Takor Zerdeşt: Li Başûr sivîl ji ber gaza kîmyewî dimirin hikûmet jî vedişêre

  • rojane
  • 13:17 19 Cotmeh 2021
  • |
img

NANVENDA NÛÇEYAN – Nivîskar Takor Zerdeşt, di nivîsa xwe ya Rojnameya Welat de bal kişand ser êrişên Tirkiyeyê yên li ser Herêma Kurdistanê û diyar kir ku ji ber Artêşa Tirk di êrişan de gaza kîmyewî bi kar tîne sivîl jiyana xwe ji dest didin û hikûmeta herêmê vê rewşê vedişêre.

Êrişên Tirkiyeyê yên li ser Herêma Kurdistanê ku di meha nîsanê de dest pê kiribûn, didomin. Di rojên dawîn de tê angaştkirin ku Tirkiyeyê di êrişan de çekên kîmyewî bi kar tîne û gelek sivîl ji van çekan bi bandor bûne. Tê gotin ku gelek sivîl ji ber bandora li ser xwe çûne nexweşxaneyan û tedawî dibin. Nivîskarê Rojnameya Welat Takor Zerdeşt, di nivîsa xwe ya îro ya bi ser navê “Li Başûr sivîl ji ber gaza kîmyewî dimirin hikûmet jî vedişêre” de bal kişand ser vê mijarê û diyar kir ku ji ber bikaranîna çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê li herêmê 7 sivîlan jiyana xwe ji dest daye û Hikûmeta Herêma Kurdistanê vê rewşê vedişêre. 
 
‘PDK SÎXURIYÊ BI PÊŞ DIXE’
 
Nivîsa Zerdeşt bi tevahî wiha ye:
 
“Li başûrê Kurdistanê ji Heftenîn, Metînan, Kanîmasê û Zapê heta digihîje qada Avaşîn û Werxelê bi mehane bi giranî di bin êrîşên dagirkeriya dewleta tirk de ne. Dewleta tirk a dagirker, ji bo êrîş û çavdêriyê li seranserî Herêmên Parastinê yên Medyayê pêş bixe; çekên giran û teknîka pêşketî bikar tîne. Li herêmê bi hevkariya PDK’ê sîxuriyê pêş dixe. Bi kamera, drone (SÎHA) û teknîkên pêşketî herêmê dişopîne. Tevî hemû hewldanên Tirkiyeyê gerîla bi berxwedaniyek bê mînak têdikoşe. Di seranserî dîrokê de mînakek wisa tune ye. Gerîla bi vê têkoşîna xwe ya dîrokî êrîşên dagirkeriyê vala derxistin. Lewre wekî mîna berê dewleta tirk serî li her rengê hovîtiyê dide. Ji bo ku îradeya gelê kurd bişkîne serî li hemû rêbazan dide. Her cureyên çek û teknîkên li dijî mirovî, gazên kimyawî di êrîşen xwe de bi kar tîne. Bi vê şewazê her çiqasî encam bidest nexistine jî lê pir caran em dibihîzin gerîla bi gazên kîmyawî şehîd dikevin. Gerîla bi her awayî heya astekê li hember vê hovîtiyê tedbiran digirin û rêçareyan dibîne. Lê gelê sivîl ê li herêmê zêdetir bi bêçareyî dibin qurbaniyê vê gazê. Li herêmê ji ber gazên kîmyewî û jahrîn, heta niha bi sedan kesan berê xwe dane qadên saxlem ên wekî Zaxo û Dihokê.
 
