Sakîne Cansiz: Ji bilî azadiyê dostên jinan tune ne

  • jin
  • 12:37 3 Çile 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevpeyvînek ku beriya 10 salan bi Sakîna Cansiz ku li Parîsê hatibû kuştin re hatibû kirin cara yekemîn hat weşandin. Cansiz, balê dikişîne ser rewşa jinên Îranê û ev tişt dibêje: "Ji bilî bîrdoziya azadiyê dostên jinan tune ne."
 
Sakîne Cansiz sala 2011'an ji bo Konferansa 3'emîn a Yekîtiya Jinên Rojhilatê Kurdistanê (YJRK) hatibû vexwendin. Edîtora Kovara Zîlan Çîmen Aras li ser encamên konferansê, girîngiya têkoşînê ji bo jinên Rojhilatê Kurdistanê û polîtîkayên rejîma Îranê yên têkildarî jinê hevpeyvînek bi Sakîne Cansiz re kiribû. Lê belê ji ber pirsgirêkeke teknîkî ya di qeyda deng de hevpeyvîn heta niha nekarîbû bihata weşandin. Bi nêzîkbûna salvegera şehadeta Sakîne Cansiz, hevpeyvîn yekemcar di hejmara Çileya 2022'an a rojnameya Newaya Jin de hate weşandin.
 
Hevpeyvîna ku Çîmen Aras Bi Sakîne Cansiz re kir û yekemcar li Newaya Jin hate weşandin wiha ye:
 
We jî di konferansa YJRK'ê de cihê xwe girt û guftugoyên pêk hatin şopand. Encamên vê konferansê çawa dinirxînin? 
 
Destpêkê, Konferansa 3. a YJRK’ê silav dikim. Konferanseke serkeftî bû. Di vî warî de tevahî rêhevalên jin yê delege ku tevlî konferansê bûne jî pîroz dikim. Asteke bilind a nîqaşê hebû û asteke girîng ya biryardariyê pêş ket. Min ev pir ji nêz ve dît û hîs kir. Li Kurdistanê asta ku tevgera me ya jin gihîştiyê girîng e. Qada ku destpêke PKK xwe bi rêxistin kir, weke partî hate damezrandin û li ser gel bandor kir Bakurê Kurdistanê bû. Lê paşê li tevahî Kurdistanê belav bû û bi demê re rêxistinbûna xweser ya jinê jî pêş ket. Di salên dawî de jinên Kurd yên li Rojhilat jî bi awayekî xweser xwe bi rêxistin kirin. Ji bo vê, ev gaveke pir girîng e.  
 
Ji destpêkê ve hûn di nav têkoşîna azadiyê de cihê xwe digirin. Berî têkoşîna azadiyê rewşa ku jina Kurd tê de bû çawa bû? Di pêşxistina tevgera azadiyê ya jina Kurd de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK'ê roleke çawa lîstin?
 
Bêguman, em dikarin bêjin ku li her aliyên Kurdistanê bi giştî pirsgirêkên ku jinên Kurd dijîn û rewşa jinan dişibin hev. Berî ku têkoşîna azadiyê dest pê bike, bi rastî jî jin tune bû. Tevahî nirxên gelê Kurd hatibûn desteserkirin, talankirin û di hemû aliyê jiyanê de mêtingeriyeke berfireh hebû. Tevî dagirkeriya li ser erdnîgariya Kurdistanê, ziman û çanda gelê Kurd, hemû nirxên dîrokî hatibû dizîn. Em dikarin bêjin ku jina Kurd û civaka Kurdistanê weke hev bûn, dişibiyan hev. Li Kurdistanê fikrê jinê, rêxistinbûna wê, lêgerîna wê û têkoşîna wê bi rastî jî tune bû. Jina Kurd ev jiyan jî ji bo xwe weke qeder qebûl kiribû. Di nava jinan de bêdengiyek hebû. Ji ber vê yekê tam jî di demeke wiha de destpêkirina têkoşîna azadiyê, damezrandina PKK'ê û derketina Rêbertî pir girîng bû. Ev derketin û pêngaveke weha bû ku ew tevahî bêdengiya dîrokî, tarîtiya dîrokî û bê rêxistinbûna heyî parçe kir. Di hemû aliyan de bandoreke mezin çêkir. Di rastiyê de kesek jî ne li benda gaveke weha bû. Di serî de jin, li ser hemû civakê bandoreke mezin çêkir. 
 
Serokatî jî ji destpêka têkoşîna azadiyê ve girîngiyeke mezin da jinê û bi awayekî taybet girte dest. Rêbertî destnîşan kir ku jiyan û civakbûn bi jinê dest pê kiriye û ji ber vê yekê dema civak nirxand ji neolîtîkê dest pê kir. Afirandina nirxên mirovahiyê, parastina wan, pêşketina wan, civakîbûna wan, bi awayekî pergalê rêxistinkirina wan, hinek jî di şexsê jinê de, di şexsê çanda dayîka xwedavend de pêş ket. Lê deshilatdariya ku li ser zayendê pêş ket jî li ser jinê çêbû. Ev dîroka jinê û qedera jinê bi tevahî guherand. Rêbertî jî ev rastî zanîbû û ji ber vê yekê dema civaka Kurdistanê girte dest, di serî de jin nirxand. Ji ber vê yekê di vê xalê de derketina îdeolojî û siyaseta me girîng bû. Ev haveyn, ev nêzikahî, ev taybetmendî hişt ku tevgera me bi awayekî kûr bandorê li ser civakê bike û gel jî xwedî lê derkeve. 
 
