Kesên bi kujer Altun re li hotêlê mayîn xizmên 3 malbatan derketin

  • rojane
  • 14:40 10 Sibat 2022
  • |
img

ENQERE - Parêzerê malbata Dedeogullari di daxwaznameya xwe ya ji bo guherandina şandeya dadgehê de diyar kir ku têtikkêş Mehmet Altun beriya komkujiyê, li hotêleke Konyayê bi Sefer Orhan Yilmaz re ma ye. Parêzer destnîşan kir ku Yilmaz kesekî nêzî malbatên Altun, Guven û Keleş e.  

 
Tetîkkêş Mehmet Altun di 30’ê tîrmeha 2021’an de li navçeya Meram a Konyayê ji malbata Dedeogullari 7 kes qetil kirin. Têkildarî komkujiyê doz hat vekirin û di dozê de ji malbatên tetîkkêş Mehmet Altun, Çalik û Keleş bi giştî 9 kes tên darizandin. 2’yemîn danişîna dozê, di 8’ê sibatê de li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Konyayê hat dîtin. Di danişînê de parêzerê malbata Dedeogullari daxwaznameyeke ji 12 rûpelan pêşkeşî dadgehê kir ku tê de daxwaza guherandina dadgêr dihat kirin. Di daxwaznameyê de hûrgiliyên girîng hatibûn destnîşankirin.
 
Parêzerê malbatê di danişîna ewil de xwestibû ku dosyaya êrişa di 12’ê gulanê de û dosyaya komkujiyê bibin yek dosya lê ev daxwaz hatibû redkirin. Ji bo ku şandeya dadgehê ji vê biryarê vegere, parêzerê malbatê daxwazname da. Di daxwaznameyê de hat destnîşankirin ku dadgehê sedemên komkujiyê, kesên kujer sor kirîn, yên ew parastîn, yên tevli êrişê bûn û kesên peywir û rayeyên xwe xerab bi kar anîn ji nedîtî ve hatiye. Di daxwaznameyê de hat gotin ku ji ber van sedeman, nepêkane ku şandeya dadgehê bikara awayekî rast û bêalî nêzî dozê bibe. 
 
‘BIRYARA DOSYAYA KU DAXWAZA WÊ NEHATIYE KIRIN’ 
 
Di daxwaznameyê de hat bibîrxistin ku wan xwestiye dosyaya êrişê ku li 8’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Konyayê dihat dîtin û dosyaya komkujiyê ku li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Konyayê dihat dîtin bibin yek dosya lê dadgehê di biryara xwe ya navberê ya di danişîna berê de, bi hinceta dosyaya li dadgeha zarokan tê dîtin ev daxwaz red kiriye. Di daxwaznameyê de hat diyarkirin ku şandeya dadgehê, derheqê dosyayeke ku daxwazeke wan li ser çênebûye de biryar da ye. 
 
Her wiha hat destnîşankirin ku faîlên di 8’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Konyayê dihatin darizandin, di heman demê de li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Konyayê de jî tên darizandin. 
 
KESÊ HATIYE BERDAN BI KUJER RE HEVDÎTIN KIRIYE
 
Di daxwaznameyê de girteka çareseriyê ya HTS’ê ya aydê zavayê faîl Altun ê bi navê Mehmet Guven jî hat bicihkirin. Li gorî qeydên HTS’ê; faîl Mehmet Guven rojek piştî êrişa 12’ê gulanê 9 caran, rojek beriya komkujiya 30’ê tîrmehê anku di 29’ê tîrmehê saet di 12.44’an de jî bi zavayê xwe Mehmet Guven re li ser telefonê axiviye. Hat gotin ku tevî van hevdîtinên telefonê jî, dadgehê derheqê Guven de biryara neşopandinê da ye û di danişîna duyemîn a dozê de Guven xwe ji şahidiyê vekişandiye. 
 
HEVDÎTINÊN BI KESÊN HATINE BERDAN RE
 
Derket holê ku dayika kujer Altun, Îsmîhan Altun jî gelek caran bi zavayê xwe Guven re li ser telefonê axiviye. Li gorî qeydên HTS’ê; Îsmîhan Altun di 30’ê tîrmehê de 4 caran bi Guven re axivî ye. Îsmîhan Altun, ji 2’yê gulanê heta 30’ê tîrmehê anku di nava 89 rojan de 15 caran bi Guven re axivî ye. Her wiha hevjîna kujer Altun, Zehra Altun ku derheqê wê de jî biryara neşopandinê heye, carekî di 22’yê gulanê saet di 12.41’an de û carekî jî di 30’ê tîrmehê saet di 20.42’yan de bi Guven re axivî ye. Li gel van agahiyan, di daxwaznameyê de her wiha parêzer cih da îfadeya Guven jî. 
 
