Bûldan: Tezkereya şer dijminatiya kurdan e

img

ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan destnîşan kir ku tezkereya derveyî sînor dijminatiya kurdan e û bang li muxalefetê kir û got: “Ên ku cihê çareseriya pirsgirêka kurd parlamento nîşan didin divê ji tezkereyê re bêjin na.” 

 
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, di komcivîna partiya xwe li Meclîsê de axivî û mijarên di rojevê de nirxand. Meclîsa Jinan a HDP’ê bi beşdariyek zêde beşdarî civînê bû û wêneyên Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan a ku 30 sal cezayê hepsê lê hat birîn hildan. 
 
Bûldan diyar kir ku di serdema AKP’ê de kes û aliyên civakî ku mexdûr nebûbûn tune ne û divê demildest mexdûriyeta xelkê ji holê were rakirin. 
 
‘ME BIRYARA WE NAS NAKIN’ 
 
Buldan anî ziman ku cezayê hepsê ji aliyê Dadgeha Amedê ve li Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan hat birîn rexne kir û got: “Em biryara nehiqûqî ye û bi erkek siyasî hatiye dayîn nas nakin. Em ê qet van cezayan nas nekin.” 
 
DIJMINATIYA KURDΠ
 
Buldan da zanîn ku li aliyekî qesasên jinan tên berdan û tecawizkar tên berdan li aliyekî jî pêşî li rêxistinbûna jinan tê girtin û got: “Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û Hevseroka partiya me ya Amedê Hulya Akomen jî di nav de jinên girtî ku stranên bi kurdî gotine û govend gerandine cezayê ragihandin û hevdîtinê dane wan. Daraz û îqtidara xwe li dijî kurdî dijminatiyê dikin.” 
 
‘DIVÊ TUGLUK WERE BERDAN’ 
 
Buldan got divê siyasetmedar Aysel Tugluk ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê ku pir cidî ne demildest were berdan. 
 
REWŞA GIRTIYAN 
 
Buldan anî ziman ku îşkenceya dijmirovane û êrişa zayendî ya li hemberî girtiya jin Garîbe Gezer a li Girtîgeha Bunyana Kayseriyê tê ragirtin pêk hatiye nayê qebûlkirin. Buldan got ew zext, îşkence û muameleya xerab a li ser girtiyan ji nêz ve dişopînin û got: “Girtî ne bi tenê ne û bêxwedî nînin. Em wek HDP’ê li ba wan cih digirin û em ê her li rewşa wan bipirsin.” 
 
‘TEZKEREYA ÇÛYÎNA WAN E’
 
Buldan di dewama axaftina xwe de bal kişand ser tezkereya derveyî sînor û budçeya tê amadekirin û wiha got: 
Rojeva gel feqîrî, bêkarî û bêdaletî ye. Lê em dinêrin di rojeva îqtidarê de dîsa tezkereya şer heye. Îqtidar jî baş dizane ku wê êdî biçe. Lewma ev tezkere wê bibe tezkerya çûyîna wan. 
 
DIXWAZIN NEFESÊ BIDIN OSO’YÊ 
 
Ev tezkere tezkereya ku nefesê bidin OSO, DAIŞ’ê, El Nûsra û hêzên paramîlîter. AKP dixwaze vê tezkereyê ji xwe re bike tezekereya berjendiya hilbijartinê. 
 
LI DIJÎ DAIŞ’Ê DENGÊ WE DERNEKET 
 
Yên ku dengê we li dijî DAIŞ’ê derneket, niha jî radibin li dijî Sûriyê tezkereyê dirêj dikin. Divê hûn demildest dest ji van polîtîkayên xelet û ji bilî êş û hilweşînê tiştek nayîne, berdin. 
 
WÊ LEYÎSTOKÊN WE YEKO YEKO TÊK HERIN 
 
Em armanca îqtidarê ya tezkereyê baş dizanin. Armanca wan ew e ku li Sûriyê qet aştî pêk neyê û şer berdewam bike û bila krîza penaberan bidome da ku sûdê jê bigirin. Armanca wan rastî berjwendiyê îqtidara wan e. Hevsengiya we ya şer û pevçûnê neçû serî û wê neçe serî jî. Leyîstokên we dê yeko yeko pûç bibin. 
 
