'Wê Şengal çarenûsa xwe teslîmî tu kesî neke'

  • rojane
  • 09:02 14 Mijdar 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Îbrahîm Êzidî, diyar kir ku piştî rizgarkirina Şengalê, herêm bi ewle û aram bûye û got: "Wê Şengal çarenûsa xwe teslîm, tu kesî neke." 
 
Di ser rizgarkirina Şengalê re 6 sal derbas bûn. Piştî êrişên DAIŞ'ê ku di 3'yê Tebaxa 2014'an de dest pê kirin, hêzên PDK û eskerên Iraqê yên peywira wan prastina bajêr bû, bêyî ku fîşekekê jî biteqînin terka bajêr kirin. Êzidiyên bê parastin haatin hiştin, di vê êrişa DAIŞ'ê jî ji hezaran kes ji wan hatin kuştin û di ser 6 hezarî re jî hatin revandin û bi hezaran jin jê jî bi destdirêjiyê re rû bi rû man û li bajarên koleyan hatin firotin. Hê jî nêzî 3 hezar êzidî winda ne.
 
Êzidiyên ku 12 Hêzên Parastina Gel (HPG) ji bo wan bûn sîper, piştî vekirina korîdorekê hatin xelaskirin. Êzidiyên ku paşê Yekîneyên Jin ên Şengalê (PJŞ) û Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) ava kirin, navenda bajêr di 13'ê Mijdara 2015'an de ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin. Piştî azadkirina navenda bajêr, şengalî hêdî hêdî hatin. Şengaliyan piştî yekîneyên xwe yên parastinê ava kirin, di çaçroveya avakirinê de Meclîsa Xweser a Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) ava kirin. PDK û hêzên herêmî yên ku rêveberiya wxeser a li Şengalê tamûl nakin, tim êrişî bajêr dikin. Gelê êzidî jî li hemberî van êrişan xwe diparêze.
 
Îbrahîm Êzidî ku li Şengalê rojnamevaniyê dike, tiştên piştî azadkirina bajêr qewimîn nirxandin. 
 
 
'RÛPELEKE NÛ VEBÛ' 
 
Rojnameger Êzidî, anî ziman ku ji dema rizgarkirina Şengalê heta roja îro li Şengalê atmosfereke pir erênî heye û wiha axivî: " Li  ser rizgarkirina Şengalê 6 sal derbas bûn.Di serî de ew kesên ku li Şengalê jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bibîr tînim. Di Şengalê de kedeke gelek mezin hate dayin. Di 13'ê Mijdara 2014'an de navenda Şengalê hat rizgarkirin. Piştî ku navenda Şengalê hat rizgarkirin di dîroka Êzidiyan de rûpeleke nû vebû. Civaka Êzidî ji nû ve dest bi jiyaneke nû kirin. Êzidiyên ku ji qirkirinê û fermana ji 74'an rizgar bûn, ji nû ve dest bi jiyanê kirin. Bi taybetî ji bo rê li ber van fermana bê girtin Êzidiyan xwe bi rêxistin kir. Êdî Êzidiyan biryara xwe bi xwe rêvebirinê dan.Di Rojhilatanavîn de kêmineyên weke Êzidiyan  heger ne xwe bi xwe  parastina xwe bikin zehmetî çêdibin. Ji ber wê jî piştî sala 2014'an de gihiştine wê baweriyê ku heger ew xwe bi xwe neparêzin wê metirsiyeke  mezin a qirkirinê û tunekirinê li ser wan hebe.  Ji ber wê jî dest bi xwe rêxistinkirinê kirin.  Niha Şengal ji aliyê civaka Êzidî ve tê rêvebirin. Her wiha li Şengalê Rêveberiya Xweser a Şengalê heye. Sazî û dezgehên ku girêdahî wê hene. Bi taybetî jî di aliyê leşkerî de tên bi rêxistin kirin û di hêla  civakî de jî xîzmet tên dayin. Şaredarîyên di bin sîwana  Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê de xîzmet didin.  Şengal bi vî şêwazî tê rêvebirin. "
 
'FIKRÊ PERGALA NETEWA DEMOKRATÎKE' 
 
