'Erdogan rast dibêje, divê ji Ocalan bê pirsîn'

img

RIHA- Parlamenterê HDP'ê Omer Ocalan, diyar kir ku divê Ocalan êdî azad bibe û gotinên Erdogan bi bîr xist û ev tişt got: "Rast dibêje, divê ji Ocalan bê pirsîn."

 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, 23 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê girtî ye. Ocalan ku hevdîtina wî ya bi parêzerên û malbata wî re tê astengkirin, di 22 salan tenê 442 caran bi parêzerên xwe re hevdîtin kiriye. Ji sala 2011'an heta 2019'an Ocalan bi parêzerên xwe re 5 hevdîtinan kiriye. Ji 25'an adara 2020'an agahî ji Ocalan nayê girtin. Herî dawî ji ber gotinên Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokkomar Tayyîp Erdogan ên derbarê wî de Ocalan ket rojeva siyaseta Tirkiyeyê. Ocalan, di komcivîna partiya xwe de angaşt kiribû ku wê Ocalan ji Demîrtaş hesab bipirse. Piştre jî di weşaneke zindî de Erdogan, li ser pirseke derbarê mijarê de ev tişt gotibû: "Divê mirov wî ji Abdullah Ocalan bipirse."
 
 
Biraziyê Ocalan û Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan, tecrîd û daxuyaniyên Erdogan nirxand. 
 
AXAFTINA LI SER NAVÊ OCALAN
 
Omer Ocalan, daxuyaniyên Erdogan ên li ser navê Ocalan bi bîr xist û da zanîn ku Ocalan di 26'ê hezîrana 2014'an de gotiye ku bila kes li ser navê wî neaxive û wiha got: "Bersiva Erdogan a "Divê ji Ocalan bê pirsîn" rast e. Erdogan rast dibêje. Belê divê ji Ocalan bê pirsîn. Hemû mijarên ku Ocalan eleqedar dikin divê ji Ocalan bên pirsîn. A rast ev e. Di vê hevsengiyê de axaftina li ser navê Ocalan şaş e. Belê wê Ocalan bê axaftin. Wê muxalefet jî biaxive. Desthilat û hemû kesên ku li Rojhilata Navîn xwe weke hêz dibînin jî wê biaxivin. Lê ya ne rast axaftina li ser navê Ocalan e. Divê derfetên ku Ocalan nêrînên xwe bi raya giştî re parve bike bên avakirin. Weke malbat û siaysetmedar em daxuyaniyên ku bibin sedema tevlîheviyê qebûl nakin."
 
'KURD QEBÛL NAKIN'
 
Ocalan, bi lêv kir ku hemtecrîd pêk tînin hem jî li ser navê Ocalan diaxivin û ev tişt anîn ziman: "Gelê kurd vê qebûl nake.Li welat bêsiyaset û rizandin heye. Derketina ji vê rewşê bi Îmraliyê pêkan e. Ocalan hem ji bo Kurdistanê hem jî ji bo Tirkiyeyê modelek pêşkêş kiriye. Deriyên siyasetê vekiriye û li her derê balê kişandiye ser jiyan û siyaseta jiyandinê. Derbarê pirsgirêkên siyasî û rojane de axaftina li ser navê Ocalan ne rewşeke ehleqî ye. Banga me li Erdogan; bila bi awayekî vekirî biaxive. "
 
'DAXUYANÎ GIRÎNG E LÊ NE TÊRKER E'
 
Di berdewama axaftina xwe de Ocalan derbarê daxuyaniya Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû ya "Rêya demopkrasiyê di Amedê re derbas dibe" de axivî û wiha pêde çû: "Daxuyanî girîng e lê ne têrker e. Pirsgirêka Kurd bêyî Serokê PKK'ê Abdullah Ocalan nikare bê nirxandin. Ocalan aktorekî polîtîk e. Ji aliyê kurdan ve weke sermuzekerevan tê nîşandan. Ocalan xwst şerê 35 salan rawestîne û ji bo vê têkoşiya. Di encama vê têkoşînê de di navbera 2013-2015'an de kes nemir. Ji 5'ê nîsana 2015'an ve tecrîda li ser Ocalan didome û pevajoyek şer heye. Divê hesab ji berpirsyarên vê bê pirsîn."
 
Ocalan, di dawiya axaftina xwe de jî got ku rakirina tecrîdê têr nake divê êdî Ocalan azad bibe. 
 