Di daxwaznameyê de hat gotin ku di navbera malbatên Altun, Keleş û Çalik de xizmanî heye û peywendiyên wan bi hev re hene. 
 
‘KEYAYÊ GUNDÊ KU KUJER XWE LÊ VEŞARTIBÛ XALÊ WÎ YE’
 
Di heman demê de di daxwaznameyê de hat destnîşankirin ku hevjîna kujer Altun, Zehra Altun di roja komkujiyê de li ser WhatsApp’ê 51 caran bi hevjînê xwe re hevdîtin kiriye. Her wiha Zehra Altun di roja komkujiyê saet di 16.34’an de li kesê bi navê Fahrî Akpinar ê ji gundê Boyaliyê geriyaye ku ev gund qederê 50 deqeyan ji gundê Hasankoy ê komkujî lê hatiye kirin dûr e. Her wiha derket holê ku kujer Altun 6 rojan xwe li gundê Tepelîceyê veşartî ye û keyayê vî gundî Halîm Şahîn jî xalê kujer Altun e. 
 
QALA HOTÊLÊN LUKS HATE KIRIN
 
Di daxwaznameyê de hat gotin ku di roja komkujiyê û 4-5 rojên piştre de delîlên heyî hatine tunekirin û ev agahî hatin dayîn: “Hewlekî polîsan a ji bo berhevkirina delîlan nebû. Her wiha kujer xistine “kampa moral û şûştina mejî.” Heqê hotêlên ku kujer lê ma ye jî bi dest hatine dayîn. Yek ji hotêlên ku kujer lê ma yî jî, Hotêla Hîlton a Stenbolê ye. Di navbera 27-31’ê gulanê de li vir ma ye û pereyê wê li ser qerta krediyê hatiye razandin. Kujer Altun, di nava 75 rojan de 40 rojan jê li hotêlên lûks ma ye. Tevî ku rewşa wî ya madî nebaş e jî, ev kes li hotêlên lûks ma ye. Li gorî van daneyan, tenê heqê mayîn û rêwingiyê yê kujer jî, trîlyonek lîre derbas dike.”
 
DI ROJA KOMKUJIYÊ DE JÎ AXIVÎ
 
Her wiha di daxwaznameyê de hat gotin ku Altun li Enqereyê her tim bi Îrem Nûr Şengun re di ma û di roja komkujiyê de jî bi wê re axivî ye. Hat destnîşankirin ku diviya bû ev delîl li dosyayê bihatina zêdekirin lê bi zanebûn hatiye paşguhkirin û vê jî rê li ber tunekirina delîlan vekiriye. 
 
KESÊN KU BI KUJER RE LI HOTÊLÊ MA NE
 
Hat diyarkirin ku kesê bi navê Sefer Orhan Yilmaz ku xizmê Velî Keleş e, nêzî malbatên Altun, Guven û Keleş e û bi malbata Guven re bazirganiyê dike, beriya komkujiyê li hotêlekê Konyayê bi kujer Altun re ma ye. Kujer Altun, li Hotêla Hyatt Regency Stenbol Atakoyê jî bi Dogan Soylemez re li heman odeyê ma ye ku ev kes li Almanyayê ji dayik bûye. Yek ji kesên kujer Altun pê re mayî jî Îsmaîl Ozel (Bozkirli) ye ku ev kes hevalê keyayê gundê Tepelîceyê Helîm Şahîn e. Kesê din ê kujer pê re li hotêlê ma yî jî Ugur Yarci ye. Kujer Altun û Yarci bi hev re heta demekî li Gerînendetiya MNG Kargoyê ya Herêma Konyayê xebitîne. 
 
EWRAQA DOZGER
 
Di daxwaznameyê de hat destnîşankirin ku dozger Mûstafa Alî Ogutçû di dema lêpirsînê de, derheqê Amîrtiya Navenda Polîsan a Lalebahçeyê de, di roja 31’ê gulana 2021’an de ewraqek amade kiriye û di wê ewraqê de baş tê diyarkirin ku vekolan kêm hatiye kirin û delîl hatine tunekirin. Lê tevî vê yekê jî lêpirsîneke baş nehatiye kirin. 
 
‘HIQÛQA KURDAN’
 
Herî dawî jî di daxwaznameyê de ev tişt hatine diyarkirin: “Dê dadgeh aşkere bike bê ka ev kes ji ber ‘kurdbûna’ xwe hatine qetilkirin an na. Li gorî îdia û delîlan; ‘sûcekî li dijî mirovahiyê’ hatiye kirin. Lewma divê ev kes li gorî ‘hiqûqa mirovahiyê’ bên darizandin. Divê aliyê vê komkujiyê yê ‘hiqûqa kurdan’ bê vekolandin. Herî dawî jî daxwaza me ew e ku şandeya dadgehê ji biryara xwe ya redkirina daxwaza yekkirina her du dosyayan vegere û teqîbatê berfirehtir bike. Ji ber ku ev daxwaza me hatibû redkirin, em dixwazin ku şandeya dadgehê were guherandin.” 
 
