE, derbarê welatî û saziyên rûs de biryara mueyîdeyê girt
22:00 Xwendekaran êrişa nijadperest şermezar kir
21:13 Îngîltereyê derbarê 5 bankeyên rûs de biryara mueyîdeyê girt
20:10 Li Zanîngeha Akdenizê êriş birin ser xwendekarên kurd
20:03 Piştî 7 mehan cenazeyê Ozdemîr spartin axê
16:14 Li Enqereyê jinek hat qetilkirin
16:08 Nobeda Edaletê: Divê her kes xwe tevli vê berxwedanê bike
16:08 Li wêneyê Komkujiya Roboskê lêpirsîn hat destpêkirin
15:51 Aygul Dokû: Heta ku hesabê Gulistan nepirsim ez ê nemirim
15:51 ‘Doza Çapemeniya KCK’ê’ paşve dan
15:42 Bûldan: Rojên serkeftina me nêzîk in
15:32 Li Mêrsînê wê mîtînga ‘Em nikarin debara xwe bikin’ were lidarxistin
15:21 Malbatên girtiyan ên Amedê li ber deriyê girtîgehê çalakî kirin
15:14 Li Girtîgeha Mêrdînê çalakiya greva birçîbûnê dan destpêkirin
14:49 Jin çûn serdana Nobeta Edaletê: Em ê bi hev re têbikoşîn
14:40 Gefa ku dozger li bijîşk xwar şermezar kirin
14:15 Sebahat Tuncel ji doza ‘heqaretê’ hat beraetkirin
14:04 ‘Bila carek din Nexweşxaneya Etfalê vebibe’
14:00 Nûnerê Bilind ê YE’yê Borell: Artêşa Rûsyayê kete Donbasê
13:12 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: "Rapora Tespîtê ya Sala 2021'an a Îmraliyê" aşkera kir
13:05 Dîmenên kesên êrişî HDP’ê kirin derketin holê
12:53 Doza Turkdogan: Dixwazin çavtirsandî bikin
12:50 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:49 Malbata Doku bi Buldan re hevdîtin kir
12:34 Hevserokên HDP’î hatin girtin
11:21 Malbata Şenyaşar: Heke zilm hebe berxwedan heq e
10:54 Tirkiye dixwaze şerê Ûkraynayê bike xizmeta xwe!
10:26 Malbata Gulistan Doku li Meclisê ye
09:51 Malbatên girtiyan bang kir: Bila daxwazên zarokên me bên qebûlkirin
09:50 Di doza Pinar Gultekîn de bersûc Avci hat girtin
09:23 Ji Pûtîn fermana 'Operasyonên Hêzên Aştiyê'
09:20 Ocalan hêj di hevdîtina ewil de hişyar kiribû
09:01 Jin li cem Semra Guzel in
09:01 Komîsyona Mafên Zarokan a KESK'ê: Em ê li dijî tahdeya bi unîforma bitêkoşin
09:01 Girtî Balaç 65 roj, Yildirim jî 30 roj in di rojiya mirinê de ne
09:01 Parêzerên jin: Biryar siyasî ye, Tûglûk berdin
09:00 ROJEVA 22'YÊ SIBATA 2022'YAN
21/02/2022
22:22 Li Edeneyê şevbihêrka dengbêjan
18:47 3 endamên DÎAYDER'ê hatin berdan
17:55 Dag û Er çalakiya xwe ya rojiya mirinê bi dawî kirin
16:58 Xizmên girtiyan: Edalet ji herkesê re hewce ye
16:57 Malbatên girtiyan li ber Girtîgeha Tekîrdagê ne: Daxwazên girtiyan qebûl bikin
16:54 Daxwaza bi dawîkirina polîtîkayên pişaftinê kirin
16:05 Malbatên Dag û Er serî li ÎHD’ê dan
15:58 Rêveberên Baroya Amedê beraet kirin
15:53 Olûç: Di qada cemaweriyê de derfetê bidin zimanên dayikê
15:10 Tora Têkoşîna li Dijî Tundiyê ji bo girtiyên nexweş banga azadiyê kir
14:58 Cezayê Demîrtaş hat erêkirin
14:45 Mazlum Dag: Xetere li ser jiyana me heye
14:39 Mele Fahrettîn Ulgun: Ev doz doza hesabxwestina ji ÎBB’ê ye
14:30 DAD wê bi kirmançkî kargeha perwerdehiyê bide destpêkirin
14:14 Cezayê girtîgehê dan rojnameger Dûrket Suren
14:01 Di Doza Gezî û Çarşiyê de biryara cihêkirinê hat dayîn
13:50 Ji HDP’a Enqereyê bangewaziya kongreyê
13:35 Li Amedê civîna 21’ê Sibatê: Divê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê
13:30 Dozger gefa ‘şopandina hiqûqî’ li bijîşk xwar
13:30 Nexşerêya 2022'yan a Kurdî: Divê partiyên siyasî bi hev re pirsa zimanê kurdî geştir bikin
13:02 Baroya Rihayê pankarta "Kamber Ateş Nasılsın" bi avahiya xwe ve kir
12:42 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê dê ‘Rapora Îmraliyê’ eşkere bike
12:00 Beriya Doza Geziyê daxuyanî hat dayîn: Darizandine neheqe
11:47 DFG'ê atolyeya rojnamegeriya kurdî da destpêkirin
11:44 Emîne Şenyaşar: Bila êdî dawiyek li vê zilmê bê
11:22 Îmîr a HDP’î pêşniyaznameya kurdî da
11:19 Dag: Heke zimanê me winda bibe, em ê hebûn û dahatûya xwe jî winda bikin
11:19 Li Koyê Komxebata Navnetewî ya zimanê kurdî dest pê kir
11:18 Tevlîbûna bîranîna Denîz Poyraz sûc e!
11:02 HDP: Divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê
10:36 DBP: Divê zimanê kurdî bi qanûnan were mîsogerkirin
09:46 ‘Divê her zarokê kurd ji ewil hînî zimanê xwe bibe’