‘Çima di astengiya li pêşiya aştiya civakî de israr dikin?’

img
ENQERE - Di salvegera komploya navneteweyî de HDP’ê tecrîda girankirî ya li ser Îmraliyê xist rojeva meclisê û ev pirs kir: “Gelo çima di tecrîda girankirî ya li Îmraliyê de israr dikin ku li pêşiya aştiya civakî astengî ye?”
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata sala 1999’an de bi komployeke navneteweyî hat binçavkirin û radestî Tirkiyeyê hat kirin. Li rexekî Ocalan di bin tecrîdeke giran de li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin û li rexa din jî girtiyên din ên bi Ocalan re li wir dimînin tên tecrîdkirin. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê Feleknas Uca bi daxwaza ku Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag bibersivîne, bi van rojevên navbihûrî pêşnûmepirseke nivîskî da Serokatiyê Meclisê.  Dê pêşnûmeyê de hat gotin ku Ocalan li Girtîgeha Îmraliyê di şert û mercên tecrîdê de dimîne û Tirkiye jî bi vê sepanê, hiqûq û peymanên neteweyî û navneteweyî binpê dike. 
 
NIFTEYA ÇARESERIYÊ
 
Di pêşnûmepirsê de hat diyarkirin ku Ocalan dixwaze pirsgirêka kurd bi rêyên gûftûgo û muzakereyan çareser bike. Bi domdarî jî hat gotin ku Ocalan ev 23 sal in di nava şert û mercên tecrîdê de tê girtin û ev tişt hatin destnîşankirin: “Di dema pêvajoya çareseriyê de hem hikûmeta AKP’ê bi xwe û hem jî saziyên dewletê qebûl kirin ku Ocalan ji bo çareseriyeke demokratîk a siyasî, kesayetekî girîng e. Dema em li axaftinên Serokomar Tayyîp Erdogan ên di van demên dawî de dinihêrin, dibînin ku navnîşana çareseriyê birêz Ocalan e.” 
 
HIQÛQ TÊ BINPÊKIRIN
 
Uca, di pêşnûmepirsê de destnîşan kir ku mafê hevdîtinê yê malbat û parêzerên Ocalan tê binpêkirin û hemû alavên peywendiyên bi derve hatine qutkirin. Uca da zanîn ku di şert û mercên heyî de îzolasyona heyî êdî derketiye asta nêzikatiya xerab û îşkenceyê. Uca got ku bi qedexekirina hevdîtinan re hem hiqûqa navxweyî û hem jî ya navneteweyî tê binpêkirin. Di berdewamê de Uca raporên CPT’yê bi bîr xist ku tê de pêşniyara başkirina şert û mercên Ocalan û rakirina qedexeya hevdîtinê tê kirin û ev tişt anî ziman: “Di 24’ê çileya 2019’an de jî Meclisa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE) jî Tirkiye hişyar kir ku li gorî raporên CPT’yê tevbigere. Her wiha Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) jî da zanîn ku mafê Ocalan ê berdana bişert heye û heke ne wisa be, Tirkiye Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê binpê dike.” 
 
Di vê çarçoveyê de Uca ev pirs kirin: 
 
“* Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di her axaftina xwe de Îmraliyê wek navnîşan nîşan dide. Tevî ku birêz Ocalan gotibû dikare pirsgirêka kurd di nava hefteyekî de çareser bike, gelo çima tecrîda girankirî tê sepandin? Çima di tecrîdê de israr dikin ku li pêşiya aştiya civakî astangî ye?
 
* Ev tecrîda li ser birêz Ocalan, bingeha xwe ya hiqûqî ji ku digire? Hem di hiqûqa navxweyî û hem jî di peymanên navneteweyî yên Tirkiyeyê îmze kirine de tecrîd weke îşkence tê destnîşankirin. Gelo dê ji bo rakirina vê tecrîdê hewldaneke we çêbibe? 
 
* Mafê Abdullah Ocalan heye ku bi şert were berdan û bi neberdana wî re Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê tê binpêkirin. Ji bo berdana Ocalan, gelo xebateke we ya amadekirina bingeheke hiqûqî heye? 
 
* Tirkiye endamê MPKE’yê ye û di metna wê ya biryarê de ji bo birêz Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê bang tê kirin. Gelo hûn dê guh bidin vê bangê û li gorî wê sererastkirinên hiqûqî bikin? 
 
* Weke ku di biryarên pêşniyarê yên rapora CPT’yê de hatiye destnîşankirin, gelo ji bo ku birêz Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê bikarin mafên xwe yên peywendî û hevdîtinê bi kar bînin, dê gavek bê avêtin an na? Têkildarî hevdîtinên malbat û parêzeran a li Îmraliyê, gelo dê agahiyên mehane bidin CPT’yê yan na? 
 
