Jin, projeya jiyanê ya nîvcomayî ya Ocalan temam dikin

  • rojane
  • 11:33 12 Sibat 2022
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Dema ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan radestî Tirkiyeyê hatiye kirin, Ocalan ji bo têkoşîna azadiyê ya jinên kurd wiha digot: “Projeya min a jiyanê nîvcoyî ma.” Têkoşîna azadiyê ya jinên kurd li dijî pergala baviksalar a kapîtalîst, bi pergala xweseriya demokratîk ku li Rojhilata Navîn aj da re ji bo hemû cîhanê bû hêviyeke nû. 

Di sedsala 21’emîn de jinên kurd, wek aktoreke girîng a têkoşîna azadî û wekheviyê derketin pêş. Haya gelek kesan bi şerê Rojhilata Navîn re ji vê têkoşînê çêbû lê belê di esasê xwe de ev têkoşîn xwedî rabûrdiyeke dûvdirêje. Bêguman ev têkoşîn, çavkaniya xwe ji têkoşîna azadiyê ya gelê kurd digire ku newekheviya zayenda civakî ya di çarçoveya serdestiya zilam de bi awayekî cuda dinirxîne. Bi pergala xwe ya civakî re ku jinên esas digire re, hişmendiya ku di pêvajoyên şoreşên çînî yan jî civakî de jin wek hêzeke piştgir didît, tune kir.
 
Ji bo ku jinên kurd xwe nas bikin û dest bi têkoşînê bikin, yek ji kesayetên bandor li jinan kirî jî bêguman Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e. Ocalan ku bi perspektîf û pêşniyarên xwe yên çareseriyê bandoreke mezin li têkoşîna jinên kurd kir, di mijara çareserkirina pirsgirêka newekheviya zayendan de jî bi perspektîfeke nû re bîrdoziya rizgariya jinan pêş xist û rê nîşan da. Vê perspektîfê kir ku zîhniyeta serwer a mêr bi kûr û dûr bê lêpirsîn û ji bo guherîn û veguherîna li ser bingeha wekheviyê jî têkoşîn da destpêkirin. Bi paradîgmaya azadîxwaziya jinê, ekolojîk û civaka demokratîk re nîşan da ku dema jin bi rastî û bi hêza xwe dihese, li dijî texrîbatên ku newekheviya zayendî ya civakî bi xwe re anîne, dikare xwe bi tevahî ji pergala mêrserdest qut bike. Vê paradîgmayê, ji bo têkoşîna azadiyê ya jinên kurd rêyeke nû vekir. 
 
Jinên ku bi nasnameya neteweyî û azadiyê xwe birêxistin kirin, li gel têkoşîna ji bo wekheviyê, her wiha di danasîna nasnameya neteweya kurd de jî roleke mezin lîst. Jinên kurd ku yek ji mezintirîn berxwedana jinan a cîhanê pêş xist, gelo çawa gihişt asteke wiha? 
 
EFSANEYA SEDSALA 19’EMÎN 
 
Bêguman têkoşîna jinên kurd a li dijî pergala mêrê serdest tenê ji 40 salan pêk nayê. Her çend ku di dîrokê de nehatibin vegotin jî, hejmareke zêde ya jinên kurd di demên cuda de mohra xwe li bin gelek serkeftin û lehengiyan dan. Di gelek aliyên jiyanê de serkeftinên mezin bi dest xistin. Dema em tenê li Tirkiyeyê jî dinihêrin, dibînin ku gelek jinên kurd ên di siyasetê de bihêz derdikevin pêşiya ma. Yek ji van jinên ku herî zêde tê naskirin jî Fata Reş e ku di sedsala 19’emîn de derdikeve pêşiya me. Fata Reş ku li Rewanduz a li rêzeçiyayên Torosê dijî, serokeşîra eşîreke ji Mereşê ye. Di şerê Kirimê yê sedsala 19’emîn de tevî 300 sîwariyên xwe, bi tena serê xwe diçe Qesra Osmaniyan a li Stenbolê û hevdîtinan dike. Di hevdîtinan de tîne ziman ku ji bo şerê li dijî rûsan amade ye. Di şerên navbera Osmanî-Rûs’an ên di salên 1853-1856’an de  wek “Mucahîda Kurd” tê naskirin lê belê bi rêveberiya Îttîhat Terakî re êdî wek lehengeka tirk tê pênasekirin. Heta di sala 1956’an de bi navê “Kara Fatma” jiyana wê dibe fîlm. Di vî filmê navbihûrî de Fata Reş wek lehengeka tirk a têkoşîna neteweyî tê danasîn. Lê dema em li rojnameyên wê demê yên Ewropayê jî dinihêrîn, dibînin ku ji bo Fata Reş pênaseyên wek “Prensesa Kurd”, “Fata Reş a Kurdistanî” û “Amazona Kurd” hatine kirin. Di raya giştî ya cîhanê de qala serkeftinên Fata Reş dihat kirin. Fata Reş di dawiya salên 1800'an de jî jiyana xwe ji dest da. 
 
