Dadgeha Bilind 'bêcezakirinê' pir dît û daxwaza beraetê kir

  • rojane
  • 09:06 25 Cotmeh 2021
  • |
img

MÊRDÎN - Dadgeha Bilind, biryara "bêcezakirinê" ya derbarê 4 polisên ku Mehmet Emîn Gezer ê ji bo pirskirina faîlên birayê xwe yê di Serhildanên Kobanê de hatibû qetilkirin çûbû qereqolê bi giranî birîndar kiribûn de betal kir û beraata polisan xwest.

Di çalakiyên protestoyî yên sala 2014 piştî êrişên DAIŞ'ê yên li djî Kobanê dest pê kirin de zêdeyî 50 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran kes jî hatin binçavkirin. Di van çalekiyên ku weke "Serhildanên Kobanê yên 6-9'ê Cotmehê" derbasî dîrokê bûn de yek ji kesên ku hat qetilkirin Bîlal Gezer bû. Gezer, 7'ê cotmehê de li navçeya Kerboran a Mêrdînê hat qetilkirin û ji ber ku lêpirsîneke bibandor derbarê qetilkirina wî de nehat kirin faîlên wî derneketin holê û dosya wî jî veşarî tê hiştin.  Mehmet Emîn Gezer ê ku xwest faîlên kekê wî bên dîtin çû Qereqola Polisan a Kerboranê, li ber derê qereqolê ji pişta xwe ve hate gulebarankirin û felcî ma. 
 
GULE TESPÎT KIRINE LÊ ÇEKÊ NA
 
Di çarçoveya lêpirsîna ku derbarê bûyerê de hat destpêkirin de derbarê 4 polisên tevgera taybet de bi sûcdariya "kuştina qestî" li Dadgeha Cezaya Giran a Midyadê doz hat vekirin. Her çar polisan angaşt kir ku "gule berdane hewa". Di dema darizandinê de hat tespîtkirin ku bersûc çend fîşekan bi kar tînin û kîjan guleyan bi kar tînin, lê nehat tespîtkirin ku fîşeka di laşê Gezer de jî kîjan çekê ye. Di sala 2016'an de dema ku doz bi dawî bû, dadgehê biryar da ku derbarê polisên tevgera taybet O.A., M.K., M.Ç û A.T de "ji bo cezakirinê cih tune ye". Dadgehê, hinceta biryara xwe spart agahiyên îstîxbaratî yên beriya bûyerê û êrîşa bi wesayita bombebarkirî ya li dijî navenda polîsan li navçeyê rû dabû. 
 
DADGEHA BILIND GOT 'ŞAŞÎ' YE
 
Piştî biryarê Gezer û parêzerên din ku tevlî bûn, bi daxwaza ku biryar bê xerakirin û bersûc bên cezakirin dosyayê birin Dadgeha Bilind. Parêzerên bersûcan jî bi daxwaza beraetê serî li Dadgeha Bilind dan. 1'emîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Bilind, biryara xwe ya derbarê dosyayê de aşkera kir û daxwaza parêzerê bersûcan "di cih de" dît û diyar kir ku bûyer di encama "xetayeke çarenebûn" de pêk hatiye. Dadgeha Bilind, îtîraza parêzerên bersûcan qebûl kir û biryara dadgeha herêmî ya "bêcezakirinê" xera kir û ji bo ku biryara beraetê bê dayîn careke din dosyayê ji dadgeha herêmî re şand. 
 
BÊCEZAKIRIN WAN WÊREK DIKE
 
Parêzer Ahmet Arikan, biryarên dadgeha herêmî û Dadgeha Bilind nirxand û diyar kir ku bi "qesta kuştinê" Emîn Gezer hatiye gulebarankirin û birîndar bûye û felcî bûye. Arikan, da zanîn ku li cihê bûyerê di seriya 30 fîşekên ku ji çekên lûle dirêj derketine hatine tespîtkirin û got ku biryara "bêcezakirinê" ya  dadgeha herêmî ji bo bersûcan xelat e û biryara Dadgeha Bilind jî bûye xelata duyemîn. Arikan, bi lêv kir ku biryar di hêla hiqûqê de nikare bê aşkerakirin û destnîşan kir ku li gorî biryara dadgehê çalakiya bersûcan sûc e lê ji ber şertên ku têdebûne pêwistî bi ceza dayînê nehatiye dîtin. Li gorî biryara Dadgeha Bilind jî bûyer ne sûc e. Di sûcên ku ji aliyê polis û leşkeran ve pêk tên de polîtîkaya bêcezahiştinê tê sepandin. Polis û leşker jî ji vê sûd digirin û bêtir sûcan dikin. 
 