MA / Zemo Aggoz
 

Sernavên din

13/02/2022
11:55 Li gelek bajaran serdegirtinên malan: Welatiyê ji sedî 90 astengdar jî hat binçavkirin
11:49 Malbata Şenyaşar: Heke zilm rewa be, berxwedan jî maf e
10:51 Berkpinar: Em bi têkoşînê dikarin pêşî li êrişan bigirin
10:36 Hatîp Dîcle: Heta ku Ocalan azad nebe çareserî jî pêk nayê
09:54 Cemxaneyê wekî kargeh hesibandin, di 3 salan de 60 hezar TL ceza birîn
09:46 Serdema zayîna sêyemîn: Ez ji bo krîzan li çareseriyê digerim
09:13 'Gel birçî ye, êdî dengê me bibihîsin'
09:11 Çalakiyên karkeran dibin cihê hêviyek mezin
09:04 Dayika girtî Dînç: Ger edalet hebûna dê ev qas zilm li kurdan nehata kirin
09:03 Girtiyê nexweş Naîl Demîr nayê dermankirin
09:03 Çawîşê pispor ê ku pêl Hazna Su kir û ew kuşt, xwe bi 'Bariş Pinariyê' parast
09:03 Rewşa girtiya nexweş Acar giran dibe: Bila bes cenaze ji girtîgehan derkevin
09:00 ROJEVA 13'Ê SIBATA 2022'YAN
08:31 Zilamê ku tundiyê li malbata xwe kir, hat binçavkirin
12/02/2022
21:55 Aydenîz: Çare di perspektîfa Ocalan de ye
21:09 Tirkiyeyê bi SÎHA'yê êriş bir ser Amûdê
18:48 27 roj in di greva birçîbûnê de ne
18:31 Li Îzmîrê Nobeda Edaletê hat destpêkirin
18:00 Malbatên di Nobeta Edaletê de: Dengê me bibîhisin
17:36 'Bila tecrîd bê rakirin, aştî bê nîqaşkirin'
17:29 ‘Girtiyê nexweş Kuday ku teşhîsa ALS’ê lê hatiye kirin bi tena serê xwe dimîne’
17:01 Aydenîz: Di pirsgirêka kurd de muxatab Ocalan e
16:51 Xwîşka du windakiriyan: Ez naxwazim wêneyên birayên min bêxwedî bimînin
16:16 Sancar: Werin em bi Tifaqa Demokrasiyê vê pergala zalim biguherînin
15:51 Xetere li ser jiyana girtiya nexweş Fatma Ozbay heye
15:27 Dayika 65 salî ku hatibû girtin hat berdan
15:17 Girtiya nexweş Siya Çinar ev 5 heyvin nayê dermankirin
14:38 Serlêdanên Xelatên Rojnamegeriyê yên Metîn Goktepe dest pê kirin
14:19 Dayikên Şemiyê aqûbeta mamoste Tepelî pirsîn
14:18 Rewşa jina ku bi awayekî biguman ji bilindahiyê ketibû, ber bi başiyê ve diçe
13:58 Ji bo kongreya HDP’a Îzmîrê bang kirin: Werin em ji faşîzmê re bibin bersiv
13:49 Girtî Şahîn Adanur li Girtîgeha Anamûrê jiyana xwe ji dest da
13:41 SES’ê xwest ku Gonul Erden bê berdan
13:29 Li ofîseke Kagithaneyê 3 kes mirî hatin dîtin
12:55 Smellie: Divê DAIŞ’î li welatên xwe bên vegerandin
12:07 HDP’ê ji bo girtîgehan di mehekê de 203 caran serî li ÎHÎK’ê da
11:52 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar kete roja 341’an
11:33 Jin, projeya jiyanê ya nîvcomayî ya Ocalan temam dikin
11:30 HDK forma ‘Kedkar li ber xwe didin, xwe bi rêxistin dikin bi serdikevin’ li dar dixe
10:25 Çalakiya greva birçîbûnê ku 140 girtiyan daye destpêkirin didome
10:03 Li Mêrsînê gelek kes hatin binçavkirin
09:10 Li Girtîgeha Rihayê pêkanînên dijmirovî!
09:07 Li seranserê cîhanê girtîgeheke bêmîsal: Îmrali!
09:06 Çalakgera nobeda edaletê: Ez ê heya dawiyê têbikoşim
09:05 Sefar ji ber krîzê nikarin hilberînin
09:04 Xelk bi tirs li benda hatina fatûreyên xwe ne!
09:00 ROJEVA 12'Ê SIBATA 2022'YAN
11/02/2022
