Demîrtaş: Sedema ku dolar çima bûye 10 TL di Doza Kobanê de bişopînin

  • rojane
  • 14:36 27 Cotmeh 2021
  • |
img

ANKARA  - Hevserokê Giştî yê berê ye HDP'ê Selhattîn Demîrtaş, di Doza Kobanê de axivî û ev tişt got: "Heke hûn dixwazin hîn bibin dolar çima bûye 10 TL werin doza kompasê ya Kobanê bişopînin."

 
Li Enqerê, 7'êmîn rûniştina danişîna 5’emîn a Doza Kobanê ku 21 jê girtî 108 siyasetmedar jê tên darizandin li Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ku li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hatiye danîn dest pê kir. Parêzer û parlamenterên HDP'ê Tulay Hatîmogûllari, Sezaî Temellî, Mûrat Sarisaç, Ayşe Surucu, endam û rêveberên HDP'ê yên navenda û navçeyên Enqerê û ji Eskîşehîr û Kirşehîrê gelek kes tevlî danişînê bûn. Siyasetmedarên li Girtîgeha Sîncanê girtî tevlî danişînê bûn. Siyasetmedarên din jî ji girtîgehên din bi SEGBÎS'ê tevlî danişînê bûn. 
 
JI BO AŞTIYÊ XEBITÎM
 
Piştî tespîtkirina nasnameyan danişinê dest pê kir û destpêkê Endama berê ya MYK'a HDP'ê Pervîn Odûncû axivî û derbarê berdanê de parastin kir. Odûncû, da zanîn ku li Tirkiyeyê bawerî bi darazê nemaye, demokrasî pêk nayê û ji ber van sedeman qrîzên micid pêk tên û wiha got: "Edalet û hiqûq girîng e. Dixwazim ji edaletê bawer bikim. Demeke dirêj em girtî ne û nizanim min çi sûcî kiriye. Min li ser navê kî/ê xesar daye mal? Min kî/ê kuştiye? Ji bo ku edalet, azadî û aştî bê Tirkiyeyê xebitîm. Min siyaseta demokratîk ji xwe re esas girt û terka vê nekir."
 
BIRYARÊ SEROKKOMARÊ DA
 
Piştî Odûncû Hevserokê Giştî yê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, derbarê girtina xwe de mafê axaftinê girt. Demîrtaş parastineke dirêj kir û ev tişt gotin:
 
"Dadgeha we nexwedî hêz û rayeya ku biryareke hiqûqî bide. Di hefteya borî de li ser podyumên siyasî siyasetmedarên ku welat bi rê ve dibin, encama vê darizandinê dê çi be ragihandin. Serokkomarê welat hem mutalaa, hem biryara navberê û hem jî biryarê aşkera kir. Hevpîşeyê wî yê biçûk jî hîn bêhtir çû, bi gotina 'Bila Dadgeha Bilind bê girtin' bi awayekî vekirî mudaxleyî hiqûqê kir. Ev pênc sal in hê jî têra hin kesan nekiriye. Di dema pêş de hilbijartinên serokkomariyê hene. Endamên dadgeriyê yên di dozên komploya siyasî de hatin wezîfedarkirin, rewşeke ku bi biryara dawî ya DMME û heyeta pê re hat destnîşankirin, ji bo AKP-MHP'ê bi dest bixe dixebitin. Dadgehê gelek biryarên navberê da. Got, "Biryara DMME me girê nade." Ez xala 90'emîn a Destûra Bingehîn nas nakim . Organeke dadgeriyê ya ku DMME'yê nas nake, çawa li ser navê hiqûqê me darizîne?
 
SEROKKOMAR WE TAYÎN KIRIYE
 
Me argumanên pêwîst kirin. Me parastinên xwe ji ber berpirsyariya li hemberî gelê xwe kir. Naxwe, ji bo darizandina min û tu hevalên me tu delîleke we ya şênber nîne. Lê delîlên derew hene, şahidên derew hene. Serokkomarê welat ku zêdeyî nîvê endamên Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) wezîfedar kiriye, endamên Saziya Dadger û Dozgeran (HSK) wezîfedar dike. Endamên HSK'ê jî we diyar dikin. Ji ber vê yekê, yê we li vir wezîfedar kiriye Serokkomar e. Gelo mirovekî siyasî ku di hemû mekanîzmaya dewletê de xwedî hêz e, lê serokê partiyekê ye, çima di vê rewşê de ewqasî bisekine û mudaxaleyî vê bike? Li Tirkiyeyê dozên din tune ne? Ez dixwazim jê bipirsim, gelo yekane dosyayên li dadgehên Komara Tirkiyeyê hatine darizandin ev in? Tu çima destûr nadî ku qanûn bixebite? Derdê we vê dozê weke navgîneke terorîzekirina HDP'ê û bi rêya binçavkirina me êrîşî muxalîfan dike.
 
