Ji Doza Komkujiya Konyayê hevkariya dozger-çapemeniyê derket

  • rojane
  • 11:23 16 Cotmeh 2021
  • |
img

ENQERE - Di kuştina 7 endamên malbata Dedeogûllerî ya li Konyayê de hevkariya faîlan û dozger û çapemeniyê derket holê.  Faîlên ku di 12’ê adarê de hatibûn girtin bi rê û rêbazên ku dozgeriyê nîşanî wan da hatin berdan û ji çapameniyê re nûçeyeke dijber hatiye servîskirin. Kesên ku dozger wan berdan ji ber qetilkirina malbatê careke din hatin girtin. 

 
Di 30’ê tîrmehê de li navçeya Meramê ya Konayayê, di encama êrişeke nîjadperest ku li dijî malbata Dedeogûllari pêk hatibûn de 7 ferdên malbatê jiyana xwe ji des dabûn. Hat hînbûn ku di nivîsên koma Whatsappê ya bi navê “Mahkeme” ku 18 gumanbarên Komkujiya Dedeogûllari di navbera xwe de ava kiribûn de dozger rê û rêbazan nîşanî gumanbaran daye. Koma ku mijara gotinê ye piştî êrişa di 12’ê gulanê de li dijî malbata Dedeogûllari pêk hatibû ji aliyê Alî Keleş ve hatiye avakirin. Di nivîsandinan de rewşa xizmên wan ên di êrişa 12’ê gulanê de hatine girtin, asta lêpirsînê, hûrgiliyên hevdîtinên bi parêzer û dozger re û her wiha nûçeya ku ajansa me di 10 tirmehê de çêkiribû û nûçeyên piştî wê hatine çêkirin cih digirin. 
 
Di tevahiya nivîsandan de Alî Keleş, diyalogên di navbera parêzerên xwe û dozger de weke nîşeyên agahiyê radigihîne. Di nivîsandinan de tê diyarkirin ku Alî Keleş û hin ferdên malbatê xwe hem bi parêzerê xwe re hem jî bi tena serê xwe gelek caran bi dozger M.A. re hevdîtin kirine. 
 
DOZGER RÊ Û RÊBAZAN NÎŞAN DIDE
 
Ji meha gulanê dema ku êrîşa pêşîn pêk hat û heta êrişa dawîn a di meha tîrmehê de pêk hatiye hin ji wan ragihandinên derbarê têkiliya bi dozger re wiha ne:
Alî Keleş: Em bi parêzer re axivîn. Got, "Em bi dozger re bi awayekî taybet axivîn’, Ez jî li edliyeyê bûm. Me ji dozger re rewşê vegot û got ku ew ê her îtîrazê li ber çavan bigirin û ya ji destê wî tê wê bike. 
 
Alî Keleş: Em ê bi kesên di hundir de ne re bicivin û aştiyê bipirsin. Em ê li ser tiştên ku dê bikin biaxivin û ji bo pêkhatiye aştiyê divê kesek sûc bigire ser xwe yan jî gilî were betalkirin.  Parêzer her roj di dîtina dozger de bi israr e. Ez bawer im wê Alî û Lutfî sûc bigirin ser xwe. Li benda randevûya bi dozger re ne ku îfadeyê bidin. 
 
Alî Keleş: Bi parêzer re axivîm. Dibêjê, ‘Serê dozger gelek tevlîhe bûye’. Got heke berdana zû dixwaze divê 2 kes sûc bigirin ser xwe. Heke dosya îro careke din bê ber destê dozger ez ê bi dozger biaxivim. 
 
Ber bi dawîbûna nivîsandinan de tê diîtin ku Yahya Çelîk û Velî Keleş di 9'ê tîrmehê de piştî hevdîtinên bi dozger re hatin berdan û du kesan sûc girtiye ser xwe. Agahiya berdanê di nivîsandinan de jî derbas dibe. 
 
KESÊ DEREWKAR
 
Beriya biryara berdanê di nivisandinan de tê dîtin ku malbat ketiye nav lêgerînên şahidên derewkar. Di 16 'ê Hezîranê de ev îfadeyên Ramazan Çalik cih digirin: “Ji bo îfadeyê bide dozger me weke şahidekî bêalî kekê Ahmet ê şîrfiroş bir. Bûka me Ayşe diyar kir ku bûyer di rê de çêbûye û tiştekî di destê wê de tune ye.
 
'EGER ROJNAMEVANÊN NAS DIKE HEBIN BILA NÛÇEYA BEROVAJÎ VÊ ÇÊBIKIN’
 
Alî Keleş lînka nûçeya me di 10’ê tîrmehê de ya derbarê bûyerê de li komê bar dike û ev tişt dibêje: “Hewl didin bûyerê ji medyayê re ragihînin. Ev çîrok îro hate parvekirin. Raya giştî ava dikin. Ji bo niha di hesabên nûçeyên PKK'ê de parve dikin. Ez hêvî dikim ku medyaya neteweyî jî wiha ranegihîne. Ya rast, heke tu rojnamegerekî nas bikî, çêtir e berovajî vê bikin. Parêzer dibêje, ev nûçe gelekî aciz e. Wî jî got ku 'heke dadger ev çîrok bixwenda, me yê ev her du kes pir bi zehmetî derxistina.”
 
