‘Girtîgeha Panosê bûye kampa hevkomî ya sedsala 21'emîn'

  • rojane
  • 09:06 30 Mijdar 2021
  • |
img

AGIRÎ - Parlementera HDP'ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, diyar kir ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan pirsgirêkine pir cidî ne û got: "Girtîgeha Panosê kampa hevkomî ya sedsala 21'emîn e." 

Girtîgeha Panosê ya Tîpa L'yê ku di sala 2016'an de li herêmê wekî "girtîgeha pîlot" hat çêkirin, tim bi binpêkirinên mafan û muemeleyên xirab di rojevê de ye. Li vê girtîgeha ku girtî wê dişibînin "kampa Naziyê" 14 girtiyên nexweş hene û di 2 hefteyên dawî de girtî Ridvan Yûsûfoglû, Sezaî Damar, Hîvzûllah Mûtlû, Resûl Alkol, ABdûrrahman Çapan, Atîlla Coşlûner û girtiyê bi navê Kamûran ku paşnavê wî nehat hînbûn bi Covîd-19'ê ketin. Heya niha derbarê hejmara pêketiyên Covîd-19'ê de tu agahî nehatine parvekirin û hat diyarkirin ku girtiyên bi Covîd-19'ê ketine hemûyan xistine qawîşekê. 
 
Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr û Hevserokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Wanê Mehmet Karataş tiştên li Girtîgeha Panosê diqewimin nirxandin.
 
Hevserokê ÎHD'a Wanê Mehmet Karataş, diyar kir ku pergala girtîgehên Tirkiyeyê ji ber konjuktura siyasî û mewzûata qanûnî ye. Karataş, da zanîn ku têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan raporek amade kirine û hê jî nêrîna ji bo girtiyên siyasî neguheriye. 
 
BANAGWAZÎ
 
Karataş, destnîşan kir ku gelek binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Panos a Tîpa L'yê ji nêz ve dişopînin û ji ber hejmara pêketiyên Covîd-19'ê yên vê dawiyê fikarên wan zêde bûne. Karataş, anî ziman ku li girtîgehê pergaleke tecrîdê hatiye çêkirin û got: "Girtîgeha Panosê tim bi binpêkirinên mafan di rojevê de ye. Ji vê girtîgehê cenazeyê 4 girtiyên nexweş derketin. Jixwe ev yek nîşan dide ku bê cihekî çawa ye. Tecrîda li girtîgehê veguheriye tiştekî dijî rûmeta mirovahiyê. Girtiyan bi greva birçîbûnê daxwazên xwe anîn ziman, lê mixabin tu mewzûateke siyasî û polîtîkayeke siyasî nehat pêşxistin. Divê siyasetmedar û rêxistinên civaka sivîl li dijî van binpêkirinên mafan ên li Panosê piştevaniyê xurt bikin." 
 
‘PÊKANÎNÊN DERÎ MIROVAHIYÊ'
 
Parlementera HDP'ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr ku têkildarî pêketiyên Covîd-19'ê pêşniyazpirs berpêşî Wezareta Dadê kir û daxwazname da Komîsyona Şopandina Mafên Mirovan a Meclîsê, anî ziman ku Girtîgeha Panosê ji roja ku hatiye avakirin heya niha bi binpêkirinên mafan di rojevê de ye û got: "Li girtîgehê kêfîtî heye. Me gelek caran ev binpêkirinên mafan xistin rojeva Meclîsê. Lê bi dawî nebûn. Me ev pêkanîn binpêkirinên mafan û pêkanînên dijî hiqûqê yên girtîgehê hem pêşkêşî Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê hem pêşkêşî Komîsyona Girtîgehan a Meclîsê hem jî pêşlêşî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) kirin. Lê hê jî tiştek nehatiye kirin. Hat ragihandin ku girtiyên bi Covîd-19'ê jetine hene, kê nayên tedawîkirin. Ji bo tedawîkirina van mirovan me gelek caran telefonî midûrê girtîgehê kir, lê hê jî bersiv nedaye." 
 
KAMPA HEVKOMÎ
 
Taşdemîr, destnîşan kir ku Girtîgeha Panosê bi mantiqa kampa hevkomiyê tê birêvebirin û li vir bi navê hiqûqê tiştek tune ye, înîsyatîf bi dest karmendan hatiye berdan. Taşdemîr, diyar kir ku bi şewba Covîd-19'ê re zextên li ser girtiyan jî zêde bûne û got: "Hemû mafên girtiyan hatin binpêkirin, hevdîtina bi parêzeran, hevdîtina bi rêya telefonê, bikaranîna qada hevpar û hemû mafên girtiyan ên din hatin astengkirin. Girtî bi ferzkirina lêgerîna tazî, avaêtina ser qawîşpanû nesewqkirina revîrê re rû bi rû ne. Gava em serî li Wezareta Dadê didin û telefonî îdareya girtîgehê dikin bi tu awayî bersiva me nadin. Nayê zanîn bê berpirsiyar û muxatabê girtîgehê kî ye. Ji ber vê fikarên malbatan zêde dibin. Divê rêxistinên mafên mirovan, rêxistinên civaka sivîl di vî warî de hesas tevbigerin. Divê em bibin dengê van girtiyan." 

