Polîsan tundiyê û heqaret li stranbêjên kurd kirine

  • rojane
  • 12:45 31 Çile 2022
  • |
img
STENBOL - Li Kolana Îstîklalê polîsan 4 stranbêjên ku bi kurdî distrîn kirin binçavan û tundiya fizikî û heqaretê li wan kirin û dest dan ser amûrên wan. 
 
Li Kolana Îstaklalê ya Taksîma Stenbolê di 29’ê çile de stranbêjên bi kurdî distirîn ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Dîmenên vê yekê li ser medya dîjîtal belav bûn û gelek aliyan bertek nîşanî vê yekê dan. Di dîmenan de tê xuyakirin ku ewilî zabiteyên şaredariyê wan hişyar dikin. Pişt re jî polîsan mudaxilî meseleyê dibn û gefê li ciwanan dixwin û dibêjin, “Hûnê nikaribin stranan bêjin. Ev der meydan e, her cih yê me ye. Hûnê nikaribin li vir muzîkê bikin.” 
 
POLÎS: DI NÎZAMA LEŞKERÎ DE BISEKINE 
 
Ev çar ciwanên ku stranên kurdî dibêjin pişt re ji aliyê polîsan ve tên binçavkirin û wan dibin midûriyeta polîsan. Polîs li stranbêjan didin û heqaretê li wan dikin. 
 
Stranbêj tiştên ku hatine serê wan ji ajansa me re vegotin. Muhammed Taşdemîr diyar kir ku di 29’ê çile de ew û sê hevalên xwe ji ber stranên kurdî gotine hatine binçavkirin û got: “Êvar bû polîsan me da sekinandin. Di wê kêliyê de welatiyek xwest em jê re stranan jê re bêjin û xwest dîmenên me tomar bike. Me jî ji polîsan musade xwest. Polîsan destûr neda. Di wê kêliyê de bi hêceta ku destê hevalek di berîka wî de bû, polîsan heqaret li me kirin. Polîsan ji me re got, ‘Hûnê li hemberî me di nîzama leşkerî de bisekinin.’ Wisa bi me kirin.” 
 
DEST DANÎNE SER PEREYÊN WAN JΠ
 
Taşdemîr da zanîn ku polîsan wan kiriye binçavan û wiha got: “Çêrî me kirin. Gelek peyvên ku rûmeta mirovan bişikîne dikirin. Dest danîn ser estrûmanên me. Xwestin dest deynin ser pereyên di berîka me de ku me ji xwe re ji muzîkê berhev kiribû. Me li ber xwe da. Ji ber me li ber xwe da bi hêceta, ‘acizî didin derdorê’ 250 lîre ceza li me birîn. Her wiha ji bo em enstrûmanên xwe yên desteserkirî paş ve bigirin, me 250 lîre razand. Di nava mehek dawî de 5 heb enstrûmanên me desteser kirin.” 
 
KURDÎ QEDEXE YE! 
 
Taşdemîr diyar kir ku polîsan gef li wan xwariye û ji wan re gotine, “Em bixwazin em dikarin we bişînin Sûriyeyê jî.” Taşdemîr destnîşan kir ku li Kolana Îstîklalê ji bilî kurdî bi her zimanek din strandin serbest e û got: “Ji me re dibêjin tu eleqeya astengkirina we bi ‘kurdî re nîne’. Lê belê dema em ji cihê xwe radibin, bi zimanê tirkî, farisî, erebî û an jî bi zimanek din strandin serbest e. Polîs tiştek ji wan re nabêjin. Em dixwazin çand û stranên xwe bidomînin.” 
 
POLÎSAN KULMA AVÊTIYE WAN 
 
Ji muzîkjenan Yusuf Abak ê hat binçavkirin jî destnîşan kir ku polîsan tundiyê lê kiriye û got: “Polîsna bi kulma li min da. Ez li dîwar ketim. Heta îro belkî min 50 caran birine qereqolê. Cara ewil e enstrûmana min ji destê min girtin.” 
 
QIRIKA WÎ ŞIDANDINE 
 
Ji muzîkjenên hatiye binçavkirin Selîm Ozturk jî wiha got: “Bi îdiaya ‘em derdorê aciz dikin’ li min û hevalên min cezayê pereyan birîn. Polîsan li qereqolê ji me re gotin, ‘hûn parsek in’. Em derdorê aciz nakin. Muzîka hunerê derdorê aciz nake. Em dizî û parsekiyê nakin. Hevalên min ji ber ji wan re got, neberize me. Bi qirika wî girtin û şidandin.” 
 
‘MUZÎK ÇAVKANIYA DEBARA ME YE’ 
 
Halîl Erîm jî anî ziman ku ji bo ew li kolanê stranên kurdî bêjin gelek caran daxwazname dane Qeymeqamiya Beyogluyê û got: “Em tevî van qedexeyan jî stranên xwe dibêjin û em ê her bêjin. Em muzîkjeniyê debara xwe dikin. Nexwê em ê bikevin tengasiyê. Çimkî wekî din çavkaniya debara me nîne.” 
 