MA / Emrûllah Acar

Sernavên din

02/02/2022
16:50 Şêniyên Wargeha Mexmûrê li dijî êrişan daketin qadan
16:46 Malbatên Nobetên Edaletê digirin: Bêhiqûqiyê biqedînin û girtiyan berdin
16:36 Derbarê rojnamevan Nişmiye Guler de lêpirsîn hat destpêkirin
16:20 Ozsoy: DAIŞ kengî tengav bibe Tirkiye êrişî kurdan dike
16:14 Dadgehê ceza li malbatên qurbaniyên Roboskî barand
15:44 Astengkirina muzîka kurdî li Wanê hat protestokirin
15:44 Li Rihayê 4 kes hatin binçavkirin
15:42 Li dijî êrişên Tirkiyeyê TAJÊ banga têkoşînê kir
15:32 Komîsyona Zarokan a HDP’ê: Em ê ji bo mafê zarokan têbikoşin
15:27 ÎHD: Di xwarinên girtîgehan de kêzik derdikevin
15:16 Dadgeha Îstînafê dosyeya îşkenceya li Xelfetiyê dabeş kir
15:13 Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Em ê bi hêza keda xwe biçin grevê
15:02 Lîwaya Seyîd Şuheda: Em ê li dijî êrişên Tirkiyê rabin
14:53 DFG'ê bertek nîşanî astengkirina Xwebûnê da
14:26 Elîyas: Bi van êrişan dixwazin Şengalê vala bikin
14:22 Li Edîrneyê 9 penaber ji sermayê jiyana xwe ji dest dan
14:05 Karkerên Farplasê çalakiya xwe veguhestin ber deriyê febrîqeyê
14:04 Dede: Dixwazin ser doza Denîz Poyraz biniximînin
14:04 Cenazeyê girtiyê nexweş Deniz bi girseyî hat definkirin
13:27 Dîmenên êrişa Tirkiyeyê ya li ser Şengalê
13:07 Ji bo nûçegihanê me Acar biryara neşopandinê hat dayîn
13:05 Ferît Şenyaşar: Çima îfadeyên kesên ku ambûlans parçe kirin nayên girtin?
12:58 Li Mûsilê 5 DAIŞ’î hatin kuştin
12:49 Di êrişa Mexmûrê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes birîndar bûn
12:22 Di cejna êzdiyan de 4 saetan bombe li Şengalê barandin
11:47 Dadgeh dê li benda girtina rojnameger Olçen bisekine
11:47 Li Hezexê 3 kes hatin binçavkirin
11:36 Bexdayê êrişên li ser Mexmûr û Şengalê şermezar kir
11:35 Dê derheqê parêzer Uysal de mutalaa bê amadekirin
11:19 Şûreya Dewletê îhaleya nêçirkirina pezkofiyan betal kir
11:19 Doza endama Meclisa Şaredariya HDP’ê hat taloqkirin
11:00 Meclisa Gel a Mexmûrê: Em ê zilm û dagirkeriyê qebûl nekin
10:50 Girtiyê nexweş Turgay Denîz jiyana xwe ji dest da
10:50 Dayika Helîn Şen: Ez ê heta dawiyê li pey edaletê bim
10:45 Li Cizîrê 4 kes hatin berdan
09:35 Gav bi gav Komploya 15'ê Sibatê
09:33 Maenza: Divê Rêveberiya Xweser bi awayekî fermî bê naskirin
09:08 Stranbêjên ciwan: Dê nikaribin dengê muzîka kurdî bitepisînin
09:08 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Em ê tiryakê ji holê rakin
09:08 Fatûreyên giran li dikanan 'Me dişêlînin' tên daliqandin
09:03 HDP'a Îzmîrê dê kongreya xwe diyarî Denîz Poyraz bike
09:03 ‘NY ne şirîkê neteweyan, şirîkê dewletan e'
09:00 ROJEVA 2'YÊ SIBATA 2022'YAN
01/02/2022
23:52 Kesên li Hesekê jiyana xwe ji dest dan bi girseyî hatin definkirin
23:33 Ji hewayê de êriş birin ser Mexmûr, Dêrik û Şengalê
22:48 Lîstika 'Serbaz' rastî eleqeyeke mezin hat
22:17 Gelek balafirên şer ji Amedê rabûn
19:02 Înîsyatîfa Azadî Ji Bo Ocalan ji bo rakirina tecrîdê bang kir
17:09 Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
16:52 Rêveberiya Xweser: Divê DAIŞ’î bên darizandin