* CPT’yê di raporên xwe de tespît kir ku li girtîgehên Tirkiyeyê nêzikatiya xerab û îşkence heye. Û bang li Tirkiyeyê kir ku dawî li van sepanên xwe bîne. Gelo Tirkiyeyê bi van hişyariyan kir an na? Ji bo bidawîkirina îşkence û nêzikatiya xerab heta niha çi gav hatine avêtin? Gelo derheqê kesên îşkence li girtiyan kirin û nêzikatiyeke xerab nîşan dayîn de heta niha lêpirsînek hatiye vekirin?”
 

Sernavên din

18/02/2022
16:26 Doza DÎAYDER’ê: Peyvên ku bi kurdî hatine tawanbarkirin di Qûrana Diyanetê de jî hene
16:05 Cara ewil di Doza Pirsûsê de axivî: Di dema komkujiyê de polîs li wir nebûn
16:03 Rojnamevan Turfent bi koronayê ket
15:49 Rojnameger Kiliç li ser gora xwe hat bibîranîn
15:40 Li Rihayê 15 kes hatin berdan
15:12 Serdana malbata hevxemên xwe kirin
14:51 Derbarê Gulser Yildirim de dozeke nû hat vekirin
14:20 Dema binçavkirinê ya 12 kesan hat dirêjkirin
14:10 Walîtiya Colemêrgê firandina pifdank û fanosa mirazan jî qedexe kir
14:10 Di doza sercerdevan û kurên wî de biryar derneket
14:00 Li Stenbolê starta 8’ê Adarê hate dayîn: Em ê têkoşîna xwe li qadan bidomînin
13:55 Turkan Elçî: Em bi dadgeha engîzîsyonê re rûbirû ne
13:50 Almanya dê ciwanê kurd dersînor bike
13:14 Rojnivîskên Gurbetellî Ersoz li Lozanê hatin pêşandan
13:10 Dozgeriyê îtîrazî beraeta 4 rojnamevanan kir
12:47 Doza DÎAYDER'ê: Em li dadgehên Engîzîsyonê tên darizandin
12:32 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:15 Başaran: Yên ji kurdan fêm nekin nikarin bi ser kevin
11:25 Ferît Şenyaşar: Bila edalet were, zilm bi dawî bibe
10:54 Strana Tarkan a nû bû rojev: Wê biçe weke ku hatî wê biçe
10:16 Qedexeyên li ser kurdî di dema AKP’ê de hîn zêdetir bûn
10:15 Hejmara nû ya Modernîteya Demokratîk derket
09:49 Rojnamevan Dûrgût: Hin kes ji rastiyan aciz dibin
09:04 HDP’a Mêrsînê ji bo kongreyê amade ye
09:04 ‘Gefa qeymeqamê Qisleyê tê nixumandin'
09:04 Di girtîgehên li Rihayê de 5 jê giran 34 girtiyên nexweş hene
09:04 Li Amedê di 15 rojan de hejmara pêketiyan ji sedî 50 zêde bû
09:00 Qeyûm navê Navenda Çandê ya Nûdayê kir 'Hacibekîr'
09:00 Karkerên Mîgrosê bang kirin: Bibin dengê me
09:00 Kêmkirina KDV'ê pişta dikandarên biçûk şikand
09:00 ROJEVA 18'Ê SIBATA 2022'YAN
17/02/2022
21:43 Li Şirnex, Mêrdîn û Mêrsînê 50 kes hatin berdan
19:10 Komîsyona Têkel biryar da ku parlementeriya Guzelê bê betalkirin
17:55 Li Sêrtê 9 kes hatin berdan
17:36 MED-DER'ê dest bi çalakiyên xwe yên 21'ê Sibatê kirin
16:52 ‘Şewitandina înfaza girtiyan li dijî edaletê ye’
16:39 Nûçegîhana me Dûrgût hat berdan
16:35 Dundar: Bi êrişan nikarin bitirsînin
16:07 Li Wanê malbatên girtiyan banga piştevaniyê kirin
16:01 Hevseroka HDP'a Yuregîrê: Ew gule berdan demokrasiyê
15:54 2 endamên HDP’ê hatin girtin
15:10 Cezayê Parlamenterê HDP'ê Bulbul hat erêkirin
14:59 Leyla Xalid ji Aysel Tûglûk re peyam şand
14:36 Komîsyonê ji bo girtiyê nexweş biryar da: Dikare di girtîgehê de tenê bimîne
14:34 Hevseroka ÎHD’ê Keskîn ji doza li Dêrsimê hat beraetkirin
14:22 Nûçegihana me Durgut birin edliyê
14:05 'Tirkiye pere ji bo DAIŞ’ê dabîn kiriye’
