Kesayetek ku ji Şêx Seîd heta Şoreşa Rojava têkoşiyaye: Yusif Gulo

  • rojane
  • 12:22 12 Mijdar 2021
  • |
img
QAMIŞLO - Yusif Gulo yê 85 salî di êrişa SÎHA'yê ya Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dest dabû. Birayê wî Ehmed Gulo ji bo birayê xwe wiha got: "Yusif Gulo kedek mezin da doza têkoşînê. Her digot ‘Ez ê li trêna yekem siwar bibim û biçim heta rawestgeha dawî’.” 
 
Li taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişloyê di encama êrişa Maşîneya Hewayî ya Bêmirov a Biçek (SÎHA) ya aydê Tirkiyê ku pêk anî de, Yusif Gulo yê 85 salî û neviyên wî Mazlûm û Mihemed Gulo jiyana xwe ji dest dan. Ji zarokan bigire heta navsereyan û kal û pîran her kesî Yusif Gulo li Qamişlo nas dikir. Ew kesayetek naskirîbû û wek rûspîyek Malbat Gulo û Qamişlo bû. Mala Gulo yek ji malbatên ku bi welatparêziya we tê nasîn e. Çîroka binemala Gulo ku bi têkoşîniya xwe tê nasîn xwe dispÂere salên dûr û dirêj. 
 
PIŞTÎ ÎSYANÊ ÇÛNE BINXETÊ 
 
Binemala Gulo bi eslê xwe ji gundê Çalê ya bi ser navçeya Nisêbîna Mêrdînê ne. Ew ji herêma Omeriyan e. Piştî serhildana Şêx Seîd yek ji wan malbatên ku hatine sirgûnkirinê ne. Mala Gulo ewilî diçin gundên ser sînor pişt re jî diçin navenda Qamişloyê yanî bi gotinek din mişextî binxetê bûne. Vê binemala welatparêz qet tu demê ji nasname û hebûna xwe ya welatparêziyê tavîz neda. Yusif Gulo yek ji wan kesayet û têkoşêrên welatparêz ê Rojavayê Kurdistanê ye. Wî hevaltiyê bi nivîskar û rewşenbîrê kurd Osman Sebrî re kiriye û gelek caran li mala Gulo bûye mêvan. Gulo, Osman Sebrî û hevalên wan din li ser xeta welatparêziyê têkoşiya ne. Yusif Gulo di salên 1980'yî de PKK û Rêberê wê Abdullah Ocalan nas dike. Yusif Gulo di van salan de gelek caran hem li Sûriyê hem jî li Lubnanê bi Ocalan re rûdinê û radibe û hevdîtinan pê re dike. 
 
BEŞDARÎ PKK’Ê BÛN 
 
5 ferdên malbata Gulo ku beşdarî PKK’ê dibin di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest didin. Lawên Yusif Gulo, Mistefa û Sebrî Gulo, biraziyên wî Serbend Gulo, Sebriyê Biçûk (Dara) û Baran Gulo di nava refên PKK’ê de jiyana xwe ji dest didin. 
 
DI ŞOREŞA ROJAVA DE LI REFÊN PÊŞ BÛYE 
 
Malbata Gulo di serdema Şoreşa Rojava de li refên pêş ên şoreşê de cih digirin û 8 ferdên malbatê dibin cangoriyê xaka xwe. Navê neviyên Yusif Gulo yên ku di Şoreşa Rojava de jiyana xwe ji dest dane wiha ne: Nureddîn, Sebriyê Biçûk (Îsa), Elî, Nureddîn (Davut), Gulan, Baran, Mazlum ve Mihemed. 
 
