‘Di Sînemaya Amûdê de ne tenê 283 zarok, 283 malbat şewitîn’

  • rojane
  • 11:26 12 Mijdar 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Her çiqas di ser komkujiya Sînemaya Amûdê re 61 sal derbas bûbûn jî ji bo gelê kurd nehatiye jibîrkirin. Mihemed Emîn Abdûlselam ê ku ji şewatê sax rizgar bû anî ziman ku ne tenê 283 zarokan jiyana xwe ji dest daye 283 malbat şewitîn. 
 
Şewata Sînemaya Amûdê an jî bi navê din “Agirê Sînemaya Şehrezad” di dîroka kurdan de bûyereke reş û giran e ku di 13’ê Mijdara sala 1960’an de li navçeya Amûdê ya bi ser Qamişlo de qewimî. Di Şewata Sînemaya Amûdê de 283 zarokan di nav pêtên agir de heliyan û jiyana xwe ji dest dan. Ji bo piştgiriya “Şoreşa Cezayîrê” filmekî bi navê “Cerîmet Nisif el-Leyl (Sûcê nîvê şevê)” ku ji aliyê dewleta Misirê ve hatibû çêkirin, hemû pereyên ku ji dahatûya bîletên sînemayê bihata berhevkirin wê bi armanca piştevaniya gelê Cezayîrê re bihata şandin.
 
Eywana sînemayê ku kapasîteya wî li gorî 200 kesî hatibû çêkirin, lê wê rojê zêdetirî 500 zarokan wê li wî filmî temaşe bikira. Dema agir dest pê kir, deriyê eywana sînemayê girtî bûye û di vê komkujiya giran de 283 zarokan jiyana xwe ji dest dan û zêdetirê 200 zarok jî birîndar bûn.
 
Li gor gelek kesan dewleta Sûriyê ev bûyer pêk aniye, lê li gorî hin şahidên komkujiyê jî agir bi xwe ji ber qontaxa ceyranê derketiye. Mihemedê Seîd Axayê Deqorî di vê bûyerê de xelaskerê gelek zarokan bû, di şeva şewatê de ji sînemaya ku dişewite bi dehan zarokan derdixe û xilas dike. Tê gotin ku di dawiyê de stûnek bi ser Mihemed Seîd Axayê Deqorî de dikeve û jiyana xwe ji dest dide.  
 
HETA NIHA JÎ KOMKUJÎ NEHATIYE RONÎKIRIN 
 
Heta niha ji aliyê dewleta Sûriyê ve derheqê bûyerê de tu lêpirsînek nehatiye kirin, eger hatibe kirin jî heta niha encamên wê nehatiye aşkerekirin. Derbarê derketina bûyerê de ku heta niha ji aliyê fermî ve tu lêpirsîn nehatiye kirin, tenê nivîskarekî kurd ê bi navê Ehmedê Namî di pirtûka xwe ya bi navê “Agirê Sînema Amûdê” de bi hin pirsan dixwaze, hin tiştan zelal bike. 
 
Namî, di pirtûka xwe de diyar dike ku berî ku ‘Midûrê nahiyê’ (Berpirsiyarê bajêr ku ji aliyê hikumetê ve hatiye erkdarkirin) biryara kirêkirina filmekî bide, gelê Amûdê alîkariyek baş ji bo piştgiriya miletê Cezayîrê dabûn hev. Namî, di vir de van pirsan dike: “Gelo çima midur ev biryar stand, piştî berhevkirina alîkariya serekî ji aliyê Amûdiyan ve? Ew alîkarî hindik bûn, pereyên ji sînemayê hatin çiqas bûn, gelo midûr çima wiha kir? Pirsa din jî ew e; xwediyê sînemê jî Bavê Şêrgo (kurdekî Şamê bû, li Amûdê wê demî memûrê hikumetê bû, kurekî wî bi xwe di sînemê de mir) xwestibû ji bo sekinandina motora sînemê, ji ber ku xuya bû pir germ bibû û ditirsiya ku şewat derkeve. Ji bo vê jî bi midûr re diaxive û dixwaze motora sînemayê vemirîne, lê midûr ew mecbûr kir ku sînema berdewam bike. Ma gelo ew midûr dixwest hemû zarokên ku piranî ji dibistana Mutenebbî û Xezalê ku xwendekarên van her du dibistanan jî xort bûn, bi tevahî bişewitîne. Ligel ew xeteriya derketina şewatê hebû jî gelo midur çima ewqas israr kir ku sînema berdewam bike? Em van pirsan jî dipirsin; Çima tu mamoste bi zarokan re tune bûn? Çima tu zarokên berpirsiyarên bajêr nehatin şewitandin? Û li ser vê yekî tê gotin ku zarokên midur bi xwe berî şewata sînemê bê ku hincetek nîşan bidin li ser daxwaza bavê wan berê de ji sînemayê hatin derxistin?”
 
