MÎT'ê sixurtiyê lê ferz kir û PDK'ê jî wî dersînor kir

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hamdûllah Aktaş ku ferzkirinên sîxurtiyê MÎT'ê red kir, ji aliyê PDK'ê ve hat dersînorkirin.  
 
Kurdên ku ji ber dozên li wan hatine vekirin, ji bakurê Kurdistane koçî başûrê Kurdistanê bûne, bi zextên Partiya Demokrata Kurdistanê (KDP) re ru bi rû ne. Tenê di nav mehekê de Gungor Alp û Hasan Kaçar bi hevjin û du zarokên xwe re ji aliyê hêzên PDK'ê ve ve bi hinceta ku "destûra wan a rûniştinê" tune ye hatin dersînorkirin. Hemdullah Aktaş ku di sala 2012’an de ji bakurê Kurdistanê berê xwe daye Başûrê Kurdistanê jî bi vê aqûbetê re rû bi rû ma. Aktaş destpêkê li Dihokê bi cih dibe û dixwaze li vir jiyana xwe berdewam bike. Lê hêzên PDK’ê miseletê serê wî dibin û wî ji mayîna li vir bê zar dikin. 
 
Aktaş, têkildarî sedema xwe ya hatina başûrê Kurdistanê de ev agahî dan: "Ez li bakurê Kurdistanê endamê rêxistinên kurdan bûm. Ez û havalên xwe ji aliyê Dewleta Tirk ve hatin birîndarkirin. Sê mehan li nava cihan de mam. Piştre cezayê girtîgehê yê çend salan li min hat birîn. Piştî hatim berdan, min biryar da werim başûrê Kurdistanê. Min hinek kesan li Başûr jî nas dikir. Wan cih dan min û min dest bi karkirinê kir. Min salek û pênc mehan kar kir, lê heqê min nehat dayîn. Piştre jî gefa kuştinê li min hat xwarin." 
 
HEQÊ WÎ NEDANÊ
 
Li Dihokê zilmêke mezin li Aktaş tê kirin û derbarê vê zilma ku lê hatiye kirin de jî wiha axivî: "Şevek bi sê wesayîtan bi ser min de girtin, ji min re gotin, 'Ger tu ji vir neçî yan em ê te bikujin an jî em ê te radestî Tirkiyeyê bikin'. Min jî ji wan re got, 'Min li vir ked daye, ev 17 meh in ez li vir di xebitim û min heqê xwe wernegirtiye. Heqê min bidin min ez ê ji vir herim'. Ji min re gotin, 'Tu heqê te û tiştek wisa nîne, divê ji vir herî'. Nêzî saetekî em li gel hev axivîn. Ez yek ji wan nas dikim, navê wî Yunus Barzanî bû. Barzanî ji min re gotin, 'Heke tu ji Dihokê dernekevî, ji bo bibî ibret ez ê te bi wesayîta xwe ve girê bidim û di nava Dihokê de bigerînim'. Min jî jê re got, 'Ez ji vir naçim, çi ji destê te tê bike'. Piştî çend rojan çûm Zaxo. Li vir du kes hatin cem min, ji min pirsa ku çima hatime başûrê Kurdistanê kirin. Min jî ji wan re got ku ez mirovek kurdim, li Tirkiyeyê ceza li min hatiye birîn, ji bona wê hatime vir, dikaribûm biçim Ewropa jî lê Kurdistan xaka min e.”
 
