Sancar: Divê AYM bêyî ku bikeve esasê dozê red bike

img
ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar, parastina ku ji bo doza girtina partiya xwe amade kirine weke "manîfestoya parastina bawerî û hêviyê ya demokrasiyê" şîrove kir û ev tişt got: "Divê AYM bêyî ku bikeve esasê dozê red bike."
 
Serokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar, di komcivîna partiya xwe de axivî û mijarên di rojevê de nirxand. Sancar, beşeke mezin a axaftina xwe ji parastina ku ji bo doza girtina partiya xwe amade kirine re veqetand û têkildarî mijarê nirxandinên berfireh kir. Sancar, parastina ku amade kirine weke "manîfestoya parastina bawerî û hêviyê ya demokrasiyê" şîrove kir û wiha got: "Em spasiya hiqûqnas û akademisyenên hêja dikin ku bûne hevkar. Ev doz ne tenê operasyoneke dijî HDP'ê ye, lê em dibêjin hewla darbeyekê ye bo qutifandina hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê ye. Em dixwazin Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) bêyî bikeve esasê divê dozê red bike û pêvajoyên piştre nede destpêkirin. Daxwaza me ya bingehîn ev e ku me di parastina xwe ya pêşekî de jî vê aniye ziman.”
 
 
LIXWEMIKURHATINA EYMUR
 
Piştre Sancar, bal kişand ser lixwemikurhatinên Rêveberê MÎT'ê Mehmet Eymur û têkildarî mijarê ev tişt got: "Hefteya borî hevpeyvîna bi rêveberê berê yê MÎT'ê Mehmet Eymûr re hatibû weşandin. Tiştên ku gotin ne nû ne, berê jî tiştên mîna wê gotibûn. Di vê hevpeyvînê de dibêje ku ew tengav bûye, şahidiya min a li ser kuştinan cidî nayê girtin. Bi mînakan rave dike ku dewlet bi rengekî aşkera mirovan çawa dikuje, îşkenceyê li wan dike, yekîneya kontra ya bi navê Gladiyo çawa ava bûye û çend endamên MÎT'ê di medyayê de bi cih kiriye. Bi kurtasî, sûcên gelekî giran qebûl dike. Belê, qebûl dike, lê belê gazinan dike ku raporên nivîsandî û belgeyên pêşkêş kiriye bi kêr nehatine. Ya rast, tiştekî adilane ye ku mirov bibêje careke din li vir pirsgirêkeka mezin heye. Yanî ev ne têkildarî îtîrafan e. Îtirafên bi heman rengî gelekî hatin kirin. Belgeyên bi vî rengî, agahîyên bi vî rengî bi salan e li derdorê digerin. Di dawiyê de şîroveyên Sedat Peker mînak in."
 
GIRTÎGEH
 
Sancar, têkildarî rewşa li girtîgehan jî axivî û ev tişt anîn ziman: "Pirsgirêkeke din a giran jî binpêkirina mafan û îşkenceya li girtîgehan e. Ev jî gihîştin astên bêtehamûl. Gelek mînak hene ku di demên dawî de di çapemeniyê de hatine ragihandin. Tevî hemû hewldanên ji bo pêşîgirtinê jî her roj agahiyên nû tên. Ev binpêkirinên mafan nêrîna herî baş a rûyê tazî yê faşîzmê ye. Eger hûn dixwazin rûyê rast ê faşîzmê bibînin, hûn ê destpêkê li şêweyê ku li girtîgehê tê pêkanîn binêrin. Helbet hûn ê li qadên din binerin lê emrê ku li girtîgehan pêk tîne, cewhera faşîzmê bi awayê herî tazî radixe ber çavan. Tişta ku darbeya 12'ê Îlonê kiriye li holê ne. Dema mirov li girtîgehan dinêre dibîne ku ev pergal xwe li wir ava kiriye. Belê, ez dizanim gelek binpêkirin hene. Gelek şerên me hene ku divê em bikin, lê ev dê me ji şer û berpirsiyarîyê dûr nexe. Di vê mijarê de tu hincetek ji bo sistkirina herî biçûk tune ye."
 
