6 bijîşk rojê hezar û 800 zarokî muayene dikin

  • rojane
  • 09:06 12 Mijdar 2021
  • |
img

AMED - Li 2 nexweşxaneyên zarokan ên Amedê ku rojê hezar û 800 kes serî li beşên lezgîn didin. Li her du nexweşxaneyan tenê 6 bijîk peywir dikin. 

Li Amedê piştî dinya sar bû hejmara kesên ku bi grîpê dikevin zêde bûye. Bi taybetî jî liv û tevgera li nexweşxaneyên zarokan pir zêde bûye. Li bajêr du nexweşxaneyên zarokan hene û di nava hefteyê de rojê hezar û 800-900 kes û dawiya hefteyê jî 600-900 kes diçin nexweşxaneyê. Nîvekî rojê hezar û 800 kes diçin her du nexweşxaneyan. Lê belê dawiya hefteyê li her nexweşxaneyekê tenê 3 bijîşkên nobedar dixebitin. Ji ber vê zarok û malbat bi saetan li benda dora xwe disekinin. 
Hevserokê Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakê (SES) a Şaxa Amedê Şiyar Guldîken, rewşa nexweşxaneyan nirxand. 
 
Guldîken, anî ziman ku ji ber şewba Covîd-19'ê liv û tevgera li nexweşxaneyên Tirkiyeyê zêde bûye, lê hejmara bijîşkan kêm e. 
 
TENDURISTIYA GEL
 
Guldîken, da zanîn ku di çend mehên dawî de zêdetir 30 bijîşk ji Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl, Nexweşxaneya Zayinê û Nexweşên Zarokan û Nexweşxaneya Nexweşînên Zarokan îstifa kirine û got: "Li bajarekî ger zêdetirî 30 bijîşk îstifa kiribin, nexwe li wî bajarî tenduristiya gel bi talûkeyeke mezin re rû bi rû ye." 
 
PÊDIVÎ BI 100 HEZAR TENDURISTKARÎ HEYE
 
Guldîken, destnîşan kir ku ji ber demsalê nexweşîn zêde bûne û ji ber îstifakirina bijîşkan liv û tevgera li nexweşxaneyan zêde bûye û sedema vê yekê jî ew e ku tenduristkar di dema tayinkirinê de di lêpirsîna ewlehiyê de asê dibin. Guldîken, diyar kir ku demildest divê tenduristkar bêyî mulaqatê û lêpirsîna ewlehiyê bên tayinkirin.
 
Guldîken, bilêv kir ku ji roja roj de dibêjin herî kêm pêdivî bi 100 hezar tenduristkarî heye. 
 
RANT
 
Guldîken, anî ziman ku sedemeke din a zêdebûna liv û tevgera li nexweşxaneyan ew e ku saziyên tenduristiyê tenê li hin bajaran tên çêkirin û got: "Dê li Amedê bi 620 milyon TL'yî Nexweşxaneya Bajêr bê çêkirin. Ev ranteke pir mezin e. Ji dêvla vê dikarin nexweşxaneyên li gor navçeyan çêbikin. Bi vî awayî dê xizmeta tenduristiyê hêsantir bibe. Tişta ku hikûmet dike ranta alîgirên wê ye. Ketiye etra ku alîgirên wê hîn zêdetir qezenc bikin." 
 
‘DIVÊ HEJMARA BIJÎŞKAN BÊ ZÊDEKIRIN'
 
Guldîken, destnîşan kir ku ji ber zêdebûna liv û tevgera li nexweşxaneyên nexweşînên zarokan, bijîşk jî dema muayeneyê kêm dike û got: "Piştî protokola nû Wezareta Tenduristiyê hema bibêje bijîşkek herî zêde 5 deqeyan li nexweşekî/ê mêze dike. 3 bijîşk û ev her 3 bijîşk jî di heman wextî de ne li serwîsa lezgîn in. Ji van bijîşkan dudo jê bi awayekî çalak dixebitin. Ê din jî bêhan xw evedide. Paşê yekî din bêhna xwe vedide û yê din diçe şûna wî. Li nexweşxaneyeke ku tenê 2 bijîşk lê ne, di nava 24 saetan de 700 nexweş tên û ev nexweş jî zarok in. Guhlêkirina li çîroka nexweş, etşxîskirina nexweşînê û tedawîkirina wê pir girîng in. Lê gava em li van şert û mercan mêze dikin, em dikarin bibêjin ku tenduristiya gel bi talûkeyeke mezin re rû bi rû ye. Helbet teşxîsên rast û tedawiyên rast tên kirin, lê di warê demê de tenduristiya zarok ber bi xetereyê ve diçe. Di rewşeke wiha de tişta ku divê bê kirin, pêşî divê pergala wardiyayê bê çêkirin û hejmara bijîşk û xebatkaran bê zêdekirin." 
 