Tunekirina civakekê bi şikandina vîna wê, bêdengkirina wê, dûrxistina wê ya siyasetê û civakbûnê pê tê. Li Kurdistanê jî rastiyeke bi vî rengî hebû. Ev li ser civaka Kurd û jina Kurd bi kûrahî hatibû meşandin. Lê jin di guhertina vê rewşê de weke hêza sereke rol lîst. Ji bo ku ew civak ji nû ve zindî bibe, ji nû ve bi ser xwe ve were, vegere xwezayîbûna xwe û li ser vî bingehî xwe pêş bixe û rêxistin bike hêmana destpêkê jin bû. 
 
Jina Kurd xwe ji vê rewşa xirab çawa rizgar kir û ev serketin çawa bi dest xist? Di nav têkoşîna azadiyê de çawa hêz û rêxistinbûna xwe gihand vê astê? 
 
Li Bakurê Kurdistanê pêşketina têkoşîna jina Kurd zehmet bû. Tecrûbe tune bû. Di dîroka têkoşîna me de berxwedan hebû, tevger û lêgerîn hebûn, lêgerîna jinan yek bi yek hebû, lê belê li derdora îdeolojiyeke wiha de şiyarbûn, rastiya xwe destgirtin, dîroka xwe nirxandin û li gorî vê nirxandina civakê, li ser vî bingehî xwe rêxistinkirin tine bû. Ji ber vê yekê di wê demê de  dîtina pêwîstiya rêxistinbûna jinê û pêşxistina vê gaveke dîrokî bû. Bê guman ev ji bo hemû jinên Kurdistanê tecrûbeyeke bi wate û girîng e. Têkoşîna me nêzî 40 salan dewam dike. Di vê demê de rêxistinbûna me ya jin, bi giştî li tevahî Kurdistanê belav bû. Heta sînorê Kurdistanê jî derbas kir û bandor li jinên li ser vê erdnîgariyê dijîn jî kir. Ev têkoşîn hemû jinên din jî eleqadar dike û wan jî digire nav xwe. Gelek jin bi xwe jî di nav de ne. 
 
Ji bo jinan ya bi êş û xirab nerêxistinbûna me bû. Nerêxistinbûna me bingeha xwe ji ku digirt? Em bê îdeolojî bûn. Di pêvajoyê pêş de bi têkoşîna xwe gav bi gav xwe gihand îdeolojiya rizgariya jinê, rêgezên xwe ava kir, li gorî vê yekê xwe bi rêxistin kir û xwe hîn zêdetir bi hêz kir. Ev gelekî girîng e. 
 
Niha bi giştî tevgera me ya jinê li her qadî; di qada gerîla de, di qada civakî de, di her qadên jiyanê de rêxistinkirî ye. Rêxistinbûnên xweser jî pêş dikevin. Xwe gihand asta partîbûnê û sîwana xwe saz kir. Her weha kadroyên vê rêxistinê jî pêş xist û li gorî felsefeya azadiya vê tevgerê wan perwerde dike û pêş dixe. Ev jî di têkoşînê de gavekî girîng e. 
 
Hûn di nav vê têkoşîna azadiyê de tevlîbûna jinên Rojhilatê Kurdistanê çawa dinirxînin? Li ser civakê bandoreke çawa dike? Ji bo veguherîna civakê û bidestxistina azadiyê girîngiya vê çiye? 
 
Di nav vê têkoşînê de rêhevalên jin ên ji Rojhilatê Kurdistanê jî hene. Bi taybet jî piştî komploya li ser Rêbertiya me, ji Rojhilatê Kurdistanê beşdarbûna zêdetir bû. Ji destpêkê ve jî têkoşîn bi bandor bû, lêgerîn hebûn. Di dîrokê de jî tim li Rojhilatê Kurdistanê lêgerînên gelê me yê têkoşîn û azadiyê hebû. Lê piştî komploya li ser Rêbertiya me pêk hat, girêdanbûneke mezin, xwedîderketineke girseyî derket holê. Lê belê xwedîderketina jinê, pêl bi pêl hatina nav têkoşînê ya keçên ciwan pir girîng e. Pêl bi pêl hatina çiyayên azadiyê, ev bi rastî jî bi serê xwe şoreşek e. Ji ber ku li gorî felsefeya me ya jiyanê jî di her qadê de pêngavên ku piştî vê îdeolojiyê derketin holê bi wate ne. Derketina her jinekê jî li wê derê tevgerek ava dike. Di vê mijarê de Rêbertî jî weha digot: "Eger ji malekê jinek tevlî têkoşînê bûbe, ev tê wê wateyê ku li wê derê şoreşek çêbûye. Ji gundekî jinek derketibe ew der şoreşger dibe." 
 
