Helwesta darazê di îstismarkirina zarokan de: Kiryar tê parastin

  • rojane
  • 09:02 22 Cotmeh 2021
  • |
img
AMED - Serokê Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê Mehmet Emîn Gun, anî ziman ku di dozên îstismarkirina zarokan de daraz kiryarên ku peywirdarên dewletê ne diparêze û got: "Gava kesê sûc kiribe karmendekî dewletê be, dadgeh ji dêvla ku wî bidarizîne, wî helal dike." 
 
Li gor rapora Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, di sala 2019'an de nêzî milyarek zarokên temenê wan di navbera 2-17 salan de zarok bi tahdeya fizîkî, zayendî an jî hestî re rû bi rû mane. Li Tirkiyeyê jî li gor daneyên 2016'an ên TUÎK'ê, hejmara dozên têkildarî îstismarkirina zarokan, di 10 salên dawî de 3 qat zêde bûne. Li gor raporê 250 hezar zarok hatine îstismarkirin. Li gor daneyên 2019'an ên TUÎK'ê 206 hezar û 498 zarok wekî mexdûr hatine, lê belê ji vana ji sedî 15.2 hatine îstismarkirin. Lê belê êdî daneyên fermî nayên parvekirin. 
 
Serokê Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê Mehmet Emîn Gun, pratîkên darazê yên di warê îstismarkirina zarokan de nirxandin. 
 
RIZANDIN
 
Gun, bal kişand ser îstismarkirina zarokan a di demên dawî de zêde bûye û got: "Îstismara zarokan pirsgirêkek û dîmeneke rizandina civakê ye. Bi fikira ku tahde li bedena zarok bê kirin û li serê wê desthilatek bê avakirin, ev tişt tên kirin. A rast, ev tahdeyeke mezina ye. Çawa ku gava me behsa meseleya jinê dikin em pê re behsa tahdeya mêr dikin, di meseleya zarokan de jî tahdeyeke mezinan heye." 
 
DELÎLA BERBIÇAV 
 
Gun, pratîkên darizandinê yên darazê wekî "darizandineke xirab" şîrove kir û ji bo nîqaşên "delîla berbiçav" a di darizandina kiryar de jî ev tişt gotin: "Ji bo girtina kiryar delîlek berbiçav divê, ji lew re girtin tevdîreke pir cidî ye. Lê meseleya ku divê mirov li ser bisekine ev e; çima beyana zarok wekî delîleke berbiçav esas nayê girtin. Zarokê dikare biaxive bi devkî dibêje, yê nikare biaxive jî tişta hatiye sera li ser kaxezê xêz dike. Ev delîline têra xwe ne ji bo girtinê. Lewma lêgerîna ji bo delîla berbiçav, divê nebe hincet ji bo darazê." 
 
REFLEKSA PARASTINÊ YA DARAZÊ
 
Gun, diyar kir ku darizandineke bi awayekî qismî dikare pêşî li ber van bûyeran bigire û got: "Partîkên darizandinê yên herî xirab, dozên ku kiryar peywirdarên dewletê ne. Peywira darazê ew e ku edaleta di navbera gel û dewletê de pêk bîne. Tew carinan divê li hemberî dewletê gel bihêz bike. Halbûkî daraz, gava kiryar xwedî nasnameyeke dewletê be, yanî mamoste, esker, mele be, di cîde refleksa parastina wî, lê peyda dibe. Di vî warî de daraz, ji bo parastina peywirdarên dewletê, xwe wekî zirxekî dihesibîne." 
 