7 KESAN JIYANA XWE JI DEST DAYE
 
Tişta pir sosret ew e ku hikûmeta başûrê Kurdistanê vê rastiyê vedişêre. Li gorî xizmeta dewleta dagirker tev digere. Rê nade ev rastî ronî bibe. Naxwaze raya giştî vê rastiyê bibîne. Bikaranîna çekên kîmyewî û jahrîn, di danezanên mafê mirovî de wekî sûcê şer û derveyî exlaqa mirovahiyê tê pênasekirin. Ev yek hatiye mahkûmkirin. Di vê dawiyê de ev mijar ji aliyê ektîvîstên kurd û cîhanî ve di qadên navdewletî de dibe dosyayek belgeyan. Ji ber vê yekê, her çend PDK vê rastiyê veşerê jî, dawiya dawî ev rûpelên rastiyê, dê di raya giştî de bê dîtin. Taliyê PDK dê ji ber vî sûcê xwe yê mirovahiyê li hember gelê xwe bê tawanbarkirin. Dê wekî sûcê mirovahiyê tev li rûpelên dîrokê bibe. PDK dê nikaribe xwe ji vê rûreşiyê rizgar bike. Di vê dema borî de min peywendî bi gelek kesan li Dihokê û li herêmên Kanîmasê û Amêdiyê kir. Ez haydar bûm ku pir kesên sivîl bi vê jehrê ketine. Min peywendî bi hin kesên di nexweşxaneyan de kar dikin re kir. Li gorî şahidiya wan, 7 kes bi vê jehrê mirine. Ev yek hatiye piştrastkirin. Dibe ku hejmar pir zêtir be. Lê mixabin PDK bi tundî rê li pêşiya vê rastiyê digire. Rê li belavbûna van rastiyan digire. Lewra serjimêriya rast û dirust nakevin berdest. Li gorî çavkaniyên bingeha saxlem ev agahî hatin: Li gundê Bêgovan di 13’ê cotmehê de 10 kesên sivîl ku bi vê jehrê ketine serdana nexweşxanê kirin. Ji wir jî bi lezgînî şandine nexweşxaneya beşa hewarhatinê ya Dihokê. Hindek ji wan mirin.
 
Hindek kes jî ji navçeya Şêladizê bi heman nîşanên jehrîbûnê ji nexweşxaneya Şêladizê şandin beşa Hewarhatinê ya Dihokê. Min ji devê kesekê ji nexweşxaneya beşa hawarhatinê ya Dihokê bihîst ku ev nexweşe pir taybet e. Veşartiye û di bin çavdêriyê de ye.
 
BI VÎRÛSA KORONAYÊ VEDIŞÊRIN
 
Heman çavkaniyê diyar kir ku nexweş di bin navê ‘Ber bi bombardimanên firokên dewleta tirk ketine’ dikevin bin çavdêriyê. Lê dema mirov li wan temaşe dike, tu birîna ku ji wê encamê be, di laşên wan de xuya nake. Laşê wan kevil dide. Wekî ku şewata di agir de şewitî be. Ne birînek normal e ku diyar bibe. Ev şewat encama bombardurmanê ye. Ev kesên zanyarî didin, bi xwe jî nizanin ku ev nexweşî ji sedema gazên jehrî û kimyawî bûnê ye, ya na. Jixwe li gorî çavkaniyan hatine mîsogerkirin, pir bi azarên henas û oksîjenê re rûberû dimînin. Ev dibe sedem ku wan bi ketina şewba vîrûsa koronayê bênase bikin. Wekî ku ne bi gazên jehrî şewitî bin. Ev sûcê li dijî mirovahî û gelê kurd tê kirin. Ev bi destê PDK’ê tê kirin. PDK bi vê yekê rûyê xwe yê reş di dîrokê de dinivîsîne. Divê bi lez Komîteyek Çavdêriyê ya pêkhatî ji civateke beşa mafê mirovan û saziyên weke SPT were avakirin. Bi lezgînî ev rewş bikeve bin lêkolînek baş û bi şêwazekî navneteweyî bikeve bin lêpirsînan. Ev karê qirêj a dewleta tirk bi tundî were protestokirin. Divê helbet PDK jî di vî warî de bê cezakirin. Eger PDK di van kirinên xwe de bi israr be, divê ji aliyê navendên partiyên siyasî ve were darizandin.”
 