Ji ber vê yekê hatina her jinekê ji Rojhilat; ji Makuyê, ji Urmiyê, ji Sine, ji Hewreman derketina her rêhevaleke jin, bi rastî bi serê xwe gavekî azadiyê ye, şoreşek e. Çima, ji ber ku pergala li Rojhilat, li Îranê ango pergala giştî ya li Rojhilata Navîn, hinek jî di şexsê Îranê de veguherî pergaleke dijwar. Kevneşopiya dewleta netewe, rejîma li wê derê, ol siyasî kir, ol bi dewlet kir, netewebûn gihand asta dewletê. Her pêşketina civakî, tevahî nirxên mirovahiyê bi zîhniyeta wê rejîmê girte dest û li ser bandor kir. Bi rastî jî îro hatiye asteke weha ku di vê rastiya civakê ya niha de herî zêde jin tarîtiyê dijî. Di nav rastiya civakeke weha de ketina nav lêgerîna azadiyê û hatina nav şoreşê ne tiştekî asayî ye. Piştî salên 1999’an, tevlîbûna jinê ya nav şoreşê hîn jî zêdetir bû. Piştî salên 2000’an lêgerîn kûrtir bû û jin her ku çû hîn bi hêztir xwe rêxistin kir. Li gorî xweseriya parçeyên Kurdistanê xwe birêxistin kir. Niha jî rêxistinkirina YJRK girîng e. Ev 6- 7 sal in di tevgera jin de kevneşopiyeke rêxistinbûna xweser jî heye. Ev ava bû. Bi tevahî kevneşopiya têkoşînê ya nêzî 40 salan heye. Ji tecrûbeya vê hêz girtin, lê di bingeha xweseriya xwe de jî yekîtiyek weha ava kirin gelekî girîng e. Di nav vê demê de tecrûbeyên hatine qezencirin hene. Gavên hatine bidestxistin hene. Ev bandorê li ser civakê dike. Her hevalek, bi beşdarbûna xwe, derdor û malbata jê hatiyê jî bandor dike. Hatina her hevalekê, li hemberî wê pergala ku azadiya jinê jê didize, bersiva herî mezin bû. Lê belê rêxistinkirina wê cewher û hêza jinê, îdîaya jinê û bi vê yekê çareserkirina tevahî pirsgirêkên civakê, ji aliyê jinê ve hewldana wê, rêxistinkirina wê her ku diçe girîngî û pêdiviyeke mezintir derdixe holê. Eger em xwe rast rêxistin bikin, xurt rêxistin bikin em ê karibin bersîva vê bidin. 
 
Di pêvajoyeke weha de ji bo jinên Kurd û rêxistinbûna jinên Rojhilatê Kurdistanê, girîngiya lidarxistina konferanseke bi vî rengî çi ye? 
 
Ji bo rêxistinbûn û têkoşîna li Rojhilatê Kurdistanê YJRK bersivek e. Gavekî dîrokî ye. Konferansa sêyemîn e. Di Konferansa 3. a YJRK de asta nîqaşan û nirxandina pergalê gelekî xurt bû. Wahşeta ku rejîma Îranê li ser jinê dimeşîne, îdam, recîm û tevahî pêkanînên din ji nû ve hatin destgirtin û ev ji nû ve bi kûrahî hate hîskirin. Mesela min bi xwe jî heta mêjiyê hestiyê xwe ev hîs kir. Hem jî di tevahî hevalan de min ev dît. Bi rastî jî her hevala ku li wê derê jiyaye, ev tişt tevahî dîtiye, ji nû ve û ji nû ve ew encamên ku ev wahşet li ser jin û civakê ava kiriye hîs kirin. Ev jî gelekî girîng bû. Dema ev hest veguherin zanebûnê, veguherin biryardarî û perspektîfê, veguherin rêxistinbûnê encex ev kare bibe bersiv. Em dikarin bi vê yekê bersiv bidin. Bi vê em dikarin pêkanînên wê rejîmê derbas bikin, bişkînin. 
 
Bê guman ev ne hêsan e. Me (di konferansê de) nîqaş kir. Rexmî ev qas zilm û çewisandina rejîmê, gihîştina her jinekî, danûstandina bi her malbatê û her beşên civakê re erka me ye. Tiştekî ku nebe nîne, şert û merc çi bin jî, derfetê vê hene. Jixwe rejîm dixwaze vê têgihiştinê ava bike. Dixwaze baweriyek weha ava bike ku bêjin, "Ev pergal wiha hatiye û wê wiha berdewam bike, ev rejîma zordar nikare were hilweşandin." Dixwaze di civakê de vî fikrî ava bike. Em karin bêjin ku di hin aliyan de jî encamê vê girt. Bi zilm û zexta ku li ser civakê meşand ev pêk anî. Naxwe tu beşên civakê, ti jin wê zilmê qebûl nake. Ma ti jin dixwaze were recimkirin, vê qebûl dike? Na, tu carî! 
 
We behsa rêbazên rejîmê kir, lê li Rojhilatê Kurdistanê jî rejîma Îranê, pergala baviksalarî zexteke mezin li ser jinê dike. Ev bandoreke çawa li ser civakê çêdike? Rejîm bi vê yekê civakeke çawa ava dike?
 
