Di rêça Belarûs-Polonyayê de 'borseya penaberan'

  • rojane
  • 09:08 12 Mijdar 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rejîmên otorîter ku penaberan wekî piyonan bi kar tînin, bi vê re gefê li Ewropayê dixwin. Belarûs jî wekî Tirkiyeyê tacirtiya penaberan dike û li benda alîkariyeke YE'yê ye. 
 
Hikûmeta Belarûsê ku penaberan ji Rojhilata Navîn tîne û wan li sînorê Polonyayê dide sekinandin, dixwaze Ewropayê bi krîza penaberan 'bêararam" bike. Bi taybetî jî tê gotin ku Serokê Dewletê yê Belarûsê Lukaşenko, vê yekê li dijî mueyîdeyên ji bo wî tên danîn dike. Ji xeynî vê tê gotin ku tiliya Rûsya û Tirkiyeyê di vê krîza çêker de heye. 
 
Rageşiya di navbera rejîmên otorîter û Rojavayê cîhanê de didome. Portreyên wekî Pûtîn, Erdogan û Lûkaşenko hewl didin ku bibin 'Homo Deus' û bi vî awayî naxwazin himehima hêzên rojavayî bê wan. Yanî divê di hundirê pêlavê de kevir tune be. Li hemberî mueyîdeyên dewletên rojavayî teknîkine cuda yên têkoşînê qewî dikin. Sermeselê, Rûsya bi gaza xwezayî ya ku difiroşe Ewropayê dixwaze Rojavayê têxe hîzayê. Helbet di hangara (embar) rejîmên otorîter de gelek çekên cuda hene. Yek ji vana jî penaber in. Penaberên ku di nava çakûç û sindanê de mane, a rast koçî xaka kesên ku li herêmên wan şerê wekaletê dane destpêkirin dikin. Di vî warî de berpirsiyariyeke mezin jî ya dewletên ewropî ye. Çîna sermayeyê ya rojavayî ku Rojhilata Navîn kiriye qada şeran, ferd veguherandin 'penaberan' û hema bibêje ew kirin êm û avêtin ber semasiyan (otokrat). Heya demokrasiya rojavayê azweriya nirxa-zêde ya çîna xwe ya sermayeyê lixav neke, pêşîlêgirtina pêldariya penaberan ne pêkan e. Koçberiya ji derdorê ber bi navendê ve, wekî rasteqîniyeke civakî li ber Rojavayê ye. 
 
‘BELARÛS VEGUHERÎ DEWLETA PARYAYÊ'
 
Penaberên ku ji Belarûsê ber bi sînorê Polonyayê ve tên 'şandin', wekî cannon fodder (eskerên di şer de tên kambaxkirin) tên bikaranîn. Rojnamevana belarûsî Hanna Lûîbakova, di vî warî de ji sînorê Polonyayê û ji Mînksê agahiyên girîng radigihîne. Lîûbakova, diyar dike ku Lûkaşenko penaberan wekî dîlgirtiyan bi kar tîne û jiyana wan ber bi xetereyê ve hêl dike û her diçe Belarûs vediguhere 'dewleteke paryayê.' Hanna Lîûbakova, destnîşan dike ku rejîma Lûkaşenko karta penaberan wekî amûrekê bi kar tîne û li hemberî Rojavayê êrişeke hîbrîtî dike. Lîûbakova, derpêş dike ku hêzên eskerî yên Belarûsê bi zanebûnî nahêlin penaber bi rêyên qanûnî derbasî Polonyayê bibin. Rojnamevan Lîûbakova, angaşt dike ku acenteya turîzmê Tsentrkurortê di asasê xwe de xizmeta serokatiya dewletê ya Belarûsê dike. Lîûbakova, diyar dike ku rêvebiriya Lûkaşenko di Gulana 2021'ê de hin peyman bi ereban re çêkirine û ev ajans 'qaçaxçîtiya penaberan' dike. 
 
JI BO TIRKIYEYÊ HEYE JI BO BELARÛSÊ TUNE YE
 
Helbet krîza penaberan, ne mijareke ku tenê bi Belarûsê bê sînordarkirin. Tê nîqaşkirin ku li paş vê krîza çêker Rûsya û Tirkiye hene. Di vî warî de hin daxuyaniyên Wezîrê Karên Derve yê Federasyona Rûsyayê S. V. Lavrov di malpera nûçeyan a bi navê russian.rt.com'ê de hatin weşandin. Lavrov, di daxuyaniyên xwe de diyar dike ku YE, di warê meseleya penaberan de dustandardiyê dike û fînansa ji bo Tirkiyeyê tê dayîn, divê ji bo Belarûsê jî bê dayîn. Ev daxuyanî jî nîşan dide ku ya rast Rûsya bi çavê 'bazirganiyê' li meseleya penaberan mêze dike. Yanî tê xwestin ku borseyeke penaberan bê çêkirin. Şîrketa Rêhewayê ya Tirkiyeyê (THY) û şîrketa rêhewayê Aeroflot a Rûsyayê, peydakerên vê borsayê ne. Nanê nû yê otokratan penaber in. 
 
