Malbata Poyraz: Em dixwazin her kes piştevaniya dozê bike

  • rojane
  • 09:00 27 Kanûn 2021
  • |
img

ÎZMÎR - Malbata Denîz Poyraz ji bo doza ku dê kujer Onur Gencer bê darizandin banga tevlîbûna dozê kir û diyar kirin ku ew dixwazin berpirsê din ê qetlîamê bên eşkerekirin. 

Danişîna ewil a doza ku Onur Gencer di 17'ê Hezîranê de êrişa çekdarî ya li dijî avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bajarê Îzmîrê pêk anî û xebatkarê partiyê Denîz Poyraz qetil kir, wê di 29'ê Kanûnê de li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Bayrakliya Îzmîrê bê lidarxistin. Tevî ku 6 meh di ser êrişê re derbas bûne, hîn jî derbarê bûyerê de gelek pirsên winda û bêbersiv hene û beriya rûniştina yekemîn dê ji gelek rêxistinên mafên mirovan, rêxistinên jinan, nûnerên partiyên siyasî, hunermend, hemû beşên civakê peyamên hevgirtina dozê tên dayîn. Ji bo piştevaniya malbata Poyraz wê roja dozê ev alî li ber edliyê bin. 
 
Malbata Poyraz ku piştî 6 mehan cara ewil dê kujer Onur Gencer li salona dadgehê bibînin diyar kir ku ew di nav hestên ku nayên vegotin de ne. Malbatê anî ziman ku yekane daxwaza wan ew e ku berpirsiyarên din ên qetlîamê bên eşkerekirin û cezayê pêwîst bê dayîn, bang li hemû aliyan kir ku li cem wan bin.
 
‘KÊLIYEK JÎ JI BÎRA ME NAÇE’ 
 
Dayika Denîzê Fehîme Poyraz bi bîr xist ku di ser qetilkirina keça wê re 6 meh derbas bûn û roj û saetên wan bê keça wê Denîz derbas dibin. Fehîme Poyraz wiha got: “Denîz tenê keça min e, Denîza tevahiya gel e. 6 meh derbas bûn lê wisa dixuye ku 6 sal derbas bûne. Zehmet e ku meriv fêrî tunebûna wê bibe. Hêj gelek mêvanên me ji bo Denîzê tên serdana me. Em piçekî êşa xwe ji bîr dikin. Lê gava ku em li malê tenê dimînin ew kêliyek jî ji bîra me naçe.” 
 
‘BILA EDALET BICIH WERE’ 
 
Poyraz anî ziman ku ew ji ber rûniştina yekem bi heyecan û hêrs in û got: “Roja çarşemê rûniştina yekem heye. Dema ez lê difikirim ez nikarim nefesê bistînim. Ez ê cara ewil kujer li salona dadgehê bibînim. Dema em qatil li wir bibînin, em nizanin em ê çawa li ber xwe bidin û çi bikin. Em dizanin ku wî Denîz bi tenê nekuştiye. Heke wî hêz û piştgiriyek ji cihekî negirtibe nikaribû vê êrişê pêk bîne. Hin kesan piştgiriya wî kiriye. Tişta ku em dixwazin ew e ku kesên piştgiriyê dane wî jî bên cezakirin. Em dixwazin dadgehkirin baş derbs bibe û bila edalet bicih were.”
 
‘BILA BERPIRSIYAR WERIN EŞKEREKIRIN’
 
Bavê Denîzê, Abdulîlah Poyraz jî diyar kir ku êşa wan wek roja ewil teze ye û ev pêvajoya 6 mehan ji bo wan pir zor derbas bûye û got: “Mala me bêdeng e û di nava şînê de ye. Çavê me hêj li Denîz digere. Kujer wê rojê tenê ne ji bo ku Denîz qetil bike êrişê pêk aniye. Armanca wî ew bûye ku kî li wir bûya qetil bikira. Yên ku jê re gotine êrişî HDP’ê bike hene. Ew ne bi tenê ye. Em tev viya baş dizanin. Ew jî û qatil jî viya baş dizane. Em dixwazin cezayê giran kîjan be lê were birîn. Gelek kesên wek Denîz hatin qetilkirin hene. Di dozên wan de jî bi cezayên hindik dozan girtin û gelek kujer tên berdan. Qatil li derve ne û digerin. Denîzek çû bila hin Denîzên din neçin. Bila berpirsiyaran eşkere bikin. Em bang li her aliyî dikin ku piştevaniya me bikin û em dixwazin biryarek wek hiqûqa Dadgeha Ewropayê derkeve.” 
 