Rojnameger Êzidî, bi da zanîn ku  piştî fermanê li Şengalê aramiyek çêbuye û wiha dom kir: " Niha di Şengalî di bin ewlekariyeke herî baş de jiyan dikin. Niha ne weke berê ye. Hêzên ku Şengalê û Êzidiyan diparêzin zarokên Şengalê ne. Ji ber wê jî em di wê baweriyê de ne ku ev bibe fermana dawî. Êzidiyan fikra ku bikaribin xwe bi rêxistin bikin hilbijartine. Fikrê ku niha xwe pê rêve dibin, pergala netewa demokratîk e. Em di wê baweriyê de ne ku ev fikir wê pêşî li fermanan bigire. Êzidiyên ku niha li Şengalê jiyan dikin weke beriya fermanê dijin. Lê hema parastina wan  çawa tê kirin yan jî di aliyê sîyasî de çawa tên birêvebirin li gorî fermanê pir cudahî heye.Şengal, di aliyê parastinê de, di asta  herî baş de ye.  Şengalî ji fermanê vir ve êdî  rihet dikarin malên xwe de birazin. Çimkî ew bi xwe parastina xwe dikin." 
 
'ÊZIDIYAN DITIRSÎNIN KU VENEGERIN ŞENGALÊ' 
 
Êzidî, diyar kir ku Êzidiyên ku vedigerin Şengalê ji aliyê PDK'ê ve tên astengkirin û got: " Çiqas zext û polîtîkayên taybet li ser Êzidiyan bên meşandin jî li axa xwe venegarin. Heta niha li Şengal û gundên derdora wê 115 hezar  kes vegeriyan. Êzidiyên ku vegeriyan jî herî zêde xwe li Saziyên Meclîsa Xweseriya Demokratîk birêxistin dikin. Bi vî şêwazî hem rêveberiya xwe dikin û hem jî jiyana xwe di Şengalê de didomînin. Lê ji aliyê hin saziyên ji derve, bi taybetî jî ew cihên ku Êzidî di bin desthilatdariya PDK'ê de ne gelek zext li ser Êzidiyan hene. Raste rast ji Êzidiyan re nabêjin venegerin Şengalê,lê polîtîkayeke wisa didin meşandin ku Êzidî xwe bi xwe bibêjin em navegerin Şengalê. Hem şerê taybet ku li ser civaka  Êzidiyan didin meşandin ku bi riya dezgehên xwe yên ragihadinê û hem jî zextên ji aliyê rêveberiya wan ve li ser Êzidiyan didin meşandin. Bi vî rêbazî rê li ber vegera Êzidiyan digirin. Li ser raya giştî dibêjin ku divê Êzidî vegerin li ser Şengalê. Xwe wisa didin nîşandin. Lê pişt perdeyê de zext dikin ku Êzidî venegerin. Malbatek yan jî keseke ku di rêveberiya xweser de cih digire nikare biçe Duhok, Zaxo û bajarên ku di bin desthilatdariya PDK'ê de. Dema ku diçin jî rastî gef,zext û îşkenceyê tên. Kê li dijî DAIŞ'ê şer kiribe, PDK'ê bi hemû hêza xwe li dijî wê derketiye. Kesên ku li hemberî DAIŞ'ê şer kiriye bi zext û gefên PDK'ê re rû bi rû ye. Ev şoreş hatiye destpêkirin heta niha bi sedan ciwanên Êzidî ji aliyê dezgehên parastinê yên PDK'ê ve hatine girtin û îşkencekirin. Dema ku PDK li Şengalê jî ev zext li ser Êzidiyan hebûn. Ew fikra wan a beriya fermanê heta niha jî li ser Êzidiyan berdewam dike. Ji ber wê jî Êzidiyan ditirsînin ku nevegerin Şengalê." 
 
'ŞENGAL ÇARENÛSA XWE TESLÎMÎ KESEKÎ NAKE' 
 
Êzidî, da zanîn ku piştî bi cihbûna pergala xwe rêveberinê erîşên li ser Şengalê jî zêde bûn û wiha bi dawî kir: " Niha li ser Şengalê gef û zext didomin. Bi rojane jî zext û erîşên dewleta tirk û hevkarê wê PDK didomin. Ev erîşe bi taybetî jî li ser Êzidiyên ku xwe bi rêxistin kirine, tên meşandin. Kî demokrasî û azadiyê bixwaze dibe hedefa dewleta tirk û PDK'ê. Lê em di wê baweriyê de ne ku wê Êzidî rê nedin ew hêzên ku xiyanet li wan kirin. Ne tenê Êzidî Şîî jî di Şengalê de hene. Em qasî ku dişopînin dibînin ku heger hêzek ku bi şêwazeke desthilatdarî bikeve Şengalê wê bê bersiv nemînin. Ne tenê Êzidiyên ku xwe bi rêxistin kirine jî wê pêkhatiyên din jî berxwe bidin. Bi taybetî jî di peymana 9'ê cotmeha 2020'an de herkes jî dizane hemû pêkhateyên Şengalê li dijî vê peymanê derketin û rê nedan ku PDK û hevkarên wê derbasî Şengalê bibin. Em di wê baweriyê de ne ku wê civaka Êzidî rê nede ku ev hêz bikevin Şengalê. Wê Şengal çarenûsa xwe teslîm kesekî neke." 
 