Ji bo rêbazên rejîmê bînim ziman, dixwazim fîlmekî weke mînak nîşan bidim. Bawer dikim gelek heval jî ew fîlmê bi navê ‘Recimandina Sureyya’ (The Stoning of Soraya) temaşe kirine. Ew fîlm bandorek mezin li ser min kir. Ew fîlm weke belgeselek e. Di wî fîlmî de min aliyên pir balkêş yê rejîmê dîtin. Hevalên jin û xort jî divê li vî filmî temaşe bikin. Bi taybetî hevalên xort, di şexsê wî fîlmî de lazim e careke din rastiya rejîmê ya pergalê, rastiya zilam, asta ku ev pergal zilam aniye û jin aniye kû derê, careke din bibînin. Ji xwe di nirxandin û dahûrandinên rêxistinê yên heta niha de, di bername û xebatên YJRK bixwe de jî pergal bi berfirehî hatiye ziman û aliyên bi bandor destnîşan kirine. Rêbazên rejîmê, pûçbûn, xerabûn, bêkesayetî, di warê aborî de encamên ku ev pergal û siyaseta wê derxistiye holê em bi kûrahî dinirxînin. Ev bi berfirehî di bernameya YJRK’ê de jî heye. Lê carna ev fîlm jî girîng in. 
Di wî fîlmî de em çi dibînin? Di civakê de pergala ku li ser zayendekî de pêş dikeve, desthilatdariya xwe dispêre zayendekî û encamên ku di zilam de derdixe holê, mirov bi tirs temaşe dike. Heta mirov taqeta temaşekirinê hîç di xwe de nabîne, xwîna mirov dicemide. Weke mînak; zilamek zewicî ye, 2 keçik û 2 kurikên wî hene. Lê piştî demekê careke din dizewice. Bi keçeke din ya pir ciwan, belkî 10 an 12, an jî 14 salî re dîsa dizewice. Bi vê yekê zilam wê dîsa çanda tecawizê li ser jinê bimeşîne; bi her awayî wê bê îrade bike, êrîşî ser ruhê wê, bedena wê, hişmendiya wê bike û wê qirêj bike. Ev êdî bûye siyasetek, lê bingeha xwe ji pergalê digire. Ji ber ku pergala baviksalar bi her awayî qanûnên vê û çanda vê amade kiriye. Ji melayan bigire heta mamosteyan, tevahî burokrasiya nav dewletê, bi vê mantiqê, bi vê siyasetê hatiye sazkirin û destekê dide vê.  
 
Di wî fîlmê "Recimandina Sureyya" de jî em vê bi awayekî eşkere dibînin: Zilam di bin navê ku bi kesekî din re zina kiriye jinê sûcdar dike. Li kolanê wê jinê lînç dikin û hemû zilam destekê didine. Jinên derdorê jî tenê digirîn. Jinên çarşefên reş li xwe kirine bi wê rewşê diêşin. Wê derewkariya zilam dibînin û ji ber ku wê sextekariyê, wê derewkariyê dizanin, pê diêşin. Belkî di wê derê de jinek derdikeve pêş, dixwaze hinek xwedî li jinê derkeve, lê hêza wê têr nake. 
 
Ji aliyê din ve dema wê jine recim dikin tevahî zarokên wê taxê keviran kom dikin. Di rastiyê de, di şexsê wê jinê de civakekê qetil dikin. Ruhê xwe qetil dikin, ruhê xwe yê zarok qetil dikin. Bi vê yekê di wî temenî de zarokan jî qirêj dikin. Haya wan jê nîne, lê di wê pergala mêr de, di wî temenê piçûk de vê diafirênin. Her kes di vî sûcî de cîh digire. Her kes kevir kom dike, her kes ji hev cesaret digire û vî sûcî dike. Di wir de mêrxasiya wan recimandina jinê ye, kevir avêtin e, kuştin e. Zilam bi têgihiştina ku qaşo namûsê paqij bike vê dike, lê ma kîjan namûsê paqij dike? Ya rastî li wir ew bi xwe bênamûsiya herî mezin dike. Di wir de em sextekariyeke mezin dibînin. Lê ji xwe siyaseta deshilatdar jî xwe dispêre vê yekê. Tevahî têkiliyên siyaseta deshilatdar, zimanê wê weha ye. Di qada aboriyê, di qada çandê de jî wiha ye. Her tim vê sextekariyê dimeşîne. Bi vê yekê civakê dixapîne, civakê xera dike û nirxên civakê, nirxên xweşik yên mirovahî û jinê tine dike. 
 
Li wê derê bav jî bi vî rengî qane dikin. Jixwe kevirê destpêkê bav lêdixe, zilamê ku dibêjin hevser e lêdixe. Di wê derê de jina tê recimandin ewqas êşê dikşîne bedena wê parçe parçe dikin, lê ya ku herî zêde li zora jinê diçe û dilê wê diêşîne çi ye? Zarokên wê yên biçûk jî kevir davêjin dayîka xwe. Pergal bi xwe jî ev e. Mêr ew zarok jî dikin parçeyek ji vê pergalê û herî zêde ev zorê dide ew jina ku tê recimandin. 
 
Ka em bifikirin, ma ruhê pergaleke weha wê çawa be? Ma di pergaleke weha de ruhê zarok, ruhê zilam dimîne? Di van zilaman de qet mirovahî dimîne, hezkirin dimîne, hest dimîne? Ti tişt namîne. Ti tiştekî mirovahiyê nayê hiştin. Her ku ev têgihiştine belavî civakê dikin çi dibe? Civakê wiha dirizênin. Dîsa di wî fîlmî de dema ku mêr kevir davêjin, jin di nav çarşevên reş de şîn û şîvana dikin, dilorînin, li sîngê xwe didin, dibe ku porê xwe dikşînin, lê nikarin wê jinê rizgar bikin. Nikarin pêşî li rewşê bigirin. 
 