RAWESTGEHÊN MUZÎKÊ HATIN GIRTIN 
 
Erîm da zanîn ku li Kolana Îstîklalê ji bo hunermendan ‘rawestgeha muzîk’ ku hatibûn çêkirin hatine rakirin û got: “Beriya niha 6 rawestgeh hebûn. Muzîkjenan li hev parî dikir. Her kesî dikaribû muzîkjeniyê bike. Lê niha ji ber ku van rawestgehan rakirine gelek hevalên me dest ji muzîkê berdan. Diçin di karên din de dixebitin. Em dixwazin stranên me serbest bibin û cihên em dikaribin muzîkjeniyê bikin bidin me.” 
 
MA / Mehmet Aslan - Dogan Kaynak
 

Sernavên din

02/02/2022
16:50 Şêniyên Wargeha Mexmûrê li dijî êrişan daketin qadan
16:46 Malbatên Nobetên Edaletê digirin: Bêhiqûqiyê biqedînin û girtiyan berdin
16:36 Derbarê rojnamevan Nişmiye Guler de lêpirsîn hat destpêkirin
16:20 Ozsoy: DAIŞ kengî tengav bibe Tirkiye êrişî kurdan dike
16:14 Dadgehê ceza li malbatên qurbaniyên Roboskî barand
15:44 Astengkirina muzîka kurdî li Wanê hat protestokirin
15:44 Li Rihayê 4 kes hatin binçavkirin
15:42 Li dijî êrişên Tirkiyeyê TAJÊ banga têkoşînê kir
15:32 Komîsyona Zarokan a HDP’ê: Em ê ji bo mafê zarokan têbikoşin
15:27 ÎHD: Di xwarinên girtîgehan de kêzik derdikevin
15:16 Dadgeha Îstînafê dosyeya îşkenceya li Xelfetiyê dabeş kir
15:13 Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Em ê bi hêza keda xwe biçin grevê
15:02 Lîwaya Seyîd Şuheda: Em ê li dijî êrişên Tirkiyê rabin
14:53 DFG'ê bertek nîşanî astengkirina Xwebûnê da
14:26 Elîyas: Bi van êrişan dixwazin Şengalê vala bikin
14:22 Li Edîrneyê 9 penaber ji sermayê jiyana xwe ji dest dan
14:05 Karkerên Farplasê çalakiya xwe veguhestin ber deriyê febrîqeyê
14:04 Dede: Dixwazin ser doza Denîz Poyraz biniximînin
14:04 Cenazeyê girtiyê nexweş Deniz bi girseyî hat definkirin
13:27 Dîmenên êrişa Tirkiyeyê ya li ser Şengalê
13:07 Ji bo nûçegihanê me Acar biryara neşopandinê hat dayîn
13:05 Ferît Şenyaşar: Çima îfadeyên kesên ku ambûlans parçe kirin nayên girtin?
12:58 Li Mûsilê 5 DAIŞ’î hatin kuştin
12:49 Di êrişa Mexmûrê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes birîndar bûn
12:22 Di cejna êzdiyan de 4 saetan bombe li Şengalê barandin
11:47 Dadgeh dê li benda girtina rojnameger Olçen bisekine
11:47 Li Hezexê 3 kes hatin binçavkirin
11:36 Bexdayê êrişên li ser Mexmûr û Şengalê şermezar kir
11:35 Dê derheqê parêzer Uysal de mutalaa bê amadekirin
11:19 Şûreya Dewletê îhaleya nêçirkirina pezkofiyan betal kir
11:19 Doza endama Meclisa Şaredariya HDP’ê hat taloqkirin
11:00 Meclisa Gel a Mexmûrê: Em ê zilm û dagirkeriyê qebûl nekin
10:50 Girtiyê nexweş Turgay Denîz jiyana xwe ji dest da
10:50 Dayika Helîn Şen: Ez ê heta dawiyê li pey edaletê bim
10:45 Li Cizîrê 4 kes hatin berdan
09:35 Gav bi gav Komploya 15'ê Sibatê
09:33 Maenza: Divê Rêveberiya Xweser bi awayekî fermî bê naskirin
09:08 Stranbêjên ciwan: Dê nikaribin dengê muzîka kurdî bitepisînin
09:08 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Em ê tiryakê ji holê rakin
09:08 Fatûreyên giran li dikanan 'Me dişêlînin' tên daliqandin
09:03 HDP'a Îzmîrê dê kongreya xwe diyarî Denîz Poyraz bike
09:03 ‘NY ne şirîkê neteweyan, şirîkê dewletan e'
09:00 ROJEVA 2'YÊ SIBATA 2022'YAN
01/02/2022
23:52 Kesên li Hesekê jiyana xwe ji dest dan bi girseyî hatin definkirin
23:33 Ji hewayê de êriş birin ser Mexmûr, Dêrik û Şengalê
22:48 Lîstika 'Serbaz' rastî eleqeyeke mezin hat