GEZER: HEVIYA ME YA EDLAETÊ PÊK NEHAT
 
Emîn Gezer ku di êrişê de bi giranî birîndar bû jî diyar kir hatiye tespîtkirin ku dema bûyerê 14 polisan gule berdaye lê tenê derbarê 4 polisan de lêpirsîn hatiye destpêkirin û wiha got: "Di îfadeyên polisan hatiye diyarkirin ku bêçek bûne lê hatiye gotin ku "îxbar" hebûye. Têketineke Kerboranê heye. Derketina wê jî wê demê tunebû, hê nû çêkirine. Madem ku îxbar hebûye wê demê têketinê bigirtina wê pêşî li talûkeyê bigirtina. Ji ber vê ev hemû çêker in. Ji destpêka dozê ve hêviyeke me ya edaletê tunebû. Hûn herin ji zarokekî biçûk re jî bibêjin wê bêedaletiyê ji we re vebêje. Ji ber vê em ji bo biryara hatiye dayîn matmayî neman. Li Tirkiyeyê saziya herî jê nayê bawerkirin daraz tê."
 
MA / Ahmet Kanbal
 

Sernavên din

30/10/2021
11:41 Hevberdevka HDK'ê Demîr: Li dijî boçûna tarî divê em hêzên xwe bikin yek
11:40 Li du bajaran tundî li jinan hat kirin
11:06 Zêbarî: PDK ji bo berjewendiyên xwe bû hevkarê Tirkiyeyê
10:57 Makîneya 'sûcan' a 36 salan
10:43 ‘Em destûr nadin ku tiryak belav bibe’
10:22 Ji 174 weşanxaneyên tev li fûara pirtûkan bûn tenê 1 jê ya Kurdî bû
09:53 'Di bûyerên destdirêjiyê de ne zarok, kiryar tê parastin'
09:52 Zarokê penaber ê winda kuştî hat dîtin
09:26 Banga ji bo berdana rojnamevanê girtî Ayik
09:26 Piştî Heskîfa nû li gundê wan hat çêkirin li warê xwe bûn kirêvan
09:24 Hilberînerên silqokê ji ber kotayê dixisirin
09:23 Yolerî: Armanca tezkereyê têkoşîna gelê kurd e
09:23 Polîsan hewl da çawîşê pispor ê dest dirêjî du zarokan kir biparêzin
09:22 Sekretera Jin a KESK'ê: Em budçeyeke hevpar û li ser asasê aştiyê dixwazin
09:00 ROJEVA 30'Ê COTMEHA 2021'Ê
29/10/2021
18:45 PZK'ê 3 sal li dû xwe hiştin: Zimanê kurdî hebûna me ye
16:53 Aydenîz: Binçavkirina li Sêrtê delîla gotina ‘Kurdistan mêtîngeh e’ ye
16:46 Başaran: Armanca şewatan bêmirovkirina herêmê ye
15:44 Ji bo sersaxiyê serdana malbata Ozgun kirin
15:27 Hevdîtina ‘Dema Azadiyê’: Heke hişmendiyeke ji Saddam qirêjtir hebe ew jî ev desthilat e
15:13 Ji TJA'yê daxuyaniya Gezer: Em polîtîkaya tepisandina qebûl nakin
14:02 Li Şirnexê kesek hat binçavkirin
12:47 Dikandarê ku ji Akşenerê re got ‘Ev der Kurdistan e’ hat binçavkirin
12:36 Kedkarê çapemeniya kurd Mamoste hat bibîranîn
11:58 Malbata Şenyaşar: Bila rêgezên komarê bên pêkanîn
11:48 Parêzera Ocalan: Bila Komîteya Wezîran a KE'yê peywira xwe pêk bîne
11:33 Ji berdana girtiya siyasî re dosyaya girtiya edlî bû asteng
10:22 Ciwanan bi pêgermokiyê tecrîd şermezar kirin
10:22 Li Silopiyayê 'Bazara Keda Jinan' tê avakirin
09:06 Dadgeriya Înfazê destdirêjiya hat kirin tomar nekir!
09:06 Çalakiya Dayikên Aşitiyê didome: Cenazeyên me bidin
09:06 Ji ber tunebûna avê 4 hezar û 500 pez li zozanan tê sekinandin
09:06 Hevserokê KNK'ê Karamûs: PDK, asteng e ji bo yekîtiya kurdî
09:06 ‘Cezakirina Gokkanê peyamek e ji bo têkoşîna jinê'
09:06 Dê NÇM li Amed, Wan û Îzmîrê konseran li dar bixe
09:06 Zumrut: Ji ber bêcezatiyê mirinên ji ber wesayîtên zirxî zêde dibin
09:00 ROJEVA 29'Ê COTMEHA 2021'Ê
28/10/2021
17:06 ‘Heta ku edalet neyê Roboskê, nayê Tirkiyeyê jî’
16:17 Li Metînayê birîna daran a bi destê cerdevanan didome
16:09 Li Amedê KHK hatin şermezarkirin: Wê hesabê bidin
16:01 Sal û 8 meh ceza li hevserokên HDP'ê yên Êlihê birîn
15:44 HDP'e bikaranîna çekên kimyewî bir rojeva meclisê
14:57 Guven ji girtiyên filistînî re name şand
14:35 Zibinci yê Şebnem Şirîn qetil kir hat girtin
14:22 Rojnamevan Turfent: Bergirî vegeriyan tecrîdê