BAXÇEYÊ PAKREWANAN 
 
Niha li dora Sînemaya Amûdê wek e parek bi navê Baxçe Pakrewan a hatiye çêkirin û di nava parqê û bi dîwarê sînemayê ve wêne û navên zarokên di şewatê de jiyana xwe ji dest dane, peykerek a çend zarokan a sembolîk hatiye danîn û wêneyê Mihemedê Seîd Axayê Deqorî ku gelek zarokan ji şewatê xilas dike û di encamê de jiyana xwe ji dest dide, hatine daliqandin. 
 
Têkildarî komkujiyê li parqa dora Sînemaya Amûdê em bi şahide bûyerê Reşîdê Fatê (73), Mihamed Emîn Abdûlselam (73) û Mihamed Mahmûd Qaso ku birayê xwe şewatê de winda kir re hevdîtin kir. 
 
'JI BO PIŞTGIRIYÊ' 
 
Reşîdê Fatê, ku dema şewat derket 12 salî bû anî ziman ku wan zarokan tenê ji bo piştgiriyê bide xelqê ku bi hezaran kîlometre dûr ên Cezayîrê ku mafê xwe dixwestin, bîleta sînemayê kirîn û çûn sînemayê.  Reşîdê Fatê wiha şahidiya bûyerê kir: “Wê demê ez di pola 5’an de bûm.  Hatin gotin ji bo xelqê Cezayîrê re tişt bên şandin, bileta sînemayê firotin me. Serê biletê tam nayê bîra min 20 wereqe an jî 30 wereqe (qûrûş) bû. Kêfa me jî hat, me got em ê herin sînemayê. Em hatin sînemayê, axûr jê saxlemtir bû. Li dora 40 santîm binê erdê de bû û ji axê hatibû çêkirin. Ez û bi çend xwendekarên ku 12 salî çûbûn li ser balqona text rûniştibûn. Her kesî bi bêdengiyek mezin li filmê temaşe dikir, jinedîve şoqa filmê bi temamî spî bû û piştre sekinî. Piştre dengê wekî ku teyare nizim difire dengek wisa hat. Me dît tîrêjên agir ji kuleka odeya ku film li wir hatibû hazirkirin derdiket. Ji nişka ve agir gur bû. Me jî li ser balqonê bang kir, hawara agir kir. Em ên ku li ser balqonê çûn ber derî, lê me dît derî hatiye kilîtkirin. Zarok hemû qîjawîja wan diqêrin. Em beziyan deriyê din ê aliyê başur, me dît ku hemû zarok çewa bi torê masî tê girtin ser hev ketine erdê, rewşa wan jî wisa bû. Çimkî her kes dixwest bireve û xwe xilas bike. Deriyek şikest û yên ku derketin li derve ketin erdê. Ez derketim derve bêhna min hinek derket, hêdî hêdî min nefes rehetî girt û berda. Ez paşê pê hesiyam ku lingê min şewitîne."
 
