Qurbaniyên Roboskî li ser gorên xwe hatin bibîranîn: Heta edalet li Roboskî bicih nebe bila kes behsa helaliyê neke

  • rojane
  • 12:04 28 Kanûn 2021
  • |
img
ŞIRNEX - Li gundê Roboskiyê 34 qurbaniyên komkujiyê di salvegera 10’emîn de li ser gora xwe tên bibîranîn. Di bîranînê de hat gotin heta edalet li Roboskiyê bicih nebe wê edalet neyê Tirkiyê û helalî jî pêk neyê û peyama hesabpirsîna komkujiyê hat dayîn. 
 
Li gundê Roboskî yê bi ser navçeya Qilebana Şirnexê ve di 28’ê Kanûna 2011’an de balafirên şer ên Artêşa Tirkiyê bombe li şêniyên gundê bazirganiya sînor dikirin barand û di encama êrişê de 19 jê zarok 34 welatî hatin qetilkirin. Bi minasebeta salvegera 10’emîn a komkujiyê 34 qurbanî li ser gora xwe ya li Goristana Gundê Roboskî hatin bibîranîn. Beriya bernameya bîranînê malbatên Roboskî wêneyên qurbaniyan dan destên xwe û meşiyan goristanê. Malbatên Roboskî, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek, Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyê (TTB) Erînç Sagkan, serokên baroyên bajarên bakurê Kurdistanê û bi sedan kes beşdarî bernameya bîranînê bûn. 
 
Bernameyê ji bo bîranîna qurbaniyên Roboskî bi rêzgirtinê dest pê kir.
 
 
DÎLSÎZ: DIVÊ KUJER WERIN DARIZANDIN
 
Ewilî Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz axivî û got: “Êdî li ser vê axê taqeta me ji komkujî, kuştin û bêedaletiyê re nemaye. Sed sal jî di ser vê komkujiyê re derbas bibe em ê ji bîr nekin û heta kujer û berpirsiyar derkevin holê û werin darizandin em ê têkoşîna xwe bidomînin.” 
 
SAGKAN: PÊÇANDINA BIRÎNAN RÊYA HIQÛQ Û EDALETÊ YE 
 
Serokê TTB’ê Erînç Sagkan jî axivî û destnîşan kir ku îro wan dixwest ne bi qerenfîlan lê bi edalata di destê wan de werin Roboskiyê û got: “Rêya pêçandina birînan di bicihanîna hiqûq û edaletê de derbas dibe. Ji bo ku birîna Roboskî were kewandin û rondikên çavê dayikan bisekine em ê têbikoşin.” 
 
EREN: DIVÊ ÊDÎ EDALET WERE ROBOSKΠ
 
Serokê Baroya Amedê Nahît Eren jî anî ziman ku dosyeya failan di qeydên dewletê de veşartî ne û got: “Heta îro em li ser vê erdnîgariyê li Kurdistanê hatin qetilkirin. Faîl diyar in lê tên veşartin. Heta ku edalet neyê Roboskî kes nikare behsa edaletê û helalîye bike. Divê êdî edalet were gundê Roboskiyê.” 
 
PÊKHATINA HEQÎQETE
 
Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatimogullari ya ku ji Komîsyona Baweriyan a HDP’ê Berpirsiyar e jî axivî û destnîşan kir ku divê heqîqet derkevin holê da ku bêedaletiya li Roboskiyê bi dawî bibe. 
 