RÊÇA PENABERAN DIHOK; STENBOL Û MÎNKS
 
Tê dîtin ku piraniya penaberan ji Iraq û Sûriyeyê ne. Nûçegihanên The Gurdianê hevdîtin bi 7 penaberên ku ber bi gundê Grodzîsk ê Polonyayê ve diçûn kirine. Tê bilêvkirin ku çendî ku dinya pir sar e û daristanên li herêmê çirav in jî, penaberan 3 caran hewl daye sînor derbas bikin. Em hîn dibin ku di nav van penaberan de keçeke 8 salî û kurekî 2 salî jî hene. Di vê nûçeya The Gurdianê de tê diyarkirin ku ev kes ji Dihokê hatine. Dayika zarokên navbirî Amîla Abedelkader diyar dike ku acenteya turîzmê berê wan daye Belarûsê. Li gor vê yekê ya ku bi balafirê çûna ji Stenbolê ber bi Mînksê ve organîze dike heman acenteya turîzmê ye. Gava digihên Belarûsê jî nêzî 15-20 hezar eûro didin. 
 
MA / Îsmet Konak
 

Sernavên din

16/11/2021
15:17 Bi hinceta greva birçîbûnê derbarê Yuksekbag de 3 dozname amade kirin
15:09 Li Êlihê jinek hat kuştin
14:35 Dê li dijî polîtîkayên kedxwariyê têbikoşin
14:34 Berteke ji bo Komîsyona Rewşa Awarte: Biryarên AYM'ê tune tên hesibandin
14:05 Doza Ozgur Gundemê taloq bû
13:40 Malbata Şenyaşar bang li Meclîsê kir
13:40 Li Wargeha Keçan a Mêrdînê mirina biguman a xwendekarekî
13:11 Li Hezexê mirina biguman a zarokekî
13:05 Sercerdevan û lawê xwe yê cerdevan hatin berdan
12:53 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:35 Bi kamyonan daran vedikêşin
12:06 Komîsyonên ziman ên baroyan betalkirina konsera kurdî şermezar kirin
11:26 Budçeya Wezareta Parastinê ji sedî 20 hat zêdekirin
11:07 Keftarê bixet ku nesla wî li ber tunebûnê ye li Rihayê hat dîtin
10:29 Gelo li Akkûyê cînayetên kar tên veşartin?
10:17 Çomanî: Erdoganê Başûr Barzanî ye, xelk jê direve
10:07 Amûrên resman ên girtî desteser kirin
09:13 Dr. Zebarî: Tirkiye mudaxileyî parvekirina neftê ya di navbera Bexda û Hewlêrê de dike
09:12 Dixwazin hem fêr bibin hem jî fêr bikin
09:12 Guzel: Tirkiye Protokola Cenevreyê bin pê kiriye
09:09 Nimêjên li derî mizgeftê hatin kirin wekî sûc hatin hesibandin
09:07 Boltanê ku di rojeva Konseya Wezîran de ye nayê tedawîkirin
09:00 ROJEVA 16'Ê MIJDARA 2021'AN
08:26 Bi şev şekir zem kirin: Kîlo derket 5,30’an
15/11/2021
18:07 Li Şirnexê 4 kes hatin berdan
16:49 Fezîle A. beriya bimire tundî lê hatiye kirin
16:32 HDK: Divê tifaqa Demokrasiyê bê xurtkirin
16:16 ÎHD’ê rapora girtîgehên Xarpêt û Amedê aşkera kir: Îşkence zêde bû
15:56 Jin li qadan in: Em ê li her derê têkoşînê mezin bikin
13:47 Di meha Cotmehê de herî kêm 165 karkeran jiyana xwe ji dest dan
13:46 Hat xwestin 19 kesên di bin çavan de bên girtin
13:35 Serlêdana rojnameger Bîlen hat redkirin
13:05 Xizmên girtiyan serdana malbata Şenyaşar kirin
12:52 Li Rihayê faîlê tacîzê hat girtin
11:29 Li dijî avahiya Rêxistina HDP’ê ya Rihayê êrişa nijadperest
11:15 Li Sakaryayê cendirmeyan kesekê kuştin
11:00 19 kesên hatibûn binçavkirin sewqî edliyeyê kirin
10:44 Dayikan bang li Barzanî kir: Dest ji rijandina xwîna xwişk û birayên xwe berde
10:38 Serhildana etar didome: Ma dibe ku heta serê sibehê 5 TL zem bê ser tiştekî?
09:11 Karkerên Înşaetê: Ji bilindbûna bihayên radibin desthilat berpirsyar e
09:11 Merwanî: Em li nivîskarên girtî û berhemên wan xwedî derkevin
09:11 Ji ber dernexistina platînê lingê girtî Îşçî kurt dibe
09:11 Birîna ku 84 sal in nayê kewandin: Seyîd Riza û hevalên wî