13:54 Gunay: Divê her kes li ber tecrîda li Îmraliyê rabe
13:49 Çîn: Tirkiye Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir dike
13:35 Malbata Şenyaşar: Bila kes qala dewleta hiqûqê neke
13:17 Li Kocaeliyê jinek hat qetilkirin
13:04 Yureklî: Cezayê voltayê rêbaza şantajê ye
12:47 MÎT'ê li Efrînê parêzereke jin revand
12:22 Berdana girtiyan bi hêcetên beredayî tê astengkirin
12:16 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serî li dozgeriyê dan
11:16 Ji Rejîma Sûriyeyê planek bi kemîn
10:07 Maşîneya leşkerî qeza kir: Leşkerek mir û 2 leşker jî birîndar bûn
10:06 Cilên girtiyên hatin sewqkirin nehatin dayîn
09:10 DAIŞ’ê êrişî eskerên Iraqê kir: 2 kesan jiyana xwe ji dest da
09:09 Hejmartina ser piya li girtiyê milekî û lingekî wî tune ye ferz kirin
09:08 Kedkarê nejibîr ê çapemeniya kurdî: Mamoste Kadrî
09:07 'Deklerasyon reçeteya çareserkirina pirsgirêkan e'
09:06 Dadgehê biryar da: Di mewzûatê de sûcekî bi awayê greva birçîbûnê tune ye
09:06 Koç: Li dijî binpêkirinên mafan serî li Wezareta Dadê û komîsyonê bidin
09:05 'Rejîma otorîter bi girtina çapemeniyê re hat avakirin'
09:04 Komeleya Hunerê ya Dîcleyê dê ji bo zarokan qursên nû çêbike
09:04 Li Rihayê fiyetên avahiyan du qat biha bûne
09:00 ROJEVA 28'Ê COTMEHA 2021'Ê
27/10/2021
16:52 Ji ber nûçeya destdirêjiyê parve kir gef lê hat xwarin
16:46 Malbatên Pirsûsê: Ji ber ku komkujî dirêjî desthilatê dibe doz hat girtin
16:04 Êrîşa li ser girtiyan şermezar kirin: Divê demildest lêpirsîn bê vekirin
15:48 Parazvanê şaredara ku HDP’ê wê îxrac kiribû ji xwestina bertîlê hat girtin
15:44 Partiya Pêşerojê serdana malbata Şenyaşar kir
15:33 Li Denîzliyê jinek hat qetilkirin
15:32 Ji ÎHD'ê rapora girtîgehê Marmarayê: Pêkanînên tecrîdê zêde bûn
15:17 Di şerê Mêrdînê de gumana înfazê
14:59 Li Diyalayê êrişeke din pêk hat: 7 kesan jiyana xwe ji dest dan
14:41 Daxwaza girtina bersûcê destdirêjiyê ku muebbet jê re tê xwestin hat redkirin
14:36 Demîrtaş: Sedema ku dolar çima bûye 10 TL di Doza Kobanê de bişopînin
13:37 HDP: Bila îşkenceya li girtiyê ji sedî 90 astengdar hat kirin bê lêkolînkirin
12:36 Malbata Şenyaşar: Di bingeha vê rewşa nebaş de bêedaletî heye
12:31 Li Şêladizê PDK’ê êriş kir: Kesekê jiyana xwe ji dest da
12:30 Qeyûm tabeleya kreşa Zarokistanê guherand
12:15 Mehmet Ocalan bertek nîşanî cezayê "avêtina voltayê" da: Ji bo qedexeyê hincet çêdikin
11:47 Tundiya li mamoste hatibû kirin hat şermezarkirin
11:19 Devecîoglû: Bi tezkereyê çavkaniyan ji sermayeya şer re vediqetînin
10:47 Derket holê ku Dînler ên agahî ji wan nedihat girtin hatine binçavkirin
10:06 Rûspiyan bang li Barzanî kir: Roj roja yekitiyê ye
09:39 ‘Em ê xweparastinê birêxistin bikin'
09:13 ‘Kiryarên sereke yên Komkujiya Pirsûsê nehatin eşkerekirin'
09:13 Girtiya nexweş Erdînç ji ber nerihetiya nigê xwe nikare biçe tuwaletê'
09:13 Hewildanên ji bo helalkirina failê tecawizê: Hevdîtin bi hin AKP'iyan re hat kirin
09:13 Li Girtîgeha Wanê îşkence!
09:13 Li Heskîfê av kêm bû, dêra dîrokî xuyanî kir
09:13 Parêzer Aydin: Rejîmeke înfazê ya despotîk hat afirandin
09:00 ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2021'Ê
08:40 DAIŞ’ê li Iraqê êriş kir: 12 kes mirin 15 kes jî birîndar bûn
26/10/2021
19:53 Li Cizîrê ciwanekî hewl da xwe bikuje
16:32 Li meclisê hevdîtinên tezkerê dest pê kirin
16:13 HDP li Meclîsê tezkereyê protesto dike: Tezkere şer e
15:40 EŞÎK’ê serdana HDP’ê kir
15:27 'Bila girtiyên nexweş bên berdan'