Gun ku got "Dewlet hewl dide 'zarokên xwe yên xirab' bixemilîne û wan têxe vîtrinê" anî ziman ku ev doz veguherîne pêşandaneke şanoyê ku sûcdar tên legazlîzekirin. Gun got: "Heger sûcdar karmendekî dewletê be, ji dêvla ku bê darizandin, dewlet wî helal dike. Mesela, li Qursa Qur'anê ya Leylî ya Tilloyê ku wekî Medreseya Mele Burhaneddîn, tê zanîn, zarok hat îstismarkirin. Îdianameya bûyerê di rojekê de hat amadekirin. Yanî dozgerekî di rojekê de îdianame amade kir. Lê heman dozger ji bo bûyerine din, di du salan de îdianameyê amade nake. Bê têkilya wî bi malbatê re çi ye nizanim, lê wer xuya ye dê dosye bê girtin. Daraz, bi vê pratîkê xwe dilewitîne." 
 
TIRKIYE GUH LI PEYMANAN NAKE
 
Gun, destnîşan kir ku Tirkiye bi temamî berevajî Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yebûyî û Mafên Parastina Zarokan tevdigere. 
 
ZAROK TÊN TRAVMATÎZEKIRIN
 
Gun, diyar kir ku dewlet bi kêmasiyên di darazê de zarok bi tenê dihêle û ji xeynî vê malbat jî zarokan bi tenê dihêlin û gt: "Hin bûyer hene malbat jî gilî nakin. Lewma zarok bi tenê dimîne û xwebaweriya wî/ê qels dibe. Ev jî tê wateya ku zarok tim travmatîze dibe. Ev yek ji ber pêvajoya darizandineke xirab û piştgiriyeke xirab a malbatê rû dide. 3 mekanîzma hene ji bo ku zarokê/a mexdûr xwe biparêze; malbat, daraz û civak. Lê belê her sê jî, tim zarok mexdûr dikin." 
 
Gun, di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku di warê sûcên li hemberî zarokan qanûn nayên şixulandin û got: "Kesên di vî warî de şareza divê hebin. Heger pêk bên, qanûnine pir baş hene. Tirkiye alîgirekî Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî ye, lê li gor wê hereket nake. Heger hûn xwedî qanûnên herî baş ên cîhanê bin jî, heger pêk neyê, ew qanûn bi kêrî tiştekî jî nayên. Divê dozger û dadge rjî hesas bin. Lê mixabin pratîkine baş tune ne." 
 