KURDISTAN NE SÛC E
 
Di berdewama axaftina xwe de Sancar, nîqaşa ku li peyva Kurdistan tê kirin jî şîrove kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Hûn dizanin, li Akademiyê jî bêhiqûqî didome. Akademîsyenekî ciwan ê Zanîngeha Firatê yê bi navê Hifzullah Kûtûm, ji ber tweeta xwe ya "Şoreşa Îlonê li hemû kurdan pîroz be. Bijî Kurdistan" hat lînçkirin. Derbarê wî de bi hinceta ku 'propaganda terorê teşwîq kiriye' lêpirsîna dîsîplînê hat vekirin. Niha, mirov bi kuderê vê bigire. Bi vê hincetê biryara girtinê tê dayîn. Lê belê tê zanîn ku têgîna Kurdistanê li vî welatî ne sûc e. Niha, ez çi mînakan bidim we, pêwistî bi vegera salên damezrîner ên komarê, dewletê nîne. Tenê du mînakên heyî bes in. Yek axaftina Erdogan ku di sala 2013'an de di civîna koma partiya xwe de dike. belê ewdiyar dike ku di zabitên meclisê de gotina Kurdistan derbas dibe. MHP û CHP'a ku li dijî daxuyaniya Kurdistanê derdikevin rexne dike. Erdogan çi dibêje, dibêje ku wê peyva Kurdistanê dê di wan raporên Parlementoyê de bê dîtin. Û bi rengekî sosret koma AKP'ê jê re li çepikan dide. Piştre jî di axaftineke din de wiha got: "Bi tirsê hûn nikarin bibin dewleteke mezin. Yên ji têgehên peyvan ditirsin, yên ku ji tabû û kabûsên ku ji xwe hatine çêkirin ditirsin, nikarin dewleteke mezin ava bikin. Tiştên mezin bi fikrên biçûk nayên kirin'."
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