22:17 Gelek balafirên şer ji Amedê rabûn
19:02 Înîsyatîfa Azadî Ji Bo Ocalan ji bo rakirina tecrîdê bang kir
17:09 Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
16:52 Rêveberiya Xweser: Divê DAIŞ’î bên darizandin
16:40 Kujer Onur Gencer daxwaz kir, wezaret jî ket tevgerê!
16:30 HDP: Divê biryara DMME'yê tavilê were bicihanîn
16:26 'Nobeda Edaletê ji me re bû hêvî’
16:12 Hunermendan li Îstîklalê bang kir: Kes nikare ziman û muzîka kurdî asteng bike
16:07 Sancar: Xwedî li dersa kurdî derkevin
16:02 Di Nobeda Edaletê de bertek nîşanî astengkirina polîsan dan
16:02 Doza hevşaredarên Qoserê û Stewrê hat taloqkirin
15:27 ÎHD: Mirina ciwanan pirsgirêka pergalê ye
15:18 Li Hesekê 7 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin
14:40 AYM’ê girtina Yuksekdag 'bipîvan' dît
14:22 Li gelek bajaran daxuyanî: Divê dawî li mirinên li girtîgehan were
13:53 Hunermendan astengkirina stran û zimanê kurdî şermezar kirin
13:34 Doza Kobanê: Mirovahî bi sosyalîzmê re wê li jiyana xwe ya berê vegere
13:16 DMME'yê ji bo rakirina destnedayîna biryara binpêkirinê da
12:53 Piştperdeya Komploya 15’ê Sibatê
12:53 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:50 47 rojnameger bi 751 sal ceza hatin darizandin
11:28 Julian Assange ji bo Xelata Aştiyê ya Nobelê namzet hat nîşandan
11:01 Hewldana zindîkirina DAIŞ’ê li Hesekê têk çû
10:46 Li gorî AYM'ê danîna daran a li gundê ku PKK'ê lê hatiye damezrandin sûc e
10:29 Emîne Şenyaşar careke din îfade da
10:00 Dengê polîsê sîxurtî lê ferz kir tomar kir
09:12 Girtî ji ber 'aktîvîteyên hatine betalkirin' nayên berdan
09:12 Hevalê wî behs kir: 13 saet bi şûn de Tûran rakirin nexweşxaneyê
09:10 Behsa tahdeya li wargeha cemaetê kir
09:09 Nivîskar Aysû: Xela hatiye ber derî
09:09 Derket holê ku şirîkên hêwana masajê ya fuhûş lê hatiye kirin polîs in!
09:08 Girtiya nexweş Semîre Dîrekçî hatiye asta mirinê!
09:07 Ji bo Tûglûk bang li Wezareta Dadê û ATK’ê kirin: Peywîra xwe bi cih bînin
09:00 ROJEVA 1'Ê SIBATA 2022'YAN
31/01/2022
22:03 Daxuyaniya midûriyeta polîsan a têkildarî astengkirina muzîka kurdî
21:45 Kesên li Mêrdînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
21:33 Li ser Twitterê kampanyaya #KürtçeMüzikSusmayacak
17:04 Çalakiya malbata Doku di roja 31'emîn de ye
17:03 Komîsyona Amedekariyê ji bo Guzel cara duyemîn li hev civiya
17:00 HSD'ê bîlanço aşkera kir: 374 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin
16:54 Doza Kobanê: Hûn nikarin kurdan bidarizînin
16:42 Girtî Bîlgîn ku jiyana xwe dest dabû bi girseyî hat definkirin
15:52 Beştaş: Kes nikare zimanê kurdî qedexe bike
15:52 ÎHD’ê ji bo azadiya Tugluk bang kir
15:20 'Em naxwazin cenazeyên zarokên me ji girtîgehan derkevin’
14:45 Şenyaşar: Bila Bekîr Bozdag zilma li ber edliyê bi dawî bike
14:38 Çizirandina sotemeniyê bû sedama gemarbûna hawirdorê
14:29 Serlêdanên serdema duyemîn ên qursa kurdî ya ÎSMEK’ê dest pê kirin
14:19 Lîstika ‘Serbaz’ li Stenbolê du rojan derdikeve ser dikê
14:05 Aysel Tugluk dê 3 hefteyan li ATK’ê bimîne
13:46 'Erdogan rast dibêje, divê ji Ocalan bê pirsîn'
12:59 Çîçek: Yên Îmraliyê jinedîtî ve tên, nikarin demokrasiyê bînin vî welatî
12:45 Polîsan tundiyê û heqaret li stranbêjên kurd kirine
12:07 Hevseroka DBP'ê ya Amedê Gulmez hat berdan