NÛÇEYA BIFERMAN A SABAHÊ
 
Alî Keleş lînka nûçeya rojnameya herêmî Pûsûla ya di 12’ê tîrmehê de çêkiribû jî di komê de parve dike û ev tişt dibêje: “Nûçe li her derê belav dibe. Em ê vê pûsûlayê rakin. Rojnameya herêmî ye jî." Alî Keleş piştî du rojan ji komê re got, "Eger em kesekî nas bikin, çêtir e berevajî vê bike."Piştî du rojan dîsa ji komê re ev tişt dinivisîne: “Nûçeya ji bo me hem jî du nûçe. Hem jî çapemeniya neteweyî Sabah.” Nûçeya Sabahê ya “Gotin şerê tirk-kurdan! Rastî tiştekî din derket” parve kir. 
 
MA / Zemo Aggoz
 

Sernavên din

22/10/2021
16:02 Parlamenterên CHP’ê serdana Malbata Şenyaşar kirin
15:32 Walîtiya Rihayê çalakiyên ji bo Doza Pirsûsê qedexe kir
15:11 Sancar: Îqtidar bi feraseta ‘qencî û sedeqeyê’ nêzî astengdaran dibe
15:02 Tûncel: Agirê Prometheus di destê HDP’ê de ye
14:39 Li Edene û Mêrsînê cezakirina Gokkan hat protestokirin
14:01 Jinan jî li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bang kir
13:39 Doza Pirsûsê: Dadgehê daxwaza ji bo dosyeya El Aggal red kir
13:39 Piştevaniya ji bo Gokkan: Esas hedef têkoşîna jinan e
12:31 Başaran: Em kurd in, jin in, li vir in
12:22 Doza Kobanê: Xebata hilbijartinê sûc hatiye nîşandan
11:56 Di Doza Pirsûsê de daxwaza parastina parêzeran hat redkirin
11:41 Dîmenên wesayîta ku polîsan gulebaran kiribû derketin holê
11:29 Rûniştina biryara Doza Komkujiya Pirsûsê dest pê kir
11:24 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:23 Li Wanê şermezarkirina xwendekaran didome
11:16 Malbata Şenyaşar: Dayik wê edaletê bînin
10:55 Îdareya girtîgehê ‘Antolojiya Dengbêjên Botanê’ desteser kir
10:08 YE: Tirkiye, li Sûriyeyê hêzeke dagirker e
09:52 HDP'ê hosteyê helbesta kurdî Cegerxwîn bi bîr anî
09:40 YNK’ê bersiva PDK’ê da: Tu têkiliya hikumetê bi bûyera Xelîfanê re nîne
09:38 Rewşenbîrên ereb têkildarî çekên kîmyewî bang kirin: Li cihê cih lêkolîn bikin
09:13 Ava bermayî ya Heskîfê 6 meh in diherike pengava bendavê
09:02 Helwesta darazê di îstismarkirina zarokan de: Kiryar tê parastin
09:02 Hiqûqnas: Heyfê ji girtiyên siyasî distînin
09:02 Sekreterê Giştî yê Tum Bel-Senê: Qeyûm gefan li endamên me dixwin
09:02 Dê ji bo girtiyê nexweş Ozkan serî li AYM û DMME'yê bide
09:02 10 sal derbas bûn, Wan ji bo erdhejê ne amade ye
09:02 16 sal in restorasyona li Keleha Kolikê neqediyaye
09:00 ROJEVA 22'YÊ COTMEHA 2021'AN
08:51 Li Semsûrê kesek hat binçavkirin
21/10/2021
17:00 Derbarê Ferhat Tûnç de biryara girtinê hat derxistin
16:54 Li Dersimê eskerekê jiyana xwe ji dest da
16:44 Bikaranîna "çekên kîmyewî" li Parlamentoya Îtalyayê ye
16:15 Rêveberiya Xweser serdana Parlementoya Katalonyayê kir
16:11 Derbarê 9 kesên êrişî Malbata Dedeogullari kirin de doz hat vekirin
16:10 ÎHD'ê ji bo tezkereyê banga 'na' li parlamenteran kir
15:57 Kadîr Çat: Ji bo me her der qada konserê ye
15:56 Îtîraza ji bo Guven û Alokmen hatibû kirin, hat redkirin
15:12 Olûç: Divê girtîgehên Sîncan, Şakran û Kurkçulerê bi lezgînî bên ziyaretkirin
14:53 Berteka li dijî cezayê Gokkan: Em ê îtaat nekin
14:53 109 kesayetan ji NY'yê xwest lêkolîna çekên kîmyewî bike
13:44 Dayikên Aştiyê dest bi çalakiya rûniştinê kirin
13:35 Doza ‘dayê’ li MEBYA-DER’ê hat vekirin!
13:31 Doza Kobanê: Di navbera delîl û angaştan de girêdan tune ye
13:27 'Divê li navendên bajaran gera wesayîtên zirxî were qedexekirin'