OZTURK: HETA EDALET NEYÊ ROBOSKIYÊ HELALÎ PÊK NAYÊ 
 
Pişt re Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk axivî û wiha got: “Malbatên me hezkiriyên xwe winda kirin. Lê ji kesî deng dernakeve. Dinya alem dizane ku kî vê komkujiyê pêk aniye. Eşkerenekirina berpirsiyaran û kujeran êşa malbatan qat bi qat zêdetir dike. Dibêjin ‘em ê kurdan bikujin û bajaran bi ser serê we de xera bikin, em ê hesab nedin’. Dibêjin ‘em mêtinger in û hûn koleyên me ne’. Ev yek çareserî nayine. Tenê ne ciwanên Roboskî hatin parçe parçe kirin, gelê kurd û cîhan hatin parçe parçe kirin. Yên ku lêborînê dixwazin û behsa helalîye dikin divê ewilî hesabê Roboskî, Zîlanê, Dersimê bidin û wisa helalîye bixwazin. Birêz Ocalan got daxwaza avakirina Komîsyona Lêkolînê ya Heqîqetan kiribû. Lê nehat avakirin. Birêz Ocalan diyar kiribû ku ev komkujî berdewamiya tasfiyeya siyaseta gelê kurd e û dixwazin bi vê komkujiyê kurdan û tirkan bidin şerkirin. Êşa me kêm nabe û hêrsa me zêdetir dibe û êşa me wek a malbatên me hêj teze ye. Heta em hesabê van komkujiyan nepirsin wê ne edalet were Tirkiyê û ne jî wê helalî pêk were.”  
 
ENCU: CILÊN ME REŞ IN Û DILÊ ME ŞA NEBÛYE 
 
Pişt re Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Stenbolê Ferhat Encu ku yek ji wan malbatên qurbaniyan e jî wiha axivî: “Di van deh salan de me gelek komkujiyan dît. Me di van salan de hestên xwe û nêrînên xwe ji raya giştî re eşkere kir. Lê heta îro dilê malbatên Roboskî, dayikên me şa nebûye û aş nebûye. Hêj em di şînê de ne û cilên me reş in. Em reş lixwe dikin. Ev têkoşîna me têkoşîna heqîqet û edaletê ye. Hêviya me ew ku zêdetir xwedî derketinek ji bo malbatên Roboskî derkeve. Dixwazin ser dosyeya Roboskî were girtin û tarî bimîne. Cihek nema ku me serî lê neda lê mixabin tu encam derneket. Heta em hesab ji berpirsiyarên komkujiya Roboskî nepirsin û komkujiyan dernexin holê wê têkoşîna me ya edaletê bi dawî nebe.” 
 
'EM Ê HELALIYÊ NEKIN' 
 
Ferhat Encu nameya Serokê Roboskî-Derê ya bi KHK'ê hat girtin Velî Encu yê li Girtîgeha Bafraya Samsûnê girtî ye xwend. Velî Encu di nameyê de dibêje ew ê bi kesên ku li Roboskiyê sîtila zilm û bêedaletiyê didin kelandin re li hev neyên û helaliyê nekin. Encu di nameyê de diyar dike ku ew ê wek malbatên Roboskî bibin kelemê çavê berpirsiyarên Komkujiya Roboskî û wê her têkoşîna xwe bidomînin. Encu destnîşan kir ku ew carek din bi êş û kul dibêjin ku deynê wan edaletê ku bidin 24 qurbaniyên xwe heye. 
 
Piştî axaftinan li ser goran dua hatin xwendin û beşdaran qerenfîl danîn ser gorên qurbaniyên û merasîma bîranînê bi dawî bû. 
 