‘YÊN KU RÛHSAT DANE SÎNEMAYÊ SÛCDAR IN’ 
 
Reşîdê Fatê destnîşan kir ku yên rûhsat dane Sînamayê sûcdar in û wiha domand: "Ew zarokên ku temenê wan di navbera 5-12 salî de bûn, nizanibûn çi çiye. Derketina agir jî, ji ber qabloyên sînemayê germ bûbûn û agir wisa derket. Lê di wê salona teng de çima ewqas zarok xistine wir ew jî bi guman e û zelal nebûye.”
 
DI ŞÛNA KURXALÊ XWE DE DIÇE SÎNEMAYÊ 
 
Mihemed Emîn Abdûlselam ê ku dema şewat derket 12 salî bû jî anî ziman ku ji bo piştgiriya Şoreşa Cezayîrê çûne sînameyê û wiha got: "Dema em çûn sînemayê ez diçûm pola 6'emîn. Kurê xalê min û ji xwe re bilêt peyda kiribû lê jinxala min nehişt lawê were. Ez ji dewsa wî çûm. Dema gotin sinema ez keyfxweş bûm lê cihê em çûn ne mîna sînamayê bû. Mîna axurêkî bû. Binê wê ax bû, her der textê bûn. Gelek zarok hebûn. Hinek li erdê dirûniştin. Dema şewat derket hemû zarok bazdan ber bi derî ve û hevdû dan erdê. Di heman kêliyê de şewat li hemû sînemê belav bû. Min demek dît derî şikest û ez ji nav agir beziyam û xwe avêt derva."
 
‘TENÊ NE 283 ZAROK 283 MALBAT ŞEWITÎN’ 
 
Mihemed Emîn Abdûlselam bi bîr xist ku her peyva sînamayê dibihîze şewat tê bîra wî û got: "61 sal derbas bû lê min kêlîyekî jî jibîr nekiriye. Her cara peyva sîname derbas dibe dîsa zarokê ku dihatin şewitandin tên bîra min. Li Amûdê tenê ne 283 zarok hatin şewitandin, 283 malbat şewitîn. Ku ew zarok nehatibana şewitandin niha hemû mezin bûbûn û xwedî malbat bûn."
 
‘DI HER PEYVA SÎNEMAYÊ DE ŞEWAT TÊ BÎRA MIN’ 
 
Mihamed Mahmûd Qasim (71) e kû di şewatê de birayê wî Şêxmûs Mahmûd Qasim e 8 salî jiyana xwe ji dest daye jî diyar kir ku birayê xwe tu carî ji bîr nekiriye û wiha got: "Dema şewat derket ez 10 salî bûm. Ez ne çûbûm sînamayê, lê birayê min çûbû. Dema şewat derket ez çûm cihê sînamayê. Her der agir bû. Ez li birayê xwe digeriyam. Gelek brîndar hebûn lê ew ne di nav wan de bû. Piştî birayêmin şehît ket diya min gelek xemgîn bû û tu carî tenduristiya wê wekî berê nebû."
 