DESTPÊKA SEDSAL 20’EMÎN 
 
Jinên kurd neçar man ku li hêlekê li dijî civaka baviksalar û li hêla din jî li dijî zexta dewletê ya li ser ziman û çîniyê têbikoşin. Yekemîn têkoşîna birêxistinkirî ya jinên kurd, di sala 1919’an de bi damezirandina Cemiyeta Teâlî ya Jinên Kurd, li Stenbolê dest pê kir. Ne tenê ji bo mafên jinan lê cemiyetê di heman demê de ji bo pêşxistina hişmendiya neteweyî jî xebatên xwe meşandin. Cemiyet, di salên dawî yên Osmaniyan de hat damezirandin û xebata xwe ya ewil jî ji bo zarokan kir. Di çarçoveya xebatên xwe de, di 19’ê îlona sala 1919’an de li Nexweşxaneya Şîşlî Etfalê bi qasî hejmara 6 qawîşan, zarokên kurd bêpere dan sinetkirin. Di Nîzâmnâmeya Cemiyeta Tealî ya Jinên Kurd de armanca damezirandinê wiha tê destnîşankirin: “Armanca me ew e ku jinên kurd bi nêrîneke hemdem xwe pêş ve bibin, di jiyana malbatî ya kurdan de sererastkirinên sazîtî û civakî bên kirin, ji bo kurdên êtîm û jinebiyan ên bi tehcîra Ermenan û koçberiyên din ên bi darê zorê ‘perîşe bûyîn’ kar peyda bikin û li ser navê cemiyetê alîkariya madî bikin da ku ev kes ji vê xizaniyê xelas bibin.” 
 
Di çarçoveya xebatên xwe de jî rojname, kovar, pirtûk û rîsale weşandin, gelek şaxên cemiyetê, pirtûkxane û eywanên nîqaşan li deverên cuda yên Împaratoriya Osmaniyan vekirin, ji bo endamên xwe konferans li dar xistin û ders dan. Xebatên cemiyetê bi qasî 3 mehan berdewam kirin û piştre jî hate girtin. Têkildarî girtina cemiyetê, di sala 1928’an de rojnameya Zarya Vastoka ku bi zimanê rûsî li paytexta Gurcistanê Tîflîsê weşana xwe dikir, gotareke girîng weşand. Gotara behsa xeberê 10 sal piştî girtina cemiyetê hatibû weşandin û di gotarê de wiha tê gotin: “Hemû şaxên cemiyetê, bi sedema hîle û lêpirsînên netewperestên Constantinopolisê hatin girtin.” Lê belê di gotarê de nehatibû destnîşankirin bê ka derheqê kîjan xebatên cemiyetê de lêpirsîn hatiye destpêkirin an jî cemiyet rastî zextên çawa hatiye. 
 
SALÊN 1960 Û 70’AN
 
Di salên 1960’an de li welêt, polûleriteya çepgiran her ku diçû zêdetir dibû. Di vê navberê de hewlên ji bo bersivandina pirsên derheqê “pirsgirêka jinê” de jî hêdî hêdî pêş diketin. Jinên kurd, di vê serdema ku têkoşîna azadiyê ya gelê kurd hêdî hêdî aj dida de, di 29’ê mijdara sala 1977’an de li Amedê Komeleya Jinên Demokrat ên Şoreşger (DDKAD) ava kirin. Jinên ku bi awayekî çalak xebat dimeşandin, li hêlekî mîtîng li dar xistin, li hêla din jî li malan digeriyan, civîn li dar dixistin û ji bo zimanê dayikê jî xebat dimeşandin. Yekemîn car, rêveberên DDKAD’ê 8’ê Adar pîroz kir û piştî darbeya 12’ê îlona sala 1980’an jî bi hinceta pîrozkirina 8’ê Adarê li Amedê hatin girtin û darizandin. 
 
