Ji bo azadiya kurê xwe yê birîndar têdikoşe

  • rojane
  • 13:03 10 Sibat 2022
  • |
img
AMED - Nazîme Boltan dema li kurê xwe ducanî, hevjînê wê hat girtin û kurê xwe Civan bêyî bavê wî mezin kir. Civan, di temenê xwe yê biçûk de kete girtîgehê û bi derketinê re jî berê xwe da çiyê. Lê di pevçûnekê de birîndar dibe û bi vî halê xwe tê girtin. Dayik Nazîme Boltan, niha jî bo azadiya kurê xwe têdikoşe. 
 
Peyva edaletê li Tirkiyeyê li ser zimanê her kesî ye. Yek ji wan kesên ku edaletê diqîre jî Nazîme Boltan (58) e. Nazîme Boltan ji bo ku dengê wê bêhtir bê bihîstin, li Baroya Amedê beşdarî çalakiya malbatên girtiyan a Nobeta Edaletê bû. Her çiqas raya giştî navê Boltan hêj nû bihîstibe jî lê temamiya emrê vê dayikê bi berxwedana li dijî zextan derbas bû. 
 
ROJÊN ZEHMET BÛN LÊ XWEŞ IN
 
Nazime Boltan li gundê Sîsê yê Licê ya Amedê di nava malbateke xwedî 7 zarokan de ji dayik bû. Zarokatiya xwe li gund derbas kir. Malbata wê debara xwe bi sewalkarî û cotkariyê dikir û ew jî bi malbata xwe re dixebitî. Li çiyayan şivantiya pez dikir û di demsalên biharê de jî li nava zeviyan dixebitî. Rojên wê yên zivistanê jî bi xwedîkirina pez derbas dibû. Temamiya van mijûlahiyan ku dayika Nazîme wek “em wiha mezin bû” pênase dike, di esasê xwe de ji kar zêdetir, parçeyeke jiyanê bû. Dema dayika Nazîme qala rojên li gund dike, çavên wê dibiriqin û wiha dibêje: “Jiyana li gund, jiyana me ya li wir gelek xweş bû. Rojên zor û zehmet bûn. Carnan bi sewalan re li çiyê bûm û carnan jî di nava zeviyan de dixebitîm. Em tu carî li hundir nediman. Hêj niha jî ji ber xwe ve dibêjim; ‘xweziya niha li gund bûma.’ Min tu carî nexwest li bajêr bijîm. Ava me tune bû lewma me ava xwe ji bîrê peyda dikir.” 
 
GUNDÊ WAN 3 CARAN HAT ŞEWITANDIN
 
Lê ev rewş zêde berdewam nake. Wek encameke polîtîkaya şer, gund tên şewitandin û pêla koçberiyê dest pê dike. Gundê Nazîme Boltan jî tê şewitandin û koç lê dikeve. Di salên 90’î de gundê wan 3 caran tê şewitandin. Her carê bavê wê mala xwe dîsa çêdike lê dawiyek li zextên heyî nayê. 
 
LI DIJÎ ZEXTAN LI BER XWE DA
 
Nazîme Boltan, di 20 saliya xwe de bi Hakki Boltan re dizewice û berê xwe didin navçeya Bongilan a Çewlikê. Hevjînê wê Hakki Boltan bi sedemên siyasî tê girtin û nêzî 16 salan di girtîgehê de dimîne. Zarokê Nazîmeyê yê herî mezin 5 salî bû û li kurê xwe Civan ku niha di girtîgehê de ye ducanî bû. Civan, 8 meh piştî girtina bavê xwe ji dayik dibe. Lewma di salên destpêkê yên xortaniya xwe de hema hema bavê xwe qet nabîne. Di wê navberê de Boltan sirgûnî Girtîgeha Bûrsayê tê kirin û ji ber bêderfetiyan, malbat dikare salê tenê carekî biçe hevdîtina wî. Nazîme Boltan, li hêlekê barê jiyanê digire ser milê xwe û li hêla din jî li dijî zextên dewletê li ber xwe dide. Di vê navberê de debara malbata xwe jî bi sewalkariyê dike. 
 