MA/ Emrullah Acar
 

Sernavên din

16/11/2021
15:17 Bi hinceta greva birçîbûnê derbarê Yuksekbag de 3 dozname amade kirin
15:09 Li Êlihê jinek hat kuştin
14:35 Dê li dijî polîtîkayên kedxwariyê têbikoşin
14:34 Berteke ji bo Komîsyona Rewşa Awarte: Biryarên AYM'ê tune tên hesibandin
14:05 Doza Ozgur Gundemê taloq bû
13:40 Malbata Şenyaşar bang li Meclîsê kir
13:40 Li Wargeha Keçan a Mêrdînê mirina biguman a xwendekarekî
13:11 Li Hezexê mirina biguman a zarokekî
13:05 Sercerdevan û lawê xwe yê cerdevan hatin berdan
12:53 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:35 Bi kamyonan daran vedikêşin
12:06 Komîsyonên ziman ên baroyan betalkirina konsera kurdî şermezar kirin
11:26 Budçeya Wezareta Parastinê ji sedî 20 hat zêdekirin
11:07 Keftarê bixet ku nesla wî li ber tunebûnê ye li Rihayê hat dîtin
10:29 Gelo li Akkûyê cînayetên kar tên veşartin?
10:17 Çomanî: Erdoganê Başûr Barzanî ye, xelk jê direve
10:07 Amûrên resman ên girtî desteser kirin
09:13 Dr. Zebarî: Tirkiye mudaxileyî parvekirina neftê ya di navbera Bexda û Hewlêrê de dike
09:12 Dixwazin hem fêr bibin hem jî fêr bikin
09:12 Guzel: Tirkiye Protokola Cenevreyê bin pê kiriye
09:09 Nimêjên li derî mizgeftê hatin kirin wekî sûc hatin hesibandin
09:07 Boltanê ku di rojeva Konseya Wezîran de ye nayê tedawîkirin
09:00 ROJEVA 16'Ê MIJDARA 2021'AN
08:26 Bi şev şekir zem kirin: Kîlo derket 5,30’an
15/11/2021
18:07 Li Şirnexê 4 kes hatin berdan
16:49 Fezîle A. beriya bimire tundî lê hatiye kirin
16:32 HDK: Divê tifaqa Demokrasiyê bê xurtkirin
16:16 ÎHD’ê rapora girtîgehên Xarpêt û Amedê aşkera kir: Îşkence zêde bû
15:56 Jin li qadan in: Em ê li her derê têkoşînê mezin bikin
13:47 Di meha Cotmehê de herî kêm 165 karkeran jiyana xwe ji dest dan
13:46 Hat xwestin 19 kesên di bin çavan de bên girtin
13:35 Serlêdana rojnameger Bîlen hat redkirin
13:05 Xizmên girtiyan serdana malbata Şenyaşar kirin
12:52 Li Rihayê faîlê tacîzê hat girtin
11:29 Li dijî avahiya Rêxistina HDP’ê ya Rihayê êrişa nijadperest
11:15 Li Sakaryayê cendirmeyan kesekê kuştin
11:00 19 kesên hatibûn binçavkirin sewqî edliyeyê kirin
10:44 Dayikan bang li Barzanî kir: Dest ji rijandina xwîna xwişk û birayên xwe berde
10:38 Serhildana etar didome: Ma dibe ku heta serê sibehê 5 TL zem bê ser tiştekî?
09:11 Karkerên Înşaetê: Ji bilindbûna bihayên radibin desthilat berpirsyar e
09:11 Merwanî: Em li nivîskarên girtî û berhemên wan xwedî derkevin
09:11 Ji ber dernexistina platînê lingê girtî Îşçî kurt dibe
09:11 Birîna ku 84 sal in nayê kewandin: Seyîd Riza û hevalên wî
09:10 Polîs karên Şaredariya Silopiya asteng dikin
09:00 ROJEVA 15'Ê MIJDARA 2021'AN
14/11/2021
22:29 DAD’ê Seyîd Riza bi bîr anî
22:09 Lîstika Dawiya Dawî hat lîstin
20:46 Ûca: Em ne ji we ne jî ji tankên we ditirsin
20:00 Ji ber vîrûsa koronayê 189 kesên din jiyana xwe ji dest dan
19:04 Li Edeneyê starta çalakiyên 25’ê Mijdare hat dayîn