BERSÛC WÊ BIBIN KUJERÊN RASTÎN
 
Vê yekê weke navgîneke tirsandina civakê bi kar tîne. neteweperestiyê weke dozeke operasyonên provokasyonê dibîne . Yekî din jî weke doza tolhildanê bi kar tîne. DMME, Destûra Bingehîn dibêjin, meseleya hiqûqê ye. Li dadgehan argûmana hiqûqî tê nîqaşkirin lê ev ne dadgeh e. Dema ku zexta siyasî ya li ser dadgeriyê bê rakirin, ev der wê bibe dadgeh. Rojekê teqez wê ev pêk were û yên ku li kursiyê bersûc rûniştine wê kujerên rasteqîn ên Kobanê bin. 
 
HETA HESABPIRSÎNÊ EM Ê LI BER XWE BIDIN
 
Heta îro min qet daxwaza berdana xwe nekiriye. Ji ber ku yê ku ez girtim e ne hûn in. Ên ku dê berdî jî hûn ê nîn bin. Li ser fermana Erdogan em li vir tên ragirtin. Em baweriya xwe bi gelê xwe tînin. Em bi rûmetî li ber xwe didin. Em vîna gel in. Em nûnerên gel ên hatine hilbijartin, berî 5 salan ji aliyê mêrên bi maske ve ji malên xwe hatin revandin. Em rehîneyên siyasî ne. Heta ku hesabê vê bêhiqûqiyê pêşî li sindoqê û piştre jî li dadgehan were hesabkirin em ê li ber xwe bidin. Em berdêla hemû gef û heqaretan didin. Em natirsin, netirsin. Em ne sûcdar in, em ewladên bêguneh ên gel in. Me ji bilî Xwedê serî li ber kesî netewandiye. Çi valakirinek e, tu kî yî ku me vala bikî? Heta ku Erdogan û Bahçelî hebin. Zilam dibêje "Destûra Bingehîn bigire." Eger hûn bi rastî jî bi rûmet bin hûn ê kincên xwe ji ser xwe biavêjin û bibêjin, "Em ê bi hukmê qanûnan zilmê li kesî nekin."
 
WÊ DI DEMEKE NÊZ DE RASTÎ DERKEVIN HOLÊ 
 
Em bang li ekonomİstan dikin, dolar bûye 10 TL. Heke hûn bixwazin bizanin bê ka dolar çima 10 dolar e, werin li vê darizandinê temaşe bikin, doza komploger a Kobanê. Tu nikarî biçî û ji grafîkên aborî hîn bibî ku mirov çima ji çopê nan hildibijêrin. Budçeya 2022'an a Komara Tirkiyeyê bi qasî 170 mîlyar dolar e. Buhayê mal û xizmetên hemû saziyên Komara Tirkiyeyê 175 mîlyar dolar e. Bînalî Yildirim bi tena serê xwe xwedî dewlemendiyeke bi texmînî ya 16 mİlyar dolarî ye. Sûcên gelekî giran hatin kirin. Wê were gotin, 'em çawa bûn şirîkên van sûcan?' Ev ne tenê girtina şaş e. Dixwazin we tevlî sûcên herî giran ên dîroka komarê bikin. Hindik ma wê di demeke nêz de hûn ê bibînin ku van dosyayan jî di nav de nêlirêtî, rastiyên 15 'ê Tîrmehê, xendek, rastiyên barîqatan, teqîna Amedê ya 5'ê Hezîranê, sûrûç, komkujiya Enqereyê û dizînên hatine kirin derkevin holê. Dema ku ev derkevin holê hûn ê bibînin ku serweteke herî kêm 10 qatî mezinahiya Tirkiyeyê hatiye çêkirin. 
 
Serokkomar, di nav 5 salan de zêdetirî 150 caran derbarê min û Doza Kobanê de daxuyanî da. Herî kêm 120 caran jî Bahçelî daxuyanî da. Hikûmetê li ser vê dozê zêdeyî 500 daxuyanî da. Lê dema ku desthilatiya xwe winda bike wê derkeve holê, sûcê wan wê dinyayê bihejîne. 
 