16:40 Kujer Onur Gencer daxwaz kir, wezaret jî ket tevgerê!
16:30 HDP: Divê biryara DMME'yê tavilê were bicihanîn
16:26 'Nobeda Edaletê ji me re bû hêvî’
16:12 Hunermendan li Îstîklalê bang kir: Kes nikare ziman û muzîka kurdî asteng bike
16:07 Sancar: Xwedî li dersa kurdî derkevin
16:02 Di Nobeda Edaletê de bertek nîşanî astengkirina polîsan dan
16:02 Doza hevşaredarên Qoserê û Stewrê hat taloqkirin
15:27 ÎHD: Mirina ciwanan pirsgirêka pergalê ye
15:18 Li Hesekê 7 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin
14:40 AYM’ê girtina Yuksekdag 'bipîvan' dît
14:22 Li gelek bajaran daxuyanî: Divê dawî li mirinên li girtîgehan were
13:53 Hunermendan astengkirina stran û zimanê kurdî şermezar kirin
13:34 Doza Kobanê: Mirovahî bi sosyalîzmê re wê li jiyana xwe ya berê vegere
13:16 DMME'yê ji bo rakirina destnedayîna biryara binpêkirinê da
12:53 Piştperdeya Komploya 15’ê Sibatê
12:53 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:50 47 rojnameger bi 751 sal ceza hatin darizandin
11:28 Julian Assange ji bo Xelata Aştiyê ya Nobelê namzet hat nîşandan
11:01 Hewldana zindîkirina DAIŞ’ê li Hesekê têk çû
10:46 Li gorî AYM'ê danîna daran a li gundê ku PKK'ê lê hatiye damezrandin sûc e
10:29 Emîne Şenyaşar careke din îfade da
10:00 Dengê polîsê sîxurtî lê ferz kir tomar kir
09:12 Girtî ji ber 'aktîvîteyên hatine betalkirin' nayên berdan
09:12 Hevalê wî behs kir: 13 saet bi şûn de Tûran rakirin nexweşxaneyê
09:10 Behsa tahdeya li wargeha cemaetê kir
09:09 Nivîskar Aysû: Xela hatiye ber derî
09:09 Derket holê ku şirîkên hêwana masajê ya fuhûş lê hatiye kirin polîs in!
09:08 Girtiya nexweş Semîre Dîrekçî hatiye asta mirinê!
09:07 Ji bo Tûglûk bang li Wezareta Dadê û ATK’ê kirin: Peywîra xwe bi cih bînin
09:00 ROJEVA 1'Ê SIBATA 2022'YAN
31/01/2022
22:03 Daxuyaniya midûriyeta polîsan a têkildarî astengkirina muzîka kurdî
21:45 Kesên li Mêrdînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
21:33 Li ser Twitterê kampanyaya #KürtçeMüzikSusmayacak
17:04 Çalakiya malbata Doku di roja 31'emîn de ye
17:03 Komîsyona Amedekariyê ji bo Guzel cara duyemîn li hev civiya
17:00 HSD'ê bîlanço aşkera kir: 374 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin
16:54 Doza Kobanê: Hûn nikarin kurdan bidarizînin
16:42 Girtî Bîlgîn ku jiyana xwe dest dabû bi girseyî hat definkirin
15:52 Beştaş: Kes nikare zimanê kurdî qedexe bike
15:52 ÎHD’ê ji bo azadiya Tugluk bang kir
15:20 'Em naxwazin cenazeyên zarokên me ji girtîgehan derkevin’
14:45 Şenyaşar: Bila Bekîr Bozdag zilma li ber edliyê bi dawî bike
14:38 Çizirandina sotemeniyê bû sedama gemarbûna hawirdorê
14:29 Serlêdanên serdema duyemîn ên qursa kurdî ya ÎSMEK’ê dest pê kirin
14:19 Lîstika ‘Serbaz’ li Stenbolê du rojan derdikeve ser dikê
14:05 Aysel Tugluk dê 3 hefteyan li ATK’ê bimîne
13:46 'Erdogan rast dibêje, divê ji Ocalan bê pirsîn'
12:59 Çîçek: Yên Îmraliyê jinedîtî ve tên, nikarin demokrasiyê bînin vî welatî
12:45 Polîsan tundiyê û heqaret li stranbêjên kurd kirine
12:07 Hevseroka DBP'ê ya Amedê Gulmez hat berdan