Dem dema azadiya jinê ye: Em ê her derî bikin qada berxwedanê

  • jin
  • 09:16 11 Mijdar 2021
  • |
img

AMED - Berdevka DAKP'ê Çagla Îzcî, diyar kir ku dê bi çalakiyên xwe yên bi dirûşmeya "Dem dema azadiya jinê ye", pêşî li ber polîtîkayên şerê taybet ên li herêmê tên meşandin bigirin. 

Jin dê di çarçorveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tahdeyê ya Li Hemberî Jinan de dakevin kuçeyan. Li Amedê dê Platforma Jinê ya Dîcle Amedê (DAKP) jî di vê çarçoveyê de hin çalakiyan li dar bixe. DAKP, dê di çarçoveya bernameya 25'ê Mijdarê de ji bo piştevaniyê kartan ji girtiyan re bişîne û dê li kuçeyan li dijî polîtîkayên şerê taybet ên li herêmê xebateke stickerê bike. Dê di çarçoveya Hefteya Windayan de li aqûbeta jinên hatine windakirin bipirse. Ji bo balê bikişîne ser tahde û îşkenceya li girtîgehan, dê li ber Girtîgeha Amedê ya Tîpa D'yê daxuyaniyekê bide. Her wiha Tora Tahdeyê dê bi pêşengiya DAKP'ê rapora tahdeyê ya salan e ku her sal amade dike aşkere bike û piştî aşkerekirina raporê dê meşeke bimeşale li dar bixe. 
 
Berdevka DAKP'ê û Rêvebira Odeya Bijîşkan a Amedê Çagla Îzcî, derbarê naveroka bernameyê de axivî û diyar kir ku dirûşmeya îsal "Dem dema têkoşîna azadiya jinê ye" ye. Îzcî, bilêv kir ku dê ruhê berxwedanê yê 25'ê Mijdarê li hemû navçe û taxan bidin der û dê polîtîkayên şerê taybet ên li herêmê teşhîr bikin û li ber wan rabin. 
 
ROJA BERXWEDANÊ
 
Îzcî, desnîşan kir ku 25'ê Mijdarê piştî qetilkirina xwişkên Mîrabel hatiye îlankirin û ji bo wan jinan roja berxwedanê ye û got: "25'ê Mijdarê ne roja şînê, roja berxwedanê ye." 
 
PEYMANA STENBOLÊ
 
Îzcî, bal kişand ser fesixkirina Peymana Stenbolê û got: "Em behsa tiştekî pir bingehîn a gerdûnî dikin. Em dixwazin bijîn û bidin jiyankirin, lê ev bi xwe jî tê krîmînalîzekirin. Lewma divê em li dijî van hewldanên krîmînalîzekirin li qadan bin. Ji lew re em hê jî li ser asasên dirûşmeya 'Peymana Stenbolê ya me ye" ne. Di dema zext û zoriyên 2015'an û di dema Covîd-19'ê de jî yên ku daketin kuçeyan jin bûn. Jin tenê ne ji bo zextên li dijî jinan, ji bo hemû pirsgirêkên pergalî û civakî refleks nîşan dan. Belkî jî ji ber vê ew qasî bi êrişan re rû bi rû dimînin." 
 
25'Ê MIJDARÊ 
 
Îzcî, bibîr xist ku dirûşmeya wan a 25'ê Mijdara îsal "Dem dema têkoşîna azadiyê ya jinê ye" ye û ji bo bernameya 25'ê Mijdarê ev tit gotin: "Em ê di 17'ê Mijdarê de bi şandina kartan, ên ji bi jinên girtî dest bi çalakiyên xwe bikin. Li herêmê polîtîkayên şerê taybet ên pergalê hene. Yek ji vana jî cezakirina aktivîstên jin, girtina wan e. Em jî ji bo ku bal bikişînin ser van zextan, me xwest em bi vê dest pê bikin. Piştî vê dê xebatên çandî, gera bi duçerxeyan, belavkirina broşuran bên kirin. Em ê rû bi rû bi jinan re biaxivin û pênaseya 'tahdeyê' ji bo wan bilêv bikin. Herî dawî jî em ê êvarî meşeke bimeşale li dar bixin. Ji bo çalakiyên me tenê hin cihan diyar dikin, lê em jin dixwazin li Ofîs û Rezanê bimeşin ku li van deran bedena jinê wekî amûreke bazirganiyê tê bikaranîn. Em dxwazin pêşî li ber vê çerxê bigirin. Em dixwazin ruhê 25'ê Mijdarê li hemû navçe û taxan bidin der."
 
