Ji Êlihê heta Îzmîrê ciwan ji bo kongreyê amade ne

  • ciwan
  • 11:34 25 Kanûn 2021
  • |
img
ÊLIH/ÎZMÎR – Ciwanên HDP’ê yên li Êlihê û Herêma Egeyê bang li ciwanan kirin ku beşdarî Kongreya Asayî ya Ciwanan ku dê sibê li Amedê were lidarxistin bibin. 
 
Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) sibê li Amedê bi dirûşma “Niha Dema Ciwanan e” Kongreya Asayî ya 3’yemîn li dar dixe. Kongre wê bi beşdariya Hevserokê Giştî Mîthat Sancar li Eywana Dawetê ya Kaplan City pêk were. Tê payîn ku bi hezaran ciwan beşdarî kongreyê bibin.
 
Bi hefteyan e amadekariyên vê kongreya mezin berdewam dikin. Tê payîn ku yek ji van bajarên herî zêde ciwan beşdarî kongreyê bibin Êlih e. Li Êlihê serê mehekê ye ciwan amadekariyên kongreya xwe dikin û mal bi mal, taxa bi tax û park bi park digerin û behsa polîtîkayên tund ên îqtidarê ku li ser ciwanan birêve dibe kirin û ciwanan vexwendin kongreyê. 
 
DIXWAZIN RÊXISTINKIRINA XWE AVA BIKIN 
 
Ji endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Yakûp Orak derbarê xebatên birêve birine agahî dan û diyar kir ku îqtidar bi polîtîkayên piralî bi ser ciwanan ve diçe û di serê van polîtîkayan de jî asîmîlasyon, tiryak û fihûş tê. Orak da zanîn ku ew dixwazin li dijî polîtîkayên îqtidarê mekanîzmaya parastinê ava bikin û ew dixwazin beriya her tiştî birêxistinkirina xwe ava bikin. Orak got armanca wan ew e ku ew bi ciwanan li dijî polîtîkayên qirêj ên îqtidarê hişmendiyek ava bikin. Orak bang li ciwanên Êlihê kir ku bi beşdariyek zêde tevli kongreyê bibin û deng û rengê xwe bidin nîşandan. 
 
POLÎTÎKAYA ÎQTIDARÊ YA LI SER JINAN 
 
Endama Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Sevda Adirbelî jî destnîşan kir ku hêzek ciwanan a xurt û polîtîk li Êlihê heye û ciwan ji ber hêza xwe di hedefa îqtidarê de ne. Adirbelî diyar kir ku bi taybetî li dijî jinên ciwan polîtîkayek taybet tê birêvebirin û divê jinên ciwan li dijî her cûre polîtîkayên taybet û êrişan bibin xwedî rêxistinek bi hişmend. Adirbelî da zanîn ku kabûsa îqtidarê ciwanên birêxistinkirî ne û ciwanan vexwend kongreyê. 
 
Adirbelî strana “Batmana Kurda ye” jî strî û diyarî ciwanan kir. 
 
CIWANÊN HERÊMA EGEYÊ ÎRO DERDIKEVIN RÊ 
 
Ciwanên wê ji Îzmîrê û herêma Egeyê beşdarî kongreyê bibin îro derdikevin rê. Li Îzmîrê jî ciwanan xebat û amadekariyên bêhempa birêve birin û ciwanan vexwendin kongreyê. Endamê Meclîsa Ciwanan ê HDP’ê Serhed Îrlan jî got di encama xebata wan kiriye de wê ji herêma Egeyê bi qasî 250 ciwanan beşdarî kongreyê bibin. 
 
DÊ TÊKOŞÎNA XWE MEZIN BIKIN 
 
Endama Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Melîs Altaş jî anî ziman ku ji bo sedsala 21’emîn bibe sedsala jinan ew têdikoşin û ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û bidawîkirina her cûre polîtîkayên li ser ciwanan tên birêvebirin dê têkoşîna xwe mezin bikin û wê di vê kongreyê de nexşerêya têkoşîna xwe diyar bikin. 
 
Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Baran Tînk jî ciwanan vexwend kongreya wê li dar bixin û ew dixwazin bi vê kongreyê polîtîkayên taybet ên dewletê ku li ser ciwanan birêve dibe bişikînin û bi ciwanên rêxistinkirî re civakek azad bikin. 
 