MA / Ozlem Yayan
 

Sernavên din

01/01/2022
13:23 TJA’yê sala nû li gelan û li jinan pîroz kir
12:31 Ji damezrînerê DÎAYDER'ê Înal: Kesê bûxtan li me dike terorîstê herî mezin ê dinyayê ye
11:27 Li Osmaniyeyê 5 Efrînî hatin girtin
11:02 Nexweşxane dibê ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ ATK dibê ‘dikare bimîne’
09:56 Sala nû bi zeman hat: Zemê anîn ser gaza sirûştî û sotemeniyê
09:40 Nikaribûn kenê wê bitepisînin: Ruhê berxwedêr ê Sêvê li her derê Kurdistanê ye
09:20 Ceyranê di navbera ji sedî 52 û 130'yî de zem kirin
09:19 Li Wanê bangawaziya li dijî tecrîdê têkoşîn
09:19 Lêgerîna ji bo edaletê ya malbata Şenyaşarê di roja 300'î de ye
09:14 '2022, dê bi azadiya Ocalan re bibe sala serkeftinê'
09:00 ROJEVA 1'Ê ÇILEYA 2022'YAN
31/12/2021
20:52 Orkestra Ma klîbek nû çêkir
18:30 Bêyî ku li benda testa DNA'yê bimînin 4 cenaze li 'Goristana Bêkesan' hatin veşartin
18:09 Li Wanê Nobeta Edaletê di roja 25’emîn de ye
18:02 Di Nobeta Edaletê de ji bo girtiyan banga berdanê hat kirin
17:11 DÎAYDER: Ne doz e komplo ye
16:54 Rojnamegeran hem beraet kir hem jî ceza li wan birîn
16:34 HDK’ê serdana DÎAY-DER’ê kir
16:12 Platforma Zimanê Kurdî sala nû pîroz kir
16:05 Hevserokên Giştî yên HDP'ê ji bo sala nû peyamek weşand
15:47 Aktîvîst TJA'yê Sumeyye Gok sewqî Qeyseriyê hat kirin
15:41 Jinan rojbûna Denîz Poyraz pîroz kirin
15:33 Forûma Çandê ya Almanyayê ji bo Tûglûk kampanya da destpêkirin
14:32 MEBYA-DER: Em ê faşîzmê bi hev re hilweşînin
14:32 Dibe ku ji bo Yasîn Eneç jî bibêjin 'întihar' kiriye
14:16 Li Girtîgeha Şirnexê xwarin û nivîn nedan Mela Kasim
13:22 Malbata Şenyaşar: Ji kesên li dijî zilmê li ber xwe didin re silav
13:14 4 girtî hatin sewqkirin
12:45 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:44 Kepçe ketin Birca Belek
11:56 Li Wargeha Xwendekarên Mêr a Çewligê mirina biguman
11:49 Nebûna ceyranê bû sedema mirina zarokekî din jî
10:39 Sutçuyê êrişî HDP’ê kir wê sewqî edliyeyê were kirin
09:58 Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser: Em ê çareseriyê bi rêveberiya Şamê re pêk bînin
09:11 Piştî şêniyên taxê nehişt xanî bên xerakirin DEDAŞ'ê xistin dewrê!
09:07 Wezareta Dadê serlêdana ji bo Ocalan nebersivand
09:06 Şenyaşar: Ger edalet pêk neyê em ê sala 2022'yan jî li ber edliyeyê derbas bikin
09:05 Lîstikvana îranî ya bi Metooyê dengê xwe ragihand: Hê em ê gelek tiştan ji rojavayê hîn bibin
09:00 ROJEVA 31'Ê KANÛNA 2021'Ê
08:14 12 kesên hatin binçavkirin hatin berdan
30/12/2021
17:04 Malbatên di Nobeta Edaletê de ne: Heta ku encam bigire em ê bidomînin
16:44 Li Kaniya Xezalan cenazeyê zilamekî hat dîtin
16:40 Piştî 594 rojan doz li hevşaredarên di hepsê malê de vekirin
16:39 Baroya Amedê: Girtîgeha bûne 'navendên îşkenceyê'
16:38 Îdianameya DÎAYDER’ê hat qebûlkirin
16:36 TÎP’ê serdana malbata Şenyaşar kir
15:32 Girtiya ku bû şahidê mirina Gezer dest bi greva birçîbûnê kir
15:22 Tenduristvanên hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
15:11 MEBYA - DER'ê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
14:38 DÎB’ê ji bo Aysel Tûglûk ji Wezareta Dadê re faks şand