Niha guhertina vê rastiyê, ev ruhê pêrgalê ku evqas hatiye qirêjkirin û kuştin girîng e. Ev rastiya civakekê, zîhniyetekê, rejîmekê ye. Darvekirin jî weha ye, vê jî bi heman têgihiştinê dikin. Dema kesekî dibin sêdarê rejîm dixwaze mirovên din wê jî temaşe bike. Bi wan dide temaşekirin. Di rewşeke weha de êdî mirovahî tine bûye. 
 
Di vê rewşa ku li ser jinê zilm û zordariyeke evqas dijwar tê meşandin, erka dikeve ser milê jinê û milîtanên tevgera azadiya jin çi ye? 
 
Ji ber van sedeman bi giştî, ji bo ku em nebin ew jinên ku tiştek ji destê wan naye û digirîn, em vê têkoşînê didin. Ji bo em nebin ew jinên reş girêdidin û ji ber êşên xwe dilorînîn em di nav vê têkoşînê de, li serê van çiyayan e. Rewşa ku Sureyya'yên di nav civakê de dijîn, ne qederek e. Divê em wê qederê biguherînin. Pêwîst e em vê zîhniyetê biguherînin. Di tevahî qadan de bandora wê zîhniyetê bişkînin. 
 
Di vê wateyê de YJRK pir girîng e. Bûyîna mîlîtaneke YJRK’ê, ev êş û zilma ku civak û jin di dîrokê de jiyaye û di roja me ya îro de dijî, hîskirin e. Bersîvdayîna vê rastiyê ye. Afirandina hişmendiya vê, îdeolojî, fikir û asoya vê, rêxistina vê, amûrên têkoşîna vê ye. Em tenê û tenê dikarin bi vî rengî, bi rêxistinkirineke berfireh li hemberî vê rewşê derkevin û derbas bikin. 
 
Jixwe ew salên me yên destpêkê ku em tevlî tekoşînê bûn jî ne hesan bû. Pir zehmet bû, ji bo em tevlî têkoşînê bibin em mecbûr bûn ku bi malbatê re şer bikin. Ji ber ku bav, dayîk û malbat li gorî pergalê şêwe girtiye. Ji bo jinek tevlî têkoşînê bibe, îro jî astengî pir in. Lê divê jin li hemberî van astengiyan têbikoşe, bi biryar be û gav biavêje. Rêya azadiyê ne hesan e. 
 
Jinên ku pêşî tevlî têkoşînê bûn jî yek bi yek têkilî danîn. Komekî pir biçûk bûn, lê paşê bi van têkîliyan xwe bi rêxistin kirin û zêde bûn. Pêşegiya îdeolojîk û rêxistinbûn pir girîng e. 
 
Di vê mijarê de bi rastî jî tecrûbeya mezin heye. Jin di nav têkoşînê de zexmetî kişand, lê ji van bi giştî tecrûbeyek jî girt. Zehmetî çi ne? Ev ne tenê tiştên çors, zilm û zordariya ku dijmin dike, zehmetiyên giştî ne. Em li ku derê mêze dikin bandorên wê zihniyeta serdestiya mêr hene. Lê ya girîng ew e ku bê em ê têkoşîna li hemberî vê çawa bimeşînin? Li hember vê li ser piya mayîn, bi îrade bûn, xwedî rêgez bûn, bêzar nebûn, aciz nebûn, paşve gav neavêtin, ev pir girîng e. 
 
Di vê konferansê de ji bo gavên ku we behsa wan kir pêk wêrin, we asta biryardarî û hewldanan çawa dît? Ji bo dema pêş hêvî û bendewariyên wê çi ne? 
 
YJRK ya rastî xwedî van hemû ezmûn û tecrûbeyan e. Ji bo wê jî ez pir bi hêvî me. Di konferansê de jî asta nirxandin û guftugoyên hatin meşandin, nêzikahiya hevalan pir bi wate bû. Di konferansê de pêkhateyeke xweş jî hebû. Hêstyariya hevalan jî hebû. Pêvajoya ku em tê de ne, rewşa Rêbertiya me bi giştî pirsgirêk û xeteriyên ku têkoşîna me ya azadiyê pêre rû bi rû ye, ev hîskirin hebû. Lê girêdayî van hemûyan, piştî vê konferansê divê li Rojhilatê Kurdistanê weke jin divê em gavên hîn xurttir bavêjin. Di vê demê de li Rojhilata Navîn gelek pêşketinên ku pêk tên hene. Qedera gelên Rojhilata Navîn, ji qedera civaka me pir cuda nîne. Dixwazin ji vê cendereya ku bi salan e têde ne, derkevin. Dixwazin ji çewisandina ku dewlet û rejîm bi her tiştî pêk tînin rizgar bibin. Lêgerînên wan ên azadiyê hene, lêgerînên wan ên demokrasiyê hene, ev girîng in. Di encamê de em dibînin ku bûyer û têkoşîn li ser hevdu bandor dikin. Têkoşîna me li ser gelek gelan bandor kir. Piştî ku têkoşîna me li Rojhilatê Kurdistanê jî xwe bi rêxistin kir, ji niha û pê ve wê gelên din yê li vê herêmê jî vê bandor bibin. Em dibînin ku gelê me yê li Rojhilatê Kurdistanê kêlî bi kêlî têkoşîna azadiyê pir xurt hîs dike. 
 