POLÎTÎKAYÊN ŞERÊ TAYBET
 
Îzcî, destnîşan kir ku di demên dawî de li Amedê îstismarkirina zarokan, tiryak û fuhûş pir zêde bûne û got: "Em van tiştan di çaçroveya polîtîkayên şerê taybet de dinirxnin. Bi taybetî di sê salên dawî de li herêmê bi awayekî eşkere bedena jinê tê bazarkirin. Ev yek bi çetevaniyê tê berbelavkirin û rewakirin. Em ê bersiva van taktîk û rêbazên pergalê bidin. Ji bo vê jî em ê li her navçe û taxê pêwendiyê bi jinan re deynin."
 
DEM DEMA AZADIYA JINÊ YE
 
Îzcî, destnîşan kir ku dê ji 25'ê Mijdarê heya 8'ê Adarê bênavber btêkoşin û got: "Em ê li dijî komkujiyên jinan, revandina jinan, polîtîkayên şerê taybet, îstismarkirina zarokan, tiryakê, çetevaniyê û bazarkirina jinê dengê xwe bilind bikin. Em ê wekî her carê bi zimanê xwe û rengê xwe xaka xwe biparêzin. Em bang li hemû jinan dikin ku dakevin qadan. Dem dema azadiya jinê ye." 