Sernavên din

19/10/2021
16:38 Girtiyên ji Kirikkaleyê sewqî Sîncanê hatin kirin : Her şev bi ser qawîşan de digirin
16:36 Li Mêrdînê bang kirin: Em çanda kurdî bidin jiyîn
15:51 Dayika Ayşe Ozdogan a 72 salî hat binçavkirin
15:51 Platforma Zimanê Kurdî: Divê kurdî bijî
15:27 Eskerên ku li gundiyan dan: Dest ji doza xwe berdin
14:59 Sancar: Wê dawî li şer û desthilatdariyê were anîn
14:50 Li Efrînê 3 jinên din hatin revandin
14:43 Erdogan mûçeyê xwe kir 100 hezar TL
14:42 Pirtûkeka nû ji Selîm Temo: Pûnga li Bajêr
14:35 Urkut: AKP’ê ji bo berjwendiyên xwe pêvajoyê qedand
14:14 Tê xwestin ku tezkereya Iraq û Sûriyeyê 2 salên din jî bê dirêjkirin
13:31 Danişîna penaberê li GGM’ê bi tundiya polîs hat qetilkirin hat dîtin
13:20 HDP’ê têkildarî budçeyê serdana KESK’ê kir
13:17 Takor Zerdeşt: Li Başûr sivîl ji ber gaza kîmyewî dimirin hikûmet jî vedişêre
13:08 Doza Las Tesis ji bo biryarê hat taloqkirin
12:13 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:33 Çîftyurek: Şerê bi kurdan re dê Tirkiyeyê biçûk bike
11:31 Hozan Canê: Wê nikaribin bi cezayan hunermendan bitirsînin
11:01 Malbata Şenyaşar: Bila mirovahiya xwe di lêpirsînê re derbas bikin
10:43 Omer: Wê ji hevdîtinên Destûra Bingehîn a Sûriyê encam dernekeve
10:30 Windakirina nirxê TL didome
10:10 Ji bo Kavala sefîrên 10 welatan vexwendin Wezareta Karên Derve
09:10 Darizandin hat sekinandin, qeymeqamtiyê destûra lêpirsînê neda
09:09 Fêkiyeke kêmpeyda û çavkaniya şîfayê: Henap
09:07 'Qanûn li Antalyayê bi awayekî din e, li Şirnexê bi awayekî din e'
09:07 PDK bûye piyonê TSK'ê!
09:00 ROJEVA 19'Ê COTMEHA 2021'AN
18/10/2021
22:39 Cenazeyê Gîzlenç di bin dorpêça polîsan de hat veşartin
20:17 Şahidê Doza Kobanê Gokalp 15 rojan li TEM'ê hatiye sekinandin!
18:15 Partiya Azadiyê serdana HDP'ê kir
17:13 Nîvê şevê bi ser qawişan de girtin: Zarok gelek ditirsin
16:48 Bûldan: Gelo hûn ê bi pelçiqandina zarokên kurd pirsgirêkê çareser bikin?
16:46 Li Êlihê bertek nîşanî qedexeya konsera NÇM’ê dan
16:17 Dema binçavkirin şermezar dikirin hatin binçavkirin
16:12 Li Elkê salvegera damezrandina HDP'ê hat pîrozkirin
15:50 Li Mêrsînê jinek hat qetilkirin
15:40 Ji bo doza Komkujiya Pirsûsê banga beşdariyê kirin
15:38 3 sal û mehek ceza li Hozan Canê hat birîn
14:32 Midurê hilbijartinê ji tacîzê hat girtin
14:20 Jinan bersiva şideta polîsan da: Em ê serî netewînin
14:13 Ji bo malbata Şenyaşar serî li Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan hat dayîn
14:08 HDP’ê li Nisêbînê ji xelkê re qala budçeyê kir
14:01 Mitînga “Banga Demokrasiyê” dest pê kir
13:14 Ferît Şenyaşar: 224 roj in çapemenî me paşguh dike
13:14 Rûniştina 5’emîn a Doza Kobanê dest pê kir: Girtiyan parastina xwe nekir
13:13 Cezayê girtîgehê li Mamedoglû yê HDP'î hatiye birîn
12:20 KMMK : Di meha îlonê de 8 kolber hatin kuştin
10:59 Berdevkê YPG'ê: Dibe mîna Efrînê li hev bikin
10:58 Di berdêla Idlibê de bazariya Til Rifat û Şehbayê
10:16 Li Wanê xwendekaran zemên xwarin û wargehê şermezar kirin