MA / Zeynep Dûrgût

Sernavên din

19/11/2021
08:37 Cenazeyê Serhat Tekîn bi girseyî hat veşartin
08:19 Nûçegihanê me Emrûllah Acar hat binçavkirin
18/11/2021
17:25 Nobeta Edaletê: Bila dengê me bê bihîstin
17:21 Hevdîtina ‘Dema Azadiyê’: Divê em li dijî tecrîdê têkoşînê mezintir bikin
17:15 Cenazeyên Acar û Yîgît hatin wergirtin
17:00 Hevserokên HDP’ê beraet kirin
16:53 Di şahiya zarokan de balê kişandin ser girîngiya zimanê zikmakî
16:46 Dayikên Aştiyê li dijî tecrîdê meşiyan
16:43 7 sal û 6 meh ceza li girtiyê ket greva birçîbûnê hat birîn
15:56 Di doza rojnamevanan de biryar hat dayîn ku şahid bînin dadgehê
15:42 Beştaş derxistina Yenî Yaşamê ya ji sepana meclisê ji Şentop pirsî
15:24 TJA’yê li Birca Keçikê jinên hatine qetilkirin bi bîr anîn
15:04 Di doza Baluken û Demîrel de daxwaza pevgihandina dosyeyan hat kirin
14:55 Li dijî berdana cerdevanan dest bı çalakiya rûniştinê kirin
14:21 Şandeyek ji Îzmîrê serdana Malbata Şenyaşar kir
14:18 Hat tespîtkirin ku hestiyên li Sûrê hatin dîtin aydê Hakan Arslan in
13:47 Doza parazvanên mafên mirovan nehat dîtin
13:43 Şûreya Dewletê îtîraza ji bo Peymana Stenbolê red kir
13:31 Banga tevlîbûna daxuyaniya girseyî 25'ê Mijdarê
13:08 DEDAŞ 3 roj in ceyranê nade gundiyan
13:00 Gunay: Ji bo êrişî kurdî û axa kurdan bikin ketine pêşbaziyê
12:12 Malbata Şenyaşar: Peywîra dozger ne hevkariya sûc e
12:00 Rojnameger Candemîr beraet kir
11:55 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:39 Li Rêqayê banga ‘Ji Ocalan re azadî’
11:32 Baroya Mêrdînê: Polîsên ku tundiyê li zarokan kirine bila werin tespîtkirin
11:21 Hevşaredarê berê yê Komîrê hat binçavkirin
11:20 Budçeya Hevkariya Cemawerî-Taybet ji budçeya 7 wezaretan zêdetir e
11:01 Li Kobanê çalakiyên 25'ê Mijdarê dest pê kirin
10:31 Bi têkoşîna jinê re çîroka vejîna duyem
10:14 Ji bo ewlehiya canê xwe serî li CÎMER'ê dan
09:26 Hevseroka KNK'ê Mûrad: Me belgeyên çekên kîmyewî ji saziyên navneteweyî re şandin
09:21 Ji bo meşa ber bi Enqereyê ve bang li tenduristkaran kir: Werin em bi hev re gotina xwe bibêjin
09:20 'Kurdistan heqîqetek e wê tim hebe'
09:18 Mîrza Ronî: Divê em li ber qedexeyên li ser kurdî rabin
09:18 Bîra bîyolojîk a herêmê bi awayekî dîjîtal pêşkêş dike
09:08 ‘Tirkiye ne carekê du caran berpirsê krîza penaberan e'
09:00 ROJEVA 18'Ê MIJDARA 2021'Ê
17/11/2021
21:43 Di doza komkujiya nijadperest de 3 kesên din jî hatin berdan
18:49 Polîsan avêt ser avahiya HDP'a Çerkezkoyê: 6 kes hatin binçavkirin
18:17 Nobeda Edaletê di roja duyemîn de ye: Em ji girtiyan re bibin hêvî
16:42 Dema Azadiyê: Di şexsê Ocalan de Tirkiye tê tecrîdkirin
16:35 Karaca ya CHP’yî: Divê deng bidin qêrîna edaletê ya malbata Şenyaşar
16:31 Ji parêzerên ÇHD'î re 450 sal ceza hat xwestin
16:18 Li Silopiya festîvala zarokan bi dawî bû
15:44 Li Dîlokê di rojekê de 2 jin hatin qetilkirin
15:44 Hunermend Omer Suleyman li Rihayê hat binçavkirin
15:42 Li Şirnexê hejmara binçavkiriyan derket 27'an
