Muslim: Em ê li dijî konseptê têkoşîneke mezin bidin

  • rojane
  • 11:27 27 Kanûn 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Desteya Hevserokatiyê ya PYD’ê Salih Muslim diyar kir ku bi êrişan dixwazin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê teslîm bigirin û bi lêv kir ku wê li dijî vê konsepta xistine meriyetê têkoşîneke mezin bidin. 
 
Êrişên Tirkiyeyê yên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dikin. Balafirên Biçek û Bêmirov (SÎHA) ên Tirkiyeyê di 25’ê Mijdarê de êrişî maleke li Taxa Şehîd Peyman a Kobanê kiribûn û di encamê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û 4 kes jî birîndar bûn.
 
Endamê Desteya Hevserokatiyê ya PYD’ê Salih Muslim, derbarê êrişên dewleta tirk û hewildanên teslîmgirtina herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivî.
Salih Muslim, destnîşan kir ku êrişa li ser Kobanê xelekeke din a hovîtiya faşîzma dewleta tirk a li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û wiha got: “Hedefgirtina hemwelatiyan hovitiya dewleta tirk nîşan dide. Ev êriş di demeke balkêş de pêk hat. Ev diyar dike ku konsepteke giştî dane destpêkirin. Êrişên li Zirgan û Kobanê, ji dorpêçkirina herêmê ya ji aliyê hikumeta Şamê û hikumeta Başûrê Kurdistanê ve ne serbixwe ye. Ev giştî diyar dike ku ji navendekê ev biryarên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine girtin. Di nav wê navendê de ya ku li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryaran didin Sûriyê, Rûsya, Amerîka û Îran cih digirin. Ev dewletan bi giştî lihevkirine ku li gor wê konsepta xwe tevbigerin. Ev li ser teslîmgirtin û êşandina herêmê ye. Giliyên ku em dikin jî tu feyde nake. Encex em bi xwe tedbîran bigrin, xwebirêxistin bikin, ji sîxuran baldar bin û têkoşînek mezin li hember van êrişan bidin.”
 
‘DIBÊJIN HERIN BIKEVIN HEMBÊZA HIKUMETA ŞAMÊ’
 
Salih Muslim, balkişand ser dema pêkanîna êrişan û pêkanîna civîna Astana û wiha berdewam kir: “Ev êriş û hewildanên teslîmgirtina herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di rojên ku civîna Astana pêk hat de çêbûn. Civîna Astana li ser çareserkirina pirsgirêkên Sûriyê tê lidarxistin. Lê di daxuyaniya wan de jî diyar bû ku li ser çareserkirina pirsgirêka Sûriyê tiştek derneket holê. Li dijî çareseriyê ye. Em tenê li dijî Astanayê ne, derveyî me kesek li dijî wan dernakeve. Lavrov û daxuyaniyên wekî ku dibêjin 'kurd çi dixwazin?' Li herêmê kurd, ermen û suryan hene. Projeyek li herêmê heye. Çima nabêjin rêveberî çi dixwazin. Dixwazin kurdan bi quncikekê de bihêlin û çend maf bidinê. Dibêjin herin têkevin hembêza hikumeta Şamê. Ewqas berdêl hatin dayîn. Tiştek wiha nabe.”
 
‘DIVÊ HÊZÊN GARANTOR ÊN LI HEREMÊ DIMÎNIN CIDÎ BIN’
 
Muslim, têkildarî bêhelwestiya hêzên navneteweyî jî ev tişt anî ser ziman: “Hêzên navneteweyî daxuyaniyan didin, lê di aliyê pratîkî de tiştekî nakin. ÎHA û SÎHA`yên ku dewleta tirk li dijî hemwelatiyan bi kar tîne ji dewletên navneteweyî yên wekî Îngîltere, Amerîka, Hollanda, Kanada û Danîmarka wergirtine. Gelo ev dewlet nikarin ji dewleta tirk re bibêjin êrişî hemwelatiyan neke? Berjewendiyên xwe hene. Kesekî ku cidî, bi me re be tune ne, divê li gor wê tedbîrên xwe bigrin. Divê hêzên garantor yên li heremê dimînin cidî bin. Bila qanûnên xwe bimeşînin. Di NATO’yê de kuştina sivîlan tune ye, topbarankirina Zirganê tune ye. Bila pîvanên NATO’yê bimeşînin. Tişta ku dewleta tirk dike derveyî mirovahiyê ye. Dewletek terorîst van sûcan pêk tîne, lê li hemberî wê dewletê tiştekî nakin. Balafirên rûsan her roj li aliyê Sûriyeyê çeteyan bombebaran dikin, lê yên ku DAIŞ xwedî dike wê dixe balgihê bin serê me. Ji ber çi li hemberî wan nayê sekinandin. Bila ji hevpeymanên ku çê kirine re dirûst bin.”
 
