ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2021'AN

  • rojane
  • 09:00 9 Mijdar 2021
  • |
img

* Tirkiye di operasyonên li Metîna, Avaşîn û Zapê de çekên kîmyewî yên wekî sûcê şer tên hesibandin bi kar tîne. Dane û belgeyên ji cenazeyên HPG'iyan û cihên bûyerê hatin bidestxistin, ji rêxistinên civaka sivîl ên navneteweyî, DYA û welatên endamên YE'yê re hatin şandin.

* Dayikên Aştiyê anîn ziman ku çavkaniya pirsgirêkên li Tirkiyeyê rû didin tecrîda li Îmraliyê ye û bang kirin: "Kurd, divê bibin yek li hemberî bêdengiya hêzên navdewletî." 
 
* Cotkarên ku di meha Adarê de firingî çandin, ji ber ku piştî çandiniyê lêçûn zêde bûn û li ser hev di fuyet biha bûn, ji bêgavî firingiyên xwe di nav erd de hiştin. 
 
* Hat diyarkirin ku Haydar Alî Ak ê ku bi îşkence û tahdeya xwe ya li girtîgehên Tekirdag û Edîrneyê tê naskirin, piştî wekî midûr tayinî Girtîgeha Kiriklarê hatiye kirin, çewisandinên li girtîgehê zêde bûne. 
 
* Encama DNA'ya ji bo cenazeyê Seyîthan Acay 8 meh berê diyar bûye, lê 467 roj in bi îdiaya "rapor derneketiye" cenazeyê wî radestî malbatê nayê kirin. Dayik Rûkiye Acay, got: "Tiliyek wî jî mabe, ez ê rahêlim cenazeyê wî." 
 
* Cizîrîyan destnîşan kirin ku sedema krîza aborî polîtîkayên şer ên hikûmetê ne û ji ber krîzê nikarin debara xwe bikin.
 
* 19 HDP'iyên ku giliyê Notera 4'an a Osmaniyeyê kiribûn, dozgeriyê derbarê giliya wan de biryara neşopandinê da. HDP'iyan bi hinceta ku noterê agahiyên wan ên şexsî dane polîsan, giliyê wê kirine. 
 
* Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 246'an de didome. 
 
* Rûniştina duyemîn a 6'emîn danişîna Doza Kobanê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê bê dîtin. (10.00-17.00)
 
* Danişîna Doza Rojnameger Ayşe Kara ku bi angaşta "endamtiya rêxistinê" tê darizandin li 5'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê bê dîtin. (10.00-17.00)
 
* Danişîna polisê ku di sala 2013'an li Amedê bi maşîneya zirxî bû sedema mirina zarok Şahîn Oner wê li 1'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê bê dîtin. (10.00-17.00)
 
* Danişîna polis Kazim B. ku Recep Hantaş kuştibû wê li 7'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê bê dîtin. (10.00-17.00)
 
* HDP komcivîna xwe li dar bixe. (12.45)
 
* Danişîna doza ku edîtora Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) Semîha Şahîn û nûçegihana wê Pinar Gayîp di nav de derbarê 4 kesan de hatiye vekirin dê li 23’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.45) 
 
* Doza danişîna rojnameger Sadiye Eser jî di nav de ku derbarê 34 kesan de bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” hatiye vekirin dê li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê pêk bê. (11.00) 
 
* Şaxa ÎHD’ê ya Mêrsînê rapora xwe ya ku derbarê girtîgehan de amadekiriye dê aşkera bike. (12.30)
 
* SES, rapora xwe ya têkildarî bûtçeya sala 2022’yan a Wezareta Xizmetên Civakî û Malbatê, amade kiriye dê li navenda xwe ya giştî bi civîneke çapemeniyê ragihîne. (12.30)
 
* Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk û Hevseroka DBP’ê keskîn Bayindir wê beşdarî civîna gel a li navçeya Depa Xarpêtê bibin. (13.00) 
 
* Rêxistina HDP’ê ya Amedê têkildarî operasyonên siyasî û êrîşa molotofan a li dijî avahiya navçeya wê ya Peyasê, dê li avahiya navçeyê civîneke çapemeniyê li dar bixe. (13.00) 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

