Xizmên Windayan aqûbeta Denîz û Taniş pirsîn

  • rojane
  • 14:08 29 Çile 2022
  • |
img

AMED/ÊLIH - Xizmên windayan û Şaxa ÎHD’ê ya Amedê vê hefteyê aqûbeta Sekreter û Serokê HADEP’ê yên Silopiyayê Ebûbekîr Denîz û Serdar Taniş pirsîn. Di çalakiyê de hat gotin ku Denîz û Taniş li ser banga fermandarê qereqolê, diçin Fermandariya Cendirmeyan a Silopiyayê û ji wê rojê ve tu agahî jê nayên girtin. 

Xizmên windayan û Şaxa ÎHD’ê ya Amedê ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin, çalakiya xwe di hefteya 677'an de li pêş Bîrdariya Mafên Jiyanê ya Parka Koşuyolu berdewam kirin. Malbatan di çalakiyê de pankarta “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” vekirin û wêneyên windayan rakirin.  
 
Di çalakiyê de xizmên windayan û rêveberên ÎHD’ê yên Amedê amade bûn. Serokê Şaxa ÎHD’ê Abdullah Zeytûn ewilî axivî û wiha got: “Têkoşîna me ya heqîqet û aştiyê di hefteya 677’an de didome. Ji bo aqûbeta kesên di salên 1990’î de bi zorê hatin windakirin ronî bibe û hesap ji wan bê pirsîn, bi salan e em tê dikoşin. Di pêşengiya dayikan de em di hefteya 677’an de carek din hewl didin vê êşê û vê heqîqetê bînin ziman.”
 
‘FAÎL HATINE PARASTIN’
 
Di berdewamê de jî Zeytûn got li Tirkiyeyê ji ber ku li gorî pîvanên hiqûqa navdewletî gav nayên avêtin û li daraz li gorî pîvanê hiqûqê gavan navêje, heta niha faîl nehatin ronîkirin û nehatin darizandin. Zeytûn axaftina xwe wiha domand: “Dijberî vê yekê, faîl hatine parastin. Li Tirkiyeyê bi taybetî di salên 1990’î de gelek mirov hatin revandin. Daraza di bin kontrola dewletê de ye, mixabin sûcê li dijî mirovahiyê tespît nekiriye û heqîqet ronî nekiriye. Bi rêbaza revandinê xwestin bi taybetî kurdan bêdeng bikin û bitepisînin. Mixabin heta niha bi rastiyê re rû bi rû nebûye. Em carek din darazê vedihewînin ku bi heqîqet û rastiyê re bê hemberî hev û rastiyê ronî bike. Hewldana me ya ji bo vê yekê dê bidome.”  
 
‘MIROV NIKARE QALA EDALETÊ BIKE’
 
Zeytûn diyar kir ku li Tirkiyeyê polîtîka li gorî ewlehiyê teşe digire û ev tişt anî ziman: “Lewma jî mirov nikare qala edaletê bike. Mirov nikare qala demokrasiyê bike. Minaka vê yekê ya herî nêz, rojên borî li Cizîrê polîsan bi maşîneya zirxî ciwanê 23 salî Abdulgaffar Dayan kuştin. Me Şaxa ÎHD’ê di rapora 14 salên dawî de jî aşkere kir ku her roj mirov bi panzêran û maşîneyên ewlehiyê tên kuştin. Em dixwazin ku êdî dawî li van polîtîkayên ewlehiyê bînin û careke din ev bûyerên bi êş pêş nekevin. Em dixwazin pirsgirêka kurd bi rêbazên çareseriya gerdûnî bên çareserkirin. Em diyar dikin ku pêwist e ev maşîneyên zirxî yên jiyana mirovan îhlal dikin derxînin derveyî qada jiyanê.” 
 
AQUBETA DANIŞ Û DENÎZ PIRSÎN  
 
Piştî Zeytûn, Endamê Komîsyona Windayan Firat Akdenîz jî çîroka Sekreter û Serokê HADEP’ê yên Navçeya Silopiyayê Ebûbekîr Denîz û Serdar Taniş xwend. Akdenîz, anî ziman ku çalakiya xwe di hefteya 677’an de berdewam dikin û vê hefteyê cih didin windakirina Serdar Taniş û Ebûbekîr Denîz. Akdenîz got ku di 25’ê çileya 2001’an de Fermandarê Cendirmeyan a Silopiyayê bi telefonê li Serdar Taniş û Ebûbekîr Denîz digerin û dixwazin biçin Fermandariya Cendirmeyan û wiha domand: “Serdar Taniş û Ebûbekîr Denîz, li ser banga fermandarê qereqolê diçin Fermandariya Cendirmeyan a Silopiyayê û carek din agahî ji wan nehat girtin.” 
 