‘ÎRO KURDÊ BAŞ DIKUJE WÊ SIBÊ DORA YÊ XIRAB JÎ WERE’
 
Salih Muslim qala armanca van êrişên bi SÎHA`yan hemwelatiyan dikin hedef kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi van êrişan dixwazin gel bitirsînin. Herêmê vala bikin. Dewleta Tirk li ser gelên me terorîzma dewletê dimeşîne.  Di dîroka Osmaniyan de ev heye. Erdogan îro tiştê ku Ebdilhemîd kiriye dimeşîne, dixwaze dewleta Osmanî bimeşîne. Dewleta Osmanî jî heman tişt dikir, dema diketin bajarekî û ji Yenîçerî bi cih dikirin, wan jî talan, dizî û kuştin dikirin. Piştî wê jî leşkerên xwe li wir bi cih dikirin. Ev terorîzma dewletê ji dîroka Osmaniyan derketiye. Îro ji ber ku hêzên navnetewî li hember dewleta tirk dernakeve, hesap jê naxwaze bi keyfa dimeşe. Heya niha hişmendiya wan ev e ‘Kurdê baş, Kurdê miriye.’ Ger sîxurên wan kurd bin wê rojek were wan jî tune bike. Ger îro kurdê baş dikujê wê sibe jî dora kurdê xirab were. Di dîrokê de ev kirine.”
 
‘DIVÊ EM BI HER AWAYÎ XWE BIRÊXISTIN BIKIN’
 
Salih Muslim derbarê hewildanên teslîmgirtina herêmê de jî wiha got: “Dewleta tirk dibêje ‘yan hûne teslîm bibin yan jî ez ê we bikujim.’ Teslîmiyet mirin e. Li şûna ku di bin dagirkerî û himbêza dewleta tirk de bê keramet her roj bimirin, careke bi şeref û kerameta xwe bimirin û mirovatiya xwe winda nekin.  Gelê birêxistinkirî xwedî îrade ye, gelê bêrêxistinkirî li ber lingan diçe. Divê em bi her awayî xwe birêxistin bikin. Bi vê rêxisitinbûnê em dikarin li dijî hovîtiya dewleta Tirk bisekinin.”
 
‘SERWERIYA SURIYEYÊ KIRINE BENÎŞT’
 
Salih Muslim, diyar kir ku derbarê êrişan de tu hevdîtinên wan bi hikumeta Şamê re çênebûne û wiha pê de çû: “Hikumeta Şamê dema komkujiyek li welatên cûda têne kirin, derdikevin daxuyaniyên şermezarkirinê didin. Lê dema mijar dibe Bakur û Rojhilatê Sûriyê tiştekê nakin. Serweriya vî welatî heye. Beriya her tiştî serweriya Sûriyê kirine benîşt û di devê xwe de dernaxîne. Ji bo serweriyê çi kirine, tiştek nekirine. Bila werin em bi hev re rûnin lihev bikin ku çawa em bikaribin di hundirê vê malê de bijîn, wê demê em dikarin li dijî dijminê Sûriyê jî bisekinin.”
 
‘MÎT DI HUNDIRÊ DAIŞÊ BI XWE DE BÛ’
 
Salih Muslim dazanîn ku her ku diçe tevgera MÎT’ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde dibin û wiha doman: “Rola MÎT’ê çima îro zêde derdikeve? Dema DAIŞ hebû çima dernediket. MÎT di hundirê DAIŞ’ê bi xwe de bû. Dema ku DAIŞ nikare xwe berde nav gel wê demê MÎT’ê dixin meriyetê, yan jî şaneyên veşartî dixin tevgerê. Li kuderê DAIŞ têk diçe li wir MÎT dikeve dewrê û şaneyên xwe çê dike. Tu cûdabûna şaneyên MÎT’ê ji DAIŞ’ê tune ye. Dema DAIŞ kêm dibe MÎT zêde dibe. Divê em baldar bin û nehêlin ku zarokên me bên bikaranîn.”
 
‘WÊ ROJHILATA NAVÎN NEFESEKE KÛR BIKIŞÎNE’
 
Salih Muslim anî ziman ku wê sala 2022’an bibe sala hilweşandina faşîzmê û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Sala 2021’an di nav têkoşînê de derbas bû. Pirsgirêka Kurd her çû berfireh bû û cîhan pê hesiya. Lê heya niha ger çareser nebûye tê wateya ku keda me têrî nekiriye. Divê em hin zêdetir bixebitin. Ev 6 sale di dewleta tirk a dagirker de jî tiştek nemaye ku gihîştiye îflase. Kêm ma ye. Em hîn zêdetir li ber xwe bidin, wê dijmin ji hundir de bê hilweşandin. Ger em rêxistina xwe xurt bikin, dijminê xwe nas bikin wê sala 2022`an bibe sala me. Ev sal wê bibe sala hilweşandina faşîzmê. Ger ew dijminê bûye belayê mirovahiyê hilweşe wê Rojhilata Navîn nefeseke kur bikşîne.”
 

