Bûldan: Desthilat demên xwe yên dawîn dijî

img
AMED - Hevseroka Giştî ya HDP'e Pervîn Bûldan, di kongreya partiya xwe ya Amedê de diyar kir ku desthilat êdî demên xwe yên dawîn dijî û ev tişt got: "Wê qet hêza tu kesî têr neke ku me ji vê xakê bibin."
 
Hevseroka Giştî ya HDP'e Pervîn Bûldan, tevlî 3'emîn kongreya awarte ya partiya xwe ya bi şîara "Em bi hêza xwe ya rêxistinkirî tecrîdê bişikînin, jiyana azad a demokratîk ava bikin" tê lidarxistin bû. Bûldan, di kongreyê de axaftinek kir û demeke dirêj beşdarên kongreyê ji bo Bûldan li çepikan dan. Bûldan, bi silavkirina beşdarên kongreyê dest bi axaftina xwe kir û bal kişand ser polîtîkayên ku li dijî partiya wê tên meşandin.
 
DOZÊN TOLHILDANÊ
 
Axaftina Bûldan bi kurtayî wiha ye:
 
"Herî zêde girtin û binçavkirin li Amedê pêk tên. Li gel vê yekê îro em kongreya heri bi coş li vir pêk tînin. Ew li salonên dadgehê me danarizînin. Em wan li salonan dadirizînin. Li vî welatî hiqûq tune. Perçeyên hiqûqê tune. Ev dozên li me têne vekirin dozên tolhildanê  ne. Çawa li vî welatî dadgehên îstîklalê bi ser neketin, dê dadgehên AKP û MHP’ê jî bi ser nekevin. Çawa ew dadgeh yek bi yek hilweşiya, ev dadgeh jî dê hilweşin. 
 
EM BI MILYONAN LI QADAN IN
 
Wan heta niha HEP, DEP, HAPED DEPAP girtin, wisa fikirîn ku bi ser bikevin û rê li siyaseta kurdan bigirin. Lê her çend partî girtin jî kurd li siyasetê xwedî derketin. Xebatê siyasî berdewam kirin. Her ku em yek hat girtin em bi milyonan daketin qadan. Îro em bi milyonan li qadan in. Niha hişmendiya ku vê yekê nabîne li ser îqtîdarê ye.
 
KUJERAN BIDARIZÎNIN
 
Em li vir bang li we dikin, kesên tacîzkar, tecawizkar, kujeran bigirin û darizînin. Yên li vî welatî mirovan qetil dikin nayên darizandin. Lê yên li vî welatî têkoşîna aştî, demokrasiyê didin û siyasetê dikin tên girtin. Yên li vî welatî bûn şaredar û hevşaredar îro hêj girtî ne. Îro şirîkê AKP yanî MHP jî  heqaretê li HDP’ê dikin.
 
KURD BI ÎNKARÊ TUNE NABIN
 
Li vî welatî êdî Serokê AKP’ê yê divê pirsgirêka kurd tune heye. Serokê AKP’ê li Amedê digot ‘Pirsgireka kurd pirsgirêka min e’ lê li Enqereyê dibêje pirsgirêka kurd tune. Serokê AKP’ê yê digot pêvajoya çareseriyê tune heye. Her tim li çavê gel dinere û derewan dike. Em dipirsin çima ew qas derewan dike? Hûn îro bêjin pirsgirêka kurd çareser bû û pirsgirêka kurd tune, hûn derewan dikin. Ji ber ku li vî welatî pirsgirêka kurd heye û pirsgirêkek pir mezin heye. 
 
HÛN DIJMINÊ KURDAN IN
 
Hêza tu kesî tune vê yekê înkar bike. Mafê tu kesî jî tune vê rastiyê înkar bikin. Ez li vir carek din ji Erdogan ê digot ‘Me pêvajo xelas nekir ‘dipirsim. Me li Dolmabahçe mase danî. Lê piştre got ‘Maseya çi?, Dolmabahçeya çi?’ û mase înkar kir. Bi vê jî nehat ser piştî 2015’an tecrîda li Îmraliyê pêş xist. Piştî pêvajoya çareseriyê xelas kir Îdrîs Balûken ê ji bo aştiyê têdikoşiya girt û şand girtîgehê. Îdrîs Balûken bi daxwaza we çû Îmralî û Qandîlê. We rêya Qandîlê vekir. Kilîta deriyê Îmraliyê li cem we bû. We derî vekir. Hûn dijminê kurdan in. Hûn dijminê demokrasiyê ne. Hûn tu car naxwazin aştî were vî welatî. Ji ber hûn ditirsin hûn van qoltixan winda bikin. Ji ber vê aramiya gel ne xema we ye.
 