 
 

Sernavên din

05/05/2022
14:28 Akman û Çîftçî ku Nobeta Edaletê didomînin hatin binçavkirin
14:03 Parlamenterên Îskoçyayê ji bo HDP’ê pêşniyazname dan parlamentoyê
13:27 Polîsan Navenda Giştî ya HDP’ê dorpêç kirin, gef li parlamenter xwarin
13:06 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:06 Ferît Şenyaşar: Gavek hiqûqî hat avêtin lê daxwazên me nehatin cih
12:42 'Tirkiye dixwaze xeta nokeriyê ya kurd çalak bike’
12:06 Jinnews: 31 jin û 3 zarok hatine kuştin
11:38 Komên girêdayî Tirkiyeyê li Efrînê jinek revandin
11:33 Li Amedê dê rojên filmên ekolojiyê bên lidarxistin
10:50 Cerdevanên ku tev li êrişê bûyîn: Pêşketin tune ye û psîkolojiya me xerab bû
10:33 Li ser sînor bang kirin: Divê kurd li dijî xiyanetê rabin ser pêyan
10:32 Rêya Armûşê ya Navneteweyî veguheriye rêya mirinê!
10:31 Dayika Cemîle Çagirga: Yên ku Cemîle kuştin niha jî êrişî Başûr dikin
10:06 Botaniyan banga rawestandina hevkariyê li Barzanî kir
09:46 Tevgera Azadî: Ya wê ev pergal hilweşe yan jî wê bi ser bikeve
09:05 Hunermendên kurd dê li dijî êrişên Tirkiyeyê û PDK'ê çalakiyan li dar bixin
09:03 OÇAV: Em baroyeke ku her kes karibe gotina xwe bibêje dixwazin
09:03 Berteka welatiyan a li dijî êrişên Tirkiyeyê: Dest ji şer berdin
09:03 Şaredariyê şêniyên taxê mexdûr kirin
09:03 Rojnamevan Oynaş: Ji ber ku min poşmanî qebûl nekir înfaza min hat şewitandin
09:00 ROJEVA 5'Ê GULANA 2022'YAN
04/05/2022
23:59 Aksal bi stand-up’a xwe amedî kenandin
18:14 Li Cizîrê kesek hat binçavkirin: Pozê mêvanê li malê jî şikandin
16:38 Xizma girtî: Me vê cejnê jî zarokên xwe nedît
16:36 Ji Kavala daxuyaniya Geziyê: Biryar kêfî û siyasî ye
16:12 Li Hezexê du ciwan mirî hatin dîtin
16:05 Şervan Êzidxan hat veşartin
15:52 Qurbaniyên Terteleya Dêrsimê hatin bibîranîn: Me ji bîr nekir û efû nekir
15:42 Di nîsanê de 24 jin hatin kuştin
14:43 Li Cizîrê jina ku hewl da întihar bike bi giranî birîndar bû
14:30 Malbatên girtiyan li ber ATK’ê ne: Şeş meh in rayedar xemsar in
14:15 YNK'ê bersiva PDK'ê da: Ya ku Şengalê radestî DAIŞ'ê kir PDK bû
13:24 Di êrişa çekdarî de kesek din jî jiyana xwe ji dest da
12:48 Malbata Şenyaşar wê ji bo cejnê serdanan qebûl bike
12:48 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyeyê kete roja 29’an
12:11 Nijadperestiya li ser kurdî: Bêceza hiştin û parastin
11:58 MB: Wê nan, meqarne û goşt bên zemkirin
11:54 Birayê leşkerê hatiye kuştin jî tev li 'Nobeta Jiyanê' bû
11:47 Li Efrînê serpelek hate kuştin
11:45 Fîlmê Hêza xelata xwe ya sêyemîn li Los Angelesê wergirt
10:22 Çalakgerên Nobeta Jiyanê: Êdî baweriya me bi Barzanî nayê
10:03 Şaredariya AKP’î çopên xwe dirijîne Çemê Xabûrê
09:44 Pêşmergeyê berê: Xeyala Erdogan ew e ku xwe bigihîne sînorên Osmanî
09:05 Welatiyên Amedê: Ew ji bo bimehînin xizan jî ji bo pariyekî nan bibînin dimeşin
09:04 5 sal in doza azadiya Ocalan dike
09:00 ROJEVA 4'Ê GULANA 2022'YAN
00:51 Li Amedê wesayîtek hat gulebarankirin: Dayikek û keça xwe jiyana xwe ji dest dan
03/05/2022
19:29 Nobeta Jiyanê: Werin em dawî li şer bînin
18:41 Rêveberiya Xweser a Şengalê: Divê kes destê xwe dirêjî yekîneyên me yên parastinê neke