18:46 Li Îranê erd hejiya: 2 kes mirin 17 kes birîndar bûn
16:51 Seyît Riza û hevalên wî bi bîr anîn
16:38 Li Mersîn û Rihayê starta 25'ê mijdare hat dayîn
15:45 Li Nisêbînê polisan gelek zarok binçav kirin
15:05 Ji bo girtiyên jin qert hatin şandin
14:58 Hevserokên HDP'a Amedê diyar bûn
14:45 Li Xalfetiyê polisan derî û paceyên 15 malan şikandin
14:21 Hatîmogullari: Em ê li dijî çekên kîmyewî têbikoşin
14:00 Bûldan: Desthilat demên xwe yên dawîn dijî
13:32 Banga 25'ê Mijdarê: Li dijî her cure tundiyê em li qadanin
12:47 HDP kongreya xwe ya Amedê li dar dixe: Em tecrîdê bişikînin
11:47 Malbata Şenyaşar: Bila Serokkomar lêborîn bixwaze
11:31 Lîstika kurdî 'bêyî hincet' qedexe kirin
11:20 Xwendekarên ku vexwendin qereqolê kirin lêpirsînê
10:54 Hunermendên Helebê xwestin bikaranîna çekên kîmyewî bê rawestandin
10:01 Kerestecîoglû: Pakêta Darazê ya 5'an jin û zarokan naparêze
09:39 Esnafê ku bertek nîşanî zeman da hat girtin
09:31 Ozsoy: Tê gotin ku dibe ku seferên THY'yê yên ber bi YE'yê ve bên astengkirin
09:07 6 sal in kujerên Selamet Yeşîlmen nehatine dîtin
09:07 Rojnamevana rûs Belenkaya: Piraniya penaberên li Grodnoyê kurd in
09:05 Name ji Girtîgeha Kiriklarê: Zext û zorî veguherîne îşkenceyê
09:04 Berteka ji bo şertê destûrê ya beriya daxuyaniyê: Ev rejîma yekzilamî ye
09:02 'Wê Şengal çarenûsa xwe teslîmî tu kesî neke'
09:00 ROJEVA 14'Ê MIJDARA 2021'AN
13/11/2021
16:42 Keskîn: Kujerên salên 90'î îro li cem îqtidarê ne
16:41 Edîp Solmaz li ser gora xwe hat bibîranîn
16:23 Girtiyê ku bi nexweşê penceşêrê ye, dernaxin cihê bêhnvedanê
15:58 Ji bo Kalkanli yê ji sedî 90 astengdar e banga berdanê
15:58 Qurbaniyên Komkujiya Sînemaya Amûdê hatin bibîranîn
15:58 Balefirên Tirkiyê herêma Garê bombebaran kirin
15:40 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
15:30 Girtiyê nexweş Morsumbul nikare pêdiviyên xwe dabîn bike
15:06 Çalakiya xizmên windayan asteng kirin
14:49 Muftuoglu: Heke ku îqtidar tenê berjwendiyên xwe bifikire, wê dolar bihatir bibe
14:48 Devîren: Heke nivîskarên kurd bibin yek wê dengê wan bilindtir derkeve
14:20 Li 3 siyasetmedaran 18 sal û 9 meh ceza hat birîn
14:09 Aqûbeta Kaya yê 25 sal in winda ye pirsîn
13:30 Ji bo Alî Tekdag edalet xwestin
13:29 Bariş Atay: Îqtidar wê hilweşe
13:05 Gergerlîoglu: Bila qêrîna edaletê were bihîstin
12:29 ÎHD’ê bertek nîşanî pênaseya “komkujiya qaşo” da
11:55 Fakibaba yê AKP’yî: Ji bo ku min ji malbata Şenyaşar re got ‘terorîst’ min şerm kir
11:38 Nobeta Edaletê di roja 250’î de ye: An edalet an îstîfa
11:37 HDP: Agirê Sînemaya Amûdê îro jî dilê me dişewitîne
11:22 Navnîşana jinan a 25’ê Mijdarê Tunela Taksîmê ye
11:09 Pirsên sosret ji Hevserokê HDP’ê hetine kirin
10:16 Gergerlîoglu guhertina ‘lêgerîna tazî’ şîrove kir: Rastiya xwe qebûl kirin
10:11 Dr. Savary-Borioli: Ocalan mifteya çareseriya Rojhilata Navîn e
09:45 Kalkan ê 30 sal in girtî bû hat berdan
09:14 Berteka dayikan a ji bo nedane cenazeyan: Ha PDK ha AKP