13:27 Emîne Şenyaşar: Êşa min weke roja ewil nû ye
12:32 Ji Gunay hişyariya 'tezkereyê': Divê êdî muxalefet hişyar bibe
12:24 Dozger xwest ‘zarokên baş’ ên Pirtûkxaneya Umutê bombe kirin beraet bibin
12:12 Rêveberiya Xweser spasiya Katalonyayê kir
11:49 AYM’ê derbarê belavokên Newrozê de biryara binpêkirinê da
11:30 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo Ocalan bibîne serlêdan kir
11:29 Hêceta şewitandina înfazê: Ne selihî ye
11:19 Li Îzmîrê 17 endam û rêveberên HDP’ê hatin binçavkirin
11:01 Nûrî Mehmûd: Wê vê carê ne wek Efrînê û Serêkaniyê be
11:00 Doza Helîkopterê: Amûrên rojnamegeran nehatin dayîn
10:10 KNK: Divê PDK cenazeyên gerîlayan radestî malbatên wan bike
10:04 Zaroka ku maşîneya zirxî lê qelibî xetereya mirinê ji ser xwe avêt
10:03 Bayindir: Divê muxalefet li dijî tezkereya şer helwesta xwe nîşan bide
09:07 Nivîskar û helbestvan wê pirtûkên nivîskarên girtî îmze bikin
09:06 Li Colemêrgê qedexeya çalakiyan hezar û 962 roj in didome
09:03 Peyama kuçeyê: Quşxane dê hikûmetê hilweşîne
09:02 ÎHD: Meseleya girtiyên nexweş dê bi saziyên tenduristiyê yê serbixwe çareser bibe
09:02 Şaredariya Silopiyayê Mîhrîcana Şano û Zarokan li dar dixe
09:02 Dê jin komxebata şer, penaberî û keda jinê li dar bixin
09:02 KAYY-DER: Li Çewligê ekolojî tê qirkirin
09:02 Çavê girtiyê nexweş kor bû
09:00 ROJEVA 21'Ê COTMEHA 2021'Ê
20/10/2021
22:39 Zarokê di bin wesayîta zirxî de ma bi giranî birîndar bû
19:51 Hat xwestin kujerê komkujiya Konyayê 7 caran bi cezayê muebeda giran bê cezakirin
19:30 Katalonyayê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nas kir
17:02 Ji Girtîgeha Amedê 7 girtî hatin sewqkirin
16:39 Filma ‘Cîran’ li Swîsreyê hêjayî xelatê hat dîtin
16:27 Li Kobanê SÎHA'yê bombe li wesayîtek sivîl barand
16:14 SES: Gonul Erden bi tecrîdê tê cezakirin
15:38 Ji Rojnameya Karincayê hastaga piştevaniyê
15:36 Ji bo girtiyan wê du meh çalakî werin lidarxistin
15:19 Akşener û Kiliçdaroglû li ser pergala parlamenteriyê hevdîtin kirin
14:54 Ji ber kêmbûna avê li Çemê Dîcleyê masî dimirin
13:38 Li Mersînê bijîjkekî hempîşeyê xwe kuşt
12:35 Dadgehê 30 sal cezayê hepsê li Ayşe Gokkan birî
12:19 5 rojnamegerên ku nûçe dişopandin beraet kirin
12:14 Malbata Şenyaşar: Cihê yê ku komkujî kiriye ne Meclîs e
11:32 Ji bo hatina Walî têketine Elkê qedexe kirin
11:15 ‘Dibe ku girtiyê nexweş Oztel çavên xwe winda bike’
10:34 Ji bo avakirina nexweşxaneyên bajar budçeyek zêde hatiye veqetandin
09:57 Li Şamê êrişa bombeyî: Herî kêm 13 leşker mirin
09:03 Girtiya jin li nexweşxaneyê hat tacizkirin
09:03 Yîgît: Deklerasyona HDP'ê helwesta muxalefetê guherand
09:03 Şaredarê Agiriyê ji bo guherandina sendîkayê gefan li karkeran dixwe
09:03 Li Girtîgeha Sîncanê di dema hevdîtinê de gardiyan li ber telefonan disekinin
09:03 Dadgehê heqê wergêra kurdî ji rojnamevan girt
09:03 Li nav rezên Licê sîtil li ser kuçikan hatin bikeyskirin
09:03 Rojnamevan Zagros: Tirkiye di şerê li Başûr de têk diçe
09:03 Çêkirina rê zirarê dide herêmê
09:03 Lehiya Sînopê: 71 roj in agahî ji Farûk Adak ê amedî nayê girtin
09:00 ROJEVA 20'Ê COTMEHA 2021'AN
19/10/2021
19:43 Ciwanan pêşangeha 'Odeya Bîrê' ya Guneştekîn protesto kirin
18:12 HDP'ê serdana gundên Şirnexê kir
17:04 Lêpirsîna li ser nûçegihana me bi dozvenekirinê bi encam bû
16:50 Li Çiyayê Kato berfa salê barî