17:10 Wênesaz Perwazî jina berxwedêr a Şengalî resmand
16:06 Derheqê parvekirina nîjadperest a li Qereyaziyê de lêpirsîn hate destpêkirin
15:57 Di serdanên cejnê de daxwaza edaletê kirin
15:29 ‘Alaya edaletê di destê malbata Şenyaşar de ye’
15:11 HRE: Li Efrînê 14 çete hatin kuştin
14:57 Li gundê Aysel Tugluk bang kirin: Ayselê û hevalên wê berdin
14:37 MKGP’ê bang li rojnamegerên jin kir: Em bi hev re têkoşîna xwe mezin bikin
14:04 Malbatên girtiyan Cejna Remezanê li pêşiya girtîgehê pêşwazî kirin
13:46 Mîhrîcana Fîlmên Kurd a Amsterdamê dest pê dike
12:49 Aliyên siyasî yên Iraqê: Divê dawî li binpêkirina Tirkiyeyê bê anîn
12:30 Li Qereyaziyê parvekirina nîjadperest
12:18 Ji partiyên siyasî serdanên cejnê
11:41 DFG: Di nîsanê de 4 rojnameger hatin binçavkirin û 16 nûçe hatin astengkirin
11:24 120 cerdevan bi navê çawişên pispor şandin Metînayê
11:15 ‘Divê hemû welatparêzên kurd xwedî li Şengalê derkevin’
10:40 Gefa kuştinê li girtiyê ku got ‘Ez kurd im’ xwarin
10:02 TEV-DEM’ê ji bo Şengalê bang kir: Parastina Şengalê deynê stûyê her kesî ye
09:46 Xelkê Şengalê ji bo parastina xaka xwe nobet girt
09:20 Di Nobeta Jiyanê de bang li Barzanî kirin: Destê xwe ji xwîna zarokên me bikêşe
09:08 Qeşayê li fistiqên Rihayê da
09:06 Parêzer Tuysuz: 'Operasyona' li nivîskarê çûye îfade dayînê sûc e
09:04 ‘Roja Reş’ 84 sal in didome
09:02 Li Pirsûsê mal û erd di bin avê de man!
09:00 ROJEVA 3'YÊ GULANA 2022'YAN
02/05/2022
22:38 UNAMI: Êrişên li dijî Şengalê bifikar in
19:35 Li Enqerê jinek hat kuştin
16:23 Înfaza girtiyê ku ev 30 sal in di girtîgehê de ye hate şewitandin
16:06 Gelek kes çûn serdana malbata Şenyaşar û cejna wan pîroz kirin
16:05 KCDK-E’yê ji bo xwedîderketina li Şengalê bang kir
15:52 Qeymeqamtiya Licê serdana goristanan qedexe kir
15:42 Heso Îbrahîm: Ji bo Şengalê dem dema seferberiyê ye
15:33 Gorên kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane ziyaret kirin
15:18 Li Şirnex û navçeyên wê “Nobeta Jiyanê” dest pê kir
14:48 Li baregeha leşkerî ya Tirkiyeyê ya Bamernê hat xistin
14:32 Ingilistan li pey çi ye?
14:07 Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê bi mijara 1’ê Gulanê derket
13:56 Qeyûm di cejnê de heqê rê ji gel nastîne lê li holê otobûs tune ne!
13:16 Artêşa Iraqê li Şengalê êrişî dibistanê kir
12:42 Malbata Şenyaşar Cejna Remezanê li pêşiya edliyeyê pêşwazî kir
12:21 Pevçûnên li Şengalê dijwar bûn
11:56 MEBYA-DER çû serdana gora Vedat Aydin
11:21 Soylu bi bêdengî çû Şirnexê û leşkerên birîndar ziyaret kir
11:21 Ji Hevserokên Giştî yên HDP’ê peyama cejnê: Bila bibe wesîleya edaletê
11:01 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyeyê kete roja 27’an
11:00 Tirkiyeyê hêzên paramîlîter veguhestin Herêma Kurdistanê
10:38 Gula Reş bi xemla xwe mirovan sermest dike
09:37 Artêşa Iraqê êrişî Şengalê kir
09:05 Pêşmergeya Dêrîn: Ev şer li dijî statûya Herêma Kurdistanê darbeyeke
09:04 Li Cûdî û Bestayê ji bo çêkirina qereqolan dar tên qirkirin
09:03 Îne Akgun: Heya sax bû li dijî şer li ber xwe da
09:01 Jinan têkoşîna Emîne Şenyaşar nirxandin: Em ê dengê malbatê bilindtir bikin