ÊLIH
 
Xizmên windayan û endam û rêveberên Şaxa ÎHD’ê li Êlihê jî di hefteya 514’emîn de li pêşiya Bîrdariya Mafên Mirovan a li Cadeya Gulistanê çalakiya xwe kir. Di çalakiyê de pankarta ‘Bila winda bên dîtin û kujerên wan bên darizandin’ û wêneyên windakiriyan hatibûn vekirin. Di çalakiyê de endama ÎHD’ê Şîrîn Seçkîn axivî û xwest ku kesên hatine windakirin bên dîtin û kujerên wan bên darizandin. 
 
SERPÊHATIYA MALTU HAT VEGOTIN
 
Di çalakiya vê hefteyê de serpêhatiya Mehmet Şîrîn Maltu yê 17 salî hat vegotîn û çalakvanan aqûbeta wî pîrsîn. Maltu, di çileya 1995’an de li mezraya Zerbiya ya Hezo ya Êlihê di encama serdegirtina malê de hat binçavkirin û ev 27 sal in agahî jê nayên girtin.
 
 

Sernavên din

29/01/2022
20:24 Hevserokê KCD'ê Ozturk: Tekane çare Ocalan e
17:05 ‘Xelkê Amedê nahêle navê Bahçelî li daîreyekê jî bê kirin’
16:16 Hat xwestin ku girtiyê nexweş Yagmekan were berdan
16:06 Qeyûm xwedî li projeyên nelirêtiyê derket
15:44 Înîsiyatîfê xwest Seyîd Narîn were berdan
15:22 Li Hesekê di navbera hêzên ewlekariyê û DAIŞ’ê de pevçûn derket
14:53 Jiyana girtiya nexweş Tokmak bi xetereyê re rûbirû ye
14:08 Xizmên Windayan aqûbeta Denîz û Taniş pirsîn
13:58 Li Cizîrê 4 kes kirin binçavan
13:56 Xwişka Ayşenûra 27 sal berê hat windakirin: Em kujeran nas dikin
13:47 Li Hesekê operasyonên legerînê berdewam in
13:14 Malpera rojnameya Yenî Yaşamê jî hat astengkirin
13:10 Rojnameger Guven: Denîz Poyraz bi fermana MHP’ê hat kuştin û haya Soylu jê heye!
12:50 Uca: Çi karê çekên NATO’yê di destê DAIŞ’ê de hene?
11:52 Rêveberê Weqfa Belavkirina Ilmê bû serokê ATK’ê
11:47 Esenturk: Divê em bi hev re têkoşînê birêxistin bikin
11:33 Lêgerîna edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 327’emîn de ye
10:57 Hevseroka DBP’a Amedê Seval Gulmez hat binçavkirin
10:49 Rêxistinên ciwanan: Divê azadiya Ocalan were temînkirin
10:24 Di 13 saliyê de kete girtîgehê û niha jî ji bo azadiya bavê xwe têdikoşe
10:09 Malpera rojnameya Xwebûnê hat astengkirin
09:23 Midûrê polîsan ji malbata Dayan re got: Çima hûn bûyerê ber bi cihekî din ve dikişînin
09:12 Gel nikare biçe nexweşxaneyên bajêr ên veguherîne qadên rantê
09:11 Îstinafê cardin cezayê li Bîlîcî hatibû birîn xera kir û vê carê biryara beraetê da
09:11 Halê bazarê: Destvala vedigerin malê
09:10 ‘Divê hêza gelan tecrîda li Îmraliyê bişikîne'
09:09 Dayika Batû yê 37 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ye bifikar e
09:09 Hevserokên HDP’a Amedê: Gotinên Kiliçdaroglu baş in lê têr nakin
09:08 Tevî biryara dadgehê jî girtî nayê berdan
09:00 ROJEVA 29'Ê ÇILEYA 2022'YAN
08:05 Wezîrê Dadê Gul îstîfa kir, Bekîr Bozdag tayînî şûna wî hat kirin
28/01/2022
17:43 DBP'ê serdana Bîlgeyê hat berdan kir
17:31 Cezayê hepsê li endamên Komeleya Ciwanan a Şerzan Kûrt hat birîn
16:12 Nobeda Edaletê: Daxwazên me ji bo hemû mirovahiyê ne
16:11 ‘Rêya aştiyê wê di Roboskê de derbas bibe’
15:47 Raportorê PE'yê Amor piştgirî da Gergerlîoglû
15:40 Li gorî dozger dizî na lê aşkerakirina diziyê sûc e!
15:13 Li Îzmîrê ji bo Dayan daxuyanî hat dayîn: Dawî li kuştinên plankirî bînin
15:02 Egitim Senê ji ber qanuna mamostiye li meclîse rê fax şand
14:15 Jina kobanî bi pitika xwe ya 15 rojî re hat binçavkirin
14:14 Çalakiya malbata Doku di roja 28’emîn de ye
13:44 Penaberên afgan ên qaçax dihatin xebitandin hatin binçavkirin
13:42 Başaran: Nexwê deriyan vekin bila Ocalan biaxive
13:18 Emîne Şenyaşar: Kurê min berdin