13/11/2021
09:09 Dê li dijî 'êrişên rêxistinkirî bi têkoşîneke rêxistinkirî' dakevin qadan
09:07 Zêbarî: Ji ber polîtîkayên PDK'ê hêviya ciwanan a ji bo pêşerojê nemaye
09:06 Amedî: Pereyê me ji bo şer, tanq û tivingan tê xerckirin
09:05 Ji bo debara xwe bikin hem dixwînin hem jî dixebitin
09:00 ROJEVA 13'Ê MIJDARA 2021'Ê
12/11/2021
16:58 Di komkujiya Şenyaşar de 9 car in dozger tê guhertin
16:54 Dosyeyên wan heman in lê cuda cuda hatin darizandin
16:37 Medet Serhat di 27'emîn salvegera mirina xwe de hat bibîranîn
16:36 Nivîskarên kurd dê li Amedê li hev bicivin
16:18 Çomanî: Dewletên rojava jî hevparê sûcên koçe ji Kurdistanê ne
16:13 Uca, zextên li ser çanda kurd bir rojeva Meclîsê
16:00 Keştiya Azadiyê gihîşt Napoliyê: Dem dema azadiya Abdullah Ocalan hat
15:39 Çerxa zext û tundiyê ya DAF'ê vegotin
15:38 SES’ê budçeya ji bo xebatkarên tenduristiyê hatiye veqetandin rexne kir
15:37 Li Meletiyê erdhejeke bi pîleya 5 pêk hat
14:13 3 ciwanên HDP’yî hatin berdan
14:12 Dozera ku malê hildweşand wergeriya: 2 kes birîndar bûn
14:06 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Li dijî êrişan dema azadiyê ye
13:29 Kurtulan: Li girtîgehan hovîtî diqewime
12:51 Bernameya 25'ê Mijdarê ya Meclisa Jinan a HDP'ê diyar bû
12:41 Emîne Şenyaşar wê derkeve pêşberî dadgehê
12:34 Navê ‘lêgerîna tazî’ wek ‘lêgerîna bi hûrgulî’ hat guhertin
12:22 Kesayetek ku ji Şêx Seîd heta Şoreşa Rojava têkoşiyaye: Yusif Gulo
12:12 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:11 Kesên ji bo alîkariya civakî serî lê didin dikin endamên AKP’ê
11:51 Leşkeran li Şirnexê 2 kes binçav kirin
11:26 ‘Di Sînemaya Amûdê de ne tenê 283 zarok, 283 malbat şewitîn’
09:18 Keştiya Azadiyê wê li Napoliyê bi girseyî bê pêşwazîkirin
09:15 Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî kampanya îmzeyan hat destpêkirin
09:08 Restorekirina Medreseya Sor bi dawî nabe!
09:08 Di rêça Belarûs-Polonyayê de 'borseya penaberan'
09:07 Emîne Şenyaşar: Berî bimirim dixwazim kurê xwe bibînim
09:06 6 bijîşk rojê hezar û 800 zarokî muayene dikin
09:06 Dayikên şahidên şer: Ji bo aştiyê divê Ocalan azad bibe
09:05 Doza 7 hezar TL tazmînatê kir, lê dadgehê 4 hezar û 75 TL deyn xist stuyê wî
09:04 Cezayê 'maske û mesafe'yê li kesên tevli Newrozê bûn birîn
09:00 ROJEVA 12'Ê MIJDARA 2021'AN
11/11/2021
16:39 Dayik meşiyan sînor: Destê xwe yên qirêj ji cenazeyên me vekişînin
15:59 Parlamenterê HDP'ê yê berê Yildirim hat girtin
15:51 Cenazeyê Atici piştî 191 rojan radestî malbatê kirin
15:37 Wê ji bo tundiya li girtiyê berasteng serlêdan bê kirin
15:25 Malbata Dînç piştî 5 salan cenazeyê keça xwe wergirt
15:14 Parêzerên Doza Kobanê serî li HSK'ê dan
14:57 Derbarê çend kesan de ji ber peyva ‘Kurdistan’ lêpirsîn hatiye destpêkirin?
14:49 Platforma Jinan a Mersînê bernameya xwe ya 25'ê Mijdarê aşkera kir
14:05 Dadgehê ceza li ‘Kurdistan’ birî!
13:57 Egîtîm Sen: Komîsyona Rewşa Awarte sûc dike
13:16 Polisan afîşên Komkujiya 38'an jêkirin
12:58 Emîne Şenyaşar: Ez ji dadgeran pirsa kujer kî ne bikim?
12:54 Sancar: Armanca me ew e ku em aştiyê ji tabanê ve ava bikin