BUDÇEYÊ JI ŞER RE VEDIQITÎNIN 
 
Ez li vir bang li îqtidarê dikim. Yên ku biryara operasyona leşkerî ya li Sûriyê didin bila bibînin ku welat xistine çi halî. Civak di warê aborî de têk çûye. Hûnê qet nikaribin ser van polîtîkayên xwe biniximînin. Ji karker, cotkar, jin, feqîr, teqewît, esnafan re budçe nîne lê radibin budçeyê ji polîtîkayên şer re vediqetînin. Ev budçeya wan şerê qesrê ku amade kirine wê bibe budçeya çûyîna wan. 
 
Em her tim dibêjin; şer qirêj dike. Encama tezkereyan lîsteya gewr e. Wê ji niha şûn ve cihê we ne lîsteya gewr be, dê cihê we lîsteya reş be. 
 
DERDÊ WAN KURSIYÊ WAN E 
 
Ez li vir bang li raya giştî û civakê dikim, qet û qet baweriya xwe bi gotinên vê îqtidarê yên wek ‘beka, ewlehîparêz, dijminên navxwe’ neyinin. Tenê derdek van heye, ew jî kursiyê xe difikirin. Tenê bekaya wan kursiyê wan e. Dixwazin şer zindî bihêlin û ser feqîrî, krîza aborî û bêkariyê bigirin. 
 
EM LI DIJÎ POLÎTÎKAYÊN ŞER RAWESTIN
 
Ez bang li hemû aliyan û gel dikim werin em li pêşiya polîtîkayên şer rawestin û li dijî şer derkevin. Em hemû bi hev re xwedî li aştiyê derkevin. Em tifaqa mezin a aştiyê û demokrasiyê ava bikin. Em Tirkiyê ji vê çala tarî rizgar bikin. Ez li vir bang li muxalefeta siyasî jîdikim; piştgirya tezkereya îqtidarê ya ku dixwaze kursiyê xwe pê zexm bike nekin. Piştevaniya hewldana şerê wan nekin. Li ber windakirinê ne, nebin piştevanê wan. Li cem aştiya Sûriyê cih bigirin û li cem diyalog, çareserî û muzakereyê cih bigirin. Dengê ‘erê’ nedin piştevaniya OSO, DAIŞ û El Nûsrayê. 
 
DIVÊ MUXALEFET JI TEZKEREYÊ RE BÊJE NA 
 
Yên ku cihê çareseriya pirsgirêka kurd parlamentoyê dibînin, divê ji tezkereyê re bêjin na. Heke hûn ji tezkereyê re bêjin ‘erê’, hûnê xizmeta neçareseriyê bikin. Ji vê dûr bikevin. Hişê ku 38 sal in pirsgirêka kurd bi operasyonên derveyî sînor çareser dikin, dixwazin windakirina Tirkiyê ya 38 salan berdewam bikin. Divê êdî were dîtin ku bi van rêbazan çareserî ne pêkan e. Tam jî dem dema em ji vê hişmendiya înkarê û îmhayê rizgar bibin e. Ez bang li Meclîsê dikim werin em parlamentoyê bikin parlamentoya çareserî û aştiyê. Bila ne dengê koroya şer dengê koroya aştiyê olan bide.” 
 
 