13:17 700 zarokên ku DAIŞ'ê wan ji xwe re kir mertal, li navendên rehabîlîtasyonê hatin bicihkirin
13:01 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:40 Li çar bajaran herî kêm 6 kes kirin binçavan
12:40 Lavrov: Rûsya şer naxwaze
12:10 Xelkê Amedê bi serkeftina Hesekê dilşad bû: Yekitî ferz e
12:02 Li Enqereyê zext û gefên li ciwanan tên kirin didomin
11:49 Li dijî balafirxaneya Bexdayê êrişa bi mûşekan pêk hat
11:44 Haşim Gezer bang li parêzerên Xerîbeyê kir: Xwe bigihînin min
11:10 Newroz Ehmed: Me li dijî ‘şaneyên razayî’ operasyon da destpêkirin
10:49 Abdullah Ocalan: Bila kes li ser navê min neaxive
10:12 Meclîsa Ciwanên HDP’ê ciwanekî din ji tiryakê xelas kir
10:05 Dê Aysel Tugluk bişînin ATK’ê
09:45 AYM’ê serlêdana rojnamevan Guleş qebûl nekir
09:25 Gunay: Hewceye tecrîd rabe û Ocalan bi xwe biaxive
09:03 Dayika Abdulgaffar Dayan: Bila erebeyên zirxî ji sûkê û cadeyan vekişînin
09:03 Armanca ewil a ciwanan şikandina tecrîdê ye
09:03 Walîtiyê nehişt standa ji bo xebatên kurdî bê vegirtin
09:03 ‘Em bibin dengê girtiyan'
09:03 TGS'ê bang li BBC'yê kir: Daxwazên rojnamevanan qebûl bike
09:03 Dengbêj Hediye: Dengbêjî serîhildana jinê ye
09:03 Dayika girtî: Me zarokên xwe ne ji bo îşkenceyê mezin kirine
09:00 ROJEVA 28'Ê ÇILEYA 2022'YAN
27/01/2022
20:33 'Nobeda Spî' didome
20:18 Siyasetmedarên hatin berdan bi girseyî hatin pêşwazîkirin
19:39 Platforma Tenduristiyê ya Amedê serdana 'Nobeda Edaletê ya Spî' kir
19:26 Azadkirina Kobanê hat pîrozkirin
18:10 Malbata Dokûyê giliyê Cemîle Yucerê kir
17:48 Aydenîz: Em ê bi rêxistinbûyînê bersiva êrişên îqtidarê bidin
17:00 ‘Li girtîgehê tiştên derî mirovahiyê tên serê min'
16:45 Ji bo piştevaniya bi Tugluk re qert hatin şandin
16:38 Piştgiriya ji bo Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan mezin dibe
16:36 Malbata Dayan bertek nîşanî qeyûm Tunç da: We ev cînayet kiriye
16:11 Bi gotina 'xwezî bi kesê ku dibêje ez kurd im' doza êrişê zêde bû
16:02 Malbata Dokû: Bila Zainal Abarakov bê darizandin
15:55 HSD’ê bersiv da UNICEF’ê: Em girêdayî peymanên mafên zarokan in
15:29 Girtiyê 30 salan Sittar Gunduz hat berdan
15:17 Yekemîn danişîna doza kujerê jina êzidî Rasho hat dîtin
15:13 HSD: Derdora 90 çeteyan li bakurê Girtîgeha Sînaayê asê bûne
14:50 Di 14 salan de 20 jê zarok bi giştî 41 kes bi wesayîtên zirxî hatin kuştin
14:40 Velî Keleş ê êrişî malbata Dedeogûllari kir, ji Erdogan alîkarî xwest
14:30 Li Rihayê 4 siyasetmedar hatin tehliyekirin
14:05 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:58 Nunerên sendîkayan: Têkoşîn û tifaqa hevpar hêvî dide avakirin
13:40 Li Şirnexê karkerên medenê dev ji kar berdan
13:37 Mehmet Ocalan: Şûna ku li ser navê wî biaxivin bila bihêlin ew bi xwe biaxive
13:18 DBP amadekarî dike ku li Stenbolê bi gel re bê gelhev
13:10 Şaredariya qeyûm li xwe girt ku wesayîta wan li Dayan qelibiye
12:58 Aydenîz: Hewldanên Erdogan berhewa ne, deriyan vekin bila Ocalan biaxive
12:57 Tetikkêşê Komkujiya Konyayê di 2 mehan de 50 hezar TL xerc kiriye
12:33 Li Mêrdînê wesayîta ku jinekê eciqand a Artêşa Tirk derket
12:27 ‘Emîne Şenyaşar 325 roj in li dijî tundiyê li ber xwe dide’
12:11 ‘Xwedî derketina li Ocalan, nikare were cezakirin’
09:58 ‘Girtîgehên tîpa S bi zîhniyeta Serdema Navîn hatine çêkirin’
09:10 KNK'ê ji bo têkbirina DAIŞ'ê bang li hêzên navneteweyî kir
09:10 Baş: Zemîneke çareseriyên rast berpêş dike çêdibe
09:09 Ceyrana malbata ku bi meaşê astengdariyê debara xwe dike birîn