Sernavên din

01/01/2022
13:23 TJA’yê sala nû li gelan û li jinan pîroz kir
12:31 Ji damezrînerê DÎAYDER'ê Înal: Kesê bûxtan li me dike terorîstê herî mezin ê dinyayê ye
11:27 Li Osmaniyeyê 5 Efrînî hatin girtin
11:02 Nexweşxane dibê ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ ATK dibê ‘dikare bimîne’
09:56 Sala nû bi zeman hat: Zemê anîn ser gaza sirûştî û sotemeniyê
09:40 Nikaribûn kenê wê bitepisînin: Ruhê berxwedêr ê Sêvê li her derê Kurdistanê ye
09:20 Ceyranê di navbera ji sedî 52 û 130'yî de zem kirin
09:19 Li Wanê bangawaziya li dijî tecrîdê têkoşîn
09:19 Lêgerîna ji bo edaletê ya malbata Şenyaşarê di roja 300'î de ye
09:14 '2022, dê bi azadiya Ocalan re bibe sala serkeftinê'
09:00 ROJEVA 1'Ê ÇILEYA 2022'YAN
31/12/2021
20:52 Orkestra Ma klîbek nû çêkir
18:30 Bêyî ku li benda testa DNA'yê bimînin 4 cenaze li 'Goristana Bêkesan' hatin veşartin
18:09 Li Wanê Nobeta Edaletê di roja 25’emîn de ye
18:02 Di Nobeta Edaletê de ji bo girtiyan banga berdanê hat kirin
17:11 DÎAYDER: Ne doz e komplo ye
16:54 Rojnamegeran hem beraet kir hem jî ceza li wan birîn
16:34 HDK’ê serdana DÎAY-DER’ê kir
16:12 Platforma Zimanê Kurdî sala nû pîroz kir
16:05 Hevserokên Giştî yên HDP'ê ji bo sala nû peyamek weşand
15:47 Aktîvîst TJA'yê Sumeyye Gok sewqî Qeyseriyê hat kirin
15:41 Jinan rojbûna Denîz Poyraz pîroz kirin
15:33 Forûma Çandê ya Almanyayê ji bo Tûglûk kampanya da destpêkirin
14:32 MEBYA-DER: Em ê faşîzmê bi hev re hilweşînin
14:32 Dibe ku ji bo Yasîn Eneç jî bibêjin 'întihar' kiriye
14:16 Li Girtîgeha Şirnexê xwarin û nivîn nedan Mela Kasim
13:22 Malbata Şenyaşar: Ji kesên li dijî zilmê li ber xwe didin re silav
13:14 4 girtî hatin sewqkirin
12:45 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:44 Kepçe ketin Birca Belek
11:56 Li Wargeha Xwendekarên Mêr a Çewligê mirina biguman
11:49 Nebûna ceyranê bû sedema mirina zarokekî din jî
10:39 Sutçuyê êrişî HDP’ê kir wê sewqî edliyeyê were kirin
09:58 Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser: Em ê çareseriyê bi rêveberiya Şamê re pêk bînin
09:11 Piştî şêniyên taxê nehişt xanî bên xerakirin DEDAŞ'ê xistin dewrê!
09:07 Wezareta Dadê serlêdana ji bo Ocalan nebersivand
09:06 Şenyaşar: Ger edalet pêk neyê em ê sala 2022'yan jî li ber edliyeyê derbas bikin
09:05 Lîstikvana îranî ya bi Metooyê dengê xwe ragihand: Hê em ê gelek tiştan ji rojavayê hîn bibin
09:00 ROJEVA 31'Ê KANÛNA 2021'Ê
08:14 12 kesên hatin binçavkirin hatin berdan
30/12/2021
17:04 Malbatên di Nobeta Edaletê de ne: Heta ku encam bigire em ê bidomînin
16:44 Li Kaniya Xezalan cenazeyê zilamekî hat dîtin
16:40 Piştî 594 rojan doz li hevşaredarên di hepsê malê de vekirin
16:39 Baroya Amedê: Girtîgeha bûne 'navendên îşkenceyê'
16:38 Îdianameya DÎAYDER’ê hat qebûlkirin
16:36 TÎP’ê serdana malbata Şenyaşar kir
15:32 Girtiya ku bû şahidê mirina Gezer dest bi greva birçîbûnê kir
15:22 Tenduristvanên hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
15:11 MEBYA - DER'ê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
14:38 DÎB’ê ji bo Aysel Tûglûk ji Wezareta Dadê re faks şand