Sernavên din

03/11/2021
09:09 Midûriyeta polîsan ji dêvla daneyên çalakiyên DAIŞ'ê tabloya mirinê şand
09:07 Li dijî tezkereyê banga ji bo têkoşîneke yekbûyî
09:07 Dayik Dorûdemîr: Rewşa tendursitiya kurê min pir xirab bûye
09:00 ROJEVA 3'YÊ MIJDARA 2021'Ê
02/11/2021
18:07 HDP'ê serdana malbatên girtiyên ku hatin derbkirin kirin
17:06 Polisan li Tarsûsê 4 kesan binçav kir
17:02 Li Konyayê Roja Rojava ya Cîhanê hat pîrozkirin
16:44 Dînler ên bi lêdanê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
16:27 DEDAŞ'ê gefa birîna ceyranê li cotkaran xwar
16:26 Erol ê CHP’yî li ser bertekan tableta li Ziyaretgeha Dayika Fatma rakir
16:10 Polîsan li balafirgeha Edeneyê 72 afganistanî binçav kirin
15:31 Ji Weşanger Azad Zal re cezayê hefsê hat xwestin
15:22 Rapora DFG'ê ya meha cotmehê: 58 rojnameger hatin darizandin
14:38 Şewirmendê parlementerê HDP’ê hat binçavkirin
14:37 Derbarê dayika Pinar Gultekîn de lêpirsîn hat destpêkirin
14:19 Ji Kavala name: Rastiya min hat pênasekirin
13:56 Dozgeriyê xwest Îbrahîm û Faîze bên girtin
13:17 Danişîna doza Ozgur Gundemê taloq kirin
13:17 Li Kabûlê teqîn pêk hat
13:14 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:39 Malbata Şenyaşar careke din nobet bir ser pêlekanên edliyeyê
12:20 Ji ber bi Sakîne Cansiz re di girtîgehê de maye kirin sedema girtinê
11:59 Li Şirnexê 2 kes hatin binçavkirin
11:54 Malzemeyên teknîkî yên rojnamevan girtî ne
11:35 Gardiyanan ji girtiyan re got: Hemû rêzikan em diyar dikin
11:11 Çawişê pispor ê ajokarê maşîna zirxî bi 42 kîlo esrarê hat girtin
10:50 Ocalan: Çareseriya li Sûriyeyê xeta PYD’ê ye
10:48 Bi hinceta "heqareta li Serokkomar" ceza li jina 96 salî birîn
10:04 Li Wanê zarokekî bi awayekî biguman mir
09:45 Altûntaş: Binpêkirinên li girtîgehan derketine asta 12'ê îlonê
09:02 DAM: Deverên bîr û baweriyê ne ji bo reklamê ne
09:02 Ji ber lêgerîna dev qebûl nekir, sewqa wî ya nexweşxaneyê hat betalkirin
09:02 Doza kaşkaşkên xwe yên hatin desteserkirin û paşê hatin firotin dikin
09:02 Xizmên girtiyan: Tecrîda li girtîgehan li her derê belav bûye
09:02 Xebatên kolandinê yên li Bajarê Antîk Perreyê pir hêdî tên kirin
09:02 Girtiyê nexweşê pençeşêrê rexmî ku cezayê wî qediyaye jî nayê berdan
09:00 ROJEVA 2'YÊ MIJDARA 2021'Ê
01/11/2021
17:25 Şandeya HDP’ê bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtin kir: Bila girtî werin dermankirin
17:19 Berxwedana Kobanê tê pîrozkirin
16:33 Cenazeyê Makbûle Berktaş hat veşartin
16:24 Derman nadin girtiyê Rojavayî
16:15 Beştaş: Divê pergaleke hiqûqê ya nû were avakirin
15:06 Li Êlihê wê HDP biçe kongreyê
14:27 Bi ‘tîmên taybet’ bi ser qawişan de girtin
14:06 Ferît Şenyaşar: Em ê di 12'ê mijdarê de dersa hiqûqê bidin dozger û dadgeran
13:50 Apro Dîrîl dîsa hat berdan
13:26 HDP'ê Wezîr Donmez bi dovîzan pêşwazî kir
13:17 Derket holê ku destdirêjî L.O. ya 17 salî hatiye kirin
12:27 HPG: Em dikarin alikariyê bidin lêkolînkirina kîmyasalê
12:26 Bang kirin ku bikaranîna çekên kîmyewî bê lêkolînkirin