23:13 Di şewata li Gungorenê de 4 karker jiyana xwe ji dest dan
21:43 Şandeya HDP'ê serdana nûnertiya Rêvebiriya Xweser kir
20:50 Derhêner Selamo hat berdan
19:47 HDP'ê li Nisêbînê ji bo kongreyê bang kir
19:41 Îpek Ateş jiyana xwe ji dest da
19:32 Tûncel: Hûn nikarin meseleya kurdî li hêwanên dadgehan çareser bikin
18:28 Li Licê operasyona eskerî
18:22 Yuksekdag: We edaletê li çarmixê da, hûn ê bi ser nekevin
17:43 DBP, dê li 4 deverên cuda yên Çûkûrovayê hevdîtinê bi gel re bike
17:25 Komîsyona Mafên Zarokan a Wanê hat avakirin
17:16 Kesên di jêrzemînên Cizîrê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
17:05 Nobeda Edaletê ya Wanê di roja 63'yan de ye
16:42 Li Cizîrê zem bi meşeke girseyî hatin protestokirin
16:16 140 girtî dest bi greva birçîbûnê kirin: Bila mirina Tûran bê zelalkirin
15:57 Derheqê midûrê ajansa me Çelîk de lêpirsîn dan destpêkirin
15:10 'Berpirsyarên gotinên li dijî elewiyan serkarê desthilatê ne'
15:07 Beştaş: Divê em malbatên di Nobeta Edaletê de bi tenê nehêlin
14:23 Başaran: Dê jin dawiya vê desthilatdariyê bînin
14:20 Şandeya HDP’ê serdana Mexmûrê kir: Xelkê Mexmûrê ne bi tenê ye
14:19 Îfadeya yekane şahidê êrişa Dedeogûllari piştî meh û nîvan hat wergirtin
14:03 Şandeya HDP’ê serdana Dêra Surp Giragosê kir
13:51 Doza Kobanê: Ji bo ku me gotiye bila kes nemire em hatine girtin
13:29 25 parêzer û rojnamevanek hatin beraetkirin
13:18 Ji bo hevşaredar Esmez 15 sal cezayê girtîgehê xwestin
13:05 Li Hezexê 2 kes hatin berdan
13:04 Li Dîlokê di nava 10 rojan de karkeran li 18 kargehan çalakî kirin
13:04 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:50 Jina ku ji qata 5’an kete xwarê bi giranî birîndar bû
12:28 Malbata Şenyaşar: Heq hiqûq edalet
12:07 'Rik'a Bahoz Baran derket
11:51 Cenazeyê Bîrsen Kars hat veşartin
11:50 Destûra xebatê ya Rûdawê çima hat betalkirin?
11:38 Ocalan: Hêza bingehîn a NATO’yê komplo pêk anî
11:07 Polîsan li Cizîrê 2 kes kirin binçavan
10:56 Operasyona Garê: Beriya kuştinê çareserî dikaribû bihata dîtin
10:13 Bersiva serlêdana Îmraliyê nehatiye dayîn: Divê Meclîs bikeve tevgerê
09:37 ‘Ew wêne îspata hevkariya Barzanî ya bi Tirkiyeyê re bû’
09:30 Cenazeyê Fatma Çîçek hat veşartin
09:25 Jinên HDP'î: Em ê di civaka biexlaq û polîtîk de israr bikin
09:16 Rojnamevan Zagros: Barzanî destkeftiyên kurdan belav dike
09:09 ‘Ne zem e, şêlandin e'
09:07 ‘Heya Aysel Tûglûk bê berdan em ê têbikoşin'
09:05 Qeyûm birayê seroka AKP'î kir midûrê îmarê
09:04 'Em ê li dijî faşîzmê di kongreyê de bên cem hev'
09:04 Bazarvanên Amedê: Divê xelk rabe ser piyan
09:00 ROJEVA 11'Ê SIBATA 2022'YAN
10/02/2022
23:28 Meryem Malgaz a 65 salî hat girtin
22:43 Girtî Hasan Çelîk hat berdan
21:44 Li Mêrdînê mirineke biguman
20:50 Şandeya HDP'ê serdana rêxistinên civaka sivîl ên Amedê kir
19:34 MED-DER'ê 15-21'ê Sibatê wekî Hefteya Zimanê Kurdî îlan kir
19:02 Daxuyaniya ÎHD'ê ya têkildarî astengkirina çalakiyên dijî bihabûnê
16:07 Ji ber çêkirina sêke derheqê girtiyan de angaştname hat amadekirin