Dayikên Şemiyê: Em ê hesabê hestiyên xwe ji wan bipirsin

  • rojane
  • 16:45 23 Cotmeh 2021
  • |
img
STENBOL - Dayikên Şemiyê vê hefteyê di çalakiya xwe de, bal kişandin ser Fehmî Tosûn ê 26 sal berê hatibû windakirin û aqûbeta wî pirsîn. Hevjîna Tasûn Hanim Tosûn, anî ziman ku heta kujer bêne darizandin wê têkoşîna xwe bidomînin
 
Dayikên Şemiyê bi armanca kesên di bin çavan de hatine windakirin bêne dîtin û kujer bên darizandin çalakiya xwe di hefteya 865’an de berdewam kirin. Xizmên windayan ji ber şewba vîrûsa corona dîsa bi rêya video çalakiya xwe parve kirin. Xizmên windayan vê hefteyê aqûbeta Fehmî Tosûn ê 26 sal berê di 19’ê Cotmeha 1995’an de hatibû windakirin pirsîn. 
 
'EM Ê HESABÊ HESTIYÊN XWE JI WAN BIPIRSIN' 
 
Hevjîna Fehmî Tosûn, Hanim Tosûn, anî ziman ku ev roj ji bo wê rojek reş e û wiha got: “Ez hemû kesên winda bûne bi bîr tînim. Hevjînê min ji ber nasnameya siyasî hat windakirin. Heta hemû winda bêne dîtin em ê têkoşina xwe berdewam bikin. Piştî hevjînê min hat windakirin, gelek kesên din jî hatin windakirin. Tenê hevjînê min nehat windakirin. Bi hezaran kes hatin windakirin. Heta ku em hebin têkoşîna me dê bidome. Heta hemû winda bêne ditin têkoşîna me dê bidome. Em di têkoşîna xwe de bidominin. 
 
Tosûn, destnîşan kir ku ew dê li ked û şopa windayan xwedî derkevin û wiha berdewam kir: “Ew rêya ku ew têde ne rêyek şaş bû. Ew rêşa aştî û azadiyê bû. Em ji kesên mirovên me winda kirine hesap dipirsin. Heta ku hesab bidin me dê destê me di qirika wan de be. Ji ber ku em mafdar in. Tu mafê kesî tune kesên din winda bike. Em ê hesabê hestiyên xwe ji wan bipirsin.” 
 
LI PÊŞ ÇAVÊN ZAROKÊN WÎ... 
 
Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn, jî anî ziman ku Fehmî Tosûn di 19’ê Cotmeha 1995’an de li pêş mala xwe hat revandin û wiha got: “Li pêş çavên zarokên wî li maşînê sûyar kirin û revandin. Li gel ku zarokên Fehmî Tosun plakeya erebê qeyd kirin jî hêj encam bi dest nexistine. Di vê bûyerê de hem şahid hene, hem jî plakeya erebeyê heye. Li gel vê rastiyê encam nehatiye girtin. Di dosyaya vê dozê de jî biryara bêşopandinê hat dayîn.” 
Keskîn, anî ziman ku dewletê biryara bêşopandina dosyayê da û wiha axivî: “Me plakeya maşîna ku Fehmî Tosûn revandin da Wezareta Karên Hundir. Lê wezaretê bi hinceta ewlehiya xwediyê maşîneyê lêpirsîn neda destpêkirin. Ev daxwaza me hat redkirin. Têkoşîna me ya hiqûqî dê bidome."
 
FEHMÎ TOSÛN
 
Li ser navê Mirovên Şemiyê Aylîn Tekîner daxuyanî xwend û wiha got: “865 hefte ne wekî politikaya dewletê xizmên me hatin windakirin û hêj hesap ji wan nehatiye pirsîn. Di hefteya 865’an de em bale dikişînin ser dosyaya Fehmî Tosun. Dema Tosûn winda kirin, 35 salî bû û bavê 5 zarokan bû. Li gundê Licokê ya navçeya Liceya Amedê bû. Malbata Tosûn ji ber zextên dewletê koçî Stenbolê kirin. Tosûn di 19’ê cotmeha 1995’an de li gel hevalê xwe Huseyin Aydemîr ji malê çûn kar. Dema ji mal derketin carek din nehatin malê. Di saetên êvarî de kesên bi bêtêl û bi çek Fehmî Tosûn anîn malê. Tasûn li baxçeyê malê ji hevjîn û zarokên xwe re got “Dê min bikujin.” Piştre ew bi zorê li maşînê suyar kirin û birin. Li ser vê yekê Hanim Tosûn çû qereqola Avcilarê aqûbeta Tosûn pirsîn. Serî li hemû rayedaran dan. Lê piştî demekê heyetê bi hinceta dem borî ye doz girtin.”
 