MA / Eylem Akdag
 

Sernavên din

26/10/2021
15:17 Bûldan: Tezkereya şer dijminatiya kurdan e
15:17 Wê CHP ji tezkereya Iraq û Sûriyeyê re bibêje 'na'
15:00 Doza Kobanê: Serdana Ozgur Gundemê kirin hêceta girtinê
13:59 Êrişa li ser girtîgehê şermezar kirin: Bertekên xwe nîşan bidin
13:36 Doza rojnamevan Akin û ve Sarisozen hat taloqkirin
13:24 Li Girtîgeha Şirnexê gardiyanan êrişî girtiyan kirin
13:23 Doza Kobanê: Daxuyaniya Demîrtaş bi şahidan dane jiberkirin
12:25 Serlêdana Ocalan di rojeva KE'yê de ye: Dibe ku mafê 'daxwaza berdana bi şert' derkeve holê
12:07 Malbata Şenyaşar: Ev 3 sal û nîv e çima lêpirsîn nayê destpêkirin?
12:06 Parêzer ji bo Ocalan bibînin carek din serî li dozgeriyê dan
11:28 Daxwaza girtina yek ji gumanbarê komkujiya malbata Dedeogullari hat redkirin
10:26 'DAIŞ'iyan dixin nav girtiyên siyasî'
09:20 'Heta ku em cenazeyan wernegirin, em ê li ber xwe bidin'
09:07 ‘Heya meseleya kurdî çareser nebe dê yên din jî çareser nebin'
09:07 Komeleya Lêkolînên Kurdî dersa onlayn da 3 hezar kesî
09:07 Li Yazixanê dibistan heye, lê rê tune!
09:07 Gozelîya ku avê dide Amedê 51 sal in bêav e!
09:06 Piştî ava bendavê kêm bû, doza heqê îstimlaqê li gundiyan kirin
09:06 Dibistan bûn qadên berbelavbûna şewbê
09:06 17 sal in avê venaxwe!
09:00 ROJEVA 26'Ê COTMEHA 2021'AN
25/10/2021
17:54 Girtiyên ku Sîrûda Îstîklalê nexwendin hatin derbkirin
17:13 Li Wanê îstîmara zayendî: Çawişê pispor ê faîl hat girtin
16:54 Olûç: Divê şerê Sûriyeyê bi rêbazên demokratîk bê çareserkirin, ji tezkereyê re na
16:29 16 rêxistinan banga tezkerê kirin: Nebin hevparê sûc
16:19 DEDAŞ’ê dîsa li gundên Hezoyê ceyrana dînamoyên avê birî
16:00 Budçeya Gel: Em ê dawî li şatafata Qesrê bînin
15:34 Gulnaz Karataş hat bibîranîn
15:33 Bertek nîşanî qedexeyên şahiyên NÇM’ê dan
14:40 Dema xwestin daxuyanî bidin hatin binçavkirin
14:27 Daxwaznameya girtiyê ku xwest tevlî Doza Kobanê bibe hat astengkirin
14:24 Parêzerên doza Denîz Poyraz: Kujer 27 caran li Miduriyeta Polîsan geriyaye
14:09 Hevdîtina Erdogan û Bahçelî: Wê operasyon bê axaftin
13:55 Li Idlibê êrişî noxteyên hêzên girêdayî Tirkiyeyê hat kirin
13:49 Ji girtiyan re gotin ‘karê we li vir qediyaye’ û sewq kirin
13:26 Serokê Baroya Wanê Ûçar: Li girtîgehan binpêkirinên mafan bi hêsanî pêk tên
13:13 22 parlamenterên HDP'ê êrişa zayendî ya li girtîgehê ji Wezîrê Dadê pirsîn
12:44 Malbata Şenyaşar: Ji qêrîna dayikê re bêdeng nemînin
12:37 Dolar derket 9,85 TL'yan û rekoreke din şikand
12:24 HDP: Li şûna gefan bila biryara DMME'yê pêk bînin
12:02 'Kurdistana Biçûk’ a Kazakistanê: Kaskabûlak
11:35 Yilmaz: Divê muxalefet di tezkereyê de nebe hevkarê sûc
11:29 'PDK’ê nexweşxaneyek taybet ji bo kesên ji çekên kîmyawî bandor dibin vekiriye'
10:15 Tê payîn di rojeva kabîneyê de destwerdana li dijî Rojava hebe
09:06 Dadgeha Bilind 'bêcezakirinê' pir dît û daxwaza beraetê kir
09:06 Pîşeya ku ji bêderfetî dijî!
09:06 Generalên biçûk ên Apê Mûsa Bi navê 'Çerx' bûn mijara sînemayê
09:06 Girtî Yildiz: Zext veguherîne êrişên fizîkî
09:06 Malbatan piştgirî da têkoşîna li dijî fihûş û hişbirê