DÎROK WE JI BÎR NAKE
 
Ev welat ne gul û gulİstan e. Li vî welatî xizanî û birçîbûn heye. Li vî welatî nelirêtî û dizî heye. Dîrok we ji bîr nake. Dîrok dê qeyûm û nelirêtiyê we jî ji bîrneke. Dîrok dê di hilbijartinê de vê bîne pêş we. Bi gotina ‘Pirsgirêka kurt tune’ pirsgirêka kurd çareser nabe. Kurd vê rastiyê baş dizanin. Kurd li rastî û heqîqetê dinerin.” 
 

Sernavên din

19/11/2021
08:19 Nûçegihanê me Emrûllah Acar hat binçavkirin
18/11/2021
17:25 Nobeta Edaletê: Bila dengê me bê bihîstin
17:21 Hevdîtina ‘Dema Azadiyê’: Divê em li dijî tecrîdê têkoşînê mezintir bikin
17:15 Cenazeyên Acar û Yîgît hatin wergirtin
17:00 Hevserokên HDP’ê beraet kirin
16:53 Di şahiya zarokan de balê kişandin ser girîngiya zimanê zikmakî
16:46 Dayikên Aştiyê li dijî tecrîdê meşiyan
16:43 7 sal û 6 meh ceza li girtiyê ket greva birçîbûnê hat birîn
15:56 Di doza rojnamevanan de biryar hat dayîn ku şahid bînin dadgehê
15:42 Beştaş derxistina Yenî Yaşamê ya ji sepana meclisê ji Şentop pirsî
15:24 TJA’yê li Birca Keçikê jinên hatine qetilkirin bi bîr anîn
15:04 Di doza Baluken û Demîrel de daxwaza pevgihandina dosyeyan hat kirin
14:55 Li dijî berdana cerdevanan dest bı çalakiya rûniştinê kirin
14:21 Şandeyek ji Îzmîrê serdana Malbata Şenyaşar kir
14:18 Hat tespîtkirin ku hestiyên li Sûrê hatin dîtin aydê Hakan Arslan in
13:47 Doza parazvanên mafên mirovan nehat dîtin
13:43 Şûreya Dewletê îtîraza ji bo Peymana Stenbolê red kir
13:31 Banga tevlîbûna daxuyaniya girseyî 25'ê Mijdarê
13:08 DEDAŞ 3 roj in ceyranê nade gundiyan
13:00 Gunay: Ji bo êrişî kurdî û axa kurdan bikin ketine pêşbaziyê
12:12 Malbata Şenyaşar: Peywîra dozger ne hevkariya sûc e
12:00 Rojnameger Candemîr beraet kir
11:55 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:39 Li Rêqayê banga ‘Ji Ocalan re azadî’
11:32 Baroya Mêrdînê: Polîsên ku tundiyê li zarokan kirine bila werin tespîtkirin
11:21 Hevşaredarê berê yê Komîrê hat binçavkirin
11:20 Budçeya Hevkariya Cemawerî-Taybet ji budçeya 7 wezaretan zêdetir e
11:01 Li Kobanê çalakiyên 25'ê Mijdarê dest pê kirin
10:31 Bi têkoşîna jinê re çîroka vejîna duyem
10:14 Ji bo ewlehiya canê xwe serî li CÎMER'ê dan
09:26 Hevseroka KNK'ê Mûrad: Me belgeyên çekên kîmyewî ji saziyên navneteweyî re şandin
09:21 Ji bo meşa ber bi Enqereyê ve bang li tenduristkaran kir: Werin em bi hev re gotina xwe bibêjin
09:20 'Kurdistan heqîqetek e wê tim hebe'
09:18 Mîrza Ronî: Divê em li ber qedexeyên li ser kurdî rabin
09:18 Bîra bîyolojîk a herêmê bi awayekî dîjîtal pêşkêş dike
09:08 ‘Tirkiye ne carekê du caran berpirsê krîza penaberan e'
09:00 ROJEVA 18'Ê MIJDARA 2021'Ê
17/11/2021
21:43 Di doza komkujiya nijadperest de 3 kesên din jî hatin berdan
18:49 Polîsan avêt ser avahiya HDP'a Çerkezkoyê: 6 kes hatin binçavkirin
18:17 Nobeda Edaletê di roja duyemîn de ye: Em ji girtiyan re bibin hêvî
16:42 Dema Azadiyê: Di şexsê Ocalan de Tirkiye tê tecrîdkirin
16:35 Karaca ya CHP’yî: Divê deng bidin qêrîna edaletê ya malbata Şenyaşar
16:31 Ji parêzerên ÇHD'î re 450 sal ceza hat xwestin
16:18 Li Silopiya festîvala zarokan bi dawî bû
