Ji pêşmergeyê berê ji bo Barzanî: Ma te Helebçe û Enfal ji bîr kir?

  • rojane
  • 09:20 11 Mijdar 2021
  • |
img

ŞIRNEX - Peşmergeyê berê Mehmet Huseyîn Yîgît, bertek nîşanî bêdengiya PDK'ê ya li dijî bikaranîn çekêm kîmyewî da û ev tişt got: "Dijmin wê bi her awayî bi ser me de tê. Bi balafiran û çekên kîmyewî eriş dike. Dijmin dijmin e û dikare bi her awayî êriş bike. Lê malbata Barzanî tu çima vê dijminahiyê bi gelê xwe re dike? Ma we Helebçe ji bîr kir, Enfal ji bîr kir?" 

Operasyona ku Tirkiyeyê di 23'yê Nîsanê de li herêmên Avaşîn, Zap û Metîna yên Herêma Kurdistana Federe dan destpêkitin, nêzî 7 meh in bênavber berdewam dike. Di operasyona hewayî û bêjahî de pevçûnine dijwar diqewimin. Îdîayên ku Tirkiye di şer û pevçûnên li herêmê de çekên kîmyewî bikar tîne her ku diçe xurttir dibin. Pêkanînên Tirkiyeyê yên li dijî herêmê bêgûman bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) pêk tên. Tê ragihandin ku heta niha 548 kesan li herêmê ji ber çekên kîmyewî bi gilî û gazinên cuda li nexweşxaneyan hatine razandin û gelek endamên HPG’ê û YJA STAR'ê jî jiyana xwe ji dest dane. PDK ji bo van îdiayên ku Tirkiye çekên kîmyewî bi kar tîne, xwe li bêdengiyê daniye. Ev bêdengî jî nîşan dide ku Tirkiye li herêmê bi hevkariya PDK'ê çekên kîmyewî bi kar tîne. Hevkariya PDK'ê ya bi Tirkiyeyê re jî ji aliyê kurdan ve wekî "xiyanet" tê şîrovekirin. 
 
Peşmergeyê berê Mehmet Huseyin Yîgît ( 68) ku di salên 1976'an de pêşmergetî kiriye têkîldarî helwesta PDK'ê de axivî. 
 
 
'KURDISTAN YEK PERÇE YE' 
 
Yîgît, diyar kir ku mala Barzanî bi vî awayî "xiyanetê" li gelê xwe dike û wiha axivî: "Ji berê de heta niha zilma eşîran a li ser vê tekoşînê heye. Yek ji van eşîran jî malbata Barzanî ye. Malbata Barzanî li gel hêzên biyanî dijminahi ji gelê xwe re dike. Gelê Kurd bi salan e berxwedana xwe didomîne. Em 33 sal in ji gundê xwe derketine. Me ji ber ku cerdevanî qebûl nekir koçber bûn. Heger îro tifaqa me hebûya em li ser axa xwe koçber nedibûn. Em dixwazin ku her kurd li her çar perçeyên Kurdistanê destê xwe bidin hev du û vê dijminahiyê di nava xwe de rakin. Ev dijminahiya wisa berdewam bike, em ê her perçe bibin. Kurdistan ne çar perçe ye. Kurdistan yek perçeye ye. Pergalan di nava xwe de kirine çar perçe. Hêviya me heye ku her çar perçeyên Kurdistanê wê bibin yek. Em êdî vê perçebûnê qebûl nakin. Em vê zilma ku heyî jî qebûl nakin. Pêdiviya me bi yekitiyeke xurt heye. Pêwîst e ku tifaqiyeke xurt bê avakirin. Rêxistina vê yekitiye jî encax kurd bi xwe dikarin pêk bînin. Kesek ji me re der û beran nayê rêveberiyê bike. Ne tirk, ne ecem û ne jî ereb nayê yekitiya me ava bike. Îleh em bi xwe yekitiya xwe ava bikin û xwe bi rê ve bibin. Em bi hêvî ne ku em ê bigihîjin hedef û armancên xwe. Bingeha tifaqiya me heye. Li ser vê bingehê divê em yekitiyeke wisa bi hêz ava bikin ku ji hemû cîhanê re bibe mînak. " 
 