12:23 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:13 Qedexeya derketina derve ya rojnameger Evren ranekirin
12:10 Doza Kobanê: Derbarê parêzerên danişînê protesto kirin de gilî hat kirin
11:20 Li Amanosan operasyona leşkerî dest pê kir
11:20 Dadgehê çalakiyên Gokkan tevlî bûye weke 'gef' hesiband
10:52 Şahîn: Kurdistan her hebû û welatê kurdan e
10:42 Parastina HDP'ê ji Dadgeha Bilind re hat şandin
10:23 Tallî: Hêzên navneteweyî jî bi qasî Tirkiyeyê berpirs in
09:45 Ben û Senê xera dikin: Em nikarin li cihekî din bijîn
09:44 'Ji bo tedawî bibe divê bê berdan'
09:43 Avahiya ji Cemiyeta Ilim û Belavkirinê hat stendin kirin navenda piştevaniyê
09:20 Ji pêşmergeyê berê ji bo Barzanî: Ma te Helebçe û Enfal ji bîr kir?
09:20 ‘Tirkiye hewl dide pêşketina projeya demokratîk asteng bike’
09:18 Birîna kurdan a nekewandî: Komkujiya Eleqemşê
09:16 Dem dema azadiya jinê ye: Em ê her derî bikin qada berxwedanê
09:00 ROJEVA 11'Ê MIJDARA 2021'AN
10/11/2021
16:50 Bi hêceta ‘heqaret li Erdogan kiriye’ ceza ji parêzerekî re hat xwestin
16:50 MSD`ê banga qedexekirina firîna balafiran kir
16:32 Li Bihuşta Çûkan dîsa şewat derket
16:18 Mazlûm Ebdî ji bo malbata Gulo sersaxî xwest
15:50 DÎSK-AR: Hejmara bêkariyê 7,9 milyon e
15:33 Parlamenterê berê yê HDP'ê 8 roj in di bin çavan de ye
15:27 Ji ber parvekirina wê derbarê mamosteyê de lepirsîn dan destpêkirin
15:02 Parêzerên Doza Kobanê: Em ê nebin terefê darizandina sexte
14:47 Ji Wezîrê Dadê pirsî: Ma hûn ê hêj çiqas ji îşkenceyê re bêdeng bimînin?
14:23 Bûldan: Kavila herî mezin a desthilatê sûcên wê yên li dijî jinan in
13:16 Di hevdîtinên budçeyê de şermezarkirina 'Peymana Stenbolê'
13:09 Akademîsyenê piştî parvekirina ‘Bijî Kurdistanê’ hatibû girtin hat berdan
12:48 Keştiya Azadiyê bi rê ket: Êdî dema azadiya Ocalan e
12:02 Malbata Şenyaşar: Em ê dest ji edaletê bernedin
11:37 Qurbaniyên 10'ê cotmehê hatin bibîranîn
10:54 Ji bo ku Eymur di lêpirsîna JÎTEM’ê de were guhdarkirin serlêdan hat kirin
10:47 Ji bo bikaranîna çekên kîmyewî serî li hikûmeta Iraqê hat dayîn
10:47 Girtiyê ku lê dan nebirin revîrê
10:12 NÇM li benda şagirtên xwe ye
10:01 Dr. Al Elûfî: Ji ber ku nayê cezakirin Tirkiye çekêm kîmyewî bi kar tîne
09:12 Li Ataşehîrê jinek hat kuştin
09:04 Îsal li Şirnexê 31 deverên bi daristan hatin şewitandin
09:04 Li hemberî ferzkirinên girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kir
09:04 ‘Dê dijberiya ji bo şer bibe hîmê yekîtiya neteweyî'
09:04 Beraet kiribû lê ji bo heman parvekirinan careke din lêpirsîn dan destpêkirin
09:04 'Ji bo budçeya gel daxwazkirin tenê têr nake, têkoşîn jî divê'
09:00 ROJEVA 10'Ê MIJDARA 2021'AN
08:54 Wê KNK serdana penaberên li ser sînorê Polonya û Belarûsê bike
08:38 Li Denîzliyê mirina biguman a jinekê
09/11/2021
20:27 'Keştiya Azadiyê' berê xwe da Napoliyê
17:13 Tirkiye bi SÎHA'yê êrişî wesayîteke li Qamişloyê kir
17:05 Polîsên ku Hantaş kuştine gefa kuştinê li hevalê wî jî xwarin e
16:58 Doza Kobanê rojekê hat taloqkirin
16:54 Li Depê ‘Dema Azadiyê’: Krîz bi pêşniyazên Ocalan dikare were çareserkirin