LI HER BIHOSTÊ LI DIJÎ DIJMINÊ XWE SEKINÎ
 
Birayê Yusif Gulo, Ehmed Gulo diyar kir ku piştî berxwedana Şêx Seîd weke malbat sirgûnî Rojava hatine kirin. Gulo diyar kir ku birayê wî yê mezin Yusuf Gulo jî pêşengiya rêxistina partiyên kurdî li Rojava kiriye. Gulo da zanîn ku piştgirî dane gelek partî û pêkhateyên ku hatine avakirin û got: “Yekemîn kongreya ku Osman Sebrî û hevalên wî di sala 1965’an de li dar xistibûn, li mala Yusuf Gulo hate lidarxistin. Di temenekî biçûk de beşdarî têkoşînê bû. Li her cihê ku şoreşgerên Kurd çek li hember dijmin rakiribûn, Yusif Gulo tevî birayên xwe û kurên xwe li kêleka wan sekinîn. Piştî darbeya 80’yî li Tirkiyeyê gelek şoreşgerên Bakur hatin vir. Yusif Gulo bi wan re li pêş bû. Heya komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo pêk hat jî ev bû. Rêber Apo girtin û radestî tirkan kirin. Pişt re gelek tişt qewimîn û têkoşînê berdewam kir.”
 
KESAYETEK KURDISTANÎ BÛ 
 
Gulo da zanîn ku kekê wî di heman demê de pêşengiya Şoreşa Rojava ya ku li Rojava pêk hat kiriye û di avakirina PYD'ê ya beriya şoreşê de hatiye avakirin de jî bi awayekî aktîf cih girtiye. Gulo anî ziman ku zarok û neviyên Gulo yek bi yek tevlî nava refên azadiyê bûne û wiha got: “Malbata me bedelên mezin dane. Gelek şehîdên wî hebûn. Hem zarokên wî û hem jî biraziyên me din şehîd bûn. Malbat bi tevahî tevlî têkoşînê bûye. Ji ber vê yekê Yusif Gulo ji berê ve dihat naskirin û weke kesayetek Kurdistanî dihat naskirin.”
 
BI TRÊNA EWIL BER BI RAWESGEHA DAWÎ VE… 
 
Gulo anî ziman ku Yusif Gulo û 2 neviyên wî wê rojê dema ji sersaxiyekê dihatin ji aliyê SÎHA'yên Tirkiyê ve hatin şopandin û bombebarankirin û wiha got: “Ew û du neviyên xwe şehîd bûn. Dema dengê teqînê hat, hemû Qamişlo herikîn cihê ku lê hatibûn gulebarankirin. Mîna ku ew biçin Serhildanan, bi lez û bez çûne cem wan. Xwedî li nirxên xwe derketin. Dema ez çûm ser wan min ew nas nekir. Min Yusif ji saeta di destê wî de nas kir. Min Mazlûm ji kembera wî, Mihemed jî ji zincîra ku wêneyê Rêber Apo li serê bû nas kir. Ew hîn jî li gel min in. Bi vî awayî min ew nas kirin. Îro Tirkiye ji ber têkçûna xwe gelê Kurd yê welatparêz dike hedef. Ev ji ber serkeftina Kurdan tê. Gelê Kurd hemû mafên xwe bi dest dixe. Û bedelên giran dide. Yek ji wan jî Yusif Gulo bû. Kedekî wî ya mezin hebû. Soz dabû gelê xwe. Her tim digot, 'Ez ê li trêna ewil siwar bibim û biçim heta rawestgeha dawî'. Temenê wî 85 salî bû, lê xwe ji tu serhildanan dûr nexist. Spas ji bo gelê me yê Rojava. Weke ku pêşengê me yê di zindana Amedê de têkoşiya Mazlûm Dogan jî got, ji berxwedanê pê ve tu rê nemaye. Ji ber vê yekê em jê re dibêjin 'berxwedan jiyan e'."
 
Yusif Gulo û neviyên xwe Mezlûm û Mihemed li Şehîdgeha Delîl Saruxan a bajarê Qamişlo bi beşdariya deh hezaran kes hatin veşartin. 
 
