Ya faîlên wan 'ne diyar in' an jî mirina wan 'li gorî hiqûqê ye'

  • rojane
  • 09:00 11 Cotmeh 2021
  • |
img

AMED - Di dosyayên kesên ku dema qedexeyên derketina derve hatine kuştin de ya faîl "ne diyar" tên hiştin an jî "biryara "neşopandinê" tê dayîn. Cîhat Morgul ê 14 salî jî li listeya zarokên ku bi angaşta "endamê rêxistinê" ne dosyayên wan tên girtin hat zêdekirin. 

Dosyayên lêpirsînê yên derbarê zarokên ku di navbera salên 2015-2016'an de li Amed, Şirnex, Colemêrg û Mêrdînê jiyana xwe ji dest dabûn de yek bi yek tên girtin. Di dosyayên ku bi biryara "cih ji peyketinê re tune ye" tên girtin de tê angaştkirin ku zarok "endamê rêxistinê" ne. Di dosyayên ku bi biryara "lêgerîna daîmî" hatine rawestandin de jî tê angaştkirin ku "rexmî hemû lêkolînan jî faîl nehatine tespîtkirin". Piraniya serlêdanên ku li dijî biryaran hatine kirin jî ji aliyê dadgehên bilind ve bi angaşta ku "li gorî hiqûqê" ne tên redkirin. 
 
CEMÎLE, ROZARÎN, FATMA...
 
Cemîle Çagirga ya 10 salî ku li Cizîrê li pêşiya mala xwe hat kuştin û cenazeyê wê du rojan di sarincê de hat veşartin, Bunyamîn Îrcî (14), Selman Agar (9), Hakki Kulte (13), Fatma Elarslan (13) ku cenazeyê wê piştî 20 rojan hat dîtin, Huseyîn Ertene (16), Mehmet Mete (10), Rozerîn Çûkûr (17) û Aydin Mete (17) tenê çend zarokên ku dosyayên wan hatine girtin û faîlên wan nehatine dîtinin. Herî dawî zarokê bi navê Cîhat Morgul ê 14 salî ku dema qedexeyên derketina derve li navçeya Sûrê ya Amedê hatibu kuştin li lîsteya zarokên ku dosyayên wan hatine girtin zêde bû.  
 
CENAZEYÊ WÎ 3 XARAN HAT VEŞARTIN
 
Morgul ku li kuçeya Uçuk a taxa Fatîhpaşa ya Sûrê dijiya û diçû pola dawîn a dibistana navîn, dema ku qedexeyên derketina derve didomiyan di meha sibatê ya sala 2016'an de hatibû qetilkirin. Ji ber berdewamkirina şer cenazeyê Morgul ji taxa qedexekirî nehatibû derxistin û li Sûrê hatibû veşartin. Piştre cenazeyê wî ji cihê lê hatibû veşartin hatibû derxistin û ji morga Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Dîlokê re hatibû şandin. Piştî ku demekê li vir hatibû rawestandin bêyî ku encamên DNA'ya wî derkevin li Goristana Şaredariya Dîlokê hatibû veşartin. Piştî encamên DNA'ya wî derketibûn jî cenazeyê Morgul cara sêyemîn li Goristana Yenîkoyê ya Amedê hatibû veşartin. 
 
NEŞOPANDINA 'BÊDELÎL'
 
Di lêpirsîna ku têkildarî kuştina Morgul hat destpêkirin de biryara "cih ji peyketinê re tune ye" hat dayîn. Ji bo biryara ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hat dayîn hinceta "tevlî çalakiya çekdarî li dijî hêzên ewlehiyê bûye" hat nîşandan. Lê balkêş e ji bo "çalakiya çekdarî" ya mijara gotinê tu delîl nehatine nîşandan. Serlêdanên ji bo îttîrazkirina vê biryarê jî hatin redkirin. 
 
DOSYA LI AYM'Ê YE  
 
Parêzerên Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê ku piştgiriya hiqûqî didin malbata Morgûl, li ser vê redkirin serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dan. Parêzeran, di serlêdana xwe de destnîşankirin ku ji bo "endamtiya rexistinê" û "tevlîbûna çalkaiya çekdarî" ya Morgul tu delîl û agahî li holê tune ne. Di serlêdanê de parezeran destnîşan kirine ku lêpirsîneke bibandor nehatiye kirin û daxwaz kirine ku lêkolîna pêwîst bê kirin. 
 
HINCETA "ENDAMTIYA RÊXISTINÊ'
 
Parêzeran, ji bilî serlêdana xwe ya li AYM'ê derbarê Wezareta Karên Hundir de jî serî li Dadgeha Îdareyê ya Amedê dan. Yekemîn Dadgeha Îdareyê, serlêdanê nêrî û red kir. Di biryara redkirinê de nûçeyên ku derbarê Morgul de hatine weşandin û kesê bi navê E.O ku di 3'ê adara 2016'an de teslîm bûye û Morgul weke "endamê rêxistinê" nîşan daye weke hincet hatiye nîşandan. Her wiha dadgehê derbasbûna navê Morgul a di lîsteya ku ji aliyê Yekîneyan Parastina Sivîl (/YPS) ve hatiye weşandin de jî weke hinceta redkirinê nîşan daye. 
 