Di heman demê de yekîtiya netewî çêbû, tevî astengiyên heyî, di vê mijarê de gavên mezin hatin avêtin. Lê di vê mijarê de yekîtiya jinê, yekîtiya jina Kurd a di nav xwe de, rêxistinbûna wê, têkiliyên wê yên bi jinên din re divê were sazkirin. Divê ev têkoşîn ji bo her kesî weke qada azadiyê, weke hêzeke azadiyê were dîtin. Ev mijareke gelekî girîng e. Têkoşîna jinên Kurd bûye navendeke têkoşînê û di qada navnetewî de bala tevahî jinên din dikşîne. Divê em vî aliyî xwe bibînin. Li Rojhilatê Kurdistanê jî YJRK xwedî hêzeke weha ye ku dikare li wê erdnîgariyê ne tenê ji jinên Kurd, ji tevahî jinên weke Fars, Belûcî, Azerî re pêşengtî bike û hesretên wan ên dîrokî pêk bîne. Ez bawer dikim ku ev hêza wê heye. Konferans jî di vê mijarê de dikare pêngaveke pêş bixe. Ji ber ku konferans di warê biryarî, ji nû ve nirxandina pêvajoyê, dîtina şaşî û kêmasiyên me, karên ku me nekarîbû pêk bînin gaveke mezin bû. Biryar bixwe jî weha bûn. Biryarên pir xurt û girîng hatin wergirtin. 
 
Konferans, bihara 2011’an, 4’ê Nîsanê di rojbûna Rêbertiyê de dest pê kir. Her zayîneke nû pir girîng e. Îsal jî 4’ê Nîsanê bi berxwedaneke mezin derbas bû; gelê me her li ser piyan bû, bi milyonan însan li ser piyan bûn. Azadî zêdetir hate hembêzkirin, nirxên azadiyê ji her tiştî zêdetir hate parastin. Em di pêvajoyeke weha de nû ku biryardariya me pêkanîna azadiyê, dirûşmeya azadkirina gelê me û Rêbertiyê, berxwedana vê, zindîbûna vê heye. Jixwe wateya ku Rêbertiya me daye vê pêvajoyê jî ev e. Rêbertiyeke ku evqas salên xwe bi her awayî, bi tevahî hewldan û keda xwe ji bo azadiya jinê daye. Rêhevaltiya bi jina azad re esas digire û ji her tiştî zêdetir girîngî dide. Ji ber vê yekê jî ev konferans di rojbûna Rêbertî de pêk tê. Me di konferansê de jî ev zayîna watedar hîs kir. Ev zayîna azadiyê ye. Felsefeya azadiyê ya Rêbertiya me şênber dibe, dibe ya civakê, ya jinê. Me ev weke ji nû ve zayîna girt dest. Rêbertî, di tevahî nirxandinên der barê vê pêvajoyê û parêznameyên xwe de jî ev weke ji nû ve zayîn û vejîn bi nav kir. Me jî di vê çarçoveyê de konferansa xwe pêk anî. Ev jî hîn zêde watedar kir. Girêdana bi Rêbertî re, girêdana bi azadiyê re hîn zêdetir pêş xist. Ev hişt ku em mijarên di rojeva konferansê de cîh digirin hîn bi kûrahî binîrxînin. Di heman demê ji bo em bersîveke xurt bidin pêvajoyê jî biryardariya me pêş xist. Ez ji bo wê girîng dibînim û bi rastî jî konferanseke serkeftî bû.
 
Bê guman erka me ya herî mezin jî ew e ku be em ê ji niha û şûnve çi bikin. Rêxistinkirin û çûyîna nav civakê, çûyîna cem jinan gava sereke ye. Bi rastî jî derxistina jinê a ji nav wan zextan, ji nav wê cendereya civakê pir girîng e. Pêwîstiya jinê bi vê heye. Ji me pê ve kesekî din ku jinê ji vê rewşa zilm û dagirkeriyê derxe tune ye. Ango ji îdeolojiya me ya azadiyê, ji felsefeya me, ji tevgera azadiyê ya jin, li Rojhilatê Kurdistanê jî ji YJRK’ê pê ve bi rastî jî ti dostê jinê yê azadiyê tune ye. Ji ber vê yekê pêwîst e em hemû zilm û tundiya li dijî jinê ji holê rakin. Divê em recmê, îdamê, çanda tecawizê ya ku jin rojane pêre rû bi rû dimîne, zext, tundî û her cure qirêjiya ku îradeya wê dişkîne, êrîşî bedena wê, xweşbûna wê dike ji holê rakin. Weke milîtanên jin divê em bersîv bidin vê hawara jinê, tim li cem bin û bi her awayî xwedî lê derbikevin. Ev erka me ya sereke ye. Divê mirov rê û rêbazên vê, rêxistinbûna vê hîn bi hêztir biafirîne. Di vê mijarê de hewldan hene lê dema em van hewldanan pêş bixînin em ê karibin encam bigirin. Ez bawer dikim ku wê ev pêş bikeve û encam bigire. 
 
Weke encam hun dixwazin çi bêjin, bangawaziya çi ye?
 