Sernavên din

16/11/2021
15:17 Bi hinceta greva birçîbûnê derbarê Yuksekbag de 3 dozname amade kirin
15:09 Li Êlihê jinek hat kuştin
14:35 Dê li dijî polîtîkayên kedxwariyê têbikoşin
14:34 Berteke ji bo Komîsyona Rewşa Awarte: Biryarên AYM'ê tune tên hesibandin
14:05 Doza Ozgur Gundemê taloq bû
13:40 Malbata Şenyaşar bang li Meclîsê kir
13:40 Li Wargeha Keçan a Mêrdînê mirina biguman a xwendekarekî
13:11 Li Hezexê mirina biguman a zarokekî
13:05 Sercerdevan û lawê xwe yê cerdevan hatin berdan
12:53 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:35 Bi kamyonan daran vedikêşin
12:06 Komîsyonên ziman ên baroyan betalkirina konsera kurdî şermezar kirin
11:26 Budçeya Wezareta Parastinê ji sedî 20 hat zêdekirin
11:07 Keftarê bixet ku nesla wî li ber tunebûnê ye li Rihayê hat dîtin
10:29 Gelo li Akkûyê cînayetên kar tên veşartin?
10:17 Çomanî: Erdoganê Başûr Barzanî ye, xelk jê direve
10:07 Amûrên resman ên girtî desteser kirin
09:13 Dr. Zebarî: Tirkiye mudaxileyî parvekirina neftê ya di navbera Bexda û Hewlêrê de dike
09:12 Dixwazin hem fêr bibin hem jî fêr bikin
09:12 Guzel: Tirkiye Protokola Cenevreyê bin pê kiriye
09:09 Nimêjên li derî mizgeftê hatin kirin wekî sûc hatin hesibandin
09:07 Boltanê ku di rojeva Konseya Wezîran de ye nayê tedawîkirin
09:00 ROJEVA 16'Ê MIJDARA 2021'AN
08:26 Bi şev şekir zem kirin: Kîlo derket 5,30’an
15/11/2021
18:07 Li Şirnexê 4 kes hatin berdan
16:49 Fezîle A. beriya bimire tundî lê hatiye kirin
16:32 HDK: Divê tifaqa Demokrasiyê bê xurtkirin
16:16 ÎHD’ê rapora girtîgehên Xarpêt û Amedê aşkera kir: Îşkence zêde bû
15:56 Jin li qadan in: Em ê li her derê têkoşînê mezin bikin
13:47 Di meha Cotmehê de herî kêm 165 karkeran jiyana xwe ji dest dan
13:46 Hat xwestin 19 kesên di bin çavan de bên girtin
13:35 Serlêdana rojnameger Bîlen hat redkirin
13:05 Xizmên girtiyan serdana malbata Şenyaşar kirin
12:52 Li Rihayê faîlê tacîzê hat girtin
11:29 Li dijî avahiya Rêxistina HDP’ê ya Rihayê êrişa nijadperest
11:15 Li Sakaryayê cendirmeyan kesekê kuştin
11:00 19 kesên hatibûn binçavkirin sewqî edliyeyê kirin
10:44 Dayikan bang li Barzanî kir: Dest ji rijandina xwîna xwişk û birayên xwe berde
10:38 Serhildana etar didome: Ma dibe ku heta serê sibehê 5 TL zem bê ser tiştekî?
09:11 Karkerên Înşaetê: Ji bilindbûna bihayên radibin desthilat berpirsyar e
09:11 Merwanî: Em li nivîskarên girtî û berhemên wan xwedî derkevin
09:11 Ji ber dernexistina platînê lingê girtî Îşçî kurt dibe
09:11 Birîna ku 84 sal in nayê kewandin: Seyîd Riza û hevalên wî
09:10 Polîs karên Şaredariya Silopiya asteng dikin
09:00 ROJEVA 15'Ê MIJDARA 2021'AN
14/11/2021
22:29 DAD’ê Seyîd Riza bi bîr anî
22:09 Lîstika Dawiya Dawî hat lîstin
20:46 Ûca: Em ne ji we ne jî ji tankên we ditirsin
20:00 Ji ber vîrûsa koronayê 189 kesên din jiyana xwe ji dest dan
19:04 Li Edeneyê starta çalakiyên 25’ê Mijdare hat dayîn
18:46 Li Îranê erd hejiya: 2 kes mirin 17 kes birîndar bûn