13:59 Komîsyona Tevlîhev ji bo Guzel li hev civiya
13:41 Danişîna ‘Doza KCK’a Stenbolê’ hat taloqkirin
13:24 Li Çiyayên Amonasan operasyona leşkerî
12:42 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:41 Wê derbarê xebatkarên Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê de mutalaa bê amadekirin
12:27 8 sal şunde ji esiriya DAIŞ’ê xelas bû
12:18 Ebrû Gunay: Em dixwazin tifaqa kurdî ava bikin
12:05 Danişîna ewil a meleyan sibê ye: Şahidên nepen ji doza KCK’ê mane
11:43 Weşana KCD'ê a mijara sûc wê ji RTUK'ê bê pirsîn
11:42 Çetîn a îşkenceya bi kûçik lê hatibû kirin nehat berdan
11:42 Malbata Şenyaşar: Em ê heta kengê bisekinin?
11:12 Li Wan û Erziromê 22 kes hatin berdan
11:11 Serokê Cemxaneya Duzgin Bava walîtiyê derewand
11:11 Li Mêrsînê ‘Pêşangeha Pirtûkên Girtiyan’ tê vekirin
10:08 Ocalan: Ev pêncî sal in em ji bo zimanê xwe têkoşîneke bêhempa didin
09:02 Îfadeya Kasim Guler ê DAIŞ'î hat girtin: Kiryar çalak in û li ser kar in
09:02 Krîz kûr dibe: Em xwe bi kîsikê ava germ, germ dikin
09:02 ‘Paradîgmaya Ocalan dê li vê erdnîgariyê bi ruh û can bibe'
09:02 Navê rojnamevanê hat qetilkirin li 40 zarokî hatiye kirin
09:00 ROJEVA 17'Ê SIBATA 2022'YAN
01:00 Êriş birin ser avahiya HDP'ê ya Yuregîrê
16/02/2022
21:45 Ji bo rojnamevan Dûrgût kampanya
20:33 Li Mêrdînê 22 kest hatin berdan
18:32 Îfadeya rojnamevan Dûrgût a li midûriyeta polîsan hat girtin
16:25 Nobeda Edaletê: Em zarokên xwe dixwazin
16:10 Li Edeneyê kesek hat girtin û 13 kes hatin berdan
16:02 LaWje dê li Stenbolê konserek bide
15:59 Baroya Çewlikê dê giliyê tundiya leşkeran bike
15:41 Jinan bertek nîşanî rapora ji bo Tûglûk hatiye amadekirin da
15:33 Tê payîn ku li komîsyonê dê Tiryakî li şûna Guzel parastinê bike
15:09 Li Çewligê 10 kes hatin berdan
14:55 Ji bo doza Buldan dê ji AYM’ê agahiyan bixwazin
14:34 Ji bo nîşandana gorên Şêx Seîd û hevalên wî serî li wezaretê dan
14:34 Cezayê ji bo şermezarkirina mirina Gezer hatibû dayîn ‘guncav’ hat dîtin
14:18 Li Agiriyê 6 kesên din jî hatin binçavkirin
14:09 Hiqûqnasan giliyê îşkencekarên li Girtîgeha Amedê kirin
13:57 Ji rapora HDP’ê ya Şengal û Mexmûrê: MÎT, gefan li welatiyan dixwe
13:54 'Ne karker, divê patron vî welatî biterikînin'
12:44 TGS’ê bertek nîşanî nedayîna mûçeyê rojnamevanan da
12:25 Malbata Şenyaşar: Em ê li ber zilmê serê xwe netewînin
11:33 Ronî: Daxwaza gelê kurd perwerdehiya bi zimanê kurdî ye
11:10 Hemû binçavkiriyên li Amedê hatin berdan
10:54 Di operasyona hişbirê ya Licê de gosermetên nû
10:11 Gelo ATK çima nexweşîna Aysel Tugluk nabîne?
10:11 Li Îmraliyê sepana 'incommunicado' di meriyetê de ye
09:30 Ji bo ku fatûreyên xwe razînin kelûpelên xwe difiroşin
09:03 Fatûreyên sendeliyên bi ceyran giran bûn!
09:02 HDP'î û DBP'î sûcdar kirin: Çima hûn tevli daxuyaniyan bûn?
09:02 ‘Ger em têbikoşin dê dewlet nikaribe neheqiyan bike'
09:02 Taşçier: Rêya Sêyem dê siyaseta Tirkiyeyê biguherîne
09:02 Dayika tim ji bo zimanê xwe li ber xwe da: Îpek Elmas
09:02 Bernameya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê eşkere bû
09:00 ROJEVA 16'Ê SIBATA 2022'YAN