DIXWWAZIN AKTAŞ BIKIN SÎXUR
 
Di berdewamê de Aktaş da zanîn ku li Zaxoyê daxwaz jê kirine ku sîxuriyê bike û ev tişt gotin: "Wan kesan çekek bankê li pêş min danîn, ji min re gotin, 'Ji te re çend pere pêwîste li ser çekê binivîse, lê tu yê ji bo me kar bikî. Em ê te bişînin Mexmûr û Qendîlê tu yê agahiyên li wan deran hene, ji me re bînî'. Min jî ji wan re got, 'Hûn min li vir parçe parçe jî bikin, ez ê vî karî nekim'. Ji min re gotin, 'Yan divê tu li gel me kar bikkî yan jî ji vir herî'. Li ser vê min jî çeka bankê radestî wan kir û ji wan re got, 'Ger xwefiroşbûma min ê li bakur xwefiroşiyê bikira û pereyê wan ji yê we zêdetir bû. Ez ne dibim MÎT ne jî dibim sîxur'.  Ji min re gotin, 'Madem wisa ne, em ê te radestî Tirkiyeyê bikin. Min ji wan re got, 'Hûun bê minet in. Yek ji wan ji min re got, 'Ji vir here, li vir nemîne ji ber ku tu nikarî li vir bijî. Ez ê heqê rêya te jî bidim û here'. Min jî jê re got, 'Pêwîstiya min bi pereyê te nîne.”
 
LI SILÊMANIYÊ JÎ ZEXTAN LÊ DIKIN
 
Piştî vê Aktaş peywendî li gel nûnertiya HDP’ê ya Herêma Kurdistanê datîne û rewşa xwe ji wan re radigihîne û ji Dihokê tê Hewlêrê. Ji ber ku dizane wê li Hewlêrê jî rastî heman kiryaran were, yekcarî ji Hewlêrê derbasî Silêmaniyê dibe. Lê li Silêmaniyê jî MÎT û Parastina PDK’ê zextan li Aktaş dikin. Aktaş, destnîşan kir ku belgeyên ferzkirina sîxurtiyê li gel wî hene û wiha pêde çû: "Piştî hatim Silêmaniyê jî bi rêya telefon û facebookê daxwaza sîxûriyê ji me dikin. Telefonî zêdetirî 10 hevalên me kirine ku bi pere sîxurtiyê ji wan re bikin. 10 roj ji beriya niha jî kesek bi wesayîtê êrişê min kir û bi tirkî xeber dan min. Ger min xwe ji ber wesayîtê nedaba aliyek wê bi wesayîtê pêl min bikira. Ez bang li hemû welatiyên Bakur ên niha li Başûr dimînin dikim; dema daxwaza sîxûriyê ji we kirin, qet netirsin. Mirin her heye, lê bila mirinek bi rûmet be. Ger li vir cihê me nemîne jî em dikarin herin çiyayên azad ên Kurdistanê. Em Kurd in û birayê hev in. Qendîl û Garê berfireh in û mezin in. Em dikarin herin li wir bijîn."
 