Sernavên din

30/10/2021
11:41 Hevberdevka HDK'ê Demîr: Li dijî boçûna tarî divê em hêzên xwe bikin yek
11:40 Li du bajaran tundî li jinan hat kirin
11:06 Zêbarî: PDK ji bo berjewendiyên xwe bû hevkarê Tirkiyeyê
10:57 Makîneya 'sûcan' a 36 salan
10:43 ‘Em destûr nadin ku tiryak belav bibe’
10:22 Ji 174 weşanxaneyên tev li fûara pirtûkan bûn tenê 1 jê ya Kurdî bû
09:53 'Di bûyerên destdirêjiyê de ne zarok, kiryar tê parastin'
09:52 Zarokê penaber ê winda kuştî hat dîtin
09:26 Banga ji bo berdana rojnamevanê girtî Ayik
09:26 Piştî Heskîfa nû li gundê wan hat çêkirin li warê xwe bûn kirêvan
09:24 Hilberînerên silqokê ji ber kotayê dixisirin
09:23 Yolerî: Armanca tezkereyê têkoşîna gelê kurd e
09:23 Polîsan hewl da çawîşê pispor ê dest dirêjî du zarokan kir biparêzin
09:22 Sekretera Jin a KESK'ê: Em budçeyeke hevpar û li ser asasê aştiyê dixwazin
09:00 ROJEVA 30'Ê COTMEHA 2021'Ê
29/10/2021
18:45 PZK'ê 3 sal li dû xwe hiştin: Zimanê kurdî hebûna me ye
16:53 Aydenîz: Binçavkirina li Sêrtê delîla gotina ‘Kurdistan mêtîngeh e’ ye
16:46 Başaran: Armanca şewatan bêmirovkirina herêmê ye
15:44 Ji bo sersaxiyê serdana malbata Ozgun kirin
15:27 Hevdîtina ‘Dema Azadiyê’: Heke hişmendiyeke ji Saddam qirêjtir hebe ew jî ev desthilat e
15:13 Ji TJA'yê daxuyaniya Gezer: Em polîtîkaya tepisandina qebûl nakin
14:02 Li Şirnexê kesek hat binçavkirin
12:47 Dikandarê ku ji Akşenerê re got ‘Ev der Kurdistan e’ hat binçavkirin
12:36 Kedkarê çapemeniya kurd Mamoste hat bibîranîn
11:58 Malbata Şenyaşar: Bila rêgezên komarê bên pêkanîn
11:48 Parêzera Ocalan: Bila Komîteya Wezîran a KE'yê peywira xwe pêk bîne
11:33 Ji berdana girtiya siyasî re dosyaya girtiya edlî bû asteng
10:22 Ciwanan bi pêgermokiyê tecrîd şermezar kirin
10:22 Li Silopiyayê 'Bazara Keda Jinan' tê avakirin
09:06 Dadgeriya Înfazê destdirêjiya hat kirin tomar nekir!
09:06 Çalakiya Dayikên Aşitiyê didome: Cenazeyên me bidin
09:06 Ji ber tunebûna avê 4 hezar û 500 pez li zozanan tê sekinandin
09:06 Hevserokê KNK'ê Karamûs: PDK, asteng e ji bo yekîtiya kurdî
09:06 ‘Cezakirina Gokkanê peyamek e ji bo têkoşîna jinê'
09:06 Dê NÇM li Amed, Wan û Îzmîrê konseran li dar bixe
09:06 Zumrut: Ji ber bêcezatiyê mirinên ji ber wesayîtên zirxî zêde dibin
09:00 ROJEVA 29'Ê COTMEHA 2021'Ê
28/10/2021
17:06 ‘Heta ku edalet neyê Roboskê, nayê Tirkiyeyê jî’
16:17 Li Metînayê birîna daran a bi destê cerdevanan didome
16:09 Li Amedê KHK hatin şermezarkirin: Wê hesabê bidin
16:01 Sal û 8 meh ceza li hevserokên HDP'ê yên Êlihê birîn
15:44 HDP'e bikaranîna çekên kimyewî bir rojeva meclisê
14:57 Guven ji girtiyên filistînî re name şand
14:35 Zibinci yê Şebnem Şirîn qetil kir hat girtin
14:22 Rojnamevan Turfent: Bergirî vegeriyan tecrîdê
13:54 Gunay: Divê her kes li ber tecrîda li Îmraliyê rabe
13:49 Çîn: Tirkiye Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir dike
13:35 Malbata Şenyaşar: Bila kes qala dewleta hiqûqê neke
13:17 Li Kocaeliyê jinek hat qetilkirin
13:04 Yureklî: Cezayê voltayê rêbaza şantajê ye
12:47 MÎT'ê li Efrînê parêzereke jin revand
12:22 Berdana girtiyan bi hêcetên beredayî tê astengkirin