14:10 Di Doza Kobanê ku parêzer tevlî nebûn de gazinker hat guhdarkirin
14:05 Parlementerê Danîmarkayî: Em ê doza Poyrazê bibin Konseya Ewropayê
13:32 Parêzerên Ocalan careke din serlêdana hevdîtinê kirin
13:31 Serdar Îzol: Bi kuştinê gef li min xwarin
13:13 Egîtîm Senê serdana malbata Şenyaşar kir
12:49 28 girtî 3 roj in di greva birçîbûnê de ne
12:20 Malbata Şenyaşar: Kesên bêdeng dimînin hevkarê komkujiyê ne
12:20 Bîlançoya salekê ya êrişên Tirkiyeyê
11:36 Li Şirnexê 62 gund ji gel re qedexe ji cerdevanan re serbest in
11:31 Dest û lingên girtî girêdan û lêgerîna tazî lê kirin
11:13 Jeffrey: Komên girêdayî Tirkiyeyê sûcên şer kirin
11:06 Ji gardiyanan ji bo girtî: Edalet heye ku mafê te hebe
11:05 Faîlê tecawizê yê biunîforma dîsa hat berdan
09:53 Dîlmeç: Dê tecrîda Îmraliyê bi têkoşîneke hevpar bê şikandin
09:13 Çekên kîmyewî tên bincilkirin
09:13 ‘Bila êdî darbest ji girtîgehan dernekevin'
09:13 Ormanli: Divê li girtîgehan desteyên serbixwe bên avakirin
09:12 Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re dê tevbigere!
09:12 Bi kuştinê gef li girtiyê ku binpêkirinên li girtîgehê ragihandin xwarin
09:12 Parêzerên Ocalan li HSK'ê giliyê dadger û dozgeran kirin
09:00 ROJEVA 30'YÊ KANÛNA 2021'Ê
29/12/2021
17:49 Danişîna doza Denîz Poyraz taloq kirin
17:13 Doza Denîz Poyraz: Kesê bi kujer re çûye hotêlê li Enqereyê polîstiyê dike
17:12 Qeyûm navê Parka Vedat Aydin guherand
16:41 Biryara veşarî danîn ser dosyeya lêpirsîna êrişkar Sutçu
16:41 Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê: Girtiyên nexweş berdin
15:53 Berteka li dijî êrişa li ser HDP'ê: Çi dikin bila bikin çûndox in
15:52 Leşkerên li Sûriyê li kujer Gencer geriyan e!
15:41 Nobeta Edaletê di roja 44’emîn de ye
15:35 Ji bo kujerê li Suriyeyê hat perwerdekirin biryara ‘hewcehî bi peyketinê nîne’ hat dayîn
14:59 OHD û TÛAY-DER: Divê li Îmraliyê lêkolîn bê kirin
14:55 Di doza Denîz Poyraz de xirecir derket: Kujer dê hesab bidin gel
14:24 Ji ber ‘heqareta li dozger’ lêpirsîn li Erbîl vekirin
14:02 Malbatên 9 koçberên Rojhilatî li aqûbeta zarokên xwe pirsîn
13:39 Malbata Şenyaşar: Em ê edaletê bi hev re bînin
13:16 Bi zextên Tirkiyeyê PDK ambargoyê datîne, Iraq têlan dikişîne
12:43 Cenazeyê penaberê avêtibûn Çemê Merîçê li Goristana Kilyosê derket holê
12:31 Doza Denîz Poyraz dest pê kir
12:05 Fehîme Poyraz: Ev doza gelê kurd e
11:58 Jinan ji bo Denîz Poyraz edalet xwestin
11:36 Doza Denîz Poyraz: Divê hêzên li pişt kujer werin eşkerekirin
11:19 Li girtiyê li dijî lêgerîna tazî derket dan û xwarin nedanê
11:13 Cara sêyemîn testa koronayê ya Ozkan pozîtîf derket
10:48 Li Îzmîrê keştî noqî avê bû: 2 koçber mirin
10:38 Serokê BAF’ê yê berê wê îfadeyê bide
10:37 Girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de: Bila daxwazên me werin pêşwazîkirin
10:14 Bîlge yê ku piştî 30 salan hat berdan: Tu bi berxwedanê li ser pêya disekinî
09:18 Hinceta ATK'ê ya ji bo rapora Ozkan: Dikare bi telefonê hevdîtinê bi malbata xwe re bike
09:18 Ew lehengek bû!
09:18 TÛAY-DER: Şert û mercên li Îmraliyê li tevahiya girtîgehan tên pêkanîn