MA / Nazim Daştan

Sernavên din

16/11/2021
15:17 Bi hinceta greva birçîbûnê derbarê Yuksekbag de 3 dozname amade kirin
15:09 Li Êlihê jinek hat kuştin
14:35 Dê li dijî polîtîkayên kedxwariyê têbikoşin
14:34 Berteke ji bo Komîsyona Rewşa Awarte: Biryarên AYM'ê tune tên hesibandin
14:05 Doza Ozgur Gundemê taloq bû
13:40 Malbata Şenyaşar bang li Meclîsê kir
13:40 Li Wargeha Keçan a Mêrdînê mirina biguman a xwendekarekî
13:11 Li Hezexê mirina biguman a zarokekî
13:05 Sercerdevan û lawê xwe yê cerdevan hatin berdan
12:53 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:35 Bi kamyonan daran vedikêşin
12:06 Komîsyonên ziman ên baroyan betalkirina konsera kurdî şermezar kirin
11:26 Budçeya Wezareta Parastinê ji sedî 20 hat zêdekirin
11:07 Keftarê bixet ku nesla wî li ber tunebûnê ye li Rihayê hat dîtin
10:29 Gelo li Akkûyê cînayetên kar tên veşartin?
10:17 Çomanî: Erdoganê Başûr Barzanî ye, xelk jê direve
10:07 Amûrên resman ên girtî desteser kirin
09:13 Dr. Zebarî: Tirkiye mudaxileyî parvekirina neftê ya di navbera Bexda û Hewlêrê de dike
09:12 Dixwazin hem fêr bibin hem jî fêr bikin
09:12 Guzel: Tirkiye Protokola Cenevreyê bin pê kiriye
09:09 Nimêjên li derî mizgeftê hatin kirin wekî sûc hatin hesibandin
09:07 Boltanê ku di rojeva Konseya Wezîran de ye nayê tedawîkirin
09:00 ROJEVA 16'Ê MIJDARA 2021'AN
08:26 Bi şev şekir zem kirin: Kîlo derket 5,30’an
15/11/2021
18:07 Li Şirnexê 4 kes hatin berdan
16:49 Fezîle A. beriya bimire tundî lê hatiye kirin
16:32 HDK: Divê tifaqa Demokrasiyê bê xurtkirin
16:16 ÎHD’ê rapora girtîgehên Xarpêt û Amedê aşkera kir: Îşkence zêde bû
15:56 Jin li qadan in: Em ê li her derê têkoşînê mezin bikin
13:47 Di meha Cotmehê de herî kêm 165 karkeran jiyana xwe ji dest dan
13:46 Hat xwestin 19 kesên di bin çavan de bên girtin
13:35 Serlêdana rojnameger Bîlen hat redkirin
13:05 Xizmên girtiyan serdana malbata Şenyaşar kirin
12:52 Li Rihayê faîlê tacîzê hat girtin
11:29 Li dijî avahiya Rêxistina HDP’ê ya Rihayê êrişa nijadperest
11:15 Li Sakaryayê cendirmeyan kesekê kuştin
11:00 19 kesên hatibûn binçavkirin sewqî edliyeyê kirin
10:44 Dayikan bang li Barzanî kir: Dest ji rijandina xwîna xwişk û birayên xwe berde
10:38 Serhildana etar didome: Ma dibe ku heta serê sibehê 5 TL zem bê ser tiştekî?
09:11 Karkerên Înşaetê: Ji bilindbûna bihayên radibin desthilat berpirsyar e
09:11 Merwanî: Em li nivîskarên girtî û berhemên wan xwedî derkevin
09:11 Ji ber dernexistina platînê lingê girtî Îşçî kurt dibe
09:11 Birîna ku 84 sal in nayê kewandin: Seyîd Riza û hevalên wî
09:10 Polîs karên Şaredariya Silopiya asteng dikin
09:00 ROJEVA 15'Ê MIJDARA 2021'AN
14/11/2021
22:29 DAD’ê Seyîd Riza bi bîr anî
22:09 Lîstika Dawiya Dawî hat lîstin
20:46 Ûca: Em ne ji we ne jî ji tankên we ditirsin
20:00 Ji ber vîrûsa koronayê 189 kesên din jiyana xwe ji dest dan
19:04 Li Edeneyê starta çalakiyên 25’ê Mijdare hat dayîn
18:46 Li Îranê erd hejiya: 2 kes mirin 17 kes birîndar bûn