'MALBATA BARZANÎ WÊ DAWIYA XWE BÎNE' 
 
Yîgît, bi lêv kir ku di salên 1970'yan de pêşmerge parazvanên axa Kurdistanê bûn, lê niha weke hêzeke biyanî tên hesibandin û wiha got: "Daxwaziya me ji malbata Barzanî heye, bila dijminahiya qewmê xwe neke. Bila bi gelê xwe re tifaq be. Di 76'an de me jî bi malbata Barzanî re tekoşîn da. Me li ser xatirê biratiyê li cem wan cih girt. Me got dibe ku em jî carekî mihtacî wan bibin. Lê mixabin wan bi xwînê bersiv da me. Min heta 82'yan jî pêşmergetî kir. Lê îro ew tişta ku ew dikin ne ji bo kurdan e. Ev ji bo kurdan zirar e. Ew tiştê ku îro malbata Barzanî dike nayê qebûlkirin. Dijmin îro çiyayên Kurdistanê dide ber tanq û topan. Kîmyasal diavêje. Ew ciwan ku tên qetilkirin zarokên me hemûyan in. Em dibêjin bila malbata Barzanî xwe di ber çavan re derbas bike û vî şerê birakujiyê bi dawî bike. Heger bi dawî neke jî wê dawiya wî û ya vê pergalê bê. "
 
'BARZANÎ HELEBÇE Û ENFAL JI BÎR KIR?' 
 
Yîgît bal kişand ser bikaranîna çekên kîmyewî li herêmê û wiha domand: "Dijmin wê bi her awayî bi ser me de tê. Bi balafiran û çekên kîmyewî eriş dike. Dijmin dijmin e û dikare bi her awayî êriş bike. Lê malbata Barzanî tu çima vê dijminahiyê bi gelê xwe re dike? Tu çima li gel dijmin gav diavêjî?  Pêwîst e Barzanî bigota ez bikaranîna çekên kimyewî ya li herêma xwe qebûl nakim. Li herêmê ne giya ma, ne heywan man, ne daristan man. Tu tiştek ji me re nehiştin. Îro bi bikaranîna çekên kîmyewî her tiştî tune dike. Em li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî ne. Ma we Helebçe ji bîr kir, Enfal ji bîr kir? 8 hezar kurd bi kîmyasalê hatin qetilkirin. Wê komkujiya bi kîmyasalê vê carê jî Barzanî pêk bîne? Heger ku destê xwe ji destê dijmin bikêşe ev komkujiye li ser me de çênabin. Çi qas dest bide dijmin em kurd wê her tim bên kuştin. Me ji bo Kurdistanê tevahiyê riha xwe da. Li Zap, Avaşîn, Metîna û Heftanînê me şer kiriye. Pêşengên wê demê ji bo axa xwe canê xwe didan. Lê pêşêngên îro ji pergalê re dixebitin û dijminahiya me dikin. Ev nayê qebûlkirin. Em nebin yek em ê biçin yek bi yek. Em heger tifaq bûna, îro em paş ve nediçun. "
 
MA / Zeynep Dûrgût
 
 