09:02 'Bi Doza Kobanê re siyaseta HDP'ê tê astengkirin'
09:02 'Yên ku tehamula wan ji rengên kurdan re nîne, wê çawa çareseriyê bîne'
09:02 Bişar Îçlî: Şirket-dewlet tovên xwecihî asîmîle dike
09:00 ROJEVA 18'Ê COTMEHA 2021'AN
08:29 Wênegir Burhan Gizlenmiş jiyana xwe ji dest da
17/10/2021
19:43 Durakoglu dîsa ji bo serokatiya Baroya Stenbolê hat bijartin
19:33 Sancar li sûka Mêrdînê serdana esnafan kir
18:09 Li Botanê kampanyaya "Dema azadiyê" didome
17:38 'Bikaranîna tiryakê li Tirkiyê zêde bûye'
17:37 Hunermendan li Amedê qedexekirina konsera NÇM’ê şermezar kirin
17:09 'Talankirina daran rawestînin'
16:05 Li Efrînê jinek du canî hat qetilkirin
15:45 Girtiyên ku guhertina odeyan qebul nekirin hatin derbkirin
15:34 Başaran: Em ê astengiyan bi têkoşîna jinan ji holê rakin
15:14 Aydenîz û Poyraz serdana Dayikên Aştiyê kirin
15:06 Li Semsûrê salvegera avakirina HDP’ê bi coş hat pîrozkirin
14:00 Mîtînga ‘Banga Demokrasiyê’: Em ê nîşan bidin ku em li ser piya ne
13:45 Polîsan li Dayikên Aştiyê ‘biçin ber HDP’ê alê vekin’ ferz kirin
13:24 Sancar: Werin em budçeya aştiyê çêbikin
12:41 Malbata Şenyaşar: Dê sûcdar rojekê hesab bidin
12:16 Encamên hilbijartina Iraqê aşkere bûn
11:56 Girtiyê nexweş Yalçin bi hinceta pandemiyê nayê derma kirin
09:18 Ji ber Talîbanê du caran terka warê xwe kir
09:13 Xizmê firar ê serokê AKP'î alîkarî ji polîsan wergirtiye
09:11 'Dolar difire, lê meaşên me weke xwe ne'
09:07 Bekîr Guvenê ji sedî 98 astengdar: Girtîgeh ne cihên girtiyên nexweş in
09:04 Projeya nexweşxaneyê betal kirin, li şûna wê hawiz û mala mamosteyan çêkirin
09:02 Dermanên wextê wan derbasbûyî dan girtiyên bi Covîd-19'ê ketin
09:00 ROJEVA 17'Ê COTMEHA 2021'Ê
16/10/2021
23:45 Nûçegihanê me û endamên ciwanan serbest hatin berdan
20:23 Îmamoglû: Pêdivî bi aştî û hiqûqê heye
20:03 Nûçegihanên me Sezgîn û Altûntaş hatin binçavkirin
18:44 Aydenîz: Dê aqûbeta AKP û MHP'ê jî wekî yên berê be
16:56 Jin li Qada Stasyonê ne: Denîz êdî deniza gel e
16:40 Li Edenê û Îskenderûnê salvegera HDP’ê hat pîrozkirin
16:14 Agirî xwe ji mîtîngê re amade dike
15:37 Şahidê zindî yê Komkujiya Dêrsimê Çorak jiyana xwe ji dest da
15:36 Li Şirnexê talankirina daran berdewam dike
15:35 Hevdîtina budçeyê ya bi cotkaran re: Rewş xira be
15:25 Qeymeqamtiyê konsera ‘Berbang’ ku walitiyê destûr dabû qedexe kir
15:24 'Bila girtiyê nexweş ê ji sedî 70 astengdar bê berdan'
14:55 ÎHD: Girtiyê nexweş Coşkûn bi rîska mirinê re rûbirû ye
14:54 Dayikên Şemiyê ji bo 11 gundiyên li Pasûrê hatibûn qetilkirin banga edaletê kirin
14:11 Jin li Qada Îstasyonê kom bûn
13:58 Ji bo girtiyê 12 caran emeliyat bûye banga berdanê hat kirin
12:40 Operasyona MÎT’ê ya “sîxurên Îranê” senaryo derket
12:38 Di Lijneya Giştî ya Baroya Stenbolê de nerazîbûna li dijî tecrîdê
12:30 Budçeya 2022’yan: Budçeya parastinê ji sedî 30 zêde bû
11:39 Fehîme Poyraz ji bo mîtînga jinan bang kir
11:23 Ji Doza Komkujiya Konyayê hevkariya dozger-çapemeniyê derket