11:53 Di xendeka ku li ser sînor hatibû vedan de cenazeyek hat dîtin
11:32 HDP'ê Roja Kobanê ya Cîhanê silav kir
11:08 ‘Divê cîhan nîşan bide ku li cem Kobanê ye’
11:01 DBP'ê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir
10:44 Ji bo rojnamevanan 896 sal cezayê hefsê hat xwestin
09:14 Ruhê ku serkeftina Kobanê afirandî kirin fîlm
09:01 Şîroveya gelê Dîlokê ya qrîzê: Êdî kirîna nan jî zehmet e
09:01 Ciwan di têkoşînê de bi israr in: Hewceye berteka gel xurtir bibe
09:01 ‘Arîn Mîrkan Kobanê bi dinyayê da nasîn'
09:00 ROJEVA 1'Ê MIJDARA 2021'AN
31/10/2021
21:37 Li Cizîrê polisan 3 kes binçav kirin
19:33 Dînlerên ku 7 roj in di bin bin çavan de ne îşkence kirine
19:19 Li Herêma Kurdistanê leşkerek tirk jiyana xwe ji dest da
17:47 Meclîsa Jinê ya HDP'ê bi jinên KHK'yî re hat gelhev
17:43 Platforma Jinan a Enqerê: Em li dijî cezayên nehiqûqî bêdeng nabin
17:08 Zarok MA ji zaroka re şahî li dar xist
16:29 Ji Komîsyona Mafên Mirovan a Iraqê banga çekên kimyewî
16:20 Parlamenterê YNK'î: PDK Peşmergeyên Roj ji bo armancên xwe bi kar tîne.
16:18 Hevdîtina Erdogan û Biden: Fikarên S-400'an hatin qeydkirin
15:36 'Girtîgehên kelehê berxwedanê yên kurdan e'
12:57 Malbata Şenyaşar: Heqîqet nayên jibîrkirin
12:52 Dîroknasê Rûs: Dibe ku Erdogan 4 milyon Sûriyeyiyan li Rojava bi cih bike
12:15 Bernameya meha mijdarê ya Şanoya Bajar a Amedê diyar bû
11:37 Ji Taşkesen parastina Kurdistanê: Min rastiyek anî ziman
11:27 Roja Kobanê ya Cihanê: Berxwedan dîrokî jinan bi rêxistin kir
10:58 31 salan di girtîgehê de ma: Pêlêkirina axê bo min xerîb tê
09:56 Derbarê Tûncel û Akdenîzê de du lêpirsînên cuda
09:12 Îdianameya Onûr Gencer: Hêza siyasî ya li pişta wî tê veşartin
09:06 Rûviyên wê 450 rojan li derve man, cardin kîst çêbû
09:05 Li Sîlîvriyê girtî li ser kartonan radizên
09:04 Girtiyên li ber jimariya li ser pêyan rabûn bi erdê ve hatin kaşkirin
09:03 Berteka ji bo tezkereyê: Divê em di heman eniyê de têbikoşin
09:01 Destdirêjiya lê hatiye kirin di rojnivîska xwe de nivîsiye: Kiryar serbest e
09:00 ROJEVA 31'Ê COTMEHA 2021'AN
30/10/2021
17:24 Girtiyên ku gardiyanan êrişî wan kiribûn hatin sewqkirin
17:09 Hunermendê NÇM’ê Karakaş hat berdan
16:36 ‘Berxwedana Kobanê remza vîna azad a gelê kurd e’
16:28 Di 'Rûniştina F' de ji bo Tûglûk bang kirin
16:16 Xizmên Windayan aqûbeta Gumuş û Bayram pirsîn
15:34 ‘Divê cezayê girtiya nexweş a giran Ozdogan were taloqkirin’
15:33 Aqûbeta Huseyîn Toroman pirsîn
14:51 Aydenîz: Plana Çokşikandinê ew anîn ber hilweşînê
Ozturk: Rêya çareseriyê li Îmraliyê ye
14:47 ‘Tirkiye bi piştevaniya PDK’ê çekên kîmyewî bi kar tîne’
14:34 Li Tarsûsê çeteya fihûşê: Dest dirêjî zaroka 15 salî kirin
13:49 Li Wanê mal di bin avê de man
13:48 Daxwaza taloqkirina cezayê girtiyê nexweş berasteng Kaytan hat kirin
12:49 Baroya Mêrdînê: Gotina ‘Ev der Kurdistan e’ rexneyeke li polîtîkaya dewletê
12:05 Nobeta Şenyaşaran di roja 236'an de ye
11:53 Prz. Aktar: Divê her tim li her derê bê gotin ku ‘Ev der Kurdistan e’
11:44 Li Girtîgeha Dîlokê gefa kuştinê li girtiyan xwarin