Sernavên din

08/01/2022
14:06 Di ‘operasyona bertîlê’ ku polîs jî di nav de 16 kes hatin girtin
13:47 Rojnamevan Metîn Goktepe li ser gora xwe hat bibîranîn
13:31 Li Amedê rêxistinên girseyî kom bûn: Em dikarin bi hev re pirsgirêkan çareser bikin
13:31 Li Şirnexê jinek bi awayek guman jiyana xwe ji dest da
13:14 Xizmên Windayan ji darazê re gotin: Nebin şirîkê vî sûcî
12:13 ‘Fikrên Sakîneyê û hevalên wê şoreş ava kirin’
12:13 Bi hêceta ‘Te çima li konvoya qeyûm nihêriye’ hat binçavkirin!
11:54 Malbata Şenyaşar: Li Rihayê gel dixwaze neheqî bi dawî bibe
11:27 ‘Metîn silav dabe kê şopek bi wan re hiştiye’
10:42 Festîvala Filman a Kurt û Kurmancî dest pê dike
09:54 Albûma ‘Feqî’ ya hunermend Firat Med derket
09:07 Parêzer Tosûn: Edliye û Girtîgeha Kandirayê ser sûc digirin
09:07 Mexmûrî: Em ê heya dawiyê li ber xwe bidin
09:07 Guh û çavên girtî Nebîoglû her diçe kerr û kor dibe
09:07 Ocalan: Azadiya jinê têkoşîna Sakîneyê ye
09:07 Berteka partiyên siyasî ya ji bo daristana li ser navê Bahçelî: Em qebûl nakin
09:00 ROJEVA 8'Ê ÇILEYA 2022'YAN
07/01/2022
16:58 Cerdevanê ku zaroka 16 salî îstîsmar kir hat girtin
16:56 Ûca: Navnîşanî komkujiyên Parîs û Silopiyayê Enqere ye
16:34 Ozsoy êrîşên li dijî goristan û cenazeyan ji Soylû pirsî
16:30 Salek e sîxurtî lê tê ferzkirin
16:13 MEBYA-DER’ê êrişên li ser goran şermezar kir
15:57 Gefa ‘hevkariyê’ li xebatkarek Komeleya Koçberiyê xwarine
15:47 Çalakiya ji bo Gulistanê di roja 7’an de berdewam kir
15:40 Berteka li dijî PDK’ê: Heta ku em cenazeyên xwe bigirin wê çalakiya me bidome
15:39 Ma Musîc û Egîtîm Sen’ê piştgirî da Nobeta Edaletê
14:37 Daxistina "reftera qenc" dan faîlê ku Berîvan Bayram kuşt
14:05 Li Cizîrê êrişa ser goristanê hat şermezarkirin
14:03 Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Em heqê keda xwe nastînin
13:34 Jinan ji bo Tûglûk kampanya îmzeyan da destpêkirin
12:41 340 sal cezayê hepsê li 62 kesan hat birîn
12:15 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:08 Malbata Şenyaşar: Ev têkoşîn ji bo edaletê ezmûneke dîrokî ye
12:06 Şanoya Mencel bi ‘Tenê Ez’ dîsa derdikeve ser dikê
11:25 ‘Dayik wê edaletê bînin’
11:03 Penceşêr li wan pîr bûye û terkî mirinê hatine kirin!
10:51 Li Denîzliyê jinek hat qetilkirin
10:30 Turkdogan: Divê îtîrazî bêqanûniya vekirî ya li Îmraliyê bê kirin
10:16 Îdiaya ‘bombeyê’ ya medya hewizê negihîşt armanca xwe
09:54 Birayê Cemîl Kirbayir bertek nîşanî demboriyê da: We demê dizî
09:09 Du girtiyên ku li ber çavê dewletê 'talûke' ne: Yek jê destên wî tune ne, yê din lingên wî
09:08 ‘Metîn Goktepe rêya me ronî kir'
09:06 Rewşa girtiyên nexweş xirab dibe: ATK sûc dike
09:06 Berteka ji ber qirêjbûna Çemê Dîcleyê: Rûyê rast ê qeyûm e
09:06 Serdana şaredariyê kir, birayê wî terfî bû!
09:00 ROJEVA 7'Ê ÇILEYA 2022'YAN
06/01/2022
16:58 Derbarê Abdullah Zeydan de biryara berdanê hat dayîn
16:54 ‘Omer Guney li Enqereyê bi kê re hevdîtin kir?’
16:51 Li Rihayê 6 jinên kurd ên siyasetmedar hatin bibîranîn
16:33 Dadgehê cezayê muebetê û 12 sal li rojnamevan Dogru birî