BANDORA TEVGERA AZADIYÊ
 
Salên 1980’an, ji bo welêt salên reştarî ne. Di van salan de bi taybet jî li metropolên rojavayê welêt, komên xweser ên jinên kurd hatin avakirin û li dora kovaran rêxistiniyek pêş ket. Di salên 1980’an de jinên kurd, di çarçoveya tevgera kurd û têkoşîna neteweyî de ketin nava liv û tevgerê. Di salên 1990’an de jî êdî ev têkoşîn veguherî têkoşîneke mezin û girseyî. Bi şewitandina gund û koçberkirina gel re, gelek kurd koçberî bajarên rojava yên Tirkiyeyê bûn. Vê yekê jî bandoreke mezin li têkoşîna jinên kurd kir. Tevgera azadiyê ya kurd di van salan de mezintir bû û bi taybet jî destpêkirina pêvajoya “serhildan”an, bandoreke mezin li xwebirêxistinkirina jinên kurd kir. Jin, êdî bi rêxistiniya xwe derdiketin pêş. Li hêlekî bi tevgera azadiyê ya kurd re pêş diket û li hêla din jî bi awayeke xweser xwe birêxistin dikir. Jin ku yek ji mezintirîn hêzên muxalefetê yên kolanan in, di vê serdemê de bi kovarên Komeleya Jinên Welatparêz (YKD), Navenda Çandê ya Jinan a Dîcleyê, Komeleya Neteweya Demokratîk a Jinan (UDKD), Piştevaniya Jinan a Kurd, Mala Çandê ya Jinan a JIYAN’ê, Di Jiyana Azad de Jin, Roza û Jujînê re xwe bi awayekî xweser birêxistin kir. 
 
Tevlibûna jinên ku li pêşiya girtîgehan disekinîn û zarokên xwe di pevçûnan de windakirîn, ji bo tevgera jinên kurd pêvajoyeke nû da destpêkirin. Di mijara guherîn û veguherîna civaka feodal û baviksalar de li gel partiyên siyasî, her wiha rêxistiniyên xweser, têkoşîna dayikan û “şervanên jin” ên di têkoşîna azadiyê ya gelê kurd de jî bandoreke mezin kir. 
 
JI DOKH’Ê BER BI TJA’YÊ VE
 
Bi destpêkirina salên 2000’î ve êdî jinên kurd di raya giştî de bêhtir hatin naskirin. Ocalan, di dîroka jinên kurd de bi bi perspektîfên xwe, xwedî cihekî girîng e. Dema ku Ocalan di 15’ê Sibata sala 1999’an de bi komployeke navneteweyî radestî Tirkiyeyê tê kirin, wiha dibêje: “Projeya min a jiyanê ya nîvco mayî.” Jinên ku ev perspektîfa azadiyê ji xwe re wek rê destnîşan kirîn, bi projeyên xweser ên xweparastinê heta yên çand, huner û aboriyê, di gelek beşên din de bala raya giştî kişandin û ji bo tevgerên jinan jî bûn model. Jinên kurd ku bi mebesta qutbûna ji malbat û pergalê dest bi xwebirêxistiniyeke xweser kirin, her wiha di salên 2000’î de li gel rêxistinên femînîst ên Tirkiyeyê jî peyewendî danîn.
 