Weke encam dixwazim vê bêjim: Li ser vê erdnîgariyê nirxên mirovahiyê pêş ketin, bûn yên tevahî mirovahiyê. Di heman demê de ev erdnîgarî Rojhilat e, ew axa ku civaka neolîtîk têde pêş ketiye. Dema "Rojhilat" û "Rojhilatê Kurdistanê" tê gotin, ez di wateyeke teng de, weke parçeyekî nagirim dest. Bi rastî jî divê nirxên azadiyê li ser tevahî Rojhilata Navîn biteyisin, li hemû netewan belav bibin. Ez bawer dikim ku tîrêjên vê û asoya vê heye. 
Rojhilatê Kurdistanê her tim min pir bandor kiriye. Ev der di heman demê de cihê ku Zerduştî lê pêş ketiye. Dibe ku rejîmên heyî, bi awayekî siyasî nêzî ol bûn, ol zêde siyasî kirin û pir xerab bi kar anîn. Lê belê ew kevneşopiya Zerduştî, çandên hevpar ên gelan pir girîng e. Tiştên ku wê herî zêde yekîtiyê ava bike, herî zêde jî xuşk û biratiya azad ava bike, ev in. Ji aliyê jinê ve jî cewhera me di van axan de veşartî ye. Di parçeyên din de jî têkoşîn pêş dikeve lê dema ku li Rojhilat wiha pêş dikeve ez hîn zêdetir hestiyar dibim. Li ser min zêdetir bandor dike. Rojhilat zêdetir min dikşîne. Bi rastî heta kûrahiya dil me dikşîne nav xwe. Ez bawer dikim ku YJRK di vê pêvajoyê de wê roleke ewqas girîng bîlîze ku bandorê li ser tevahî xebatên PJAK’ê û tevahî rêhevalan bike. Min ev biryardarî di çavên tevahî hevalan de dît. Ez bi vê pir kêfxweş bûm û serketinê dixwazim. 
 
 