EZ JI WE RE QAQIBO DIKIM
 
Ez weke parêzerekî bang li parêzerên dixwazin di nava vê komployê de cih bigirin dikim, dixwazin we tevlî nava sûcên gelekî giran bikin. Ez ji daxwaza berdana xwe nakim. Ya ku niha we sûcdar dikin, ne dewama girtina bi neheqî ye, lê sûcekî gelekî girantir e. Ji bo ku derbasî dîrokê bibe dibêjim ku mîna li Vizonteleyê, hingê nebe 'wey, min nebihîst, min ew nedît'. Biryara DMME'yê hemû hevalên min ên girtî eleqedar dike. Lê heke arîşeya te bi min ra be, bila hevalên min ên din biçin. Ez mineta we nakişînim. Ez siyasetmedarek im, hilbijartin tê, ez li vir siyasetê dikim. Lê azadiya hevalên min vegerînin. Rojekê wê bi vîna gel biqede û sûcên li dijî me tên kirin bêguman wê berdêla wê li pêşberî hiqûqê be.
 
WÊ HESAB BÊ PIRSÎN
 
Bi dozên komplo yên sexte darbe li vîna parlamentoyê tê kirin. AKP-MHP çima hilbijartinekê qezenç bikin? Baş e pir xweş e. Tu vê ji rêzê û hêsan dibînî. Nêzîkatiya we pir hêsan e, ez heyrana wêrekîya we me. Ez ne bi qasî we mêrxas im. Heke ez ronahîyeka sor derbas bikim ez ê bitirsiyama. Weke welatiyekî vî welatî tevlî vî sûcî nebin. Min 12 salan li parlamentoyê xizmet kir, ez vê dewletê nas dikim. Hûn ê hesab bidin. Ez ji we ra dibêjim, wê ji we pirsin. Ew ê nehêle tu kes xwe jê xelas bike. Ne ji bo çav û biriyê min ê reş. Wan dewleta tirk têk bir. Ev sed sal in kurd hewl didin dewleta tirk tine bikin, bi derew an jî bi rastî lê yên têkbirinê bi ser xistin Bahçelî û Erdogan in. Dadgerî nemaye, zanîngeh nîne, aborî nemaye, ji xizaniyê bêhna mirovan bîhn dide. Hûn welatiyên vî welatî ne. Hûn jî wekî me li wargehan mayî. Hin rojan me xwe bi xwarinekê têr kir û dibistan qedand. Tu nabînî bê ka derbarê te da çi tê kirin? Di rojekê de dolar bi 2 dolaran bilind kirin û bi trilyonan birin. Bi mîlyonan mirovên neçar in mûçeyê kêmtirîn bistînin hene. Gelo Komara Tirkiyeyê vê heq dike? 
 
HEDÊ WE YE HÛN ME 'KUJER' ÎLAN BIKIN
 
Em ji bo xwe tiştekî naxwazin. Em siyasetmedar in, siyasetê dimeşînin, ger em di gorê de bin jî em ê bi rê ve bidin. Çi bi we tê? Nekin. Ez ê derbarê vê dozê de zêde neaxivim. Ev 5 sal in di hemû doznameyan de me parastin kirin. DMME'yê biryarek binpêkirinê da. Niha, ez ê çi bibêjim? siyasetmedar û mirovên herî paqij, herî bi rûmet ên Tirkiyeyê li peşberî we ne. Em neketin nava şîdetê, me hewl dan aştiyê pêk bînin. Nekin. Hûn çi biryarê bidin, îhtîmal e ku ji bilî sîyasetê ne biryareke din be, lê ji bo Xwedê bifikire. Bi şev û roj çi ye ku Erdogan, Bahçelî, Soylû der heqê me de her dibêjin 'kujer'. Gelo hedê we ye ku hûn me kujer îlan bikin? Hê darizandin bi dawî nebûye lê 50 caran wan me weke kujer îlan kirine. Dadgeh li pêşberî vê yekê bêdeng dimîne.
 
GEL WÊ AŞTIYÊ BÎNIN
 
Fikara Erdogan û Bahçelî ne serxwebûna darazê ye. Dibêjin bila ji bilî wan kes mudaxale neke. Ddibêje derbarê Selo de dadgerî çi bibêje, 'hûn ê wî dernexin'. Yanî dibêje 'ez çi bibêjim ew'. Niha ez ji wte dipirsim, hûn dikarin Selo derbixin. Ka em bibînin. Bila gelê me netirse, wê gel demokrasî, aştî, wekheviyê bînin vî welatî û em ê xizmeta xwe bidomînin û di xizmeta gelê xwe de bin."
 
Danişîn bi parastina parêzeran didome. 
 