14:10 Di Doza Kobanê ku parêzer tevlî nebûn de gazinker hat guhdarkirin
14:05 Parlementerê Danîmarkayî: Em ê doza Poyrazê bibin Konseya Ewropayê
13:32 Parêzerên Ocalan careke din serlêdana hevdîtinê kirin
13:31 Serdar Îzol: Bi kuştinê gef li min xwarin
13:13 Egîtîm Senê serdana malbata Şenyaşar kir
12:49 28 girtî 3 roj in di greva birçîbûnê de ne
12:20 Malbata Şenyaşar: Kesên bêdeng dimînin hevkarê komkujiyê ne
12:20 Bîlançoya salekê ya êrişên Tirkiyeyê
11:36 Li Şirnexê 62 gund ji gel re qedexe ji cerdevanan re serbest in
11:31 Dest û lingên girtî girêdan û lêgerîna tazî lê kirin
11:13 Jeffrey: Komên girêdayî Tirkiyeyê sûcên şer kirin
11:06 Ji gardiyanan ji bo girtî: Edalet heye ku mafê te hebe
11:05 Faîlê tecawizê yê biunîforma dîsa hat berdan
09:53 Dîlmeç: Dê tecrîda Îmraliyê bi têkoşîneke hevpar bê şikandin
09:13 Çekên kîmyewî tên bincilkirin
09:13 ‘Bila êdî darbest ji girtîgehan dernekevin'
09:13 Ormanli: Divê li girtîgehan desteyên serbixwe bên avakirin
09:12 Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re dê tevbigere!
09:12 Bi kuştinê gef li girtiyê ku binpêkirinên li girtîgehê ragihandin xwarin
09:12 Parêzerên Ocalan li HSK'ê giliyê dadger û dozgeran kirin
09:00 ROJEVA 30'YÊ KANÛNA 2021'Ê
29/12/2021
17:49 Danişîna doza Denîz Poyraz taloq kirin
17:13 Doza Denîz Poyraz: Kesê bi kujer re çûye hotêlê li Enqereyê polîstiyê dike
17:12 Qeyûm navê Parka Vedat Aydin guherand
16:41 Biryara veşarî danîn ser dosyeya lêpirsîna êrişkar Sutçu
16:41 Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê: Girtiyên nexweş berdin
15:53 Berteka li dijî êrişa li ser HDP'ê: Çi dikin bila bikin çûndox in
15:52 Leşkerên li Sûriyê li kujer Gencer geriyan e!
15:41 Nobeta Edaletê di roja 44’emîn de ye
15:35 Ji bo kujerê li Suriyeyê hat perwerdekirin biryara ‘hewcehî bi peyketinê nîne’ hat dayîn
14:59 OHD û TÛAY-DER: Divê li Îmraliyê lêkolîn bê kirin
14:55 Di doza Denîz Poyraz de xirecir derket: Kujer dê hesab bidin gel
14:24 Ji ber ‘heqareta li dozger’ lêpirsîn li Erbîl vekirin
14:02 Malbatên 9 koçberên Rojhilatî li aqûbeta zarokên xwe pirsîn
13:39 Malbata Şenyaşar: Em ê edaletê bi hev re bînin
13:16 Bi zextên Tirkiyeyê PDK ambargoyê datîne, Iraq têlan dikişîne
12:43 Cenazeyê penaberê avêtibûn Çemê Merîçê li Goristana Kilyosê derket holê
12:31 Doza Denîz Poyraz dest pê kir
12:05 Fehîme Poyraz: Ev doza gelê kurd e
11:58 Jinan ji bo Denîz Poyraz edalet xwestin
11:36 Doza Denîz Poyraz: Divê hêzên li pişt kujer werin eşkerekirin
11:19 Li girtiyê li dijî lêgerîna tazî derket dan û xwarin nedanê
11:13 Cara sêyemîn testa koronayê ya Ozkan pozîtîf derket
10:48 Li Îzmîrê keştî noqî avê bû: 2 koçber mirin
10:38 Serokê BAF’ê yê berê wê îfadeyê bide
10:37 Girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de: Bila daxwazên me werin pêşwazîkirin
10:14 Bîlge yê ku piştî 30 salan hat berdan: Tu bi berxwedanê li ser pêya disekinî
09:18 Hinceta ATK'ê ya ji bo rapora Ozkan: Dikare bi telefonê hevdîtinê bi malbata xwe re bike
09:18 Ew lehengek bû!
09:18 TÛAY-DER: Şert û mercên li Îmraliyê li tevahiya girtîgehan tên pêkanîn