16:51 Seyît Riza û hevalên wî bi bîr anîn
16:38 Li Mersîn û Rihayê starta 25'ê mijdare hat dayîn
15:45 Li Nisêbînê polisan gelek zarok binçav kirin
15:05 Ji bo girtiyên jin qert hatin şandin
14:58 Hevserokên HDP'a Amedê diyar bûn
14:45 Li Xalfetiyê polisan derî û paceyên 15 malan şikandin
14:21 Hatîmogullari: Em ê li dijî çekên kîmyewî têbikoşin
14:00 Bûldan: Desthilat demên xwe yên dawîn dijî
13:32 Banga 25'ê Mijdarê: Li dijî her cure tundiyê em li qadanin
12:47 HDP kongreya xwe ya Amedê li dar dixe: Em tecrîdê bişikînin
11:47 Malbata Şenyaşar: Bila Serokkomar lêborîn bixwaze
11:31 Lîstika kurdî 'bêyî hincet' qedexe kirin
11:20 Xwendekarên ku vexwendin qereqolê kirin lêpirsînê
10:54 Hunermendên Helebê xwestin bikaranîna çekên kîmyewî bê rawestandin
10:01 Kerestecîoglû: Pakêta Darazê ya 5'an jin û zarokan naparêze
09:39 Esnafê ku bertek nîşanî zeman da hat girtin
09:31 Ozsoy: Tê gotin ku dibe ku seferên THY'yê yên ber bi YE'yê ve bên astengkirin
09:07 6 sal in kujerên Selamet Yeşîlmen nehatine dîtin
09:07 Rojnamevana rûs Belenkaya: Piraniya penaberên li Grodnoyê kurd in
09:05 Name ji Girtîgeha Kiriklarê: Zext û zorî veguherîne îşkenceyê
09:04 Berteka ji bo şertê destûrê ya beriya daxuyaniyê: Ev rejîma yekzilamî ye
09:02 'Wê Şengal çarenûsa xwe teslîmî tu kesî neke'
09:00 ROJEVA 14'Ê MIJDARA 2021'AN
13/11/2021
16:42 Keskîn: Kujerên salên 90'î îro li cem îqtidarê ne
16:41 Edîp Solmaz li ser gora xwe hat bibîranîn
16:23 Girtiyê ku bi nexweşê penceşêrê ye, dernaxin cihê bêhnvedanê
15:58 Ji bo Kalkanli yê ji sedî 90 astengdar e banga berdanê
15:58 Qurbaniyên Komkujiya Sînemaya Amûdê hatin bibîranîn
15:58 Balefirên Tirkiyê herêma Garê bombebaran kirin
15:40 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
15:30 Girtiyê nexweş Morsumbul nikare pêdiviyên xwe dabîn bike
15:06 Çalakiya xizmên windayan asteng kirin
14:49 Muftuoglu: Heke ku îqtidar tenê berjwendiyên xwe bifikire, wê dolar bihatir bibe
14:48 Devîren: Heke nivîskarên kurd bibin yek wê dengê wan bilindtir derkeve
14:20 Li 3 siyasetmedaran 18 sal û 9 meh ceza hat birîn
14:09 Aqûbeta Kaya yê 25 sal in winda ye pirsîn
13:30 Ji bo Alî Tekdag edalet xwestin
13:29 Bariş Atay: Îqtidar wê hilweşe
13:05 Gergerlîoglu: Bila qêrîna edaletê were bihîstin
12:29 ÎHD’ê bertek nîşanî pênaseya “komkujiya qaşo” da
11:55 Fakibaba yê AKP’yî: Ji bo ku min ji malbata Şenyaşar re got ‘terorîst’ min şerm kir
11:38 Nobeta Edaletê di roja 250’î de ye: An edalet an îstîfa
11:37 HDP: Agirê Sînemaya Amûdê îro jî dilê me dişewitîne
11:22 Navnîşana jinan a 25’ê Mijdarê Tunela Taksîmê ye
11:09 Pirsên sosret ji Hevserokê HDP’ê hetine kirin
10:16 Gergerlîoglu guhertina ‘lêgerîna tazî’ şîrove kir: Rastiya xwe qebûl kirin
10:11 Dr. Savary-Borioli: Ocalan mifteya çareseriya Rojhilata Navîn e
09:45 Kalkan ê 30 sal in girtî bû hat berdan
09:14 Berteka dayikan a ji bo nedane cenazeyan: Ha PDK ha AKP