Sernavên din

03/11/2021
09:09 Midûriyeta polîsan ji dêvla daneyên çalakiyên DAIŞ'ê tabloya mirinê şand
09:07 Li dijî tezkereyê banga ji bo têkoşîneke yekbûyî
09:07 Dayik Dorûdemîr: Rewşa tendursitiya kurê min pir xirab bûye
09:00 ROJEVA 3'YÊ MIJDARA 2021'Ê
02/11/2021
18:07 HDP'ê serdana malbatên girtiyên ku hatin derbkirin kirin
17:06 Polisan li Tarsûsê 4 kesan binçav kir
17:02 Li Konyayê Roja Rojava ya Cîhanê hat pîrozkirin
16:44 Dînler ên bi lêdanê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
16:27 DEDAŞ'ê gefa birîna ceyranê li cotkaran xwar
16:26 Erol ê CHP’yî li ser bertekan tableta li Ziyaretgeha Dayika Fatma rakir
16:10 Polîsan li balafirgeha Edeneyê 72 afganistanî binçav kirin
15:31 Ji Weşanger Azad Zal re cezayê hefsê hat xwestin
15:22 Rapora DFG'ê ya meha cotmehê: 58 rojnameger hatin darizandin
14:38 Şewirmendê parlementerê HDP’ê hat binçavkirin
14:37 Derbarê dayika Pinar Gultekîn de lêpirsîn hat destpêkirin
14:19 Ji Kavala name: Rastiya min hat pênasekirin
13:56 Dozgeriyê xwest Îbrahîm û Faîze bên girtin
13:17 Danişîna doza Ozgur Gundemê taloq kirin
13:17 Li Kabûlê teqîn pêk hat
13:14 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:39 Malbata Şenyaşar careke din nobet bir ser pêlekanên edliyeyê
12:20 Ji ber bi Sakîne Cansiz re di girtîgehê de maye kirin sedema girtinê
11:59 Li Şirnexê 2 kes hatin binçavkirin
11:54 Malzemeyên teknîkî yên rojnamevan girtî ne
11:35 Gardiyanan ji girtiyan re got: Hemû rêzikan em diyar dikin
11:11 Çawişê pispor ê ajokarê maşîna zirxî bi 42 kîlo esrarê hat girtin
10:50 Ocalan: Çareseriya li Sûriyeyê xeta PYD’ê ye
10:48 Bi hinceta "heqareta li Serokkomar" ceza li jina 96 salî birîn
10:04 Li Wanê zarokekî bi awayekî biguman mir
09:45 Altûntaş: Binpêkirinên li girtîgehan derketine asta 12'ê îlonê
09:02 DAM: Deverên bîr û baweriyê ne ji bo reklamê ne
09:02 Ji ber lêgerîna dev qebûl nekir, sewqa wî ya nexweşxaneyê hat betalkirin
09:02 Doza kaşkaşkên xwe yên hatin desteserkirin û paşê hatin firotin dikin
09:02 Xizmên girtiyan: Tecrîda li girtîgehan li her derê belav bûye
09:02 Xebatên kolandinê yên li Bajarê Antîk Perreyê pir hêdî tên kirin
09:02 Girtiyê nexweşê pençeşêrê rexmî ku cezayê wî qediyaye jî nayê berdan
09:00 ROJEVA 2'YÊ MIJDARA 2021'Ê
01/11/2021
17:25 Şandeya HDP’ê bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtin kir: Bila girtî werin dermankirin
17:19 Berxwedana Kobanê tê pîrozkirin
16:33 Cenazeyê Makbûle Berktaş hat veşartin
16:24 Derman nadin girtiyê Rojavayî
16:15 Beştaş: Divê pergaleke hiqûqê ya nû were avakirin
15:06 Li Êlihê wê HDP biçe kongreyê
14:27 Bi ‘tîmên taybet’ bi ser qawişan de girtin
14:06 Ferît Şenyaşar: Em ê di 12'ê mijdarê de dersa hiqûqê bidin dozger û dadgeran
13:50 Apro Dîrîl dîsa hat berdan
13:26 HDP'ê Wezîr Donmez bi dovîzan pêşwazî kir
13:17 Derket holê ku destdirêjî L.O. ya 17 salî hatiye kirin
12:27 HPG: Em dikarin alikariyê bidin lêkolînkirina kîmyasalê
12:26 Bang kirin ku bikaranîna çekên kîmyewî bê lêkolînkirin