Biryara ku ji aliyê Dadgeha Îdareyê ve hatiye dayîn ji aliyê Dadgeha Îdareyê ya Herêma Dîlokê ve jî "hiqûqî" hat dîtin. Li ser vê parêzeran serî li Şûreya Dewletê da. 
 
MA / Gokhan Altay
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

14/10/2021
09:08 Mîtînga Amedê: Em ê bersiveke mezin bidin feraseta dagirker û tecawizker
09:08 Hevseroka ciwan Duzun ji bo têkoşînê bang li ciwanan kir
09:00 ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2021'AN
13/10/2021
17:06 Platforma Zimanê Kurdî li Batmanê jî nûnertiya xwe vekir
16:16 Li gundan kampanyaya ‘Dema azadiyê’ hat birêvebirin
15:39 Li wargeha KYK’ê li xwe kirina pîjemayan ji bo jinan hat qedexekirin
15:20 Serokê AKP'ê destdirêjî li jinekê kir
15:20 Li Rihayê banga tevlîbûna mîtînga jinan hat kirin
14:54 Ji Çavûşoglû daxuyaniya Sûriyeyê
13:47 HDP’ê di meha îlonê de serdana hezar û 653 gundan kiriye
13:46 Malbata Şenyaşar ji girtiyên nexweş re edalet xwest
13:43 Doza Demîrtaş a "heqareta" li Davûtoglû taloq bû
13:28 Li Qibrisê hikûmetê îstifa kir
13:07 Kovara Dilopê bi dosyeya Mehmet Bayrak derket
13:07 Girtiyan bang kirin: Bi lez bikevin tevgerê
12:33 Tirkiyeyê di berdêla çi de Casimê DAIŞ'î da Iraqê?
12:12 Di hilbijartina Iraqê de 97 jin ketin parlamentoyê
11:41 Doza 5 rojnamevanan ji bo mutalayê hat taloqkirin
11:41 Ji daxuyaniyên “Dê cînayetên siyasî bên kirin” re lêpirsîn hat destpêkirin
11:26 'Destûr nedan civîna me, gef li me hat xwarin'
11:21 Rekorek nû: Dolar asta herî jor derbas kir!
11:01 Rêxistinên Elewiyan: Em xwedî li deklarasyona HDP’ê derdikevin
10:42 Ji girtiyan xwestine di 10 deqîqeyan de amade bin
10:15 Piştgirî dan Nîhal Yalçin: Êrişa li dijî nasnemaya jin û kurdbûnê ye
09:42 Li parêzerê ku hewl da muwekîlê xwe biparêze doz vekirin
09:39 Piştî heyamek dirêj baran li Deşta Mezopotamyayê bariya
09:00 Aydoganê CHP'î: A li girtîgehan rû dide dram e
09:00 Li gundên Semsûrê amadekariyên zivistanê
09:00 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê li kuçeyan e: Em ê tiryak û fuhûşê ji binî de biqedînin
09:00 ‘Heya ev îqtidar neçe, aborî sererast nabe'
09:00 Kose yê 38 sal in girtiye nayê dermankirin
09:00 Parêzvanên mafê mirovan: Tişta li Îmraliyê tê kirin sûc e
09:00 Bi ser qetilkirina rojnamevan Bagdû re 7 sal derbas bûn
09:00 Hevserokê MEBYA-DER’a Şirnexê: Îşkencê li cenazeyan tê kirin
09:00 ROJEVA 13'Ê COTMEHA 2021'AN
12/10/2021
17:08 Polisan bi fîşekên gazê yên dîroka wan derbas bûne agir derxistin
17:07 Piştî sê salan derbarê girtiyekî de lêpirsîn hat destpêkirin
16:59 Kuştina Tutal hat şermezarkirin: Ne cînayet e, qirkirina jinan e
16:45 Dozger piştî çend saetan îtîrazî beraeta Metîna kir
16:29 CHP’ê serdana malbata Şenyaşar kir
16:07 30 sal ceza li mamosteyê ku xwendekarên xwe îstismar kiribû hat birîn
15:52 Hevseroka Giştî ya HDP’ê Bûldan, serdana Ahmet Turk kir
15:51 Roja rûniştina doza kujer Onur Gencer diyar bû
15:51 Rojnameger Takva beraet kir
15:33 Buldan: Gel dibêje êdî bes e
15:05 Li Hevşaredar Almaç 8 sal û 6 meh cezayê hefsê hat birîn
14:38 Daxwaza rojnameger a "rakirina qedexeya derketina derveyî welat" hat redkirin