Jinan, xebatên xwe di bin sîwana rêxistiniyê de dimeşandin, di sala 2005’an ve xwe di bin sîwana Tevgera Jinên Azad a Demokratîk (DOKH) de birêxistin kir. DOKH’ê li dijî tundiya li ser jinê, li dijî zext, komkujî, tacîz, destdirêjî, fihûş û li dijî gelek pirsgirêkên din têkoşiya û tevî hemû astengî, zext û zehmetiyan jî xebatên xwe berdewam kirin. Di sala 2015’an de jî DOKH’ê xwe di bin sîwana Kongreya Jinên Azad (KJA) de birêxistin kir. Di kongreya 1’ê sibata sala 2015’an de DOKH hat girtin û jinan têkoşîna xwe bi KJA’yê domand. Lê KJA di sala 2016’an de bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê (KHK) de hate girtin û vê carê jî jinan, xwe di bin sîwana Tevgera Jinên Azad (TJA) de birêxistin kir. 
 
JI KOTAYÊ BER BI HEVSEROKATIYÊ VE
 
Rêxistiniya di nava partiyên siyasî de, ji kotayê ber bi hevserokatiyê ve çû. Polîtîkaya jinan a ku di sala 1994’an de bi damezirandina Partiya Demokratîk a Gel (HADEP) re dest pê kir, bi saya ked û têkoşîna bi salan veguherî rêxistiniyekê. Cara ewil baskê jinan di kongreya HADEP’ê ya di sala 2000’an de wek sazîbûneke xweser hat qebûlkirin. Di kongreyê de bi xala 4’emîn a pêvek re rêgeza “cihêkariya pozîtîf” li rêznameya partiyê hat bicihkirin. Bi vê yekê re, rêxistiniya ku di sala 1997’an de bi komîsyona jinan dest pê kirî, di sala 2000’an de bû baskê jinan û bi sala 2005’an re jî veguherî meclisa jinan. Kotayên ku heta wê demê wek ji sedî 25, 35 û 40 dihatin diyarkirin, di 9’ê mijdara sala 2005’an û şûn de bi avakirina Partiya Civaka Demokratîk (DTP) re bi pergala hevserokatiyê encam bû. 
 
RÊVEBERIYÊN HERÊMÎ
 
Nûnertiya di rêveberiyên herêmî de jî, bi hilbijartinên sala 1999’an ve pêl bi pêl pêş ket. Bi saya kota û cihêkariya pozîtîf re, di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên sala 1999’an de li 3 şaredariyan jin wek serok hatin hilbijartin, di hilbijartinên sala 2004’an de 4, di sala 2009’an de jî 15 jin hatin hilbijartin. Di vê pêvajoyê de her wiha hejmara endamên meclisa şaredariyê yên jin jî her ku diçû zêdetir bûn. Hilbijartinên sala 2014’an, ji bo nûnertiya jinan bû saleke dîrokî. Cara ewil pargala hevserokatiyê kete meriyetê û ji 102 şaredariyên hatine bidestxistin de li 96’an pergala nûnertiya wekhev ket meriyetê. 
 
Ji vê pêvajoyê û şûnde êdî hevşaredarên jin bêhtir derketin pêş û di hilbijartina 30’ê adara sala 2019’an de 59 hevşaredarên jin hatin hilbijartin. Bi vê tecrûbeyê re jin, di mijara rêveberiyên herêmî de bûn xwedî perspektîfeke xurt.
 
ŞOREŞA JINAN
 
Jinên kurd ku niha li her çar aliyên cîhanê di nava avadaniyên cuda yên têkoşîna azadiyê ya jinan de cih digirin, xwedî rolekî girîng in. Bi taybet jî jinên kurd, bi têkoşîna xwe ya li dijî DAIŞ’ê re rûpeleke nû li dîroka têkoşîna jinê zêde kir. Bi tecrûbeyên xwe yên xurt û têkoşîna xwe ve, di pêvajoya jinûveavakirinê ya Rojhilata Navîn de pêşengtiyê dikin. Jin, bi vê jiyana ku bi fikr û perspektîfên Ocalan teşe girtî û bi rola xwe ya di pergala xweser a demokratîk de, ji bo hemû cîhanê bûn hêvî. 
 