11:53 Di xendeka ku li ser sînor hatibû vedan de cenazeyek hat dîtin
11:32 HDP'ê Roja Kobanê ya Cîhanê silav kir
11:08 ‘Divê cîhan nîşan bide ku li cem Kobanê ye’
11:01 DBP'ê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir
10:44 Ji bo rojnamevanan 896 sal cezayê hefsê hat xwestin
09:14 Ruhê ku serkeftina Kobanê afirandî kirin fîlm
09:01 Şîroveya gelê Dîlokê ya qrîzê: Êdî kirîna nan jî zehmet e
09:01 Ciwan di têkoşînê de bi israr in: Hewceye berteka gel xurtir bibe
09:01 ‘Arîn Mîrkan Kobanê bi dinyayê da nasîn'
09:00 ROJEVA 1'Ê MIJDARA 2021'AN
31/10/2021
21:37 Li Cizîrê polisan 3 kes binçav kirin
19:33 Dînlerên ku 7 roj in di bin bin çavan de ne îşkence kirine
19:19 Li Herêma Kurdistanê leşkerek tirk jiyana xwe ji dest da
17:47 Meclîsa Jinê ya HDP'ê bi jinên KHK'yî re hat gelhev
17:43 Platforma Jinan a Enqerê: Em li dijî cezayên nehiqûqî bêdeng nabin
17:08 Zarok MA ji zaroka re şahî li dar xist
16:29 Ji Komîsyona Mafên Mirovan a Iraqê banga çekên kimyewî
16:20 Parlamenterê YNK'î: PDK Peşmergeyên Roj ji bo armancên xwe bi kar tîne.
16:18 Hevdîtina Erdogan û Biden: Fikarên S-400'an hatin qeydkirin
15:36 'Girtîgehên kelehê berxwedanê yên kurdan e'
12:57 Malbata Şenyaşar: Heqîqet nayên jibîrkirin
12:52 Dîroknasê Rûs: Dibe ku Erdogan 4 milyon Sûriyeyiyan li Rojava bi cih bike
12:15 Bernameya meha mijdarê ya Şanoya Bajar a Amedê diyar bû
11:37 Ji Taşkesen parastina Kurdistanê: Min rastiyek anî ziman
11:27 Roja Kobanê ya Cihanê: Berxwedan dîrokî jinan bi rêxistin kir
10:58 31 salan di girtîgehê de ma: Pêlêkirina axê bo min xerîb tê
09:56 Derbarê Tûncel û Akdenîzê de du lêpirsînên cuda
09:12 Îdianameya Onûr Gencer: Hêza siyasî ya li pişta wî tê veşartin
09:06 Rûviyên wê 450 rojan li derve man, cardin kîst çêbû
09:05 Li Sîlîvriyê girtî li ser kartonan radizên
09:04 Girtiyên li ber jimariya li ser pêyan rabûn bi erdê ve hatin kaşkirin
09:03 Berteka ji bo tezkereyê: Divê em di heman eniyê de têbikoşin
09:01 Destdirêjiya lê hatiye kirin di rojnivîska xwe de nivîsiye: Kiryar serbest e
09:00 ROJEVA 31'Ê COTMEHA 2021'AN
30/10/2021
17:24 Girtiyên ku gardiyanan êrişî wan kiribûn hatin sewqkirin
17:09 Hunermendê NÇM’ê Karakaş hat berdan
16:36 ‘Berxwedana Kobanê remza vîna azad a gelê kurd e’
16:28 Di 'Rûniştina F' de ji bo Tûglûk bang kirin
16:16 Xizmên Windayan aqûbeta Gumuş û Bayram pirsîn
15:34 ‘Divê cezayê girtiya nexweş a giran Ozdogan were taloqkirin’
15:33 Aqûbeta Huseyîn Toroman pirsîn
14:51 Aydenîz: Plana Çokşikandinê ew anîn ber hilweşînê
Ozturk: Rêya çareseriyê li Îmraliyê ye
14:47 ‘Tirkiye bi piştevaniya PDK’ê çekên kîmyewî bi kar tîne’
14:34 Li Tarsûsê çeteya fihûşê: Dest dirêjî zaroka 15 salî kirin
13:49 Li Wanê mal di bin avê de man
13:48 Daxwaza taloqkirina cezayê girtiyê nexweş berasteng Kaytan hat kirin
12:49 Baroya Mêrdînê: Gotina ‘Ev der Kurdistan e’ rexneyeke li polîtîkaya dewletê
12:05 Nobeta Şenyaşaran di roja 236'an de ye
11:53 Prz. Aktar: Divê her tim li her derê bê gotin ku ‘Ev der Kurdistan e’
11:44 Li Girtîgeha Dîlokê gefa kuştinê li girtiyan xwarin