HER KU MÊVAN DIHATIN BI SER MALÊ DE DIGIRTIN 
 
Malbata Boltan êdî bûye hedefa dewletê. Kengî mêvanekî bihewînin, dewlet bi ser mala wan de digire û mêvanên wan binçav dike. Êdî ev sepan vediguhere rewşekî wisa ku heta birayê Boltan ê li heman gundî tê serdana wan jî tê binçavkirin. Demek piştre Boltan tê berdan lê dîsa jî dawiyek li vê zextê nayê. Lewma Hakki Boltan tevî keçeka xwe, bar dike Amedê. Nazîme Boltan dibîne ku malbat dîsa parçe dibe lewma jî neçar dimîne ku koçî Amedê bike. Pêvajoya hatina wan a Amedê û hînbûna jiyana li bajêr bo wan hinek biêş derbas dibe. Çendek caran dîsa vegeriyan gund lê di dawiya dawî de konê xwe li Amedê vegirtin. Bi hatina xwe ya dawî re Civan dişînin dibistana amadeyî. 
 
HATINA SEROKWEZÎR A AMEDÊ
 
Civan, zarokekî çalak e û Nazîme Boltan jî hêj hînî şert û mercên jiyana Amedê nebûye. Serokwezîr Tayyîp Erdogan di sala 2008’an de tê Amedê û li seranserî bajêr çalakiyên mezin çêdibin. Dayika Nazîme baş pê bi rewşa zarokên xwe dizane lewma naxwaze beşdarî çalakiyan bibin. Demek piştre Hogir û Civan bi mebesta çêkirina spartekên xwe, berê xwe didin kafeya înternetê ya li nêzî malê. Lê her du zarokên Nazîme Boltan li ber çavên wê tên binçavkirin. Hogir dibin Dibistana Polîsan a Rezanê û Civan jî ji ber ku emrê wî di bin 18 saliyê de ye, tevî bi sedan zarokên wek “zarokên kevir avêtîn” tên pênasekirin derbasî qereqola li navçeya Yenîşehîrê dikin. Nazîme Boltan bajêr baş nas nake û tevî keça xwe ya mezin, bi daxwaza dîtina kurê xwe diçe Dibistana Polîsan. Polîs vê daxwaza wê red dikin lê ew li ber xwe dide, li hundirê qereqolê rûdine û dibêje ku dê bi cihekî ve neçe. 
 
ÎŞKENCEYA LI ZAROKAN HATIYE KIRIN
 
Berxwedana Nazîmeyê encam dide û polîs neçar dimînin ku Civan bînin cem Nazîmeyê. Dibîne ku îşkence li kurê wê hatiye kirin û her devera laşê wî reş û şîn bûye. Demek piştre zarokeke din jî bi Civan re dibin qata jor û milê wî zarokî jî hatiye şikandin. Ji bo ku ev şopên îşkenceyê neyên dîtin, qederê hefteyekê ev zarok li jêrzemînên qereqolê tên sekinandin. 
 
MAZLUM Û CIVAN
 
Hem Hogir û hem jî Civan tên girtin. Hogir 18 saliya xwe derbas kiribû lewma dişînin Girtîgeha Tîpa D a Amedê. Civan jî wê demê hêj zarok bû lewma dişînin Girtîgeha Tîpa E ya Amedê. Dayika Nazîme bi mehan di navbera herdu girtîgehan de tê û diçe. Hogir çend meh piştre hat berdan û Civan jî di wî emrê xwe yê biçûk de 9 mehan li girtîgehê dimîne. Demek piştre Civan bi rojnameger Mazlum Erencî re ku tev li PKK’ê bûbû, li heman qawîşê dimîne. Ji zilm û zordariya heyî bibandor dibin û hêrseke mezin dikeve dilê wan. Dayika Nazîme vê rewşê wiha vedibêje: “Sedema hemû tiştên bi serê zarokên min hatin, serokwezîr e. Tevî 36 zarokan di girtîgehê de man. Ji bilî 5 kesan, temamiya koma wan berê xwe dan çiyê.” 
Ji ber rewşa girtinê, Civan ji dibistanê tê avêtin. Vêcarê jî dixwaze mîna Mazlum bibe rojnameger. Heta demekî belavkariya rojnameyan dike. Demek piştî tevlibûna xwe, Mazlum di pevçûnekî de jiyana xwe ji dest dide. Hefteyek piştî merasîma cenazeyê Mazlum jî vê carê Civan berê xwe dide çiyê. 
 