10/11/2021
08:38 Li Denîzliyê mirina biguman a jinekê
09/11/2021
20:27 'Keştiya Azadiyê' berê xwe da Napoliyê
17:13 Tirkiye bi SÎHA'yê êrişî wesayîteke li Qamişloyê kir
17:05 Polîsên ku Hantaş kuştine gefa kuştinê li hevalê wî jî xwarin e
16:58 Doza Kobanê rojekê hat taloqkirin
16:54 Li Depê ‘Dema Azadiyê’: Krîz bi pêşniyazên Ocalan dikare were çareserkirin
16:54 Telefona girtiyê ku bi malbata xwe re diaxivî hat birîn
16:53 Telefona girtiyê ku bi malbata xwe re diaxivî hat birîn
16:14 Ji Amedê berteka binçavkirinan: Desthilat hewl dide tirsa xwe li gel belav bike
15:50 Sancar: Divê AYM bêyî ku bikeve esasê dozê red bike
15:26 Li Girtîgeha Tarsûsê girtiyên nexweş nayên dermankirin
15:22 Di danişîna rojnamevan de rojnamevan hatin astengkirin
14:57 Doza nûçegihanên ETHA’yê hat taloqkirin
14:40 Balafirên Tirkiyeyê penaberên kurd birin Belarûsê
14:25 Lêpirsînek din derbarê Emîne Şenyaşar de hat destpêkirin!
14:05 DFG belavkarên di meha mijdarê de hatibûn kuştin bi bîr anî
13:53 Parêzer û siyasetmedar tevlî Doza Kobanê nebûn
13:19 Rojnivîska zaroka hat îstîsmarkirin pêşkêşî dadgehê hat kirin
13:13 Apro Dîrîl careke din hat girtin
13:03 Polîsan li Sêrtê 5 kes binçav kirin
12:47 Rojnameger Ayşe Kara beraet kir
12:27 Sûcên li dijî jinên Efrînê hatine kirin ji Çavuşoglu pirsî
12:21 Ji parêzeran serlêdana Îmraliyê
12:07 Ji Pûtîn û Erdogan 'mîzansena' dostaniyê: Ûkrayna û Sûriye
11:54 Hejmara kesên hatine binçavkirin derket 19’an
11:10 Temel: Îqtidar bi neçareserkirinê re dihele
11:03 ‘Ez wan nabînim lê bila ew werin min bibînin’
10:35 Giliya kesên kesên heqaret li Poyraz kiribûn hat kirin
10:14 'Dengê Ciwanan' dest bi weşanê kir
09:42 Rapora derbarê bikaranîna çekên kîmyewî de ji saziyên navneteweyî re hat şandin
09:22 Kujerê komkujiya nijadperest baş nehatiye vekolandin
09:17 Derbarê giliya HDP'iyan de biryara neşopandinê
09:15 Cizîrî: Em nikarin debara xwe bikin
09:14 Encama DNA'yê diyar e, lê 467 roj in cenazeyê Acay nadin
09:13 Ji Girtîgeha Kiriklarê: Ger zilm bi dawî nebe dê berxwedan mezin bibe
09:10 Firingiyên wan di nav erde de man!
09:09 Dayikên Aştiyê: Kurd li dijî tecrîdê bibin yek
09:00 ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2021'AN
08/11/2021
17:07 Li Çewlikê 'Dema Azadiyê': Ya têk diçe desthilat bixwe ye
16:31 Li Wanê ‘Banga Demokrasiyê’: Tekane çareserî vekirina deriyên Îmraliyê ye
16:07 Hevdîtina parêzeran a bi kesên hatin binçavkirin re hat sînordarkirin
15:46 Bi molotofan êrişî avahiya HDP'ê kirin
15:35 Doza Kobanê: Beriya giliyê li HSK’ê kirine encam bibe em tevlî danişînan nabin
15:34 Berdevkê YPG'ê: Ji bilî Rêveberiya Xweser rêbazeke din a çareseriyê tune ye
15:11 Dayikên Aştiyê: Bijî berxwedana dayika Emîne
14:00 Polisan mudaxaleyî şermezarkirina YOK'ê kirin
13:29 Li Kerkûkê êriş li Haşdî Şabî hat kirin: 2 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn
12:48 Di ser Doza Pirtûkxaneya Umutê re 16 sal derbas bûn: Edalet pêk nehat
12:45 Ji PE'yê bersiva 'tecrîdê': Em nikarin mudaxale bikin!
12:24 Malbata Şenyaşar: Ev doz nayê girtin
11:53 Seroka Meclisa Katalonyayê: Wê têkiliyên bi Rêveberiya Xweser fermî bibin
11:10 Kazimî: Em dizanin kê êriş pêk aniye
10:41 Dadgerê ku li Doza Kobanê dinêriya ji peywîrê hat girtin
10:29 Li Amedê serdegirtina malan: 14 kes hatin binçavkirin
09:33 Piştî 6 rojan cihê sewqa lawê xwe hîn bûn
09:01 Koçyîgît: Dagirkeriya wan ber bi dawiyê ve diçe
09:01 Ji ber bêhnê nikarin nêzî newalê bibin
09:01 Tirkiyeya ku hewl dide bikeve Herêma Kurdistanê têk diçe
09:00 ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2021'AN
07/11/2021
22:41 Êrişa bi roket li dijî baregeha Tirkiyeyê ya li Başîkayê pêk hat
17:50 Ciwanê li Amedê hatibû binçavkirin hat berdan
17:47 HDP'ê li Cizîrê Melayê Cizîrî bi bîr anî
17:35 Jinên ciwan li dijî tiryakê di hunere de li hev civiyan
17:19 Buldan: Em tên ku vî welatî bi rê ve bibin
17:10 Li Rihayê li ser 'sûcên zayendî' panel hat lidarxistin
16:50 Temel: Divê Tirkiye derbarê çekên kîmyewî de daxuyaniyê bide
16:29 Polîsan rojnameger Steve Sweeney binçav kir
16:05 Siyasetmedarê kurd Atalay jiyana xwe ji dest da
14:18 Mîtînga HDP’ê ya ‘Banga Demokrasiyê’ bi govendê dest pê kir
13:54 Malbata Şenyaşar: Hûn nikarin komkujiyê di bin siya desthilatê de veşêrin
13:36 Diz ketin mala rojnamevan Akdemîr ê hat qetilkirin
12:03 Piştî 4 salan derbarê 19 girtiyan de doz hat vekirin
11:41 Baroya Amedê ji bo mafê parastina bi zimanê dayikê dest bi qûrsa kurdî kir
10:20 Bi drona bombebarkirî êrişî mala Serowezîrê Iraqê Kazimî hat kirin
09:58 Sîxurtî li xwendekarê hat binçavkirin ferz kirin
09:38 Eskerên derketin operasyonê li gundiyan dan
09:07 Nayele Mihamed: Baharê jinan Efrînê kirin dojeh
09:06 Êdî tenê ji xwe re distrê
09:05 Berteka DBP û HDP'ê ya ji bo çekên kîmyewî: Sûcê li dijî mirovahiyê ye
09:03 Li Basayê li her saziyekê Aktûgek heye!
09:01 Parêzer Avçîl: Cezayê 'pêgermokiyê' nîşana nemana pergalê ye
09:00 ROJEVA 7'Ê MIJDARA 2021'Ê
08:40 Li Amedê ciwanek hat binçavkirin
06/11/2021
16:46 Platforma Zimanê Kurdî: AKP û ÎYÎ Partî randevû nedan
16:14 KCD û DBP'ê li Elkê du malbat li hev anîn
16:03 Girtiyê nexweş Ozdogan nikare pêwistiyên xwe bibersivîne
15:49 Li Manîsayê Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê hat avakirin
15:41 Li Îzmîrê Înîsiyatîfa Xwendekarên Azad hat avakirin
15:32 ÎHD: Li girtîgeha Îskenderûnê derman nadin girtiyên nexweş
15:30 'Bila di Doza JÎTEM'ê ya Kerboranê de edalet pêk bê'
14:56 Ji bo girtiyê nexweş Demîr banga berdana lezgîn
14:28 EGE-TUHAYDER: Girtiyên edlî dikin nav qawişan
14:22 Parastina HDP’ê: Divê AYM dozê kontrol bike
13:57 Li Cindirêsê 16 sivîl hatin revandin
13:48 Li çiyayê Gebarê agir bi daristinê ket
13:45 Serokê Baroya Amedê piştgirî da akademîsyenê di bin çavan de
13:21 Xizmên windayan ji bo Halîs Kiliç edaletê xwestin
13:07 Malbata Şenyaşar: Dinya zilma hatiye kirin dibîne
12:57 Li Pirsûsê kesek hat girtin
11:51 Di cinayeta Tahîr Çetîn de cezayê mubbeta giran hat dayîn