12:16 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serî li dozgeriyê dan
11:16 Ji Rejîma Sûriyeyê planek bi kemîn
10:07 Maşîneya leşkerî qeza kir: Leşkerek mir û 2 leşker jî birîndar bûn
10:06 Cilên girtiyên hatin sewqkirin nehatin dayîn
09:10 DAIŞ’ê êrişî eskerên Iraqê kir: 2 kesan jiyana xwe ji dest da
09:09 Hejmartina ser piya li girtiyê milekî û lingekî wî tune ye ferz kirin
09:08 Kedkarê nejibîr ê çapemeniya kurdî: Mamoste Kadrî
09:07 'Deklerasyon reçeteya çareserkirina pirsgirêkan e'
09:06 Dadgehê biryar da: Di mewzûatê de sûcekî bi awayê greva birçîbûnê tune ye
09:06 Koç: Li dijî binpêkirinên mafan serî li Wezareta Dadê û komîsyonê bidin
09:05 'Rejîma otorîter bi girtina çapemeniyê re hat avakirin'
09:04 Komeleya Hunerê ya Dîcleyê dê ji bo zarokan qursên nû çêbike
09:04 Li Rihayê fiyetên avahiyan du qat biha bûne
09:00 ROJEVA 28'Ê COTMEHA 2021'Ê
27/10/2021
16:52 Ji ber nûçeya destdirêjiyê parve kir gef lê hat xwarin
16:46 Malbatên Pirsûsê: Ji ber ku komkujî dirêjî desthilatê dibe doz hat girtin
16:04 Êrîşa li ser girtiyan şermezar kirin: Divê demildest lêpirsîn bê vekirin
15:48 Parazvanê şaredara ku HDP’ê wê îxrac kiribû ji xwestina bertîlê hat girtin
15:44 Partiya Pêşerojê serdana malbata Şenyaşar kir
15:33 Li Denîzliyê jinek hat qetilkirin
15:32 Ji ÎHD'ê rapora girtîgehê Marmarayê: Pêkanînên tecrîdê zêde bûn
15:17 Di şerê Mêrdînê de gumana înfazê
14:59 Li Diyalayê êrişeke din pêk hat: 7 kesan jiyana xwe ji dest dan
14:41 Daxwaza girtina bersûcê destdirêjiyê ku muebbet jê re tê xwestin hat redkirin
14:36 Demîrtaş: Sedema ku dolar çima bûye 10 TL di Doza Kobanê de bişopînin
13:37 HDP: Bila îşkenceya li girtiyê ji sedî 90 astengdar hat kirin bê lêkolînkirin
12:36 Malbata Şenyaşar: Di bingeha vê rewşa nebaş de bêedaletî heye
12:31 Li Şêladizê PDK’ê êriş kir: Kesekê jiyana xwe ji dest da
12:30 Qeyûm tabeleya kreşa Zarokistanê guherand
12:15 Mehmet Ocalan bertek nîşanî cezayê "avêtina voltayê" da: Ji bo qedexeyê hincet çêdikin
11:47 Tundiya li mamoste hatibû kirin hat şermezarkirin
11:19 Devecîoglû: Bi tezkereyê çavkaniyan ji sermayeya şer re vediqetînin
10:47 Derket holê ku Dînler ên agahî ji wan nedihat girtin hatine binçavkirin
10:06 Rûspiyan bang li Barzanî kir: Roj roja yekitiyê ye
09:39 ‘Em ê xweparastinê birêxistin bikin'
09:13 ‘Kiryarên sereke yên Komkujiya Pirsûsê nehatin eşkerekirin'
09:13 Girtiya nexweş Erdînç ji ber nerihetiya nigê xwe nikare biçe tuwaletê'
09:13 Hewildanên ji bo helalkirina failê tecawizê: Hevdîtin bi hin AKP'iyan re hat kirin
09:13 Li Girtîgeha Wanê îşkence!
09:13 Li Heskîfê av kêm bû, dêra dîrokî xuyanî kir
09:13 Parêzer Aydin: Rejîmeke înfazê ya despotîk hat afirandin
09:00 ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2021'Ê
08:40 DAIŞ’ê li Iraqê êriş kir: 12 kes mirin 15 kes jî birîndar bûn
26/10/2021
19:53 Li Cizîrê ciwanekî hewl da xwe bikuje
16:32 Li meclisê hevdîtinên tezkerê dest pê kirin
16:13 HDP li Meclîsê tezkereyê protesto dike: Tezkere şer e
15:40 EŞÎK’ê serdana HDP’ê kir
15:27 'Bila girtiyên nexweş bên berdan'