ÇÛYÎNA CIVAN 
 
Di berdewamê de Nazîme Boltan wiha behsa wan rojan dike: “Ji zarokên biçûçik re digotin terorîst. Lê ew terorîst nebûn. Di 15 saliya xwe de hat girtin. Piştî ji girtîgehê derketî, belavkariya rojnameyê kir. Hêrsa wî hinek daketibû lê di dilê wî de têkoşîn hebû. Beriya ku biçe çiyê, hate malê. Wê demê ez nexweş bûm û min jê xwest ku biçe nan bîne. Ji min re got; ‘Dayê hinek karê min heye. Ez ê biçim Gola Hazarê soberiyê. Dibe ku yek du rojekan li wir bimînim.’ Dema çûyî jî du caran ez maç kirim. Min texmîn nedikir ku dê biçe. Min jî jê re got ‘heke ne bi dilê te be, neçe. Ma çi karê te li Xarpêtê heye. Dê li wir bixeniqî.’ Çû û êdî nehat. Bi daxwaza xwe çû û min nedikariya pêşî lê bigirim. 11 meh piştî çûna xwe di pevçûnekî de birîndar bû. Cerdevanan agahî şandin û gotin jiyana xwe ji dest da ye. Bavê wî beriya min çûbû Xarpêtê lê ew hatibû binçavkirin. Li her devera nexweşxaneyê polîs hebûn. Dor li min girtin û sedema hatina min pirsîn. Min jî mijar ji wan re qala hatina xwe kir.”
 
TÊKOŞÎNA DAYIKÊ
 
Bi domdarî jî Nazîme Boltan dibêje ku polîsekê li ber deriyê nexweşxaneyê jê re dibêje ku kesek bi birîndarî hatiye girtin, du emeliyatan bûye û di bandora narkozê de dirûşm berz kirine. Polîs herî dawî jî ji dayika Nazîme re dibêje ku ew kes kurê wê ye. Dayika Nazîme ji bo ku derheqê zarokê xwe de agahiyekî bigire, bi rojan li Xarpêt, Çewlik û Amedê derî bi derî digere. Herî dawî xwe digihîne dozgerekî û dozger wiha jê re dibêje: “Heke leşkeran bizaniya ku kurê te sax e, dê ew sax nehiştibûna. Digotin qey mirî ye lewma biribûn morgê. Bijîşkan piştre ferq kir ku hêj dijî. Destekî wê jê bûye û di bedena wî de parçeyên şarapnalê hene.” 
 
BI BIRÎNDARÎ HAT GIRTIN
 
Hêj tedawiya Civan Boltan neqediya bû ku bi birîndarî hat girtin. Di vê pêvajoyê de çavekî xwe winda dike. Li 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bi îdiaya “parçekirina yekitiya dewlet û welat” cezayê muebbeta giran û bi tawanbariyên sûcdariyên din jî 95 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Dayika Nazîme wiha qala çalakiya xwe jî dike: “Me çalakiya xwe ji bo edaletê da destpêkirin. Ji roja destpêkirina çalakiyê heta niha 10 cenaze ji girtîgehan derketin. Em dixwazin ku kesên cezayê wan xelas bûyî û girtiyên nexweş bên berdan. Her cara ku kurê min dibin nexweşxaneyê, 14 rojan di karantînayê de dimîne. Roja ku me dest bi çalakiyê kirî heta niha di karantînayê de ye. Heke testa wî pozîtîf derbikeve jî dê têxin hucreya yekkesî. Destek û çavekî wî nîne. Gelo dê ev kes li hucreyê çawa sexbêra xwe bike?"
 
TECRÎDA LI SER OCALAN 
 
Dayika Nazîme axaftina xwe wiha xelas kir: “Cezayê ku li kurê min hatiye birîn di hiqûqê de nîne. Gelo ma dê kî bikare vî cezayî temam bike. Raporan didin lê bi raporên xwe nakin. Di mejiyê wî de şarapnel hene û xetereya felc û mirinê heye. Ev bû 3 sal ku ji ber pirsgirêkên tenduristiyê min nekarî kurê xwe bibînim. Ji bo ku bînin Amedê, me daxwazname dan lê red kirin. Hem li me û hem jî li wî zilm tê kirin. Banga min ji bo malbatên girtiyan ew e ku piştgiriyê bidin çalakiyê. Rewşa zarokên me girêdayî rewşa tecrîda li ser Ocalan e. Divê Ocalan bikare bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Nexwe dê li girtîgehan dîsa grevên birçîbûnê dest pê bikin.” 
 