Sernavên din

08/01/2022
14:06 Di ‘operasyona bertîlê’ ku polîs jî di nav de 16 kes hatin girtin
13:47 Rojnamevan Metîn Goktepe li ser gora xwe hat bibîranîn
13:31 Li Amedê rêxistinên girseyî kom bûn: Em dikarin bi hev re pirsgirêkan çareser bikin
13:31 Li Şirnexê jinek bi awayek guman jiyana xwe ji dest da
13:14 Xizmên Windayan ji darazê re gotin: Nebin şirîkê vî sûcî
12:13 ‘Fikrên Sakîneyê û hevalên wê şoreş ava kirin’
12:13 Bi hêceta ‘Te çima li konvoya qeyûm nihêriye’ hat binçavkirin!
11:54 Malbata Şenyaşar: Li Rihayê gel dixwaze neheqî bi dawî bibe
11:27 ‘Metîn silav dabe kê şopek bi wan re hiştiye’
10:42 Festîvala Filman a Kurt û Kurmancî dest pê dike
09:54 Albûma ‘Feqî’ ya hunermend Firat Med derket
09:07 Parêzer Tosûn: Edliye û Girtîgeha Kandirayê ser sûc digirin
09:07 Mexmûrî: Em ê heya dawiyê li ber xwe bidin
09:07 Guh û çavên girtî Nebîoglû her diçe kerr û kor dibe
09:07 Ocalan: Azadiya jinê têkoşîna Sakîneyê ye
09:07 Berteka partiyên siyasî ya ji bo daristana li ser navê Bahçelî: Em qebûl nakin
09:00 ROJEVA 8'Ê ÇILEYA 2022'YAN
07/01/2022
16:58 Cerdevanê ku zaroka 16 salî îstîsmar kir hat girtin
16:56 Ûca: Navnîşanî komkujiyên Parîs û Silopiyayê Enqere ye
16:34 Ozsoy êrîşên li dijî goristan û cenazeyan ji Soylû pirsî
16:30 Salek e sîxurtî lê tê ferzkirin
16:13 MEBYA-DER’ê êrişên li ser goran şermezar kir
15:57 Gefa ‘hevkariyê’ li xebatkarek Komeleya Koçberiyê xwarine
15:47 Çalakiya ji bo Gulistanê di roja 7’an de berdewam kir
15:40 Berteka li dijî PDK’ê: Heta ku em cenazeyên xwe bigirin wê çalakiya me bidome
15:39 Ma Musîc û Egîtîm Sen’ê piştgirî da Nobeta Edaletê
14:37 Daxistina "reftera qenc" dan faîlê ku Berîvan Bayram kuşt
14:05 Li Cizîrê êrişa ser goristanê hat şermezarkirin
14:03 Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Em heqê keda xwe nastînin
13:34 Jinan ji bo Tûglûk kampanya îmzeyan da destpêkirin
12:41 340 sal cezayê hepsê li 62 kesan hat birîn
12:15 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:08 Malbata Şenyaşar: Ev têkoşîn ji bo edaletê ezmûneke dîrokî ye
12:06 Şanoya Mencel bi ‘Tenê Ez’ dîsa derdikeve ser dikê
11:25 ‘Dayik wê edaletê bînin’
11:03 Penceşêr li wan pîr bûye û terkî mirinê hatine kirin!
10:51 Li Denîzliyê jinek hat qetilkirin
10:30 Turkdogan: Divê îtîrazî bêqanûniya vekirî ya li Îmraliyê bê kirin
10:16 Îdiaya ‘bombeyê’ ya medya hewizê negihîşt armanca xwe
09:54 Birayê Cemîl Kirbayir bertek nîşanî demboriyê da: We demê dizî
09:09 Du girtiyên ku li ber çavê dewletê 'talûke' ne: Yek jê destên wî tune ne, yê din lingên wî
09:08 ‘Metîn Goktepe rêya me ronî kir'
09:06 Rewşa girtiyên nexweş xirab dibe: ATK sûc dike
09:06 Berteka ji ber qirêjbûna Çemê Dîcleyê: Rûyê rast ê qeyûm e
09:06 Serdana şaredariyê kir, birayê wî terfî bû!
09:00 ROJEVA 7'Ê ÇILEYA 2022'YAN
06/01/2022
16:58 Derbarê Abdullah Zeydan de biryara berdanê hat dayîn
16:54 ‘Omer Guney li Enqereyê bi kê re hevdîtin kir?’
16:51 Li Rihayê 6 jinên kurd ên siyasetmedar hatin bibîranîn
16:33 Dadgehê cezayê muebetê û 12 sal li rojnamevan Dogru birî
16:20 Nobeta Edaletê di roja 52'yan de ye: Dengê me bibihîzin
15:57 Çalakiya malbata Dokû di roja 6’an de ye
15:45 Gergerlîoglu: Gelo divê cenazeyê Tugluk derkeve?
15:45 ATO: Hezar û 941 zarok li girtîgehan di bin tecrîdê de ne
15:39 Li Nisêbînê kesekî di êrişâ çekdarî de jiyana xwe ji dest da
15:38 Di Giştînameya Emniyetê de careke din biryara binpêkirinê hat dayîn
15:31 Girtiyên ku lêgerîna nava dev red dikin sewqî nexweşxaneyê nayên kirin
15:25 Girtî Narîn ê ku krîza dil derbas kiribû ji çavdêriya awarte hat derxistin
15:07 Pakistanê peymanê helîkopteran a bi Tirkiyeyê re betal kir
13:54 ‘Berpirsiyarê kuştina Metîn Lokumcu qeymeqam e’
13:49 Girtî: Li Girtîgeha Sêwrêgê kalorîfer nayên pêxistin
13:48 PJAK’ê xwest kuştina Bêxem bê ronîkirin
13:11 Jinên li hala Tarsûsê dixebitin dev ji kar berdan
13:08 HDP'ê bûyernameya sala 2021'an a li ser kurdî amade kir
12:56 Ji parêzerên Ocalan serdaneke nû ya îmraliyê
12:13 Kedkarên PTT’ê: Em mûçeyek pê dikaribin debara xwe bikin dixwazin
12:12 Gunay: Girtîgeh bûne wekî penceşêrê
12:01 Malbata Şenayaşar: Wê civak kesên bêdeng bimînin efû neke
11:26 Apê Ûsiv ku Ocalan nas dike: Êdî divê azad be
11:24 Rojnamevanên ji Doza Helîkoptêrê dihatin darizandin beraet bûn
11:07 Serdanên malbatên girtiyên bi dawî bûn: Edalet daxwaza her kesî ye
10:34 Ezîzê Cewo: Dîroka zerdeştî dirêjî Medan dibe
09:53 Patforma Zimanê Kurdî: Ji bo zarokên xwe dersên kurdî yên bijarte hilbijêrin
09:38 Şerê azadiyê yê bêdawî
09:01 Li Êlihê midûrê dibistanê ji xwendekaran re got: Şîrheramno
09:01 Berteka mêrsîniyan a ji bo bihabûnê: Çareserî têkoşîna hevpar e
09:01 Parêzer Dalkiran: Bêxemiya Gencer hêza li pişta wî nîşan dide
09:01 Burokratên qeyûm fona xizanan ji bo ger û geşta xwe xerc kirin
09:00 ROJEVA 6'Ê ÇILEYA 2022'YAN
05/01/2022
17:41 Midûrê Karên Nivîsan ê ajansa me Ferhat Çelîk hat berdan
17:31 Malbata Dokû bang kir: Gulistanê bibînin
17:15 Xizmên Girtiyan: Ji bo edaletê divê têkoşîna hevpar bê dayîn
17:15 Agahiyê nadin malbata girtiyê hatiye sewqkirin
16:59 Malbateke din jî tevlî Nobeta Edaletê bû
16:41 Mûrat Bozlak li ser gora xwe hat bibîranîn
16:33 Li Girê Çilsiwar daristana bîranîna Bahçelî tê avakirin
16:15 Rojnameger Çelîk piştî ku hat berdan careke din hat binçavkirin
16:10 Jin ji bo Gulistan di kolanan de ne: 2 hezar sal jî derbas bin em dest jê bernadin
15:56 Herêma ku Soylû digot 'terorîst tune ne' jî qedexe kirin
15:09 Şaxa OHD'ê ya Mersînê: Em ê destûr nedin ku polisên îşkencekar bên parastin
14:55 Malbatên girtiyan banga piştevaniyê kirin
14:15 3 jinên siyasetmender hatin bîranîn: Hêrs û êşa me weke duh zindî ye
13:50 Rêxistinên pîşeyî: Bila rojnameger Çelîk bê berdan
13:40 Rojnamevan Çelîk sewqî edliyeyê hat kirin
13:39 'Tu civak û mirov vê yekê qebûl nakin'
13:15 Ji ber lêgerîna 'nava dev' girtî tedawî nabin
13:14 Li gelek bajaran bi ser malan de girtin: 8 kes hatin binçav kirin
13:14 Malbata Şenyaşar: Kesên ji zilmê re bêdeng dimînin bila ji îmana xwe bitirsin
12:31 38 girtiyên bi lez divê werin berdan hene
12:02 Serokê Meclisê pêşnûmeqanûna têkildarî destdirêjî 'qebe' dît