Sernavên din

16/11/2021
15:17 Bi hinceta greva birçîbûnê derbarê Yuksekbag de 3 dozname amade kirin
15:09 Li Êlihê jinek hat kuştin
14:35 Dê li dijî polîtîkayên kedxwariyê têbikoşin
14:34 Berteke ji bo Komîsyona Rewşa Awarte: Biryarên AYM'ê tune tên hesibandin
14:05 Doza Ozgur Gundemê taloq bû
13:40 Malbata Şenyaşar bang li Meclîsê kir
13:40 Li Wargeha Keçan a Mêrdînê mirina biguman a xwendekarekî
13:11 Li Hezexê mirina biguman a zarokekî
13:05 Sercerdevan û lawê xwe yê cerdevan hatin berdan
12:53 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:35 Bi kamyonan daran vedikêşin
12:06 Komîsyonên ziman ên baroyan betalkirina konsera kurdî şermezar kirin
11:26 Budçeya Wezareta Parastinê ji sedî 20 hat zêdekirin
11:07 Keftarê bixet ku nesla wî li ber tunebûnê ye li Rihayê hat dîtin
10:29 Gelo li Akkûyê cînayetên kar tên veşartin?
10:17 Çomanî: Erdoganê Başûr Barzanî ye, xelk jê direve
10:07 Amûrên resman ên girtî desteser kirin
09:13 Dr. Zebarî: Tirkiye mudaxileyî parvekirina neftê ya di navbera Bexda û Hewlêrê de dike
09:12 Dixwazin hem fêr bibin hem jî fêr bikin
09:12 Guzel: Tirkiye Protokola Cenevreyê bin pê kiriye
09:09 Nimêjên li derî mizgeftê hatin kirin wekî sûc hatin hesibandin
09:07 Boltanê ku di rojeva Konseya Wezîran de ye nayê tedawîkirin
09:00 ROJEVA 16'Ê MIJDARA 2021'AN
08:26 Bi şev şekir zem kirin: Kîlo derket 5,30’an
15/11/2021
18:07 Li Şirnexê 4 kes hatin berdan
16:49 Fezîle A. beriya bimire tundî lê hatiye kirin
16:32 HDK: Divê tifaqa Demokrasiyê bê xurtkirin
16:16 ÎHD’ê rapora girtîgehên Xarpêt û Amedê aşkera kir: Îşkence zêde bû
15:56 Jin li qadan in: Em ê li her derê têkoşînê mezin bikin
13:47 Di meha Cotmehê de herî kêm 165 karkeran jiyana xwe ji dest dan
13:46 Hat xwestin 19 kesên di bin çavan de bên girtin
13:35 Serlêdana rojnameger Bîlen hat redkirin
13:05 Xizmên girtiyan serdana malbata Şenyaşar kirin
12:52 Li Rihayê faîlê tacîzê hat girtin
11:29 Li dijî avahiya Rêxistina HDP’ê ya Rihayê êrişa nijadperest
11:15 Li Sakaryayê cendirmeyan kesekê kuştin
11:00 19 kesên hatibûn binçavkirin sewqî edliyeyê kirin
10:44 Dayikan bang li Barzanî kir: Dest ji rijandina xwîna xwişk û birayên xwe berde
10:38 Serhildana etar didome: Ma dibe ku heta serê sibehê 5 TL zem bê ser tiştekî?
09:11 Karkerên Înşaetê: Ji bilindbûna bihayên radibin desthilat berpirsyar e
09:11 Merwanî: Em li nivîskarên girtî û berhemên wan xwedî derkevin
09:11 Ji ber dernexistina platînê lingê girtî Îşçî kurt dibe
09:11 Birîna ku 84 sal in nayê kewandin: Seyîd Riza û hevalên wî
09:10 Polîs karên Şaredariya Silopiya asteng dikin
09:00 ROJEVA 15'Ê MIJDARA 2021'AN
14/11/2021
22:29 DAD’ê Seyîd Riza bi bîr anî
22:09 Lîstika Dawiya Dawî hat lîstin
20:46 Ûca: Em ne ji we ne jî ji tankên we ditirsin
20:00 Ji ber vîrûsa koronayê 189 kesên din jiyana xwe ji dest dan
19:04 Li Edeneyê starta çalakiyên 25’ê Mijdare hat dayîn
18:46 Li Îranê erd hejiya: 2 kes mirin 17 kes birîndar bûn