MA / Dîcle Muftuoglu - Ozgur Paksoy
 

Sernavên din

13/02/2022
11:55 Li gelek bajaran serdegirtinên malan: Welatiyê ji sedî 90 astengdar jî hat binçavkirin
11:49 Malbata Şenyaşar: Heke zilm rewa be, berxwedan jî maf e
10:51 Berkpinar: Em bi têkoşînê dikarin pêşî li êrişan bigirin
10:36 Hatîp Dîcle: Heta ku Ocalan azad nebe çareserî jî pêk nayê
09:54 Cemxaneyê wekî kargeh hesibandin, di 3 salan de 60 hezar TL ceza birîn
09:46 Serdema zayîna sêyemîn: Ez ji bo krîzan li çareseriyê digerim
09:13 'Gel birçî ye, êdî dengê me bibihîsin'
09:11 Çalakiyên karkeran dibin cihê hêviyek mezin
09:04 Dayika girtî Dînç: Ger edalet hebûna dê ev qas zilm li kurdan nehata kirin
09:03 Girtiyê nexweş Naîl Demîr nayê dermankirin
09:03 Çawîşê pispor ê ku pêl Hazna Su kir û ew kuşt, xwe bi 'Bariş Pinariyê' parast
09:03 Rewşa girtiya nexweş Acar giran dibe: Bila bes cenaze ji girtîgehan derkevin
09:00 ROJEVA 13'Ê SIBATA 2022'YAN
08:31 Zilamê ku tundiyê li malbata xwe kir, hat binçavkirin
12/02/2022
21:55 Aydenîz: Çare di perspektîfa Ocalan de ye
21:09 Tirkiyeyê bi SÎHA'yê êriş bir ser Amûdê
18:48 27 roj in di greva birçîbûnê de ne
18:31 Li Îzmîrê Nobeda Edaletê hat destpêkirin
18:00 Malbatên di Nobeta Edaletê de: Dengê me bibîhisin
17:36 'Bila tecrîd bê rakirin, aştî bê nîqaşkirin'
17:29 ‘Girtiyê nexweş Kuday ku teşhîsa ALS’ê lê hatiye kirin bi tena serê xwe dimîne’
17:01 Aydenîz: Di pirsgirêka kurd de muxatab Ocalan e
16:51 Xwîşka du windakiriyan: Ez naxwazim wêneyên birayên min bêxwedî bimînin
16:16 Sancar: Werin em bi Tifaqa Demokrasiyê vê pergala zalim biguherînin
15:51 Xetere li ser jiyana girtiya nexweş Fatma Ozbay heye
15:27 Dayika 65 salî ku hatibû girtin hat berdan
15:17 Girtiya nexweş Siya Çinar ev 5 heyvin nayê dermankirin
14:38 Serlêdanên Xelatên Rojnamegeriyê yên Metîn Goktepe dest pê kirin
14:19 Dayikên Şemiyê aqûbeta mamoste Tepelî pirsîn
14:18 Rewşa jina ku bi awayekî biguman ji bilindahiyê ketibû, ber bi başiyê ve diçe
13:58 Ji bo kongreya HDP’a Îzmîrê bang kirin: Werin em ji faşîzmê re bibin bersiv
13:49 Girtî Şahîn Adanur li Girtîgeha Anamûrê jiyana xwe ji dest da
13:41 SES’ê xwest ku Gonul Erden bê berdan
13:29 Li ofîseke Kagithaneyê 3 kes mirî hatin dîtin
12:55 Smellie: Divê DAIŞ’î li welatên xwe bên vegerandin
12:07 HDP’ê ji bo girtîgehan di mehekê de 203 caran serî li ÎHÎK’ê da
11:52 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar kete roja 341’an
11:33 Jin, projeya jiyanê ya nîvcomayî ya Ocalan temam dikin
11:30 HDK forma ‘Kedkar li ber xwe didin, xwe bi rêxistin dikin bi serdikevin’ li dar dixe
10:25 Çalakiya greva birçîbûnê ku 140 girtiyan daye destpêkirin didome
10:03 Li Mêrsînê gelek kes hatin binçavkirin
09:10 Li Girtîgeha Rihayê pêkanînên dijmirovî!
09:07 Li seranserê cîhanê girtîgeheke bêmîsal: Îmrali!
09:06 Çalakgera nobeda edaletê: Ez ê heya dawiyê têbikoşim
09:05 Sefar ji ber krîzê nikarin hilberînin
09:04 Xelk bi tirs li benda hatina fatûreyên xwe ne!
09:00 ROJEVA 12'Ê SIBATA 2022'YAN
11/02/2022