16:51 Seyît Riza û hevalên wî bi bîr anîn
16:38 Li Mersîn û Rihayê starta 25'ê mijdare hat dayîn
15:45 Li Nisêbînê polisan gelek zarok binçav kirin
15:05 Ji bo girtiyên jin qert hatin şandin
14:58 Hevserokên HDP'a Amedê diyar bûn
14:45 Li Xalfetiyê polisan derî û paceyên 15 malan şikandin
14:21 Hatîmogullari: Em ê li dijî çekên kîmyewî têbikoşin
14:00 Bûldan: Desthilat demên xwe yên dawîn dijî
13:32 Banga 25'ê Mijdarê: Li dijî her cure tundiyê em li qadanin
12:47 HDP kongreya xwe ya Amedê li dar dixe: Em tecrîdê bişikînin
11:47 Malbata Şenyaşar: Bila Serokkomar lêborîn bixwaze
11:31 Lîstika kurdî 'bêyî hincet' qedexe kirin
11:20 Xwendekarên ku vexwendin qereqolê kirin lêpirsînê
10:54 Hunermendên Helebê xwestin bikaranîna çekên kîmyewî bê rawestandin
10:01 Kerestecîoglû: Pakêta Darazê ya 5'an jin û zarokan naparêze
09:39 Esnafê ku bertek nîşanî zeman da hat girtin
09:31 Ozsoy: Tê gotin ku dibe ku seferên THY'yê yên ber bi YE'yê ve bên astengkirin
09:07 6 sal in kujerên Selamet Yeşîlmen nehatine dîtin
09:07 Rojnamevana rûs Belenkaya: Piraniya penaberên li Grodnoyê kurd in
09:05 Name ji Girtîgeha Kiriklarê: Zext û zorî veguherîne îşkenceyê
09:04 Berteka ji bo şertê destûrê ya beriya daxuyaniyê: Ev rejîma yekzilamî ye
09:02 'Wê Şengal çarenûsa xwe teslîmî tu kesî neke'
09:00 ROJEVA 14'Ê MIJDARA 2021'AN
13/11/2021
16:42 Keskîn: Kujerên salên 90'î îro li cem îqtidarê ne
16:41 Edîp Solmaz li ser gora xwe hat bibîranîn
16:23 Girtiyê ku bi nexweşê penceşêrê ye, dernaxin cihê bêhnvedanê
15:58 Ji bo Kalkanli yê ji sedî 90 astengdar e banga berdanê
15:58 Qurbaniyên Komkujiya Sînemaya Amûdê hatin bibîranîn
15:58 Balefirên Tirkiyê herêma Garê bombebaran kirin
15:40 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
15:30 Girtiyê nexweş Morsumbul nikare pêdiviyên xwe dabîn bike
15:06 Çalakiya xizmên windayan asteng kirin
14:49 Muftuoglu: Heke ku îqtidar tenê berjwendiyên xwe bifikire, wê dolar bihatir bibe
14:48 Devîren: Heke nivîskarên kurd bibin yek wê dengê wan bilindtir derkeve
14:20 Li 3 siyasetmedaran 18 sal û 9 meh ceza hat birîn
14:09 Aqûbeta Kaya yê 25 sal in winda ye pirsîn
13:30 Ji bo Alî Tekdag edalet xwestin
13:29 Bariş Atay: Îqtidar wê hilweşe
13:05 Gergerlîoglu: Bila qêrîna edaletê were bihîstin
12:29 ÎHD’ê bertek nîşanî pênaseya “komkujiya qaşo” da
11:55 Fakibaba yê AKP’yî: Ji bo ku min ji malbata Şenyaşar re got ‘terorîst’ min şerm kir
11:38 Nobeta Edaletê di roja 250’î de ye: An edalet an îstîfa
11:37 HDP: Agirê Sînemaya Amûdê îro jî dilê me dişewitîne
11:22 Navnîşana jinan a 25’ê Mijdarê Tunela Taksîmê ye
11:09 Pirsên sosret ji Hevserokê HDP’ê hetine kirin
10:16 Gergerlîoglu guhertina ‘lêgerîna tazî’ şîrove kir: Rastiya xwe qebûl kirin
10:11 Dr. Savary-Borioli: Ocalan mifteya çareseriya Rojhilata Navîn e
09:45 Kalkan ê 30 sal in girtî bû hat berdan
09:14 Berteka dayikan a ji bo nedane cenazeyan: Ha PDK ha AKP