Sernavên din

15/02/2022
21:02 Çalakiya lembetefandinê ya esnafên Amedê bi dawî bû
18:54 Li Agiriyê 5 kes hatin girtin
18:43 Tirkiyeyê êriş bi ser Til Rifatê: 2 jê zarok 5 birîndar
18:34 Li dijî komployê meşeke girseyî: Silav hezar silav li Îmraliyê!
17:14 Parêzerê rojnameger Dûrgût pê re hevdîtin kir
16:54 MKGP'ê bertek nîşanî binçavkirina rojnameger Dûrgût da
16:53 Ji Qada Deriyê Çiyê bang kirin: Bila Ocalan biaxive
16:38 Nobeta Edaletê di roja 92’yemîn de berdewam e
16:32 Dadgehê biryara astengkirina malpera Xwebûnê betal kir
16:31 Leşkeran di serdegirtina malê de tundî kir
16:06 HDP: Tecrîdê rakin, bila Ocalan biaxive
15:58 Rêxistinên elewiyan: Em ê fatûreyên cemxaneyan ranezînin
15:57 Dozger li Tûncel û Akdenîz ên îşkence li wan hatibû kirin doz vekir
15:45 Rêveberê MEBYA-DER’ê Olçen beraet bû
15:15 Komploya 15’ê Sibatê li gelek bajaran hat protestokirin
14:14 ‘Çima di astengiya li pêşiya aştiya civakî de israr dikin?’
14:10 Serokkomarê Îsraîlê dê serdana Tirkiyê bike
14:06 Cenazeyê Guvenç hat veşartin
13:56 Kujerê penaber Tacîk bi 5 mehan ceza kirin
13:39 Bûldan: Komplo negihîşt armanca xwe
13:32 Kedkara tenduristiyê yê îxrackirî jiyana xwe ji dest da
13:28 Li Wanê 15’ê Sibatê şermezar kirin: Sekna Îmraliyê komplo vala derxist
13:24 Rêxistinên rojnamegeran xwestin ku Dûrgût were berdan
13:16 Di doza greva birçîbûnê de biryara beraetê hat dayîn
13:10 Malbata Şenyaşar: Di çavên gel de kesê windakirî diyar e
12:47 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:41 Zindî ne bes bûn êdî dora miriyan e!
12:40 335 kesan ji bo Mîgrosê banga boykotê kirin
12:10 DBP û TJA'yê banga azadiya Ocalan kirin
12:10 Cerdevanê ku dest dirêjî keçeke 16 salî kir hate berdan
11:35 Li Enqereyê jin xwe ji bo 8’ê Adarê amade dikin: Jin wê li Qada Tandoganê bin
11:28 Rojnamevan Agirel û Pehlîvan dîsa dikevin girtîgehê
11:12 Dê derheqê parêzer Ulaş de mutalaa bê amadekirin
10:58 Serdana HDP’ê ya Şengal û Mexmûrê: Li wan zilm hatiye kirin
10:58 Li gelek bajaran serdegirtinên malan: 35 kes hatin binçavkirin.
10:37 Serokê Goç-Der’a Çûkûrovayê Guvenç jiyana xwe ji dest da
09:57 Ji girtiyan daxuyaniya 15'ê Sibatê: Sala 2022'yan wê bibe sala azadiya Ocalan
09:54 Li Stenbolê rojnamevanek û siyasetmedar hatin binçavkirin
09:34 Li Uşakê jinek hat qetilkirin
09:04 Seroka Komeleya Koçberiyê: Penaber bi awayekî sîstematîk tune tên hesibandin
09:03 Kilavuz: Em ê fatûreyên ceryanê yên cemxaneyan nedin
09:03 Xizmên girtiyan: Heya zarokên me neyên berdan em ji vir naçin
09:03 Ocalan: Ez ji heqê komployê derdikevim
09:03 Jinên Rihayî: Em azadiya birêz Ocalan dixwazin
09:03 Dayikên girtiyan: Em îro ranebin ser piya wê sibê pir dereng be
09:03 Dayika Fatma Eraslan: Hêviya min ji edaletê nema ye
09:00 ROJEVA 15'Ê SIBATA 2022'YAN
14/02/2022
22:49 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Komplo bi saya têkoşîna Ocalan bi ser neket
20:40 Li Amedê 27 ciwan hatin binçavkirin