09:10 Polîs karên Şaredariya Silopiya asteng dikin
09:00 ROJEVA 15'Ê MIJDARA 2021'AN
14/11/2021
22:29 DAD’ê Seyîd Riza bi bîr anî
22:09 Lîstika Dawiya Dawî hat lîstin
20:46 Ûca: Em ne ji we ne jî ji tankên we ditirsin
20:00 Ji ber vîrûsa koronayê 189 kesên din jiyana xwe ji dest dan
19:04 Li Edeneyê starta çalakiyên 25’ê Mijdare hat dayîn
18:46 Li Îranê erd hejiya: 2 kes mirin 17 kes birîndar bûn
16:51 Seyît Riza û hevalên wî bi bîr anîn
16:38 Li Mersîn û Rihayê starta 25'ê mijdare hat dayîn
15:45 Li Nisêbînê polisan gelek zarok binçav kirin
15:05 Ji bo girtiyên jin qert hatin şandin
14:58 Hevserokên HDP'a Amedê diyar bûn
14:45 Li Xalfetiyê polisan derî û paceyên 15 malan şikandin
14:21 Hatîmogullari: Em ê li dijî çekên kîmyewî têbikoşin
14:00 Bûldan: Desthilat demên xwe yên dawîn dijî
13:32 Banga 25'ê Mijdarê: Li dijî her cure tundiyê em li qadanin
12:47 HDP kongreya xwe ya Amedê li dar dixe: Em tecrîdê bişikînin
11:47 Malbata Şenyaşar: Bila Serokkomar lêborîn bixwaze
11:31 Lîstika kurdî 'bêyî hincet' qedexe kirin
11:20 Xwendekarên ku vexwendin qereqolê kirin lêpirsînê
10:54 Hunermendên Helebê xwestin bikaranîna çekên kîmyewî bê rawestandin
10:01 Kerestecîoglû: Pakêta Darazê ya 5'an jin û zarokan naparêze
09:39 Esnafê ku bertek nîşanî zeman da hat girtin
09:31 Ozsoy: Tê gotin ku dibe ku seferên THY'yê yên ber bi YE'yê ve bên astengkirin
09:07 6 sal in kujerên Selamet Yeşîlmen nehatine dîtin
09:07 Rojnamevana rûs Belenkaya: Piraniya penaberên li Grodnoyê kurd in
09:05 Name ji Girtîgeha Kiriklarê: Zext û zorî veguherîne îşkenceyê
09:04 Berteka ji bo şertê destûrê ya beriya daxuyaniyê: Ev rejîma yekzilamî ye
09:02 'Wê Şengal çarenûsa xwe teslîmî tu kesî neke'
09:00 ROJEVA 14'Ê MIJDARA 2021'AN
13/11/2021
16:42 Keskîn: Kujerên salên 90'î îro li cem îqtidarê ne
16:41 Edîp Solmaz li ser gora xwe hat bibîranîn
16:23 Girtiyê ku bi nexweşê penceşêrê ye, dernaxin cihê bêhnvedanê
15:58 Ji bo Kalkanli yê ji sedî 90 astengdar e banga berdanê
15:58 Qurbaniyên Komkujiya Sînemaya Amûdê hatin bibîranîn
15:58 Balefirên Tirkiyê herêma Garê bombebaran kirin
15:40 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
15:30 Girtiyê nexweş Morsumbul nikare pêdiviyên xwe dabîn bike
15:06 Çalakiya xizmên windayan asteng kirin
14:49 Muftuoglu: Heke ku îqtidar tenê berjwendiyên xwe bifikire, wê dolar bihatir bibe
14:48 Devîren: Heke nivîskarên kurd bibin yek wê dengê wan bilindtir derkeve
14:20 Li 3 siyasetmedaran 18 sal û 9 meh ceza hat birîn
14:09 Aqûbeta Kaya yê 25 sal in winda ye pirsîn
13:30 Ji bo Alî Tekdag edalet xwestin
13:29 Bariş Atay: Îqtidar wê hilweşe
13:05 Gergerlîoglu: Bila qêrîna edaletê were bihîstin
12:29 ÎHD’ê bertek nîşanî pênaseya “komkujiya qaşo” da
11:55 Fakibaba yê AKP’yî: Ji bo ku min ji malbata Şenyaşar re got ‘terorîst’ min şerm kir
11:38 Nobeta Edaletê di roja 250’î de ye: An edalet an îstîfa
11:37 HDP: Agirê Sînemaya Amûdê îro jî dilê me dişewitîne
11:22 Navnîşana jinan a 25’ê Mijdarê Tunela Taksîmê ye
11:09 Pirsên sosret ji Hevserokê HDP’ê hetine kirin
10:16 Gergerlîoglu guhertina ‘lêgerîna tazî’ şîrove kir: Rastiya xwe qebûl kirin
10:11 Dr. Savary-Borioli: Ocalan mifteya çareseriya Rojhilata Navîn e
09:45 Kalkan ê 30 sal in girtî bû hat berdan
09:14 Berteka dayikan a ji bo nedane cenazeyan: Ha PDK ha AKP