Sernavên din

01/01/2022
13:23 TJA’yê sala nû li gelan û li jinan pîroz kir
12:31 Ji damezrînerê DÎAYDER'ê Înal: Kesê bûxtan li me dike terorîstê herî mezin ê dinyayê ye
11:27 Li Osmaniyeyê 5 Efrînî hatin girtin
11:02 Nexweşxane dibê ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ ATK dibê ‘dikare bimîne’
09:56 Sala nû bi zeman hat: Zemê anîn ser gaza sirûştî û sotemeniyê
09:40 Nikaribûn kenê wê bitepisînin: Ruhê berxwedêr ê Sêvê li her derê Kurdistanê ye
09:20 Ceyranê di navbera ji sedî 52 û 130'yî de zem kirin
09:19 Li Wanê bangawaziya li dijî tecrîdê têkoşîn
09:19 Lêgerîna ji bo edaletê ya malbata Şenyaşarê di roja 300'î de ye
09:14 '2022, dê bi azadiya Ocalan re bibe sala serkeftinê'
09:00 ROJEVA 1'Ê ÇILEYA 2022'YAN
31/12/2021
20:52 Orkestra Ma klîbek nû çêkir
18:30 Bêyî ku li benda testa DNA'yê bimînin 4 cenaze li 'Goristana Bêkesan' hatin veşartin
18:09 Li Wanê Nobeta Edaletê di roja 25’emîn de ye
18:02 Di Nobeta Edaletê de ji bo girtiyan banga berdanê hat kirin
17:11 DÎAYDER: Ne doz e komplo ye
16:54 Rojnamegeran hem beraet kir hem jî ceza li wan birîn
16:34 HDK’ê serdana DÎAY-DER’ê kir
16:12 Platforma Zimanê Kurdî sala nû pîroz kir
16:05 Hevserokên Giştî yên HDP'ê ji bo sala nû peyamek weşand
15:47 Aktîvîst TJA'yê Sumeyye Gok sewqî Qeyseriyê hat kirin
15:41 Jinan rojbûna Denîz Poyraz pîroz kirin
15:33 Forûma Çandê ya Almanyayê ji bo Tûglûk kampanya da destpêkirin
14:32 MEBYA-DER: Em ê faşîzmê bi hev re hilweşînin
14:32 Dibe ku ji bo Yasîn Eneç jî bibêjin 'întihar' kiriye
14:16 Li Girtîgeha Şirnexê xwarin û nivîn nedan Mela Kasim
13:22 Malbata Şenyaşar: Ji kesên li dijî zilmê li ber xwe didin re silav
13:14 4 girtî hatin sewqkirin
12:45 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:44 Kepçe ketin Birca Belek
11:56 Li Wargeha Xwendekarên Mêr a Çewligê mirina biguman
11:49 Nebûna ceyranê bû sedema mirina zarokekî din jî
10:39 Sutçuyê êrişî HDP’ê kir wê sewqî edliyeyê were kirin
09:58 Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser: Em ê çareseriyê bi rêveberiya Şamê re pêk bînin
09:11 Piştî şêniyên taxê nehişt xanî bên xerakirin DEDAŞ'ê xistin dewrê!
09:07 Wezareta Dadê serlêdana ji bo Ocalan nebersivand
09:06 Şenyaşar: Ger edalet pêk neyê em ê sala 2022'yan jî li ber edliyeyê derbas bikin
09:05 Lîstikvana îranî ya bi Metooyê dengê xwe ragihand: Hê em ê gelek tiştan ji rojavayê hîn bibin
09:00 ROJEVA 31'Ê KANÛNA 2021'Ê
08:14 12 kesên hatin binçavkirin hatin berdan
30/12/2021
17:04 Malbatên di Nobeta Edaletê de ne: Heta ku encam bigire em ê bidomînin
16:44 Li Kaniya Xezalan cenazeyê zilamekî hat dîtin
16:40 Piştî 594 rojan doz li hevşaredarên di hepsê malê de vekirin
16:39 Baroya Amedê: Girtîgeha bûne 'navendên îşkenceyê'
16:38 Îdianameya DÎAYDER’ê hat qebûlkirin
16:36 TÎP’ê serdana malbata Şenyaşar kir
15:32 Girtiya ku bû şahidê mirina Gezer dest bi greva birçîbûnê kir
15:22 Tenduristvanên hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
15:11 MEBYA - DER'ê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
14:38 DÎB’ê ji bo Aysel Tûglûk ji Wezareta Dadê re faks şand