09:06 Cotkarê petixan: Heta kîngê em ê xesar bikin?
09:00 ROJEVA 25'Ê COTMEHA 2021'AN
24/10/2021
18:08 Damezrandina MKM'ê bi gerandina govendê pîroz kirin
17:04 Dest danîn ser arşîva muzîkê ya hunermend Karakaş ê hat binçavkirin
17:00 Panela Ciwanan: Tûrnûvaya Fûtbolê îtîraza desthilatê ye
15:07 Meclisa Jinan a HDP'ê: Li dijî budçeya zilam budçeya li gorî zayendiya civakî
14:49 Xizma girtî ku çûbû hevdîtinê bi lêgerîna tazî re rûbirû ma
14:48 Maşîneya zirxî li 6 wesayîtan qelibî: 3 kes birîndar bûn
14:26 7 meh in ji Ocalan agahî nayê girtin
13:03 Karabûlak, sirgunî girtîgeheke din hat kirin
13:01 Civaknas Schmîdt: Gefa esil Erdogan e
12:36 Çetînkayayê infaza wî şewitantandin hat sewqkirin
12:06 Di 6 mehan de 323 êrişên kîmyewî çêbûn
11:57 QSD: Li Kobanê 3 şervanan jiyana xwe ji dest da
11:35 Têkoşereke edeletê: Kadriye Encû
11:15 Malbata Şenyaşar: Em bi serdema herî bêedalet re rûbirû ne
10:57 Navenda Xwendekarên Silopiyayê: Pirtûkxaneya Mîr Celadet Bedirxan
09:07 Prof. Dûrmûş: Daxilbûna nava şerekî nû, dê bibe geşkirina agir
09:06 Şîroveya rihayiyan a ji bo aboriyê: Dawî kendal e
09:05 Pirtûka helbestan a Ramazan Besîliyê 29 sal in girtî derket
09:04 Piştî pêvajo hat xerakirin dest bi cezakirinê kirin
09:00 ROJEVA 24'Ê COTMEHA 2021'Ê
23/10/2021
16:52 Hunermend Guneştekîn bersiva rexneyên li ser xwe da
16:45 Dayikên Şemiyê: Em ê hesabê hestiyên xwe ji wan bipirsin
16:30 Çalakiya ‘Rûniştina F’ di hefteya 500’emîn de ye
16:24 Li Qilêbanê jinek ciwan xwest xwe întîhar bike
16:15 Li Edeneyê jî konsera NÇM’ê hat qedexekirin: Wê konser li avahiya HDP’ê were lidarxistin
15:42 Sancar bang li muxalefetê kir: Em ji tezkera şer re bêjin na
14:59 Di hefteya 500'emîn de bang li îqtidarê kirin: Em ê dev jê bernedin
14:43 ‘Bila girtiyên nexweş Burgu û Gokan werin berdan’
14:34 Li aqûbeta Cemîl Kirbayir hat pirsîn
14:33 Polîsan bi ser şantiyeyê de girtin: Gelo we bêriya xendekan kiriye?
14:15 PZK’ê helbestvan Cegerxwîn li gundê lê ji dayik bûye bi bîr anî
14:01 KCD: Bidawîkirina aloziyan bi azadiya Ocalan pêkan e
13:41 Xizmên Windayan li aqûbeta Dr. Recaî Aydin pirsîn
12:35 HDP’ê serdana TTB’ê kir: Divê em xwedî li budçeya gel derkevin
12:05 Serokê EMEP’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
11:21 ‘Heke em dengê xwe dernexin wê budçeya 2022’an jî bibe budçeya şer’
10:43 44 sal in sewalkariyê dike lê zirarê dike
10:09 Li dijî binpêkirinên li girtîgehan rêzebername: Em bibin dengê girtiyan
09:06 Malîyeta 5 salan a polîtîkaya ewlehîparêz 600 milyar dolar e
09:03 Gelê herêmê naxwaze li Dero Findikoyê pengav bê çêkirin
09:03 Projeya germavê 20 meh in neqediyaye
09:03 SES: Divê li Şirnexê AMATEM hebe
09:03 Rektor soza ku dê çayê bike 50 quriş da xwendekaran
09:03 Li Îmraliyê cezayê voltaavêtinê
09:00 ROJEVA 23'YÊ COTMEHA 2021'AN
08:23 Yek ji dayikên Roboskiyê Kadriye Encu wefat kir
22/10/2021
20:53 Doza Komkujiya Pirsûsê: Dadgehê ceza li bersûcekî tenê birî û dosyeya dozê girt
20:39 Piştî lêgerîna eskeran a qawişê 14 girtî bi virûsê ketin
16:05 ÎHD: Li girtîgehên Egeyê 147 binpêkirinên mafan qewimîn