15:35 KESK: Kesên li Amedê hatin girtin bila bên berdan
15:26 SES’ê ji bo budçeyê serdana HDP’ê kir
15:22 Rojnameya Yenî Yaşamê ji sepana Meclîsê hat rakirin
15:04 Jinan ji jinên girtî re qert şandin
15:00 Dayikên Aştiyê bertek nîşanî girtina endama xwe Yîgît dan
15:00 Parlamenterê Îngilistanî: Bila PKK ji ‘lîsteya terorê' bê derxistin
14:46 Li Amedê starta 25’ê Mijdarê hat dayîn: Rêya me rêya azadiyê ye
14:19 HDP'ê giliya reveberê berê yê MÎT'ê Eymûr kir
14:18 Dersim Dag: Cerdevan bi bêcezakirinê tên xelatkirin
13:41 Fakibaba li Şenyaşaran geriya û lêborîn xwest
12:27 Li Denîzliyê mirina biguman a jinekê
12:14 Girtiyê nexweş Ozkan nikare ji nav nivînan rabe
12:10 Polîsan di binçavan de tundî li zarokan kir!
11:58 Nûçegîhanê me Karataş beraet kir
11:40 Gelo wê Tirkiye êrişî kurdên Sûriyê bike?
11:38 Gotina "Dijminê xwezayê" kirin heqareta li Altûn
11:07 Gelo li Edliyeya Amedê 'borsaya darazê' hatiye avakirin?
10:57 Polîsan li Şirnexê 16 kes binçav kirin
10:33 Li Girtîgeha Sîlîvriyê ji ber pirtûka kurdî cezayê hucreyê li girtî birîn
10:21 Menderes 24 saetan sebir nekir, Ocalan 23 sal in li ber xwe dide
09:49 Rojavayê cîhaneke din da der
09:18 Tûrnûvaya fûtbolê jî wekî sûc hesibandin
09:17 Guven: Xwedî li kurdî û Kurdistanê derkevin
09:17 Dê sêwirandina azadiyê ya girtiyan bi wê wêneyan bê pêşandan
09:16 Taşçier: Li dijî êrişan tekane çare yekitiya neteweyî ye
09:15 Ji bo 'Denîz neyên qetilkirin' dê dakevin qadan
09:14 Meh û nîveke daxwaza cenazeyên zarokên xwe dikin: Heta girtina cenazeyan em ê têbikoşin
09:00 ROJEVA 17'Ê MIJDARA 2021'Ê
01:27 Li Cizîrê li dijî sercerdevanekî êrişa bombeyi pêk hat
16/11/2021
17:00 Wezîr Hulusî Akar bakur û başûrê Kurdistanê înkar kir!
16:52 Girtiyê nexweş bi koronayê ket
16:38 Dest danîn ser kember û pêlava girtiyê di greva birçîbûnê de ye
16:21 Li Efrînê talana zeytûnan didome
16:15 Parlamenterê Misrî ji bo PKK ji ‘lîsteya terorê’ were derxistin bang kir
16:14 170 penaber dixwazin vegerê Iraqê
15:52 Berdana girtiyê 81 salî hat redkirin: Dikare bol avê vexwe
15:31 Bûldan: Wê gel AKP-MHP'ê ji desthilatê bigire
15:24 Li Dîlokê jinek kuştî hat dîtin
15:17 Bi hinceta greva birçîbûnê derbarê Yuksekbag de 3 dozname amade kirin
15:09 Li Êlihê jinek hat kuştin
14:35 Dê li dijî polîtîkayên kedxwariyê têbikoşin
14:34 Berteke ji bo Komîsyona Rewşa Awarte: Biryarên AYM'ê tune tên hesibandin
14:05 Doza Ozgur Gundemê taloq bû
13:40 Malbata Şenyaşar bang li Meclîsê kir
13:40 Li Wargeha Keçan a Mêrdînê mirina biguman a xwendekarekî
13:11 Li Hezexê mirina biguman a zarokekî
13:05 Sercerdevan û lawê xwe yê cerdevan hatin berdan
12:53 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:35 Bi kamyonan daran vedikêşin
12:06 Komîsyonên ziman ên baroyan betalkirina konsera kurdî şermezar kirin
11:26 Budçeya Wezareta Parastinê ji sedî 20 hat zêdekirin
11:07 Keftarê bixet ku nesla wî li ber tunebûnê ye li Rihayê hat dîtin