16:20 Nobeta Edaletê di roja 52'yan de ye: Dengê me bibihîzin
15:57 Çalakiya malbata Dokû di roja 6’an de ye
15:45 Gergerlîoglu: Gelo divê cenazeyê Tugluk derkeve?
15:45 ATO: Hezar û 941 zarok li girtîgehan di bin tecrîdê de ne
15:39 Li Nisêbînê kesekî di êrişâ çekdarî de jiyana xwe ji dest da
15:38 Di Giştînameya Emniyetê de careke din biryara binpêkirinê hat dayîn
15:31 Girtiyên ku lêgerîna nava dev red dikin sewqî nexweşxaneyê nayên kirin
15:25 Girtî Narîn ê ku krîza dil derbas kiribû ji çavdêriya awarte hat derxistin
15:07 Pakistanê peymanê helîkopteran a bi Tirkiyeyê re betal kir
13:54 ‘Berpirsiyarê kuştina Metîn Lokumcu qeymeqam e’
13:49 Girtî: Li Girtîgeha Sêwrêgê kalorîfer nayên pêxistin
13:48 PJAK’ê xwest kuştina Bêxem bê ronîkirin
13:11 Jinên li hala Tarsûsê dixebitin dev ji kar berdan
13:08 HDP'ê bûyernameya sala 2021'an a li ser kurdî amade kir
12:56 Ji parêzerên Ocalan serdaneke nû ya îmraliyê
12:13 Kedkarên PTT’ê: Em mûçeyek pê dikaribin debara xwe bikin dixwazin
12:12 Gunay: Girtîgeh bûne wekî penceşêrê
12:01 Malbata Şenayaşar: Wê civak kesên bêdeng bimînin efû neke
11:26 Apê Ûsiv ku Ocalan nas dike: Êdî divê azad be
11:24 Rojnamevanên ji Doza Helîkoptêrê dihatin darizandin beraet bûn
11:07 Serdanên malbatên girtiyên bi dawî bûn: Edalet daxwaza her kesî ye
10:34 Ezîzê Cewo: Dîroka zerdeştî dirêjî Medan dibe
09:53 Patforma Zimanê Kurdî: Ji bo zarokên xwe dersên kurdî yên bijarte hilbijêrin
09:38 Şerê azadiyê yê bêdawî
09:01 Li Êlihê midûrê dibistanê ji xwendekaran re got: Şîrheramno
09:01 Berteka mêrsîniyan a ji bo bihabûnê: Çareserî têkoşîna hevpar e
09:01 Parêzer Dalkiran: Bêxemiya Gencer hêza li pişta wî nîşan dide
09:01 Burokratên qeyûm fona xizanan ji bo ger û geşta xwe xerc kirin
09:00 ROJEVA 6'Ê ÇILEYA 2022'YAN
05/01/2022
17:41 Midûrê Karên Nivîsan ê ajansa me Ferhat Çelîk hat berdan
17:31 Malbata Dokû bang kir: Gulistanê bibînin
17:15 Xizmên Girtiyan: Ji bo edaletê divê têkoşîna hevpar bê dayîn
17:15 Agahiyê nadin malbata girtiyê hatiye sewqkirin
16:59 Malbateke din jî tevlî Nobeta Edaletê bû
16:41 Mûrat Bozlak li ser gora xwe hat bibîranîn
16:33 Li Girê Çilsiwar daristana bîranîna Bahçelî tê avakirin
16:15 Rojnameger Çelîk piştî ku hat berdan careke din hat binçavkirin
16:10 Jin ji bo Gulistan di kolanan de ne: 2 hezar sal jî derbas bin em dest jê bernadin
15:56 Herêma ku Soylû digot 'terorîst tune ne' jî qedexe kirin
15:09 Şaxa OHD'ê ya Mersînê: Em ê destûr nedin ku polisên îşkencekar bên parastin
14:55 Malbatên girtiyan banga piştevaniyê kirin
14:15 3 jinên siyasetmender hatin bîranîn: Hêrs û êşa me weke duh zindî ye
13:50 Rêxistinên pîşeyî: Bila rojnameger Çelîk bê berdan
13:40 Rojnamevan Çelîk sewqî edliyeyê hat kirin
13:39 'Tu civak û mirov vê yekê qebûl nakin'
13:15 Ji ber lêgerîna 'nava dev' girtî tedawî nabin
13:14 Li gelek bajaran bi ser malan de girtin: 8 kes hatin binçav kirin
13:14 Malbata Şenyaşar: Kesên ji zilmê re bêdeng dimînin bila ji îmana xwe bitirsin
12:31 38 girtiyên bi lez divê werin berdan hene
12:02 Serokê Meclisê pêşnûmeqanûna têkildarî destdirêjî 'qebe' dît