14:10 Di Doza Kobanê ku parêzer tevlî nebûn de gazinker hat guhdarkirin
14:05 Parlementerê Danîmarkayî: Em ê doza Poyrazê bibin Konseya Ewropayê
13:32 Parêzerên Ocalan careke din serlêdana hevdîtinê kirin
13:31 Serdar Îzol: Bi kuştinê gef li min xwarin
13:13 Egîtîm Senê serdana malbata Şenyaşar kir
12:49 28 girtî 3 roj in di greva birçîbûnê de ne
12:20 Malbata Şenyaşar: Kesên bêdeng dimînin hevkarê komkujiyê ne
12:20 Bîlançoya salekê ya êrişên Tirkiyeyê
11:36 Li Şirnexê 62 gund ji gel re qedexe ji cerdevanan re serbest in
11:31 Dest û lingên girtî girêdan û lêgerîna tazî lê kirin
11:13 Jeffrey: Komên girêdayî Tirkiyeyê sûcên şer kirin
11:06 Ji gardiyanan ji bo girtî: Edalet heye ku mafê te hebe
11:05 Faîlê tecawizê yê biunîforma dîsa hat berdan
09:53 Dîlmeç: Dê tecrîda Îmraliyê bi têkoşîneke hevpar bê şikandin
09:13 Çekên kîmyewî tên bincilkirin
09:13 ‘Bila êdî darbest ji girtîgehan dernekevin'
09:13 Ormanli: Divê li girtîgehan desteyên serbixwe bên avakirin
09:12 Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re dê tevbigere!
09:12 Bi kuştinê gef li girtiyê ku binpêkirinên li girtîgehê ragihandin xwarin
09:12 Parêzerên Ocalan li HSK'ê giliyê dadger û dozgeran kirin
09:00 ROJEVA 30'YÊ KANÛNA 2021'Ê
29/12/2021
17:49 Danişîna doza Denîz Poyraz taloq kirin
17:13 Doza Denîz Poyraz: Kesê bi kujer re çûye hotêlê li Enqereyê polîstiyê dike
17:12 Qeyûm navê Parka Vedat Aydin guherand
16:41 Biryara veşarî danîn ser dosyeya lêpirsîna êrişkar Sutçu
16:41 Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê: Girtiyên nexweş berdin
15:53 Berteka li dijî êrişa li ser HDP'ê: Çi dikin bila bikin çûndox in
15:52 Leşkerên li Sûriyê li kujer Gencer geriyan e!
15:41 Nobeta Edaletê di roja 44’emîn de ye
15:35 Ji bo kujerê li Suriyeyê hat perwerdekirin biryara ‘hewcehî bi peyketinê nîne’ hat dayîn
14:59 OHD û TÛAY-DER: Divê li Îmraliyê lêkolîn bê kirin
14:55 Di doza Denîz Poyraz de xirecir derket: Kujer dê hesab bidin gel
14:24 Ji ber ‘heqareta li dozger’ lêpirsîn li Erbîl vekirin
14:02 Malbatên 9 koçberên Rojhilatî li aqûbeta zarokên xwe pirsîn
13:39 Malbata Şenyaşar: Em ê edaletê bi hev re bînin
13:16 Bi zextên Tirkiyeyê PDK ambargoyê datîne, Iraq têlan dikişîne
12:43 Cenazeyê penaberê avêtibûn Çemê Merîçê li Goristana Kilyosê derket holê
12:31 Doza Denîz Poyraz dest pê kir
12:05 Fehîme Poyraz: Ev doza gelê kurd e
11:58 Jinan ji bo Denîz Poyraz edalet xwestin
11:36 Doza Denîz Poyraz: Divê hêzên li pişt kujer werin eşkerekirin
11:19 Li girtiyê li dijî lêgerîna tazî derket dan û xwarin nedanê
11:13 Cara sêyemîn testa koronayê ya Ozkan pozîtîf derket
10:48 Li Îzmîrê keştî noqî avê bû: 2 koçber mirin
10:38 Serokê BAF’ê yê berê wê îfadeyê bide
10:37 Girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de: Bila daxwazên me werin pêşwazîkirin
10:14 Bîlge yê ku piştî 30 salan hat berdan: Tu bi berxwedanê li ser pêya disekinî
09:18 Hinceta ATK'ê ya ji bo rapora Ozkan: Dikare bi telefonê hevdîtinê bi malbata xwe re bike
09:18 Ew lehengek bû!
09:18 TÛAY-DER: Şert û mercên li Îmraliyê li tevahiya girtîgehan tên pêkanîn