16:51 Seyît Riza û hevalên wî bi bîr anîn
16:38 Li Mersîn û Rihayê starta 25'ê mijdare hat dayîn
15:45 Li Nisêbînê polisan gelek zarok binçav kirin
15:05 Ji bo girtiyên jin qert hatin şandin
14:58 Hevserokên HDP'a Amedê diyar bûn
14:45 Li Xalfetiyê polisan derî û paceyên 15 malan şikandin
14:21 Hatîmogullari: Em ê li dijî çekên kîmyewî têbikoşin
14:00 Bûldan: Desthilat demên xwe yên dawîn dijî
13:32 Banga 25'ê Mijdarê: Li dijî her cure tundiyê em li qadanin
12:47 HDP kongreya xwe ya Amedê li dar dixe: Em tecrîdê bişikînin
11:47 Malbata Şenyaşar: Bila Serokkomar lêborîn bixwaze
11:31 Lîstika kurdî 'bêyî hincet' qedexe kirin
11:20 Xwendekarên ku vexwendin qereqolê kirin lêpirsînê
10:54 Hunermendên Helebê xwestin bikaranîna çekên kîmyewî bê rawestandin
10:01 Kerestecîoglû: Pakêta Darazê ya 5'an jin û zarokan naparêze
09:39 Esnafê ku bertek nîşanî zeman da hat girtin
09:31 Ozsoy: Tê gotin ku dibe ku seferên THY'yê yên ber bi YE'yê ve bên astengkirin
09:07 6 sal in kujerên Selamet Yeşîlmen nehatine dîtin
09:07 Rojnamevana rûs Belenkaya: Piraniya penaberên li Grodnoyê kurd in
09:05 Name ji Girtîgeha Kiriklarê: Zext û zorî veguherîne îşkenceyê
09:04 Berteka ji bo şertê destûrê ya beriya daxuyaniyê: Ev rejîma yekzilamî ye
09:02 'Wê Şengal çarenûsa xwe teslîmî tu kesî neke'
09:00 ROJEVA 14'Ê MIJDARA 2021'AN
13/11/2021
16:42 Keskîn: Kujerên salên 90'î îro li cem îqtidarê ne
16:41 Edîp Solmaz li ser gora xwe hat bibîranîn
16:23 Girtiyê ku bi nexweşê penceşêrê ye, dernaxin cihê bêhnvedanê
15:58 Ji bo Kalkanli yê ji sedî 90 astengdar e banga berdanê
15:58 Qurbaniyên Komkujiya Sînemaya Amûdê hatin bibîranîn
15:58 Balefirên Tirkiyê herêma Garê bombebaran kirin
15:40 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
15:30 Girtiyê nexweş Morsumbul nikare pêdiviyên xwe dabîn bike
15:06 Çalakiya xizmên windayan asteng kirin
14:49 Muftuoglu: Heke ku îqtidar tenê berjwendiyên xwe bifikire, wê dolar bihatir bibe
14:48 Devîren: Heke nivîskarên kurd bibin yek wê dengê wan bilindtir derkeve
14:20 Li 3 siyasetmedaran 18 sal û 9 meh ceza hat birîn
14:09 Aqûbeta Kaya yê 25 sal in winda ye pirsîn
13:30 Ji bo Alî Tekdag edalet xwestin
13:29 Bariş Atay: Îqtidar wê hilweşe
13:05 Gergerlîoglu: Bila qêrîna edaletê were bihîstin
12:29 ÎHD’ê bertek nîşanî pênaseya “komkujiya qaşo” da
11:55 Fakibaba yê AKP’yî: Ji bo ku min ji malbata Şenyaşar re got ‘terorîst’ min şerm kir
11:38 Nobeta Edaletê di roja 250’î de ye: An edalet an îstîfa
11:37 HDP: Agirê Sînemaya Amûdê îro jî dilê me dişewitîne
11:22 Navnîşana jinan a 25’ê Mijdarê Tunela Taksîmê ye
11:09 Pirsên sosret ji Hevserokê HDP’ê hetine kirin
10:16 Gergerlîoglu guhertina ‘lêgerîna tazî’ şîrove kir: Rastiya xwe qebûl kirin
10:11 Dr. Savary-Borioli: Ocalan mifteya çareseriya Rojhilata Navîn e
09:45 Kalkan ê 30 sal in girtî bû hat berdan
09:14 Berteka dayikan a ji bo nedane cenazeyan: Ha PDK ha AKP