14:38 Rêxistinên sivîl bersiva îdiayên Îmraliyê yên Tirkiyê dan: Hikumet we dixapîne
14:25 Li Bûrsayê di kargeha kîmyayê de teqîn çêbû û karkerek jiyana xwe ji dest da
14:19 CPT’iyê li dijî êrişên Tirkiyeyê bang li saziyên navnetewî kir
14:06 Gundiyan walîtiyê derewand: Kesî bi me re hevdîtin nekiriye
13:58 Derbarê bîranîna Mîraç Mîroglu de lêpirsîn hat destpêkirin
13:34 Makîneyên fabrîkaya ku 600 karkeran ji kar derxist veguhestin Girê Spî!
13:23 Rojnameger û nivîskar Roza Metîna beraet kir
12:59 Danişîna nûçegihanên ETHA û ESP’iyan hat taloqkirin
12:30 Berdana girtiyê 30 sal in di girtîgehê de ye hat taloqkirin
11:37 Malbata Şenyaşar: Di her bêhngirtina me de hêvî heye
11:37 Parêzer ji bo Ocalan bibînin serî li dozgeriyê dan
11:29 Li Pîranê mamosteyekê 7 zarokan tacîz kir
11:15 Parêzer Enmek: Li girtîgehan ‘Plana Têkbirinê’ di dewrê de ye
10:04 ‘Girtîgeh ketine şûna dadgehan’
09:56 Li Amedê 6 kes hatin girtin
09:55 Li Girtîgeha Silîvriyê têkiliya di navbera girtiyan de hat qutkirin
09:45 Li Antalyayê gelek kes hatin binçavkirin
09:05 Li Silopiya berhevkirina fistiqan dest pê kir: Ji sala borî erzantir bûne
09:05 NÇM her kesî vedixwîne 'Berbangê'!
09:05 50 roj in cenazê Toprak nedane malbata wê
09:05 Sinyalên GPS'ê hatin qutkirin, endezyar saetên balafirê dişopînin
09:05 Bi hinceta 'dibe ku sûc bike' wî bernadin
09:05 18 sal in pêlavan boyax dike
09:04 Li Amedê heqê kirêyan 3 qat biha bûne
09:00 ROJEVA 12'Ê COTMEHA 2021'AN
11/10/2021
16:57 ‘Mafê berdanê yê girtiyan tê astengkirin’
16:16 Îdîanameya derbarê qatilê Denîz Poyraz de hat qebûlkirin
16:15 Li Şirnexê konsera ji AKP'ê re serbest ji HDP'ê re qedexe ye
15:54 Li du bajaran tundî li jinan kirin
15:53 Kivilcimli li ser gora xwe hat bibîranîn: Bû çavkaniya têkoşînê
15:46 DÎSK-AR: Hejmara bêkaran 7 milyon û 855 hezar kes in
15:09 Ahmet Turk emeliyat bû
14:49 Dayikên Aştiyê ji bo cenazeyan meşiyan Pêşxabûrê
14:27 LaWje wê li Êlih û Amedê konsere bide
14:27 ‘Jinên Botanê wê bi rengên xwe tevlî mîtîngê bibin’
14:02 ‘Hevdîtinên Budçeyê’ yên HDP’ê: Tifaqa ekolojiyê ya li dijî rantê
14:01 Li Iraqê ji sedî 41 hilbijêran çûn ser sindoqan
13:42 Îtîraza ji bo berdana Îpek a îşkencekarê xwe kuştibû hat redkirin
13:33 Surucu îşkenceya komî ku li girtiyan hat kirin bir rojeva meclisê
13:19 Doza Kerboranê carek din hat taloqkirin
13:12 Malbata Şenyaşar: Edalet, berpirsyartî û wijdanê dixwaze
13:08 Di darizandina Komeleya Sarmaşikê de cezayê yekemîn
12:46 Yuksekdag: Li Kandirayê zext zêde bûn
12:34 Li Afyonê servîsa xwendekaran qeza kir: 5 kesan jiyana xwe ji dest da
12:16 AYM’ê têkildarî cezayê dîsîplînê biryara binpêkinê da
11:54 Serokwezîrê Iraqê Kazimî: Cîgirê Bexdadî hat girtin
11:53 Polîsan bi hêceta ‘cilên herêmî’ bi ser dawetê te girtin
11:32 Biryar hat dayîn ku milyonek tazmînat ji malbata Dînk re bê dayîn
11:25 Danişîna rojnameger Şahîn hat dîtin
09:00 Angaşta ku Tirkiye gaza bijehr bi kar tîne bihêz dibe: 548 kesan serî li nexweşxaneyê dan
09:00 Pirsgirêka wargehan veguherî firsendê: Wê qeyûm ji bo muftîtî û cemaetê wargeh çêbike
09:00 Ya faîlên wan 'ne diyar in' an jî mirina wan 'li gorî hiqûqê ye'
09:00 Gulên reş ên Xelfetiyê