Sernavên din

10/04/2022
21:31 25’emîn xelatên Metîn Goktepe hatin dayîn
20:02 Ji ber koronayê 32 kesan jiyana xwe ji dest da
18:09 Karabaş ê hatibû îşkencekirin careke din hate binçavkirin
16:33 Bi boneya rojbûna Ocalan a 73’yemîn şitil hatin danîn
16:05 Polîsek bi qestî wesayîta xwe li parêzer qeliband
15:51 Di Nobeta Edaletê de bertek nîşanî tecrîdê hate dayîn
15:50 Meclîsa Jinan a HDP’ê çû serdana jinên axa xwe diparêzin
15:35 Keşeyê sûryanî Eksen li gundê xwe hat veşartin
15:27 Sancar: Em ê îktidarê biqewirînin û vê pergalê jî biguherînin
12:58 Qurbaniyên Qetlîama Enqereyê hatin bibîranîn
12:34 Li Fransayê hilbijartina serokkomariyê pêk tê
11:54 Hunermend Yûnis Das: Albûma min bila bo pêşketina ziman bibe gavek
11:20 Malbata Şenyaşar: Zilma mezin edaleta derengmayî ye
11:13 Ji malbata Barzanî bo şêwirmendê wekîla Îngilîz 400 hezar sterlîn
09:25 ‘Êdî em nikarin tirşikê jî çêkin'
09:11 'Tûfana serîhildiriyê' Uveyş Ocalan
09:09 Endamên BTS'ê dê biçin Enqereyê û mulaqatê protesto bikin
09:07 Gava behsa îşkenceyê kir telefon hat qutkirin
09:06 'Neberdana Tûglûk îşkence ye'
09:04 'Qanûna hilbijartinê xetere ye ji bo ewlehiya sindoqan'
09:00 ROJEVA 10'Ê NÎSANA 2022'YAN
09/04/2022
18:51 'Bila kedkarên hatine îxrackirin cardin vegerin ser karê xwe'
16:48 Li Helebê li dijî ambargoya Şamê meşa girseyî
16:39 ÎHD: Di nava 5 salan de 255 girtiyan jiyana xwe ji dest dan
16:25 Ji bo girtiya nexweş Semîre Dîrekçî banga berdanê kirin
16:21 Ji nexweşxaneyê birin girtîgehê: Berdana wî tê astengkirin
15:58 DAIŞ'ê êrişî leşkerên Iraqê kir û 2 leşker kuştin
15:57 Nameyên 'bertîlê' yên parlamenterên AKP'ê derketin holê
15:57 Parêzerên Doza Kobanê: Vê dozê weke amûrê tolhildanê bi kar tînin
15:25 Turkdogan: Li Tirkiyeyê herkes edaletê dixwaze
14:43 Jinên HDP’î çûn serdana Ergun ku hevjînê wê hewl da bikuje
14:27 Artêşa Tirkiyeyê û komên girêdayî wê li Efrînê 3 sivîl revandin
14:26 Aqûbeta Yedîgol ku beriya 41 salan winda bûbû pirsîn
13:57 AYM’ê girtina Leyla Guven derhiqûqî dît
13:47 Hevserokê ÎHD Turkdogan: Divê Pirsgirêka Kurd bi rêya diyalogê çareser bibe
13:45 Helbestvan Emîralî Yagan rehmet kir
13:37 Li Stewrê du malbat bi hev ketin: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
13:23 Rapirsîna nîsanê: Dengê AKP'ê daketine ji sedî 28,9'an
13:06 Sancar: Demokrasiya herêmî bingeha Tifaqa Demokrasiyê ye
11:48 DAIŞ’ê li Mexmûrê 2 şivan revandin
11:36 Nivîskar Nezîr Çakan ji doza Kobanê tehliye bû
11:35 Malbata Şenyaşar: Yên ku vê zilmê jinedîtî ve tên dê winda bikin
10:23 Destê girtiyan kelemçe kirin û li wan dan
10:15 Yolerî: Tecrîd, sepaneke îşkenceyê ye
09:52 Li Girtîgeha Amedê hişyariya 'qedexeya' strana kurdî
09:51 Dê teqawid ber bi Enqereyê ve bimeşin: Xizanî tercîha desthilatdariyê ye
09:15 Halê sûrên dîrokî yên ku tên restorekirin!
09:15 Bang li PDK'ê kirin: Dev ji vê şaşiyê berdin