23:13 Di şewata li Gungorenê de 4 karker jiyana xwe ji dest dan
21:43 Şandeya HDP'ê serdana nûnertiya Rêvebiriya Xweser kir
20:50 Derhêner Selamo hat berdan
19:47 HDP'ê li Nisêbînê ji bo kongreyê bang kir
19:41 Îpek Ateş jiyana xwe ji dest da
19:32 Tûncel: Hûn nikarin meseleya kurdî li hêwanên dadgehan çareser bikin
18:28 Li Licê operasyona eskerî
18:22 Yuksekdag: We edaletê li çarmixê da, hûn ê bi ser nekevin
17:43 DBP, dê li 4 deverên cuda yên Çûkûrovayê hevdîtinê bi gel re bike
17:25 Komîsyona Mafên Zarokan a Wanê hat avakirin
17:16 Kesên di jêrzemînên Cizîrê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
17:05 Nobeda Edaletê ya Wanê di roja 63'yan de ye
16:42 Li Cizîrê zem bi meşeke girseyî hatin protestokirin
16:16 140 girtî dest bi greva birçîbûnê kirin: Bila mirina Tûran bê zelalkirin
15:57 Derheqê midûrê ajansa me Çelîk de lêpirsîn dan destpêkirin
15:10 'Berpirsyarên gotinên li dijî elewiyan serkarê desthilatê ne'
15:07 Beştaş: Divê em malbatên di Nobeta Edaletê de bi tenê nehêlin
14:23 Başaran: Dê jin dawiya vê desthilatdariyê bînin
14:20 Şandeya HDP’ê serdana Mexmûrê kir: Xelkê Mexmûrê ne bi tenê ye
14:19 Îfadeya yekane şahidê êrişa Dedeogûllari piştî meh û nîvan hat wergirtin
14:03 Şandeya HDP’ê serdana Dêra Surp Giragosê kir
13:51 Doza Kobanê: Ji bo ku me gotiye bila kes nemire em hatine girtin
13:29 25 parêzer û rojnamevanek hatin beraetkirin
13:18 Ji bo hevşaredar Esmez 15 sal cezayê girtîgehê xwestin
13:05 Li Hezexê 2 kes hatin berdan
13:04 Li Dîlokê di nava 10 rojan de karkeran li 18 kargehan çalakî kirin
13:04 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:50 Jina ku ji qata 5’an kete xwarê bi giranî birîndar bû
12:28 Malbata Şenyaşar: Heq hiqûq edalet
12:07 'Rik'a Bahoz Baran derket
11:51 Cenazeyê Bîrsen Kars hat veşartin
11:50 Destûra xebatê ya Rûdawê çima hat betalkirin?
11:38 Ocalan: Hêza bingehîn a NATO’yê komplo pêk anî
11:07 Polîsan li Cizîrê 2 kes kirin binçavan
10:56 Operasyona Garê: Beriya kuştinê çareserî dikaribû bihata dîtin
10:13 Bersiva serlêdana Îmraliyê nehatiye dayîn: Divê Meclîs bikeve tevgerê
09:37 ‘Ew wêne îspata hevkariya Barzanî ya bi Tirkiyeyê re bû’
09:30 Cenazeyê Fatma Çîçek hat veşartin
09:25 Jinên HDP'î: Em ê di civaka biexlaq û polîtîk de israr bikin
09:16 Rojnamevan Zagros: Barzanî destkeftiyên kurdan belav dike
09:09 ‘Ne zem e, şêlandin e'
09:07 ‘Heya Aysel Tûglûk bê berdan em ê têbikoşin'
09:05 Qeyûm birayê seroka AKP'î kir midûrê îmarê
09:04 'Em ê li dijî faşîzmê di kongreyê de bên cem hev'
09:04 Bazarvanên Amedê: Divê xelk rabe ser piyan
09:00 ROJEVA 11'Ê SIBATA 2022'YAN
10/02/2022
23:28 Meryem Malgaz a 65 salî hat girtin
22:43 Girtî Hasan Çelîk hat berdan
21:44 Li Mêrdînê mirineke biguman
20:50 Şandeya HDP'ê serdana rêxistinên civaka sivîl ên Amedê kir
19:34 MED-DER'ê 15-21'ê Sibatê wekî Hefteya Zimanê Kurdî îlan kir
19:02 Daxuyaniya ÎHD'ê ya têkildarî astengkirina çalakiyên dijî bihabûnê
16:07 Ji ber çêkirina sêke derheqê girtiyan de angaştname hat amadekirin