Sernavên din

16/11/2021
15:17 Bi hinceta greva birçîbûnê derbarê Yuksekbag de 3 dozname amade kirin
15:09 Li Êlihê jinek hat kuştin
14:35 Dê li dijî polîtîkayên kedxwariyê têbikoşin
14:34 Berteke ji bo Komîsyona Rewşa Awarte: Biryarên AYM'ê tune tên hesibandin
14:05 Doza Ozgur Gundemê taloq bû
13:40 Malbata Şenyaşar bang li Meclîsê kir
13:40 Li Wargeha Keçan a Mêrdînê mirina biguman a xwendekarekî
13:11 Li Hezexê mirina biguman a zarokekî
13:05 Sercerdevan û lawê xwe yê cerdevan hatin berdan
12:53 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:35 Bi kamyonan daran vedikêşin
12:06 Komîsyonên ziman ên baroyan betalkirina konsera kurdî şermezar kirin
11:26 Budçeya Wezareta Parastinê ji sedî 20 hat zêdekirin
11:07 Keftarê bixet ku nesla wî li ber tunebûnê ye li Rihayê hat dîtin
10:29 Gelo li Akkûyê cînayetên kar tên veşartin?
10:17 Çomanî: Erdoganê Başûr Barzanî ye, xelk jê direve
10:07 Amûrên resman ên girtî desteser kirin
09:13 Dr. Zebarî: Tirkiye mudaxileyî parvekirina neftê ya di navbera Bexda û Hewlêrê de dike
09:12 Dixwazin hem fêr bibin hem jî fêr bikin
09:12 Guzel: Tirkiye Protokola Cenevreyê bin pê kiriye
09:09 Nimêjên li derî mizgeftê hatin kirin wekî sûc hatin hesibandin
09:07 Boltanê ku di rojeva Konseya Wezîran de ye nayê tedawîkirin
09:00 ROJEVA 16'Ê MIJDARA 2021'AN
08:26 Bi şev şekir zem kirin: Kîlo derket 5,30’an
15/11/2021
18:07 Li Şirnexê 4 kes hatin berdan
16:49 Fezîle A. beriya bimire tundî lê hatiye kirin
16:32 HDK: Divê tifaqa Demokrasiyê bê xurtkirin
16:16 ÎHD’ê rapora girtîgehên Xarpêt û Amedê aşkera kir: Îşkence zêde bû
15:56 Jin li qadan in: Em ê li her derê têkoşînê mezin bikin
13:47 Di meha Cotmehê de herî kêm 165 karkeran jiyana xwe ji dest dan
13:46 Hat xwestin 19 kesên di bin çavan de bên girtin
13:35 Serlêdana rojnameger Bîlen hat redkirin
13:05 Xizmên girtiyan serdana malbata Şenyaşar kirin
12:52 Li Rihayê faîlê tacîzê hat girtin
11:29 Li dijî avahiya Rêxistina HDP’ê ya Rihayê êrişa nijadperest
11:15 Li Sakaryayê cendirmeyan kesekê kuştin
11:00 19 kesên hatibûn binçavkirin sewqî edliyeyê kirin
10:44 Dayikan bang li Barzanî kir: Dest ji rijandina xwîna xwişk û birayên xwe berde
10:38 Serhildana etar didome: Ma dibe ku heta serê sibehê 5 TL zem bê ser tiştekî?
09:11 Karkerên Înşaetê: Ji bilindbûna bihayên radibin desthilat berpirsyar e
09:11 Merwanî: Em li nivîskarên girtî û berhemên wan xwedî derkevin
09:11 Ji ber dernexistina platînê lingê girtî Îşçî kurt dibe
09:11 Birîna ku 84 sal in nayê kewandin: Seyîd Riza û hevalên wî
09:10 Polîs karên Şaredariya Silopiya asteng dikin
09:00 ROJEVA 15'Ê MIJDARA 2021'AN
14/11/2021
22:29 DAD’ê Seyîd Riza bi bîr anî
22:09 Lîstika Dawiya Dawî hat lîstin
20:46 Ûca: Em ne ji we ne jî ji tankên we ditirsin
20:00 Ji ber vîrûsa koronayê 189 kesên din jiyana xwe ji dest dan
19:04 Li Edeneyê starta çalakiyên 25’ê Mijdare hat dayîn
18:46 Li Îranê erd hejiya: 2 kes mirin 17 kes birîndar bûn
16:51 Seyît Riza û hevalên wî bi bîr anîn
16:38 Li Mersîn û Rihayê starta 25'ê mijdare hat dayîn
15:45 Li Nisêbînê polisan gelek zarok binçav kirin
15:05 Ji bo girtiyên jin qert hatin şandin
14:58 Hevserokên HDP'a Amedê diyar bûn
14:45 Li Xalfetiyê polisan derî û paceyên 15 malan şikandin
14:21 Hatîmogullari: Em ê li dijî çekên kîmyewî têbikoşin
14:00 Bûldan: Desthilat demên xwe yên dawîn dijî
13:32 Banga 25'ê Mijdarê: Li dijî her cure tundiyê em li qadanin
12:47 HDP kongreya xwe ya Amedê li dar dixe: Em tecrîdê bişikînin
11:47 Malbata Şenyaşar: Bila Serokkomar lêborîn bixwaze
11:31 Lîstika kurdî 'bêyî hincet' qedexe kirin
11:20 Xwendekarên ku vexwendin qereqolê kirin lêpirsînê
10:54 Hunermendên Helebê xwestin bikaranîna çekên kîmyewî bê rawestandin
10:01 Kerestecîoglû: Pakêta Darazê ya 5'an jin û zarokan naparêze
09:39 Esnafê ku bertek nîşanî zeman da hat girtin
09:31 Ozsoy: Tê gotin ku dibe ku seferên THY'yê yên ber bi YE'yê ve bên astengkirin
09:07 6 sal in kujerên Selamet Yeşîlmen nehatine dîtin
09:07 Rojnamevana rûs Belenkaya: Piraniya penaberên li Grodnoyê kurd in
09:05 Name ji Girtîgeha Kiriklarê: Zext û zorî veguherîne îşkenceyê
09:04 Berteka ji bo şertê destûrê ya beriya daxuyaniyê: Ev rejîma yekzilamî ye
09:02 'Wê Şengal çarenûsa xwe teslîmî tu kesî neke'
09:00 ROJEVA 14'Ê MIJDARA 2021'AN
13/11/2021
16:42 Keskîn: Kujerên salên 90'î îro li cem îqtidarê ne
16:41 Edîp Solmaz li ser gora xwe hat bibîranîn
16:23 Girtiyê ku bi nexweşê penceşêrê ye, dernaxin cihê bêhnvedanê
15:58 Ji bo Kalkanli yê ji sedî 90 astengdar e banga berdanê
15:58 Qurbaniyên Komkujiya Sînemaya Amûdê hatin bibîranîn
15:58 Balefirên Tirkiyê herêma Garê bombebaran kirin
15:40 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
15:30 Girtiyê nexweş Morsumbul nikare pêdiviyên xwe dabîn bike
15:06 Çalakiya xizmên windayan asteng kirin
14:49 Muftuoglu: Heke ku îqtidar tenê berjwendiyên xwe bifikire, wê dolar bihatir bibe
14:48 Devîren: Heke nivîskarên kurd bibin yek wê dengê wan bilindtir derkeve
14:20 Li 3 siyasetmedaran 18 sal û 9 meh ceza hat birîn
14:09 Aqûbeta Kaya yê 25 sal in winda ye pirsîn
13:30 Ji bo Alî Tekdag edalet xwestin
13:29 Bariş Atay: Îqtidar wê hilweşe
13:05 Gergerlîoglu: Bila qêrîna edaletê were bihîstin
12:29 ÎHD’ê bertek nîşanî pênaseya “komkujiya qaşo” da
11:55 Fakibaba yê AKP’yî: Ji bo ku min ji malbata Şenyaşar re got ‘terorîst’ min şerm kir
11:38 Nobeta Edaletê di roja 250’î de ye: An edalet an îstîfa
11:37 HDP: Agirê Sînemaya Amûdê îro jî dilê me dişewitîne
11:22 Navnîşana jinan a 25’ê Mijdarê Tunela Taksîmê ye
11:09 Pirsên sosret ji Hevserokê HDP’ê hetine kirin
10:16 Gergerlîoglu guhertina ‘lêgerîna tazî’ şîrove kir: Rastiya xwe qebûl kirin
10:11 Dr. Savary-Borioli: Ocalan mifteya çareseriya Rojhilata Navîn e
09:45 Kalkan ê 30 sal in girtî bû hat berdan
09:14 Berteka dayikan a ji bo nedane cenazeyan: Ha PDK ha AKP