09:14 Qeyûmê Şaredariya Mezin a Amedê guh neda biryarên dadgehê
09:14 Giliyê îşkenceya li Timoqê hat kirin: Ez dikarim kesekî teşxîs bikim
09:06 Li Girtîgeha Rihayê cihêkariya 'e-Goruş'ê
09:00 ROJEVA 9'Ê NÎSANA 2022'YAN
08/04/2022
21:56 Li Kerboranê mirinek bi guman
21:45 Parlementerên çûn cem Tûglûkê: Nexweşîna wê girantir bûye
20:10 ÎHD bû mêvanê Sifreya Edaletê ya malbata Şenyaşarê
19:14 Li Wanê zabiteyan êriş bir ser welatiyan
19:01 Ber bi Îdlîbê ve sewqîyata eskerî
16:29 Nobeda Edaletê ya Wanê di roja 112’emîn de ye
15:49 Di Doza Qontaxê de dadgehê cezayê li polîs hatiye birin kêm dît
15:26 Doza Kobanê: Heke hûn Destûra Bingehîn nas nakin tişta we girê dide çî ye?
15:15 Mehmet Sevînç bi dirûşman hate definkirin
15:01 Ayla Akat Ata bi şewba koronayê ket
14:08 Cerdevan li Zap, Avaşîn û Metînayê xwezayê talan dikin
13:52 Melayê mizgeftê cenazeyê Mehmet Sevînç neşûşt
13:40 Bernameya 1’ê Gulanê aşkera bû: Em hemû kesî vedixwînin qadan
13:03 Rojnameger Hîkmet Tunç îfade da
12:59 Bi hêceta ‘tevli dersên ehlaqê nebûye’ nayê berdan
12:46 Li Wanê erdhej çêbû
12:37 Nobeta Edaletê di roja 396'an de ye
12:37 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:26 ‘Ez dixwazim bêtirs bijîm’
12:15 Bûldan: Wê jin siberojên ronî ava bikin
11:44 Girtiyê nexweş rojnamevan Ayik nehat berdan
11:43 'Bi neberdana girtiyên nexweş re mekanîzmaya îdamê xistine meriyetê’
11:15 Sîbel Akdenîz hat berdan
11:11 Li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê binpêkirinên mafan zêde bûn
10:51 Parêzer Ballikaya: Divê TBB û Baroya Stenbolê ji bo Tugluk bi peywira xwe rabin
10:49 ‘Faîlên demboriyê dozger in, divê bên darizandin’
10:12 Aborînas Şahînoz: Ne wezîrên aboriyê lê divê polîtîka biguherin
10:11 ‘Kumpanya Med’ klasîkên berê û yên nûjen digihîne hev
09:48 Ji ber bihabûnê sewalvanî bûye eziyet!
09:36 ‘Misilmaniya hikûmetê tenê bi devkî ye’
09:34 HDP'ê şandeya girtîgehê ava kir: Dê seredanên me bidomin
09:08 'Armanca destdirêjiyê parçekirina tevna civakî ye'
09:06 Xebata 'çîrokên jinên girtî' didome
09:06 Dayika rojnamevanê girtî û nexweş: Girtiyan berdin
09:06 Sercerdevan bi çeka dewletê Mûsa Çelîk kuştiye
09:06 Av û axa gundiyan dikin qurbana komirê
09:00 ROJEVA 8'Ê NÎSANA 2022'YAN
07/04/2022
23:59 Li Amedê şanoya 'Bûka Lekî'
19:12 Nivîskarê ermenî Migirdîç Margosyan hat definkirin
19:00 Cenazeyê Sevînç radestî malbatê hat kirin
18:48 Demîrtaş: Dewletê jî û hikûmetê jî dît ku Ocalan ji bo aştiyê têdikoşe
17:33 Demîrtaş: ‘Şahid’ li xwe mikûr hat ku dozger Ahmet Altun kompas kiriye
17:19 'Ji bo em xwedî li Tûglûk derketin lêpirsîn hate destpêkirin'
16:59 Beştaş: Cînayetên li girtîgehan rawestînin
16:55 Li Wanê ji bo zarokan şahî hat lidarxistin
16:33 Li Erziromê 3 kes hatin girtin
16:13 Cezayê pereyan li kesên ku Newroz pîroz kirin hate birîn
15:55 Cenazeyê Mehmet Sevînç gihîşt ATK'ê