18:40 Li Rihayê komplo hat şermezarkirin
18:33 Li Wanê 4 kes hatin girtin
18:27 Derbarê rojnamevan Dûrgût de biryara qedexeya hevdîtina bi parêzer re
16:52 KKP’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
16:46 DAD’ê xwest ku qeymeqamê Qislê ji peywirê bê girtin
16:42 Hevseroka HDP’a Mûşê hat berdan
16:37 'Dilê me dayikan diêşe, girtiyan berdin'
16:24 Protestoya 15'ê Sibatê: Wê komploger winda bikin û azadî qezenc bike
16:19 DBP çû serdana TUAY-DER û AYKAY-DER'ê
16:10 Li Stenbolê pankartên ‘roja reş’ hatin daliqandin
15:58 Yek ji ‘Keçên Dêrsimê yên Winda’ Fatma Îçîn rehmet kir
15:28 Nobeta Edaletê ya Wanê kete roja 66’an
14:48 Dadgehê ceza da Emîne Şenyaşar
14:28 OHD’ê li gelek bajaran daxuyanî da: Bila tecrîda li ser Ocalan were rakirin
14:19 Jinan bernameya xwe ya 8’ê Adarê aşkera kir
14:14 Rêxistinên elewiyan wê giliyê bikin
14:14 ÎHD û Baroya Mûşê bertek nîşanî girtina Guneş dan
13:35 Di doza Mehmet Sîncar de hemû daxwaz hatin redkirin
12:30 Dosyayên doza çeteya fuhûşê hatin dizîn
12:29 La Marseillaise, daxwaza azadiya Ocalan derxist manşeta xwe
12:29 Polîsan Dayika Aştiyê Işik binçav kirin
12:28 Doza Mehmet Sîncar: 129 sal jî derbas bibe em ê têbikoşin
12:08 Onûr Meydan ku dest dirêjî jineke ciwan kiribû hate girtin
11:51 Dr. Farshad Pisoureha: Ocalan emanetê Qazî Mûhammed e!
11:13 Li çend bajaran gelek kes hatin binçavkirin
10:55 Miley: Nêrîna Ocalan dikare tîranî û aloziyê bi dawî bike
10:34 Boriyên DÎSKÎ’yê 20 roj li ber xwe nedan!
10:33 Mîhrîcana Lîstikên Jinan dest pê dike
10:23 Baroya Amedê li dijî bihakirina ceyranê doz vekir
09:24 Mehmet Ocalan: Em rica nakin çûyîna Îmraliyê mafê me ye
09:20 Dayika malwêran a bi zarokên xwe serbilind: Hacîce Çatak
09:13 Komeleya Çandê ya Dîcleyê wê piştî 3 salan konser bide
09:12 Ocalan 'şerê aştiyê' dimeşîne
09:00 ROJEVA 14 SIBATA 2022'YAN
08:23 Rojnamevan Zeynep Durgut hat binçavkirin
13/02/2022
20:57 Esnafên Amedê bi tefandina lembeyên dikanan zema ceyranê şermezar kirin
20:21 Bi forûman bertek nîşanî koploya 15'ê Sibatê dan
18:56 Gule berdan wesayîta Parlamentera HDP'ê Surucu
18:32 Di êrişa li ser Eyn Îsayê de sivîl jiyana xwe ji dest da
16:51 Esnafên Amedê dê 3 rojan bihabûna ceyranê protesto bikin
16:35 ‘Bila deriyên Îmraliyê vebibin da ku çareserî pêk were’
15:35 Nobeda Edaletê sê meh li pey xwe hişt: Stran diyarî girtiyan hatin kirin
15:22 Bayindir: Azadî di Rêya Sêyemîn de ye
14:29 Li Îranê 33 roj in agahî ji jinekê nayê girtin
14:07 Dadgeha Federal namzetiya Hoşyar Zêbarî betal kir
12:46 Bûldan: Yên ku gelê me nas neke em jî wan nas nakin
12:13 Serhildana Şêx Seîd di sala 97’emîn de ye: Înkarkirina netew û zimanê kurdan didome
11:55 Li gelek bajaran serdegirtinên malan: Welatiyê ji sedî 90 astengdar jî hat binçavkirin
11:49 Malbata Şenyaşar: Heke zilm rewa be, berxwedan jî maf e
10:51 Berkpinar: Em bi têkoşînê dikarin pêşî li êrişan bigirin
10:36 Hatîp Dîcle: Heta ku Ocalan azad nebe çareserî jî pêk nayê