15:44 Li Dîlokê di rojekê de 2 jin hatin qetilkirin
15:44 Hunermend Omer Suleyman li Rihayê hat binçavkirin
15:42 Li Şirnexê hejmara binçavkiriyan derket 27'an
15:35 KESK: Kesên li Amedê hatin girtin bila bên berdan
15:26 SES’ê ji bo budçeyê serdana HDP’ê kir
15:22 Rojnameya Yenî Yaşamê ji sepana Meclîsê hat rakirin
15:04 Jinan ji jinên girtî re qert şandin
15:00 Dayikên Aştiyê bertek nîşanî girtina endama xwe Yîgît dan
15:00 Parlamenterê Îngilistanî: Bila PKK ji ‘lîsteya terorê' bê derxistin
14:46 Li Amedê starta 25’ê Mijdarê hat dayîn: Rêya me rêya azadiyê ye
14:19 HDP'ê giliya reveberê berê yê MÎT'ê Eymûr kir
14:18 Dersim Dag: Cerdevan bi bêcezakirinê tên xelatkirin
13:41 Fakibaba li Şenyaşaran geriya û lêborîn xwest
12:27 Li Denîzliyê mirina biguman a jinekê
12:14 Girtiyê nexweş Ozkan nikare ji nav nivînan rabe
12:10 Polîsan di binçavan de tundî li zarokan kir!
11:58 Nûçegîhanê me Karataş beraet kir
11:40 Gelo wê Tirkiye êrişî kurdên Sûriyê bike?
11:38 Gotina "Dijminê xwezayê" kirin heqareta li Altûn
11:07 Gelo li Edliyeya Amedê 'borsaya darazê' hatiye avakirin?
10:57 Polîsan li Şirnexê 16 kes binçav kirin
10:33 Li Girtîgeha Sîlîvriyê ji ber pirtûka kurdî cezayê hucreyê li girtî birîn
10:21 Menderes 24 saetan sebir nekir, Ocalan 23 sal in li ber xwe dide
09:49 Rojavayê cîhaneke din da der
09:18 Tûrnûvaya fûtbolê jî wekî sûc hesibandin
09:17 Guven: Xwedî li kurdî û Kurdistanê derkevin
09:17 Dê sêwirandina azadiyê ya girtiyan bi wê wêneyan bê pêşandan
09:16 Taşçier: Li dijî êrişan tekane çare yekitiya neteweyî ye
09:15 Ji bo 'Denîz neyên qetilkirin' dê dakevin qadan
09:14 Meh û nîveke daxwaza cenazeyên zarokên xwe dikin: Heta girtina cenazeyan em ê têbikoşin
09:00 ROJEVA 17'Ê MIJDARA 2021'Ê
01:27 Li Cizîrê li dijî sercerdevanekî êrişa bombeyi pêk hat
16/11/2021
17:00 Wezîr Hulusî Akar bakur û başûrê Kurdistanê înkar kir!
16:52 Girtiyê nexweş bi koronayê ket
16:38 Dest danîn ser kember û pêlava girtiyê di greva birçîbûnê de ye
16:21 Li Efrînê talana zeytûnan didome
16:15 Parlamenterê Misrî ji bo PKK ji ‘lîsteya terorê’ were derxistin bang kir
16:14 170 penaber dixwazin vegerê Iraqê
15:52 Berdana girtiyê 81 salî hat redkirin: Dikare bol avê vexwe
15:31 Bûldan: Wê gel AKP-MHP'ê ji desthilatê bigire
15:24 Li Dîlokê jinek kuştî hat dîtin
15:17 Bi hinceta greva birçîbûnê derbarê Yuksekbag de 3 dozname amade kirin
15:09 Li Êlihê jinek hat kuştin
14:35 Dê li dijî polîtîkayên kedxwariyê têbikoşin
14:34 Berteke ji bo Komîsyona Rewşa Awarte: Biryarên AYM'ê tune tên hesibandin
14:05 Doza Ozgur Gundemê taloq bû
13:40 Malbata Şenyaşar bang li Meclîsê kir
13:40 Li Wargeha Keçan a Mêrdînê mirina biguman a xwendekarekî
13:11 Li Hezexê mirina biguman a zarokekî
13:05 Sercerdevan û lawê xwe yê cerdevan hatin berdan
12:53 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:35 Bi kamyonan daran vedikêşin
12:06 Komîsyonên ziman ên baroyan betalkirina konsera kurdî şermezar kirin
11:26 Budçeya Wezareta Parastinê ji sedî 20 hat zêdekirin
11:07 Keftarê bixet ku nesla wî li ber tunebûnê ye li Rihayê hat dîtin
10:29 Gelo li Akkûyê cînayetên kar tên veşartin?